|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||||
|
BERNAV ango CÎNAV (pronom, pronoun)
Xwendevanên hêja û dilovan! min zû ve dixwest ji we re li ser vî babetê giring binivîsim, lê dîse jî ne dereng e. Ji ber ku kîjan kêlîka te rahiþt pênûsa xwe hingî dema te ye. Ez dixwazim di nav hin þiroveyên xwe de yên ziman bi taybetî li ser avakirina peyvan û hevokan (syntax) bisekinim. Min ev babet pir pêwîst û giring dît. Ji ber ku zimanê me pêdivî bi rêzimane-ke yekbûyî heye. Ez ê ji xwendevanên hêja û nirxdar re binivîsim. Lê em ê ji cûreyên peyvan (wûþe, þore, kelîme, word) dest pêbikin ta em bigihin hevokan (pevek, rist, cumle, sentence). Dema ku em dinivîsin, nayê wê watê ku em ji þaþiyan bê parin. Lê em bi hêvî ne, dema têbîniyên we li ser cûreyên peyvan û avakirina hevokan hebin, ji kerema xwe re ji me re rêbikin. Wê gavê em ê we gelekî sipas bikin û em ê bi serê hev bixin. Ziman çi ye? du wate ji ziman re hene, wata giþtî û wata taybetî. Di wata giþtî de, ziman hacêta kû mirov dikare insan , lawir û tiþtan ji hev cuda bike yan veqetîne, lê di wata xwe ya taybetî de, ziman stûna netewî ya bingehîn e. Bê ziman netewe nayê naskirin. Dema em bêjin alman, inglîz, holandî, faris, firansis, ermenî, ereb û kurd…………….. û hwd. Mirov dizane û wan nas dike ku. Alman bi zimanê almanî dizanin. Ingilîz bi zimanê ingilîzî dizanin. Holandî bi zimanê holandî dizanin. Faris bi zimanê farisî dizanin. Ermenî bi zimanê ermenî dizanin Ereb bi zimanê erebî dizanin. Kurd bi zimanê kurdî dizanin. Ji ber vê yekê ziman di nav gelan de deyardeyeke (zahire, phenomine) xwezayi ye û ti gel bê ziman nayên naskirin. Rêziman çi ye? Rêziman bingeheke tekûz kiriye, ku ziman li gor wê dimeþe û dikare li gor wê bê bikaranîn. Saskirina her zimanî li gor hin bingehan tê danîn, derveyî van bingehan, ziman tevlî hev dibe. Lewra di her zimanî de hin bingeh û rê ji wan re hatine danîn, her weha zimanê kurdî jî li gor bingeh û rêzikan tê bi karanîn, lê zimanê kurdî jî mîna zimanên cîhanê li gor pêþveçûnên civakê pêþve diçe. Bandora rêziman li ser ziman. Bi rastî bêyî rêziman ti ziman nikarin bi rengekî durust û sererast bi rê ve herin. Çawe ? dema yek rêzimana zimanê xwe nizanibe, zimanê wî ne rast tê bikaranîn û kesên li dora wî tê nagihêjin ango ber peyvên wî nakevin. Rêziman nijnandina tej û peyvan in û hûnandina peyvan û hevokan in û rastkirina nivîsandinê ye. Cûdahîya di navbera Zimanan de. Rêziman û zimanê kurdî jî mîna yên cîhanê ne. Gelek nêzîkî di navbera zimanê me û grûpên zimanên iranîyan de heye, lê gelek cûdahî dinav bera zimanê me û yên cîhanê de jî heye. Wek ku di van hevokan de tê xwiyakirin. Kurdî : min av vexwar Kiryar berkar lêker Subj. obj. Verb Ingilîzî: I drank water Kiryar lêker berkar Erebî : þerib tu al mae Lêker kiryar berkar Holadî: ik geef de bal aan hem Kiryar lêker berkar têrker. Ta bi jimarên kurdî jî ne weke yên van grûpan in. Lê wek yê indo iranîyan in, lê ne wek yên ereb û awropiyan in. Wek: Yek – du (didu) – sê (sisê) – çar – pênc – þeþ – heft – Heþt – nih –deh………………………… BERNAV an CÎNAV (pronom, pronoun) Bernav an cînav ( pronom) çi ne? Û ark û delam- etên wan çi ne? Bernav peyveke þûna nav digire û ew peyveke bigehîn e, rola bernavan di nav hevokan de gelekî giring e. Wek: Qasim xwarin xwar Wî xwarin xwar Min destê xwe hilda Þîlanê ez pêþwazî kirim Wê ez pêþwazî kirim Du celeb ji bernavan hene: a-Bernavên Tewangî (tewandî) ev in: min –te - (wî,wê)- me- we - wan b-Bernavên radêr (xweser) ev in: ez - tu – ew – em – hûn- ew Ev herdu girûpên bernavan li gor deman tên bikaranîn. Dema celebê yekem (bernavên tewangî) wek kiryaran tên bikaranîn celebê din (bernavên radêr) dikarin ji wan re bibin berkar (bireser). Her weha dema celebê din (bernavên radêr) wek kiryaran tên bikaranîn (bernavên tewangî ) jê wan re dibin berkar û bi vî rengî li gor deman tên bikaranîn. Ji ber vê yekê gereke em demên zimanê kurdî baþ zanibin. Rola bernavan gelekî giring e, ji ber ku mirov dikane bernavan di cihê navan de bikarbîne. Awayên bikaranîna bernavan. 1-Bernavên tewangî bi demên bûhêrkê re tên bi- karanîn û dikarin ji hevokan re bibin kiryar. a-Bi demên bûhêrkê re. -bi dema bûriya têdayî re. wek : min bar hilgirt te bar hilgirt ( wî, wê) bar hilgirt me bar hilgirt (bar wek yek jimar tê dîtin) we bar hilgirt wan bar hilgirt . li vir bar wek yekjimar tê bikaranîn û dema em bar wek geljimar bikarbînin divê em bêjin (me bar hilgirtin .) b-Bi dema bûriya dûdar re . wek: min sêv xwariye te sêv xwariye (wî,wê) sêv xwariye me sêv xwarine (li vir gelek sêv) we sêv xwarine (li vir gelek sêv) wan sêv xwarine (li vir gelek sêv) li vir dema me berkar (object) wek yekjimar bikar aniye me lêker jî yekjimar nivîsandiye û dema me berkar wek geljimar bikar aniye, me lêker jî wek geljimar nivîsandiye. Ji ber ku rola berkar di forma lêkerê de heye, dema hevok bi dema xwe ya bûrî be. c-Bi çîroka dema bûrî re. wek : min sêv xwaribû te sêv xwaribû (wî, wê) sêv xwaribû me sêv xwaribûn (li vir gelek sêv) we sêv xwaribûn (li vir gelek sêv) wan sêv xwaribûn (li vir gelek sêv) dema me sêv wek yekjimar bikar aniye weha me lêker jî wek yekjimar bikar aniye, lê dema me sêv wek geljimar bikar aniye, wê gavê me lêker jî wek geljimar bikar aniye ç-bi çîroka dema niha re. wek : min xwarin dixwar te xwarin dixwar (wî, wê) xwarin dixwar me gul dijmartin we gul dijmartin wan gul dijmartin ………… Bi giþtî dema em berkar (object) bi yekjimar an bi geljimar bikarbinin, gereke em lêker jî di wê formê de bikar tînin. 2-Bernavên tewangî bi dema nihokê û dema wê bê (pêþerojê) re dikarin bibin berkarên (objectên) dîrêkt wek : a-Bi dema niha re Alî min þiyar dike Mezlûm te þiyar dike Mezlûm (wî,wê) þiyar dike Ew me zane dikin. Ew we zane dikin Em wan zane dikin b-Bi dema wê bê re: Alî yê min þiyar bike Mezlûm ê te þiyar bike Mezlûm ê (wî,wê) þiyar bike Ew ê(n) me þiyar bikin Ew ê (n) we zane bikin Em ê(n) wan zane bikin 3- Bernavên tewangî dikarin bibin berkarê indîrêkt bi her demê re. Wek : Dema nihokê Alî li min dixe Alî li te dixe Alî li (wî,wê) dixe Ew li me dixe Ez li we dinerim Hesen bi wan dikene Dema wê bê (pêþerojê) Ew ê bi min þiyarbibe Nezîr ê bi te bihise Ez ê bi (wî, wê) bikenim Hûn ê(n) bi me bihisin Alî yê ji we re bibêje Osman ê ji wan re bibe piþt Demên buhêrkê Alî li min xist….xistiye …….. xistibû……...dixist… Wî li te xist…… .Xistiye……...xistibû………dixist Min li (wî,wê) xist...xistiye……xistibû……..dixist.. Heval li mr xist…xistiye………xistibû………dixist Osman li we xist...xistiye…….xistibû………dixist Xelîl li wan xist....xistiye.…….xistibû…….dixist Têbînî : dema daçek berî berkarekî tê bikaranîn, hingî ew dibe berkarê indîrêkt. Te ez kuþtim Kiryar berkarê dîrêkt lêker Ez li te dixim Kiryar berkarê îndîrêkt lêker Bernavên radêr bi lêkerên têper re (transitive) dikarin wek berkarên dîrêkt bi demên bûhêrkê re bêne bikaranîn. -Bi dema niha û dema wê bê (pêþerojê) re tim wek kiryar têne xwiyakirin. wek: Dema niha. ez Salar nas dikim tu min dixwasî ew Remo dibînin em we þiyar dikin hûn me dibînin. Ew Memo dixwazin Dema wê bê.(pêþeroj) re Ez ê Salar nasbikim Tu yê min bixwazî Ew ê Remo bibîn e Em ê we þiyar bikin Hûn ê(n) me bibînin Ew ê(n) Memo bibînin 1- Bi demên bihûrkê re. a-Bi dema bûriya têdayî re. wek: Ferhat ez gerandim. Salar tu birî na bajêr Delîl ew kuþt Delîl em þiyar kirin Me hûn jibîr kirin Alî ew gerandin b-Bi dema bûriya dûdar re. Wek: Ferhad ez gerandime Ferhat tu xwestiye Salar ew kuþtiye Alî em xwestine Me hûn birine Salar ew þiyar kirine c-Bi çîroka dema bûrî re. Wan ez þiyar kiribûm Wî tu silav kiribûyî Alî ew naskiribû Xelîl em xwestibûn Amîn hûn nas kiribûn Delîl ew dîtibûn ç-Bi Çîroka dema niha re. Wî ez þiyar dikirim Me tu silav dikirî Wan ew dixwest(in) Xelîl em nas dikirin Osman hûn daxwaz dikirin Alî ew þiyar dikirin bernavên radêr bi lêkerên têneper re (intransitive) her demê kiryar in (subject), wek: lêkerên bi wata lebatê: liv, rabûn, rûniþtin, ken, girî û qîrîn……. Mînak: bihûrtin –hatin – çûyin –rabûn rûniþtin –kenîn – girîn – liv -rev – qîrîn – gêjbûn- lîstin ……û hwd Dema Niha: Dema wê bê: Ez dibûrim Ez ê bibûrim Tu dibûrî Tu yê bibûrî Ew dibûre Ew ê bibûre Em dibûrin Em ê bibûrin Hûn dibûrin Hûn ê bibûrin Ew dibûrin Ew ê bibûrin Demên bûhêrkê: Ez hatim ez hatime ez kenîbûm Tu hatî tu hatiye tu kenîbûyî Ew hat ew hatiye ew hatibû Em hatin em hatine em hatibûn Hûn hatin hûn hatine hûn hatibûn Ew hatin ew hatine ew hatibûn Ez dikenîm Tu dikenî Ew dikenî Em dikenîn Hûn dikenîn Ew dikenîn Bi vî rengî mirov dikane lêkerên têneper bi bernavên radêr re bi hemû deman re bikar bîne û ew jî wek kiryaran têne bikaranîn. Rêzika encama bikaranîna bernavên kesok. A.Bernavên tewangî (min, te, wî-wê, me, we, wan) dikarin wek kiryar, berkar û berkarên îndîrêkt bêne bikar anîn. 1-Bernavîn tewangî dikarin mîna kiryaran bi demên bûhêrkê re bêne bikar anîn. Wek: Min name nivîsand. Te qewîtiya min pêk aniye? (Wî, wê) silav rêkiribûn. …………………………….. 2-Bernavên tewangî dikarin mîna berkarên dîrêkt bi dema niha û dema wê bê (pêþe rojê) re bêne bikar anîn. Wek: Ez wî nasdikim. Ezê wî nasbikim. Tu min dibînî. Tuyê min bibînî. Ew Me nasdikin ewê me nasbikin. ………………….. ……………………. 3-Bernavên tewangî dikarin mîna berkarên îndîrêkt bi hemî deman re bêne bikar anîn. Wek: Min bi wî re axaftin kir. Wî ji min re gotiye. Me ji bo wan nivîsandibû. Wan pesnê xwe bi te didan. Ez bi wî pir þadibim. Ewê ji min re binvîse. B-Bernavên radêr (ez, tu, ew, em, hûn, ew) dikarin wek kiryar û berkaran bêne bikar anîn. 1-Bernavên radêr dikarin wek kiryaran bi dama niha û dema wê bê re bitaybetî bi lêkerên têper re bêne bikar anîn. Wek: Ez rojê dibînim. Ezê rojê bibînim. Tu çîrokê dixwînî. Tuyê çîrokê bixwînî. Ew bavê min nasdike Ewê çîrokê bizanibe …………………….. ………………………. 2-Bernavên radêr dikarin mîna berkarên dîrêkt bi hemî demên bûhêrkê re bêne bikar anîn. Wek: Wî ez êþandim. Wan tu pêþwazîkiriye. Min ew li Fêstîvalê dîtibû. Mamoste sal çuyî ez hîndikirim. 3-Bernavên radêr dikarin mîna kiryaran bi hemî deman re, bi taybetî bi lêkerên têneper re bêne bikar anîn. Wek: Ez diçim Bajêr……………………………………. Tuyê biçî Gund…………………………………… Ew ji dûr ve hat………………………………….. Em bi wan kenîn…………………………………. Hûn bi hev re mijûlbûbûn……………………… Ew ji Amedê dihatin…………………………….. ……………………………………………….. Xwendevanên hêja ji bîrnekin, hîn jî berdewamiya bernavan heye. Ta niha me tenê li ser bernavên kesok nivîsand, lê di jimarên pêþ de em ê beþên din ji we re þirove bikin. [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ] Þeþ beþên bernavan hene û ji hev cûda dibin, ew jî ev in. a-Bernavên kesok b- Bernavê þandek (nîþndan) c-Bernavên zayend d- bernavê pevgirêk (gihanek) e- Bernavê pirsyar f- Bernavê nenas. |
|||||||||||||||
|
|
|
|
#2 (permalink) | |||||||||||
|
zor ji bo parvekirina te.....bi rasti niha dema min tuneye ..ezé bi firawan lé meze kım..u lékolin bıkım..
![]() .. dia ji zor spas heci heval...
__________________ |
|||||||||||
|
|
| Konu Araçlarý | |
| Mod Seç | |
|
|
Bir Forum sitesi
olduðumuzdan, kullanýcýlar önceden onay almadan her türlü görüþlerini yazabilmektedir.
Yazýlanlardan dolayý oluþabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanýcýlara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykýrý herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
Ýletiþim'e bildiriniz.
Mesajýnýz incelenip, kýsa bir süre içerisinde gereken müdahale yapýlacaktýr.