|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||||
|
Pey serhildana Þêx Seîd di sala 1926an de, ji Kurdistanê, ji bajarê Wanê 4 hezar malbatên Kurdan, ji eþîrên weke Birûkî, Banoka, Misirka û Celalî neçar dimînin ku koçberî Sovyetê bibin.
Ev koma ku jimara wê digihîje çar hezar merivî, di destpêkê de li kêleka Çemê Erezê, li herêma Nahçivanê 12 gundan ava dikin. Gundê ku ava kirine hinek ji wana ev in: Golevan, Þawalîka, Qîqaç, Qorqmez, misirka û hwd. Ev koçberên ku ji zilma Dewleta Tirk ji Bakûrê Kurdistanê reviyane, li herêma Nahçîvanê jiyana koçberiyê dikin hetanî 1937’ê salê. Payizê meha Mijdarê serokê Sovyeta Sosyalîst Stalîn û rayedarek bi navê Beariya wan Kurdên bêsûc û bêgune, ku ji xwe re li kêleka çemê Erezê gundên nû ava kirine û jîyana xwe di nava zorî û çetinahiyê de didomînin, surgunê Asya Navîn û Qazakistanê dikin. Sebebê surgunkirina wan Kurdan, ji ber ku ji bakûrê Kurdistanê hatibûn, car carna diçûn ba qewm û lêzimên xwe û paþê vedigeriyan nava gundên xwe. Bi taybet di þahiyên mînanî dawetan de û dîsa di rewþa taziyan de serlêdanên bi vî awayî li dar dixistin. Rûs ji vê yekê ditirsiyan, digotin ewê bibin ajan û sîxûr. Ji ber vê çendê zivistanê hatin û dest bi surgunkirina Kurdan kirin. Hemû malbatên ku li kêleka çemê Erezê niþtecih bûbûn, xistine vagonan û bi zorê ew surgun kirin. Di vagonên trênê de hal û rewþa Kurdan pir xirab û dilsoj bû. 5-6 malbat dixistine nava vagonekî, vêca li aliyê cagonê malbat hebûn, li aliyê dîtir jî pez û dewar. Di wê demê de yê ku herî zêde zorî û zehmetî kiþandin û tew nikaribûn tewat û hedarî bikin zar, jin, bi taybet bûk û extiyar bûn. Di nav Kurdan de adet e, bûk li ba xezûrê xwe nan naxwe, þerm e ku nan bixwe, þerm e ku li ba mezinê xwe derkeve tuwaletê. Di vagonan de li quncekî, depê binê vagonê qul kiribûn, perdekî pê ve danîbûn û li sernavê tuwaletê bi kar dianîn. Ji ber vê yekê bûkan nên nedixwarin, ji bo ku dernekevin tuwaletê. Jixwe xwarineke ku karibin xwe têr bikin peyda nedibû bi wan re. Lewma gelek zar û kal ji birçîbûnê mirin. Dema ku yek dimir jî, kesî nizanibû ka meyt û cendekî wî bi kû derê ve dibin. Eskerên rûs bi meyt û cendekan digirt û dibirin. Kesî nizanibû çi dikin ji wan meyt û cendekan. Gelek meriv ji ber ku zimanê rûsî nizanibûn, ya ketin bin trênan, yan jî qeza derbaskirin. Dema ku dihatin rawestgehên îstasyonan, peya dibun, ji bo biçin pêdiviyên xwe peyda bikin. Di çûn û hatina bi vî rengî de gelek kal di binê trênê de man û mirin. Leþkerên rûs bi zimanê rûsî gazî wan dikir, digotin bireve ji aliyê dî ve trên tê, lê kalên reben jiber ku zimanê rûsî nizanibûn, fêm nedikirin û nedireviyan ji ber trênên ku dihatin. Nivîskar Hesen Hecîsilêman qal dike ku di wê demê de nêzîkê 15-20 meriv ku di nava wan de jin û mêr hebûne, di binê trênê de mane, hinek ji wan mirine û hinek jî birîndar mane. Rêwîtiya Kurdên surgunê tam 20 roj didome. Ji ber bêdoxtirî û bêdermaniyê gelek meriv ji nexweþiyê dimirin. Armanc ew e ku Kurdan bînin Asya Navîn û di sir û seqema herêmê de qir bikin. Koma surgunê di meha çile de tê û digihîje Asya Navîn. Di vê mehê de serma digihîje -40 pîleyî, li erdê metreyek berf heye. Meriv li derve demjimêrekê bimîne, dê bibe qeþa. Kurdên surgunê jî hînê sermaya bi vî rengî nebûne. Vêca ji Kurdên ku hatine surguna nû ne mal heye, ne jî ciyekî ku di pêþ de hatiye hazirkirin. Di mehên zivistanê de û hetanî mehên biharê gelek meriv ji sermaya dijwar û çetin qir dibin. Jimara wan hê jî nayê zanîn. Baþ e ku di wê meha zivistanê de qazaxên niþtecî alîkarî û komekî didine Kurdan û malbat bi malbat di nava malên xwe de qebûl dikin. Ji bo Kurda her tiþt zor, zehmet û çetinahî ye. Ne cîwarê wan heye, ne aboriya wan ku karibin debara xwe bikin û ne jî ziman dizanin. Pil û perîþan dibin. Malbata nivîskar Hesen Hecîsilêman ji qebîla Qerka ye. Malbata wî jî tînin û li nehiya Baqanasê, di navîna zivistanê de, didin ba malbateke qazax. Hetanî biharê di heman malê de dimînin, bi qazaxan re. Piþtî ku bihar tê Kurdên surgunê di gundên Bedbextî û Morontar de ji xwe re xaniyan ava dikin. Erdê dajon û dixwazin bi gora rewþa nû debara xwe kêm zêde pêk bînin. Lê belê çawa ku zivistanên Asya Navîn gelek sar in, havînên wê jî jê kambaxtir germ in. Erdê dajon, lê havîn germ e, hewa pîs e, av pîs e. Tenê salekê dikarin tewat û hedarê bikin. Jixwe ji ber germa zêde gelek meriv dimirin. Kurdên ku li vê dorberê cîwar bûne 200 malbat bûne. Þevekê kel û melên xwe li ker û hespa dikin û ber bi bajarê Almatê ve dimeþin. Almatê dikeve baþûrê wan. Li devera Almatê çiyayên bilind hene, hewa temîz û hênik heye. Kurdên surgunê dimeþin û ber bi çiya ve tên. Gilî û þikyat digihîje rayedarên hikûmetê, dibêjin gundên Kurdan bar kirine û revîne. Esker û qolixê hikûmetê dikevin pey Kurdan, tên û pêþiya wan digirin. Ew dibên qedexe ye hûn nikarin herin, Kurd dibên em qewmê çiya ne, em nikarin di havîna Baqanasê de tewat û hedar bikin, hûn me bikujin jî em paþ ve venagerin. Li ber çemê Îliyê berxwedaneke mezin pêk tînin. Hinek ji wana xwe diþewitînin, hinek jî xwe davêjin çemê Îliyê. Kurdên surgunê tên û li herêma Almatê, li ser gundên dorberê têne parvekirin. Hikûmet hemû malbatan ji hev cuda dike û li ser gundan belav dike. Di nava deh-panzdeh salê de Kurd hêdî hêdî xwe digihînin hev û di çend gundan de kom dibin. Lê dîsa jî jiyana Kurdan çetin e, esker û qolixê hikûmetê qereqolan datînin ser Kurdan û çûn û hatina wan qedexe dikin. Nahêlin ku malbat herin serdana hev jî. Her tiþtê Kurdan bi destûrê ve girêdidin. Nehiþtine ji gundekî biçin gundekî dîtir, nehiþtine zarên Kurdan bixwînin, nehiþtine nexweþ herin ser doxtir, hema her tiþtên jiyanî re qedexe danîne. Ev yek hetanî mirina Stalîn sala 1956’an berdewam dike. Piþtî ku Stalîn dimire, hikûmet biryarê dide ku kî ji kû derê hatibe dikare vegere cîgehê xwe. Di sala 1956’an de cardin Kurdên surgunê vedigerin ciyê xwe yê berê. Çend malbatên ku perê wan tune ne, li dorbera Almatê dimînin. Lê ji %90 Kurdên surgunê vedigeirin8 ser gundên xwe yên ber çemê Erezê, Ermenistanê. Surguna Duyem Ji bo Kurdên li welatên Sovyetistanê surguna duyem, li Gurcistanê di sala 1944’an de dest pê dike. Weke tê zanîn welatê Stalîn Gurcistan e û ew bi xwe jî gurc e. Stalîn di sala 1944’an de çi netewên ku li Gurcistanê hene, derveyî gurcan hemûkan ji welatê Gurcistanê bi zorê derdixe û wan surgunê Asya Navîn dike. Di nava surgunê de Kurd, Tirk û Laz hene. Kurd di nava koma surguna duyem de piranî ne. Tam þanzdeh (16) gunden Kurdan hebûye li Gurcistanê û hemû têne surgunkirin. Gundên ku Kurd lê dijiyan hinek ji wan ev in: Mirîþxan, Anaket, Colda, Axçî, Rûstavelli, Timogvî, Kupelî, Tîsêl, Zêdevajiya. Stalîn Kurdan surgunê Asya Navîn dike. Hemû dewar û pezên wan ji wan tê sitandin. Ji wan re tê gotin ku divê dî nava du demjimêran de her tiþtên xwe hazirbikin û bikevin ser rê. Kurd neçar dimînin ku hema her tiþtên xwe di cî de bihêlin û bikevin ser rêya surgunê. Kurdên Gurcistanê beriya 300 salî ji herêma Ruha û Mereþê hatinê û cîwar bûne. Di nav van Kurdan de Kurdên ji herêma Qersê jî hene. Niha di welatê Qazakistanê de ji Kurdên ku Gurcistanê surgun bûne nêzîkê 40 hezarî hene. Devokê axaftina wan hê jî bi ser devoka Rûhayê ve diçe. Hinek eþîrên wan ev in: Cunika, Þawana, Mexso, Îsmaîliya, Qiriya. Di nav van Kurdan de eþîrî gelek lewaz bûye. Mirov dikare bibêje ku tenê navê eþîra maye û piranî belav bûne. Gelek ji vana asîmîle bûne, zimanê Kurdî ji bîr kirine. Nifþê nû bi zimanê dê xeber nade. Kal û pir zimanê dê dizanin, lê ew jî zêde bi kar naynin. Bi xwe him ciwanên wan û him jî kal û pîr dibên em Kurd in, lê di aliyê jiyandina Kurdayetiyê de gelek lewaz ketine. Gelek balkêþ e, di pasaportê Kurdên ku ji Ermenistanê surgun bûne de weke netew Kurd dinivîse, lê di pasaportê Kurdên ku ji Gurcistanê surgun bûne de Kurd nanivisîne. Ji Kurdên surgunê hinek kesên navdar ev in: Xalidê Hesenov (zanyarê Zanista bilind) Ezîzê Ziyo (nivîskar), Melikþah Hesenov (zanyar û endamê Assosîasiya Kurdên Kazakistanê-Berbang), Þewqî Dursunov (dozgerê herêmê), Filora Aliyeva (rojnamevanê Televîzyona Kazakistanê) û gelek kesên ku karmend-karsas, doxtir, mûhendîs, mamoste, siyasetmedar û dengbêji in. Surguna Sêyem Mayîna Kurdan di welatê Ermenistanê de 32 sal dikiþîne. Di sala 1988’an de ji bo Kurdan cardin rêya surgunê xuya dike. Ev surguna sêyem e. Di sala 1988’an de li ser herêma Qerebaxê, di navbera azerî û ermenan de þer dertê. Di wê demê de partiya Milîger a Ermenistanê gelek propagande li hember Kurdan dike û dibêje ku qirkirina li ser ermenan ya di sala 1915’an de Kurdên miselman pêk anîne. Kurd cardin neçar dimînin ku bikevin rêya surgunê. Ji welatê Ermenistanê dertên û koçber dibin. Di sala 1989 û 90î de 30 hezar Kurd koçberî welatên Rûsya, Asya Navîn, Qazakistan û Azerbeycanê dibin. Ên ku koçberî Azerbeycanê dibin, zêde li wî welatî namînin û ji bo ku leþkeriyê nekin, ji wî welatê direvin welatên dîtir. Lê ji wan Kurdên koçberiyê hinek di bajarê Bakûyê de dimînin û hê jî di bin zexta asîmîlasyona Azeriyan de jiyana xwe didomînin. Kurdên ku rastî surguna sêyemîn dibin, piranî di bajarên mînanî Almatê, Çîmkentê, Cambûlê ku ev bajarên Qazakistanê ne û li bajarên Kirgisiztanê jî weke Oþê, Celalabad û Biþkekê dijîn. Di Kurdên surguna sêyem de asîmîle pêk nehatiye. Gelek kevneþopiyên Kurdayetiyê parastine. Bi taybet jî eþîrên mînanî Birûkî û Celalî serkêþiya vê yekê dikin. Tevî ku her neferê malbatên van eþîran rûsî û qazaxî zanin jî dev ji xeberdana bi zimanê xwe bernedane. Wekî ku nifþa berê zimanê xwe baþ dizane û bi kar tîne, nifþa nû jî him zimanê xwe dizane û him jî di nava jiyanê de xweþ bi kar tîne. Dîsa xaleke herî balkêþ ew e ku hetanî ev beþa Kurda nayê Qazakistanê, çi xebata li ser navê Kurdayetî û çanda Kurdayetiyê nîn bûye. Lê piþtî ku ev Kurd tên, yanî piþtî sala 1990’î xebata ji bo pêþvebirina çanda Kurdî dest pê dike. Kurd di bin navê assosîasiyê de xwe birêxistin dikin. Yê ku pêþkeþî vî karî dike û hetanî niha him karê çandî û zargotinê û him jî xebata pêþvebirin û rêxistinkirina Kurdan dike ev beþ bi xwe ye. Van Kurdan him surguna yekêm û him jî ya sêyem jiyane. Lê di nava xwe de Kurdên ku ji surguna yekê li bajar û gundên Qazakistanê mane re dibêjin Kurdên surguna 1937an û ji Kurdên surguna sêyem re jî dibêjin Kurdên surguna 1988an. Çendî ku di hundirê de hemaniyek hebe jî, di gotina Kurdên Qazakistanê de weke destnîþankirineke çawaniyê heye. Ev çawanî jî di aliyê parastina nirxên Kurdayetiyê de ye. Yanê surguna Kurdên 1988an xwe ji Kurdên dîtir cewaz dibîne di aliyê xwedîderketina nirxên xwe yên bingehîn de. Ji van Kurdan kesên navdar ev in: Nadir Nadirov (akademîk profesor), Kinyasê Îbrahîm Mîrzoyev (akademîk profesor), Mehmedê Misto (profesor), Sadiqov Huseyin (profesor), Gulhuseyin Musayev (profesor), Helîma Emo (zanyarê zanista bilind), Wezîrê Nadirî (nivîskar), Mecîdê Silêman (nivîskar), Hesenê Hecîsilêman (niviskar û rojnamevan), Bariyê Bala (nivîskar), Salihê Seyadî (nivîskar), Enwer Nadirov (zimanzan) Necmedînê Ehmed, Wezîrê Uso, Ezîzê Begler, Adilê Selman û di jimareke bilind de karsaz, karmend, doxtir, dengbêj, rojnamevan hene. |
|||||||||||||||
|
|
|
|
#4 (permalink) | ||||||||||||
|
Alýntý:
Sorun yok heval...Ýzinli ![]()
__________________ |
||||||||||||
|
|
| Konu Araçlarý | |
| Mod Seç | |
|
|
|
||||
| Konu | Konuyu Baþlatan | Forum | Yanýt | Son Mesaj |
| Em Ji Ku Hatin ? | PCkopat | Dirok | 23 | 05-12-2007 11:07 PM |
| Þoreþa Qoçgîriyê | heci | Dirok | 3 | 30-11-2006 10:19 AM |
| Kurdên Amazonê... | Artin | Komik Yazýlar, Fýkralar | 6 | 18-08-2006 05:30 PM |
Bir Forum sitesi
olduðumuzdan, kullanýcýlar önceden onay almadan her türlü görüþlerini yazabilmektedir.
Yazýlanlardan dolayý oluþabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanýcýlara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykýrý herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
Ýletiþim'e bildiriniz.
Mesajýnýz incelenip, kýsa bir süre içerisinde gereken müdahale yapýlacaktýr.