|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||||
|
QUR'AN
– Beþên bingehîn – 1. VEKIRIN (1 - 7) BI NAVÊ YEZDANÊ DILOVAN Ê CEGERDAR Pesin bo Yezdanê Xwedanê gerdûnê, Dilovan ê Cegerdar, Serdarê Roja Dadkirinê. Tu yî yê em diperêsin, Tu yî yê em hawara xwe digihîninê. Rêya rast nîþanî me bide, rêya yên Te xweþ viyane; ne rêya wan yên xezeba Te lê ye û rêwenda digerrin. 114. MIROV BI NAVÊ YEZDANÊ DILOVAN Ê CEGERDAR (1 - 6) Bêje: Xwe dispêrim Xwedayê mirovan, Serdarê Mirovan, Yezdanê mirovan ji xirabiya yê pistepistker yê dilwasiyan dixe dilê mirovan – ca mirov be yan cin. 113. BERSPÊDE BI NAVÊ YEZDANÊ DILOVAN Ê CEGERDAR (1 - 5) Bêje: Xwe dispêrim Xwedayê berspêdeyê ji xirabiya Wî afirandî û ji xirabiya tarîtiyê dema derdoran digire û ji xirabiya wan yên pif dikin ben û girêkan û ji xirabiya yê hesûd dema hesûdiyê dike. 112. BAWERIYA PAK BI NAVÊ YEZDANÊ DILOVAN Ê CEGERDAR (1 - 4) Bêje: Ew, Yezdan, Yek e, Yezdan e, Herheyî ye. Ew ne ji kesî çêbûye û ne jî ti kes ji Wî, û ti kes jî nîne hevberî Wî be. 111. BIZÎNG BI NAVÊ YEZDANÊ DILOVAN Ê CEGERDAR (1 - 5) Bila biþkên destên Ebû Lehebî û nemîne ew bi xwe jî! Ne maldariya wî dê li hawara wî bêt, ne jî malê wî berhev kirî dê kêrî wî bêt. Ew dê di nav agirek gurr de bibe qeþqûlk, jina wî dê êzingan bo gurrkirinê bîne, bizîngek li stoyî. 110. PIÞTEVANÎ BI NAVÊ YEZDANÊ DILOVAN Ê CEGERDAR (1 - 3) Dema alîkarî û biserkeftin ji Xwedê tê û dibînî ku mirov kom bi kom tevlî dînê Wî dibin, pesnê Yezdanê xwe bide û lêborînê hêvî bike çiku Yezdan Lêbor e. 109. NEBAWER BI NAVÊ YEZDANÊ DILOVAN Ê CEGERDAR (1 - 6) Bêje: Gelî nebaweran! ez naperêsim wê ya hûn diperêsin, û hûn jî naperêsin Wî yê ez diperêsim, û ez dê neperêsim wê ya hûn diperêsin, û hûn dê neperêsin Wî yê ez diperêsim. We dînê xwe heye û min jî yê xwe. 108. BEREKET BI NAVÊ YEZDANÊ DILOVAN Ê CEGERDAR (1 - 3) Me bereket li te kiriye pesnê Xwedayê xwe bide û malê xwe gorî bike: Dijminên te bê piþtevanî ne! 107. ALÎKARÎ BI NAVÊ YEZDANÊ DILOVAN Ê CEGERDAR (1 - 7) Tu dibînî kî ne yên ji dînî direvin? Ew in yên sêwiyan xwedî nakin û xwarinê nadin hejaran. Wey li wan nivêjkeran yên guh nadin nivêjên xwe, yên tenê dixwazin bên dîtin lê alîkarî hejaran nakin. 106. QUREYÞÎ BI NAVÊ YEZDANÊ DILOVAN Ê CEGERDAR (1 - 4) Bo hevbendiya Qureyþiyan, bo karwanên wan yên havîn û zivistanan, bila bêt peristin Xwedayê vê peristgehê yê xwarinê dide wan daku birsî nebin û wan diparêze ji tirsê. 105. FÎL BI NAVÊ YEZDANÊ DILOVAN Ê CEGERDAR (1 - 5) Ma nizanî ka Xwedayê te çi kir li xwediyên fîlan? Ma ne Xwedê pûç kirin planên wan bi þandina bareyên balindeyan dijî wan, li wan barandin berên ji herriyê çêkirî û ew kirin mîna qirþikên qetkirî? 104. TIRRANEKER BI NAVÊ YEZDANÊ DILOVAN Ê CEGERDAR (1 - 9) Wey li yên tirraneker û lewçe yên malî kom dikin û bawer dikin ku malê wan dê wan bikin nemir. Bi sond, ew dê rikerast bên avêtin nav Zirviçînkê. Dê ji kû bizanî ka Zirviçînk çi ye? Agirê Xwedê yê geþ e ku hildibe dilan û mîna banek li ser stûnan wan diniximîne. 103. DANÊ ÊVARÊ BI NAVÊ YEZDANÊ DILOVAN Ê CEGERDAR (1 - 3) Sond bi danê êvarê! Mirov dê têk biçin, ji bilî wan yên bawerî hebe û qenciyê bikin û hev ber bi rastiyê û baldirêjiyê def didin. 102. METH BI NAVÊ YEZDANÊ DILOVAN Ê CEGERDAR (1 - 8) Methekarî berê we ji rastiyê digire ta ku hûn diçin gorrê. Lê hûn dê bibînin, belê, bi rastî, hûn dê bibînin. Xwezî we niha bidîta! Hûn dê agirek gurr bibînin. Hûn dê bi rastî bi çavên xwe bibînin! Wê rojê hesab dê li gel we bêt kirin. 101. GURM BI NAVÊ YEZDANÊ DILOVAN Ê CEGERDAR (1 - 11) Gurm! Gurm çi ye? Dê ji kû bizanî ka Gurm çi ye! Ew roj e ya hemî mirov mîna pelatînkan pelate ne û çiya mîna hiriyê veçirrandî ne. Yê teraziya wî giran be, dê jiyanek xweþ bijî, lê yê teraziya wî sivik be, dê cihê wî Dûjeh be. Dizanî ka Dûjeh çi ye? Agirek gurrî ye! 100. MEHÎN BI NAVÊ YEZDANÊ DILOVAN Ê CEGERDAR (1 - 11) Sond bi mehînan dema çargavê dikin, çirûskên agirî diçeqînin, spêdeyan êriþê dikin, tozê radikin û li meydanê kom dibin! Mirov bi rastî li Xwedayê xwe nankor in û bi rastî jî ev dê bêt rûyê wan. Ax, çend heyranî malî ne! Ma nizanin ku dema gorr bên hilxewirandin û ya dilê wan bêt diyarkirin, Xwedayê wan ji wan agadar e? 99. LERZ BI NAVÊ YEZDANÊ DILOVAN Ê CEGERDAR (1 - 8) Dema erd bilerize û barê xwe derbîne û mirov ecêbgirtî bimînin ka wê çi ye, wê rojê ew dê bibêje çîrroka fermana Xwedayê xwe. Wê rojê mirov dê bên yek bi yek kirinên xwe bibînin Yê pilek jî qencî kiribe, dê wê bibîne, û yê pilek jî xirabî kiribe, dê wê bibîne. 97. HÊZ BI NAVÊ YEZDANÊ DILOVAN Ê CEGERDAR (1 - 5) Me Þeva Hêzê ev þandiye. Dê ji kû bizanî ka Þeva Hêzê çi ye? Þeva Hêzê ji hezar mehan bixêrtir e. Wê þevê firrîþte û Giyan ji esmanan datên û di hemî karan de bi destûra Xwedayê xwe ne. Wê þevê ta elinda spêdeyê aramî serdest e. 96. BIXWÎNE BI NAVÊ YEZDANÊ DILOVAN Ê CEGERDAR (1 - 19) Bixwîne, bi navê Xwedayê xwe, yê mirov afirandin, afirandin mirov ji çipek xwînê. Bixwîne: Xwedayê te merd e. Xwedayê te, yê fêrî mirovan kir bi qelemî, fêrî mirovan kir ew ya wan nedizanî. Bi rastî, mirov rûdar in çiku bawer dikin ku xurt in lê her kes dê li Xwedê vegerre. Çi dibêjî bo yê nahêle yê benî nivêjan bike? Ma ew li ser rêya rast dimeþe û þîretên qenc li xelkê dike? Yan xwe ji rastiyê vedide û jê direve? Ma ew nizane ku Xwedê dibîne? Bi rastî, ger ew ya xwe bernedin, Em dê porrê wan bikêþin ji nav wê gulolika derewîn û gunehkar! Bila gazî heval û hogirên xwe bikin; Em jî dê bangî dergevanên Dûjehê kin. Na! Guh nede wan, xwe daçemîne û nêzî Xwedayê xwe bibe. 94. REHETÎ BI NAVÊ YEZDANÊ DILOVAN Ê CEGERDAR (1 - 8) Ma Me rehet nekir dilê te û sivik nekir barê te yê dê piþta te þkandiba û ma Me bilind nekir navûdengê te? Piþtî tengasiyê berfirehî tê, belê, piþtî dijwariyê rehetî. Dema te karê xwe qedand, xwe veþidîne û ber bi Xwedayê xwe ve bilezîne. 93. NÎVRO BI NAVÊ YEZDANÊ DILOVAN Ê CEGERDAR (1 - 11) Sond bi nîvro û bi þevê dema bêpêjn dibe! Xwedayê te ne tu hêlayî û ne jî li te bikerb e. Axret bo te ji vê dinyayê baþtir e. Tu dê bi ya Xwedayê te bide te razî bî. Ma ne Wî tu sêwî dîtî û hewandî? Ma ne Wî tu rêwinda dîtî û înayî ser rêya rast? Ma ne Wî tu hejar dîtî û zengîn kirî? Lewre zorê li sêwiyan neke û xwestokan derneêxe; dilovaniya Xwedayê xwe ragihîne. 92. ÞEV BI NAVÊ YEZDANÊ DILOVAN Ê CEGERDAR (1 - 21) Sond bi þeva dinixîmîne û roja diyar dike û bi Afirînerê nêr û mêyan! Bizavên we pirralî ne. Yê malê xwe bide û hiþyar be û bawerî bi qenciyê hebe, Em dê rêya wî asan bikin, lê yê çepel û xwehez be û bawerî bi qenciyê nebe, em dê astengan bixin rêyê. Dema ew têk biçe, malê wî ti mifayî nadiyê. Rêberî ji Me ye, û destpêk û dawî yên Me ne. Vêca Ez we hiþyar dikim ji agirê gurr: Dê tê de bibin qeþqûlk yên riswa - ew yên ji rastiyê direvin - lê dê jê bên parastin yên qenc yên ji malê xwe didin û pak dibin, yên spasdariyê ji kesî daxwaz nakin lê tek armanca wan xweþviyana Yezdanê Berz e. Ew dê bên xelatkirin. 90. BAJAR BI NAVÊ YEZDANÊ DILOVAN Ê CEGERDAR (1 - 20) Sond bi vî bajarî - manê tu li wî dijî - û sond bi yê rader û dûndeha wî. Me mirov afirandine nav dijwariyê. Ma ew bawer dikin ku ti kes nikariyê? Ew pesnê xwe didin: "Min pirr malê xwe mezaxtiye." Ma ew bawer dikin ku kes wan nabîne? Ma Me nedane her yekî ji wan du çav, zimanek û du lêv, Û nîþanî wan nedane du rê? Lê ew bi rêya evraz vemeþîn. Dê ji kû bizanî ka rêya evraz çi ye? Azadberdana koleyekî ye, yan di rojek birsê de xwarinê bidî sêwiyek lêzim yan hejarek elemdar. û herwa bawer bikî, rêya qencî û dilovaniyê nîþanî xelkê bidî. Mirovên wiha li alê rastê ne, lê yên baweriyê bi nîþanên me naînin li alê çepê ne, û agirek agirek li ser serê wan e. 89. ELINDA SPÊDEYÊ BI NAVÊ YEZDANÊ DILOVAN Ê CEGERDAR (1 - 5) Sond bi elinda spêdeyê û bi deh þevan û bi kitan û cotan û bi þevê dema dibore! Ma ev ne sondek e bo yên têgihiþtî! (14 - 30) Belê, Xwedayê te herdem nobedar e. Dema Xwedê mirovan dicerribîne û ji wan re merd û camêr e, ew dibêjin: "Xwedê bo min baþ e." lê dema Xwedê wan dicerribîne û bi kêmî didiyê, ew dibêjin: "Xwedê min rezîl û riswa dike." Nê hûn bi xwe ji sêwiyan re nemerd in û hûn bi rikeberî alîkariya hejaran nakin, lê hûn mîrasa wan jî bi tevayî pûç dikin û hûn dildarî pareyên xwe ne. Dema dinya hat hêrandin û Xwedayê te li gel ref bi ref firrîþteyan hat û Dûjeh hat diyarkirin, wê rojê dê qencî bêt bîra mirovan lê ma êdî çi fêde jê heye? Ew dê bibêje: "Xwezî min bi saxî qencî kiriban." Hingê kes azaran mîna yên Xwedê nade û ti kes jî wek Wî bi nîr û zincîran girê nade. Ey canê aram, razî û hezkirî li Xwedayê xwe vegerre, tevlî peristvanên min bibe û têkeve nav Biheþta min! 87. YÊ BILINDTIRÎN BI NAVÊ YEZDANÊ DILOVAN Ê CEGERDAR (1 - 19) Pesnê navê Xwedayê xwe, yê Bilindtirîn, bide, yê afirand û dirûvand, yê eyar û birêk dike, yê çergehan þên dike û paþî dike pûþê hiþkole. Em dê ji te re bixwînin daku ji bîr nekî, ji bilî ger Xwedê bivê. Ew her tiþtê nepenî û diyar dizane. Em dê ji te re asan bikin. Hiþyar bike: xwezî hiþyarkirin bikêr ba. Yê bitirse, dê ji hiþyariyê fêr bibe lê hiþyariyê direvin yên riswa, ew yên dê bikevin nav gurrtirîn agirî ku dê tê de ne bimirin û ne jî bijîn. Dilþad dê ew bin yên pakiyê bikin û navê Xwedayê xwe bînin bîra xwe û nivêjan bikin. Lê we jiyana dinyayî xweþtir divê tevî ku Axret baþtir û xweragirtir e. Jixwe ev di pirtûkên berê de heye, di pirtûkên Brahîmî û Mûsayî de. 77. YÊN ÞANDÎ BI NAVÊ YEZDANÊ DILOVAN Ê CEGERDAR (1 - 50) Sond bi yên bi lez þandî, yên zû dilezin, yên belav dikin, yên vediqetînin, yên peyamekê tînin, yên lê diborin yan hiþyar dikin: gefa li we tê kirin dê biqewime! Hingê stêr dê bên ramalîn, esman bêt vekirin, çiya bên hêrandin û dema peyamberan bi dawî bêt! Kengî ye ew dem? Roja veqetînê. Dê ji kû bizanî ka roja veqetînê çi ye? Wey wê rojê li yên nebawer! Ma Me nebirandin gelên serdemên berê û hin yên dî danîn þûna wan? Em wisan li gunehkaran dikin. Wey wê rojê li yên nebawer! Ma Me ne hûn afirandine ji avek bêbiha û bi cih kirin di zarrokdankek biewle de bo demek diyarkirî? Me wisan birêk kiriye - jixwe Em bo birêkirinê pirr jêhatî ne! Wey wê rojê li yên nebawer! Me ne Me dinya kir war bo candar û bêcanan û çiyayên bilind lê bicihkirin û ava hînik bo vexwarinê da we? Wey wê rojê li yên nebawer! "De herrin wê derê ya we bawerî pê nebû. Herrin siya sê-çeq ya ne sîberê dide ne jî ji gurriyê diparêze lê çirûskên temetî hêþtirên zer bi bejna çiyayan bilind diavêje." Wey wê rojê li yên nebawer! Wê rojê nabe ew bipeyivin û delîv nîne lêborînê bixwazin. Wey wê rojê li yên nebawer! Wiha ye roja veqetînê ku em dê we hemiyan û hemiyên berî we bicivînin. Ger we hin plan hebin, ka wan dijî Min bicerribînin! Wey wê rojê li yên nebawer! Yên qenc dê li bin siyê li ber kaniyê bijîn, û dê li gor dilê xwe fêkiyan bixwin: "Bixwin û vexwin, we noþîcan be xelatê qenciyên we." Wiha em qencîkeran xelat dikin. Wey wê rojê li yên nebawer! Bila hûn hê kêlîkekê bixwin û zewqê bikin, hey gunehkarno. Wey wê rojê li yên nebawer! Dema ji wan re tê gotin: "Xwe biçemînin", ew xwe naçemînin. Wey wê rojê li yên nebawer! Pa vêca ew dê ji çi bawer bikin? 72. CIN BI NAVÊ YEZDANÊ DILOVAN Ê CEGERDAR (1 - 28) Bêje: Ji min re hatiye diyarkirin ku komek cinan guhdarî kir û got, "Me Gotarek ecêb bîstiye! berî dide rêya rast, lewre em jê bawer dikin û em ti kesî nakin hevberî Xwedayê xwe. Û wa berz û bilind e mezinahiya Xwedayê me ku Wî ne ti jin û ne jî ti kurr ji xwe re girtiye. Bêhiþên me derewên bêbingeh li ser Xwedê digotin, lê em bawer in ku nabe ti mirov yan cin bi çewtî û xwehrî basa Xwedê bike. Lê dîsan jî hin ji mirovan hebûn ku hawara xwe digihand cinan lê vê hawarê ew hê kembaxtir kirin. Wan jî, mîna we, bawer dikir ku Xwedê kesî sax nake. Me xwest razên esmanî seh bikin lê esman tijî zêrevanên xurt û agirên gurr bû. Em li wir rûdiniþtin lê yê niha lê rûne, dê bibîne ku pizotên agirî li ber venayî ne. Em nizanin ka nexweþiyek bendewarî rûniþtvanên rûyê erdê ye yan jî Xwedê rêyek rast bo wan divê. Hin ji me qenc in, hin jî qet na: Em bi rêyên cuda ve dimeþin. Em dizanin ku em nikarin piþta xwe bidin Xwedê yan jî jê birevin. Dema me Rêberî bihîst, me bawerî pê anî. Yê ji Xwedayê xwe bitirse, ne hewce ye ji ne neheqî û têkçûnê bitirse. Hin ji me xwe radestî Xwedê dikin, hin jî xirrayî dimeþin. Hin radest dibin, rêya rast dibijêrin, lê yên xirrayî sotemeniyên Dûjehê ne." Ger mirov bi rêya rast ve bimeþîna, Me dê baranên boþ bidan wan daku wan bicerribînin. Yê berê xwe ji hiþyariya Xwedayê xwe bigire, dê bikeve ber azarek dijwar. Peristgeh tenê bo Xwedê ne; ji bilî Xwedê, xwe nespêrin ti kesî. Dema beniyek Xwedê nivêjan bo Wî dike, xelk hema xwe diavêje ser. Bêje: Ez gaziya xwe digihînim tenê Xwedê yê ku ti kesî nakim hevberî. Bêje: Ti kes nikare min ji Xwedê biparêze, û ti stargeh ji min re nîne ji bilî Wî. Erkê min tenê ragihandina peyama Wî ye. Bo yê neguhdariya Xwedê û peyamberên Wî bike, agirek Dûjehê heye ku ew dê bi herherî tê de bimîne. Ew bawer nakin ta bi çavên xwe nebînin ka çi gef li wan hatiye kirin. Lê ew dê bibînin ka kê alîkar hene û kî ne yên qels û lawaz. Bêje: Ez nizanim ka gefên li we hatine kirin dê di nêz de bi cih bên yan jî Xwedayê min demek dûr bo daniye. Ew razan dizane û wan ji kesî re eþkere nake, ji bilî ji peyamberên xwe yên Wî bijartî re. Ew çavdêran dide pêþ û paþ wan daku bizane ka wan peyama Xwedayê xwe gihandiye. Ew ji hemî kiryarên wan agadar e û her kit tiþtî dihijmêre. 57. ASIN BI NAVÊ YEZDANÊ DILOVAN Ê CEGERDAR Her tiþtê li erd û esmanan pesnê Xwedê dide ji ber ku Ew Hiþmend û Hêzdar e. Ew e Serwerê erd û esmanan, Ew e yê jiyanê dide û dimirîne. Ew e yê her tiþt jê tê. Xwedê destpêk û dawî ye, diyar û nepenî ye. Ew e Yezdanê Hemîzan. Wî afirandin erd û esman di þeþ rojan de û paþî li Erþê xwe bi cih bû. Ew dizane ka çi diçe nav erdê û çi jê derdikeve, çi ji esmanan datê û çi hildikeviyê. Hûn li kû bin jî, Ew bi we re ye. Xwedê dibîne ka hûn çi dikin. Ew e Serwerê erd û esmanan, û her tiþt vedigerre bal Wî. Ew þevê dike roj û rojê dike þev û Ew dizane ka çi di dilê mirovî de ye. Bawer bikin bi Xwedê û bi peyamberên Wî û parve bikin wî malî yê Wî daye dest we. Xelatek bihadar bendewarî wan e yên bawer bikin û ji malê xwe bidin. We çi ye ku hûn bawer nakin bi Xwedê û bi peyamberên Wî yên gazî we dikin ku bawer bikin ji Xwedayê xwe yê ku we peymana xwe pê re daniye? Xwedê nîþanên eþkere bo beniyên xwe diþîne daku wan ji nav tarîtiyê bîne nav ronahiyê. Û Xwedê ji we re Dilovan û Mihrevan e. Çima hûn malê xwe di rêya Xwedê de nadin tevî ku erd û esman her yên Xwedê ne? Ne mîna yên din in ew yên malê xwe didin û tê dikoþin di rêya Xwedê de hê berî biserkeftinê. Ew payebilindtir in ji yên paþî wisan dikin lê Xwedê soza xelatên baþ daye herdu cûnan. Xwedê dizane ka hûn çi dikin. Kî dê deynek baþ bide Xwedê daku Xwedê bi duqatî lê vegerrîne, û xelatek bihagiran bendewarî yê deyndêr e. Wê rojê dê bibînî jin û mêrên bawer û ronahiya li pêþiya wan û li aliyê wan yê rastê: "Îro mizgîniyek ji we re heye: bendewarî we ye Baxçeyek ku di newalên wî re robar diherrikin û hûn dê bi herherî lê bijîn." Aha ew e Biserkeftina Mezin. Hingê jin û mêrên durû dê ji yên bawer re bibêjin: "Li benda me bisekinin daku em çirîskekê ji ronahiya we deyn bikin." Lê dê ji wan re bêt gotin: "Li piþt xwe bizivirrin û ji wir bo xwe li ronahiyê bigerrin!" Dîwarek dê li navbera wan bêt danîn û deriyek dê lê be: li hindirr dê dilovanî, li derve dê azar hebe. Yên durû dê gazî bikin: "Ma em ne bi we re bûn?" Û yên bawer dê bersiva wan bidin: "Belê, lê we xwe da xirrandin, hûn man û biguman bûn û xwestekên we hûn xapandin ta ku fermana Xwedê hat. Û yê Xapîner derew li ser Xwedê bi we dan bawerkirin. Vêca îro nayê pejirandin ji we yan ji nebaweran ti gerrew. War û serdarê we agir e. Ca çi binecihek riswa ye!" Ma ne dem e dilên bawer nefsbiçûk bibin û bînin bîra xwe Xwedayê xwe û wê rastiyê ya ji wan re dahatî daku nebin mîna yên berî xwe yên Peyam jê re hatibû þandin lê bi borîna demê re dilê wan req bûye? Pirraniya wan gunehkar in. Bizanin ku Yezdan axa vemirî vedijîne. Me nîþan ji we re eþkere kirine daku hûn tê bigihin. Yezdan dê duqat bike bo wan yên bi malê xwe xêran bikin, û xelatek bihadar bendewarî wan e. Û yên ji Xwedê û peyamberên Wî bawer bikin, ew dilpak in û dê bigihin hizûra Yezdanê xwe, dê bên xelatkirin û jiyana wan dê ron be. Lê yên nebawer, yên berê xwe ji nîþanan digirin, dûjehî ne. Bizanin ku jiyana vê dinyayê tenê yarî, mijûlahî û keþxokî ye: hûn methên xwe dikin û hevrikiyê bi mal û zarrûzêçên xwe dikin. Ew hemî mîna baranekê ne ya giyayê ew dide, nebaweran þad dike lê paþî dibeye, hiþk dibe, dibe pûþ û ka. Li dinyaya bêt azarek dijwar heye lê lêborîn û dilovaniya Yezdanî jî heye. Herçi ev dinya ye, tenê zewqek xapînok e. Bilezînin ber bi cegerdariya Yezdanê xwe ve, ber bi Biheþtê ve ya temetî erd û esmanan berfire, ya hatî amadekirin bo wan yên bawer bi Xwedê û peyamberên Wî. Ev e dilovaniya Yezdanî ya Ew dide wan yên Wî divê. Dilovaniya Wî xurt e. Her bela, ya li dinyayê biqewime yan bêt serê we, hê berî bibe di Pirtûkê de hatiye nivîsîn. Ev bo Xwedê asan e. Em vê ji we re dibêjin daku hûn xeman nexwin sera tiþtên qewimî û ehmeq jî nebin bi yên Xwedê dayî we. Xwedê hez nake ji methekerên pozbilind yên bi xwe nemerd û berê xelkê jî didin nemerdiyê. Yê berê xwe ji rastiyê bigire, bila bizane ku Yezdan Dewlemend û Pesindar e. Me peyamberên xwe þandine da nîþanên eþkere pêþkêþ bikin, û Me bi wan re þandine Pirtûk û Terazû daku mirov bi dadperwerî bipîvin. Me herwiha þandiye asin yê xurt û ji mirovan re mifadar daku Xwedê bibîne ka kî alîkarî Wî û peyamberên Wî ye tevî ku ew nepenî jî bin. Yezdan Xurt û Hêzdar e. Me Nûh û Brahîm þandine û peyambertî û Pirtûk dane dûndeha wan. Hin ji wan bi rêya rast ve dimeþin lê pirraniya wan gunehkar in. Piþtî wan Me hin peyamberên din jî þandine. Me þand piþtî wan Îsayê kurrê Meryemê û Me Mizgîn (Incîl) dayê. Me cegerdarî û dilovanî xist dilê peyrewên wî, lê wan bi xwe keþîþtî peyda kir. Ew ne bi fermana Me bû lê wan bi xwe wisan kir da xwe li ber dilê Xwedê þirîn bikin. Ji wan, yên bawer dikin, me xelatkirin, lê pirraniya wan gunehkar in. Gelî bawermendan, ji Xwedê bitirsin û baweriyê bi peyamberên Wî bînin daku Ew bi duqatî dilovaniya xwe diyarî we bike û ron bike rêya we. Yezdan Lêbor û Dilovan e. Me ev diyar kiriye daku yên xwedî-Pirtûk bizanin ku ew ne serdarî dilovaniya Xwedê ne lê hemî dilovanî di destê Wî de ye û Ew wê dide her kesê Wî bivê. Dilovaniya Xwedê xurt e. 24. RONAHÎ BI NAVÊ YEZDANÊ CEGERDAR Ê DILOVAN (35 - 42) Yezdan ronahiya erd û esmanan e. Ronahiya Wî mîna di kûrgeha pencereyekê de dibiriqe. Þûþeya çirayê stêrek çirîskdar e, ya ku ne ji rojhilat û ne jî ji rojava ye. Zeyta wê hema dê ronahî bida ger agir vê neketiba jî. Tê de Ronahiyek di ser ronahiyê re heye. Yezdan vê ronahiyê digihîne kesên Wî bivê. Û Yezdan nimûneyan pêþkêþî mirovan dike. Yezdan Hemîzan e. Ev çira di wan xaniyan ve ye yên yezdan rê daye bên avakirin, yên navê Yezdan tê ve tê bilindkirin. Spêde û êvaran li wir pesnê Wî tê didin ew mirov yên bazarr û bazirganiyê ji bîra wan nebirine Xwedê, nivêj û zekat. Ew ji rojê ditirsin dema dê bi neramî biqute dil û bilive awir. Teqwatiya wan dê bêt bibîranîn, û Yezdan dê qenciyên wan xelat bike û pirrtir jî dilovaniyê diyariyî wan bike. Yezdan bêpîvan dide yên Wî bivêt. Herçi kiryarên yên nebawer in, mîna leylana li deþtê ne: yê tîn bawer dike ku avê dibîne ta ku digihiyê û pê dihese ku ti tiþt lê nîne. Li þûna hindê ew li wir pêrgî Xwedê tê yê heqê wî bi temamî didiyê. Xwedê bo heqdanê lezgîn e. Yan kiryarên yên nebawer mîna tarîtiya deryayek berfire û bêbin in dema pêl mirovan di bin xwe ve dihêlin, û ewr li raserî pêlan þorr dibin -- li wir tarîtî li ser tarîtiyê ye! Dema destê xwe derbîne jî, bi zor dibîne. Yê Yezdan ronahî nedabiyê, qet ronahî nîne. Ma nabînî, çawan Wî dipesinîne her tiþtê li erd û esmanan, û firrindeyên li esmanan difirrin? Ew hemî dizanin lava ji Wî bikin û Wî bipesinînin, û Ew dizane ka ew çi dikin. Yezdan e Serwerê erd û esmanan, û her tiþt dê li Wî vegerre. |
|||||||||||||||
|
|
|
|
#3 (permalink) | |||||||||||
|
QUR’ANA PÎROZ
– Beşa Duyem – 55. YÊ DILOVAN BI NAVÊ YEZDANÊ DILNERM Ê DILOVAN (1 - 78) Yê Dilovan fêr kir Qur'an, afirand insan û ew hînî axivînê kir. Heyv û roj li çerxa xwe dizivirrin û dar û stêr xwe li ber Wî diçemînin. Wî bilind kir esman û danî terazû daku hûn di kêşanê de neheqiyê nekin; bi dadperwerî bikêşin, terazûyê xelet nekin. Erd Wî bo mirovan danî; fêkî û darqesp û berhemên wan, kakil di qalikên xwe de û giyayên bênxweş lê ne. Ca hûn bi çi karên Xwedayê xwe ne bawer in? Wî mirov mîna cerran ji axê û cin ji agirê geş çêkirine. Ca hûn bi çi karên Xwedayê xwe ne bawer in? Ew Serwerê rojhilat û rojava ye. Ca hûn bi çi karên Xwedayê xwe ne bawer in? Wî kiriye ku derya pêlan bidin û bên ber hev lê dîwarek di navbera wan de heye ku ew nikarin di ser re biçin. Ca hûn bi çi karên Xwedayê xwe ne bawer in? Têde hene morî û mircan. Ca hûn bi çi karên Xwedayê xwe ne bawer in? Yên Wî ne herwa keştî yên kar dibin deryayê û mîna gupikên çiyayan jê bilind dibin. Ca hûn bi çi karên Xwedayê xwe ne bawer in? Her tiştê li rûyê erdê carekê pûç dibe lê rûyê rêzdar û bihadar yê Xwedayê te dê her bimîne. Ca hûn bi çi karên Xwedayê xwe ne bawer in? Hemî yên li erd û esmanan her roj bi karekî xwe hewceyî Wî dikin. Ca hûn bi çi karên Xwedayê xwe ne bawer in? Me hê dem bo we heye, gelî cin û mirovan. Ca hûn bi çi karên Xwedayê xwe ne bawer in? Gelî komên cin û mirovan, ger hûn bikarin di erd û esmanan re bimeşin, de bimeşin, lê hûn bê destûr neşên. Ca hûn bi çi karên Xwedayê xwe ne bawer in? Gurzên agirî û misê helandî dê bi serê we de bên kirin, û dê ti ji we neyê. Ca hûn bi çi karên Xwedayê xwe ne bawer in? Dema esman kelişî û mîna kevlê rengdayî sor bû, - Ca hûn bi çi karên Xwedayê xwe ne bawer in? - ne ji mirovan û ne jî ji cinan dê gunehên wan bên pirsîn, - Ca hûn bi çi karên Xwedayê xwe ne bawer in? - lê yên gunehkar dê ji nîşanên xwe diyar bin û pirç û piyên wan dê bên girtin: - Ca hûn bi çi karên Xwedayê xwe ne bawer in? - "Aha ev e Dûjeh ya gunehbaran bawerî pê nedianî." Ew dê di navbera wê û ava kel re bimeşin. Ca hûn bi çi karên Xwedayê xwe ne bawer in? Lê du baxçe bendewarî wî ne yê ji hêza Xwedayê xwe bitirse, - Ca hûn bi çi karên Xwedayê xwe ne bawer in? - li navê tijî xeml, - Ca hûn bi çi karên Xwedayê xwe ne bawer in? - du kaniyên bilqdar - Ca hûn bi çi karên Xwedayê xwe ne bawer in? - û her cûn fêkî. Ca hûn bi çi karên Xwedayê xwe ne bawer in? Ew dê li ser doşekên bi balîfkên armûşî nermkirî xwe pal bidin, û fêkî dê şorr bibin ber destê wan. Ca hûn bi çi karên Xwedayê xwe ne bawer in? Lê hene zerîne şermîn ku ti mirovî yan cinî berî wan dest nekiriyê, - Ca hûn bi çi karên Xwedayê xwe ne bawer in? - mîna yaqût û mircanan in. Ca hûn bi çi karên Xwedayê xwe ne bawer in? Ma ne xelatê yê baş baş e? Ca hûn bi çi karên Xwedayê xwe ne bawer in? Ji bilî wan, hê du baxçeyên din jî hene, - Ca hûn bi çi karên Xwedayê xwe ne bawer in? - keskî tarî ne. Ca hûn bi çi karên Xwedayê xwe ne bawer in? Du kaniyên boş - Ca hûn bi çi karên Xwedayê xwe ne bawer in? - û fêkî û qesp û hinar lê hene. Ca hûn bi çi karên Xwedayê xwe ne bawer in? Lê hene keçine sor û spehî, - Ca hûn bi çi karên Xwedayê xwe ne bawer in? - yên çavreş, yên di kûnan ve parastî - Ca hûn bi çi karên Xwedayê xwe ne bawer in? - ku ti mirovî yan cinî berî wan dest nekiriyê. Yên perêsgar dê pal din ser doşekên şên û xalîçeyên nexşandî yên bedew. Ca hûn bi çi karên Xwedayê xwe ne bawer in? Pîroz e navê Yezdanê te yê rêzdar û bihadar. 36. YA SÎN BI NAVÊ YEZDANÊ DILNERM Ê DILOVAN (1 - 83) Ya Sîn, bi Qur'ana hişmend tu peyamber î û bi rêya rast ve dimeşî. Yê Xurt, yê Dilovan ev şandiye daku hişyar bikî wan mirovan yên bavkalên wan nehatin hişyarkirin û yên bêxem digerrîn. Me bi stoyê wan ve kirine nîr yên digihin gep û alekan daku serê xwe rakirî bihêlin. Me dîwar bi cih kirine li pêş û paş wan daku ti tiştî nebînin. Ferq nake ger wan hişyar bikî yan na: ew bawer nakin. Tu dikarî tenê wan hişyar bikî yên pêşwaziyê li hişyariyê dikin û yên bi veşartkî ji yê Dilovan ditirsin. Ragihîne wan mizgîniya lêborînê û xelatê bihadar. Em miriyan sax dikin, kiryarên wan û encamên kiryarên wan û hesaba her tiştî di defterek zelal de dinivîsin. Ji wan re vebêje nimûneya rûniştvanên wî bajarî yê ku peyamber hatinê: Dema me du peyamber şandin wir, bajariyan bawer bi wan neanî. Me peyamberek din jî lê zêde kir. Hersêyan got: "Em hatine şandin cem we." Xelkê got: "Nê hûn jî mîna me mirov in. Yê Dilovan ti tişt ji we re neşandiye: hûn tenê derewan dikin." Peyamberan got: "Xwedê dizane ku em hatine şandin cem we. Erkê me tenê anîna peyamek zelal e." Nebaweran got: "Hûn nîşanên belayê ne. Ger hûn ji ya xwe daneyên, em dê we bidin ber kevir û beran û hûn dê janek dijwar bikêşin." Peyamberan got: "Hûn bi xwe belayên xwe ne. Ma hûn dê guh nedin hişyariyê dema hûn hatin hişyarkirin? Hûn gunehkar in." Ji rexê din yê bajarî zelamek bi lez hat û got: Gelê mino! Lli pey peyamberan bimeşin. Bidin dû wan yên ti xelatî ji we naxwazin û bi rêya rast ve dimeşin. Çima neperêsim Wî yê ez afirandim û yê divê hûn jî vegerrin cem? --- Ma ez dê ji bilî Wî ti xwedayek din bo xwe bigirim? Ne yê Dilovan ti ziyanê bo min dixwaze û ne jî hûn dikarin min biparêzin. Hingê ez dê rêwenda bigerrîma. Ez ji Xwedayê we bawer dikim. Guh bidin min! Jê re hat gotin: "Kerem bike Biheştê" Û wî got: "Xwezî gelê min tê bigihişta. ku Xwedayê min li min boriye û di nav yên rêzdar de bi cih kirime." Piştî wî me leşkerê esmanî neşand dijî gelê wî. Na, me neşand; tenê dengek hat û hemî birandin. Wey li beniyan! Her gava peyamberek ji wan re tê, tirraneyên xwe pê dikin. Ma ew nabînin ka me çawan birandin nifşên berî wan yên dê êdî venegerrin nik wan? Ew hemî dê bi hev re bên anîn ber Me. Nîşanek bo wan erdê rût e yê em vedijînin û dikin ku dexlûdan bo xwarinê lê şên bibe. Me rez û xurmestan dane û rê daye kaniyan lê bizên da mirov berhemên wan bixwin. Ma wan kanî bi destê xwe hilkolandine? Yan ma ew nizanin sipasdar bin? Pesin bo Wî yê afirandin hemî cûn yên ji erdê şên dibin, yên jixwe şên dibin û yên ji tişta wan hay jê nîne. Û nîşanek jî bo wan şev e ya Em rojê jê vdikêşin, û tarîtî bi ser wan de digire, û tav diçe bênvedangeha xwe. Xwedayê Xurt û Zana wisan hez kiriye. Me qonax û gihanek dane heyvê, û taliyê ew dişibe çeqek rût. Nabe roj xwe bigihîne heyvê û ne jî şev bilezîne berahîka rojê, lê her tişt li esmanan li çerxa xwe dizivirre. Û nîşanek jî ji wan re ew e ku Me dûndeha mirovên berê bi keştiyek barkirî seyirandin û me ji wan bi xwe re jî keştiyên mîna wê çêkirine. Ger Em hez bikin, Em dê bihêlin ew bixeniqin, û hawarên wan dê pere nekin û wan neparêzin, ger Em dilovaniyê li wan nekin û nehêlin ku ew hê piçekê xweşiyê bi jiyana xwe bibin. Dema ji wan re tê gotin: "Hişyar bin ji qedera wan yên berî we dijiyan û yên dê piştî we bijîn daku hûn bên bexşandin", lê her cara nîşanek ji Xwedayê wan ji wan re tê diyarkirin, ew pişta xwe didinê, û dema ji wan re tê gotin: "Ji wî malî bidin yê ku Xwedê daye we", yên nebawer dibêjin baweran: "Ma divê em bidin wan yên Xwedê dikare bidiyê ger hez bike? Ev çi gotin e!" Ew herwiha dibêjin: "Ka kengî ev gefa we dê bi cih bêt ger hûn rast dibêjin? Ma wan tiştek din heye ji bilî gaziyekê ya dê wan bigire dema ew bi hev re gengeşiyê dikin, û wan dê nebe delîv ku wesiyeta xwe bibêjin yan li malbata xwe vegerrin. Û dema li borrîjenê bêt dan, ew dê ji gorra xwe derkevin pêş Xwedayê xwe û hawar bikin: "Wey li me! Kê em ji arimgehên me şiyar kirin? Ev e ew dem ya yê Dilovan pê gef li me dikirin. Belê, ya peyamberan digot rast bû. Tenê bangek dê bêt bîstin, û ew dê li pêş Me bên rêzkirin. Wê rojê neheqî li ti giyanî nayê kirin lê her kes dê li gor kirinên xwe bêt xelat- yan cezakirin. Wê rojê biheştî dê bi kiryarên xwe şad bibin: ew û hevserên xwe dê li ber sîberê pal din, fêkî û her tiştê bixwazin dê raberî wan bêt kirin. "Silav!" ew peyv e ya ew dê Yezdanê Dilovan bibîzin. Lê ji yên din re: "Veqetin ji komê, gelî gunehkaran." Mirovno, ma Min e peyman bi we re danî daku hûn Şeytanî neperêsin ji ber ku ew dijminê we yê diyar e, lê divê hûn Min biperêsin? Ev rêya rast e. Lê Şeytanî komek mezin xirrandiye. Ma hûn tê nagihin? "Aha ev e ew Dûjeh ya li we hatibû gefkirin, de ji ber nebaweriya xwe tê de bibirijin!" Wê rojê em dê devê wan girê din lê destên wan dê bipeyivin û piyên wan dê govan bin li ser ka wan çi kiriye. Ger Me biviya, Me dikarî çavên wan tarî bikin. De bila paşî bilezînin ser rê: ma dê çawan bibînin? Ger Me biviya, Me dikarî wan li cihê wan biqerrimînin ku ew ne pêşve û ne jî paşve bikarin bilivin. Yê Em bihêlin bijî, Em dihêlin lawaz jî bibe. Ma ew tê nagihin? Me helbestvanî fêrî peyamberê xwe nekiriye, û jixwe kêrî wî nayê jî. Ev tenê hişyariyek e û Gotar e daku ew yên sax hişyar bike. û nebaweran derewîn derbixe. Ew nabînin ku Me bi karên destê xwe ji wan re afirandine çarpiyên samanê wan, û Me ew dane dest wan. Hin ji wan bo lêsiwarbûnê ne, hin jî bo xwarinê. Ew dikarin bi gelek awayan sûdeyê jê wergirin û şîrê wan vexwin. Ca bo çi ne sipasdar in? Wan ji bilî Xwedê ji xwe re hin xwedayên din girtine daku alîkariyê jê wergirin, lê ew nikarin alîkarî wan bin, û dê bi xwe jî bên dadkirin. Bila gotinên wan te xemgîn nekin; Em dizanin ka ew çi di dilê xwe de vedişêrin û çi diyar dikin. Ma mirov nizanin ku Me ew ji tovekî çêkirine? Lê wisan jî gengeşiyê dikin. Û ew berhevdanê bi Me dikin, û binyata xwe ji bîr dikin û dibêjin: "Ma kî dikare hestiyên bûyî ax sax bike?" Bêje: "Yê ew pêşî afirandin, dê wan sax jî bike. Ew dizane her tiştî biafirîne. Ew e yê çirîskan ji dara şên vedijenîne daku hûn agirî hilkin. Ma yê erd û esman afirandine nikare yên mîna wan çêke? Belê, manê Ew Afirmendê Hişmend e. Ger Wî tiştek bivêt, tenê dibêje: "Bibe", û dibe. Pesin bo Wî yê di destî de serweriya her tiştî û yê hûn dê lê vegerrin. 2. ÇÊL BI NAVÊ YEZDANÊ DILNERM Ê DILOVAN (1 - 22; 28 - 39; 42 - 46; 48; 62; 83 - 85; 87; 90; 102 - 103; 115 - 117; 136; 163 - 164; 177; 254 - 256; 262 - 265; 285 - 286) (1 - 22) ALM. Ev pirtûka bê guman rêbaz e bo yên perêsgar, yên baweriyê bi ya nepenî tînin û jidil nivêjên xwe dikin û ji ya Me dayî didin, yên bawer dikin bi ya ji te re û ya ji yên berî te re hatiye şandin, û ji Roja Dawiyê piştrast bawer in. Ew li pey rêbaza Xwedayê xwe dimeşin, û ew yên bextiyar in. Herçi ew in yên bawer nakin, bo wan eynî ye tu wan haydar bikî yan na: ew her bawer nakin. Xwedê mor daniye ser dil û guhên wan û perde daniye ser çavên wan; azarek dijwar li benda wan e. Hin mirov dibêjin: "Me bawerî bi Xwedê û Roja Dawiyê heye" lê dîsan jî bawer nakin. Ew dicerribînin ku Xwedê û yên bawermend bixapînin, lê ew ji bilî xwe ti kesî naxapînin, lê ew bi xwe tê nagihin. Di dilê wan de derdek heye, û Xwedê ew derdgirantir kirine; û azarek jandar bo wan heye çimkî wan derew dikirin. Û dema ji wan re tê gotin: "li ser dinyayê xirabiyê nekin", ew dibêjin: "Jixwe em tenê qenciyê dikin." Ma ne ew bi xwe ne yên xirabîker? Lê ew tê nagihin. Û dema ji wan re tê gotin: "Hûn jî mîna xelkê bawer bikin", ew dibêjin: "Ma divê em jî mîna yên bêhiş bikin?" Na, ew bi xwe yên bêhiş in, lê tê nagihin. Û dema ew yên bawermend dibînin, dibêjinê: "Em bawer dikin", lê gava bi xapînerên xwe re bi tenê bin, dibêjinê: "Ya rast, em bi we re ne, me tenê tirrane dikin." Xwedê tirraneyan bi wan dike û dike ku ew xirriyayî bigerrin. Wan rêbaz daye bi rêberzetiyê û bazarrê wan bêkêr e û rêya rast nîşanî wan nade. Ew mîna wî ne yê agirek vêxistibe. Tam gava agir derdorên xwe geş dike, Xwedê agirî ditemirîne, û ew di tarîtiyê de dimîne û ti nabîne: kerr, lal û kor e. Ta nabîne li xwe bizivirre jî. Yan jî mîna ewrek baranî, tijî tarîtî, gurmîn û birûsk. Mirov tilên xwe dikin guhên xwe re, ji ber birûskan ji mirinê ditirsin. Xwedê yên nebawer zeft kirine. Nêzîk e birûsk çavên wan kor bike. Her cara ew rêya wan ron dike, ew pêşve dimeşin; lê gava tarî dibe, ew radiwestin. Ger Xwedê bivêt, dikare guh û çavên wan jê bistîne. Xwedê Jêhatî ye. Mirovno, biperêsin Xwedayê xwe yê ku hûn û yên berî we afirandine daku hûn fêr bibin bitirsin ji Wî yê erd bo we kiriye doşek û esman kiriye lihêf, û yê avê ji esmanan dihinêre û fêkî bo jiyara we jê şên dike. Ca madem hûn vê dizanin, kesî nekin hevberî Wî. (28 - 39) Çawan hûn bawer nakin ji Xwedê madem Wî jiyan da we gava hûn hê nebûn, û dê paşî we bimirîne û dîsan vejîne: û taliyê hûn dê vegerrin bal Wî. Wî afirand bo we her tiştê li rûyê erdê. Paşî hilket bilindahiyan û ew kirin heft esman. Ew ji her tiştî agadar e. Xwedayê te ji firrişteyan re got: "Ez dê ji xwe re cîgirekî danim ser rûyê erdê." Wan got: "Ma tu dê kesek wisan li wir bi cih bikî ku belayan peyda bike û xwînê birijîne, tevî ku em rûmeta Te dipesinînin û pîroziya Te radigihînin." Yezdan got wan: "Ya Ez dizanim hûn nizanin." Xwedê Adem fêrî navên hemî tiştan kir; paşî ew nîşanî firrişteyan dan û gotê: "Madem hûn rast dibêjin, ka navên van ji min re bibêjin." Wan got: "Pesin bo Te! Lê ji bilî ya Te me hîn kirine em ti tiştek din nizanin. Nê Tu yî yê Zana û Hişmend." Xwedê got: "Adem, ka navên wan jê re bibêje." Dema Ademî navên wan gotin, Xwedê got: "Ma Min ji we re negot ku ez razên erd û esmanan dizanim? Û Ez agadar im ji ya hûn berçav dikin û ya hûn vedişêrin." Û dema Me ji firrişteyan re got: "Xwe bo Ademî biçemînin", wan xwe tewand lê Iblîsî wa nekir: wî neguhdarî kir û qurre bû û bêminetî nîşan da. Û Me got: "Adem, tu û jina xwe di nav baxçeyî de bijîn, û hûn çi bixwazin bixwin. Lê xwe nêzî vê dara han nekin daku hûn gunehê nekin." Lê paşî Şeytanî ew xirrandin, û ji ber hindê ew neçar bûn ji wir derkevin. Me gotê: "Dakevin û dijminên hev bin. Dê we xanî û xwarin ta demekê li wir hebin." Û Xwedê Adem fêr kir û dilovanî lê kir ji ber ku Yezdan Dilnerm û Dilovan e. Me got: "Ji vir dakevin erdê lê ger rêberî ji Min hat, yên li dû wê biçin, ne hewceyî tirsê ne û dê xemgîn nebin. Lê yên bawer nekin û guh nedin nîşanên Me, dê bikevin nav agirî û dê her tê de bimînin. (42 - 46) Rastiyê bi derewan neherrimînin û rastiya hûn dizanin veneşêrin. Di nivêjên xwe de xemsariyê nekin, zikatê bidin û bi perêsgaran re xwe biçemînin. Hûn dibêjin xelkê: qenciyê bikin, lê hûn xwe ji bîr dikin tevî ku hûn dikarin ji Pirtûkê bixwînin. Ma hûn tê nagihin? Bi bênfirehiyê û lavayan li alîkariyê bigerrin tevî ku bêguman dijwar e ji bilî bo yên nefsbiçûk, yên bawer dikin ku dê vegerrin bal Xwedayê xwe. (48) Ji wê rojê bitirsin ya ti giyanek nikare cihê ya din bigire yan alîkarî yek din be. Wê rojê ti gerew nayên pejirandin û arî ti kesî nayê kirin. (62) Yên bawermend, cihû, file û sabiî yên ji Xwedê û Roja Dawiyê bawer bikin û qenciyê bikin, xelatek li bal Xwedayê wan bendewarî wan e. Ne hewce ye ew bitirsin, û ew dê xemgîn nebin. (83 - 85) ... Tenê Xwedê biperêsin; ji dêbav û kesûkarên xwe re, ji sêwî û perîşanan re qenc bin. Nerm bi xelkê re bipeyivin, xeman ji nivêjên xwe bixwin û zikatê bidin ... Paşî Me peyman bi we re danî: "Xwînê nerijînin û xelkê ji malên wan dernexin." We bi xwe ev pesind kir û hûn bi xwe govanên wê bûn. Lê hûn wiha ne: Hûn hev dikujin, xelkê ji malên wan derdixin û di guneh- û neheqîkirinê de hûn alîkariyê dikin. ... Me Pirtûk da Mûsa, û hin peyamberên din jî li dû wî şandin. Me delîlên diyar dan Îsayê kurrê Meryemê. Ma her cara peyamberek ne bi dilê we be bêt hûn dê serhişk û qurre bin? We ji hinan re got derewker û hin jî kuştin. Bazarrek pûç e wan kiriye ku xwe ji ya Xwedê şandî daye paş, û çavnebariyê dikin bi ya Yezdan ji dilovaniya xwe daye perêsgarên xwe. Ew kerbê li kerbê kom dikin. Sizayek rûreşker bendewarî yên nebawer e. (102 - 103) Li dema Silêmanî xelk li pey rêbazên şeytanan diçû lê Silêman bi xwe ne zirrbawer bû lê yên zirrbawer ew şeytan bûn û xelk fêrî sihrê û wê dikir ya ku li Babilê ji du firrişteyan - Harûtî û Marûtî - re hatibû. Lê wan herduyan ti tişt fêrî xelkê nedikir bêyî pêşî bibêjinê: "Em tenê fitne ne. Xwe bêbawer neke!" Paşî mirov ji wan fêrî hindê bûn ya ku jin û mêran ji hev cuda dike, lê ew nikarin bi sihra xwe ziyanê bigihînin ti kesî ger ne bi destûra Xwedê be. Wan xwe hînî wan tiştan kir yên ziyanê bigihîninê, ne yên mifayê, tevî ku wan dizanî ku yê wê bibijêre, xwe ji dinyaya bêt bêpar dike. Belê, wan bazarrek bêxêr kir. Xwezî wan zanîba! Xwezî wan bawer kiriba û ji Xwedê tirsîban! Xelatê herî baş ji Xwedê ye. Xwezî bes wan zanîba! (115 - 117) Hem rojhilat û hem jî rojava ya Xwedê ye. Hûn kû ve bizivirrin jî, berê Xwedê li we ye. Xwedê li herderê ye û hertiştî dizane. Ew dibêjin: "Xwedê kurrek ji xwe re bijartiye." Xwedê me bisitirîne! Jixwe hertiştê li erd û esmanan yê Wî ye, û hemî guhdarî Wî ne. Yezdan Danerê erd û esmanan e. Dema Ew tiştekî diafirîne, tenê dibêje: "Hebe!" û ew tişt dibe. (136) Bêjin: "Me bawerî heye bi Xwedê û bi ya ji me re dahatî û bi ya dahatibû ji Brahîmî û Smaîlî û Îshaqî û Ûsivî û babikan re û bi ya Xwedê daye Mûsayî û Îsayî û peyamberên din. Û em cudahiyê naxin navbera wan çimkî yê em diperêsin tenê Xwedê ye." (163 - 164) Xwedayê we Yek e. Ti Xweda nînin ji bilî Wî, Dilnerm ê Dilovan. Afirandina erd û esmanan, guhastina şev û rojan, keştiyên li deryayê diseyirin daku mifayê bigihînin mirovan, ava Xwedê ji esmanan dibarîne daku erdê mirî pê vejî, peydabûna her cûn lawiran li rûyê erdê, guherrîna erd û esmanan: hemî nîşan in bo mirovên tê bigihin. (177) Qencî ne ew e ku hûn berê xwe bidin rojhilat yan rojava; yê qenc ew e ku bawer dike ji Xwedê û ji Roja Rabûnê û ji firrişteyan û ji Pirtûkê û ji Peyamberan; yê di rêya Xwedê de xêran dide mirovên xwe, sêwiyan, hejaran, rêvingan û hewcedaran û bo azadkirina koleyan. Qencî ew e ku hûn nivêjên xwe bikin, zikatê bidin û soza we dayî bi cih bînin, li ber qeza û belayan û li tengaviyan bênfire bin. Yên wa bikin dilpak û ji-Xwedê-tirs in. (254 - 256) Gelî baweran, bi ya Me dayî we xêran bikin berî ku ew roj bêt ya bazarr, biratî û bergêrrî bêmifa ne. Nebawer in yên neheqîker. Nîne ti xweda ji bilî Xwedê, yê Jîndar, yê Xurt. Ne xew Wî digire, ne xilêlî. Hertiştê li erd û esmanan yê Wî ye. Ma kî dikare li pêşberî Wî pêş yek din ve biaxive ger ne bi destûra Wî be? Xwedê dizane ka çi berî wan hebû û ka dê çi piştî wan bêt, lê ew di ti zanîna Xwedê nagihin ger ne bi vîna Wî be. Serweriya Wî hemî erd û esmanan dihewîne, û birêveberiya wan bo Wî ne dijwar e. Ew Bilind û Bihêz e. Dîn ne bi kotekî ye. Rêbaz û rêberzetî ji hev cuda ne. Yê zirrxweda hêlane û bawerî bi Xwedê heye, dest avêtiye destikek xurt yê naşkêt. Xwedê Hemîbihîz û Hemîzan e. (262 - 263) Yên malê xwe di rêya Xwedê de didin û daxwaza bersivdanê nakin û ziyanê bagihinînin xelkê, dê xelatê xwe li bal Xwedayê xwe wergirin. Ne hewce ye ew bitirsin yan xeman bixwin. Axiftina xweş û lêborîn ji zikata ziyan pê tê kirin baştir e. Xwedê Dewlemend û Dilnerm e. (285 - 286) Peyamber bawer dike ji ya ji Yezdanê wî re jê re hatiye, û yên bawermend jî wisan dikin. Wan bawerî heye bi Xwedê, bi firrişteyên Xwedê, bi Pirtûkên Xwedê û bi Peyamberên Xwedê. Ew cudahiyê naxin navbera peyamberan. Yên bawer dibêjin: "Em guhdar in û dibîzin. Xwedêyo, li me bibore. Em dê vegerrin bal Te." Xwedê barek ji taqeta ti kesî zêdetir nadiyê. Her kes dê bigihe heqê xwe, çi qenc û çi jî xirab be. Xwedayê me, me siza neke ger em ji bîr bikin yan şaş bikin. Û Xwedayê me, me tûşî belayên wisan neke yên Te yên berî me tûşî kirin. Û Xwedayê me, neke barê me ti tiştê me hêz bo tine be. Li me negire û li me bibore. Li me dilovan be. Tu parêzvanê me yî: me ji nebaweran biparêze. |
|||||||||||
|
|
|
|
#4 (permalink) | |||||||||||
|
QUR’ANA PÎROZ – Beşa Duyem – 55. YÊ DILOVAN BI NAVÊ YEZDANÊ DILNERM Ê DILOVAN (1 - 78) Yê Dilovan fêr kir Qur'an, afirand insan û ew hînî axivînê kir. Heyv û roj li çerxa xwe dizivirrin û dar û stêr xwe li ber Wî diçemînin. Wî bilind kir esman û danî terazû daku hûn di kêşanê de neheqiyê nekin; bi dadperwerî bikêşin, terazûyê xelet nekin. Erd Wî bo mirovan danî; fêkî û darqesp û berhemên wan, kakil di qalikên xwe de û giyayên bênxweş lê ne. Ca hûn bi çi karên Xwedayê xwe ne bawer in? Wî mirov mîna cerran ji axê û cin ji agirê geş çêkirine. Ca hûn bi çi karên Xwedayê xwe ne bawer in? Ew Serwerê rojhilat û rojava ye. Ca hûn bi çi karên Xwedayê xwe ne bawer in? Wî kiriye ku derya pêlan bidin û bên ber hev lê dîwarek di navbera wan de heye ku ew nikarin di ser re biçin. Ca hûn bi çi karên Xwedayê xwe ne bawer in? Têde hene morî û mircan. Ca hûn bi çi karên Xwedayê xwe ne bawer in? Yên Wî ne herwa keştî yên kar dibin deryayê û mîna gupikên çiyayan jê bilind dibin. Ca hûn bi çi karên Xwedayê xwe ne bawer in? Her tiştê li rûyê erdê carekê pûç dibe lê rûyê rêzdar û bihadar yê Xwedayê te dê her bimîne. Ca hûn bi çi karên Xwedayê xwe ne bawer in? Hemî yên li erd û esmanan her roj bi karekî xwe hewceyî Wî dikin. Ca hûn bi çi karên Xwedayê xwe ne bawer in? Me hê dem bo we heye, gelî cin û mirovan. Ca hûn bi çi karên Xwedayê xwe ne bawer in? Gelî komên cin û mirovan, ger hûn bikarin di erd û esmanan re bimeşin, de bimeşin, lê hûn bê destûr neşên. Ca hûn bi çi karên Xwedayê xwe ne bawer in? Gurzên agirî û misê helandî dê bi serê we de bên kirin, û dê ti ji we neyê. Ca hûn bi çi karên Xwedayê xwe ne bawer in? Dema esman kelişî û mîna kevlê rengdayî sor bû, - Ca hûn bi çi karên Xwedayê xwe ne bawer in? - ne ji mirovan û ne jî ji cinan dê gunehên wan bên pirsîn, - Ca hûn bi çi karên Xwedayê xwe ne bawer in? - lê yên gunehkar dê ji nîşanên xwe diyar bin û pirç û piyên wan dê bên girtin: - Ca hûn bi çi karên Xwedayê xwe ne bawer in? - "Aha ev e Dûjeh ya gunehbaran bawerî pê nedianî." Ew dê di navbera wê û ava kel re bimeşin. Ca hûn bi çi karên Xwedayê xwe ne bawer in? Lê du baxçe bendewarî wî ne yê ji hêza Xwedayê xwe bitirse, - Ca hûn bi çi karên Xwedayê xwe ne bawer in? - li navê tijî xeml, - Ca hûn bi çi karên Xwedayê xwe ne bawer in? - du kaniyên bilqdar - Ca hûn bi çi karên Xwedayê xwe ne bawer in? - û her cûn fêkî. Ca hûn bi çi karên Xwedayê xwe ne bawer in? Ew dê li ser doşekên bi balîfkên armûşî nermkirî xwe pal bidin, û fêkî dê şorr bibin ber destê wan. Ca hûn bi çi karên Xwedayê xwe ne bawer in? Lê hene zerîne şermîn ku ti mirovî yan cinî berî wan dest nekiriyê, - Ca hûn bi çi karên Xwedayê xwe ne bawer in? - mîna yaqût û mircanan in. Ca hûn bi çi karên Xwedayê xwe ne bawer in? Ma ne xelatê yê baş baş e? Ca hûn bi çi karên Xwedayê xwe ne bawer in? Ji bilî wan, hê du baxçeyên din jî hene, - Ca hûn bi çi karên Xwedayê xwe ne bawer in? - keskî tarî ne. Ca hûn bi çi karên Xwedayê xwe ne bawer in? Du kaniyên boş - Ca hûn bi çi karên Xwedayê xwe ne bawer in? - û fêkî û qesp û hinar lê hene. Ca hûn bi çi karên Xwedayê xwe ne bawer in? Lê hene keçine sor û spehî, - Ca hûn bi çi karên Xwedayê xwe ne bawer in? - yên çavreş, yên di kûnan ve parastî - Ca hûn bi çi karên Xwedayê xwe ne bawer in? - ku ti mirovî yan cinî berî wan dest nekiriyê. Yên perêsgar dê pal din ser doşekên şên û xalîçeyên nexşandî yên bedew. Ca hûn bi çi karên Xwedayê xwe ne bawer in? Pîroz e navê Yezdanê te yê rêzdar û bihadar. 36. YA SÎN BI NAVÊ YEZDANÊ DILNERM Ê DILOVAN (1 - 83) Ya Sîn, bi Qur'ana hişmend tu peyamber î û bi rêya rast ve dimeşî. Yê Xurt, yê Dilovan ev şandiye daku hişyar bikî wan mirovan yên bavkalên wan nehatin hişyarkirin û yên bêxem digerrîn. Me bi stoyê wan ve kirine nîr yên digihin gep û alekan daku serê xwe rakirî bihêlin. Me dîwar bi cih kirine li pêş û paş wan daku ti tiştî nebînin. Ferq nake ger wan hişyar bikî yan na: ew bawer nakin. Tu dikarî tenê wan hişyar bikî yên pêşwaziyê li hişyariyê dikin û yên bi veşartkî ji yê Dilovan ditirsin. Ragihîne wan mizgîniya lêborînê û xelatê bihadar. Em miriyan sax dikin, kiryarên wan û encamên kiryarên wan û hesaba her tiştî di defterek zelal de dinivîsin. Ji wan re vebêje nimûneya rûniştvanên wî bajarî yê ku peyamber hatinê: Dema me du peyamber şandin wir, bajariyan bawer bi wan neanî. Me peyamberek din jî lê zêde kir. Hersêyan got: "Em hatine şandin cem we." Xelkê got: "Nê hûn jî mîna me mirov in. Yê Dilovan ti tişt ji we re neşandiye: hûn tenê derewan dikin." Peyamberan got: "Xwedê dizane ku em hatine şandin cem we. Erkê me tenê anîna peyamek zelal e." Nebaweran got: "Hûn nîşanên belayê ne. Ger hûn ji ya xwe daneyên, em dê we bidin ber kevir û beran û hûn dê janek dijwar bikêşin." Peyamberan got: "Hûn bi xwe belayên xwe ne. Ma hûn dê guh nedin hişyariyê dema hûn hatin hişyarkirin? Hûn gunehkar in." Ji rexê din yê bajarî zelamek bi lez hat û got: Gelê mino! Lli pey peyamberan bimeşin. Bidin dû wan yên ti xelatî ji we naxwazin û bi rêya rast ve dimeşin. Çima neperêsim Wî yê ez afirandim û yê divê hûn jî vegerrin cem? --- Ma ez dê ji bilî Wî ti xwedayek din bo xwe bigirim? Ne yê Dilovan ti ziyanê bo min dixwaze û ne jî hûn dikarin min biparêzin. Hingê ez dê rêwenda bigerrîma. Ez ji Xwedayê we bawer dikim. Guh bidin min! Jê re hat gotin: "Kerem bike Biheştê" Û wî got: "Xwezî gelê min tê bigihişta. ku Xwedayê min li min boriye û di nav yên rêzdar de bi cih kirime." Piştî wî me leşkerê esmanî neşand dijî gelê wî. Na, me neşand; tenê dengek hat û hemî birandin. Wey li beniyan! Her gava peyamberek ji wan re tê, tirraneyên xwe pê dikin. Ma ew nabînin ka me çawan birandin nifşên berî wan yên dê êdî venegerrin nik wan? Ew hemî dê bi hev re bên anîn ber Me. Nîşanek bo wan erdê rût e yê em vedijînin û dikin ku dexlûdan bo xwarinê lê şên bibe. Me rez û xurmestan dane û rê daye kaniyan lê bizên da mirov berhemên wan bixwin. Ma wan kanî bi destê xwe hilkolandine? Yan ma ew nizanin sipasdar bin? Pesin bo Wî yê afirandin hemî cûn yên ji erdê şên dibin, yên jixwe şên dibin û yên ji tişta wan hay jê nîne. Û nîşanek jî bo wan şev e ya Em rojê jê vdikêşin, û tarîtî bi ser wan de digire, û tav diçe bênvedangeha xwe. Xwedayê Xurt û Zana wisan hez kiriye. Me qonax û gihanek dane heyvê, û taliyê ew dişibe çeqek rût. Nabe roj xwe bigihîne heyvê û ne jî şev bilezîne berahîka rojê, lê her tişt li esmanan li çerxa xwe dizivirre. Û nîşanek jî ji wan re ew e ku Me dûndeha mirovên berê bi keştiyek barkirî seyirandin û me ji wan bi xwe re jî keştiyên mîna wê çêkirine. Ger Em hez bikin, Em dê bihêlin ew bixeniqin, û hawarên wan dê pere nekin û wan neparêzin, ger Em dilovaniyê li wan nekin û nehêlin ku ew hê piçekê xweşiyê bi jiyana xwe bibin. Dema ji wan re tê gotin: "Hişyar bin ji qedera wan yên berî we dijiyan û yên dê piştî we bijîn daku hûn bên bexşandin", lê her cara nîşanek ji Xwedayê wan ji wan re tê diyarkirin, ew pişta xwe didinê, û dema ji wan re tê gotin: "Ji wî malî bidin yê ku Xwedê daye we", yên nebawer dibêjin baweran: "Ma divê em bidin wan yên Xwedê dikare bidiyê ger hez bike? Ev çi gotin e!" Ew herwiha dibêjin: "Ka kengî ev gefa we dê bi cih bêt ger hûn rast dibêjin? Ma wan tiştek din heye ji bilî gaziyekê ya dê wan bigire dema ew bi hev re gengeşiyê dikin, û wan dê nebe delîv ku wesiyeta xwe bibêjin yan li malbata xwe vegerrin. Û dema li borrîjenê bêt dan, ew dê ji gorra xwe derkevin pêş Xwedayê xwe û hawar bikin: "Wey li me! Kê em ji arimgehên me şiyar kirin? Ev e ew dem ya yê Dilovan pê gef li me dikirin. Belê, ya peyamberan digot rast bû. Tenê bangek dê bêt bîstin, û ew dê li pêş Me bên rêzkirin. Wê rojê neheqî li ti giyanî nayê kirin lê her kes dê li gor kirinên xwe bêt xelat- yan cezakirin. Wê rojê biheştî dê bi kiryarên xwe şad bibin: ew û hevserên xwe dê li ber sîberê pal din, fêkî û her tiştê bixwazin dê raberî wan bêt kirin. "Silav!" ew peyv e ya ew dê Yezdanê Dilovan bibîzin. Lê ji yên din re: "Veqetin ji komê, gelî gunehkaran." Mirovno, ma Min e peyman bi we re danî daku hûn Şeytanî neperêsin ji ber ku ew dijminê we yê diyar e, lê divê hûn Min biperêsin? Ev rêya rast e. Lê Şeytanî komek mezin xirrandiye. Ma hûn tê nagihin? "Aha ev e ew Dûjeh ya li we hatibû gefkirin, de ji ber nebaweriya xwe tê de bibirijin!" Wê rojê em dê devê wan girê din lê destên wan dê bipeyivin û piyên wan dê govan bin li ser ka wan çi kiriye. Ger Me biviya, Me dikarî çavên wan tarî bikin. De bila paşî bilezînin ser rê: ma dê çawan bibînin? Ger Me biviya, Me dikarî wan li cihê wan biqerrimînin ku ew ne pêşve û ne jî paşve bikarin bilivin. Yê Em bihêlin bijî, Em dihêlin lawaz jî bibe. Ma ew tê nagihin? Me helbestvanî fêrî peyamberê xwe nekiriye, û jixwe kêrî wî nayê jî. Ev tenê hişyariyek e û Gotar e daku ew yên sax hişyar bike. û nebaweran derewîn derbixe. Ew nabînin ku Me bi karên destê xwe ji wan re afirandine çarpiyên samanê wan, û Me ew dane dest wan. Hin ji wan bo lêsiwarbûnê ne, hin jî bo xwarinê. Ew dikarin bi gelek awayan sûdeyê jê wergirin û şîrê wan vexwin. Ca bo çi ne sipasdar in? Wan ji bilî Xwedê ji xwe re hin xwedayên din girtine daku alîkariyê jê wergirin, lê ew nikarin alîkarî wan bin, û dê bi xwe jî bên dadkirin. Bila gotinên wan te xemgîn nekin; Em dizanin ka ew çi di dilê xwe de vedişêrin û çi diyar dikin. Ma mirov nizanin ku Me ew ji tovekî çêkirine? Lê wisan jî gengeşiyê dikin. Û ew berhevdanê bi Me dikin, û binyata xwe ji bîr dikin û dibêjin: "Ma kî dikare hestiyên bûyî ax sax bike?" Bêje: "Yê ew pêşî afirandin, dê wan sax jî bike. Ew dizane her tiştî biafirîne. Ew e yê çirîskan ji dara şên vedijenîne daku hûn agirî hilkin. Ma yê erd û esman afirandine nikare yên mîna wan çêke? Belê, manê Ew Afirmendê Hişmend e. Ger Wî tiştek bivêt, tenê dibêje: "Bibe", û dibe. Pesin bo Wî yê di destî de serweriya her tiştî û yê hûn dê lê vegerrin. 2. ÇÊL BI NAVÊ YEZDANÊ DILNERM Ê DILOVAN (1 - 22; 28 - 39; 42 - 46; 48; 62; 83 - 85; 87; 90; 102 - 103; 115 - 117; 136; 163 - 164; 177; 254 - 256; 262 - 265; 285 - 286) (1 - 22) ALM. Ev pirtûka bê guman rêbaz e bo yên perêsgar, yên baweriyê bi ya nepenî tînin û jidil nivêjên xwe dikin û ji ya Me dayî didin, yên bawer dikin bi ya ji te re û ya ji yên berî te re hatiye şandin, û ji Roja Dawiyê piştrast bawer in. Ew li pey rêbaza Xwedayê xwe dimeşin, û ew yên bextiyar in. Herçi ew in yên bawer nakin, bo wan eynî ye tu wan haydar bikî yan na: ew her bawer nakin. Xwedê mor daniye ser dil û guhên wan û perde daniye ser çavên wan; azarek dijwar li benda wan e. Hin mirov dibêjin: "Me bawerî bi Xwedê û Roja Dawiyê heye" lê dîsan jî bawer nakin. Ew dicerribînin ku Xwedê û yên bawermend bixapînin, lê ew ji bilî xwe ti kesî naxapînin, lê ew bi xwe tê nagihin. Di dilê wan de derdek heye, û Xwedê ew derdgirantir kirine; û azarek jandar bo wan heye çimkî wan derew dikirin. Û dema ji wan re tê gotin: "li ser dinyayê xirabiyê nekin", ew dibêjin: "Jixwe em tenê qenciyê dikin." Ma ne ew bi xwe ne yên xirabîker? Lê ew tê nagihin. Û dema ji wan re tê gotin: "Hûn jî mîna xelkê bawer bikin", ew dibêjin: "Ma divê em jî mîna yên bêhiş bikin?" Na, ew bi xwe yên bêhiş in,< |