|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||||
|
Hz. Mihemmed, (bi erebî: محمد,Muhammad ibn Abd Allah ibn Abd al-Muttalib ibn Haschim ibn Abd Manaf al-Qurayschi) di sala 571 da li bajarê Mekkê da hatiye dinê û di sala 632 da jî li Medînê da çûye ser heqîya xwe. Li gora misilanan Hz. Mihemmed pêxamberê Xwedê yê hemû dawîyê ye.
Jiyana wî Zarokatî Pêxamber Mihemmed di bajarê Mekkê li Sûdî Erebistan ê di sala fîlan li dû mirina bavê xwe hatîye dinê. Navê bavê wî Evdille û navê dîya wî jî Amîne ye. Hz. Mihemmed ji malbata Haşimî û ji eşira Qureyşî yane. Sal û roja bûyîna wî rind nayê zanîn. Hinek dibêjin ew di sala 570 an da hatîye dinê û di gora hinekan jî sala bûyîna wî 571 e. Di şeş salîya xwe da dîya wî Amîne dimirî û Hz. Mihemmed tere li ba bapîrê xwe Evdil Mitallib. Du salan şinde bapîrê wî jî dimirî û Hz. Mihemmed tere mala apê xwe Ebû Talib û bi tev pismamên xwe mezin dibî. Di zarok û xortanîya xwe da Hz. Mihemmed ji bona eşira xwe bi salan şivantiyê dike û dura jî dibe bazirgan. Tevî zarokatiya xwe yî bi zexmet û sêwî bûn, Hz. Mihemmed bi durustî û rastî ya xwe dahat nas kirin. Bi vî avayî hîna di xortiya xwe da mîrovan ji wî ra "Mihemmed el-Emîn" digotin. El-Emîn bi kurdî tê maneya "yê ku mîrov dikanî jê bawer bike, dilsoz". Xortanî û Destpêka Pêxambertiyê Di sala 595 an da Hz. Mihemmed bi jinikekî bî û dewlemend bi nav Xatice bint Huveylit ra , ku yê 15 salan ji wî mezintir bû, dizewicî. Hz. Xatice yêk ji misilmanên yêkemin e û di sala 606 an de keçek bi nav Fatme ji wan ra dibe. Hettanî ku Hz. Xatice dijîya pêxamberê Xwedê bi qet jinekî din ra nezewicîyaye. Gava ku Hz. Mihemmed nêzikî 40 salîya xwe dibe, di jiyana xwe da hinek guherandinan hîs dike. Ji ber vî yekê ji gellê xwe vediqetî û pirraniya demên xwe di hundir şikeftekî li ser çiyayê Hîra li nêzikî Mekkê derbaz dike. Bi rojan di wî şikeftê da diminî û li ser jiyana mirovan mijul dibe. Ji ber ku li wî demê mirovên Mekkê putperest bûn û ji xeçî Xwedê hina pirr xudayên din ra perestî dikirin. Di 40 salîya xwe da, li çiyayê Hîra yê, wahîya yekemin ji wî ra hat. Wahî ji ayetên yêkemîn yê sûreta bi nav "Îqra" pêda dibû û ji hêla Xwedê da bi wesayîta melekê Cebraîl hatî bû şandin. Li ser vî buyera Hz. Mihemmed bi heyecanekî mezin û bi tirs hat mala xwe û ji Hz. Xaticê xwest ku wî bi cilan por bike. Dûra jî ji Hz. Xaticê ra buyera ku hatî bû serê wî got û ayetên ku ji wî ra hatî bûn şandin xwend. Êdî ji Hz. Ebû Bekir, Hz. Elî û Hz. Zeyd ra jî pêxamberiya xwe eşkere kir û hemû bi hevra bûn misilman. Hz. Mihemmed ji mirovên ku bawerîya xwe pê dahanî, pêxembertîya xwe ji putperestan dizî neql dikir. Êdî hettanî sê salan qet wahî ji wî ra nehatin. Piştî sê salan şindê gava ku pêxemberê Xwedê dîsa li şikeftê da bû wahîya duyemin hat. Îcar wî bi fermana Xwedê pêxembertiya xwe ji mirovan ra eşkere kir û ji gellê Mekkê xwest ku ji wî ra bawer bikin. Di pêşiyê da serokên eşîra Qûreyşê guhê xwe nedan gotinên Hz. Mihemmed û bi wî yariyê xwe kirin. Lêbelê ola Îslamê bi taybetî di nava mirovên belengaz û kolan da roj bi roj belaw û xurt dibû. Li ser vî serokên Qureyşe ji bona xwe ketin telaşê û dest pê îşkenceyên cûr be cûr kirin. Ji ber ku Îslamiyet li dijî pût û rejima wan dahat, serok û mirovên dewlemend ditirsîyan ku hêzên polîtîkê û bazirganiyê ji dest wan here. Li bin îşkenceyan jî, Hz. Mihemmed dest ji doza xwe nekişand û bi vî avayî Îslam hê çû hê mezin bû. Lê hinek misilman nekaniyan li dijî van zordestiyan hê pirtir berxwe bidin û mecbûr man ku koç bikin herin Habeşistan ê. Bûyerek mezin ku yê li ser Hz. Mihemmed tê gotin jî şeva pîroz yê Mîraç ê ye. Di vî şevê da Hz. Mihemmed bi alikarîya Xwedê ji bajarê Mekkê çûye bajarê Qudis ê mizgefta Mescid î Aqsa yê û li wê derê jî bi tev feriştan (melekan)ra bûye ezmanan çûye li ba Xwedê. Li ser vî bûyera serokên eşîra Qureyş Hz. Mihemmed bi derewan tawanbar kirin û hê dijwartir li dijî wî derketin. Êdî mayîna Pêxamber li bajarê Mekkê ne mimkûn bû û biryar da kû li bajêr derkevî. Bi vî avayî Hz. Mihemmed çû Tayîf ê û li wê derê pêxambertîya xwe eşkere kir. Lê taîfîyan bi bin bandora serokên Mekkê ji wî ra heqeret kirin û ji bajarê xwe der xistin. Koç Kirin Êdî Hz. Mihemmed biryar da kû bi tev hemû misilmanan koç bike here bajarê Medînê. Ji ber vî yekê bi tev çend serokên eşîrên bajarê Medînê, ku yên bûn misilman, bi dizî hevdîtinek ava kir. Lê li demekî kurt da serokên eşîra Qureyş fêrê vî hevditinê bûn û ji bona ku ola Îslam ê li bajarên din belav û xurt nebe, biryar dan ku Hz. Mihemmed bikujin. Lêbelê Hz. Mihemmed va pilana wan yê kuştinê bihîst û bi tev hevalê xwe Hz. Ebû Bekir bi lez ji bajarê Mekkê derket. Herdû bi hev ra sê rojan di şikefta bi nav Sevr da xwe veşartin û di roja 20 ê Îlon ê sala 622 an da gihiştin nêzikê Medînê gundê Kûba yê. Li vê dera Hz. Mihemmed bi tev hevalên xwe yên ji bajarê Medînê mizgefta yekemîn yê ola Îslam ê çê kir. |
|||||||||||||||
|
|
| Konu Araçları | |
| Mod Seç | |
|
|
|
||||
| Konu | Konuyu Başlatan | Forum | Yanıt | Son Mesaj |
| Jiyana Ahmet Kaya | hmpoo | Çandi Gişti | 9 | 17-06-2007 01:49 PM |
| Jiyana Cîgerxwîn!... | heci | Çandi Gişti | 12 | 21-03-2007 10:14 PM |
| Nexşa Şikestî Ya Wênesaz-Nîzamettîn Akkurt | xerîb | Çiroken Kurdi | 2 | 12-12-2006 12:16 AM |
| Bi Jîyana Xwe Bi Te Bawerim | Nick 99 | Helbesten Kurdi | 10 | 06-12-2006 12:48 AM |
| EyŞe Şan | heci | Çandi Gişti | 1 | 29-11-2006 11:27 AM |
Bir Forum sitesi
olduğumuzdan, kullanıcılar önceden onay almadan her türlü görüşlerini yazabilmektedir.
Yazılanlardan dolayı oluşabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanıcılara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykırı herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
İletişim'e bildiriniz.
Mesajınız incelenip, kısa bir süre içerisinde gereken müdahale yapılacaktır.