Bydigi Forum
Geri Git   Bydigi Forum > Kürtçe Forum > Foruma Kurdi > Çandi Giþti

Kayýt Ol SSS



 

 

LinkBack Konu Araçlarý
Eski 08-01-2007, 03:08 PM   #1 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: Feb 2006
Mesaj: 1,337
Üye No: 494
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 6143
Rep Puaný : 613947
Rep Derecesi
heci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond repute
Varsayýlan Pêþkit û Paþkit


Naverok
Çend gotin
1. Pêþkît
Balkêþî û jêrenotek
2. Parkît
Balkêþî û jêrenotek
Çavkaniyên nivîskî


Çend gotin
Ewropî ji kîteyên ku tên pêþ peyvan re prefîks û yên ku tên paþ peyvan re jî suffîks dibêjin. Prefîks û suffîks bi serê xwe ne tiþt in lê derna ew tên pêþ an jî paþ peyvê, wateyeke nû didin wê û peyveke nû çêdibe.
Celadet Bedirxan ji prefîksa latînî re pêþkît û ji suffîksa latînî re jî parkî gotiye, Qanadê Kurdo û Mûrad Ciwan pêþpirtik û paþpirtik, Kamran Bedirxan pêþdanî û paþdanî, Reþîdê Kurd xurdepêþ û xurdepaþ, Torî pêþgir û paþgir, Feqî Hu-seyin Sagniç pêþqertaf û paþqertaf, Selîm Biçûk pêþgîn û Paþgîn nivîsîne.
Belê, ji derî van nivîskarên ku min navên van li jor nivîsîn çendên din jî gramera kurdî nivîsîne lê ne bi kurdî, bi tirkî îzah kirine, ji ber wê yekê jî ez rastî kurdiya wan nehatim. Baþ e ku bi tirkî þirove kirine ku ew jî bi kurdî bûya, dê çend navên din jî li prefîks û suffîksan bihata kirin û tevlihevî bêtir bûbûya.
Dema mirov li van gramernivîsên kurd dinêre, baþ dibîne ku di warê navlêkrina prefîks û suffîksên latînî de jî afirandêr dîsa Celadet Bedir-xan bi xwe ye. Yên din li ser sofra hazir danîne, jê têr xwarine û heta rêtine. Loma min termînolojiya
Celadet Bedirxan durist dît û bi kar anî.
Emîr Celadet Bedirxan û Roger Lescot 34 pêþkît û 103 parkîtên kurdî destnîþan kirine û ji her yekê re çend nimûne jî dane. Bi vê yekê re gelek pêþkît û parkît hene ku ji bîr kirine û çendek jê jî ku îro di zimanê rojane de nayên bi karanîn, li ser wan rawestane. Wek: "ban, asî, nivaz, îtik, îvk, oyî, vanî, dok"... Min pêþkît û parkîtên weha di nav rêza nivîsînê de ku cîyê wan hatiye, yek bi yek destnîþan kiriye. Mûrad Ciwan jî li ser pêþkît û parkîtên kurdî rawestaye û wî jî 17 pêþkît û 56 parkît destnîþan kirine. Gramernivîsên din ku min navên van. û pirtûkên wan ên gramerê li dawiya vê berhemê nivîsîn, bi tenê navên 20-30 pêþkît û parkîtên kurdî destnîþan kirine.. Hema hema hemûyan bi awayekî bêserûber û bêrêza alfabetîk hema çawa hatiye bîr û hiþê wan nivîsîne.
Di zimanê kurdî de dikare pêþkît û parkît ji hinek kîteyên serbixwe, daçek, bêjeyên neyînî (ne-gation), zayende, hoker, navdêr û ji hinek pêþkît û parkîtên taybetî pêk bên. Lê ew ji çi cure û rengên peyvan dibin bila bibin, wezîfe û erkên wan yek e û ji ber vê yekê jî, li gor vê taybetiya xwe navên wan pêþkît û parkît lêkirine. Êdî ew taybetî û rolên xwe yên berê wenda dikin û peyvên nû diafirînin.

Mirov dikare bibêje ku wek gelek zimanên din, zimanê kurdî jî bi saya pêþkît û parkîtan dize û hejmara wate û bêjeyan zêde, dewlemend û xurtir dibin.
Di nav proseseke dûr û dirêj de an jî di nav xebata ziman a aktîv de wek ku di her warê zimên de guhertin çêdibin, herweha di warê pêþkît û parkîtan de jî, guhertinên mezin çêdibin. Di vê prosesa dûr û dirêj de, dikare carnan hejmarên cure yên pêþkît û parkîtan kêm û carnan jî zêde bibin. Li gor rewþ û taybetiyên her zimanî, rewþ û hejmara pêþkît û parkîtan jî tê guhertin.
Teknîk her ku bi peþ dikeve, tiþtên nû tên dîtin, bi wê re jîyana civatî jî tê guhertin. Kar û mijarên nû derdikevin holê, navên nû li wan tên kirin. Li gor hewcedariya dem û civata nû ziman jî bi pêþ dikeve û xwe li gor civat û teknîka nû diguhêre. Di ziman de termînolojî tê guhertin û peyvên nû tên dîtin. Hejmara bêjeyên ferhenga kurdî zêde dibin. Di vî warî de kar û wezîfeyekî girîng dikevin ser pêþkît û parkîtan ku bi alîkariyan wan gotinên nû tên çêkirin. Helbet her ziman xwedî çendek taybetî û prensîpan e û rêbazên çêkirina peyvên xwe hene. Pêwîst e ku çêkirina peyvên nû li gor prensîp û taybetiyên ziman bin. Heger mirov ji her aliyî ve ji prensîp û taybetiyên pêþkît û parkîtên zimanê xwe ne ser-

wext û agahdar be, rabe bi serê xwe peyvên nû, pêþkît û parkîtên nû çêbike an jî yên ne di cî û lê de bikarbîne, wê demê li ser navê pêþxistina ziman mirov ziman dikuje. Ji kesên weha re zimankuj dibêjin. Divê kesên zimanzan an jî yên bi ziman re mijûl in, baþ bizanibin ku kîjan pêþkît û parkît ji bo peyvên kîjan kar û warî nû diguncin an jî lê tên. Wek mînak mirov nikare ji kesî ku gul bifroþe re bêje "gulkar, gulker," an jî "gulvan" ûhwd. Navê wî/wê "gulfiroþ" e.
Her gramernivîsê kurd giranî daye ser devoka herêma xwe. Wek ku tu berhemên din ên ku di vê mijarê de hatine nivîsîn nedîtibin, nexwendibin. Bi navê "gramera Kurmancî" an jî "rêzimana/ê Kurmancî" bi awayekî cîdî pirtûk nivîsîne lê ji binî ve pêþkîtên kurdî ji bîr kirine û bi tenê nîvê parkîtan nivîsîne. Him jî parkîtên ku herî zêde rojane tên bikaranîn di pirtûkên wan de tune ne lê yên ku di nav gel de nayên bi karanîn û ew bi xwe nikaribûne ji wan re du an sê nimûne bibînin, di van pirtûkên xwe de ew bi cî kirine û nimûne dane. Pêwîst e ku ev mijar baþ zelal bibe û gotûbêj li ser bê kirin. Bi taybetî ev nivîskarên xwedî "gramer" an jî "rêzimanên kurmancî", divê carek din li dûv xwe vegerin û li ser vê mijarê hûr û kûr bibin.
Ew bi tenê li ser zaravayê kurmancî rawesta-

ne, soranî û dimilî negirtine berçav. Halbû ku di van 20-30 salên dawî de, bê hejmar gotinên soranî ketine nav zaravayê kurmancî yê nivîskî. Em êdî parkîtên wek: "nûs, nêr, are" û hwd. di kurmanciya rojane de bi kar tînin. Parkît hene ku li hinek herêman him di kurmancî û him jî di dimilî de tên bi kar anîn. Wek parkîta "ox."
Belê, di prosesa nivîsandina kurdî de, îro çarçove û qalibê klasîk hatiye þikandin. Zarava têkilbûne, kurdî bi pêþketiye û dewlemend bûye. Rêzimannivîs divê êdî ji îro þûn ve, vê prosesê bi-grin ber çav. Rêziman li gor zimanê jîndar û rojane tên nivîsîn û vejîn. Êdî bi tenê mînakgirtin û þirovekirina gramera Celadet Bedirxan têr nake. Piþtre gramer nivîsandin ne karê her nivîskarî an jî rojnamevanî ye. Bi serê xwe zanyarî û pisporiyeke taybetî û mezin dixwaze. Karê proseseke dûr û dirêj e. Ne karê çend roj û mehan e. Ew kesên ku gramerên kurmancî nivîsandine û binivîsîn, pêwîst e ku li derdora gramera Celadet Bedirxan nezivirin, hinek tiþtan jê neçîrpînin û bervajî nekin. Divê ew, bi awayekî zanistî prensîp û rêbazên nû bibînin lê zêde bikin û heger yên þaþ û çewt hebin destnîþan bikin. Kopî tucar ji orîjînalê ne baþtir e. Heger tiþtekî nû tune be, wê demê ne hewce ye ku mirov gramer binivîse lê mirov dikare yên ku hene sivik û hêsantir bike.

Ev pêþkît û parkîtên ku ez li jêr rêz dikim, ne îcadên min in û ne jî min afirandiye; yên ku heta niha hatine nivîsîn û bikaranîn, min li ser wan lêkolîneke biçûk kir, ka çi hene û kê çi nivîsiye. Heta îro çewtî û kêmasî çi ne? Min xwest û heta ku ji destê min hat hejmara mînakan zêde binivîsim. Ez dikarim bibêjim di warê hejmarên peþkît û parkîtan de heta îro tu kesek xebateke weha nekiriye û ku kiribe jî ez bi xwe lê rast neha-time. Di vî warî de min teknîka herî dawî bikaranî û bi komputerê li bêjeyan gerîm..
Di destê min de çi yên kevn û çi yên nû, çiqas tekstên kurdî di dîsketan de hebûn, min li ser wan kar kir. Ji bo hinek pêþkît û parkîtan bi alîkariya teknîkê ez bi rojan li dûv wan geriyam lê hezar mixabin ez jî nikaribûm ji çend pêþkît û parkîtan re zêde nimûne bibînim. Ev di her zimanî de weha ye, hinek zêde tên bikaranîn û hinek jî gelek kêm lê dîsa yên kêmjimar jî wek pêþkît û parkît tên pejirandin.
Parkitên wek ”î” , ” ê”, ” o” , ” ik” , ”ok” , ”tir” bê hejmar û bê sînor in. Mirov dikare bîne piþtî gelek bêjeyan. Ji ber vê yekê, ez li ser yên weha zêde ranewestîm û min bi kurtî ji bo wan çend nimûne nivîsî.
Ez li ser bêjeyên hevdudanî ranewestam û min dest neda wan. Ji xwe ew li derî vê mijarê ne.

Mirov bi wan dikare bi hezaran bêjeyên nû çêbike.
Gelek nivîskar, xwendekar û xebadkaren med-yaya kurdî pêþkît û bi taybetî parkîtan þaþ û çewt bikartînin. Bi taybetî þandiyar, nûçegîhan û nivîskarên kurd an jî yên ku bi kurdî dinivîsin, dibêjin qey bi tenê du cure parkîtên kurdî hene. Ew jî "kar" û "van" in. Halbû ku bi qasî ku min di vê xebata xwe de tespît kir hejmara pêþkîtan 42 û yên parkîtan jî 138 in. Heger mirov pêþkît û parkîtên biyanî yên ku îro ketine nav zimanê me û em di pratîkî rojane de bikartînin jî bihesbînin; wê demê hejmara pêþkîtan dibin 52 û yên parkîtan jî dibin 143. Bi vê mebestê min xwest ku mijara pêþkît û parkîtên kurdî piçek zelal bikim û herwe-ha li gor rêza alfabetîk em bibin xwedî ferhengo-keke pêþkît û parkîtan jî.

1. PÊÞKÎT
Pêþkît tê pêþ peyvê û pêkve tê nivîsîn. Bi alîkariya pêþkîtê peyveke nû tê afirandin. Bi vî awayî hejmara peyvan zêde, naverok û wateyên wan dewlemend, xutir û rengîn dibin.
1. ba- babidest, babilîsok, baçermek, badan, bafi-
roke, bager, bakêþ, bakur, baperik, bapêç, bapêþ,
bapêketî, bapîvan, bapûk, basûr, baþûr, baweþîn,
bawiþk, bazin...
Di wateyên ji hevbûn, tesîr lêkirin, pekandinê de tê bikaranîn.
2. ber- berav, beravêtî, berba, berbajar, berban,
berbang, berbanî, berbejn, berber, berberî, berbe-
rojik, berbext, berbelav, berbiçav, berbihev,
berbûk, berçavk, berçem, berdar, berdest, berdest
hilatdar (muxalefet), berdevk, berdêl, berdêlî,
berdil, berdilik, berendam, berêvar, berfîreh,
bergeh, bergerî, bergirî, berhem, berhemdarî,
berhev, berhevdan, berhevkirin, berhevok, berhe-
wa, bergirtin, berjêr, berjewend, berjewendî,
berkanî, berkel, berketî, berketin, berkeþ,
berkêþan, berkeþok, berkêr, berkurk, berlêker,
bermal, bermalî, bermayî, bermêj, bermilk, berna-me, bernamzet, bernas, bernav, berpeyî, berpêþ, berpêþkirin, berpirsîyar, berrûmet, bersêl, bersing, bersingande, bersiv, bersûc, bertêrker, bervajî, ber-vale, berwar, berxwirênî, berxistî...
Pêþkîteyeke hokerî ye, gelek berfireh, berhem-dar û kêrhatî ye. Di kurdiya nivîskî de roleke mezin û girîng dilîze û her ku diçe bi vê pêþkîteyê gelek bêjeyên nû û taze tên afirandin.
3. bê- bêalfabe, bêaramî, bêarî, bêav, bêbav, bêbextî, bêçek, bêdê, bêdengî, bêexlaq, bêgav (bêçare), bêhêl, bêjin, bêkar, bêkes, bêkêr, bêmal, bênamûs, bênîþtîman, bêpar, bêpayan, bêpirtûk, bêpere, bêrê bêrûmet, bêrojname, bêserûpa, bêþeref, bêxanî, bêxwedî, bêzarok
Pêþkîta "bê" bi xwe negasiyon e. Ew tê pêþ peyvê û wateya neyînî dide peyva nû.
4. bi- biber, bibe, bicî, biçe, bidestkirî, bihatin, bijîþk, bikêrhatî, bimêzîne, binivîse, birengîne, biser, biserketin, bixwe, bizelqîne, birêz....
Pêþkîta "bi" tê pêþ lêkerê û formên bilanî û fermanî dide peyva nû.
Hinek nivîskarên kurd "bi" ya daçek wek pêþkît dihesibînin; ev ne rast e, ji bo ne pêþkît e,
ew daçek e lê dikare bibe pêþkît jî. Di zimanê Hînd-ewropî de pêþkît û parkît bi bêjeyê ve tên nivîsîn lê daçek bi serê xwe tên nivîsîn. Wek bi bav, bi ber, bi rûmet, bi bext, bi xêr...
5. bin- binav, binbar, bindest, bindestî, bincil, bincame (durû), binçav, binçeng, bingeh, binguh, binkiras, binling, binmal, binpalas, binpî, binpêkirin, binpoz, binsazî, binsimêl, binyat, bin-ziman, binzik...
Pêþkîteke hokerî ye û bêtir di wateyên dizî, veþartin, girtin, zexelî û esas de tê bikaranîn.
6. da- dabestin, dabeþ, dabezîn, daberizîn, dabi-nartin, dabiristin, dadan, daçek, daçikandin, daçikiyan, daeliqandin, dageriyan, dagerandin, da-girtin, dagirtî, dagîr, dahatin, dahatû, dahatû-perest, dahatûxwaz, dahatûxwazî, dahênan (afrandin), dahêner, dahilandin, dahiþtin, daketin, dakêþîn, dakiþîyan, dakiþandin, dakutandin, daliqandin, damezrandin, damezrandêr, danezan, danivîsandin, daniþtin, danîn, danêr, daqurtandin, dapar, dapelandin (sefandin), dapêçîn, darêjan din (form), darêjtin (berhevkirin), darêjker, darêjnivîs, darizandin, datanî, davestin, dawestin, dawerivandin, daweþandin, daxistin,
daxuyanî, daxwaz, daxwazname...
Pêþkîta "da" tê pêþ peyvê û wateyên nizim, veger û daketinê dide peyvê.
7. der- deranîn, derbûn, derçûn, derdest, derke-
tin, derling, derpê, derxistin, derxûn...
Pêþkîteke lêkerî ye û ji lêkera "derketin" çêdibe, tê pêþ bêjeyê û wateyeke nû peyda dike.
8. di- dibe, diçe, digerîne, dikare, dileqîne,
dinivîse, direngîne, diþibe, dixwe, dizane...
Pêþkîta "di" tê pêþ lêkere û formê derna niha û fireh dide lêkerê. Ev pêþkîteke gelek kêrhatî û bi ber e, di zimanê nivîskî de roleke mezin dilîze.
9. dij- dijber, dijhev, dijmin, dijmintî, dijmîn (çêr), dijûn, dijraber, dijwar....
Ev pêþkîteya han wateya berxwedan, reqabet û muxalefetê dide.
10. dû- dûajo, dûmahîk, dûxan, dûzan... Di wateya berdewamiyê de ye.
11. hem- hembajarî, hember, hembêz, hemdem, hemdemî, hemkar, hempa, hemsale, hemwelatî....
Li hinek deveran "him" û li hinek deveran jî "hem" tê gotin.
12. her- heraftin, herbilîn, herbijî, herçend, herçiqas, herdem, hertim, herweha...
Di wateya berdewamiyê de ye û gelek ne bi-karhatî ye.
13. hev- hevbajar, hevbend, hevber, hevbeþ, hev-buha, hevcivan, hevcure, hevçerx, hevdem, hev-deng, hevdil, hevdîtin, hevdu, hevgel, hevgirêdan, hevgirtin, hevgîn, hevjîn, hevkar, hevkêþe, hevmal, heval, hevnasî, hevpa, hevpar, hevpîþe, hevpey-man, hevpeyvîn, hevok, hevrê, hevreng, hevring, hevta, hevrû, hevsal, hevsar, hevpeyvîn...
Pêþkîta "hev" wateya yekbûn û yekîtiyê dide.
14. hil- hilanîn, hilawistin, hilavêtin, hilberîn, hilbestin, hilbezîyan, hilbezandin, hilbijartin, hilbijêr, hilbirîn, hilbûn, hilçinîn, hildan, hilfîran-din, hilgirtin, hilketin, hilkêþ, hilkiþandin, hilkiþîyan, hilkirin, hilpekîyan, hilperkîn, hilpu-fandin, hilqetîn, hilqetandin, hilweþîyan, hilwe þandin, hilxistin...
Pêþkîta "hil" tê pêþ peyvê û wateyên bi-lindbûn, rakirin û rabûne dide peyvê.

heci is offline  
Eski 08-01-2007, 03:09 PM   #2 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: Feb 2006
Mesaj: 1,337
Üye No: 494
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 6143
Rep Puaný : 613947
Rep Derecesi
heci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond repute
Varsayýlan


15. î- îca, îro, îsal, îsot, îşev..
Pêşkîta "î" dema tê pêş peyvê, peyva rengdêra îşarkî pêk tê. Pêşkîta "î" wateya niha dide bêjeyê lê zêde ne kêrhatî ye. Mirov nikare jê re çend nimûneyên din jî bibîne.
16. jê- jêbir, jêbirîn, jêbûn, jêçûn, jêdarxistin,
jêderk, jêderxistin, jêgerîn, jêgirtî, jêgirtin, jêhat,
jêhatî, jêhatin, jêket, jêketin, jêkêm, jêkêmkirin,
jêlî, jênager, jêqulkirin, jêtijî (kabîlîyet), jêxistin...
pêşkîta "jê" tê pêş peyvê û form û wezîfeyên hêzbûn, zêdebûn, kêmbûnê dide peyvê.
17. lê- lêanîn, lêburîn, lêbûn, lêçûn, lêdan,
lêgerîn, lêgirtin, lêguncîn, lêhatî, lêhatin,
lêhûrbûn, lêker, lêketin, lêkirin, lêkom, lêkolîn,
lêkûrbûn, lêmêzekirin, lêniştin, lênêrîn, lêpêçan,
lêpirsîn, lêsiwarkirin, lêsorbûn, lêsorkirin,
lêşikandin, lêşibandin, lêvegerîn, lêxistin,
lêzivirandin...
Ev pêşkît kurtkirina cînavên wî/wê û hinek navdêran in û bi lêkerê ve tên nivîsîn. Wateyeke nû dide peyvê û wê diguncî ne. Pêşkîteke bi berdar û kêrhatîye.

l8. li- likar, lirê, livegerê, liçûyînê, libûyînê, liki-rinê, lipê, lizanabûnê...
Daçeka "li" bûye pêşkîte. Pêşkîta "li” tê pêş peyvê û wateyên cî, girêdan û têkilbûnê dide dîyar kirin.
19. lihev- lihevbûn, lihevçûn, lihevdan, lihev hatin, lihevketin, lihevkirin, lihevxistin...
Bêjeyên ku ji vê pêşkîtê çêdibin, wateyên têkilî û rewşê didin dîyarkirin.
20. ma- ma(a)lîne, ma(a)xife, majo, ma(a)lêse,
ma(a)vêje...
Pêşkîta "m” tê pêş lêkerên ku bi tîpa a destpêdikin û dema fireh û niha û forma fermanî bikartînin.
21. me- meke, meçe, mexwe, mere, menivîse,
mebêje, meşo, meyîn ...
Pêşkîta "me" tê pêş lêkerên dema niha û fireh ku formê fermanî û neyînî digirin. Di şûna pêşkîta "me” de, ya "ne" jî tê bikaranîn.
22. na- nabe, naçe, nake, nakokî, nalebar,
namerd, naşêm, naşîn, naşêrîn, naxwaze, naxwe...

Parkîta "na" negasiyona dema fireh e û bi vê pêşkîtê bêjeyên neyînî tên çêkirin.
23.nav- navber, navçar, navçe, navda, navdeng, navder, navderketî, navdewletî, navgundî, navmalî, navnetewî, navik, navkêl, navmal, navmalî, navmil, navling, navran, navser, nav-teng...
Pêşkîteke hokerî ye, tê pêş peyvê û wateyeke nû dide wê. Pêşkîteke bi berhemdar û kêrhatî ye.
24. ne- nebanok, neberd (aza), nebez (bêtirs), necamêr, necamêrî, neçar, neçarî, nedervazî, nedîyar, neguharbar, negehîştî, nehênî, nejê, nejin, nekes, nelê, netna, neman, nemir, nemerd, nemêr, nelê (nagunce), nenas, nepandin, nependî, neprogramkirî, neqencî, nerast, nerasteder, nerind, neroz, nesax, nesazî, neşûştî, nexwarbar, nexweş, neyar, neyînî, nezan, nezanî..
"Ne" bi serê xwe negasîyon e, bi bêjeyê ve tê nivîsîn û bêjeyeke nû çêdike.
25. ni- nikar, nikarî, nikarok, nikirîn, nikare, nişê, nizane...
"Bê, me, na, ne" û "ni" negasiyon in. Dema yek ji van negasiyon bê pêş peyvê û bi peyvê ve
were nivîsîn, wê demê wezîfeyê pêşkîtê bi cî tînin û wateyeke din didin peyvê. Di nav pêşkîtên Cela-det Bedirxan de bi tenê negasîyona "bê" heye. "Me, na, ne” û "ni" tune ne. Mûrad Ciwan van hemû negasîyonan wek pêşkîte bikaranîye û ev rast û duristir e. Ewropî jî li gor hevokê negasîyonan wek pêşkîte dipejrînin.
26. nîv- nîvçe, nîvekar, nîvekarî, nîvekîr (qebe), nîverê, nîvkurd, nîvkurd û nîvtirk, nîvmirov, nîvro...
Pêşkîteyekî hokerî ye, rewş û taybetiyê dide dîyarkirin.
27. par- parçe, parkît, parsû, parzemîn, parzûn.
Pêşkîta "par" du wateyên wê hene: yek di wateya "paş" de û ya duyem jî di wateya "parkirin" de ye.
28. paş- paşber, paşdanî, paşgotin, paşketî, paşling, paşmayîn, paşmêr, paşnav, paşroj, paşeroj, paşîv, paşlêker, paşveçûn, paşvekişandin, paşxistin...
Pêşkîteyeke hokerî ye. Pêşkîteya "paş" wateyên jar, neduristî û yên dema borî, veger û kevn didin bêjeyên nû.

29. pê- pêbaz, pêbend, pêbilîn, pêbûn, pêçan, pêçî, pêçûn, pêdan, pêdanî, pêdabûn, pêdaçûn, pêdakirin, pêdaketin, pêdaxistin, pêdivî, pêew lebûn, pêgeh, pêger, pêgermok, pêgih, pêgirt, pêhesîn, pêkan, pêkanîn, pêkenîn, pêketin, pêkirin, pêlav, pêlêkirin, pênas, pênivîs (pênûs), pênûs, pêpar, pêşandar, pêşane, pêşanî, pêşarî, pêşeng, pêşewa, pêşing (kok), pêvajo, pêveçûn, pêvedan, pêvebûn, pêvekirin, pêvehatin, pêwend (gîhanek), pêwendî, pêxistin, pêxwar, pêxwarinî,
Li hinek herêman di şûna pêşkîta "pê" de "vê" jî dibêjin. Pêşkîta "pê" tê pêş peyvê û wateyên alîkarî, îstîqamet û têkiliyê dide peyvê.
30. pev- pevçûn, pevdank, pevdeng, pevgirêdan,
pevkirin, pevrabûn, pevxistin...
Wateyên hevaltî û têkilî dide peyvên nû.
31. pêş- pêşbazî, pêşangeh, pêşdar, pêşber,
pêşketî, pêşbirî, pêşbirik, pêşbînî, pêşdanî,
pêşdaraz, pêşdîtin, pêşeng, pêşgîr, pêşgotin, pêşîn,
pêşketin, pêşkêş, pêşkêşkar, pêşkoj, pêşmal,
pêşmerge, pêşnav, pêşnîyaz, pêştemal, pêşnûma,
pêşveçûn, pêşverû, pêşwazî, pêşxistî...
Pêşkîteyeke hokerî ye û kêrhatî ye. Di kurdiya nûjen de her ku diçe ev pêşkîte bêtir tê bikaranîn.

32. pis- pisaxa, pismam, pimîr, pisxaltî, pisxal...
Di farisî de "pis" tê wateya "kur". Di kurdî de her çiqas kêm be jî, ev pêşkîte tê bikaranîn.
33. pişt- piştbend, piştdayîn, piştderî, piştek, piştevanî, piştgir, piştgirî, piştmêr, piştşîv, piştwerî...
Ev pêşkîte wateyên alîkarî, hevalbendî û saxle-miyê dide bêjeyên ku jê çêdibin.
34. ra- rabazîn (destdirêjî), rabide, raber, rabestin (tarz), rabezandin (êrîş), rabûn, raburandin, rabûrî (mazî), raberdû, raçandin (dokunmak), raçav (di çav de derbaskirin), radan, rader (mas-tar), radest (teslim), rageş, ragirtin, ragîhandin, rahêlandin, rahiştin, rajandin( hildan), rajêr, rajor, raker, raketin, rakişandin, rakirin, ramîsan, rapelikîn, raparastin, rapelikandin, rapêçan, raperîn, raspartin, raser, raserîn, rawek, rawe, rawêj (tewirhelwest) raxistan, rawestandin, rawes-tok (stasyon), rawerîn (lava), raxistin, razan...
Pêşkîta ”ra” tê pêş peyvê û wateyên hêz, pêşvebirin û pêşxistinê dide peyvê.

35. rû- rûbar, rûber, rûçerm (bêşerm), rûçik, rûda, rûdan, rûgeş, rûgirtî, rûken, rûmet, rûneşûştî, rûniştin, rûpel, rûpişt (astar), rûreş, rûxweş...
Ev pêşkîte rewşê dide dîyar û zelalkirin.
36. ser- serbajar, serbaz, serben, serbend, serbest, serberjêr, serberz, serbilind, serdest, serder, serderî, serevraz, sergerm, serhawa, serhev, serheng, serhevde, serhişk, serjinik, serker, serlêdan, sermaye, sernav, sernerm, sernivîs, sernivîskar, sernizim, sernûçe, serserî, sersing...
Ev pêşkîte bêtir hêz û rewşê dide dîyar û zelal-kirin.
37. tê- têber, têbinî, têdan, têdayî, têdeman, têderxistin, têderxistinok, têçûyî, têfiran din, têgeh, tegehiştî, têgehî, têger, têgerandin, têgîn, têhelkêşan, têhildan, têkber, tê(k) birin, tê (k)çûn, tê(k)dan, têketin, têkil, têkilî, têkirin, têkoşer, têkoşîn, têkuz, têper, têrebûn, têrel, têrekirin, têwerbûn, têwerdan, têwerkirin, têxistin, têxistinî...
Pêşkîta "tê" tê pêş peyvê û wateyên hebûn, zanîn, nirx û hatinê dide peyvê.

38. ve- veanîn (xarkirin), vebestin, vebijartin (ayiklama), vebijandin, vebirîn (kesin, ozet), vebirrîn, vebûhtî, vebûn, veciniqîn, veçinîn (tamîr), veçirîyan, veçirandin, vedan, vedeng, vedizîn, vedigindirî, vedor, vefirî, veger, vegerîn, vegerandin, vegevîzîn, vegirêdan, vegirtin, vegotin, vegirtox, veguhastin, veguhêrîn, vehatin, vehewîn, vehêl, vehist, vehistî, vehîn, vehustan, vejan, vejen (enerjî), vejîn, vekarî, veke, veketin, vekirin, vekeşan, vekişîn, vekît (heceleme), vekîtandin (hecelemek), vekolîn, vekuştin, vemagîn, vemalaştin, vemalîn, vemirîn, velîstin (burkulma), venasîn, venuhurî, venanadin, venêrîn, veniştin, venîn, veresandin, verêbûn, ve-rojtin, vepijiqîn, veqetandin, veqetandek, veqelaştin, vepirsîn, vereşan, vereşîn, verêj, verêkirin, verestin, veristî (serbest), verisîn, veşartî, veşartok, veşartgeh, vetewşandin (sersemî), vewestan, vexumala, vexwarin, vexwendin, vezandin, vezelandin...
Pêşkîta "ve" tê pêş peyvê û wateyên paşveçûn, paşvekişandin, ji nû ve jîyandin û dubarekirinê dide peyva nû. Pêşkîteyeke bi berdar û kêrhatî ye. Di zimanê nivîskî de her ku diçe bêtir tê bikaranîn û popîler e. Di zimanê swêdî de nêzîkî kîteya "om" e. Wek nimûne dema ku mirov bixwaze bi
swêdî bêje ji nû ve binivîse "skrîva om" dibêjin, ji nû ve bizewice "gîfta om." dibêjin. Ev pêşkîteya me di pêşrojê de dikare wezîfeyê "om"a swêdî bigire.
39. vê- vêkdan, vêket, vêketin, vêsan (tenefus), vêsandin, vêseh, vêsîn, vêxistin...
Ev pêşkît weha ne bi ber û dewlemend e. Li gelek deveran di şûna tîpa "v" de ya "p" jî dibêjin. Wek nimûne di şûna "vêket" de "pêket." dibêjin.
40. wer- weranîn, werçerxati, werger, wergêr,
wergir, wergirtin, wergîr, werkirin, werzan, werzêr
Pêşkîta "wer" tê pêş peyvê û wateyên guhastin û nûkirinê dide peyva nû.
41. xwe- xwebînî xwebûn, xwemal, xwepê-
şandan, xwepêşandêr, xwerist, xwerû, xweser,
xwevekişandin...
Cînava "xwe" tê pêş bêjeyê û bêjeyeke nû diafrîne. Bêjeyên ku tên afirandin hema hema di heman wateya ne di bin tesîra kes û cî de ne.
42. Ji derî van pêşkîtan hejmarên nav tên pêş
peyvan û peyvên nû diafirînin. Ji ber vê taybetiyê
mirov dikare ji van hejmaran re jî bêje pêşkîte.
Wek nimûne:
Yekcar, ducan, ducanî, dudil, dudar, durû, sêber, sêgoşe, sêrê, çaralî, çargoşe, çarkuj, çarme-dor, çarmil, çarpê, çarrê, heftreng ....


Balkêşî û jêrenotek
Pêşkîteyên (prefîksên) latînî û grekî ketine nav hemû zimanên cîhanê. Her çend kêm be jî di kur-diya devkî û nivîskî ya îroyîn de çend pêşkîteyên latînî û grekî jî tên bi karanîn. Çend nimûne:
antî- (dij) antîkomunîzm, antînazîzm, auto- (oto- xwe bi xwe) - otomatîk înter- (nav) înternasyonalîzm, înternet mîkro- (biçûk) mîkroskop, mîkroorganîzm multî- (gelek) multîmilyoner, multînasyonel pre- (pêş) prefabrîk, prekapîtalîzm post-(paş, piştî) postkapîtalîzm, postmodemîzm super- (gelek mezin) supermarket, superzeka tele- (kontrol) teleskop, telefon, teleferîk, teleteknîk trans- (ji ser de, ji aliyê din) transport, transît

heci is offline  
Eski 08-01-2007, 03:10 PM   #3 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: Feb 2006
Mesaj: 1,337
Üye No: 494
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 6143
Rep Puaný : 613947
Rep Derecesi
heci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond repute
Varsayýlan


2. PARKÎT
Parkît jî tê paşpeyvê û pêkve tê nivîsîn. Bi alîkariya parkîtê peyveke nû tê afirandin. Bi vî awayî hejmara peyvan zêde, naverok û wateyên wan dewlemend, xurtir û rengîn dibin.
I. -a ajna, aşna, axa, biraza, ciwana, fama, pêşewa, şar(e)za, silîva, xama, xwenda, zana...
Parkîta "a" rewşa huner, hêz û xwedayetî dide dîyarkirin.
2. -ahî beredahî, biçûkahî, dirêjahî, dûrahî, germahî, gewrahî, keskahî, mezinahî, nêzîkahî, pahnahî, reşahî, sermahî, sorahî, şînahî, şîrînahî, tengahî, tirşahî
Rewşeke pirhejmar û taybetî dide dîyarkirin. Her çiqas tîpa "h" gîhanek be jî êdî formeke taybetî girtiye.
3. -ajo biskîletajo, dûajo (alîkar), cotajo, erebea-jo, hespajo, kerajo, otobusajo, otomobîlajo, taksîajo...
Ji lêkera "ajotin" çêdibe. Zêde ne bi kêrhatî ye.
4. -ak heftak (cureyê kemberê), ronak, xenak...

Ev parkît rewş û taybetiyê dide dîyarkirin û ne parkîteke weha bikêrhatî û dewlemend e.
5. -al çangal, delal, gopal, heval, hewal, kendal, kortal, pergal, postal, repal (rût û repal), sûtal, şekal, şengal, teral...
Rewş û taybetiyan dide dîyarkirin.
6. -an aliyan (noqkirî), aryan, bozan, dalyan,
gulan, germi(y)an, heyran, hozan, kêşan, kolan,
kotan, lekan, lîlan, loran, rîşan, sermi(y)an, şîlan,
zîlan, zîzan, zoran, zozan...
Parkîta "an" ji bo navdêrên gelehejmar jî tê dawiya hemû navdêran. Wek gundan, bajaran, jinan, zarokan ûhwd...
7. -ane aştî(y)ane, bavikane, bersingane (gulaş),
ciwane, çendane, çilane, dayikane, dewrêşane, dil-
sojane, gawirane, heftane, hovane, jinane, kurda-
ne, korane, mehane, mestane, mêrane, mijane,
mîrane, pirane, pişkane (muşterek), rojane, salane,
serekane, şahane, şevpestane, tekane, yekane, zik-
makane, zîrekane...
Ew di wateya wek wî/wê de ye û parkîteke gelek bi ber û dewlemend e.

8. -anî boranî, çortanî, doşanî, gavanî, giranî, hêsanî, keranî, koranî, mêranî, mirovanî, piranî, şivanî, xortanî...
Wek wî/wê an jî dişibe ew tişt, kes û pîşeyên ku navên wan didin.
9. -anok çîvanok, kevkanok, miştanok, tiştanok, xiştanok...
Di wateya tiştên biçûk de tê bikaranîn û piçek jî bîhna hîle û huner jê tê.
10. -ar be(y)ar, debar, di(y)ar, cotar, gotar,
guftar (sohbet), guhar, hilbijar, jengar, kevnar,
kirar, kovar, komar, nivîsar, noqar (vaftîzkar),
pingar, pûtar, rengar, sergotar, şerar, şîşar, xewar,
xîzar...
Di wateyên cuda cuda de tê bikaranîn. Wek pîşe, navdêr, rengdêr û hewd.
11. - are bijare, dilare, kevnare, kujare, mikare,
pişare (xwarina ji bo banga dawetê), seyare
(êrîşkar)…
Wateyên baştir, hêjatir an jî kevntir dide bêjeyê.


12. –tî/etî bajartî, bavîtî, biratî, bûkîtî, cahştî, dostîtî, durûtî, dûrîtî, gundîtî, kirîbetî, kerêtî, ke-sayetî, komelayetî, kûrîtî, malbetî, kurda(ye)tî, mi-rovayetî, xinametî, xwendekartî, xwedatî.
Ev parkît taybetmendiyê dide dîyarkirin. Hinek nivîskar parkîta "et-atî' tevlihev dikin û dinivîsîn ku bi navê "-yetî-yatî" jî parkîtekê heye. Wek: Komelayetî, mirovayetî...
Parkîta "tî" li gor tîpa dawiya bêjeyê tê guhar-tin. Dema du an jî sê tîpên bêdeng li paşiya bêjeyê bin û parkîta "tî" jî bigire, wê demê dikare parkît bibe "etî, îtî" an jî "atî"... Wek kirîvatî, komela yetî, dostîtî... Halbû ku tîpa "y" gîhanek e û dikeve navbera du tîpên dengdêr. Ji ber vê yekê jî, bi navê "ytî' an jî "yatî' parkîteke kurdî tune ye.
13. -avêj agiravêj, avavêj (fiskiye, artîziyen), bextavêj, bombavêj, derewavêj, dûxanavêj (bom-beya bi duxan), gulleavêj, gurravêj, hevavêj, hûravêj (çekê otomatîk), îmanavêj, kemendavêj, kevitavêj, kurtavêj, piştavêj, qûnavêj, ronahîavêj, rimavêj, sêlikavêj (dîsk), roketavêj, tîravêj, topavêj, torpîlavêj, xweavêj...
Ev parkît bi alîkariya lêkera "avêtinê" pêk tê.

14 -awe badilawe, bêawe, germawe, serawe, sermawe...
Parkîta "awe" rewşê dide dîyarkirin. Bingehê gotinê "hawe' ye di nav demê de tîpa "h" ketiye û bûye awe.
15.-az beraz, qelaz, telaz, tolaz..
Rewşeke negatîv dide dîyarkirin û paşkîtekê ne hewqas berhemdar û kêrhatî ye.
16. - bar alozbar, berbar, berfbar, binbar, birbar (portabel), cazîbebar, cobar, çavnebar, çimbar, dengbar, dîtbar, girbar(î) (tehemul), guhêrbar, guhêzbar, gunehbar, gumanbar, hêsirbar, kehrîbar, kirêbar, kubar, nalebar, nedîtbar, nexwarbar, nêrbar, nûbar (turfanda), razbar, rêzbar, rondikbar, rûbar, serbar, sivikbar, sizabar, sotebar, starbar, stemfar, şekirbar, tawanbar, tawangbar, xembar, xetabar, xwarbar, vexwarbar, zêbar, zirêbar...
Parkîta "bar" di van wateyan de tê bi kar anîn: zêde, ne stabîl û di lêhatinê de tê bi karanîn.
17. -bare derbare, dubare, sêbare... Bare, cîyê çend û car digire.

l8. -baz agirbaz, cadûbaz, canbaz, cengbaz, çavbaz, çekbaz, çenebaz, dekbaz, derewbaz, dilbaz, dîlbaz, duzenbaz, efsanebaz, efsûnbaz, eşqebaz, evînbaz, êrîşbaz, fêlbaz, firîbaz, fitnebaz, fîrazbaz, helqebaz, herambaz, heqlebaz, hevbaz (hevsal), hîlebaz, hoqebaz, jinbaz (hovarda), kewbaz, key-sbaz, kînbaz, kozîbaz, laşbaz(î), lewlebaz, livbaz, lîstikbaz, mekirbaz (xêrnexwaz), metrebaz (şarlatan), mihirbaz, nêrînbaz, nîşanbaz (nimûne), qamçîbaz, qumarbaz, qulebaz (delavereci), rêbaz, rimbaz, rûbaz, serbaz, sîhêrbaz, şahbaz (bi kêf), şanbaz, şaklabaz (dalkavuk), şebêkbaz (sîhîrbaz), şembaz, şerbaz, şûrbaz, tekvandobaz, xemzebaz, zimanbaz, zorbaz, zorbazî...
Ev parkît ji bo kes an jî bûyerên ku bêtir bi çalakî û bizavê ve girêdayîne, ji bo fen û huner jî tê bikaranîn.
19. -bend avbend, bazbend, çekbend (êleg), çiçikbend (sudyen), darbend, derbend (zixur-geçît), destbend, dîwarbend, dolbend (şarika serê jinan), dorbend, fenerbend, gulbend, goşebend, hevbend, hevalbend kombend, malbend, merbend (baxê solan), nalbend, nexşebend, nêrûbend, pev-bend, qesrbend (mîmar), qelebend (zîndanî), rehîmbend (pesar), rûbend (çarşeva ser doşekê),

sazbend, serbend, sihirbend, sîngebend, sîlebend, solbend, terkîbend, têlbend, xerbend...
Ev parkît di wateya kombûn, çêkirin û girêdanê de tê bikaranîn.
20. -ber berber, desteber, dijraber, dilber, dîtber
(konkret), emîrber, fermanber, guhber, guherber,
heyber (heyî), nameber, navber, nûber (turfanda),
paşber, peyamber, pêşber, pêveber (artibut), pîber
(koruyucu), pîşkber, raber ( hember), razber (ab-
strak), reneber, rêber, rihber (zindî), sazber,
serber, sêber (sêgoşe, ûçboyut), şênber (maddî),
xweber (di gramatîkê de navên eşya û tişt),
xweşber (tabîî)...
Du wateyên "ber" hene: yek ji birînê tê û ya din jî, ji hember tê.
21. -best darbest, dilbest, helbest, mebest, pêbest (benê ku ling pê girê didin.), pêrbest (daçek), serbest, zimanbest(bêdeng)...
Di wateya hunandin û lihevanînê de tê bi karanîn. Di zaravayê soranî de parkîta "best" bêtir aktîv e.
22. -bêj awazbêj, bêjbêj (ji bo kesên geveze), bestebêj, buherkbêj, dengbêj, des-
tanbêj, dîlokbêj, dîrokbêj, çîrokbêj, goranîbêj,
gotûbêj, gulbêj, hayranbêj (yê ku stranên hayra-nok dibêje), henekbêj, hostanîbêj, hûrbêj (gotinên nerm), kombêj, lavebêj, lawjebêj, lawikbêj, mese-lebêj, mêjbêj, miqambêj, niktebêj, niktezan, nûçebêj, pirbêj, rastîbêj, rewanbêj (hêsa û sivik), rimbêj, serpêhatîbêj, selewatbêj, stranbêj, şeşbêj(tevlihev, geveze), teraqbêj, wendebêj, wanebêj, wêjebêj, xurdebêj (pêşkît û parkît), xweşbêj (sohbetxweş), xwebêj...
Ev parkît ji bêjeya "gotinê" çêdibe yanî yê/ya ku dibêje.
23. -bir agirbir, avbir, berîkbir (diz), birêvebir, bîrbir, cawbir (meqes), çavbir, çilobir, çolbir (rêbir), darbir, dengbir (aletê ku deng kêm dike), destbir, derbir, êşbir, fermanbir, gotinbir, hesin-bir, hevbir, kevirbir, kumbir, kurtebir, namebir (postaci), nanbir, navbir, navikbir, nermebir (fêlbazên ku bi nermî mirov dixapînin), peyman-bir, pezbir, pêşbir, porbir, qismetbir, qirikbir, qolbir, rêbir, rêvebir, risqbir, serbir, sermabir, sozbir, şûrbir, tabir, têkilîbir, xeberbir, xwebir, xwînbir...
Parkîta "bir" ji du lekerên cuda çêdibe: Yek ji lêkera "birîn" û ya din jî, ji lêkera "birin" e. Go-tinbir, namebir, rêvebir, xeberbir.. ji lêkera "birin" hatine çêkirin.

24. -bîn dûrbîn, hûrbîn, gulbîn, kurtbîn, kûrbîn, malbîn, lezbîn, nobîn, nûbîn, robîn, rojbîn, tengbîn, xwebîn, xweşbîn...
Ev parkît ji lêkera dîtin hatiye çêkirin.
25. -bîr dûrbîr, kûrbîr, rewşenbîr, ronakbîr...
Di wateya kese ku bîr pê dibe an jî dizane tê bikaranîn.
26. -çe bexçe, boxçe, deryaçe, demançe, derîçe,
kemançe, kuçe, kulîçe, navçe, nûçe, perçe, serçe
(mandela ku pê cil digirin), xalîçe, xwençe...
Parkîta "çe" biçûk û xweşikbûnê dide dîyar-kirin.
27. -çîn derewçîn, giyaçîn, gulçîn, mayînçîn,
mazîçîn, pembûçîn, perçîn, titûnçîn...
Di şûna parkîta "çîn" de parkîta "çin" jî bi kar tînin. Ev parkît ji lêkera çînin pêk tê.
28. -da bînda, çivda, dengda, gulda, malda,
navda, rojda, ronda, rûda, şaxda, şevda, xwedêda...
Ev parkît bi lêkera "dan" çêdibe û mirov dikare bi alîkariya wê gelek peyvên nû biafirîne.

29. -dan avdan, ardan, benzîndan, biryardan, candan, dengdan, destdan, dûdan, guhdan, guldan, jehrdan, jîndan, kardan, lemdan, mafdan, maldan, nandan, paldan, rêdan, ronahîdan, ruhdan, rûdan, serdan, serlêdan, şîrdan, xwarindan, xwêdan...
Ev parkît bi alîkariya lêkera "dan" pêk tê û mirov dikare bîne dawiya gelek bêjeyan.
30. -dan(k) agirdank, avdank, barûtdank, derzîdank, çaydank, fişekdank, findank (mûm dank), guhdank (ahîze), hêkdank, îsotdank, kevçîdank, kildank, masîdank (akvaryum) mîz dank (kodika mîza), peldank, peredank (kombara), pevdank, pênûsdank, pêsîrdank (sudyen), qirşdank (sepeta ku mirov kaxez û qirşan davêjê, çöpsepeti), şekirdank, tilîdank (guşpan, gûzvank), xanedan, xwelîdank, xwê-dank...
Di zimanê axaftinê de tîpa "k" ketiye û wek "dan" tê gotin. Dank, wateya cîyê biçûk ku mirov tiştek dike navê. Ji dagirtinê tê.
31. -dar abrûdar (bi şeref), ahengdar, agahdar, aladar (bayrakdar), armanedar, avdar, axûdar, (bi jehr), azîmdar, badar (bawîbûn), baldar, bedar
(feqîr, nedar), behîdar, bejndar, berhemdar, behr-dar, berhevdar, bersivdar, berxwedar, beşdar, bezdar (bi bez), bihadar, birîndar, bindar, bijûndar, biryardar, bîdar (hişyar), bîhndar, bîrdar, bîstandar, bondar, candar, cegerdar (bi ce-saret), cejndar, celebdar, çekdar, çêjdar, çildar, daxîdar, defterdar, demandar, dersdar, desthilat-dar, dengdar, deyndar, dezgehdar (xwedî kar), dildar, dimîdar, diravdar, dîdar, dîldar (koledar), dîndar, dîzdar, domdar, dozdar, dudar (dema lêkera borî), dukandar, dundar, emekdar, eleqe-dar, eqildar, erkdar, evîndar, ezîmdar, fehldar, fer-mandar, fêmdar, fikirdar, fîrazdar, gazindar, gencînedar, geşedar, gilîdar, giramîdar (muhterem), girdar, giyandar, (giyanewe), goşdar (bi goşt), gotindar, goşedar, guhandar (memeli), guhdar, guhnedar, gumandar, guldar, haydar, heqdar, hevdar (hevbeş), hestdar, hewcedar, hêvîdar, hêzdar, hingivdar, hişdar, hîmdar, hîndar, hîsedar, hukim-dar, intdar, jandar, jehrdar, jîndar, kardar, karxa-nedar, kasedar, kendar (mîzahî), keremdar, kezîdar, kêfdar, kindar, kirêdar, kirdar, kirîdar, kîndar, koledar, komekdar, kovandar, kujdar, le-kedar, lezetdar, lênûsdar (defterdar), maldar, mafdar, manîdar, merezdar, metirsîdar, mezdar, mêldar, mêvandar, mêwedar, mildar, mijokdar, minetdar, mizdar (şîrîntirş), mizgîndar (mîsyoner), mulk
dar, namîdar, nandar, navdar, na/.dar, nedar (feqîr), netndar (şil), nêredar (kontrolor), nimûnedar, nijdar (bijûndar), nirxdar, nîgehdar, nîşandar, nobedar, nojdar, oldar, pakdar, paldar, patdar (ortak), paydar (domdar), payedar, perde-dar, peredar, perendar, pesindar, peyvdar, pêdar (sebat), pêldar, pêdar (şahlanma), pêşdar (pêşeng), piş(t)dar, pişkdar, pîjindar (şivît), pîldar (falavêj), pîtdar, pûldar, qerzdar (deyndar), qewildar, qulix-dar, ramandar, rayedar (xwedîyê dîtin), razdar (qeyde), rexdar, rexnedar, rewişdar, rezdar, redar, rêzdar, riftdar, rikdar, rimildar, rojdar, rondar, rûndar (bi rûn), selahîyetdar, serdar, sermayedar, serfermandar, semînerdar, serîdar, serxwedar, sirmedar, sîdar, soredar, sozdar, sudar, sûcdar, spasdar, surdar (bi heycan), şanedar, şaxdar, şekirdar, şerdar, şermedar, şetdar, şêdar (şil), şêwirdar, şêndar, şikdar, şikirdar, şîndar, şîridar, tahmdar, temsîldar, tekerdar, terefdar, terşdar (xwedî pez), tevnedar, têkildar, tirsdar, tîndar, tobedar, tuwandar, ulimdar, vîndar, wanedar (dersdar), wefadar, xaldar, xawêndar (bi şeref), xeberdar, xedar, xerîdar, xêrdar, xirêdar, xiznedar, xwîndar, watedar, wefadar, weznedar, wezîfedar, wênedar, wurşedar, zemîndar, zengildar (saeta bi zîl), zêdedar, zilindar, zîpdar, zîyandar, zordar, zordarî...

Parkîta "dar" di wateyên xwedî wezîfe, mal, kar, berpirsîyar, hukim û nav û deng de tê bika-ranîn. Parkîta "dar" bêtir bi kar hatîye. Li gor de-veran sê parkîtên ku bêtir tên bikaranîn: "dar, "kar" û "van" tên têkil kirin û carnan bi şaşî tên bi karanîn.
32. -de balinde, bexşînde, dirinde (wehşî), dîyarde(olgu), firinde, gerînenede, gewende, girîde, kirde, kurdende, mayînde, qûnde, serde, şande (mîsyoner), xwende, zende....
Ev parkît rewş, taybetî û reng dide dîyar û ze-lalkirin.
33. -dek bindek, girdek (tîpên mezin), hûrdek (tîpên biçûk), nîşandek (îşaret), serdek... Parkîta rewş dîyarkirin û rengdêrîyê ye.
34 -der bader (tornavîda), bender, derbeder, bexjînder, beder, birader, hewleder, jander, jêder, mader, makder, navder, rader, rasteder, şevder, zêder (zayende)...
Rewş û posîzyonê dide dîyarkirin. Carnan wateya xwe ji lêkera "derketin" jî digire.

35. -dêr afirandêr, avdêr (sulamaci), berhemdêr, berxwedêr, bonodêr, çavdêr (nêrevan), çekdêr (bononêr), dengdêr (tîpên bi deng), deyndêr (ala-cakli), fermandêr, guhdêr, hevgirdêr (tomarker), kardêr (patron), kirêdêr (kiralik), mast(d)êr, navdêr (isim), polîçedêr, rengdêr (sifat), serhildêr, şehnedêr, şevdêr, xwepêşandêr, ....
Di wateyên berpirsîyar, wezîfedar, çêkir û xwedî de tê bikaranîn. Ev parkît bêtir di zimanê nivîskî de tê bikaranîn û bi giranî û piranî bi soranî ye. Di van salên dawiyê de her ku diçe parkîta "dêr" bêtir tê bikaranîn û bi taybetî jî, ji bo bêjeyên nû pêwîstî bi vê parkîtê heye.
36. -dirû cildirû, çermdirû, genimdirû, kinc-dirû, paldirû, soldirû...
Parkîteke lêkerî ye û ji lêkera dirûn tê. Cî û. warê bikaranîna wê gelek teng e.
37. -dîn guldîn, kadîn, Mêrdîn, paşedîn, şemdîn, sêvdîn, şevdîn, tacdîn...
Parkîta "dîn" ji lêkera dîtinê tê û ev parkît weha ne zêde bi berhemdar û kêrhatî ye.
38. - doş çêlekdoş, gadoş (sermezin), gundîdoş, mangedoş, mirovdoş (kedxwar), mîhdoş, pezdoş,..
Ev parkît ji lêkera dotinê te.Di wateyên kelk, kar û zarpêkirinê de tê bikaranîn.
39. -doz çewaldoz, kînedoz, palandoz, pînedoz,
soldoz
Parkîteke dîrokî û kevn e. Ji "dirûz" tê û bigu-heztinê re bûye "doz". Rastiya wê çewaldirûz, pînedirûz û soldirûz e. Lê dîsan jî divê mirov vê parkîta kurdî biparêze; dibe ku di pêş de, ev bi kar bê û ji bo hinek bêjeyên din jî bê bikaranîn.
40. -e bêje, beze, bijarte, bineke, dermale, fîroke, gewre, keske, kirde, kûre, sereke, sore, xwende...
Ev parkît zêde ne dewlemend e, bi sînor e û rewş û têviliyan dide dîyarkirin.
41. ek/eke badek, bendek, bizdonek, çilek, destek, dehek, fîsek, fişek, fortek, gîhanek, hûrek, kevanek, komek, kotek, kulek, kurtek, mizdanek, nefsek, newêrek, nîşandek, paçek, parsek, perdek, pêçek, piştek, qeşmerek, qumatek, qûnek, qulek, rastek (dîrek), rawek (xuya), serek, şanek, şeşek, tirsonek, tirek, virek, zirek, zîrek...
Ev parkît rewş, hejmar û taybetiya kes û tiştan dide dîyarkirin.

42. -ende berfende (aşîd), dirinde (rastî dirende ye), gerînende, gewende, gewzende, navende (tîpa "e" ji ketiye û bûye navend), nivîsende (katip), şermende (şermok), parakende, pergende, zayende tîpa "e" ji dawiyê ketiye û zayend maye...
Taybetmendiyê dide dîyarkirin.

43. -eng bîşeng, çeleng, erjeng (felaket), leheng, peleseng, pêşeng, pirşeng, porşeng, xeleng, xo- şeng…
Mirov dikare bêje ku ev parkîta xweşikbûn û pesndariyê ye.
44. -er bîner, bû(y)er, dever, firoşer koçer, kujer, koser, lêker, nûner, parêzer, têkoşer...
Yê/ya ku dike an bi alîkariya wî/wê dibe û pêk tê. Di zimanê nivîskî e her ku diçe bêtir tê bika-ranîn.
45. -erok çilerok, naverok...
Kesî heta niha behsa vê parkîtê nekiriye.
46. -ev rojev...
Ez nikaribûm ji vê parkîta nû re nimûneya duyem bibînim. Li ser çi prensîpî ev parkît hatiye afirandin kes nizane. Ez texmîn dikim ku orjînala vê parkîtê ”-hev” û ji bo ku tîpa ”j” û ”h” hatine kêleka hev, tîpa ”h” ketiye û bûye ”-ev”. Wek: bahev, berhev, binhev, cemhev, gelhev, paşhev, pêşhev, serhev, tevhev...

47. -ê bizinê, bûkê, cîranê, çêlekê, dayê, deryayê, jinê, keçê, malê, mamosteyê, piştê, metê, xwişkê...
Mirov dikare bi vî awayî tîpa "ê" bîne dawiya gelek navdêrên mê. Ev ji bo hîtabkirina navdêrên mê û tewangê tê bikaranîn. Ji bo hîtabkirina navdêrên nêr jî tîpa "o" tên dawiya bêjeyan. Wek: nêriyo, zavayo, gayo, kuro, mamosteyo, mamo...
Lê, di rewşa gelehejmar de parkîta "e' dibe "no." an jî dibe "ino." Ev him ji bo zayenda nêr û him jî ji bo ya mê derbas dibe. Wek: bizino, bûkno, cîrano...
Dema bêjeyeke cara pêşî parkîta "ik" bigire û cara duyem jî parkîta "ê" bê paş wê, bêjeya nû vê carê vê forma han digire. bejnziravikê, çelengê, dayikê, dilovanike, jinikê, kinikê, pîsikê, rindikê, xwişkê....
Hinek nivîskar ji vê rewşê re parkîta - ikê/kê dibêjin ku ev ne rast e. Ev ne parkîteke bi serê xwe ye, du parkît li pey hev tên. Mînak: Bêjeya "kin" cara pêşî parkîta "'ik" digire û dibe "kinik." Cara duyem parkîta "ê' digire û dibe " kinikê."
Di kurdî de bêjeyek dikare çend parkîtan li dû
hev bigire. Wek: dukan+dar+î, zan+a+tî, bajar
+van+tî, şi+van+î, nîştîman+perwer+î

48. -êr dilêr (qehreman), hilbijêr (seçmen),
kûnêr, panêr, serhildêr, şilêr, venêr, weşînêr
Yê/ya ku aktîv û lê dinêre, pê mijûl e. Ev parkît ji soranî hatiye nav kurmanci. Di van salên dawî de her ku diçe di zimanê nivîskî yê kurmancî de jî bêtir tê bikaranîn.
49. -firîn çûkfirîn, dilfirîn, hevfirîn, kevokfirîn,
kotelfirîn, kurtefirîn, kevirfirîn (mencenîq), nefsfirîn, serfirîn, tirsfirîn, xwefirîn...
Ev bi alîkariya lêkera "firîn" pêk tê. Mirov bi vê parkît û metodê dikare gelek bêjeyên nû biafirîne.

heci is offline  
Eski 08-01-2007, 03:11 PM   #4 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: Feb 2006
Mesaj: 1,337
Üye No: 494
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 6143
Rep Puaný : 613947
Rep Derecesi
heci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond repute
Varsayýlan


50. -firoş ardfiroş, avfiroş, bavfiroş, belafiroş, birafiroş, cilfiroş, dêfiroş, dewfiroş, eşîrfiroş, genimfiroş, goştfiroş, gulfiroş, hirîfiroş, jinfiroş, keçfiroş, kibrîtfiroş, kurdfiroş, malfiroş, makînefiroş, mastfiroş, meyfiroş, mirovfiroş, nanfiroş, nazfiroş, perçefiroş, pirtûkfiroş, pincarfiroş, rûnfiroş, şekirfiroş, şerfi roş, şîrfiroş, xanîfiroş, xwefiroş, xwînfiroş, welatfiroş, zembîlfiroş...
Tiştên ku bi gotina "firotin" ve girêdayî be, mirov dikare bi vê parkîta "firoş" bêjeyên nû çêbike. Parkîteke lêkerî ye.

51. –gal çangal, pergal, şengal, tengal... Rewş û form dide dîyarkirin.
52. -gan axpîngan, bargan, bazirgan, lalîgan, rûngan (tucarê rûn), xaçirgan...
Yê ku bi kar ve mijûl e, bêjeya pîşeyî diafirîne. Ev parkît hewqas ne kêrhatî ye û mirov nikare ji bo nimûne çend gotinên din jî bibîne.
53. -gar amojgar, jengar, pingar, rojgar, sazgar, parêzgar, yadîgar...
Di wateya kombûn, zanîn û pêşkêşkirinê de tê bikaranîn.
54. -gaz belengaz, gerdengaz...
Ev parkît di wateya perîşanî û pakiyê de tê bi-karanîn û zêde ne bi ber û bereket e.
55.-geh amojgeh, aramgeh, asêgeh(barîkat, mewzî), azmûngeh, balafîrgeh, balgeh, baregeh (karargeh, bas) bergeh, bingeh, bihingeh(mesîre), borangeh (cîyê kevokan), civangeh, cîgeh, çargeh (meqamê muzîkê), çêregeh, (malîkxane, çiftlik), dadgeh, dangeh, danîşgeh, darêjgeh, dengeh, dergeh, destegeh (tersxane), dezgeh, dirûngeh, dîtingeh, dûrgeh, êwirgeh (barinak),
fêrgeh, firoşgeh, gorîngeh (di perestgehê de ser dihat jêkirin), havîngeh, hêjageh (hedefa askeri), îbadetgeh, îstegeh, îzgeh, jîngeh(ekolojî), kargeh, kevnargeh, kêlangeh, kiblegeh, kungeh, lengergeh (iskele), leşkergeh, lewergeh, lîstikgeh, lîzgeh(ji lîzê), mêrgeh, mêtîngeh, mijûlgeh, nexweşgeh, nêrîngeh(fokos), nimêjgeh, nimînegeh, nivîsgeh (buro), nivîswergeh, pageh(garaj), palgeh (koltuk), pangeh(garaj), pazendgeh, perestgeh, perwerdegeh(talimgeh), peymangeh, pêgeh (rewş), pêşangeh, pirsgeh, pîrozgeh, qedemgeh, qerargeh, rawestgeh, rewangeh, rûniştgeh, rûxistgeh, safgeh (aritma), sazgeh, sefgeh, sergom-geh, seyrangeh, sêgeh(meqamê muzîkê), sêzgeh, strîngeh, şargeh, şergeh, tavgeh, tarawgeh, têşgeh, tomargeh, vehesîngeh, venişgeh(menzîl), wargeh, xwaringeh(mutfak), xwendegeh, yarîgeh(stad yum), zanîngeh, ziyaretgeh...
Di wateya cî û war de tê bikaranîn û parkîteke ku cîyê karanîna wê gelek fireh û bi ber e.
Kamran Bedirxan di pirûka xwe ya "Rêzimana Kurdî" de, bi hejmara 21 û. bi navê sernivîsa guhêrkerên din yên paşdanî de bi navê "gah" jî parkîtê hejmartiye û ji bo wê jî mînaka "xwende-gah" daye. Bi rastî bi navê "gah" parkîtê bi serê xwe nîne. Ew ne "gah" e "geh" e û mînak jî dibe "xwendegeh."

56. -gele hergele, pergele, sengele, şêrgele... Rewşeke negatîv dide dîyarkirin.
57. -ger bager, banger, bazîger(lîstikvan), bêrgeh (bêrîgeh), cadûger, çavlêger, çayger, dadger (hakim), dager, dermanger(eczaci), dolabger, dozger(savci), efsûnger, gewzeger(sefîh), govend-ger, hesinger, karger, karîger, kirîger (alici), lêkolînger, mertalger, meyger, mêtînger, misoger, neşteger (cerah), pager(devriye), parêzger, peyger, pêger(nesne), rêger, rojnameger, semager, senger, sêlikger(gramafon), sifirger, şanoger, şerbetger, şevger, şevlêger, şîrger, şoreşger, tevger, werger, zêrînger(mucevherci)...
Dîsa piraniya gramernivîsên kurdî, dinivîsin ku bi navê "girîn" jî parkîteke kurdî heye û ji bo vê jî mînakên weha didin: "Çixirgerîn, şopgerîn, çavgerîn" û hwd. Ev jî ne rast û durust e. Wek ku xuya ye, ev bêjeyên han bêjeyên hevdudanî ne. Ji bêjeyên "şop" û "gerin" pêkhatine û li derî babeta parkîtan e. Bêjeyeke hevdudanî ye.
58. -gêr bankgêr(bankacî), bingêr, çapgêr, dagêr, makînegêr, mangêr, saloxgêr(istihbaratçi), sergêr, wergêr(çevirmen), werzgêr, xwegêr...

Ev parkît di zaravayê me yê soranî de bêtir tê bi kar anîn. Di van salên dawî de hêdî hêdî dikeve nav zaravayê kurmancî yê nivîskî jî. Di wateya yê/ ya ku dike û digire de tê bikaranîn.
59. -gir/gîr ahengir, amadegîr, alîgir, arşîvgir, avgîr(bataklik, sunger), bacgir(xercgir, tehsîldar), balafirgir(keştiyên ku balafiran digirin), bargir (savunma), bargîr, bergir(ewlekar), bertîlgir, bigir (alici), bonogir, cangîr, cîgir(yedek), cîhangîr, çepgir(solcu), çekgir, çeşnîgir, dadgir(hakîm), dagir, demîngir(alişik), dengir(cîhazê ku deng digire), destgir, destegîr, dewletgîr(devletçî), dilgîr, dîyarîgir, giramgir(hurmetkar), dugir, gulaşgîr, hevgir, girsegir, herêmgir, herîgir, jengir, kefgîr, kewgîr, koçegîr(sîlahşor), kungir, layangir, libgir, masîgir, mayîngir (makînên mayînan), mîratgir, mûçegir(maeşgri), layangir, lexgîr(enerjîk), nangîr, pargir(xwedî hîse), paşgir, pelgir, pergîr, pêjingir(duyarli), pêşgîr, piştgir, pîşkegîr (partîzan), polîçegir, qedirgir, rast-gir (sagci), rexnegir, rêgir, saltgîr(kirdeya aktîv), şîşîgir, şêrgîr, tagir, wergir(alici), wênegir( aletên ku resim digirin), xelatgir, xercgir, xewgîr, xûgir (demîngir), xûgîgir...
Ev parkît ji lêkera "girtin" tê û di zimanê nivîskî de her ku diçe bêtir tê bikaranîn. Di kur-mancî de ev parkît bêtir wek "gir" û di soranî de jî wek "gîr" tê bi kar anîn.
60. -gîn bugîn(nesne), cûgîn (olgu), dengîn,
dezgîn (dizgin), dingîn, dîyargîn(sifat), fêrgîn,
gulgîn, hevgîn, lezgîn, mizgîn, navgîn, paşgîn
pergîn(pêşwazî), pêşgîn, sergîn, şevgîn, şingîn,
xwazgîn, xemgîn...
Ev parkît, pêgirêdayî, hezkirin û rewşê dide dîyar kirin.
61. -go derewgo, pirgo, qenego, rastgo, xweşgo.
"Go", kurtkirina "gotin"ê ye. Bi forma dirêjî jî
tê gotin. Wek: Pirgot, rastgot, xweşgot..
62. -guhêz denguhêz, nûçeguhez(muhabîr), xe-
berguhêz(fesad), wêneguhêz...
Ji gotina "guhertin," tê û peyvên nûjen çêdike. Di zimanê teknîkê de bêtir tê bikaranîn.
63. -gûn algûn(pembeyê tarî), argûn (ji agir),
avgûn(şînê asmanî), pargûn(coya biçûk ku li der-
dora konê tê kolan), piştgûn(dûr), şîgûn(genimê
avî)...
Celadet Bedirxan û Rizgar Baran, parkîta "gûn" wek ' gon bikaranîne. Ev parkîta han di za-ravayê dimilî de jî heye. (Celadet Bedirxan- Roger Lescot Kurtçe Gramerî rûpel 287, Rizgar Baran, Uygulamali Kûrtçe Dersleri- Dersên Kurdî rûpel 332 binêrin.)
64. -heng aheng, çel(h)eng, ferheng, leheng, pêş(h)eng, serheng, şevaheng...
Parkîta "heng" wateya spehî, jêhatî û serûberiyê dide bêjeyê.
65 -hev bahev, berhev, binhev, cemhev, gelhev, paşhev, pêşhev, serhev, tevhev, tevlihev, têkilhev.
Di wateya kombûn, rêzbûn û zêdebûnê de tê bi karanîn.
66. -hingêv kevkanokhingêv, şûrhingêv (sîlehşor), rimhingêv, tifinghingêv, tîr-hingêv....
Di wateya hoste û lêdanê de tê bikaranîn û ev
parkît di zimanê me de gelek kêm e.
67. -ik bendik, birçik, bozik, çavik, çirik, darik,
dasik, dilik, jinik, gewrik, gloverik, keçik, kinik,
kumik, kurik, lawik, mêrik, pîsik, pirçik, rindik,
reşik, sorik, virik, xweşik, zerik...
Di wateya spehî û biçûkbûnê de tê bikaranîn,
Selîm Biçûk bi parkîta "ik" re ya "çik" jî nivîsandiye û ji bo vê jî, vê mînakê daye: Rêçik, derçik. Min " derçik" fêm nekir ka mebesta wî çi ye. Lê rêçik ne rast e. Ji ber ku kok "rêç" e û parkît jî "ik" e. (Selîm Biçûk Rêzimanê Kurdî rûpel 68.)
Ev parkîteke bi ber û dewlemend e, mirov dikare bi ve parkîtê bi hezaran gotin biafrîne. Ji bo hezkirin, biçûkdîtin, pîskirin belengazî, xizanî, nêzîktî û ciwantiyê tê bikaranîn.
68. -inde gerî(ne)nde, keçinde(ji bo kesî ku keça wî/wê tune be, tê gotin ), korinde, kujinde, kurdinde, mayinde, warinde, za(y)inde....
Parkîta "inde" di wateyên mayîn, tunebûn û girêdayî de tê bikaranîn.
69 -ing aring(nexweşiyeke pez û wateya xwe ji ar digire), awing(şebnem, avî), bersing, bêjing, daring, deling, garing, hevling, hevring, kaşing, kuling, paring, paşing, piling, quling, rejing (çirika avê), reving, rojing(ji rojê tê. yanî pence-re), saring, sering, siping(yemek otu), sizing, soring, şijing(sifnik, melkis), tifîng, ziring, ziving (ji zivistanê tê)...
Di wateya wekhev, dişibe hev, nêzîkî hev de tê bikaranîn.
70. -istan Afganistan, Arabistan, Bulgaristan, beristan, bihuşistan, bîyanistan, Çaçanistan, çîrok-istan, çolistan, daristan, dibistan, diristan, dilistan, dojehistan, Ermenistan, germistan, goristan, gulis-tan, guristan(cî û welatê diz û talanê), Gurcis-tan, Halistan(li Kurdistanê herêmek), Hîndistan, îngilistan, kafiristan, karistan, Kazakistan, kewis-tan, Kirgisiztan, Kurdistan, Kuzistan, Loristan, Macaristan, Mogolistan, meyistan(cîyê xwarin û vexwarinê), muristan, Pakistan, qûmistan, rovis-tan(cî û welatê delevêre, dek û dolaban), şaristan, şevistan, şênistan (cîyê şên û xweş), taris-tan, Tacikistan...
Partkîta "istan” bi gelemperî ji bo cî û welat tê bi kar anîn, carnan ji bo rewşê jî dibe. Wek "şevistan, meyistan" û "şênistan...." Ev parkît gelek bi berhemdar û kêrhatî ye û her ku diçe di zimanê nivîskî de cîyê xwe digire.
71. -î aramî, Amedî, aştî, avî, bajarî, bankgêrî (bankacilik), başî, bejî, berpirsyarî, bihuştî (cennetî), bindarî, birdî, Dihokî, dojebi, çavî, çêkirî, dîtî, ezîzokî(kubar), girtî, gohtî, gundî, hişmendî, kurdî, laşparêzî(parastina laş, vucudê), Mêrdînî, nezanî, nojdarî(selametî), paşdanî, patî, tawî, serfîrazî, rizgarkirî, şandî (qasid), şarmendî
şaristanî, şewitî, şikestî, talanî, terasî, tolazî, vekirî, Wanî, xerabî, xwînî, xwendî...
Parkîta "î" rewş û cîwazbûnê dide dîyarkirin. Ev parkît jî bêhejmar e. Mirov dikare bi alîkariya vê parkîtê bi hezaran bêjeyên nû çêbike. Di derbarê parkîta "î" de, li pirtûka Feqî Huseyn Sagniç "Rêzimanê Kurdî" rûpel 56-57 binêrin, ka çi tevlihevî û şaşî hene. Dîsa Feqî Huseyn parkît ku navê "qertaf' lê kiriye; bêje, bêjeyên hevdudanî û formê neyînî tevlihev kiriye. Li heman pirtûkê rûpel 90 ku bi sernavê "Rengdêrên Hevedudanî" binêrin. Celadet û gelek gramernivîsên kurd, dinivîsin ku bi navê "ahî” parkîtekê heye û ji bo vê jî mînakên wek agahî, bilindahî, kûrahî, dirêjahî, germahî mezinahî û hwd. didin. Ev jî ne rast e. Ji ber ku parkît -"î" ye û dema parkîta "î” tê dawiyê, tîpa "h" dikeve navbera herdu dengdêran. Heger em li van mînakan binêrin, rastî weha ye: "agaî, avaî, bilindaî” ne. Dikare di şûna tîpa ”h” de tîpa ”y” jî bikeve navberê. Lê divê mirov ji bîr neke ku hemû parkîtên ”î” ne di heman wateyê de ne.
72. -în agirîn, avîn, axîn, bingehîn, birgîn, bengîn, berfîn, cawîn, darîn, dawîn, derewîn, dilîn, dozîn (içgudu), faraşîn, genimîn, gulîn,
gurmîn, hesinîn, jêrîn, jorîn, malîn, keçîn, kevîn, kevirîn, kesîn, kurîn, mizgîn, nalîn, navîn, parîn, paşîn, perçîn, pêşîn, rengîn, rojîn, şermîn, şevîn, tavîn, tevîn, vekolîn, xemlîn, xwemalîn, yarîn, zerîn, zêrîn, zîvîn....
Parkîta "în” bêtir rewş û cî dide dîyarkirin. Bi vê parkîtê mirov dikare gelek bêjeyên nû çêbike.
73. -îne çarîne, kulîne, kurdîne...
Tê wateya wek û dişibe wî/wê. Di zaravayên dimilkî û soranî de jî ev parkît heye.
74. -înok gerînok, şaneşînok, xapînok...
Di wateyên fen û filbaziyê de tê bikaranîn.
75. -jen arjen, avjen, bajen(perwane), bilûrjen, bûjen(malzeme), devjen, diljen, gotinjen, heste-jen, hirîjen, kemanjen, kevanjen(du wateyê vê gotinê hene: Yek ya ku kevanê pembû dijene û yê duyem jî tîr davêje.), livajen, muzîkjen, nûjen, pembûjen, rojen, tembûrjen, xeberjen, zurnejen... Parkîteke lêkerî ye û ji lêkera "jenîn" çêbûye.
76. jimêr demjitnêr(saet), dilopjimêr(enjek-sîyon), geljimêr(geljimar), katjimêr(bi soranî saet), pirjimêr, yekjimêr..
Ev parkît ji lekera "jimartin" tê. Di kurdiya nûjen de roleke pozîtiv dilîze û her ku diçe bêtir tê bika-ranîn.
77. -kar afirankar, alîkar, amadekar, amojkar (şêwirmend), aşîkar, avakar, berkar(nesne), ber-hevkar, bestekar, bexişkar, bêrêzkar, binekar, bi-zavkar, cirîtkar, canfedakar, cotkar, cudakar, da-wedcar, daxwazkar, destkar, destekar, dirûnkar, dîdarkar, efsûnkar, efûkar, ewlekar, êrîşbaz, êrîşkar, êşkencekar, fedekar, fedîkar, fersendkar, fitnekar, gevizkar, guherînkar, gunehkar, helwestkar, hevtawankar, hevkar, hewezkar, hişimkar, hişmetkar, hîcîzkar, hîlekar, hînkar, hîndekar, hunkar, hurmedcar, îhanetkar, îcatkar, înatkar, îqnekar, îsyankar, îtaetkar, îtîrafkar, koşkar, kedkar, lavekar, mehfiirkar, merdekar, mirzkar, mirêkar, mînetkar, mînekar, navberkar, nivîskar, mêtîngehkar, navenkarj nazkar, nebekar, nebûkar(îtîra£kar), nexmekar, nexjkar, nimînekar, nîvkar, nîvekar(ortak), nîyazkar, parêzkar, perwerdekar, pêjinkar, pêkar, pêşkar, pîşekar, pîşkar(kirde), qebhetkar, qencîkar, rehekar, riyakar, rizgarkar, rozîkar, sarkar, sazkar, sazûmankar, sazişkar, sekar, serkar, (rektor), serfkar(tûketici), sextekar, sînemakar, stemkar, sozkar, şabkar, şakar, şankar,
şatafatkar, şenkar, şermîkar, şînazkar, şîretkar, şîwekar, şuxilkar, şûmîkar, tawankar, talankar, te-lebkar, temaşekar, tevkar, tetbîqkar, timakar, tir-skar, vankar, werzişkar xapînkar(xapînok), xilas-kar, xudkar, xwekar(automat), xwendekar (telebe), xizmetkar, wêrankar, zînakar, zulimkar.... Mirov dikare bêje ev parkîteke pîşeyî ye. Yê/ya ku aktîv e û karekî an tiştekî dike. Parkîta "kar" di kurdî de yek ji wan e ku herî zêde tê bikaranîn. Ev di kurdiya kevn û ya nû de jî weha ye.
78. -ker avaker, avjenker, banker(telal), belav-ker, berlêker, bêtirker, biçûker, boyaxker, cûmker, çavlêker(taqlîtçî), çewtîker (bi qabhat), çeyîker, çêker, dagîrker, darêjker, dehker, dengberzker (amplîfîkator), de-rewker, dilreşker, dilxweşker, dirançêker, diranker, dirûnker, diyarker, elektîker, falker, feneker(fenekqurnaz), fîlmçêker, fîşker, germker(radyator), gezker, gilîker, guherker, havilker(çareger), helawker, helawçêker, hesinker, hîleker, hînker, hoker, karker, keremker, kêmker, korsker, kurtan-ker, kûzeker, lavaker, lêker, lêbarker(isnad), leşker, losker, meraqker, mesrefker, mezinker, mijoker, mirarker, mîzker, nimêjker, nivişker, paqijker, pareker, parker, parsker, pêdeker, pêjinker (hesas), peyker, pêşker, pirsker, piçûker, pîneker,

pîşker, poşeker, qencîker, qiseker, raker, rastker, rawker, rizgarker, rîpoker, sabûnker, sarker, sefar-ker, simker, spîker, sohbetker, solker, şerker, şermker, şiroveker, şîretker, şorker, şuxilker, şûkar, şûmîker, tamîrker, talanker, tevineker, tehdeker, temamker, tewanker, têrker, tinazker, tomarker, virker, wêranker, xerabker, xebatker, xelasker, xêrker, xîjîker, xurtker, yarîker, zarker(teqlîdçî), zêrker, zîvker, zorker, zûreker.
Parkîtên "ker" û "kar" gelek nêzîkî hev in. Heta li hinek deveran di şûna "kar" de "ker" û li hinek deverên din jî di şûna "ker" de "kar" bikar tînin. Herdu weha nêzîkî hev in ku carnan mirov nikare bêje kîjan ji wan rast e. Parkîta "ker" jî wek ya "kar" aktîviyê dide dîyarkirin. Parkita "ker" bingehî xwe bêtir ji lêkera "kirin" digire. Yanî ew kesî ku vî an jî wî tiştî dike. Mûrad Ciwan di şûna parkîta "ker" de parkîta "kir" bikaranîye. Rast e ev parkît ji lêkeran "kirin" tê lê bi hezar salan e ku wek "kar" tê bikaranîn û di nav gel de rûniştîye. Reşo Zîlan gotinên wek "karkir, şuxulkir" û hwd di wateya "bikêrhatî" de bikaraniye. Ez termînolojiya Reşo Zîlan rast û durist dibînim.
79. -kêş afîyonkêş, aramkêş, avkêş(hortum), axînkêş, azabkêş, bakêş (havalandirma), balkêş,
barkêş, berkêş, bêrikêş(kurekçi), binkêş, cefakêş, cezakêş, cixarekeş, çaqokêş, darkêş, demkêş, derdkêş, destekêş, destkêş, dênkêş, dilkêş, dozkêş, dûkêş, esrarkêş, eskerkêş, firçekêş, fotokêş, gankêş, govetidkêş, gunahkêş, hevkêş(mûadele), hev-sarkêş, hewakêş(ventîlator), kakêş, karkêş, kêrkêş, kêlindîkêş (tirpanci), kilkêş, kînkêş, kulkêş, makêş, mîxkêş, mîzkeş, neqişkêş (desînator), nexşekêş, nîgarkêş, otokêş, pênûskêş, qayişkêş, qelemkêş, qelûnkêş, pêşkêş, piştîkêş, mistkeş, renekeş, rêkêş, rikêş, serkeş, serinckêş, sivîlkêş, şûrkêş, takêş, wênekêş, xemkêş, xencerkêş, xedceş, xeyalkêş, xîretkêş, xofkêş, xweşkêş, zehmetkêş...
Ev parkît ji lêkera "kêşandin" tê. Parkîtên "keş" û "kêş" jî wek yên "gir" û "gîr" li gor herêm û zaravayan tê guhertin. Li hinek herêmên kurmancî "keş" û li binek herêman jî "kêş" dibêjin. Giraniya zimanê nivîskî li ser parkîta. "keş" e.
80. -kî badînkî, badkî, bajarkî, berfiradkî, devkî, dimbilkî, eşîrkî, gundkî, jinkî, kurdkî, licêkî, mêrkî, mahmûdkî, niviskî, pêxemberkî, qeşmerkî, sorankî, şêtkî, tirkî, Serhedkî...
Ev parkît rewş û şibandinê dide dîyarkirin. Parkîteke gelek bi ber û kêrhatî ye. Mirov dikare wê bîne dawiya gelek bêjeyî û bêjeyên nû

biafîrîne. Li hinek ciyan di şûna ”-kî” de " –kanî” jî bi kartînin. Wek: jinkanî, keçkanî, lawkanî, mêrkanî, pêxemberkanî... Ev parkîta "kanî" di za-ravayê dimilî de jî tê bi karanîn. Dîsa di şûna parkîta "ki” de "carnan parkîta "wari' jî bikartînin. Wek kurdewarî, şêrewarî ûhwd.
81. -koj darkoj, hestîkoj, kundirkoj, nankoj,
qûnkoj...
Ev parkît ji lêkera "kojandin" tê û ne gelek bi-karhatî ye. Wateyeke wê ya gelek negatîv heye û di zimanê argo de tê bikaranîn.
82. -kok delal(k)ok, jinkok, keçkok, meşkok,
reşkok, xweşkok...
Parkîta biçûkbûn û xweşikbûnê ye. Mirov dikare bi vê metodê gelek bêjeyên nû çêbike.
83. -kuj agirkuj (îtfaye), birakuj, dengkuj
(aletê ku dengê sîlah kêm dike), evînkuj, hişkuj,
hevkuj, hêzkuj, jinkuj, karwankuj, komelkuj
(qetlîam), kurdkuj, mirovkuj, mêrkûj, mêşkuj,
otomobîlkuj, reşekuj, xewnkuj, xwekuj, zarokuj...
Ji lêkera "kuştin" tê. Ji bo afrandina bêjeyên nû parkîteke gelek kêrhatî û berhemdar e.

84. -kut bankut, dankut, darkut, goşkut, ling-kut, meykut, mîrkut, pîkut, serkut, sîrkut, şekirkut...
Parkîteke lêkerî ye û ji lêkera "kutandin" tê û bêjeyên nû diafirîne.
85. -le pîkole, tirole, zirtole...
Ew parkîta han rewşeke negatîv dide dîyar kirin û hewqas ne bikêrhatî ye.
86. -lîn biriqlîn, hê(k)lîn, xwêlîn...
Di wateya ku tiştek jê çêdibe, bîhna wî/wê jê tê an jî nêzîkî wî/wê ye de tê bikaranîn.
87. -lor çilor, erdgilor, gilor, kilor, nîverdgilor, pilot, şilor...
Di wateyên gilor û berbat de tê bi karanîn. Zêde bi kar nayê.
88. -mal bermal, destmal, navmal, pêşmal, pêş-temal, sermal, xwemal, yekmal...
Di wateyên xwedî û parastinê de tê bikaranîn. Ji gotinên "mal" û "malaştin" çêdibe.
89. -man atîman, deqman, der(d)man, ferman, homan, hewreman, karman, nîştîman, loqman,
raman, sazîman, seqman, şadman, şadîman, şazeman, tekman, xoşman, xoşîman, xişman, zûman...
Di wateya huner, şeref û hêz de tê bikaranîn.
90. -mend bawermend, behremend, carmend, çîkmend, dadmend, derdimend, dermend, destûr-mend(îmtîyaz sahîbî), dewlemend, eqilmend, ercûmend, ewlemend, gormend, hêjarnend, hişmend, hizirmend, hunermend, karmend, nîyazmend, parmend, parêzmend, pîrozmend, pîşemend, rahijmend(muteşebîs), rûmetmend, sazmend, sermend, sozmend, siyamend, şakirmend, şarmend, şêwirmend, şikomend, şîretmend, taybetmend, tevmend, xoşmend, xwehermend, xweşmend, yekmend, zarmend, zormend, z