|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||||
|
Şêx Ehmedê Xanî di dîroka Kurd û Kurdistanê da bi nav û deng e; cîyê wî cuda ye û pir girîng e. Peywist e ku em jîyana wî hîn bibin. Lewra di derbarê pêşveçûna çand, huner, wêje û zimanê Kurdî da ev hînbûn pir girîng e.
Şêx Ehmedê Xanî di sala 1651'an de li bajarê Colemergê (Hekari) di gundê Xanî da ji dayik bûye. Navê bavê wî Îlyas e. Û gorî hin rîwayetan, ji eşîra Xanîyan e. Navê "Xanî" him navê dêya Şêx Ehmedê Xanî ye, him jî navê gund û eşîra wî ye. Divê derbarê da ne kifşe ku navê "xanî" ji ku hatîye. Li gora rîvayetan Şêx Ehmedê Xanî gellek berhem bi Kurdî nivîsandîye. Lêbelê tenê sê heb berhemên wî giştîye destê me. Navên berhemên wî ev in: "Mem û Zîn, Nûbihara Biçûkan, Eqida Îmanê." Di alîyên din da berhemên Şêx Ehmedê Xanî bi navê "Şêrên Filozofî, Yusuf û Zelîxa û pirtûkên ku di derbarên zanyarîyê da nivisandîye pirtûka wî ya astronomî û erdnîgarîyê winda ye. Şêx Ehmedê Xanî di 14 salî da dest bi nivisînê kirîye. Xanî di 14 salî da berhema xwe ya "Mem û Zînê" nivisandîye û di navbera 30 salî da vî berhemê qedandîye. Xanî wexta ku "Mem û Zînê" tam amade kirîye umrê wî 44 bûye. Tê zanîn ku her mirov di warê wêjeyî û çandî da di bin bandorên kesatîyên mezin da mane û ji vir şûnda jî bêguman wê bê mayîn. Şêx Ehmedê Xanî di bin bandora "Elî Herîrî, Feqêyê Teyran û Meleyê Cizîrî" da maye. Çawa ku Şêx Ehmedê Xanî di bin bandora kesayetên mezin da maye, ewqas jî bandora wî li ser kesayetên mezin û Alimên mezin çêbûye. Wek mînak "Müceddîdê sedsala bistan" Bedîuzzeman Saîdê Kurdî di bin bandora Şêx Ehmedê Xanî da maye. Bedîuzzeman rojek çûye li ser goristana Ehmedê Xanî û li wê derê wûsa gotîye: Şêx Ehmedê Xanî mamostê min ê manevî ye. Jîyana Şêx Ehmedê Xanî di nav perwerdehîyê da derbas bûye. Wî li her derên Kurdistanê da, li medreseyan xwendîye. Di alîyên din da Şêx Ehmedê Xanî ji bona perwerdehîya zarokên Kurdan medrese vekirîye û li wir ders daye zarokan. Di medresa Şêx Ehmedê Xanî da ne tenê dersên Olî , dersên zanyarî jî dihatin xwendin. Şêx Ehmedê Xanî di medresa xwe da dersên "Felsefe, dîrok, wêje, erdnîgarî û astronomî dida. Helbestvanên bi nav û deng Îsmaîlê Bazidî (1654-1709) li medresa Şêx Ehmedê Xanî li ber Xanî xwendiye. Şêx Ehmedê Xanî kesayetek bi piralî bû. Û bi piralî li ser mijarên civakî û ramyarî sekinîye. Ew her dem li ser mijara pirsgirêka perçebûna civak û erdnîgara Kurd sekinîye. Û di berhema xwe da çareserîyêk wusa nîşanê me dide: "Ger dê hebûya me îttîfaqek Vêkra bikira me înqîyadek Tekmîlê dikir me dîn û dewlet Teshîlê dikir me îlm û hîkmet" Wexta ku li ser vê çarînê em bisekinin, em dikarin di derbarê wateya wî da vana bibêjin: Eger ku pevçûn di navbera me da tuneba, îttîfaq nava me da hebana, wê me olî û dewletî îkmal bikirana. Jîyana Şêx Ehmedê Xanî di nava têkoşînek dijwar da derbas bû. Ji bona azadî û xelasîya gelê Kurdistanê pir xebitî, pir westiya. Xanî sal 1707 da li bajarê Agirî, navçeya Doxûbeyazıt da wefat kir. Goristana wî ji bo gelê Kurd zîyaret e. Gelê Kurd her dem diçin ser goristana wî, jê ra fatîha dixwînin. "Ruhê wî şad be. Cîye wî bihuşt be."(Amin) |
|||||||||||||||
|
|
| Konu Araçları | |
| Mod Seç | |
|
|
|
||||
| Konu | Konuyu Başlatan | Forum | Yanıt | Son Mesaj |
| Cigerxwîn & Ehmedê Xanî & Ziyad N.Berwari (3 Helbest) | Mirza | Helbesten Kurdi | 6 | 28-10-2008 04:10 PM |
| Ehmedê Xanî- Ahmedi Xani BÜYÜK KÜRT YAZAR | baba4 | Biyografi | 10 | 26-10-2008 02:22 PM |
| Şanoya Ehmedê Xanî | berxwedan | Şano (Tiyatro) | 4 | 20-02-2007 03:10 PM |
| Ehmedê Xanî üzerine kapsamlı araştırma | rojdi_440 | Çandi Gişti | 2 | 05-11-2006 05:00 PM |
| Ehmedê Xanî ve eseri Mem û Zîn | Şoreşger | Çandi Gişti | 4 | 02-07-2006 08:39 PM |
Bir Forum sitesi
olduğumuzdan, kullanıcılar önceden onay almadan her türlü görüşlerini yazabilmektedir.
Yazılanlardan dolayı oluşabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanıcılara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykırı herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
İletişim'e bildiriniz.
Mesajınız incelenip, kısa bir süre içerisinde gereken müdahale yapılacaktır.