|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||||
|
HUNERA AXAFTINA XWEÞ
Û NIVÎSANDINA RIND NAVEROK CILDÊ YEKEM BEÞA YEKEM XURTKIRINA ÞAREZATIYA VEGOTINÊ.......................................... ... 1. TÊRXWENDIN........................................ ........... 2. NIVÎSANDIN........................................ ................. 3. GIRTINA LÊNÛSKA ÞIHÊRAN........................................... .... 4. BERHEVKIRINA GOTINÊN PÊÞIYAN................................... 5. GIRTINA LÊNÛSKA BÎRANÎN- NOTÊ................................... 6. BERHEVKIRINA ZANÎNÊ- ÇAVDÊRÎ Û VEKOLÎN....................... - MAMIK QINÎK LORÎN.................................... 7. SUDEWERGIRTINA JI PIRTÛKXANEYAN.............................. XWENDÝN........................................... ........ Godarîkirin - notgirtin..................................... Derxistina kurtebêjiyê....................................... . Danasîna pirtûkan.......................................... .......... Berhevkirina gotinên pêþiyan........................................... ÇÎROK............................................. ...... FABL.............................................. ........ DESTAN............................................ .................. EFSANE............................................ ..... KILAM............................................. ...................... BEÞA DUWEM HUNERA AXAFTINA RIND RIYA AXAFTINA RIND.......................................... 1. Cureyên axaftinê.......................................... .............. 2. Planê axaftinê.......................................... ............... 3. Rayiþên axaftina rind.............................................. ..... 4. Taybetiyên vegotinê di axaftinê de............................................ ÇEWTIYÊN AXAFTINÊ.......................................... ..... 1. Çewtiyên tevgeran di axaftinê de............................................... 2. Çewtiyên gotinê yên di axaftinê de............................................. 3. Çewtiyên nezaniyê di axaftinê de................................................ . ZIMANÊ AXAFTIN Û NIVÎSANDINÊ................................ 1. Ziman............................................. ................ 2. Zimanê axaftin û nivîsandinê....................................... . 3. Hevgirtin......................................... .......... 4. Teqil............................................. .......................... 5. Ton............................................... ......................... 6. Diksiyon.......................................... ................................ a. Qinîk............................................. .......... b. Çîrok .................................................. .. AXAFTINÊN AMADEKIRÎ NUTÛQ............................................. ............................ NÎQAÞ............................................. ................. KONFERANS......................................... ..................... MUNAZARA.......................................... .................... PANEL............................................. .......................... FORUM............................................. .................. SEMPOZYUM......................................... ............ MULAQAT........................................... .................. HEVPEYVÎN......................................... .................... RAPOR............................................. .......................... DANASÎNA PIRTÛKÊ........................................... ..... CILDÊ DUYEM BEÞA YEKEM HUNERA NIVÎSANDINA RIND......................................... - ZANÎNÊN SER VEGOTINÊ................................. TAYBETIYÊN VEGOTINÊ........................................ CUREYÊN VEGOTINÊ.......................................... .... TEÞEYÊN VEGOTINÊ.......................................... ....... BIZAFÊN / ÞOPÊN EDEBIYATÊ ............................................. NIVÎSÊN BÛYERÎ..................................... PLANÊ BÛYERÊ................................... Kurteçîrok.................................... Roman............................................. . Þano....................................... Bîranîn...................................... Gername .................................. BEÞA DUYEM NIVÎSÊN RAMANÎ....................... PLANÊ RAMANÊ............................................ ........................... Kompozisyon....................................... ........................................... Name .................................................. ........................................... Fiqre............................................. .................................................. Rojnivîs.......................................... .................................................. . Ceribîn........................................... .................................................. .. Gotûbêj ( sohbet)........................................... .................................................. . Gotar/nivîsar........................................... ........................................... Jînenîgarî........................................ .................................................. ..... Rexne............................................. ............................................ Rexneya(rêbaza tahlîla helbestê –þiêrê)........................................... ...... ÞIHÊRZANÎ / HELBESTZANÎ....................................... ...................... DAWÎ.............................................. .................................................. ---------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------- GOTINEKE PÊWIST Di nivîsandin û axaftinê de rindî, serê pêþî di berhemên edebiyata devkî de derketine holê. Min jî di vê xebatê de serê ewil cî da berhemên vê hêlê. Çîrok, destan, efsane û kilam. Ev çeþnên ha, bi jiyana civakî ya gelan re dest pê dikin. Di van de jî cara pêþî kîjan hatiye hilberînê dîsa divê bête vekolînê. Me sihûdeke zaf mezin heye di hêla edebiyatê de li hember bêsihûdiyên ku têne zanînê. Bi xêra vî þaxê edebiyatê, em bi zengîniya zimanê xwe hesiyane. Hezar heyf e ku ev gencîneya me, bi giþttî ji wendabûnê nehatiye rizgarkirinê. Gelo rê û rêbaza berhevkirina vê edebiyatê çawa ye, bi çi awayî berevaniya wê tête kirinê, em dizanin? An jî gelên cîhanê çito Ev edebiyat parastiye, haya me jê heye? Ez bi xwe bi pey van pirsan ketim. Bi xêra hin jêder û çavkaniyên ku li Universiteyê, di beþa edebiyatê xwendina wan bû nesîbê me, em hîn bûn. Serê çend salan e riya edebiyata nû vebûye li me. Mixabin hîna bi awayekî akademîk zanînên teknîkî derneketine manaþa xwendinê. Me jî xwe li vê hêlê kiþand. Ezm û hewla gelperwerên me ya ku di hêla nivîsandinê nîþan didin, xweþ balê dikþêne. Digel pîrozkirina wan, me jî hinek xerc danî ser bêrik û maleya wan. Min jê guman nîne ku têkildariya bi vî karî re, wezîfeyeke neteweyî ye. Bi vê berpirsiyariyê me jî mil da ber vî barî. BEÞA YEKEM DI VEGOTINÊ DE XURTKIRINA ÞAREZATIYÊ ------------------------------------------------------------------ 1. XWENDIN 2. SÛDEWERGIRTINA JI PIRTÛKXANEYAN 3. NIVÎSANDIN 4. ÇAVDÊRÎ 5. VEHURÎN 6. KOMKIRINA ZANÎNÊ ----------------------------------------------------- Þarezatî, qabîliyet, û têrbûna di hêla karîna tiþtekî de ye. “Þarezatiya ser vegotinê” di her du vegotina de hatina rewþeke wisa ye ku êdî dikare bi hêsayî ji berî xwe ve bikaribe were wê dereceya ku tê xwestinê, dereceya serketinê. Di hêla vegotina devkî û nivîskî de. Di qabiliyeta vegotinê de barê mezin, li ser piþta wî kesî ye ku, dixwaze xweþ karê vegotinê bike. Kî bixwaze bi çi ve têkildar be, çi bala wî bikþêne, li ser çi bixebite, di wê hêlê de dikare were dereceya têrbûnê. Ango jêhatî bibe. Bigihîje dereceya þarezatiyê. Di þarezatiya ser vegotinê de, bo xwendekar, bo ferdan, pêdivî bi alîkariya dibistanê, mamoste, dê û bavan heye. Mamoste rê û rêbazan rayî xwendekarê xwe dide, kitêbên çavkaniyî jî dê û bav dikirin. Êdî dor tê ser ferdan bi xwe. Ji vê derê pê de bar dikeve ser piþta wî bixwe. Divê ew bi xwe bikeve tevgerê. Di hêla pêkanîna karê vegotinê de, bi þarezabûnê re dikeve berberiyê. Çi di hêla vegotina devkî de be, çi di hêla vegotina nivîskî de be, ji bo þarezabûnê, du karên girîng ku divê bêne kirinê, zaf xwendin û zaf nivîsandin e. Ev hem di kurdiyê de hem jî di kompozisyonê de hêmanên bingehîn in, rikin in. Divê kar bi mirov bibe, mirovan di kirina karan de divê jêhatî be, qabiliyeta mirovan têra kirina wî karî bike. Serê her kar û xebatê ev e. Bi vî awayî di karê xwe de mirov bi ser dikeve. Îca heke mirov karê xwe, bikaribe bi awayekî hêsa, rind û baþ bibe serî, ev jî “çîkbûna” mirovan e. “Þipilbûna” mirovan e. Ev þarezatî carinan bi hinekan re heye; carinan jî bi hinekan re nîne. Yê ku ev “pêbûn”, jêhatîbûn, pê re tune be, divê ew bi xwe, bixebite, zorê bide xwe, bi vî awayî bigihîje derceya þarezatiyê. Ha “em xweber þareza bin” ha jî “me dawiyê xwe gihîþtandibe”, serî ew e ku “em xwe bi perwerdekirinê” bigihînin, bipirxulînin. Di hêla vegotinê de em þarezatiya xwe gur û geþ bikin. Gelo em dê bi çi awayî di vegotinê de, di axaftin û nivîsandinê de bibine þareza? Em dê vê þinûrkê bi çi awayî bi dest bixin? Divê em bikevine çi xebatan? Werin em digel hevûdinê bikevin dû bersiva van pirsên girîng. 1. XWENDÝN Zanîn û çand/kultur, bi xêra xwendinê pêk tê. Riya tekane ya hunerê jî di zanîn û kulturê de ye. Bo geþkirina þarezatiyê di vegotinê de, serê pêþî xwendin lazim e. Bo xwendineke bi vê mebestê, pêdivî bi her cure weþanan heye. Ansiklopedi, pirtûk, kovar, rojname... Bi awayekî rêkûpêk, divê mirov xwe bi xwendina van weþanan xwedî bike. Mirov çendîn bikaribe ji cîhana weþanan têr haydar be, ew çend dê têrzanînî dibe. Kesê li pey hunermendiyê ye, divê nola mêþeke hunguvê, ku çawa bi kilometreyan li kulîlkên cure cure digere, hunguvê xwe çê dike, ew jî bala xwe bide ser gelek weþanan û kana xwe ya hunerê dagre. Nexwe dibe ku em di karê pêþxistina qabiliyeta vegotinê de, erka xwendinê, di serî de bigrin. Karê girîngtirîn e xwendin, ji bo þarezabûna di vegotinê de. Di vê hêlê de em çi qasî kedê bidin, em dê ew qas têr û tije bibin; di vê hêlê de ji nava xwe razî; ji xwe biewle bibin. 2. SÛDEGIRTINA JI PIRTÛKXANEYAN Pirtûkane, ciyê hilanîn û parastina pirtûk û amûrên weke wan in. Li ciyên weha pirtûk tên dayin bo xwendinê. Ciyê kombûna “zanîn, çand û ceribînan” e. Ciyê serdana kesê vekoler in. Di kemilîna neteweyan de, du serkanî serê pêþî tên. Yek jê pirtûkxane ye. Ciyê din jî laboratuwar e. Hejmara pirtûkxaneyan çendîn zaf be, hejmara pirtûkên ku pêdivî bi wan heye, çendîn zaf be û hejmara kesên ku ji van pirtûkan îstîfade dikin çendîn zaf be, li wî welatî zanîn ew çend zaf e, geþ e û zindî ye. Gotineke pêþiyên gelê çîn heye. Dibêjin ku, “Zarokê bêpirtûk mezin dibe, mîna ye dara ku bêav digihêje.” Di hêþînbûn, mezinbûn, peldan, kulîlkdan û fêkîdana darekê de, çawa ku pêdivî bi av, ax, hewa û tavê heye, bi ser de jî hewceyê mêzekirin û dermanan e, wisa jî di gihîþtandina xwendekarekî/ xwendekarekê de pêdivî bi perwerdehiyê heye. Divê ew di warê huner û kulturê de bête hêvotinê. Hem di hêla dilî de hem jî di hêla mêjî de, bigihîje derceya purxulînê. Heke ji dara hiþkbûyî fêkî neyê, bêguman ji kesên ku pirtûkê naxwînin, ji pirtûkxaneyan îstîfade nakin jî fêkiyên çand û zanînê nayêne girtinê. Mirovên mezin ên cîhanê, li pirtûkxaneyan gihîþtine. Ciyê xemilîna bi zanîn, hiþmendî, vekolîn û purxulînê pirtûkxane ne. Heke me armanceke weha hebe, ciyê me serê ewil pirtûkxane ne. Na heke em têr ji ava zelal a bitehm ji van ciyan nemijin, em dê tu caran nikaribin têrgihîþtî bibin. Têkçûna nezaniyê bi saya serê pirtûkxaneyê ye. Mirovên mezin ên ayendeyê, dê li van deran bigihîjin. Alim û arifên bê, dê li van ciyên ilm û irfanê hêþîn bibin. Heta ji destê me tê, divê em girîngiyê bidine pirtûkxaneyan. Ev yek dê hem pêþiya me, hem pêþiya gelê me û hem jî ya girîng, dê pêþiya mirovahiyê veke. a) Cureyên Pirtûkxaneyan Serê pêþî em dikarin dabeþî du biran bikin. Yên “sabit” û yên “geþtyar”. Pirtûkxaneyên geþtyar, diçin ber destê xwendevanan. Bo belavbûna xwendinê li nava gelî, xebateke kulturî ye. Ev xizmet diçe digihîje tax, gund û bajarokan. Heta gava bivê, diçe ber derê malan. Bo gihandina civateke “xwende” ji hêla dewletê ve, ketiye nava gelan. Em ji pirtûkxaneyên ku xebata xwe li avahiyekê dimeþîne re pirtûkxaneya sabit dibêjin. Li vê derê jî xwendevan bi xwe, tê ber piyê pirtûkê. Li vê derê çi jê re lazim be, ji xwe re lê digere, dibîne û jê îstîfade dike. Pirtûkxaneyên sabit jî di nava xwe de dabeþî van cureyan dibin. “Pirtûkxaneya þexsî, ya wanegehê, ya dibistanê û ya bajêr”. Pirtûkxaneyên Bajaran: Li navenda bajarên mezin ava dibin. Bela ku çûyin û hatina van deran hêsa ye, herkes dikare biçê. Lewre ji her temenî xwendevan diçineyê. Bona vê yekê li van pirtûkxaneyan heta bivê cureyên pirtûkan hene. Li gorî mezinan û li gorî piçûkan pirtûk hene. Yê bixwaze dibe endamê vê derê. Wê hingê êdî çi celeb kitêb bivê, dikare ji xwe re bihêne û bixwêne. Jixwe heke kî çi kitêbê bixwaze nikare hema bikire. Ji ber vê yekê derfeteke mezin e pirtûkxane. Kêmahiyeke mezin e bo ferdan ku nizanin biçin van pirtûkxaneyan û ji xwe re bixwînin. Ji mirovtirê ku karekî dijwar e çûna van deran. Çi heye ku me çandeke pirtûkxaneyê hîna çê nebûye. Pirtûkxaneyên Dibistanê: Bo xwendevanan li dibistanê jî pirtûkxane dihêne avakirinê. Ji dibistana seretayî, dibistana lîseyê heta dibistana bilind û ûnîversiteyê ev cure pirtûkxane hene. Li gorî hîndekarî û perwerdehiya wê dibistanê, pirtûkxana wê jî dihête xemilandinê. Rê li ber xwendekaran bi pirtûkxaneyê dihête vekirinê da zanîna xwe ya dibistanê, bi kitêbên vê derê bitacînin. Pirtûkxaneyên Polê: Hîndariya li xwendinê, bo xwendekaran, karekî sereke ye. Heke ew li her deverê rastî pirtûkê were, dê hezkirinek pê re peyde bibe li hemberî wê. Bona vê yekê jî divê ji pirtûkê dûr neyê hiþtinê. Ev karê ha, ji hêla xwendekaran ve tê birêvebirinê. Mamoste jî mil dide wan. Pirtûkxaneyên Þexsî: Hin kes hene li ser kar, pîþe û biranþa xwe, berheman kom dikin. Li mala xwe, heta li ciyê xwe yê xebatê, pirtûkan didin hevûdinê. Bi vî awayî dibe xwedî pirtûkxaneyeke hêja. Li ser vê yekê mirov dikare weha bawer bike ku tew yek xebateke zanistî bêyî kitêban nabe. Çu hewldaneke zanistî heye, serê pêþî bi xêra berhemên berî mirovan diçe digihîje encamekê. Serkaniya zanînan pirtûk e. Zanist bere bere xurt bûye û weha hatiye serdema me. Mêþeke hunguvê çawa bêyî kulîlkan nikare hunguvê çê bike, mirovê xebatkar, vekoler û vehurîner jî wisa nikare bêyî pirtûkan bibe xwedî berhem. Însanên berê beredayî negotine, “ Zanîn, bi tena serê xwe hêzeke mezin e.” Kî çi qas bikaribe zaf ji pirtûkan îstîfade bike, ew kes ew qas dikare bibe berhemdar. Riya wî ew çend vedibe, ew nêzî serketinê dibe û dibe xwedî bandorê. Kîjan kes-ferd, kîjan pol, kîjan dibistan, kîjan bajar û kîjan gel zêde xwedî pirtûkxaneyên baþ be, bêguman ew serdestî yên din e. b) Gelo Em Dê Bi Çi Awayî Feydeyê Bibînin Ji Pirtûkxaneyan? Pirtûkên cure cure yên pirtûkxaneyê, divê neyên wendakirin û heriþandinê. Çi kitêba ku xwedevên bir û xwend, divê careke din bi berpirsiyariyeke mezin bihêne radestî rayedaran bike. Carinan xwendevan li pirtûkxaneyê pirtûkê digre dixwêne û hema li wê derê gêrî radestê wezîfedarên pirtûkxaneyê dike. Carinan jî bi “deyn” ango emanetî digre dibe malê. Di pey maweyeke diyar de, paþ ve dide. Bo vî awayî dibe endamê wê. Di refên pirtûkxaneyê de, li gorî paþnavê nivîskaran, pirtûk ji aliyê berpirsiyaran ve ketine rêzê. Xwendevan jî gava berhemê xwend, divê wê dayne ciyê wê yê berê. Nabe ku em girîngiya pirtûkê ji nedîtî ve bihên. Mirovê dixwîne, ew e ku dijî. Riya xwegihandinê, di xwendina pirtûkan de, di pirtûkxaneyan de derbas dibe. |
|||||||||||||||
|
|
|
|
#2 (permalink) | |||||||||||
|
DI XWENDINÊ DE RISTA LEZÛBEZÎ
Van salên ha, êdî li her aliyê dinyayê girîngiyeke mezin bi xwendina lezûbeziyane tê dayinê. Me jî li ser xwendina bilezûbez xebat û hewildan hebin, bêguman dê baş be. 3. NIVÎSANDIN Bo gur û geşkirina qabiliyetê di hêla vegotinê de, di pey xwendinê de xebateke girîng jî “nîvîsandin” e. Di lêstikên nola voleybol, basketbol û futbolê de, çawa bêyî antremanan jîrekî çê nabe, di vegotinê de jî, bêyî karê nivîsandinê, vegotin xurt nabe. Nivîsandineke baş, bi xebateke baş a ser nivîsandinê pêk dihê. Dîsa bo şarezatiyê jî misêwa divê mirov binivîsîne. Tiştê ku heye nabe em weke karekî “wezîfedariyê” li nivîsandinê binihêrin. Weke kêfxweşiyekê, weke ecibînekê, weke armancekê” were dîtinê, dê hê baştir be. Çi heye pêdivî bi rêkûpêkiyê heye. Bona vê yekê jî em dê vî karî weha bixine rêzê : a.Berhevekirina Çîrok, Efsane, Destan û Çeşnên Din ên Devkî: Hiyamên berê dapîran ji neviyên xwe re çîrok vegotine. Yê neviyan jî ne xwendin bû ye ne jî nivîsandin bû ye. Awayekî xweser ê hêngaftinê hebûye. Van dapîr û bapîran bi vî awayî xwestiye rastî, qencî û rindiyê weke hestên çê bidine wan. Dibe egereke derketina vî cureyê ha, ji ber vê yekê be. Egereke derketina çîrokan, dibe ku bona rexnekirina bûyer û kesên derdora xwe be. Ev kesên hatine rexnekirinê, dibe sultan, padîşa, axa û mezinên wan bin. Mirovên berê, hêza xwe ya hilberînê, bi lehengên van çîrokan derxistine holê. Heta em dikarin bibêjin ku van çîrokbêjan pêşewatiya zanista fenî jî kiriye. Nola hût, dêw, ziyayan. Robotên serdema tekonolojiyê, hilberîneke mêjî ya van vegoterên çîrokan e. Dîsa hilberîneke sosyalî ya çîrokbêjan heye. Hinga padîşayê welatekî miriye, çivîka- teyrê dewletê berdane. Li serê kê danîta, ew dikirine padîşa. Dibe ku em weke numûneyeke “demokrasiyê” jî binihêrin li vê motîfê. Êdî gava em ji çîrokê têbigihêjin bê ka rola vî cureyê nivîsê çi ye di perwerdekirinê de, nehatiye gelo? Bo gihandina kesayetiya me jî rista çîrokê zaf e. Cureyên Çîrokan: 1) Çîrokên ji aliyê gelan ve hatine hilberînê. Ev jî hilberînerê wan ne diyar e/ belî ye. 2) Çîrokên nû yên ku ji hêla kesên nivîskar ve hatine hilberînê. Hilberînerê vî cureyî tê zanînê. Çîrok jî nola “gotinên pêşiyan, biwêjan/ îdyoman, dilok(manî), pêkenî, çîrçîrokan, destanan”... berhemên zargotinê ne. Ji ber vî yekê hema hema her kes dizane çend çîroakan vebêje. Bivê nevê li cografyaya me, hemî ferd û kesan di biçûkahiya xwe de, li çîrokan guhdarî kiriye. Berhevkirina Çîrokan: Çi kesê bivê zargotina xwe bi der û dora xwe bide naskirinê, serê pêşî divê çîrokan bide hev. Hilberîna herî mezin a folklorê, çîrok e. An jî qe nebe berhemeke mezintirîn a vê hêlê ye. Li nav me, li civat û caxiyên me, mîna hiyamên berê nebe jî, hevraz berjêr, tew yek dapîr û bapîrên ku nizanibin vî cureyê edebiyatê vebêjin nîne. Berê me fama berhevkirina wan nedikir. Mixabin îro jî me xwe li zexeliyeke tiralî daniye. Me troş nîne da destê xwe dirêjî van zêrên zer bikin. Çi “pîrek” axtiyarek dimire, digel xwe jî vî zerê zer dibe dixe binê axa sar. Sedsalên me yên tarî, bi mirina wan re bêhtir tarî dibe. Hîmên bingehîn ên edebiyata me ya devkî, bere bere ji hev dipişkilin. Jixwe çend çîrokên “şah”ane, “şaheser”, ku xîretkêşên me li hemberî wan sersar mane, ji aliyê der û cîranan (!) ve hatine dizînê, mîna ku malê bavê wan be, lê xwedî derketine, kirine milk û mêlag ji xwe re. Nizanim Xwedê ji me re nehêle yan ji wan re... Di çanda me de berhevkirina çîrokan zaf nû ye. Hîna teze dest pê kiriye. Ew jî ne bi awayekî pisporane ye. Aliyê vekolînê yê vê berhevkirinê jî ne zanistî ye ew çend. Têr nake. Cîhana edebiyata me ya devkî, ji ya hemî gelên cîhanê zengîntir e hema hema. Her kes di hêla xwe de, li herêma xwe, dest bi vî karî bike, di nava sed salî de, - ew jî berî bi sî çil salan- ancax dibe ji heqê wê derbikeve. Ê me karê berhevkirinê jî hema “çawa lêhato” ye. Heke were ber piyê me, dibe ku em lê xwedî derbikevin. Li ser berhevkirina çîrokan, gelên cîhanê kîjan rêbazên zanistî danîne? 1. Mirov li her deverê çîrokan bide hev. Ji pîran, navsereyan, rûspiyan, xortan, mêran, jinan, ji her temenî dibe ku bêne berhevkirinê. Tiştê ku heye pêdivî bi çîrokbêjên baş heye. Heke mirov bikaribe li kesên ku di hêla çîrokbêjiyê de zana, şareza û pispor in bigere bibîne baş e. 2. Rêbaza baştirîn bo daneheviya çîrokê, mayina li ser reseniya çîrokê ye. Bi çi awayî hatibe vegotinê, divê berhevkar wisa derbasî nivîsê bike. Peyvik û hevokên wê neguherîne çêtir e. Bona vê yekê jî derfeteke teknîk heye: Teyib. 3. Çîrokek bi gelek guhertoyên xwe, li ciyên/ herêmên cihê cihê, bi awayên cihê cihê, ji hêla kesên/ çîrokbêjên cihê cihê, dibe ku bête vegotinê. Diwxazî bila di motîf û sembolên heman çîrokê de wekhevî an cihêrengî hebe, dîsa jî, ji bo çareserkirina muşkuleyan berhevkar hewceyê wan e. Heman çîrok bi çend xalan, di guhertoyan de hev negre jî dîsa pêdivî bi hemî - heke bidest bikevin- şaxên wê heye. Divê hemî bêne tomarkirinê. 4. Sicîla Çîrokê: Çîroka ku têye tomarkirinê, divê bibe xwedî sicîl jî. Li ser hêla teknîjkî ya çîrokê jî divê mirov çend zanînên bingehîn bide hev. Bo her çîrokekê ev sicîl tê girtinê: a. Nav û paşnav, pîşe û navnîşana berhevkar. b. Mêjûya berhevkirina çîrokê. c. Ciyê berhevkirina çîrokê. ç. Ciyê eslî yê çîrokê. ( Kesê çîrokê vedibêje, dibe ku bi mêvanî hatibe vê derê. Nexwe divê em bidine ser şopa wî çîrokbêj î bê ka gelo ji kê derê hatiye.) e. Heman çîrok wekî din li kê derê, li kîjan deveran tête vegotinê. ( Dibe ku çîrokbêj di vê hêlê de xwedî agahî be. Mirov jê agahî bigre baş e.) f. Nasnameya çîrokbêj: • Nav û paşnavê wî / wê. • Ji kê derê ye. • Li kê derê rûdinê. • Temenê wî / wê. • Pîşeya wî/ wê. • Rewşa wî/ wê ya xwendin û nivîsandinê, tehsîl • Rewşa wî/ wê ya debariyê. • YA GIRÎNG, gelo çîrokê - Ji kê derê girtiye? - Ji kê/ kî girtiye? - Kengê hîn bûye. 5. Ramanên çîrokbêjan yên li wê herêmê, meraqawerên çîrokan li ser vê çîrokê çi ne jî bêne vekolînê baş e. Gotinên wan ên hev digrin û hev nagrin divê bêne nivîsandinê. (Bo vê berhemê ev mînaka ÇÎROKÊ hatiye amadekirin û dayinê) |
|||||||||||
|
|
|
|
#3 (permalink) | |||||||||||
|
SEBR Û HEDAN
Qîza mulûkê Bexda yê ji diya xwe re go :”Dayê.” Diya wê go : “Ha” Got: “Dayê, du peya ji çolê ve tên.” Diya wê pirsî: “Qîza min dido ne an yek e?” Wê go: “Dayê dudo ne.” Dûrebînê anî danî ber çavê xwe û gote qîzikê : “ Erê lawo bera dido ne. Yek jê serspî ye; yê din hê porê wî reş xuya dike. Dûrebîn li ber çavên qîzikê, hê jî li wan temaşe dike Dan renpa/kaş/pal van rêwiyan. Bala xwe dayê dît ev mirov bûn yek. Got: “Dayê ew rewî bûn yek.” Wê got: “çawa bûn yekî” Wê got: “Ha ji te re tu binihêre. Diya wê dûrebîn da ber çavê xwe, li wan nihêrt dît erê wa ye bûne yek. Got: “ Erê heqet bûne yek.” Bi vî awahî geh qîza mulûk geh jî diya qîzikê bi dûrebîne li van rêwiyan bi dorê nihêrtin. Ev mirov car din bûne dido, bala xwe danê ev rêwî hatin hatin xwe li qesra mulûk kişandin hatin ber derê qesrê. Qîza milûk gazî du mirovên qesrê kir û got: “ Herin wan mirovên ber derî bînin vê derê.” Çûn rêwiyan anîn hundir. Qîza mulûk pirsî: “ Çima hûn li panavê didu; li kendalê bûne yek?” Yekî ji rêwiyan cewab dayê : “Qîza mulûk, me ji hev re got: ‘Kî ji me zanibe meseleyekê bibêje, dê yê din wî hilgire.’ Edî hevalê min ciwan zanibû meseleyan bibêje lê min nizanîbû, ez pîr jî bûm lê min wî hilgirt di kendalê de.” Qîza mulûk hem şaş bû hem jî ma heyirî. Got: “Vêga tu ev çend pîr bûyî, te por spî kiriye, çawa tu nizanî meseleyekê bibêjî malnemîrat.” Viyê serspî got: “Qîza mulûk, vêgavê aqil li ciwanî û pîrîtiyê nanihêre. Kî zanibe dizane. Ha ciwan ha pîr ferq nake. “Qîza mulûk got: “Heyra gerek tu zanibî. Ez bi xwe bawer nakim tu nizanibî meseleyekê bêjî.” Serspî sond xwar: “Heyra ez bi navê Xwedê bikim, mesele nizanim. Mesele nehatine serê min.” Qîza mulûk got: “ De baş e, tu dibêjî tiştek nehatiye serê min, ez nizanim tu meseleyî bibêjim. Ev a ez bîst salî me. Ez ê ji te re hikayetekê gilî bikim. Gava hikaya min biqede û tu ji min re hikayeyê gilî nekî, ez ê serê te bidim pekandin.” Rêwî got: “ Heyra bawer bike, tu hikayeya xwe bibêjî biqedinî û serê min jêkî jî ez nizanim hikayeyan bêjim. Tu bi kêfa xwe yî.” Qîza mulûk got: “Binihêre felan kes, temnê min panzdeh salî bû. Rojekê mêvan hatin mala bavê min. Min bala xwe da wan, mêvanan, qenc xuya dikirin. Min pirsî got ‘ev çi kes in kî ne?’ gotin ‘ev mulûkê Hindê û heyeta xwe ye. Hatine te ji kurê mulûkê xwe re dixwazin? Min got ‘Ellah Ellah, ez pazde salî me, çawa ev tên min dixwazin bavê min ji min napirse’Ez ji xwe re hizirim mi go heyra bavê min mulûk e, ew jî mulûk e. Ez rabim li ber vê civatê bavê xwe bişkênim wî li ber çavê wan serdapêl bikim, ne heqê Xwedê ye. A baş ew e xwe kerr bikim. Ku bavê min ji min bipirse, ez ê jê re bêjim, nepirse ew zane. Vê paşiyê mulûkê Hindê daxwaza gote bavê min. Got ez hatime qîza te ji kurê xwe re dixwazim. Bavê min jî got ez divê ji qîza xwe bipirsim. Tu zanî ya extiyar, gava hikayeya xwe biqedînim, tu meseleyekê nebêjî ji min re serê te diçe... Min ew ku dît bavê min hate hundir. Got qîza min, mi go ha bavo. Tu dizanî ev kî ne hatine, çima hatine? Min go na, nizanim. Bavê min got, lawo ev mulûkê Hindê ye, hatiye ji kurê xwe re te dixwaze. Îca bi dilê te ye, ez te bidim an na? Min got:” Bavo tu dizanî, temenê min gihîştiye pazde saliyê. Min diviya heqê min û qerardanê hebûya. Îca te bêyî pirskirina ji min, min dabe, daye, ez te naşkênim. Tu min bidî tu ê bidî. Bavê min go ku ne bi dilê te be ez te nadim. Min jî qet tek peke nekir got welleh ne bi dilê min e. Wî got kîngê bi dilê te ye ez te bidim? Min got heta temenê min bigîhîje bîst saliyê. Bavê min go de qîza min tu zanî. Ev rehet e. Rabû çu nik mêvanan got: “Gelî mêvanan, qîza min dibêje ez piçûk im naxwazim niha mêr bikim. Îca hûn li me negrin. Mulûkê Hindê hîç xwe nexeyidand. Şevbihêrka xwe kirin, şev derbas bû, bû sibe, rabûn xatir xwestin dan rê çûn. Binihêre, ji te meseleyekê dixwazim ha. Sal pê ketin, temenê min bû bîst sal. Ez rabûm çûm daireya bavê xwe. Min şerm nekir min got bavo hiyamê min ê mêra hatiye. Dixwazî min bizevîcîne. Bavê min go, de qîza min, vêga ez ê qewraşekê bidime te, paytûrekê ji te re bigrim. Çend roja ji xwe re li bajar bigere. Te kî bi dilê xwe dît, were ji min re bibêje, ez ê te bidimê. Zanî extiyar? Min go bila be bavo. Bavê min rabû paytorek da min, qewraşekê xist bin gotina min, sê şev û sê roj li bajar geriyam. Rojekê êvarkî êdî vedigerim malê, min bala xwe daye ku komek mezin ji mirovan li hev civiyane. Hemû ketine rêzê, bi ezîzekî bajêr re dipeyivin. Bi vî delalî re her kes bi heq mijûl dibe. Ez jî çûme nav wan. Min go ez jî dixwazim pê re mijûl bibim. Rê dane min, ez pê re peyivîm. Pişt re min jê re got îşev tu mêvanê min î. Wî jî got bila be. Min ew wê şevê anî kir mêvanê xwe. Hay û gumana bavê min jî jê tune. Ez hatim mala xwe. Min ew sê şev û sê rojan di mala xwe de xweyî kir. Serê sibê êdî min dil kir ku wî berdim. Pêşî min ji qewraşa xwe pirs kir ku gelo tiştekî ku min ê kariba bida vî delalî û min nedayê maye an na? Wê got xatûnê, qîza mulûk, te masî jê re îkram nekir. Min rabû ji delalê bajêrî re got “tu îşev jî naçî.” Wê şevê ma. Me jê re masî paht. Şîv xwar. Lê dasiyek masiyan ket qirika delalî. Min û qewraşa xwe da neda dasî ji qirika wî derneket. Tê de asê ma. Ev mirov li ba me bi vî dasiyê masî mir. Em bûn çi. Em bûn wek dizê sola xwe. Min go ez qîza mulûkê Bexda yê, mêrê xerîv di odeya min de bimire... Bavê min jî pê dişkê, şerefa min jî pê dişkê. Ez çawa bikim çawa nekim, vî mirovî dernexim ji mala xwe dê serê min bikeve gêjahiyê. Min gote qewraşa xwe qewraş rabe bi nava bajarê Bexda yê bikeve li hemalan bigere, te hemalekî nebaştirîn dît bigre bîne were. Em lê bikin bila bike bavêje deryayê, em jê bifilitin. Qewraş çû geriya negeriya hemalekî ku min dixwest peyde nekir. Vegeriya hat, îcar ez çûm geriyam. Li hemalekî rast hatim, hemalekî ku mirov naxwaze li rûçikê wî binihêre, ew çend pîsik bû. Min jê re got barekî min heye tu naxwazî werî bikşînî. Wî got belê dikarim. Min ew anî hat, torbe da piştê, destê xwe da torbe, dît ku mirov e. Hema rabû got heyla li vê sosretê. Mêran di mala xwe de dikûje, dide pişta min û berê min dide rê. Pak û ewlekar min bigrin bivin bixin hepsê ez ê çawa bikim. Vî hemalî ev torbe danî, xwe hilanî li erda da. Rabû got ez diçim li nik mulûkî giliyê te dikim. Min pê ve hêvî û tewqe kir. Eman zeman, nabe, çawa tu vê bêçaviyê dikî. Ev hemal bû agir ket pêsîra me. Axirkî got tiştekî min heye, hûn bi gotina min nekin ez ê bi ya xwe bikim. Min jê re got heyra hema tu malê dinyayê heta devê te bigere bivêyî ez danepaş nakim. Wî got na, mal naxwazim. Min go lê çi dixwazî. Seyê fismirî rabû got gerek tu bi min qaîl bibî, min bistînî. “Binihêre yextiyar, ev tişt di bîst saliyê de hatine serê min. Va ye tayekî porê reş nemaye di serê te de, çawa hikayeyan nizanî. Bawer bike tu hikayeyekê bo me nebêjî serê te diçe. Hikayeya min hindik ma.”. Qîza mulûk bawer dikî nakî bi kêfa xwe yî. Tu hikayeyake ez ku bibêjim tune. Qîza mulik got: “Ya mirovê extiyar, min çi kir. Rabûm min gazî meleyekî kir. Min xwe li vî hemalî da mehrkirin. Ez bûm pîreka hemal, hemal razî bû. Me ev cendek li piştê kir, bi bînefişkê bir avête deryayê. Jê filîtîm. Piştî vê teşqeleyê ev car min got gelo ez çawa dikarim ji vî hemalî bifilitim. Ev a ez qîza milûk im; ew hemalek. Bavê min pê nehisiyaye. Di vê navberê de ketime mitalan. Min bala xwe da eywana bavê xwe, ku deh kursî lê hene, li ciyê mêvanan heşt jin û heşt zilam rûniştine. Zilam diçin û tên lê jin hema misêwa li ser kursiyan destê wan li ber rûyê wan madedayî runiştîne. Min deng li qewraşa xwe kir. Hat min got çika em herin ev çi kes in li vê eywanê bi vî awakî rûniştî sekînîne. Ya extiyar, min ser û guhê hemalê xwe jî da hev, hinek xwarin û zexîre jî hazir kir û em çûn cem wan. Me lê xist em li ba wan rûniştin. Min xwe nêzî pîrekekê kir û jê pirsî: Xwakê, ev çi xisa we ye, bala min lê ye hûn zaf madedayî ne. Hûn ji ser van kursiyan ranabin û hema ev zilam li ber we diçin û tên? Jinekê got: “Hermet, ez qîza hakim im, yekê got ez qîza axayê felan derê me; yekê got ez a felan eşrafî me. Her yekê got qîza eşrafekî me. Bavê me bi me re neheqî kir, bêçavî kir, me da şivan, gavan û hejaran. Dilê me bi me dişewite. Em bi xwe diêşin. Loma me ev çend made kiriye û em weha ponijîne. Min go ha? Wan got erê bawer bike. Min got bi rastî derdê we derdê min e jî. Ez jî qîza mulûk im, lê bûme jina vî hamalê terpaseyî. Ew jî şaş man li min. Me bi hev pirsî gelo ka em dê çawa karibin ji vê nexweşiyê xwe bifilitînin. Hişek hate min, min gote wan. Ez ê sofreyekê raxim. Xwarinê jehr bikim. Bila sifreya mêran cihê, ya jinan cihê be. Ew ê bixwin û bikevin. Wê hingê her jin bila serê yê xwe jê ke. Gava bibe sibê, ji xwe wê bêjin va ye hinekan ev kuştine. Kes wexma me jinan nake. Bi vî awakî em ê ji van bifilitin. Ya extiyar tu zanî, çîroka min zaf nema hişê xwe bide serê xwe nexwe serê te diçe. Extiyar dîsa got: “Heyra mesele li dor min tunin.” Ya extiyar, min serê sibê pere da hemalê xwe, çû ji erasê xwarin vexwarin kirî anî, li ser hawuzê danî. Sofre raxist bi du ciyan xwarin jehr kir. Zilam ketin. Me ev ser jê kirin. Ew li wirê man, em jî her kes bi malên bavên xwe ve reviyan. Îca êdî çîroka min li ber qedandinê ye. Hindik ma serê te jê bikim. Ya extiyar got: “Tu zanî.” Ev çend qewimîn bi serê min de hatine, lê belê hê jî haya bavê min jê nîn e. Piştî çendakî min nihêrî dîsa heyeteke giran hate devê derê bavê min. Bi qedr û qîmet ew vexwendin. Min pirsî ev çi kes in. Gotin mulûkê Hindê ye. Hatiye te ji kurê xwe re dixwaze. Min di dilê xwe de got heyra cara din, min gotina bavê xwe nekir, du rûreşî hatin serê min. Hema vê carê ew çawa bêje, ji gotina wî dernahêm. Paşê bavê min hat odeya min. Got qîza min, te ji xwe re delaliyê bajêr nedît? Min got na bavo, min nedît. Ez li hêviya te me. Tu min didî kê tu zanî. Bavê min got qîza min, ji kurê mulûkê Hindê re hatine te dixwazin. Ez ê te bidimê. Min got bavo hema tu didî bide. Ez erê kirim, nîşan kirin, vê salê vê mehê vê rojê daweta min kirin, piştî çend rojan... Va ya niha hatine zêyî. Îro bûka mulûkê Hindê me. Li mala bavê xwe bûme zehî....! “Îca ev çend tişt hatine serê min, lê tu bi vê pîrîtiya xwe nizanî tiştekî bibêjî. Ez ê vê gavê gazî celadên bavê xwe bikim bila verin serê te jê bikin.” Yextiyar hê nû vebişirî got: “ Ya qîza mulûk, tiştên hatine serê min, jixwe yên te li berê ne tiştek in.” Gava ev gotin derketin ji devê vî pîrî, qîza mulûk zaf kêf kir got : “Ya Rebbî şukir. Va ye wê ev extiyar meseleya xwe ji min re bibêje” Extiyar got: ” Qîza mulûkê min, ez kurê tacirê Bexda yê bûm. Bavê min mal ji Bexda yê dibir li Hindê difirot; ji Hindê dihanî li Bexda yê difirot. Bavê min extiyar bû. Rojekê min anî ba xwe, da rûniştandin û got: “Lawo, êdî pîr bûme. Mecala min ku karibim taciriyê; birîn û hanînê bikim nemaye. Ha ji te re defter kirin û firotanê, êdî tu ji xwe re vî karî bike.” Min defter ji destê bavê xwe girt, dest bi kirîn û firotina malan kir. Min ji Bexdayê mal kirî, bir li Hindê ji gemiyî danî, bi jimartin firot. Min ji Hindê jî bi jimariyeke zaneyî kirî ku bibim li Bexdayê bifroşim. Ez li hemalekî geriyam ku malê xwe pê bikşînim. Ez li ber dukanekê bûm, min dî serspîyek hat, hin tişt ji dukanê kirî. Da ser hev. Min got herhal wê ev jî hemalekî bigre. Çika ez bisekinim lê temaşe bikim, ka çawa hemalan digre. Ev mirov jî, rûyê wî ciwan xuya dike lê tayekî reş di serî de nemaye; hemû spî bûye. Qîza mulûkê min, vî mirovî tiştên xwe hemû tekûz kir, li derdora xwe nihêrî, got kesî ku van tiştên min hilgire bi heqê xwe bikşîne bînê mala min nîne gelo? Min go ez dikarim bînim. Min tiştê wî hilgirt da pişta xwe wî da dû min. Em hatin ba deriyê wî. Min bala xwe dayê ku çi bibînim, ji qesra wî xweştir qesr di vî bajarî de tune. Tu nizanî tu yê li kê derê binihêrî û li kê derê nenihêrî. Qasek bihurî min ew ku dît şeş mirov ji qesrê derketin, her şeş mirov ji eynî wek vî mirovî serspî fîq boz in. Kî mezin e, kî piçûk e, kî law e kî bav e mirov ji hev nas nake. Gişt mîna hev in. Hinekî xwendina min hebû. Min xwendîbû, min bi terbiye got: Filankes, ez diherim, wextê nimêja esr e, tu heqê min bidî baş e. Wî got heyra meçe. Ev birayê min dimre. Xwendina te heye gelo? Min go erê zanim Quran’ê bixwînim. Wî jî got te xêra xwe bixwenda baş bû. Em çûn hundir, birayê wî eynî wek wî dirêj kirî di ber ruh de bû. Min dest bi bi xwendinê kir. Min dewrek Yasin xwend, dewra didiwan hê neqediya, birayê wî ruh da. Wê şevê li vir mam. Me wî şûşt, kefen kir, defin kir. Bû nêzî nîvrokî, êdî min qe heqê himaliya xwe jî nexwest û rabûm ku herim. Min dî vî mirovî got: “Bawer bike gerek tu neçî. Ev birayê me yê din jî wefat dike.” Min go: “Heyra wa ye rebeno sax e, tiştekî wî tune.” Wî got: “Na, bawer bike, ew jî dimire.” Min go: “Heyra baş e.” Wê şevê ew jî mir. Dotira rojê me ew jî defin kir. Nîvrokî min xwest herim. Dîsa nehiştin. Wê şevê birayekî wan î din jî mir. Bi vî awayî her şeş bira li dû hev mirin. Min li ser wan xwend û ew şûştin û defin kirin. Ma birayê wan ê mezin. Min ew ku dît wî jî got: “Wele ez ê jî bimirim. Gerek tu min jî bişoy û defin bikî.” Ez ketim etrê. Etra Xwedê. Min nizanibû ez ê çi bibêjim. Ziman di devê min de negeriya. Wî got: “Êdî weraseta jî me namîne. Ez ê vê serwet û qesrê hemû li ser te çê bikim.” Ez ji xwe re mat mam. Wî bi milê min girt, ode bi ode ez gerandim. Ode jî odê xweştir e. Em hatin ber deriyê odeyekê, derî miftekirî û mohkirî ye. Ji min re got: “Sed emanet û qiyamet tu vî deriyî venekî. Heta tu li ser rûyê erdê bî, nebî nebî tu vî deriyî venekî.” Min jî got: “Baş e. Venakim.” Ev mirov rabû qesr û konaxên xwe hemû li ser min tapû kir. Êvarê got dimrim. Wê şevê min li serê xwend, neqil bû, min ew şûşt, kefen kir û veşart. Ez mame tenê, li wê qesra bêser û bêber. Rojekê vir de çûm rojtirê aliyê din ve, bi wî awahî êpek zeman derbas bû. Sebr û hedana min kêm bû. Êdî bêhntengî bûm, hêrsa min hat. Rojekê hema mi go heyra, çika hema ez vî derî jî vekim, qê wê çi bibe. Min rabû mifte anî li derî xist, derî vekir. Min derî vekir ku çi bibînim... Ya rebbî, ev derî li benda denizê ye, kursî li bendê ne her kursiyek ji rengekî. Min go yaho mala vî mîrat be, ciyê xweştir ev der e, wî gotiye wî derî veneke. Ez rabûm kişiyam ber benda behrê. Li ser kursiyekî rûniştim. Min qutiya xwe derxist, cixara xwe pêça û kişand. Hê ez weha me, teyrekî ku li hewayê bû, bala min kişand. Min bala xwe dayê ev teyr hat hat, hino hino nizm bû, ber bi aliyê min ve hat, go xijj bi çengûrê min girt û hilanî. Ji min re got: “Çavê xwe bigre. Min çavê xwe girt, hinekî firiya, min çavê xwe vekir, ku li ser behrê me û ez bi hewa xistime diçe. Bi kê derê ve diçe nizanim. Cardin min çavê xwe girtin. Min difirîne. Diçe êdî roava be, qible be, bakur be, rojhilat be nizanim. Piştî çendekî nizm bû erdê. Min çavê xwe vekir, ku em hatine ser erdê. Wî teyrî çava ez danîm erdê, bû mirovek. Em li ser riyeke ne. Min dît suwarek hat pêjna me. Li hespekî destkêş suwar e. Ev mirov, hat hat, ber min û vî merîvî got çirp û peya bû. Gote min: “Mulûkê min tu bi xêr hatî. Tu li hespê suwar be. Vî bi hefsarê hespa mirovê ku teyr bû girt. Da pêşîya me û meşiya. Me jî da pey. Em çûn û çûn. Di navsera çiyayekî de derketin. Em rastî qesrekê hatin. Qesr di dirûvê qesra min de ye... Ya qîza milûk, em ketin hundirê qesrê. Di qesrê de çil cariye hene. Çil qewraş yeko yeko hatin destê min, gotin: “Mulûkê min tu bi xêr hatî, ser çavê me re hatî” Piştre gotin ku li pişt perdeyê mulûka me heye. Wê gotiye bila ew were ez wî bibînim. Min go: “Heyra ev milûkê we jin e yan mêr e?” Wan go: “Jin e.” Ya qîza mulûk, ez rabûm min da dû van cariyeyan, ber bi ciyê mulûka van de çûm. Li ber perdê, wan ez rawestandim. Dengê mulûkê tê min; lê ez wê nabînim. Ji min re peyivî. Got : “Mulûkê hêja, dizanî ev bû çend nesil mulûk hatin bihurîn. Tu qesra min dibînî, ez qîza milûk im. Ji bavê xwe tenê me. Gelek milûk lawê milûkan hatin, min ew nekirin. Va ye kesek nema ji nesla bavê min. Tu jî mirovekî xwedî esl î. Me tu layiqî xwe dî. Me go ez ê xwe li te mehr bikim, tu bibe milûk, ez jî pîreka te. Tu qesr, qonax û memeleketê min jî dibînî. Ev tev jî dibin yên te. Famileya te jî mîna famileya me zana û maqûl e. Tu jî mirovekî xwende û ji Xwedêtirs î.” Rabû meleyekî anît, mehra me birî. Peyre weha go: “De îca qewlê min û te çil roj e. Heta çil roja divê tu vê perdeyê ji nava min û xwe nedî alî. ” Min jî go: “Bila be.” Di eynê deqê de van çil qewraşên wê jî, çawa mehra min bi milûka wan re hat birînê, wan bi yek carekê ev perde ji ber rûyê xwe avêtin, em bûn ber û malê hev. Ê ez çi çav bi van qewraşan bikevim, her yek ji yekê xweşiktir e. Tu dibêjî qê ji nava cinetê hatine. Min di dilê xwe de got gelo, ev qewraş ev çend xweşik in, ka milûka wan çi qas xweşik e. Axirê heta sî rojan min li ber xwe da. Roja siyî, min hew îdare kir, ez rabûm, min perdeya navbera xwe û wê hilda ku lê binihêrim. Çawa çav pê ketim, êdî çi hat serê min nizanim, min hew xwe dî. Dîtina ku min xwe dî, çawa min çavê xwe vekir; ku va ye dîsa li ser pişta teyrekî me, ew min bi ser behrê de dibe. Careke din min çavê xwe girt, vî teyrî ez anîm hatim li ser kursiyê min danîtim. Pê re jî lê da firiya û çû. Wey Xwedawo şikir ji te re ku, ez weha bi selametî hatim ciyê xwe hey. Eynî dîsa ez rabûm çûm hundiriwê qesra xwe, çûm ber eynikê, ez çi bibînim, malikê tu mîrat nebî, yek tayekî reş nemaye di serê min de. Bi yek carekê fîqsipî bûye. Min go bi çi sondê, tiştê hatiye serê wan mirovên ku mirin, ha va ye hat serê min jî. Hema ez jî rabûm, min terka wan qesr û wan milkan kir û serhilat bûm, hatim di vê derê de derketim. Ha ev bû hikayeya min. A va ye îro hatime di virê de derketime. |
|||||||||||
|
|
|
|
#4 (permalink) | |||||||||||
|
SICÎLA BERHEVKIRINA VÊ ÇÎROKÊ:
1. BERHEVKARÊ ÇÎROKÊ: a. Navê berhevkêr: A. Meretowar b. Pîşeya berhevkêr: Mamoste c. Navnîşana berhevkêr: Holê 2. ÇÎROK. a. Tarîxa berhevkirina çîrokê: Zivistana 1997’an b. Ciyê berhevkirina çîrokê: Holêya Hezo, Batmanê c. Ciyê eslî yê çîrokê: Aliyê Bekiraniyê, Xerzaniyê d. Wekî din ciyê ev çîrok lê tê vegotinê: Li hêla Serhedê, aliyê bajarê Siwêrekê 3. ÇÎROKBÊJ: a. Navê çîrokbêj: Mihemedê Hecî Evdile b. Cî û warê çîrokbêj: Bekiranî, çelikanî, hêla Zîliyan c. Ciyê ku çîrokbêj lê rûdinê: Holêya bajarê Hezoyê d. Temenê çîrokbêj: 55 salî e. Debara çîrokbêj: Genim, titûn û pez f. Pîşeya çîrokbêj: rêncber, g. Xwendin û nivîsandina çîrokbêj: heye h. Çavkaniyên ku çîrokbêj ev berhem jê girtine: Kes: H. Hamoyê Mala Mele, Cî: Gundê Terêş Dem: 1970 4. VEKOLÎN: Kî çi dibêje li ser vê çîrokê: Heta niha em bi ser de venebûn ka gelo kî dizane ku ev çîrok çendîn rast, xelet an kêm-zêde ye. Jixwe H. Hamo jî, hê zû de miriye. Wekî din jî me ji çend çîrokbêjên navdar pirs kir, çi tiştî nizanibûn li serê. Berhevkirina Efsaneyan: Çeşnekî girîng e ji kana edebiyata devkî. Her gel û efsaneyine xwe hene. Ev efsane, li ser bûyerên balkêş ên serdema xwe hatine derxistinê. Bi xêra van efsaneyan dîroka gelan, civakan û neteweyan ronî dibe. Dîsa jiyana rihbaberan, heywanan, têkiliya xwe heye bi van efsaneyan. Çeşnê efsaneyan hinekî mîtolojîk in. Aliyên xwe yên nepenî hene. Berhemên devkî ne. Ji ber balkêşiya xwe, bi lez û bez belavî nava civakan dibin; bawerî bi wan tê kirinê. Nola çeşnê çîrokan bi haydarî têne guhdarîkirin û hezkirinê. Bo riya BERHEVKIRINA EFSANEYÊ ev mînak hatine dayinê: MALBATA DAWUD Û PÎRABOK “Beriya çend salan cinan, gundê Çinarê, Xanikê, mesken girtine. Bapîrê min Dawut Efendî, yekî dewlemend bûye. çend kerî pez û heywanên wî yên mezin hebûne. Du heb jî hespê bijarte.... Yekî jehr xwar û mir; yê dî jî, ji mirinê filitî. Gora qisetan, şevekê, ew hesp kiriye hîre hîr û ji tewlê derketiye çûye. Çend rojan nehatiye malê. Bapîrê min çûye wî dîtiye û aniye, da kiriye. Lê hesp di tewlê de ne rehet bûye. bapîrê min meraq kiriye, çûye tewlê. Mêze kiriye ku hesp, di nav xwêdanekê de ye û yala wî hatiye honandin. Bapîrê min çûye li qata jorîn derziyek aniye û di pişta hespê re kiriye. Wê çaxê pîrabokeka porgewer, memik mezin derketiye meydanê. Bapîrê min ew biriye qata jorîn û çûye ku xeberê bide xelkê gund. Eve hingê mamê min û pîrabokê tenê mane. Pîrabok pir xembar bûye, çimkî dizaniye ku derzî ji pêsîrê dernekeve, ew dê çend sal bibe kole. Ji mamê min rica kiriye ku derziyê derxe. Mamê min ê ji dinyayê bêhay jî derziyê derxistiye. Pîrabok ji ber çavan wenda bûye. piştî wê rojê berdaq û kefçiyên bapîrê min û yên me jî wenda dibin. loma însan dibên “pîrabok herhalde bêdia li we kiriye.” Nav û paşnavê kesê- kesa ku ev vegotiye: Ayşe Eredem Memleketê wê: Bişêriyê Temenê wê: 50 salî Pîşe û karê wê: Kevaniya malê Xwendin û nivîsandina wê: Xwenda ye. BERHEVKARÊ EFSANEYÊ: Fîkret Suhrewerdî HIYAMA BERHEVKIRINA VÊ EFSANEYÊ: ? CIYÊ KU BERHEVKÊR EV WERGIRTIYE: ? (Kovara WAR, Havîn – Payiz 1998, hejmar: 5-6) BILBIL û ÇÛKA ŞEVÊ Silêman Pêxember gotiye: “Ez Belqîza re ji pûrtên teyra nivînek çêkim. Ji vê yekê gazî tev teyra kiriye. Çûka şevê, pêşiya tevan hatiye û ji leza pûrtên xwe tev daye; çimkî ferxikê wê li malê tenê bûne. Dibêjin pişt wî rojê çûka şevê maye rût. Teyrên dî jî hatine û pûrt dane. Silêman Pêxember nêriye bilbil di nav teyran de nîn e. Aciz bûye, du teyran şandiye pê ve. Teyr çûne wî anîne hizûrê. Hz. Silêman gotiye: “Tu çima nehatî, qey te nizaniya?” Bilbil bi halekî rehet: “Ya Silêman, ya zanînê ez dizanim, lê Xwedê hij rastiyê kiriye, ji bo kêfa te û Belqîza, vê zivistanê nikarim deng û canê xwe bidim. Ez tu pûrtan nadim.” gotiye. Ev sozên merd, gellek li xweşê pêxember çûne. Yên ba xwe re wisa ferman kiriye: “Bilbil mêrekî merd e, çavê wî kil din, wî berdin.” Kesê bilbil dîtibe, xweş dizan, ber çavê wî kildayî ye. Berhevkar: Remezan Alan Efsanebêj: Mihê Çeçen Temenê efsanebêj: 62 salî Memleketê efsanebêj: Sêrtê Pîşeya efsanebêj: Serbest Tehsîla wî: Ne xwenda ye. Tarîxa berhevkirana vê efsaneyê: ? Ciyê ev efsane lê hatiye berhevkirinê. ? ( Kovara Warê, hejmar 3, Zivistan 1998) **** Berhevkirina Destanan: Çeşnê destanê, hilberîneke edebiyata devkî ye. Bûyerên girîng ên ku di jiyana gelan de qewimîne, nehatine nivîsandinê, bi riya destanan ji wendabûnê rizgar bûne. Ev bûyerên girîng jî, bûyerine ji rêzê nînin; bûyerên awarte ne. Bûyer bi xwe ne awarte be jî, gava hatiye vegotinê, motîfên awarte girtine û lê hatiye zêdekirinê. Hin lehengên dîrokî, di van destanan de bûne awarte û weke lehengên destanî derketine hemberî me. Di tarîxa gelan de, ev bûyerên girîng, bi derbasbûna sedan salan, guherîne, nepenî bûne û teşeyên nû girtine. Bi vî awayî aliyên xwe yên “ecêbî” girtine û bûne “awarte, destan.” Mijara destanan, bûyerên ser şer, lehengî, koç, felaket û xelayê ye. Van bûyerên ha, di jiyana gelan de, di hişê gelan de û di çanda van gelan de şopên xwe hiştine. Ev bûyer rast in; bi derbasbûna demê re pirxulîne. Ev şop bere bere bi derbasbûna sedsalan, digel motîf û nîşanan-sembolan, teşeyên balkêş girtine û di nava gelan de li ser zar û zimanan geriyane. Ji ber vê yekê aliyên xwe yên “edebî” jî hene. Berhemên edebî ne. Du cureyên destanan hene. Yek jê destanên sirûştî; yê din jî destanên çêkirî ne. Çêbûna Destanan: 1. Serdema Çêbûna Destanê: Qewimîna bûyerê di vê serdemê de ye. Bûyereke girîng ku tew zû bi zû nayê jibîrakirinê, di hişê gelan de şûna xwe çê dike; balê dikşêne û tesîreke mezin dike. Di bûyerê de leheng heye. Leheng hene. Ev bûyer digel lehengiya kesên bûyerê, ji vegoteran tê neqilkirinê. Nifş bi nifş digere, bere bere diguhere û taybetmendiyên awarte digre. 2. Serdema Belavbûn Destanê: Ev bûyer, digel guherînên xwe, çawa ku li ser zar û zimanê vegoteran, digel guherînan, digere, wisa jî li ciyan jî, li memleketan jî digere. 3. Serdema Berhevkirina Destanê: Wextakî, - çi wext e nayê zanînê- şairek radibe, van bûyeran dike helbest, bi rêkûpêk dike û bi awayekî tekûz vedibêje. Bi vî awayî dibe “destana neteweyî.” Êdî dor tê ser berhevkirina vê berhemê. Ji ber vê yekê berhevkirina çeşnê destanan, ji bo gelan zaf hêja ye. Bo riya berhevkirina çeşnê Destanê ev mînak hatiye dayinê: DEWRÊŞÊ EVDÎ Hevraz berjêr dibe ku di sedsala 16’an de, ev bûyer qewimîbe. Ji ber ku di serdema Imperetoriya Dewleta Osmaniyan de, Birahîm Paşayê Milî heye, ev texmîn tê kirinê. Li aliyê herêma Heranê, texma- derdora Çiyayê Reş (Qerecdaxê), hatiye holê. Bûyereke civakî ye jî neteweyî ye jî. Bela ku Dewrêşê Evdî, li hember neyarên urt û ocaxa xwe, li hember gef û gurên êrîşkaran, bi serê xwe, li ber xwe daye, derketiye pêşiya ew çend leşkerê giran, xwedî taybetmendiyên “destanî” ye. Hem aliyê xwe yê edebî, hem rexnegirî û hem jî aliyê xwe yê Dîdaktîkî digel Epîkê heye. Lawikê Êzîdî, Dewrêşê Evdî, xortekî ezep e. Bavê wî, xwegirtiyê Paşayê Milî ye. ji ber hin sedemên ne girîng, ji ebrê tê berederkirinê. Çend salakî bi şûn de, êl û eşîrên ereb û turkmenan, li hemberî Birahîm Paşayê Milî dibine yek û gefê lê dixwin ku av û axa xwe radestî wan bike. Ji eşîra Milan jî kes xwe nade ber vê mêraniyê da li hemberî wan şer bike. Keysa Mîrê Milan ne xweş dibe, li çareya serê xwe digere, Evdî, Bavê Dewrêş dikeve bîra wî. Radibe dişêne pey. Çawa hebe, Dewrêş radibe, digel birayê xwe yê Sadûn, tên hawara wan. Bi şertê ku dê Axa, keça xwe ya bi navê Edûlê bide Dewrêş, radibin diçine bi ser van neyarên ha de digrin. Şerekî dijwar dertê; Dewrêş û hevalên xwe têne kuştinê; ev êl û eşîrên neyar jî, dev ji êrîşa xwe ya ser eşîra Milan berdidin. DEWRÊŞÊ EVDÎ Li lo li lo li lo Li yan e keko sed û bîst roja dilê min li yan e Konê Wuskan Başî konekî giran e Konekî li ser bist û çar dîrekan e Çar dîrekî wî li dewsê kîkan e Çar dîrekî wî li dewsê milan e Çar dîrekî wî li dewsê qeregêçiyan e Çar dîrekî wî li dewsê dûvgeniyan e Çar dîrekî wî li dewsê simbil û bendiyan e Çar dîrekî wî li dewsê akinciyan e Çar dîrekî wî li dewsê turkan e Çar dîrekî wî li dewsê Lazan e Çar dîrekî wî li dewsê xaniman û kevaniyan e Tu seyr bike vê sivengê malxerabo Bîst û çar eşîrê giran li konê giran li hev civiyane Bi şev û ro dixwin goştê emlika birincê ser sêniyan e Buyurbuyurê qaweçiyan e Fincana bilind dikin bi du tiliyan e Bi ser xwe da diqulibînin bi gulman e Divê xaliqê alemê aniye ser me qewxekî bed giran e Wuskan Başî mîrê di Milan e Tu seyr bike bira li meydanê kê box e kê beran e Wêl Gidî gelo birebirê kurdan e Ji xwe ra di ciyê xwe da rûniştine Malxerabo her yekî pesnek li xwe dane Tu dêhna xwe bidê Wuskan e Başî Mele Xelîl derketin hêşiyê konan e Pêgermokê digerin hêlî konan e Nihêrîn sê di suwar ji wê da hatin suwarê Ubeyşan e Kefenê wan e li terkiya hespa girêdane Rimê wan e bi jarê kil dane Rimê li ortê wan û zînan e Xwe ji jor da berî nava eşîra Mila dane Vê sivengê tu dêhna xwe bidê serê hespa nadine destê tu îbadan e Malxerabo destê xwe kirine binê cêvan e Kaxit derxistin fenanî rûyê lihêfan e Pakî bi navê dostan e du pa bi navê dijminan e Tu dêhna xwe bidê go pênc sed mêrê ....... Pênc sed mêrê me ji turkan e Pênc sed mêrê me ji gêsiyan e Penc sed mêrê me ji şemlan e Serekê pênc sed mêrê şemlan e Çîl Îbirahim Bavê Hemûd Kekê Zelî Xan e Serekê pênc sed mêrê turkan e Ger a Ferma Turkî Şaban e Serekê pênc sed mêrî gêsiyan e Mamûdê Gêsî serekê wan e Bê li çiyayê Dilşanê li Fêyzê Qermitê Li warî Têhtokê li newala Xelîlokê Li rasta Qetika li delavî Tehtika Li newala kevirê nexweş û miriyan e Îro ji êvar da xwe berdane kozik û kemînan e Tu seyr bike ji te dixwaze herbeke bed giran e Wêl wêl Eyî ho yo yo anê rebenê sive ye Tu dêhna xwe bidê vê sivengê malxerabo Wuskane Başî Mele Xelîl ser kaxidê da mane Tercumana kaxîd hilanîn anîn nava xortan e Go di nava êl û eşîra giran da bixwîne kê li canê xwe dibe eyan e Ji mi ra dike nav û namûsê bed gîran e Dema ku vê sivenge hatine nava konê giran e Her du di ser kaxidê da mane tercuman e Buyurbuyurê qaweçiyan e Tu dêhna xwe bidê bi şev û ro dixwin goştê êmlika birincê ser sêniyan e Dema ku vê sivengê malxerabo tu dêhna xwe bidê Mele Xelîl rabû ser darê piyan e Kaxitek bi dengê êlî xwend li nava xortan e Seyr bike vê sivengê serê hemiyan di ber da man e Simbelreşa simbêlê xwe badane Her çiyê rîdaê wan hene hêdî hêdî rîdanê xwe tevdane Her çiyê sêzde ne ketine çardan û pazdan e Fenanî çalek ji çalê mehkûmiyan di ber xwe da erd kolane Gelo buyurbuyurê qaweçiyan e Kesek serê xwe bilind nake nanihêre li fincanê qawan e Ji wantirê di fincanê qawan da jariya di maran e Bi diziya di guhê hev da xeber dane Go herçi kesê berê xwe bide vê herba hane Bi selametî nayê nava çolux û çoçuxan e Ê de lo anê rebenê dema ku vê sivengê Wuskane Başî Mele Xelîl bi ser kaxitê da mane tercuman e Ez ji te ra sond bixwim bi sonda qesemê Tu bala xwe bidiyê xortan tevan serê wan di ber da mane Go tu rabe bi dengekî êli dîsa bixwîne Çikanî kê li canê xwe dibe eyan e Dema ku dixwîne serê hemiyan di ber da mane Serê xwe bilind nakin nanihêrin li fincanê qawan e Ji wantirê di hundirê fincanê qawê de jariya di maran e ................. sicîla destanê Destanbêj: Dengbêj Şakiroyê Bedîh Temenê destanbêj: ? Memleketê destanbêj: ? Nav, temen, cî û temenê kesê ku destanbêjî ev jê girtiye:? Destanbêjî kengê ev destan bi dest xistiye:? Berhevkar: A. Meretowar Ciyê ev lê hatiye berhevkirinê: Bela ku ji bandê hatiye girtinê, ne belî ye. Hiyama berhevkirinê: Sala 1999’an Mînakeke din bo berhevkirina çeşnê Destanê: ŞEMIKÊ BÊDIRAN Li aliyê eşîra Milan, dîsa destaneke weha, ji aliyê Enstîtuya kurdî ya Stenbolê ve, bi haviliya İkram İşler hatiye berhevkirinê: Şeng Ahmedê lawê Emer Axayê Milî, li Zozanê Mengeneyê, pêçekekî dibîne, zarokekî lawîn tê de heye. Wî hildigre dibe Kela Bazîdê, datîne malê, cem diya xwe. Şemikê Bêdiran jî birayê Emer Axa ye. Apê Şeng Ahmed e. Ev Şemikê Bêdiran sed û deh salî ye. kurdunde ye. Ev pêçekê ku Şeng Ahmedî ji Zozanê Mengeneyê aniye, êdî dibe sê salî, navê wî datênin Mengene. Rojekê Şeng Ahmed li Zozanê Qilîçê li nêçîrê ye. du dewrêş tên mala bavê wî. Diya Şeng Ahmed ji wan re nan dihêne, ew nanê xwe dixwin, diya Şeng Ahmed hêviya mirovên baş, hêviya meleyan ji wan dike. Kurkê Emer Axa dide wan, dibêje bû 15 sal bi ser mirina Emer Axayî de bihurî, xêra xwe jê re “dewra salê” bixwînin. Ew jî xwe li xamiyê datênin û dibêjin bila be û radibin lê dixin, wî kurkî dibin, bi riya xwe de diçin. Rast berê xwe didine konê Berya Serpalê Mîrê Ereban, Şengala Jêrîn. Mîrê Ereban kêf dike, radibe şêwr û mişêwra kuştina Şeng Ahmedî dike. Dibêje jixwe Emer Axayê Mîrê Milan miriye, qîza wî, Perîşanê jî, xwe di Kela Bazîdê de avêtiye, tenê maye kurê wî, Şeng Ahmed. Em Şeng Ahmed jî bidine kuştinê, çu kesek namêne ji zuryeta wan. Van her du dewrêşên belqitî dişêne ser konê Emer Axayî. Fotrafê qîza Mîrê Ereban jî didine destê van her du dewrêşan, heke Mengene Şeng Ahmedî bikuje, dê vê qîzikê lê mehr bikin. Ev û Mengene li hev dikin û Mengene, bi bêbextî radibe Şeng Ahmedî dikuje, dide pey van dewrêşan û diçe cem Mîrê Ereban. Bi perîşana qîza wî re dizewice. Şemikê Bêdiran jî gelek xewnên ne xweş dibîne li ser biraziyê xwe, Şeng Ahmedî. Hespê Şeng Ahmedî, Leyla, berê xwe dide malê. Şemikê Bêdiran tê derdixe ku hewalekî Şeng Ahmed heye, êdî pîr bûye, bi kotekê xwe davêje ser pişta Leylayê, li biraziyê xwe digere, heta diçe cendekê wî dibîne, heyfa wî distêne, Mengeneyê xayin jî dîl digre dihêne. 1 Şemik apê wî ye serê xwe daniye Xewê go Eyşo rebenê ez şev razame Min ê ji terefê lawê birayê xwe da Bire xewnê lawo xirab dîne. Ê qîzê min di xewnê da dinhêrî Serê kurê birayê min jê kirine Deyja çima tu nikarî bi pişkîniya karê xezala Li çiyayê Şengalê bêna xwînê li ser ketin Ji binê hewşana revîne Jinikê bi ciya Şeng Ahmed xwe gihandê Kulmek lê da defek dayê go kalê rizî Kesî nediye hero ez te şîret dikim Divêm xewnê xirab ji Ahmed ra nebîne Şemik serê xwe daniye ser balgî Digrî bi hêsirê çava heylo lawo teze dilorîne Yeqîniya te ji Xwedê be dayika Şeng Ahmed derê kon sekinî Dêna xwe dayê eskerekî miezzem ajote ser konê Emer Axayê Milî Wê lê xe Mengene bikuje çira konê Emer Axa ji binî va bitemirîne .............. 2 Bavê Kal dilê min yane yane yane Xwedê xira bike her çar rojê kaliyê Ji mirov ra ne qewet e ne qudret e ne mêranî ye Malşewitiyo ne dem e ne dewran e Dddeyja tu were li kêleka min rûnê Te îro daxek daye serê dilê min koçê rizî Şemikê Bêdiran e Ez apê Şeng Ahmed im ji min ra divên Şemikê Bêdiran e Keçikê pêşiya çadirê nihêrî dêna xwe dayê Kalek şûrekî tazî di destê wî da diricife Weke mûyê Ezraîl e Kule di pêşiya çavê kalê ne Hema kalê extiyar diteyise Şûrê xwe bi xwe ra kaş dike ........... Rengê keçikê gewr bû dizivire ji Mengene ra wê bêje ka wê çi bêje: Mengene agirê kulê li mala te keto Ez ê îro de nikarim di xîmê beriyarê Şengalê havîn e xweş havîn e Ew xudanê min li ber çavê xwe diye mala geleka bi avê dixe Mala geleka bi avê vêdixe mala hineka bi qazyaxê bi mazotê bi benzînê ditemirîne Ca çavê xwe veke kalekî di wê da tê yeqîniya te ji Xwedê be Şûrekî pay xwe da ji erdê radikşîne Ji min trî du mûyê Ezraîl e Kulê li paşiya çavê kalê ne Ezraîlê min e wê were çadirê da rihê min bistîne .......... Ewî wexta ajote derê konê Mîrê Ereba, Şemik kalya wê ji Mîrê Ereba ra bêje ka wê çi bêje, de go: Padîşahê Mîrê ereba lawo navê te heye bextê te tunîne Emer Axayê Milî birayê min bû Di navbera we da bû neyartî Me mala xwe bar kir berê xwe da Serheda Jorîn e Agirê kulê di malê keto tenê nego du hev ewladê Emer Xayê Milî hene Perîşana qîza wî tevê Xelîl Begê xwe bi Kela Bzaîdê da avêtine Niha cenazê wana li wir dimîne Lawo li Zozanê Mengene li qiliçyê Xûnê li hêşyê neyara min tenê ne De nava qewmê xelkê da kesê me tunîne Kesî dewran û zemana nediye dewrêş were Lawo kurkê Emer Axayê Milî lo ji te ra min bihîstiye hedya anîne Te gotiye eva neyarê min e Te kurk dane destê dewrêşa xapandine Te fotrafê qîza xwe şandiye gotiye Herin bêjine Mengene bira Şeng Ahmed lawê Emer Axayê Milî bikuje were Qîza min hanê ji xwe ra bistîne De lawo mirov namûsa xwe bide xelkê Mêrê xelkê bikuje ji mirov ra şeref nîne Ji min ra divêjin Şemikê Bêdiran Ji sîw sê dirana diranek di devê min da qet tunîne Meclîsa Mîrê ereba tamama di çadira Mîrê Ereba da lo lo rûniştî ne Perda mêvana vegirtiye di nava çadirê da De tu bala xwe bidê wezîr û wizaret û pêlewanê Mîrê Ereba tijî ne Şemik li Leylayê suwar e Fena ki çiya li çiyakî siyar be De topê biçûk di binê mirova da melûl bimîne De Mîrê Ereba gazî wezîr û wizaret û paşdekar û palewanê xwe kir go: Rabin evî kalî di hespê da peya bikin Serê wî jê kin cinazê wî bira derê çadira min nemîne Gotin di devê padîşahê Mîrê Erab ra Şemikê Bêdiran xwe Leylayê da avête erdê Erd û ezmanê Xwedê biraziyê wî îro di dilê wî da natemilîne Destê xwe avête pêsîra Mîrê Ereba Şûrek avête gerdena wî da serê wî jê kir ber bi cehenemê dişîne Ketiye hundirê çadirê da yeqîniya te ji Xwedê be Wezîr wizaret û palewanê wî pêşnekarê wî Heçiyê serê wan jê bû, heçiyê ji tirsa Şemikê apê Şeng Ahmed ra dimîne .......... -Digel ku berhevkar birêz İ. İşlerî, ev destan bi awayekî pexşanî dabû weşandinê jî me ew li gorî nezma wê ya sirûştî da. Ji ber ku sicîla vê destanê, ji aliyê berhevkarê wê ve nehatiye girtinê, me jî nedî. |
|||||||||||
|
|