Bydigi Forum
Geri Git   Bydigi Forum > Kürtçe Forum > Foruma Kurdi > Çandi Giþti

Kayýt Ol SSS

 

 

LinkBack Konu Araçlarý
Eski 13-12-2006, 02:20 PM   #1 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: Feb 2006
Konum: Güya Avrupanýn Kültür Baþkenti
Mesaj: 9,218
Üye No: 737
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 384000
Rep Puaný : 18369104
Rep Derecesi
rêwî has a reputation beyond reputerêwî has a reputation beyond reputerêwî has a reputation beyond reputerêwî has a reputation beyond reputerêwî has a reputation beyond reputerêwî has a reputation beyond reputerêwî has a reputation beyond reputerêwî has a reputation beyond reputerêwî has a reputation beyond reputerêwî has a reputation beyond reputerêwî has a reputation beyond repute
Exclamation bediuzzaman seidi nûrsi qewmeke heja u be xwedi



NEVZAT EMÝNOÐLU
Belê dirok merivên wusa mezin nîþan dide ku, gelek mezin li ber wan piçûk dimînin. Hinek însanên mezin hene ku di nav gelê xwe de mezin in, hinek di nav umeta xwe de, hinek di nav mirovahîyê de mezinin. Îcar gava meriv jîyana mezin û zanayekî wek Bedîuzzeman dinêre û kitêbên wî mutala dike, tê xuyan ku di van hemû hêlên civak û mirovahîyê de bandoreke daîmî û rêberîyeke bêhemta nîþan daye.
Jîyan û kesayetîya ustad Bedîuzzeman ya rengîn û zengîn, bi gelemperî meriv dikare di sê beþan de þîrove bike;
1- Rêberî û xebata ku ji kurdan re kirîye.
2- Xebat û xizmeta ku ji Dîne Îslamê û umetê re kirîye. Wek mucedîd û dellalê Quranê yê vê esra fen û felsefeyê.
3- Kirin û tesbîtên ku bo çareserîya pirsgirikên mirovahîyê yên maddî û manevî û li ser mane û mahîyeta evê kaînatê.
Em dibînin ku kirin û xebatên B. Seîdê Nûrsî yên ku ji bo Îslam û însanîyetê pêk anîye, pir hindik tên zanîn. Çi misliman çi ne misliman, Ewrûpa û kit’ayên din, zana û ronakbîrên wan Ustad nas dikin û derheqê wî û eserên wî de, lêkolîn û pirtûk çêdikin, unîversîte yên wan, konferans û semînerên navnetewî li dardixin. Kitêb û risaleyên wî li 36 zimanên dunyayê hatine wergerandin. Bi kurtî em dikarin bêjin hemû dunya Bedîuzzeman nas dike û ji eserên wî istifade dike. Tenê em kurd di xew de ne û jê mahrûm in, bêwefa ne. Ji ber bêbextî û belengazî û bêþansîya me, ên ji wan eser û pirtûkên wî yên rohnîdar û rênîþan, bêpar û bêhay mane jî em in. Lewma dixwazim li ser xebat û fedakarîyên ku Bedîuzzeman ji kurdan re kirye bisekinim. Da ku kurd evî zatê ku rûmeta me ye û medarê fexra me ye, rind nasbikin, ji eserên wî istifade bikin û deynê wefadarîya xwe bidin.
Rêberî û xizmeta ku Nursî ji kurdan re kirîye meriv dikare di bin van sernavan de bicivîne:
1- Derheq perwerde û xwendina kurdan de,
2- Di hêla ziman û edebîyata kurdan de,
3- Di warê hiþyarbûn û hevkarîya netewî ya kurdan de,
4- Di hêla avakirina sazî û dezgehên netewî yên kurdan de.
5- Têkoþîna bo îstifadeya kurdan, ji fen û felsefe û medenîyetê.
Ev xebat û xizmetên ku wî ji kurdan re kirîye, her beþeke wê, mijara gelek kitêb û lêkolînan e. Qedirzanî û bext û wefa jî, ji me kurdan vê xebat û xwedîderketinê dixwaze. Digel ku ewî evana hezar û hezar cara heq kirîye. Heyf û mixabin ku em ji zana û ronakbîr û alimên kurdan, wê wefadarî û xwedîderketina tam nabînin. Bes hin xebatên nû hene ku hêvîya me xurt dikin.
Wek mînak, ronakbîr û lêkolînerê hêja, Rohat Alakom ku xebatên xwe li Ewrûpa didomîne, pirtûkeke lêkolînê ku li ser Nursî çêkirîye, tenê navê vê pirtûkê bêwefatîya me ya berê û numûneya xwedîderketina me ya nû bi hev re tîne ziman. Navê pirtûkê: Unutulmuþluðun Bir Öyküsü: Bediüzzaman Saidi Kürdi (Nimûneke Jibîrkirinê û bêwefatîyê: Seîdê Kurdî). Lê em aniha tenê dikarin di çarçevaya nivîsekê de li ser bisekinin.

Kar û xebatên derbarê perwerdehîya gelê kurd de
Ustad dîtibû kû dijminên kurdan ên sereke nezanî û bêperwerdeyi ye. Gava milletek, bi cehaletê heq û hiqûqê xwe nizanîbe, hebûna xwe, nasnameya xweya netewî nikare biparêze. Hetta hertim digot ku “ Kurdistan bi bê perwerîyê, hatîye kuþtin. ”1 Ji bo vê yekê ye ku, wî bi wê feraseta xweya dûrbîn, serê serîda bo çareserîya vêya, dixwest zaningeheki mezin, bi ziman ê Erebî, Tirkî û kurdî perwerdeyê dide, ilmê din û fen bi hev re tên xwendin, li navenda welat ava bike. Di vî warî de tesbîta wî ev bû: “Nûra hiþ û aqil, ilmê fenê ye; ronahîya wijdanê, ilmê dîn e. Bi yektîya herdukan, rastî dertê holê. Gava herdu ji hev veqetin; ji fen û felsefê hîle, înkarî û þiphe derdikeve; ji ya din jî teasub, yobazî û korekorbûn çêdibe. ” Tê Stenbole payitexta Osmanî, daxwaznameyeke bi vî rengî dide padîþah ê demê: “Di vê cîhana medenîyetê de û sedsala pêþketin û musabeqeyê de, ji bo milletê kurd, bi wan birayên xwe yê din re yek ahengê terraqî bibin, herçiqas hinek mekteb hatine vekirin jî, lêbelê kurdên ku pirranîya wan Tirkî nizanin, jê mahrûm in. Ev jî paþketin û periþanîya kurda û þemete ya xerbê tine hole. Ewên ku ji berêda jî kurdan paþta mabûn, aniha ji rewþa kurda ya paþtamayî îstifade dikin. Ew jî ehlê xîretê dixe nava fikaran. Di pêþerojê de van hersê alîyan de, derbeyên dijwar amade dike. Ev jî ehlê basîretê daxîdar û cîgerxwûn dike. Vejandin û vêxistina perwerdeyê, bo temîna pêþeroja Kurdistanê ya maddî û manevî, sedemên herî girîng in.”1
Piþtî vê teþebusa xwe ya dûrbîn û fedakar îdara Osmanî fahm dike ku Mela Seîdê kurdî, diwaze reh û binyadên hebûna kurdan, bi perwerdeyê þîn bike û vêjîne. Ji puçbûn û belavbûn û rizînê bifilitîne. Bo wî ji vê armancê vegerînin, raya giþtî de lekedar bikin, davêjin tîmarxanê. Piþtî ew daf û dolap kêr nehatin derdixin, davêjin zîndanê. Lêbelê ew ji xebat û tekoþîna xwe nayê xwarê. Bo ku wî, ji van daxwaz û xebatan bînin xwarê, îdara Osmanî bi tehdît teklîfa meaþê, lê dikin. Li hemberî evê lîstika han awha dibêje: “Hûn daxwaza min a perwerdeyê paþta dixin û li ser meaþ disekinin, gelo ev çito qayde ye? Ma hûn menfaeta þexsê min, li ser menfaeta milet re, digrin? Ev meaþê ku hûn dixwazin bidin min, ruþwet e, heqê huþbûnê (sukût) ye. Ez parsekê meaþ nînim. Ez li serê çîyayê Kurdistanê mezin bûme. Tehdîda we fayde nake. Ez ji bo meaþ nehatime, ji bo miletê xwe hatime. Min vê wucûda xwe, wek ruþwet anîye. Hûn çi dikin bikin.”1 Ew derheqê van zilm û musîbetên ku hatine serî de bangê li gelê xwe dike û wihan dibêje; “Gelê kurdan! Min timarxane qebûl kir û ji bo kurdayetîyê lekedar nekim, min daxwaza padîþah û meaþ û xelata siltanîyê qebûl nekir.”2
Bo vejîna Kurdistanê bi perwerdeyê, di rojnameyên kurdan û Osmanîyan meqeleyan dinivîse. Qet vala nasekine. Di van meqeleyan de hemû derd û dermanê kurdan bi kurt û xurt tîne ziman ku ev berhemanan, hetta hettayê rênîþanên bêhemta ne ji bo gelê kurd.
Di rojnameke kurdan de ewha bangê kurda dike: “Ey gelê kurdan! Sê dijminên me hene. Yek nezanî û cehalet. Yê din feqîrtî, ê sisêyan jî îxtilaf û dubendîya navxweyî ye.
Li hember van dijminên me, sê þûrên me yên elmas hene. Þûrê pêþîn û girîng û gewre, perwerde ye. Wesîyeta mina paþî: xwendin, xwendin, xwendin. Desthevgirtin, desthevgirtin, desthevgirtin.”3
Xebatên Di Hêla Edebîyat û Zimanê Kurdî de:
Di vê hêlê de jî, Ustad rêberî û xizmetên gelek mezin kirîye. Vêya jî bi du awayan pêk anîye.
Yek: Bo bi zimanê kurdî perwerde çêbe û di zanîngeh û mekteban de were xwendin û nivîsandin, di welat de, wek zimanê fen û ilmê were bikaranîn.
A duduyan: Di kitêb û nivîsên xwe de, bo kurd li zimanê xwe xwedî derkevin wana hiþyar dike, þîretên pir heyatî li wan dike û rê nîþan dide.
Di kitebek e xwe de awiha bang dike. “Gelê kurdan! Him zimanê we yê zikmakî ku neynika þemala hestên millî û fêkîyên dara edebîyatê û rêya avjîna perwerdeyê ye. Wek tîrêjên þu‘ayê, li ser wîjdana bi bandor e, bi îhmala we ya han, çiqilên wê pûç bûne. Zimanê we yê di gêþbûnê de wek dara Tûba bi qabilîyet e, ji ber ku wiha hiþk û perîþan, ji zimanê medenîyetê ku edebîyat e, dûr maye, gilîyê we li welatparêzîya we dike. Di însan de mohra qudretê ziman e. Rengê însanîyetê jî di rûpelên ziman de, bi nexþên beyan tê xwuyan. Ji ber ku zimanê dê tabiî ye, lefz û gotin bê dawet tê hiþê mirov. Ji ber ku dan û sitendin tenê bi maneyê çêdibe. Hiþ tevlihev nabe û ev zanîna ku dikeve hiþ, wek nexþê li ser kevir baqî dimîne.
Aha ez mînakekê ji hemîyeta millî, ji we re pêþkeþ dikim, ew jî Xelîl Xeyalî Efendî yê Motkî ye ku mîna her beþê hemîyeta millî, beþê ziman de, xelata yekemîntîyê, bi rastî bi dest xistîye. Wî elîfba û serf û nehweke esasê zimanê me ye çêkirîye. Heta ez dikarim bêjim ku; di vê esra hemîyet û xîret û fedakarî û fikra himaye ya zeîfan alîkarîya hev kirine û wucûda wê anîne holê. Bi rastî meriv di madenê Kurdistanê de, rastê cewherekî hemîyetê yê wiha hatibe, gelek hêvî heye ku pêþeroja me, dê cewherên mîna wî bibiriqînin û ronak bikin. Evî zatê hanê wekî nimûneke hemîyetê, ji bo peyçûnê nîþan didim ku, esasek ji bo zimanê me yê muhtacê pêþveçûnê ye çêkirîye. Li ehlê xîretê tewsîye dikim li rêça wi herin. Zimanê me li ser esasê wî ava bike.”1

Rêberîya di Hêla Hiþyarbûn û Yekitîya Kurdan de
Bedîuzzeman ji bo azadîya gelê kurd pêwîstîya hiþyarbûn û hevgirtinê rind dizanîbû. Lewma di her firsendê de xîret û namûs û qehremanîya wan bibîr dixist. Ji bo vê armancê fikra welatparêzî û neteweperwerîyê wek wesîleke girîng didît. Wuhareng pê kurda sewqî hizra fikra mîllî dikir.
Di kitêba xwe ya di vî warî de gelek giranbiha ye ku encama gerreke li nav êl û eþîrên kurda de ye, nivîsîye de awha dibêje: “Gelî kurdan! Fikra millîyetê bikin rêber, perwerde û însanîyetê bidin desta. Lewra bi fikra millîyetê her ferdek qasî milletekî qîymetdar dibe. Hîmmet û xebata kê ji bo miletê wî be, ew bi tena serê xwe milletek e. Hîmeta kê tenê nefsa wî û þexsê wî be, ew ne meriv e. Lewra însan fitraten medenî ye. Mecbûr e ku hemcinsê xwe, hevnîjadê xwe bifikire. Bi saya jîyana civakî, jîyana wî ya þexsî didome. Fikra millîyetê qewmekî, wek malbatekî li hev þirîn dike. Her ferdekî wan ne qasî merivekî, qasî netewekî mezin dike.”2
Dîsa di vî warî de bi dilê þewitî û bi bangeke dilovanî awha gazî gelê xwe dike: “Gelê kurdên leþkerên qehreman û pêþengên dema cihangîrîya Asûrîyan û Keyyanîyan! Pênsed sal e hûn di xewê de ne, bes. Êdî hiþyar bin, sibe ye, ger ne, çola wahþetê de, dê xeflet û wahþet we talan bike. Hîkmeta ezelî ji ezel tilîya qederê bilind kirîye û li we ferman dike, hêz û xîreta xwe ya wek ava dilop bi dilop bela bûye, ji hev ketîye, bi fikra millîyetê bikin yek û pevxin. Weka kêþ û cazîbeya atoman, cazîbeya gelemperîya mîllî pêk bînin, kutleke mezin ê weka kurd birêxin, di sazûmana roja îslamê de, wek rojgeranek (seyyare) rohnîdar, ahenga gelemperî biparêzin.
Him hurrîyet û azadî jî bangê li qewmekî wekî we xafil û belavbûyî dike û dibêje. Bo êrîþa li cehalet û feqirîyê, bi sîleha fen û senetê pêþkevin, erþ!
Him jî mîllîyeta ku weke malbateke ji newalên paþerojê û çolên roja îro û ji çîyayên pêþerojê bi qehremanê dahîyên kurdên wek Ristemê Zal û Selahaddînê Eyyubî di eynî konî de rûniþtîye, fikra mîllîyetê ya ku herkesî bi þeref û hisyeta ên din rûmetdar dike û nimûneya hêstên bilind e, bi qet’î li we ferman dike ku da her yek ji we bibe neynika jîyana hemû netewekî û xebatkarên dilþadîya wan û bibe mînakeke berbiçav ji bona hemû gel. Lewra bi mezinbûna armancê hîmmet û xîret jî mezin dibe. Bi xeleyana xîreta mîllî exlaq jî dikemile û bilind dibe.
Him cesaret û namûsa mîllî li we ferman dike ku vaye we heta niha aqil tevî hêzê dikir û perwerdeyê bi serê þûrê tûj pêk dianî û cesareta maddî de hûn pêþ ketin. Aniha jî ji dil berbi fikr û aqil menfez û rê vekin, hêzê biþînin hewara aqil, hest û hissê jî li dû aqil biþîne. Da ku bi jêhatîbûn û cesareta weya aqlîya qada medenîyetê, namûsa netewî (mîllî) payîmal nebe. Divê þûrê we jî ji cewherê fen û senetê çêbe.” 3
Ustad fikra netewîtîyê di mena muspet û erênî de dipejirand û pêþkêþ dikir. Ne meneya nijadperestîyê de. Ew vê mijarê awha rohnî dike: “Fikra millîyetê bi du awayî ye: yek, menfî ye; xirab e, bi zirar e. Bi daqultandin û xwarina gelên din dijî, bi dijminahî û tunekirina êndin didome. Êrîþker e. Ê dî jî dibe sebebê pevçûn û neyartîyê. Ji ber vê yekê Pêxember (s.x.l) di hedîsê de ferman kirîye: “Îslamê asabîyetê (neteweperestîye) rakirîye. Gelek ayet û hedîsên ku bingeha Îslamê ne, bi awakî qet’î, fikreke millî ya menfî (neyênî) napejirîne, red dike. Lê fikra mîllî ya erênî ji ihtîyaca jîyana civakîya navxweyî dertê holê, sedemê hevkarî û alîkarîyê ye. Hêzeke kêrhatî bi dest dixe, biratîya gelan û biratîya Îslamê pêk tîne.”1

Rêberîya Di Hêla Sazî û Dezgehên Netewî de
Birastî gava meriv li jîyana ustad mêzedike, dibîne ku mîjarên ku Bedîuzzeman li ser disekine, çi yekîtî, çi perwerde, çi ziman, çi fen û sen’et û çi medenîyet hemû ji bo ku kurd bikaribin li ser lingê xwe bisekinin, di vê cîhana medenî de bikaribin xwe îfade bikin, bigihêjin wê astê ku, bi xwe qedera xwe tayîn bikin û di her rewþ û mercê de hebûna xwe biparêzin. Evê rêberî û xebata han jî bi du awayî pêk anîye:
Yek; wek rêber û sazkar û endam di avakirin û geþkirina sazî û dezgehên mîllî de bi fiîlî rola xwe anîye cîh. Wek mînak; ji çar sazkarên Kurdîstan Tealî Cemîyetî yek jî ew e. Ên din jî, Seyîd Abdulqadir, Bedirxanî Emîn Alî Beg, Babanzade Hikmet Beg.2 Her wiha, digel çardeh alim û ronakbîrên kurd, sazkarê Kurd Neþrî Maarîf Cemîyetî ye jî.3
Ya duduyan: Ewî didît ku serê sala 1900 dî de milletên dinê û Alema Îslamê û hemû civak û netewe bi saya fen û felsefe û medenîyetê, di nav guherîn û pêþketinê pirr mezinde ne. Lê kurd hê di xewê de ne, ji vê hiþyarbûnê bêpar in, bêxwedî ne, bêîttifaq in. Heta li ser pirtûka xwe ya bi navê Munazerat de gelê kurd wek “qewmekî hêja û bêxwedî”4 bi nav dike. Ewî di ronahîya tesbît û þîretên edîbê dahîyê kurd Ehmedê Xanî yê wek; “Vî zemanî herkesek mîmarê dîwarê xwe ye” ji bo ku ew xwedî li xwe derkevin; bê sekin û westan, li çol û çîyan, li deþt û newalan li nav êl û ‘eþîrên kurdan digerîya. Dersa hurrîyet û azadîyê, pêwistîya fen û medenîyetê, girîngîya sazîyên netewî ders dida.

Wek mînak; hinek kurdên kêmasî û teralîya xwe nedidîtin û digotin hemû nerindî û xirabî ji hikûmetê û ji Tirkan tê. Ustad jî, li hemberê van guftûgoyan, awha bersîv dida; “Hurrîyet, hakimbûna millet e. Ew çax gazinan ji xwe bikin. Bi avêtina her webal û sûcê li hikûmetê û li tirkan hûnê pir bixapin. Ez mînakekê ji we re bêjim: Li serê kanîyeke mezin a ku li her derê þaxê wê hebin, guherînek çêbe, sirayetê her derê dike. Lêbelê hewzeke mezin a ku di nava sed kanîyan de be, ew hewza li kanîyan dinêre, li gor wan e. Ferz bikin ew hewz biguhere yan jî Xweda neke xirab bibe jî, li kanîyan tesîr nake. Eger kanî kanî be.
Îcar binêrin, li gor dema îstibdad û zordestîyê de Stenbol û hikûmet serê kanîyê bûn. Heq hebû hûn gazinan bikin. Lê aniha vê dema hurrîyetê de Stenbol gol e, hikûmet hewz e, tirk avzên e yan jî divên wisan be. Kanî li ba me ye. Yan jî divê li ba me be.
Gelê kurdan, ez dibînim ku, li cem me kanî tune. Loma em aveke genî û ji dûr tê vedixwin û weke berê îstibdadê dibînin. Ew çax xîret bikin, bixebitin bo hêzdarkirina hurrîyeteke sebebê seadeta me ye, fikrê millîyetê bikin rêzan, perwerde û insanîyetê bidin desta. Li vî warî jî kunganekî bavêjin erdê, da ku kanîyek dilþadî û pêþketînê li ba me jî derê. Ger ne wiha be, hûnê her tim bibin parsek. Yan jî hûnê ji tîna bimrin. Him jî parsektî pere nake. Meriv parsek be, bira parsekê nefsa xwe be. Bi min parsekê merhemetê, ya niheq in yan jî tembel in. Eger hûn meriv bin, hikûmet û Stenbol û Tirk çawa dibin bira bibin, xirabîya wan naghêje we, qencîya wan tê we.”1
Bo Kurda Milletên Ewrûpa û Arnawut û Ermenîyan Wek Mînak û Model Nîþan Dide
Bedîuzzeman digel ger û seyahetên li nav kurdan; bi nutq û nivîsên rojnemeyan, bi nameyan jî bi serok û alimên kurda re têkildar e. Di nameyeke xwe ye bi vî rengî de awha bang li kurdan dike:
“Ey Gelî kurdan! Li hemberî medenîyeta ku ji her derê hicûm dike, hûn nikarin wehþeta xwe biparêzin. Ji vê gotina wehþetê nexeyîdin. Lewra di serî de ji bo xwe dibêjim. Him jî sûc yê hikûmatê ye. Tiþtê ez dixwazim, parastina hisyet û namûsa kurdîtîyê ye û bi xwestin û xizmeta hurrîyet û edaletê, wek Arnawudên egîd û qehreman bin.”2
Hinek pêþtatirên kurd derheqê Ermenîyan de gilî û gazinê xwe li Bedîuzzeman dikin û dibêjin ku; Ermenî dijminahîya me dikin. Hîle û xaîntîyê dikin. Emê çawa li ser dostîyê bi wan re îttifaqê bikin?
Li ser vê pirsê ew jî evê bersiva dirokî û heqparêz û dide: “Îstibdat û zordestîya ku sedemê dijminatîyê bû, mir. Bi zewala zordestîyê, wê dostî vejî û sax be. Ez vêya bi qet’î ji we re dibêjim ku seadet û selameta vî memleketî dostî û yektîya bi Ermenîyan re girêdayî ye. Feqet ne bi zelîlane, bereks bi tevî muhefezeya ‘izeta millî, dirêjkirina destê aþtî û sulhê ye.
Him jî ewana hiþyar bûne, hûn di xewê de nin, ewna dibînin. Him jî ewana bi fikrê millîyetê hevgirtî û xurtî; hûn bi îxtilafê vê gavê vala ne. Him jî ger xalebe û serkeftinê dixwazin, bi wê silaha ku ewana pê we mexlûb kirine, bi aqil, bi fikra millîtîye, bi mêla pêþketinê, bi temayula edaletê ve, dikarin wana mexlûb bikin
Bi min aniha yê ku þûr lêxe, derba wî þûrî dizîvire li sêwîyên wî dikeve. Aniha xalebe û serkeftin bi þûr nine. Lazim e þûr hebe, lêbelê di destê aqil de.
Him sedemên dostîyê hene. Lewra cînar in. Cînartî, cînarê cînartîyê ye. Him jî ewana hiþyar bûne, li cîhanê belav bûne, toxumên pêþketinê kom kirine, wê li welatê me bireþînin. Me mecbûrê medenîyetê, îqazê pêþketinê dikin, di me de fikra millî ji xew radikin.
Han ji bo van xa**** bi wan re yekîtî pêwist e. ”



alýntiye!!

rêwî is online now  
Digg this Post!Add Post to del.icio.usBookmark Post in TechnoratiFurl this Post!Share on Facebook
Eski 13-12-2006, 02:23 PM   #2 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: May 2006
Konum: Anatoliya Navin
Mesaj: 3,447
Üye No: 2677
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 27636
Rep Puaný : 2762901
Rep Derecesi
ArtistinhO has a reputation beyond reputeArtistinhO has a reputation beyond reputeArtistinhO has a reputation beyond reputeArtistinhO has a reputation beyond reputeArtistinhO has a reputation beyond reputeArtistinhO has a reputation beyond reputeArtistinhO has a reputation beyond reputeArtistinhO has a reputation beyond reputeArtistinhO has a reputation beyond reputeArtistinhO has a reputation beyond reputeArtistinhO has a reputation beyond repute
Varsayýlan


spas kekem ellerıne saglık

ArtistinhO is offline  
Digg this Post!Add Post to del.icio.usBookmark Post in TechnoratiFurl this Post!Share on Facebook
Eski 13-12-2006, 02:34 PM   #3 (permalink)
Nick 99
 
Mesaj: n/a
Üye No:
Cinsiyeti :
Varsayýlan


spas heval elerıne sağlIK

 
Digg this Post!Add Post to del.icio.usBookmark Post in TechnoratiFurl this Post!Share on Facebook
Eski 13-12-2006, 02:36 PM   #4 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: Jun 2006
Mesaj: 923
Üye No: 6321
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 672
Rep Puaný : 66825
Rep Derecesi
sisegul has a reputation beyond reputesisegul has a reputation beyond reputesisegul has a reputation beyond reputesisegul has a reputation beyond reputesisegul has a reputation beyond reputesisegul has a reputation beyond reputesisegul has a reputation beyond reputesisegul has a reputation beyond reputesisegul has a reputation beyond reputesisegul has a reputation beyond reputesisegul has a reputation beyond repute
Varsayýlan


eline sağlık spas heval

__________________
sisegul is offline  
Digg this Post!Add Post to del.icio.usBookmark Post in TechnoratiFurl this Post!Share on Facebook
Eski 13-12-2006, 02:37 PM   #5 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: Feb 2006
Konum: !!_....Seni Seviyorum GülYüzlüm...._!!
Mesaj: 6,639
Üye No: 387
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 19153
Rep Puaný : 1914251
Rep Derecesi
rojekanu has a reputation beyond reputerojekanu has a reputation beyond reputerojekanu has a reputation beyond reputerojekanu has a reputation beyond reputerojekanu has a reputation beyond reputerojekanu has a reputation beyond reputerojekanu has a reputation beyond reputerojekanu has a reputation beyond reputerojekanu has a reputation beyond reputerojekanu has a reputation beyond reputerojekanu has a reputation beyond repute
Varsayýlan


gelek spas heval...xwédé ju te razibe...

__________________
rojekanu is offline  
Digg this Post!Add Post to del.icio.usBookmark Post in TechnoratiFurl this Post!Share on Facebook
 


Konu Araçlarý
Mod Seç

Gönderme Kurallarý
Yeni konular açabilirsiniz --> izin yok
Yanýtlar gönderebilirsiniz --> izin yok
Eklentiler gönderebilirsiniz --> izin yok
Mesajlarýnýzý düzenleyebilirsiniz --> izin yok

vB koduAçýk
SimgelerAçýk
[IMG] kodu Açýk
HTML kodu Kapalý
Trackbacks are Kapalý
Pingbacks are Kapalý
Refbacks are Kapalý


Forum saati Türkiye saatine göredir. GMT +2. Þuan saat: 09:42 PM .
(Türkiye için GMT +2 seçilmelidir.)


Powered by vBulletin Version 3.6.4
Copyright ©2000 - 2010, Jelsoft Enterprises Ltd.
SEO by vBSEO 3.3.0
Copyright ©2006 - 2008 Bydigi Forum ®, All Rights Reserved

Bir Forum sitesi olduðumuzdan, kullanýcýlar önceden onay almadan her türlü görüþlerini yazabilmektedir.
Yazýlanlardan dolayý oluþabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanýcýlara aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykýrý herhangi bir durum görürseniz; Lütfen, bydigi@gmail.com'a yada Ýletiþim'e bildiriniz.
Mesajýnýz incelenip, kýsa bir süre içerisinde gereken müdahale yapýlacaktýr.