|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||||
|
Tê gotin ku: "her Kurd ji dayîka xwe wek hunermend tê dinê". Ev hunermendî; geh hozanî û dengbêjî, carcaran jî çîrokvanî û pir caran helbestvanî ye. Bi rastî hozanî, dengbêjî û çîrokvanî jî, bixwe ji aliyekî ve şaxek ji helbestvaniyê ye. Gelê Kurd şîn û şahiyên xwe, paleyî û bêriyên xwe, şer û cengên xwe; bi kurtasî hemû hal û rewşên xwe bi awayekî helbestî tîne ziman.
Geh ji bo serhildanekî, geh ji bo komkujiyekî, geh li ser bajarekî, geh li ser evînekî, geh daxwaziya xwe, geh derd û kulên xwe, geh gazincên xwe, geh fikr û ramanên xwe; li ser zimanê kalekî, bi qîrîna dayîkekî, bi lorîna dergûşekî, bi bilûra şivanekî, bi gaziya şervanekî lê her tim bi awayekî HELBESTVANÎ, xwe tîne ziman. Ev rewş; bi jiyana civakî, siyasî, aborî û bi têkiliyên cîranên Kurda ve girêdayî ye. Lewra jiyanekî wûsa tehl û tûj e ku tenê helbest dikare vê jiyanê bîne ziman û hilgire ser milan. Ez jî dixwazim hinek derd û kulên xwe, bi helbestekî bibêjim: Hey dinê! Mêze ke Mêze ke li gelê dîl Hêsîr û bindest û stûxwar Îro dîsa maye li çar kenar! Doh li ber qiziltîrê Îro li ber top û tanqa Li ber kîmyasal û balafira Bûye armanc! Min vî helbestî ji bo bîranîna Şaîrê Kurda yê Mezin, Şêx Ehmedê Xanê nivîsî. Lewra Xanê nêzîkî 350 sal berê teswîra, rewşa gelê Kurd pir xweş aniye ziman. Ew rewşa ha niha jî didome. Hey dinê! Bi hezaran zarok û xort Li ser axa xwe Tên kuştin bê sûc û bê guneh Dengê qîrîna dayîkan Di felekan de derket Lê dengê wan Ne gihîşte mirovahiyê! Ne jî hêdîbûna deng Ji tunebûna mirovahiyê! Belê para me tenê kuştin û talan, para me tenê şewitandin û wêran, para me tenê Helepçe, Qoçgîrî û Dêrsîm û Zîlan, para me tenê koçberbûn û hewcebûna gepek nan, para me tenê mêşina nav lepên hirç û guran, para me tenê gelekî bindest û bêxwedîtiya dayîka Kurdistan. Hey dinê! Ka bêje çima? Çima berê em bi cî bûn Ew koçber Îro ew bi cî ne lê em koçber? Mirov li ser rûyê dinê bigere, ji biratiya me û cîranên me xerabtir; leqa/rastî tu biratîyê nayê. Lewra biratîya me û cîranên me, wekî biratîya her dû zarên Hz. Adem e. Yek qatîl e yên din meqtûl, yek dewlemend e yek xizan, yek zalim e yek mezlûm û yek Habîl e pêncên din jî Qabîl in. Hey dinê! Ji herkesî re dikenî Lê li ba me ji bîr dikî Kêf û şahiyê. Ka tûrikê xwe veke Te vê carê bo me çi anî? Ka bêje çima? Te dîsa derd û kulan Li ber derê me danî! Her tim şer li ser axa me, herkes bû xwedî dewlet lê Kurd dîsa mane êl û eşîret. Para wan tenê derd û kul ma. Gelo nizanim çima şerê navbera Osmaniyan û Safewîyan, Şerê Cîhan a yekemîn, şerê navbera Îran û Îraqê li ser axa me bû lê… çi dibe bila bibe ez bawer dikim ku ev rewşa xerab ne qedera me ye û wê di nêz de biguhere înşellah. Gava ez van rastiya tînim ber çavan, hest û ramanên min difûrin, mûyê laşên min dibin mîna sitrîn û sinc, dilê min geh ji xemgîniyê mîna hevrîşim nerm dibe, carcaran ji hêrs û qehra wekî polayê hişk dibe. Bi vî halî serê sibê dikenim, nîvro digirîm, êvarê dimrim, bi şev jî şîna xwe dikim bi tena serê xwe. Bigrî û bimre…. Bi bavên kelogîrîn Bi zarokên berşîr re Bi hêstirên dayîkan re Bigrî can Bi Deşta Palû re Bi Geliyê Zîlan re Bi Bajarê Helepçe re Bimre can Lê wê bihar were piştî zivistanê, li dû tarîtiyê her dem ronahî ye, mizgîniya rojên azad dibe ku ne dûr be. Bi newroza adarê Bi zîpikên nîsanê Bi sosinên biharê re Şîn be can Gohên min her tim wesiyeta şehîdan dibihîse, mirinekî bi rûmet/bi xîret, ji jiyanekî bindestî hezar car xweştir tê ji min re, dilê min her tim çiya dixwaze, şer neqediyaye. Teyr û baz gazî dikin Hê jî şer diqewime Çiya dibê Were can Eya xortê şoreşvan Çekê bide ser milan Meskenê te va çiya ye Here can Here û bi qeyd û zencîran venegere, here û bê azadî nezivire, here û heta şehîd nebî nê mal. Rêya te vekirî be, XWEDA alîkar be ji bo te û heval û hogirên te, here can! |
|||||||||||||||
|
|
| Konu Araçları | |
| Mod Seç | |
|
|
|
||||
| Konu | Konuyu Başlatan | Forum | Yanıt | Son Mesaj |
| Mâi ve Siyah-Halid Ziya Uşaklıgil(özet) | ahmedo | Hikayeler, Denemeler | 1 | 23-11-2007 11:28 PM |
| Jiyana Ahmet Kaya | hmpoo | Çandi Gişti | 9 | 17-06-2007 01:49 PM |
| ahmet kaya parkına jandarmadan engel | İMPARATOR® | İlginç Konular | 3 | 22-09-2006 11:04 PM |
Bir Forum sitesi
olduğumuzdan, kullanıcılar önceden onay almadan her türlü görüşlerini yazabilmektedir.
Yazılanlardan dolayı oluşabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanıcılara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykırı herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
İletişim'e bildiriniz.
Mesajınız incelenip, kısa bir süre içerisinde gereken müdahale yapılacaktır.