Bydigi Forum
Geri Git   Bydigi Forum > Kürtçe Forum > Foruma Kurdi > Çandi Giþti

Kayýt Ol SSS



 

 

LinkBack Konu Araçlarý
Eski 14-12-2006, 06:33 PM   #1 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: May 2006
Konum: Aydýnlanmak Acýdan Kaçmak Deðil, Acýyý Anlamaktýr.!
Yaþ: 26
Mesaj: 13,439
Üye No: 2663
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 151185
Rep Puaný : 15116930
Rep Derecesi
tubiranes has a reputation beyond reputetubiranes has a reputation beyond reputetubiranes has a reputation beyond reputetubiranes has a reputation beyond reputetubiranes has a reputation beyond reputetubiranes has a reputation beyond reputetubiranes has a reputation beyond reputetubiranes has a reputation beyond reputetubiranes has a reputation beyond reputetubiranes has a reputation beyond reputetubiranes has a reputation beyond repute
Exclamation Bajaré Farqînê


BAJARÊ FARQÎNÊ


Nasirê Xusrev; þa’ir, zana û siyasetgerê îranî gava tê di Farqînê de derbas dibe ji Farqînek bi sê bajaran gilî dike: 1. Bajarê nav sûrê, 2. Bajarê li nîvroyê sûrê ango di navbera sûrê û çemê Farqînê de, 3. Bajarê li bakur ku jê re Muhdes (nû-ava) hatiye gotin û di navbera sûrê û Laf de bû. Her sê bajar jî bi camiyên Înê, camiyên bi minare, bi xan, hemam û bazarên curbecur bûne. Di 1260 î de tirkên îlxanî yên di bin fermanrewatiya Hulagû û di bin serleþkeriya Yaþmûq de tên bi ser Farqînê de digirin; wêran dikin, kevirek li ser kevirek nahêlin.

Hin perçe sûr û bircên ku nîvkavil ji ber tirkên îlxanî filitîbin jî ji ber ku êdî ji qeweta wan der bûye an bikêrî fonksiyonek nehatine, li piya mane. Hin nîv-avahiyên ji ber wan mayî di dema Balûl beg de (1520-1600) ji bona lêkirina Kela mala Mîran wek xurdeber hatine bikar anîn. Bi gumana min hemî kevir û berên kavilê bajarê bakur (nû-ava) di bin girê Kela mala Mîran de ne. Hin ên dinê ji birc û sûran jî di pey 1880 de ji bona avakirina koþk û qonaxên li ser sûrên mayî wek kereste hatine bikaranîn. Hin jê jî di salên 1950-1980 de ji aliyê îlxaniyên zemane ve hatin xerakirin, herwekî: Birca mala Hefthelebiyan a muhteþem, birca koþeyê bakur û rojhelat a Kela Zembîlfiroþ, hemama dîrokî ya bajêr, sûr û birca Þadorê.

Di salên 1949-52

Li dervayê sûrê; aliyê rojhelat, bakur û rojavayê sûrê:

Di salên 1949-50 î de êdî min reþûsipî ji hevûdu dinasî. Bi sedemê çûnûhatina mala meta xwe ku mala wê li rojavayê Þadorê li ser sûra mala Beg bû, carina bi diya xwe re û carina bi serê xwe diçûm mala wan. Bi vê çûnûhatê firseta zûtir dîtina derva û nav sûrê bi destê min ket.

Li rojhelatê sûrê heta diçû digihîþte Qulfayê tu avahiyek wek xanî an mal tunebû. Li berê bakurê sûrê heta Laf wek xanî an mal tu avahiyek tunebû. Goristana Ferîdon jî di pey Payiza 1944 an de bi kuþtina wî hatibû çêkirin. Aliyê bakur ji tenga Þadorê heta Laf ku meriv xêzek bikiþîne milê rastê çol û mexer, milê çepê dehl, baxçe û rez bûn. Li rojavayê sûrê ji biniya Kaniya Mezin hetanî aþê xerabe yê biniya baxçê Memed efendî seranser newal; rast û çep dehl û baxçe bûn. Li ber ava Kaniya Mezin bi þirît aþên lisaz û yên xerabe hebûn, lê wekî dinê li dervayê sûrê xanî an mal tunebûn. Bi tenê di quncikê bakur ê mala Mihoyê Neþûþtî û biniya mala Hesenê Ûso de çend mal bi sûrê ve di binê sûrê de hebûn. Li nîvroyê sûrê bi awakî dinê bû.

Di salên 1949-52

Li dervayê sûrê, li nîvroyê sûrê :

Papûra Diyarbekir-Bedlîsê ku ji rojava dihat di newala aþan de derbas dibû, li ber deriyê Baxçê Ziraetê xaçeriyek çêdikir; ji vana yek diçû Ziraetê, yek hevraz di navbera mala Heciyê firincî û mala qeymaqam de diçû nav bajêr, papûra sereke ku jê re “Eski Bitlis caddesi” dibêjin ji wê derê li rojhilat hetanî ber mala Hesenê Zûra dihat, ji wê derê li ber goma Nûriyê Elî axa li nîvro dizivirî heta ber deriyê mala Remezanê hecî Silêman dikiþiya, li ber mala wan cadeya jêrîn jê vediqetiya ku riya Erzen û Bedlîsa kevina berî pira Mala Badê bû û niha ber bi Gundêreþo û Bameydanê ve diçe. Papûr li riya xwe bi dewam di navbera goma mala osta Brahîm û xaniyê mala Ûsivê qilêcî de li rojava dikudand dihat nêzîkî goristana kevin; di navbera piþt mala me û baxçê Evdê çolang de li bakur dizivirî, di navbera benda rezê Qotê Biîvê(li rojhilat) û mala Huseynê Ferhendî, Silêmanê helawçî û Nazê de dewam dikir, li koþê rez êdî bi sûrê re paralel pêþiyê li rojhilat di pey de li bakur dizivirî, diçû li serê koþê baxçê Evdê gemo ku di destê mala Remezanê þêx Feyzila de bû li rojhilat vedigerî û ber bi Bedlîsa rengîn vedibû.

Ji çenga piþt mala me riyek ber bi rojhilat diçû nav goristana kevin û çala kortê, riyek jî ber bi nîvro ve di navbera komexaniyan û goristana kevin de diçû di binê xwelîkolkê de digihîþt pêncriyana girêka riyên Bameydan, Gundêreþo, Minara qot û cadeya jêrîn. Li tenga vê kuçê li biniya mala me; mala Mistefayê xerat, li berê nîvro ku li cadeya jêrîn û li bêndera dinihêrt mala Harûnê Temo, mala Nûrî û Mistefayê çolang, bi mala wan û mala meta Himra ve mala Rîzoyê Hewê hebû ku meriv ji serbanek dikaribû li ser xaniyên dîtir yên vê komê hemî bigere. Ji vê komexaniyan berjêr ve hetanî newala ber aþên Hecî û Nebo wekî din tu avahiyên wek xanî, gom an xincîk tunebûn.

Ji çariyana ber deriyê Baxçê Ziraetê hetanî çariyana ber Kaniya Dergeh li bakurê papûrê hetanî sûrê, li nîvroyê wê hetanî benda Baxçê Ziraetê giþt xanî û mal bûn. Li ber Kaniya Derge riya ku ji aliyê aþê Nebo dihat digihîþt papûrê bi 45 derece li bakurê rojhilat çiv dida di navbera mala hecî Bekirê debax û mala Asa lalik de ber bi kuça hedadan ve diçû, digihîþt nav çarþiya hedadan. Ji serê koþê riya aþê Nebo-Hecîcatkê hetanî pira ser newala avrêja çemê Kaniya Navîn li nîvro bi tenê debax-xaneya hecî Bekir hebû. Li bakurê rê di berûberê sûrê, di binê sûrê de bi rêzê mala Ehmedê nalbend (Sêrtî), mala seyd Mehmûd, mala Nûriyê Elî axa, mala Hesenê Zûra (Hesen û Fermanê terzî) hebûn. Ji vê derê kuçeya mala osta Birahîm li hevraz hildikiþiya hetanî Dergehê Emer axa diçû ku li aliyê bakurê rê mala Mecîdê sorî, rast û çep malên Kerîm çawîþ (mala Fedîle xanim û Ebas keya), di pey de hewþ, gom û xaniyên mala osta Birahîm. Li milê rastê xaniyê dawîn ê Tecrîxan xanim bû, li milê çepê jî ku ne þaþ bim yê xatiya Pîrozxanê û yê Emer kodê bû.

Ji çenga ber deriyê mala Nûriyê Elî axa û Hesenê Zûra li ser papûrê li aliyê rojhilat bi rêzê goma Nûriyê Elî axa, mala Sebriyê Elî axa, mala Hesenê dîþçî, mala Resûlê Sîmo, mala Hadiyê þofêr, mala Hizniyê Þewqî, mala Gerebêtê qewaq bûn. Li milê rojava bi tenê li hember mala Resûlê Sîmo gomek din a Nûriyê Elî axa hebû ku di koþê papûrê û zaboqa ber bi baxçeyên mala Cemîlê helawçî, Remezanê hecî Silêman û Emerê Tewerzî ve diçû.

Li serê sêriyana ber mala Remezanê hecî Silêman li rojavayê cadeya jêrîn bi rêzê malên Remezanê hecî Silêman, Þêx Zade, Mehmûdê kinik, hecî Þêxmûs, Qedriyê Medo, Silêmanê hecî Emer û ya Miheme Tahir hebûn. Nîvro û rojavayên vê komexaniyan baxçe bûn, ji mala Mihemed Tahir pê ve rojhelat çol û nîvro baxçe bûn. Li bakurê vê cadeyê li hember mala Remezanê hecî Silêman goma mala osta Birahîm hebû û wekî dinê baxçê þitilan, sergo û poxang bûn.

Ji sêriyanê pê de li ser papûrê li milê rastê di koþe de goma mala osta Birahîm, mala xatiya Ferê (diya Hesenê dîn û Ûsivê hedad), li serê koþê kuçeya ku ji Dergeh tê û diçe digihîje cadeya jêrîn mala Reþîdê Ferhendî, mala meta Himra, Emerê Tewerzî, sofî Mîrze û mala me bûn. Ji mala me wê de êdî heta Zerbiya an Xeravguryan ji Minara qot a tût û rût pêve li rojhilat xanî tunebûn, . Li aliyê milê çepê li serê koþê mala Ûsivê qilêcî, mala hecî Hisoyê zaza, hewþa mala osta Birahîm, mala Ezîzê macir, mala Mihemedê libûdî, mala Mihemedê qawecî, mala Evdilayê bekçî, mala mele Ehmedê bênderê, mala Huseynê Ferhendî û mala Evdê çolang hebûn. Li piþt mala Evdê çolang li hember Qotê biîvê mala Huseynê Ferhendî, mala Silêmanê helawçî û mala xatiya Nazê hebûn ku ev a dawî li serê koþe bû. Li aliyê bakur kuçeke piçûk di ber deriyê wan û mala Cemîlê helawçî de derbas dibû diket ser papûrê û riya deþtê ya ji Dergê Emer axa dihat û diçû cadeya jêrîn. Li rojhelatê papûrê benda rezê mala axê bû ku çarmedor çi bigire di ber hev de bi darên biîvan ên 6-7 metre bilind vegirtî bûn. Ew darên zemane ku keviya destê meriv di terkên qaçilên wan de diket hundir û tê de winda dibû. Di nav rez de jî seranser qurmên mêwan bûn. Min gûþiyên tirî bi mêwên di rez de dîtin, lê rez êdî li ber mirinê bû.

Li vê tengê riyek ji Dergehê Emer axa an bi navê dîrokî Deriyê Deþtê dihat diçû li ber mala Mihemed Tahir (Miheme Tar) diket ser cadeya jêrîn. Ji aliyê Dergeh ve li milê rojava bi rêzê li serê koþe mala Tecrîxan xanim, mala Eliyê Bûdo, mala Mihemedê Ûso, mala Ûsiv û Osmê, mala Hiznî û Rezoyê Silo, mala Hemîdê Ferhendî. Li aliyê rojhilat mala Cemîlê helawçî, mala Feratê bekçî, mala Remezanê þêx Feyzila, mala Tewfîqê Ferhendî, mala Birahîmê Biþêrî û mala Hemê Silo bûn.

Ev komexaniyên ku navbera kuça mala osta Birahîm û cadeya jêrîn de dimînin ciyê goristana bajêr yê di dema Merwaniyên Meyafarqînê de biye; gumbetên ku dîroknas giliyê wan dikin bi gumana min ewê di vê kevanekê de bin.

Ji yek bi yek giliyên van malan kirin armanc nîþandayîna avadaniya bajêr ya li dervayê sûrê ye. Di nav van xanî û avahiyan de ji sûr, dergeh û bircên nîvpelaþtî pêve tu îþaretek ji þaristaniya berî sala1260 î nemaye, ji pirikên li ser newala aþan û ya li ber mala seyd Mehmûd pêve. Lê gurzade nekaribûne dest bidin tora avgera bajêr û wê jî xerabikin, loma kaniya qîza ne wek xwe yê berê be jî di mala Hesenê Zûra, seyd Mehmûd û Ehmedê nalbend de hê jî diherikîn.

Li nav sûrê

Kela Farqînê ku di teþeyê çargoþeyek dirêj de ye ji berên ber bi bakur û nîvro 600, berên ber bi rojhelat û rojava jî 500 metre dirêj in. Ji ber ku di nav vê kelê de du ciyên din hene ku bi navê “Kela Zembîlfiroþ” û “Kela mala Mîran” di nav gel de wek “kel” têne binavkirin, gel ji kela giþtî re dibêje sûr; herwekî sûra Farqînê.

Kela Farqînê ji du dîwarên li ser hev û di pey hev de pêk tê. Dîwarê pêþî yê derva ye û yê binî ye. Dîwarê derva yê berê bakur ji ber Þadorê heta nêzîkî ber koþka mala Beg qismek bi temamî hatiye hilweþandin û qismê dinê jî bi axê hatiye tije kirin. Li her sê berên dinê jî sîper û sengerên wan hatine xerakirin.

Di dirêjahiya dîrokê de neh deriyê kela Farqînê hebûne. Ew her neh derî cara dawîn ku min dît ji Deriyê Qulfayê pêve giþt an ji binî xerabûyî, yan nîvxerabûyî yan jî bi temamî xitimandî bûn. Ev derî giþt di dîwarê kelê yên derva de ne.

1. Li berê rojhilat; Deriyê Qulfayê (saxlem).

2. Li berê bakur; Deriyê Kela Zembîlfiroþ (xitimandî ), Deriyê Boþatê (hilweþandî, pêder bi tenê maye).

3. Li berê rojava; Deriyê baxçan ( xitimandî, li tenga kuçeya bakurê koþka mala Elî axa ku tê serê sûrê), Deriyê Sereke ( nîvxitimandî û xerabûyî ye ku deriyê giþtî yê kelê ev e, riya çûnehata karwan û biyaniyan di vî deriyê de bûye).

4. Li berê nîvro: Deriyê ziraetê ( xitimandî, li biniya mala Heciyê firûncî), Deriyê Kaniya Derge (serder pelaþtî), Deriyê Deþtê (Dergehê Emer axa), Deriyê xas (di koþê koþka Huseyn axa de, li ser derenceya hilweþandî ku dadiket hemama di nav sûrê û baxçeyê xas ê sultan).

Dîwarê hundir bi qasî 5-6 metre di pey dîwarê pêþî lêbelê li serê hatiye lêkirin. Li ser sûra hundir tu derî an þûnderî tune ne.

Kela Zembîlfroþ

Kela bajêr a pêþî û herî kevin a ciyê kela Zembîlfroþ e, ku eger rast be Dîkranê mezin wê nûjen û ferehtir kiriye, di pey de Marûta (Marûsa) kela mezin lê zêde kiriye.

Kela Zembîlfiroþ navê xwe ji dastana Gul xatûn û lawmîr zembîl-firoþ wergirtiyê ku ji koþê bakurê rojhilat hetanî birca ber Þadorê, ber bi nîvro ve jî heta dîwarê bakurê goristana Þêxelîlê ye. Sînorê nîvroyê rojava aþek xerabe li ber koþê ciha avê û riya Camiya Ecem e. Ku meriv ji nav goristana Þêxelîlê li aliyê Zembîlfiroþ dinihêre, çi bigire dibîne ku bi hindikî bi du ciyan dîwarên palpiþt an bilindahî di bin axê de mane û li ser van bilindahiyan xanîyên nû hatine avakirin. Ev dîwarên palpiþt bi gumana min ewê bermayiyên sûrên kêlê yê destpêkê bin.

Helmut von Moltke gava tê Farqînê û çav bi vê kelê dikeve, nivîsên wê dixweyne, “Tigranokerta (Kela Dîkran)” ya winda bûyî di rûçikê wê de dibîne, vê gumana xwe radigihîne cîhana rojhelatnasiyê.

Kela Zembîlfiroþ bi xanî û avahî ne. Avahiyên vê derê ji diwarên bi kevir, derî û pencere bi kevirên bertiraþî û bi kemberkî hatine lêkirin. Binraxa kuçeyan ji kevirên yaxurî raxistî ne.

Kela mala Mîran

Piþtî ku Balûl (Behlul) beg bi fermana sultan Selîm II. navçeya Meyafarqînê bi iqta’î digire, ji bona parastina li hember qizilbaþên pêgirtiyên safewiyan û ewlehiya xwe di kela wêran a Meyafarqînê de girek li ser bingehek çargoþe lêdike. Ji raxa erdê pê de rastûçep dîwar lêdikin û navbera dîwaran bi xweliya kolayî, xurdeberan tije dikin, didewisînin; li serê destek dinê dîwar lêdikin dîsa navberê tije dikin, herwisa tê bilindahiyek bi wî awayî ku ji serbanê koþka mîr hetanî ku çavê meriv bifesilîne li rojhilat, nîvro û rojava dikare çûnehata karwan û merivan dibîne. Ji bona notirvaniyê ciyek bêhempa ye. Li aliyê rojhelat Kela Tilmînê jî temamkerê vî karê pandariyê ye. Wekî dinê di rewþa berevaniyê (mudafaa) de kel ji dijminên êrîþker re serdest e û ji bona wan jî dibe hevrazek 30-45 derece berwar ku di þer de lê hilkiþiyan zor û dijwar e.

Hetanî salên 1950 yî rojhelat, bakur û rojavayê kelê bi xaniyên bilind ên du ta yên ji kevir vegirtî bûn. Li aliyê nîvro berpala wê rût û bê xanî bû, bi tenê berûberê kuçeya piþt Belediyê li rastûçep xanî hebûn.

Heta salên1950-55 an jî li rojhilatê Camiya mala Mîran heta kela Zembîlfiroþ, ji mala xatiya Hafo ku li piþt daþirên Camiya Ecem bû heta Þêxelîlê seranser rez, baxçe û dehl bûn. Berayiya vê tengê ji cadeya nav bajêr hetanî sûra berê bakur bû.

Li biniya cadê ji ber mala hecî Ezîz a di baxçe de hetanî ber mala Celalê terzî û Dawidê macir seranser baxçe bûn. Berayiya wan baxçeyan ji ber cadê hetanî ber dîwarê riya mala Evdê Gemo û Mistefayê hecî Elî bû. Li ser dîwar kuçeya ji aliyê mala Evdê Gemo dihat di ber mala Popo, Emînê Qaso û hecî Bekir de digihîþt sêriyana ku þaxek li rojava diçû digihîþt çarþiya hedadan, þaxa dinê li nîvro di bin mala Êlo de derbas dibû li ber mala Hefthelebiyan wek kevan diçiviya li rojhelat di navbera hewþa dêra horoman û koþka mala Hesen axa de digihîþt ber deriyê hewþa mala hecî Nûrî axa. Li vê derê jî sêriyanek çêdibû; yek li milê rastê diçû aliyê Dergehê Emer axa, ya milê çepê ber bi aliyê mala hecî Eliyê dada Henê de diçû li ber deriyê mala Mistefayê hecî Elî digihîþt kuçeya jêgilîkirî ya mala Evdê Gemo û Popo.

Cadeya sereke ya nav kela bajêr yek e û ew jî ji rojava ji ber postexana kevin ku li ser û ber birca milê nîvro ya Deriyê Sereke ye, heta rojhelat binê birca þêr û piling a koþê rojhelat-nîvro yê goristana Þêxelîlê ye. Bi kurtî jê re “ji ber postexanê hetanî ber mala mele Hamid efendî” digotin.

Ji cadeya sereke ber bi bakur ve sê zaboq û sê riyên bi rêkûpêk derdiçin. Zaboq ev in: Ya ku ji ber postexana kevin ber bi mala Mihoyê neþûþtî ve, ya ber bi mala Evdila efendî ve û ya bi derence ku ber bi kuça mala Eyþeqotê û Ûsivê Qulpî ve diçe. Riyên derçûyên ji vê cadê jî; riya mala Sêvdîn paþa (mala Elî axa), riya taxa kurmanca û riya Camiya mala Mîran. Li aliyê nîvro du rê jê derdiçin dikevin ser papûra Diyarbekir-Bedlîsê; yek a serejêra ber mala Qeymeqam, ya dinê jî ya ber hemamê û baxçê Ziraetê ye. Wekî dinê li rêzê kuçeya hewþa bakur a Dêra ermeniyan, kuça mala hecî Cemîl-Þikrîmê Elî axa û mala Îsayê firûncî, kuçeya erasê-xana Mustefayê xançî, kuçeya çarþiya þewitî (çarþiya qondereciyan) ji bin dikanên Dawidê macir hetanî ber mala Evdoyê keçel, kuça ser hewzê a rojava, kuça ser hewzê a rojhelat, kuça mala hecî Ezîz-Ûsoyê fileh ku dikeve ser riya mala Popo-çarþiya hedadan. Dawî, li ber sûra berê rojhelat riyên serê sûrê digihîjin vê cadeyê; ya li bakur kuça Zembîlfiroþ e, ya li nîvro jî ya mizgefta seydayê mele Huseyn e û ber bi koþka Mehmûda axa ye.

Li aliyê bakurê cadê riyên ku li hindava roajava-rojhelat diçin ev bûn: Kuça mala Mihoyê neþûþtî-mala Hekoyê Simo, kuçeya ber koþka Sêvdîn paþa (Gazi Ýlkokulu) – Necîm onbaþî, kuçeya ber mala Heqiyê Mîrze Mihemed û Kaniya Nûrê, kuçeya bakurê mala Elî axa û ber mala Fetûma, kuça piþt Camiya Ecem û Kela Zembîlfiroþ, kuça piþt Belediyê.

Li aliyê nîvro yê cadê riyên li hindava rojava-rojhelat ev bûn: Kuça li nîvroyê hemamê ya mala Eliyê Neþet-Eliyê mele Soro, kuça rojhelatê hemamê û ser hewza nav çarþiyê, kuça ber mala Îsayê firûncî û mala Evdoyê keçel, kuça mala Emîn efendî û baxçê Mehmûd axa, kuça mala hecî Eliyê dada Henê û koþka Mehmûd axa ku li vê derê li hindava bakur-nîvro du kuçe di ber komemalên Emerê Horê de derbas dibin, vê kuçê bi ya mala Popo û Evdê Gemo ve girêdidin. Li nav çarþiya jêrîn jî du kuçeyên li hindava bakur-nîvro hene ku yek ji ber çarþiya hedadan tê di ber Kaniya Masê de de derbas dibe li ber Kaniya Derge digihîje papûrê, ya diduyan jî Þeytan Bazarî ye ku ji ber deriyê mala hecî Îsa (yê Mecîdê Kalo) û Ebo dayî heta koþê dikana hecî Þikrîmê Elî axa û Sedatê qot dikiþe. Li wê derê kuçeyek piçûk wek L ya serejêr li ber deriyê qawexanê çeng dide, di navbera dikanên Evdilahê apo û Hilmiyê hecî Behrî de dikeve ser çarþiya mezin. Kuçeyek bi vî rengî ji ber dikana seyd Mehmûd-firûna Sebriyê zaza li rojava diçe li koþê aþxana Fexriyê Boþatî li bakur çeng dide, di navbera dikanên Kemalê Kejo û Seîdê Evdila efendî de dikeve nav çarþiya mezin. Li seriya hewzê li aliyê rojhelat kuçeyek bi qasî 10-15 metre dirêj heye ku ev riya þu’ba eskeriyê ye ku berê ev avahî dêra yaqûbiyan bûye. Ji hewþa wê re hê jî hewþa dêrê dibêjin.

Di piþt Camiya mala Mîran de þiveriyek an riyek yaxurî diçû aliyê Þadorê ku mala Mûsayê otêlcî, Ezîzê fileh ê pînecî û çend malên dinê li wê derê bûn. Ji ber Camiya mala Mîran di ber deriyê mala Silêman efendî de kuçeyek diçê serê sûra aliyê mala beg ku di ber deriyên mala Erebo, Nûriyê Tenekecî û w.d de derbas dibû.

Ji van rê û kuçeyan pê ve riyên “serê sûrê” ku di navbera dîwarê derva û yê hundir de bûn. Çi bigire li çaraliyê sûrê digeriyan. Ji rojava ji ber mala Hesenê Ûso heta koþka mala Evdila beg, li bakur seranser, lê li ber þadorê ji ber ava Kaniya Navîn a gur û kûr diva meriv di ser kevirên derbasokan de kevaz da, li rojhelat hetanî koþê hewþa Mehmûd axa rê hebû. Ji wî koþê hetanî koþê koþka Huseyn axa riya ser sûrê hatibû birîn. Ji ber koþka Huseyn axa heta Dergeh riya ku hebû ya mala wan bû, ne ji bona herkesî bû. Ji koþê mala Izet (ê Hesen axa) axa û pê de rê tune bû. Li tenga kaniya masê ber bi rojhelat ve riya mala Asa lalik û Remezanê Ehmed çûro hebû, ew jî riya giþtî nîn bû. Ji ber Kaniya Masê hetanî ber deriyê mala Heciyê firûncî riya giþtî bû. Ji wê pê de rê bi xaniyê qeymeqam û postexana kevin dihate birîn. Jê pê de hetanî deriyê koþka mîrekên Hezroyê ku niha dayîra înhîsarê bû û yê mala Mihoyê neþûþtî bû rê hebû. Ji wê derê pê de hetanî koþê mala Hesenê Ûso rê tune bû û li ser van sûr û bircan ji aliyê mîrekên Hezroyê ve di pey salên 1980 yî de koþk hatibûn avakirin.

Ji bona ji serê sûrê çûyîna binê sûrê li sê-çar ciyan xwediyên malan derenceyên darîn dabûn ber sûrê, bi wan derenceyan riya xwe kurt dikirin. Yek li ber tenga mala Îsayê firûncî, yek li binê mala kor Ûsiv, yek di navbera mala Mecîdê sorî û Evdê Hefthelebiyan û yek jî li tenga mala Evdê Gemo bû.

Di pey 1952-53 an de:

Li rojhelat li bakurê Kaniya Xanikê leþkergeha cendirmeyan hat ava kirin. Qûma wê ji çemê jêrîn bi milan bi serbazan dihate kiþandin. Kevirên wê jî ji bircek a Kela Zembîlfiroþ a koþê bakurê rojhelat dihate biþkaftin dîsa bi milên serbazan yekoyeko dihate kiþandin. Heta leþkergeha Xanikê temam bû cendirme di Camiya Ecem de bûn.

Di pey de girtîxane û qereqola cendirmeyan bi hev re hatin lêkirin. Qereqola cendirmeyan heta hingê li aliyê Kaniya Dergeh, ji Kaniya Dergeh ve ku meriv here Kaniya Xulo di pey koþê riya Hecîcatkê-aþê Nebo li milê çepê xaniyek du tayê ku deriyê wî li ser papûrê bû. Girtîxane jî demek di kuça mala Eliyê sûcî-Eliyê xerat de, di demek de jî di xaniyê biniya dêrê yê li serê sûrê bû ku deriyê wê li aliyê rojhelat dinihêrî.

Vê paþiyê xwendegeha sereta ya “Kazim Karabekir” hat lêkirin.

Li taxa me di van salan de (1952-53) bi cîranên nûhatî xaniyên nû hatin lêkirin. Þirîtên rast û çepê erdê vala yên kuçeya di navbera mala me û goristana kevin de ji aliyê Huseyn axa ve perçe perçe hatin frotin. Evdirehmanê Zerbiya, Seferê Fêrî, Silêmanê Babinî, Hesenê bavfileh, Xêriya jina Silêmanê helawçî, Nezîrê seetçî hatin û lê xanî avakirin. Li ser cada jêrîn jî hem berûberê cadê û hem li ser riya aþê Nebo xanî hatin lêkirin: mala sofî Kamil ji vana yek ji yên pêþîn bû.

tubiranes is offline  
 


Konu Araçlarý
Mod Seç

Gönderme Kurallarý
Yeni konular açabilirsiniz --> izin yok
Yanýtlar gönderebilirsiniz --> izin yok
Eklentiler gönderebilirsiniz --> izin yok
Mesajlarýnýzý düzenleyebilirsiniz --> izin yok

vB koduAçýk
SimgelerAçýk
[IMG] kodu Açýk
HTML kodu Kapalý
Trackbacks are Kapalý
Pingbacks are Kapalý
Refbacks are Kapalý

Popüler Konular:
Bydigi Forum'un En Popüler Konularý
Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-1:

Norton AntiVirus 2008
Panda Antivirus & Firewall 2008
AVG Anti-Virus Free Edition 8.0.100
McAfee VirusScan Enterprise 8.5i
Avast! 4 Professional Edition 4.8.1169
Kaspersky Internet Security 7.0.1.325
Anti-Porn 10.4.11.15
BitDefender Internet Security 11.0.9 (2008)
Eset Smart Security 3.0.642
Ad-Aware 2008

Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-2:

Þeftali Yetiþtiriciliði
Ekolojik Tarým ve Hayvancýlýk
Süt Verimini Etkileyen Faktörler
Dört barajda su bitmek üzere
Karbondioksit salýmý yüzde 50’den çok artacak
VAN (Wan) Tarihi
Amed (Diyarbakýr) Tarihi
Ýç Anadolu Hakkýnda Genel Bilgi
Kültür ve Turizm Bakanlýðý müfettiþ yardýmcýlýðý
2008 yýlý icra müdür ve yardýmcýlýðý sýnav ilaný

Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-3:

Siz Hangi Yemeksiniz ?
Doðum gününüze göre hangi hayvansýnýz?
Doðum Tarihinize Göre Renginiz!
Bebeklerde Gaz Çýkarma
Virüs taþýyan keneler dehþet saçýyor
Þiddetin genlerle iliþkisi olabilir
Karpuz Viagra Etkisi Yapýyor
Panasonic Sony'yi tahtýndan etti!
Mehmet Atlý - Wenda 2008
grup seyran - 2008


Benzer Konular

Konu Konuyu Baþlatan Forum Yanýt Son Mesaj
MEYAFARQÝN..((SÝLVAN..))) //selam olsun silvanlýlara../// PCkopat Çandi Giþti 16 07-11-2008 10:00 PM
Mehabad(1946) Mirza Dirok 10 01-06-2007 09:52 AM
Mihemmed Pêxamber (A.S.) Jiyana wî Numberone Çandi Giþti 1 12-12-2006 11:10 PM
Þoreþa Qoçgîriyê heci Dirok 3 30-11-2006 10:19 AM
SERHILDANA ÞÊX SEÎD (r.a.) Dino-Amed Dirok 7 21-08-2006 04:01 PM


Forum saati Türkiye saatine göredir. GMT +2. Þuan saat: 06:30 AM .
(Türkiye için GMT +2 seçilmelidir.)


Powered by vBulletin Version 3.6.4
Copyright ©2000 - 2008, Jelsoft Enterprises Ltd.
SEO by vBSEO 3.2.0
Copyright ©2006 - 2008 Bydigi Forum ®, All Rights Reserved

Bir Forum sitesi olduðumuzdan, kullanýcýlar önceden onay almadan her türlü görüþlerini yazabilmektedir.
Yazýlanlardan dolayý oluþabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanýcýlara aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykýrý herhangi bir durum görürseniz; Lütfen, bydigi@gmail.com'a yada Ýletiþim'e bildiriniz.
Mesajýnýz incelenip, kýsa bir süre içerisinde gereken müdahale yapýlacaktýr.