Bydigi Forum
Geri Git   Bydigi Forum > Kürtçe Forum > Foruma Kurdi > Çandi Giþti

Kayýt Ol SSS



 

 

LinkBack Konu Araçlarý
Eski 11-12-2006, 04:25 PM   #1 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: Jun 2006
Konum: IN NOONE HEART
Mesaj: 14,699
Üye No: 10512
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 14070
Rep Puaný : 1405337
Rep Derecesi
hmpoo has a reputation beyond reputehmpoo has a reputation beyond reputehmpoo has a reputation beyond reputehmpoo has a reputation beyond reputehmpoo has a reputation beyond reputehmpoo has a reputation beyond reputehmpoo has a reputation beyond reputehmpoo has a reputation beyond reputehmpoo has a reputation beyond reputehmpoo has a reputation beyond reputehmpoo has a reputation beyond repute
Varsayýlan Jiyana Ahmet Kaya




Eger mirov þert û mercên payîza 1957'an ku Ahmet Kaya ji dayîk bû bide ber çavên xwe, texmîna ku wê ew temenê xwe hemûyî bi payîzan derbas bike, ne zehmet bû. Ne bavê wî ye ku di karxaneya qumêþ de karkerî dikir, nêtekê wî yî ku dinyayê biguherîne hebû, ne jî li bajarê ku lê ji dayîk bûbû, li Meletiyê pencereyeke xaniyê wan î mîna kozikekê ku tê re xweþikiyên dinyayê bibînin, hebû. Axa ku li serê hatibû dinê, belkî jî bi her cûre nîmetên xwezayê hatibû xelatkirin, lê wan salan li wê herêma dinyayê tu xweþiyên ku bên dîtin, tune bûn. Tirkiyeya ku bi Þerê Cîhanê yê Duwem xizantir bûbû, piþtî bûyîna Ahmet bi sê salan wê bibûya þahidê derba leþkerî ya mezin a pêþîn ji komarê û vir ve û li sêdaran wê serokwezîr û nûnerên xwe bidîta. Komara ciwan a 34 salî li hêviya janên xedar bû. Bi hezaran sal e li ser dîn, li ser zêr û ta bi li ser jinan xwîna bi milyonan ji her qewmekî ku li ser erda Anatoliyê hatiye rijandin û êþ daye van erdan, lê dîsa jî wê ev êþ kî dizane heta çend salên din berdewam bikira bi vê derbê.
Ahmet zarokê pêncem û dawî bû. Bavê wî yekî kurd bû ku ji Semsûrê bo kar bar kiribû Meletiyê, dayîka wî jî yeke tirk bû ku hewl dida zarokên xwe bi namûs û baþ mezin bike. Yanî hinekî diþibiyan kurteya Tirkiyeya wan salan. Lihevnekirina Ahmet a bi otorîteyê re hîn gava 4-5 salî bû û kuçe nas kir, dest pê kir. Digel ku malbata wî bêdeng û di halê xwe de bû, ew yekî þerkirû çalak bû û nedihate disiplînekirin. Ji bo ku biçe sînemayê carna bîhokên bapîrê xwe difirotin fêkîfiroþ, carna jî li kerê beredayî yê taxê siwar dibû û dibû Kara Muratê lehengê xêzeromana ku di rojnameya herî navdar a wê demê de dihat weþandin, yên nebaþ dida ber þûran.
Bavê wî yê ku yekem car ew bi eleqeya wî ya muzîka hesiya, hîn Ahmet 6 salî, hema bibêje baxlemeyeke bi qasî qama wî bo xelata rojbûna wî anî malê. Ev baxlemeya ku ji heqê nanê malbatê hatiye kuþtin û pê hatiye kirîn, destpêka bahozekê bû ku wê neyê danîn, helbet malbat ev texmîn nedikir. Te digot qey, parçeyek ji laþê wî kêm bû gava hatibû dinê û piþtî ku ew baxleme hat malê laþê wî temam bû.
Di nav çend heyvan de bi dengên ku ji baxlemeyê derdixist, malî ji ruhê xwe aciz kirin. Lê li gorî wî belkî jî êdî dema ku derkeve ser dikê hatibû, eger mirov lê guhdar nekin jî wî dê hineke ku lê guhdar bikin illeh bidîta, ev çende eksoyî bû. Konsera xwe ya yekem bo mirîþkên di kozika bêxçe de, da. Em nizanin gelo mirîþk jê kêfxweþ dibûn an na, lê wî demeke dirêj ev konserên belaþ domand. Ji bo sehneya xwe ya rastî ya ewil jî divabû heta 9 saliya xwe bipa. Gava temenê wî bû neh, di þevþahiya cejna karkeran de ku karkerên karxaneya ku bavê wî jî lê kar dikir, li dar xistibûn, derket ser dikê. Wê þevê kêfa karkeran pir ji guhdarkirina lê hatibû, kêfa Ahmet jî pir ji karkeran hatibû... Sê sal mabûn ji derba leþkerî ya duwem ku wê dîsa jiyana bi sedhezaran mirovî û karkerî belawela bikira. Wê þevê ne karkerên li wir, ne jî Ahmet bîr nedibirin ku demeke nêzîk cejna karkeran li aliyekî, wê nikarîna peyva 'karker' bi xwe jî bi lêv bikirana.
Gava Tirkiyeyê bi deh hezaran þagirdên zanîngehê û karker xistin girtîgehan bo tê de birizin, bûyera ku mohra xwe li derba 1970'yî da ew bû ku sê xortên sosyalîst ên nestêle ku li dijî emperyalîzma Amerîkayê bûn, digel tu kes nekuþtibûn û tu kes birîndar nekiribûn, piþtî darizandineke bi lez û bez hatibûn îdamkirin. Ahmet 13 salî bû. Xaka Anatoliyê heqê nîmetên ku dabû, dîsa distand. Bi vê atmosfera civakî û siyasî re nifþekî din mezin dibû û hiþê vî nifþî dirûv digirt. Wê ev ne neheqiya ewil bûya ku vî nifþî þahdebûnî lê dikir.
Ahmet diçû dibistanê û demên xwe yên vala jî ligel dostekî malbata xwe, di dikana kaset-plakfiroþekî de kar dikir. Wan demên ku li vê dikanê kar dikir, derfeta wî çêbû ku gelek cûreyên muzîkê nas bike. Bi taybetî jî yên bala wî dikiþandin ew xort bûn ku dihatin dikanê kasetên Ruhi Su dikirîn û porên wan dirêj û devlingê pantorên wan fireh bûn. Piþtî salan di belgefîlmekî de ku jiyana wî nîþan dida, wê bigota ku wê çaxê digote wan "Sucular". Xortên ku Ahmet digote wan, 'Sucular' li hemû dinyayê wekî nifþê '68'an dihate naskirin û nifþek bû ku bihîstiyariya wan acivakî hebû. Besteya ku digot, tê bîra min a yekem e jî ji bo xortekî ji van hatibû nivîsandin; yê li ser hatî nivîsandin Baþar Abê bû ku bi minibûseke Wolkswagen 'dolmîþçîtî' dikir û Ahmet bi xwe jî demekê li balê kar kiribû. Ahmetê ku gelekî pê êþiya gava rojekê li nava kuçeyê polis hatin ew birin, rabû besteya xwe ya ewil nivîsand ku wiha dest pê dikir "Ezê Wolkswagenekê bikirim, navê wê bikim Baþar". Helbet nizanîbû ku ev beste wê bibe destpêka repertuareke bi sedan stranî.
Malbat, piþtî ku bavê Ahmet teqawît dibe û mehaneya ku digire têrî wan nake, bi hêviya ku karekî nû bibînin û ji bo zarokan dahatûyeke baþtir ava bikin, biryarê digire ku Meletiyê terk bikin û barî Stenbolê bikin. Dem, li Tirkiyeyê hemûyî dema koçberiyê ye. Bi sedan otobûs û qemyon ji Rojhilat bo bajarên Rojavayê, bi taybetî jî bo Stenbolê hêviyan bar dike. Her roj bi hezaran zarokên biçûk, mîna ku Ahmet jî wan rojan pê dihesiya, bi tirs û xofa ku bajarê mezin xistibû dilê wan, dijiyan. Ahmet deryaya ku cara pêþîn dibîne mîna çemekî mezin hesibandibû, ji ber ku li ser koliyên alavên wan "Meletî" hatibû nivîsandin hîn ji roja pêþîn ve fêm kiribû ku hatibûn bajarekî ku lê biçûk tên dîtin, hîn roja pêþîn digel ku bi eynî zimanî dipeyivîn, ji ber ku devoka wî cuda bû, ferq kiribû ku ew bi xwe "Yê din" e. Vê "cudahiyê", kesên ku ji bilî keda waan pê ve tiþtekî wan tuneye ku winda bikin, her diçû tenê dihiþt û ev yek jî ber bi hêrseke bêçare di dil de kom dibû.
Her ku roavayê Tirkiyeyê wekî nifûs zêde dibû, cudahiya di navbera beþên civakê de jî zêdetir dibû, kombûnên siyasî bêhtir ji hev dûr diketin û welat roj bi roj ji rojhilat ta bi rojava hîn bêhtir tevlîhev dibû. Ji zanîngehan her roj xeberên mirinê dihatin û bêkarî û aboriya ku roj bi roj xerab dibû, þêniyên ku xwe diavêtin kuçeyan diafirand. Ahmet êdî divabû dev ji dibistanê berde û ji bo ku alîkariya malbatê bike, karekî bike. Êdî derve li ber çavên wî tiþtekî din bû. Jiyana derve bi awayekî din nas dikir edî. Pir dihesidî ciwanên Stenbolê ku qîz û xort bi hev re digeriyan lê pê dihesiya ku ger mîna wan li xwe bike wê lê neyê û ji ber vê pir xemgîn dibû. Ne dikare çanda ku pê mezin bûye, bi temamî dev jê berde û ne jî dikare Stenbolê bike Meletî. Wan salan di gellek karan de kar dike û dev jê berdide. Li bazarê þportakariyê dike, li ber destê gellek kesan kar dike lê dîsa jî dev ji baxlemeya xwe bernade. Bi muzîkê radibe û bi muzîkê rûdine. Û helbet rewþa ku welat tê de çawa tesîrê li ruhiyeta wî dike, wiha tesîrê li muzîka whi jî dike.
Piþtî ku Ahmet dev ji dibistanê berdide û dest bi kar dike, jiyana derve bêhtir nas dikir lê vê naskirinê hiþtibû ku di dilê wî de birîneke din vebe. Xwestibû ku konservatuarê bixwîne lê êdî piþtî vê yekê ev ne mumkin xuya dikir. Ji bo ku hêviya xwe winda neke, biryarê digire ku lîseyê ji derve biqedîne. Ev salên herî bi lerz ên Ahmet bûn ku bi erdlerza di dilê wî de hatibûn pê. Dijberiya civakî ya ku ber bi nîvê salên 1970'yî bi pêþ ve diçû, demarekî ku tê de bigere nedidît û di nav vê kiþwera nediyar de yek ji yên ku herî serma xwaribû jî Ahmetê ku haya wî ji van hemûyan hebû û bi wê heyecana xwe ya di wî temenî de li cîhanê dinihêrî, bû. Digel ku nizanîbû wê çi biqewime, mîna ku piþtî salan wî bi xwe jî dê bigota; beste çêdikirin, bi hewldana pereqezenckirinê bi awayekî bêhêvî li kuçeyan digeriya. Wan deman, rojeke ku pir nebextewar û hêvîþikestî bû, ketibû nav daweteke ku di ber re derbas bûbû û qet yên wir nas nedikirin, mîna dînan ketibû nava yên direqisin û çavên wî bi girî reqisîbû; bi salan wî dê ev bûyer ji bîr nekira û di gelek sohbetan de wê behs bikira.
Xortên ku bêçareyiyê, derbederiyê, biçûkdîtin û xizaniyê ew gihandibûn hev, bi hemû armancên xwe û hewldana ku jiyanê biguherînin, di her warî de bi rêxistin dibûn. Mîna hemû hevalên xwe yên þoreþger wî jî êdî dest bi çûna Komeleya Halk Bilimleri dikir û tevî xebatên çandî yên wir dibû. Helbet li wir jî baxlemeya wî ji destê wî neket. Hîn di rojên ewil de ecêb hatibû dîtin baxlemelêdana Ahmet. Ji ber ku bi serê xwe fêr bûbû li gorî tu qayde yan jî rêbazê nediçû. Wê demê diçe konsereke Ruhi Suyê ku bengiyê wî bû li Zanîngeha Boðaziçiyê û piþtî konserê bi awayekî xwe digihîne cem Mamoste. Dixwaze nîþanî bide ku besteyên Ruhi Su ew bi xwe çawa þirove dike. Ji berhemên Mamoste Ruhi yên ku herî tê naskirin, strana "Mahsus Mahal" lêdide. Mamoste hîn di nîvê stranê de baxlemeyê ji destê Ahmet digire û bi hêrs dibêjiyê, "Wilo mîna ku tu þer bikî li baxlemeyê nayê xistin, mirov bi baxlemeyê bi hev naçe, bi baxlemeyê mirov meþkê dike." Ahmet serê xwe ditewîne û ji wir derdikeve. Helbet Ahmet wê li ser a xwe bûya. Gotinên Mamoste bêhtir wî tûj dikin, ew heta wê rojê li pey tiþtên nehatî ceribandin e her. Ji ber ku besteyên wî jî ne di qalibekî ku tê zanîn de bû, ecêb dihat dîtin.
Tevî hevalên xwe yên Komeleya Halk Bilimleri bo pêþkêþkirina konser û reqsê diçin gelek bajarên Tirkiyeyê. Ahmetê ku ji aliyekî ve di van "Þevþahiyên Þoreþgerî" de bi aþiq û hunermendên wê demê re derdiket ser sehneyê û bi hêrs li baxlemeya xwe dida û sirûdên þoreþgerî û stran digotin, ji aliyê din ve jî bi hemû hestiyariya xwe di nava gel de, bi armanca ku bibe bersiv ji daxwazên wan ên jiyaneweyî û rasteqînî re, piþtgiriya wan dikir. Piþtî Erdlerza Wanê di nav xortên þoreþger ên ku bi qemyonan alav dabûn hev û çûbûn cem erdlerzedeyan de Ahmet jî hebû ku wî jî di piþtgiriya pêkanîna taxeke þevniþînî de cî girtibû.
Di pîrozkirina cejna karkeran a 1'ê Gulana 1977'an a li Meydana Taksimê, di gullebaranê de ku îro jî hîn diyar nebûye ka ji aliyê kê ve hatiye kirin, hevalên li cem Ahmet hatin kuþtin. Her çend bi fereke sola xwe ji wê derê bi silametî rizgar bibûya jî êþa ewil a kuþtina hevalên xwe jiya. Paþê gava afîþeke naveroka wê masûm didaleqand, dihat girtin û êdî hîsa li "hundir"bûnê jî dijiya.
Gava þêniyên dijber û bi hêrs, di nav xirecir û amadekariyê de bûn ku ji bo xwe "dahatû"yekê ava bikin, Ahmet ji derve lîse diqedand û diket Beþa Kemanê ya Enstîtûya Perwedehiyê. Vê pêleyê li Komeleya Halk Bilimleri keçeke bi navê Emine nas dike, pir derbas nebûyî di ser naskirina wan re ev du ciwanên ku xwe nêzîkî hev dibînin, biryarê didin ku bizewicin. Bi destgîrî (dergistî) dibin. Lê wezîfeyeke her xortekî Tirk heye berî têkeve nav karûbarê dinyayê. Leþkerî. Sala 1978'an ku Ahmet 21 salî bû, perwerdehiya kemanê nîvco û destgîriya xwe li pey xwe hiþt û ji bo 18 mehan çû leþkeriyê.
Leþkeriya wî derdikeve Geliboluyê. Di demeke kurt de eleqe û qabiliyeta xwe ya li ser muzîkê nîþanî qumandanên xwe dide û dikeve orkestra Orduevi (Artêþxane) de. Temamê leþkeriya xwe wekî endamê joker ê orkestrê derbas dike. Pêwendiya xwe bi gelek amûrên muzîkê re bi pêþ dixe. Di serê xwe de motîfên roavayî ku bi kemanê tevî muzîka ku bi baxlemeyê çêkiriye, kiriye, bi çelloya ku li leþkeriyê ji mecbûrî lêdixist bêhtir bi pêþ ve diçe.
Li vegera leþkeriyê hîn porê wî dirêj nebûbû derba sêyem û ya herî mezin a Tirkiyeyê û jiyana Ahmet ji niþka ve tê. Sibeha 12'ê Îlonê Tirkiye bi sirûdên leþkerî þiyar dibe. Temamê kabîneyê û Serokomar digirin û wan diavêjin girtîgehê. Li kuçeyan nêçîrek dest pê dike. Gelek hevalên Ahmet jî digirin û wan dibin cihên ku tu kes pê nizane, ji yên çûyî tu kes nikare saloxekê hilîne. Ji ber ku beriya leþkeriyê çend caran ji ber daleqandina afîþan ew girtibûn û ji ber pêwendiya wî ya bi Komeleya Halk Bilimleri re, difikire ku eynî aqibet bê serê wî bi xwe jî û rojên tirsnak derbas dike. Paletên tangan di ser Tirkiyeyê re derbas dibin. Li gorî texmînên îro ji ber sedemên cur be cur 600.000 kes tê girtin, bi hezaran kes di þikenceyê de jiyana xwe ji dest dide û bi hezaran kes jî bi riya qaçaxî direve derveyî welêt û penaber dibe. Ahmet nayê girtin lê tikîtenê dimîne, hemû hevalên wî, hema bibêje kê nas dike yan ketiye girtîgehê yan jî li cîne ku nayê zanîn e. Sala 1981'ê janeke din a mezin bo Ahmet tîne. Meha Nîsanê, bavê wî yê ku Ahmet di jiyanê de herî qedr û qîmetê wî digirt, bavê wî yê ku tenê wî bi rastî jî baweriya xwe bi muzîka Ahmet dianî, diçe rehmetê. Ahmet bêyî ku kes wî bibîne, radije baxlemeya ewil a ku bavê wî jê re kirîbû û bi rojan li kuçeyan digirî.
Ahmet û Emineya ku êdî hînî jiyana di nava derbê de dibûn, dizewicin. Ahmet dixwaze muzîkê bike û yên di dilê xwe de vebêje û dengê xwe bigihîne dostên xwe yên di girtîgehan de lê êdî maleke wî ya ku divabe debara wê jî bike, heye. Lewre piþtî demekê di Tebaxa 1982'an de keçeke wan tê dinê. Navê wê dikin Çiðdem. Ahmet radije baxlemeya xwe û straneke dinivîse, di strana xwe de ji Çiðdem re dibêje ku li xerabiya vê dinyaya ku lê çêbûye negirî û dibêjiyê ku hêvîdar be ji vê jiyanê: "Megrî dergûþa min, tu jî megrî, hêvî bi te re ye, dahatû bi te re... Pir li dûr ciyekî wiha heye, li wir þadî û jiyanek heye ku amade ye bo parvekirinê..."
Piþtî demeke kurt ji ber ku Ahmet li pey derxistina kasethe bû û tu pere qezenc nedikir ji bo debara malê, Emine dikeve xema dahatûya xwe û rojeke bêxeber bi destê Çiðdem jî digire û malê diterkîne, paþê jî hev berdidin. Careke din Ahmet û baxlemeya xwe, li kuçeyan tikîtenê ne.
Sala 1984'an Ahmet stranên wî di berîka wî de bi israr diçe devhe deriyên þirketên muzîkê. Êdî stran jî Ahmet jî westiyane. Ji ber ku stranên wî naþibin tu cureyên din ên muzîkê û ji ber naveroka wan a civakî tu þirket newêre xwe bide ber çêkirina albuma wî. Lêbelê hin bi hin navê Ahmet û stranên wî li ser zimanan digerin êdî. Bi alîkariya çend hevalên xwe li kafeyeke li Beyoðluyê konserekê pêk tîne, navê konserê jî dike "Baxleme wiha jî tê lêxistin!", bi vî navî bersivê dide wan gotinên Ruhi Su ku jê re kiribûn.
Li ser ku vê konserê ji ya texmîn kiribûn zêdetir bal kiþand, bi pereyên ku ji vê konserê hatî û bi piþtgiriya dayîka wî û hevalên wî yekser diçe Beyoðluyê, Studyoya Deðiþim a Sezer Baðcan. Wê albuma xwe ew bi xwe çêbike. Sezer Baðcan pir ji vî xortê bi daxwaz û xwedî stranên cuda hez dike û dest bi albumê dikin. Stranên wî bo wê demê pir xeternak in. Dev ji belavkirina wê berdin, dibe ku guhdarkirina li wan jî bibûya sûc û girtîgeh bihata holê lê Ahmet wiha dibêje: "Kar tuneye, em li kuçeyan birçî digerin, ez hatim terkkirin, dergûþa min nîþanî min nadin, hevalhen min hemû jî jixwe di girtîgehê de ne, ezê stranên xwe bibêjim û biçim cem hevalên xwe"... Lêbelê mîna ku Ahmet jî wê paþê li xwe mikur bihata, dixwest ku têkeve girtîgehê lê nedixwest ku pir tê de bimîne. Digel ewqas stranên rexneyî, straneke anonîm jî dixe albumê ku ev stran behsa lehengiya artêþa Tirk a di Þerê Rizgariyê de dike... Wê serî tevlihev bibin!
Album di demeke kurt û di nav þertên giran de diqede. Ji ber ku albumeke qediyayî digel ku neyê firotin jî wê zêde zerareke ticarî neyîne, ne zehmet bû ji bo ku Ahmet þirketekê bibîne. Meha Nîsanê, sala 1985'an bi navê "Aðlama Bebeðim" ku navê strana ku ji bo Çiðdem nivîsandibû, album tê belavkirin. Di pey vê re jî li Þanê ku yek ji navdartirîn salonên wê demê ye, bi tena serê xwe konserekê dide û salon bêyî ku ew çende texmîn bikin, bi serî ve tê dagirtin.
Albuma "Aðlama Bebeðim" nû tê belavkirin, berhev dibe û Ahmet dixin nezaretê. Dadgeha ewil, dadger li ser gotinên di strana wî ya "Aðlama Bebeðim" de radiweste ku wiha ye: "Pir li dûr ciyekî wiha heye, li wir þadî û bextewerî heye." Ji Ahmet dipirsin ku ew der ku der in! Darizandin zêde dirhej nake û belkî jî ji ber wê strana lehengiyê ku serî tevlihev kiriye, album serbest dibe dîsa. Þirket û Ahmet îlaneke didin rojnameyê ku firotina albumê serbest e. Îlana ku bi van gotinan belav dibe, "Albuma Ahmet Kaya ya bi navê 'Aðlama Bebeðim' ku hatibû qedexekirin, bi biryara dadgehê êdî serbest e", dihêle ku eleqeya bo albumê zêdetir bibe. Bi rengekî ecêb album pêþîn li girtîgehan, paþê jî li derve pir balhe dikþîne. Ahmet bi albuma xwe bûye dengê bi sedhezaran mehkûmî û malbatên wan êdî.
Yên 1980'yî ketine girtîgehê êdî hêdî hêdî jê derdikevin. Bo albuma duwem Ahmet dîsa dikeve studyoya Deðiþim. Sezer Baðcanê xwediyê studyoya Deðiþimê, birayê mezin ê Selda Baðcan e ku ew bi xwe hunermendeke navdar e û Selda jî bi derbê re demekê li Girtîgeha Metrîsê girtî maye. Gava Selda di girtîgehê de ye, hevaltiyeke wê ya nêzîk bi keçekê ji yên wir re pêk tê. Ev keç, Gülten Hayaloðlu, piþtî ku 4 salan girtî dimîne derdikeve û li ser daxwaza Selda tê li studyoya Deðiþimê kar dike. Dema tomarkirina albuma duwem, Ahmet û Gülten derfeta ku dûr û dirêj sohbet bikin, dikeve dest wan û piþthi van sohbetên dirêj hevaltiyeke wan a xurt pêk tê, lewre her du jî bi heman hestan li dinyayê dinihêrin. Jixwe Gültenê li albuma ewil a Ahmet hîn di girtîgehê de guhdar kiriye û pir kêfa wê jê re hatiye, lê mîna gelek kesan wê jî nizaniye ka rûyê wî çawa ye, yekî çilo ye ta ku hev nas dikin. Zêde di ser re derbas nebû albuma duwem a bi navê "Acýlara Tutunmak" belav dibe û vê pêleyê êdî hevaltiya di navbera wî û Gültenê de vediguhere evînê. Albuma duwem jî bê reklam li ser zimanan digere, firotineke ecêb dike. Ahmet wê vê bexteweriya xwe bi jina ku jê hez dike re bijî.
Album tên firotin lê pere nayên. Li gelek ciyan konseran dide. Bi tena serê xwe ligel baxlemeya xwe. Di gelek konseran de tê girtin, wî dixin nezaretê. Vê pêleyê ew û Gülten dizewicin. Wan rojan Gülten, þiîreke Nevzat Çelik ku mehkûmê îdamê bû û Gültenê ew ji girtîgehê nas kiribû ku bo dayîka xwe nivîsandibû, datîne ber Ahmet, "Þafak Türküsü (Strana Berbangê)." Sala 1987'an e û hîn jî derbarê sedhezarên girtîgehan de biryar nehatiye girtin, û bi salan e ev girtî li bendê ne ku dadgehên wan biqedin. Devê deriyê girtîgehan bi dê û bavên ku digirîn, tije ye. Albuma sêyem bi navê "Þafak Türküsü" ya ku Ahmet besteya wê çêkiriye, derdikeve. Ahmet careke din qala birîna civakê kiriye, careke din bûye zarokê netebite yê pergalê. Nezaret û lêpirsîn tu car naqedin, lê êdî Ahmet baþe baþ tê naskirin û tê nîqaþkirin. Digel ku sala 1987'an sala "Þafak Türküsü" ye jî lêbelê dibe sala bûyîna Melis jî ku ji Ahmet û Gülten dibe. Ahmet bi heyecana ku car din bûye bav, dest diavêje besteyên nikûnû.
1988'an li Tirkiyeye, di rojnameyan de lîsteyên "Yên pir tên firotin" jî êdî bûne mode. Albuma "An Gelir" a Ahmet ku whe salê derçûye, gava çû serê lîsteyê firotana rastî û bê çiqasî lê the guhdarkirin, bi awayekî fermî jî tê ispatkirin. Muzîka Ahmet a ku heta wê demê kesî nexistiye tu kategoriyê, belkî jî ji hewcedariya kku rojname navê cureyekî lê bikin, navê cureyekî nû tê afirandin ji aliyê van rojnameyan ve: Muzîka Özgün (Xweser). Êdî Ahmet kulvara xwe vekiriye û nav lê hatiye danîn.
Birayekî mezin ê Gültenê heye; Yusuf Hayaloðlu. Yusuf wê demê di kargeha xwe ya biçûk de karên grafîk û dîzaynê dike. Ji þiîrê hez dike û þiîrê dixwîne. Gülten bawer dike ku wê ji þiîrên kekê wê û ji muzîka Ahmet encameke xweþ derkeve. Hewl dide ku her duyan bi afirandineke hevpar bigihîne hev. Rojekê gava hemû bi hev re li milê Tarabya eraq vedixwarin, Yusuf ceribandina ewil a gotinên stranê datîne ber Ahmet; "Hani Benim Gençliðim." Ahmet nû van gotinan dixwîne dest bi girhi dike ku wê ev stran bi salan ji ser zimanan nekeve û wê li Tirkiyeyê bibe fenomenek ku tê de qala xortaniyeke ku hemû tiþtên wê ji destê wê hatiye sitandin, dike. Bi þev nû digihe malê bi derbekê re besteya van gotinan temam dike. Rojên li pêþ çend gotinên stranan ên din ên Yusuf beste dike û tevî stranên xwe dike, piþtî vê yekê Ahmet, sala 1987'an meha Sermawezê albuma xwe ya bi navê "Yorgun Demokrat" çêdike. Album dîsa gelek caran tê darizandin, dîsa ji serhe lîsteyan danakeve û tê ispatkirin ku serkeftina Ahmet, nelihevkirina wî ya bi pergalê re û muxalifiya wî ne derbaskî ye lê mayînde ye.
Ahmet di ber afirandina xwe re, bi tembûra xwe piþtgiriyê dide karkeran, xwendekaran û mexdûrên li her aliyê Tirkiyeyê ku bo jiyaneke mafê wan e têdikoþin û di ber van konseran re jî dîsa albumên xwe berdewam dike. Tebaxa 1988'an albuma "Baþkaldýrýyorum" û Nîsana 1989'an jî albuma "Resitaller" ku bi baxlemeyekê tenê ji tomarkirinên konseran pêkhatî, derdixe piyaseyê. Her du album jî careke din dibin albumên ku herî pir tên firotin wê demê. Lê bi taybetî jî ya balkêþ ew e ku "Resitaller" bi enstrumaneke tenê û bi du mîkrofonan hatiye tomarkirin û digel vê demeke dirêj ji serê lîsteyan daneketiye; ev jî wê wekî cara pêþîn li dîrokê bihata nivîsandin.
Ahmetê ku sala 1990'î cara yekem þansê wî çebû ku li Parka Gülhaneyê konser bide 70.000 bi bilêt, texmînî 100.000 kes tê konsera wî. Di konserê de bûyerên mezin pêk tên, polis guleyan berdide hewayê û gelek kes jî birîndar dibin. Ahmet vê carê jî ji bo ku temaþevan bi sergermî tevnegeriyane û bi paçê kesk, sor û zer ku weke sembola kurdî tê nasîn xwe ber sahnê ve avêtine tê darizandin. Rastiya girseyeke wisa mezin ku van salan xwe li dor Ahmet girtibû li Tirkiyeyê tunebûna televizyonên taybet û bi tenê hebûna televizyon û radyoya dewletê bû. Yanî Ahmet Kaya, ji ber ku qedexekirî bû di tu medyaya bihîzyarî û dîtbarî de ne dihate bihîstin, dîtin û stranên wî dernediketin. Ahmet di van deman de giraniyê dide konseran. Hezkarên wî yên ku tenê bi wêneyekî wî dinasin, her cihê ku lê konser dide salonan têrtije dikin.
Em Ahmet, di van salan de bi piranî an dema darizandinê, an bi bûyerên li konseran pêk hatine, an ji bo piþtgiriya xwendekarên zanîngehan ku þermezarkirina kiryarên antîdemokratîk dikirin ketina wî ya grevên birçîbûnê, an cihgirtina li cem karkerên ketine grevê, an jî bi alîkariya wî ya ji nasên mehkûman re dike, dibînin.
Her çiqas piþtî salên 80'yan, parlemena Tirkiye'yê ku bi destûr û rênîþandina leþkerî hatibû sazûmankirin derbasî demokrasiya pir partî bûbe jî, girtîgeh bi kesên ku bi 12'ê Îlonê re ketine hepsan tije bû û ji demokrasiya rasteqînî hê jî gelekî dûr bûn. Televizyonên tirkî yên taybet, cara yekem van salan ji derveyî welat li Tirkiyeyê dest bi weþanê dikin. Ji niha û þûnde Ahmet Kaya, cara yekem derdikeve televizyonan û bi gel re hevnas dibe. Her çendî zimanê wî yê tuj, hevnasîna hezkarên wî ya tiþtê ku dihate ber devê wî bê tirs gotina li hemberî bêdadiyê zêdetir ew pê ve girê didan, lê ev pêþveçûn pergal dixiste nav mitalan û astentengiyên pêþberî wî zêdetir dikirin. Li gelek bajaran album dihatin berhevkirin, konser qedexe dibûn, gelek dozên ku bi salan heps jê re dihate xwestin lê vedibûn.
Çawa ku televizyonên taybet zêde bûn, Ahmet Kaya jî derfet dît ji destê yekem qala xwe bike, meraqa xwe ya hêla dîtbarî derxe holê. Stranên wî yên kevn jî tê de ji gelek stranên xwe re bi derhêneriya xwe klîban dikiþîne. Ahmet, êdî bûye yek ji hunermendên Tirkiyeyê ku pir li ser wan tê mijûlbûn, herî populer bûne û kasetên wan zêde difiroþin. Ahmet, mîna kesekî dijber hay ji pêdiviya nirxandina rastîn a vê rewþê heye. Di her gava ku bi medyayê dihate þopandin, dema programên televizyonan ji bo berzbûna reytinga wî gazî dikirinê, di her firsendê de mesajên civakî didan. Nikare raweste heta tiþtên ku rast dizane, bi þêwaza xwe ya xweser nebêje. Digel ku ji bo medyayê malzemeyekî baþ e jî, ji ber rexneyên wî yên tûj û þêwaza wî ya tund dîsa ji aliyê medyayê ve pir tê rexnekirin û jê vedikiþin.
Van salan ligel konserên xwe yên nav welêt û derveyî welêt, li pey hev albuman derdixe ku rekorên firotinê diþkînin. Bi rêzê van albumên xwe derdixe piyaseyê: Ýyimser Bir Gül (1989 Sermawez), Resitaller 2 ( 1990 Gulan ), Sevgi Duvarý ( 1990 Kewçêr ), Baþým Belada ( 1991 Tebax ), Dokunma Yanarsýn ( 1992 Tîrmeh ), Tedirgin ( 1993 Nîsan ). Gava her albumek li serê lîsteyan bi cî dibû, Ahmet Kaya ji sazî û rojnameyên cur be cur bi dehan xelatan werdigire. Di heman salan de ji her komeke siyasî texlîdên Ahmet Kaya derdikevin piyaseyê. Li ser bergên gelek albumên ku piyase dagirtine, fotografên hunermendên ku mîna Ahmet Kaya li xwe kirine, mîna wî rî berdane, hene û stranên ku dixwazin biþibînin ên Ahmet Kaya dibêjin. Heta bi bilêvkirina cuda ku li hin ciyan ji devoka Ahmet Kaya bi xwe pêkhatî jî mîna wî hatiye bilêvkirin.
Ji welatên ku Ahmet herî pir meraq dikir yek jê Kuba ye. Sala 1993'yan tevî jina xwe Gülten, keça wan Melis û çend hevalên xwe diçin Kubayê bo pîrozbahiya 1'ê Gulanê. Ahmet li Kubayê gelek hunermend û wezîfedarên hikûmetê nas dike. Li vegerê beþek ji koma navdar a Kubayê, Tropicana vedixwîne Tirkiyeyê. Koma Tropicana ku ji 9 kesan pêkhatî li ser vexwendinê tê Tirkiyeyê û Ahmet wan li mala xwe dike mêvan û turneyeke bi 16 konseran pêk tînin ku hatina van konseran hemû bo zarokên Kubayî ye.
Vê demê Ahmet Kaya beþdarî konserên ku bo zarokên Bosnayî, bo karkerên Denmarkî saz bûne, dibe. Hema bibêje li her welatê Ewropayê konserên alîkariyê yên cur be cur dide.

hmpoo is offline  
Eski 11-12-2006, 04:25 PM   #2 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: Jun 2006
Konum: IN NOONE HEART
Mesaj: 14,699
Üye No: 10512
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 14070
Rep Puaný : 1405337
Rep Derecesi
hmpoo has a reputation beyond reputehmpoo has a reputation beyond reputehmpoo has a reputation beyond reputehmpoo has a reputation beyond reputehmpoo has a reputation beyond reputehmpoo has a reputation beyond reputehmpoo has a reputation beyond reputehmpoo has a reputation beyond reputehmpoo has a reputation beyond reputehmpoo has a reputation beyond reputehmpoo has a reputation beyond repute
Varsayýlan


Salên '90'î li Tirkiyeyê bi gurbûna şerekî nû ji şerên ku li ser axa Anatoliyê ranaweste, dest pê dike. Li bajarên rojhilat û başûrê rojhilatê Tirkiyeyê teqandina di navbera artêşa Tirk û PKK'ê de di demeke kurt de vediguhere şerekî navxweyî ku tesîra xwe li hemû Tirkiyeyê dike. Li her çar aliyên Tirkiyeyê her roj cinazeyeke bi bûyer û hêleman radibe. Gava dayîk li ser lawikên xwe digrîn, ji herêmên ku kurd lê zêde ne jî hema bibêje ji her malbatekê çend kes derdikevin serê çiyê û dest bi şer dikin û şîn tu car naqede. Her ku tê gotin, "Tiştekî bi navê kurd tuneye, zimanekî bi navê kurdî tuneye", hemwelatiyên kurd hîn bêhtir tevî refên PKK'ê dibin û her ku êrîşên PKK'ê zêde dibin, dewlet tedbîrên xwe tundtir dike. Medya, di vê rewşa şerê giran de û di nava van tedbîran de, peyva 'kurd' dike peyveke tirsnak. Êdî kurd û PKK hema bibêje yek in. Bi milyonan kurd û tirkên ku ev hezar sal e mîna dostan bi hev re jiyane li ser vê erdnîgariyê, êdî dijiminên hev in. Gelek mirovên ku dibêjin, hewce ye çanda kurd û zimanê kurdî bê pejirandin, digel ku qet neketine nav refên PKK'ê û pêwendiya wan pê re tuneye, wekî xayînên welatê xwe tên îlankirin. Yek ji van kesan jî Ahmet Kaya ye.
Ahmet Kaya di her mîkrofona ku medya dirêjî wî dike de, di her konserên xwe de, di her bernameyeke televizyonê de vê muşkileyê tîne zimên. Di her firsendê de dibêje ku ew naxwaze Komara Tirkiyeyê bê dabeşkirin herwiha hîn bêhtir bi hev ve bê girêdan û li Komara Tirkiyeyeke bi temamî demokratîk, bi her mirovê ji her qewmî re bi awayekî birayetî bijî. Lê balê dikşîne ser wê ku hewce ye dewlet bipejirîne ku kurd jî li vî welatî dijîn, zimanê kurdî bipejirîne û şert û mercên jiyaneweyî û perwerdehiyê li herêmên ku kurd lê dijîn baş bike. Illeh dibêje ku tu carî piştgiriya tu rêxisitinê nekiriye û huner di ser rêxistinan re ye û nabe ku huner bi rêxistinî bê kirin û dîsa dibêje ku wî tenê rastiyên xwe gotine û kirine stran û ji rojhilat ta bi rojava pir ji Tirkiyeyê hez dike û yekbûna vî welatî diparêze lêbelê gotina ku "Tiştekî bi navê kurd tuneye" muşkileyê çareser nake. Her ku Ahmet dibêje "Kurd" nûçeyên li ser Ahmet Kaya ku di çapemeniyê de belav dibin, tundtir dibin.
Nû ku albuma wî ya "Şarkılarım Dağlara" sala 1994'an tê belavkirin, dîsa hildikişe serê lîsteyan. Klîbên 3 stranên di vê albumê de dibin klîbên ku herî pir tên daxwazkirin: Saza Niye Gelmedin, Kum Gibi, Ağladıkça. Stranek ji yên di vê albumê de ku hîn jî ji ser zimanan neketiye, "Ağladıkça" ye ku nivîskara wê jina wî Gülten Kaya ye.
Albuma "Şarkılarım Dağlara" bi firotina xwe ya 2 milyon 800 hezar libî li gorî hejmarên fermî, gihîştiye rekoreke ku zehmet bê şikandin. Eger em bînin ber çavê xwe ku li Tirkiyeyê çapên neqanûnî û bêbandrol ên kaset û CD'yan ji çapên bi bandrol zêdetir e, em dikarin bi rehetî bibêjin ku ev hejmar çend qat zêdetir e.
Ahmet Kaya hema li pey albumê bi Kanal D re peymana bernameyekê pêk tîne. Navê bernameya ku ligel Gülten Kaya û Yusuf Hayaloğlu amade dike, "Ahmet Abi'nin Vapuru (Vapûra Ahmet Abê)" ye. Di vê bernameyê de ligel hunermendên ku dike mêvan, stranan dibêje û li ser rojeva welêt dipeyive. Kursiyê xwe yê bernameyê jî piranî ji bo banga aştî, biratî û demokrasiyê bi kar tîne. Ligel hunermendên ku ji her çar aliyên Tirkiyeyê ew vexwendine, balê dikşîne ser dewlemendiya pirçandîtiya welêt. Ji bo her yek ji van bernameyên ku 13 hefteyan berdewam kir jî, klîbên şiîran ên ku wî bi xwe derhêneriya wan kiriye û bi xwe lîstiye, dikşîne.
Sala 1995'an Tirkiye wan dayîkan nas dike ku her şemî li Beyoğluyê, li ber Lîseya Galatasarayê kom dibin û dibêjin ku ew li zarokên xwe yên winda digerin. Pir di ser ve neçûyî ev insiyatîfa sivîl ku navê "Dayîkên Şemiyê" lê hatiye kirin, bi astengkirina dayîkan û girtina wan dê bihata navenda rojevê. Dayîkên Şemiyê ji wan dayîkan pêk hatiye ku bi hincetên cur be cur ên siyasî polisan ew dane ber lêpirsînê û ji yên ku zarokên wan winda bûne û tu xeber ji wan wernegirtine. Ahmet Kaya ku jixwe di gelek stranên xwe de têgîna dayîkê pîroz girtiye, di cî de piştgiriya Dayîkên Şemiyê dike û strana ku navê xwe daye albuma ku wê salê, yanî sala 1995'an derxistî, ji bo Dayîkên Şemiyê dinivîse: "Beni Bul (Anne) - Min Bibîne (Dayê)." Ahmet Kaya, tu caran di bin kesayetiya xwe ya serhildêrî de rûyekî madekirî xwe nîşan ne daye. Em dikarin bi hêsanî bibêjin ku kesê ew naskiriye wî weke kesekî bi kêf, henekçî, balkêş, hazircewab rave dikin. Ew bi aliyekî xwe, weke zarokekî li ser kerê berdayî yê taxê ketiye pey dijminê xwe maye di hiş de. Dema piştî konseran û karê mûzîkê firsend didît bi dost û hevalên xwe re xwarinên xweş xwarin, xwarin çêkirin, heya sibehê sohbetkirin, bi awayê henekî ji dost û hevalên xwe re xefkvedan ew gelekî kêfxweş dikir. Pir kêfa wî ji wextveqetana keça xwe Melis, alavên elektronîk bikire û nava wan tev bide, bi kameraya xwe sahneyên dixwaze bikişîne dihat. Fêhmê wî yê li pereyan kêm e. Ji bilî pêşeroja jin û keça xwe tu razandinên wî yên pereyan tunebû. Ji gelek turneyan bêyî pênc qirûşan vedigeriya. Organîzator pere nebûya jî derdiket konserê ango li gor wî tu sûcê mirovên li benda wî ne, nebû, hemû pereyên berîka xwe didan kesên pêdivî pê heye, hin caran hemû hatina pereyên konserê li muzîsyenên xwe belav dikir. Ev helwesta xwe jî bi gotinên, "Ez kengî bixwazim jixwe dikarim pereyan qezenc bikim" rave dikir.

__________________
hmpoo is offline  
Eski 11-12-2006, 04:27 PM   #3 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: Jun 2006
Konum: IN NOONE HEART
Mesaj: 14,699
Üye No: 10512
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 14070
Rep Puaný : 1405337
Rep Derecesi
hmpoo has a reputation beyond reputehmpoo has a reputation beyond reputehmpoo has a reputation beyond reputehmpoo has a reputation beyond reputehmpoo has a reputation beyond reputehmpoo has a reputation beyond reputehmpoo has a reputation beyond reputehmpoo has a reputation beyond reputehmpoo has a reputation beyond reputehmpoo has a reputation beyond reputehmpoo has a reputation beyond repute
Varsayýlan


Sala 1996'an ji her sê albumên xwe yên ewil stranên bijarte ji nû ve saz dike û 2 stranên nû jî tevî dike û albuma "Yıldızlar ve Yakamoz" amade dike; ev album jî li ser kursiyê herî pir tên firotin, rûdine. Ji stranên nû yên di albumê de "Yakamoz" û klîba wê car din wê mora xwe li demê bide.
Weke ku her albuma ku amade kiriye dibû bûyerek, her gotina ku dikir jî dibû bûyerek. Ahmet Kaya yê ku ji ber axaftinên wî yên li ser zimanê kurdî û çanda kurdan bûbû hedef ji çapemeniyê re, êdî li ser çi biaxiviya bi hevokekê ew dikirin hedef dîsa. Biwêjek heye li Tirkiyeyê ku tê gotin, ji bo ku berê adet bû li gundan berberan diran dikişandin û wan zarok sinet dikirin; piştî ku Ahmet jî vê dibêje bi rêberiya çapemeniyê Federasyona Berberan radibe ser piyan. Di bernameyekê de li ser ku yek ji mêvanan dibêje "ez Tokatî me", Ahmet Kaya jî dikene û ji henekî ve dibêje, "Binêr, Tokatî xeternak in ha!" Ji bo vê yekê Tokatî radibin ser piyan. Di heman deman de bi şêwaza xwe henekê xwe bi hunermendên ku wan zêde netewperest didît, dikir.
Li Tirkiyeyê Îslama radîkal û çepê radîkal ji berê de du qudbên dijberî hev in û navên wan tu caran li cem hev nayê gotin. Rexneyên tûj ên ku li hev kirine, li welêt gelek caran hatiye rojevê. Sala 1997'an Şaredarê Stenbolê Tayyip Erdoğan e ku ew niha Serokwezîr e, li mîtîngekê ji ber şiîreke ku dixwîne tê darizandin û heta 9 mehan dikeve girtîgehê. Gava li ser vê mehkûmiyetê şermezarkirina gur a 'Îslamciyan' berdewam dike, ji hêla çep tu kes dengê xwe nake. Mîkrofonê dirêjî Ahmet Kaya dikin û gava Ahmet Kaya dibêje, "Ne mumkin e ku demokrasî bo hin hêlan hebe û bo hin hêlan nebe, azadiya fikr her çend bo min hewce ye hebe, bo Tayyip Beg jî divê ew çende hebe, tu kes ji bo şiîreke ku xwendiye divê ji azadiya xwe nebe!", vê carê jî rastî reaksiyoneke tûj tê ji hêla çep ve. Gava dîsa wan deman bi heman ravekirina demokrasiyê, got "Eger ez bikaribim bedl li xwe bikim ew jî divê bikaribin serê xwe binixumînin" û piştgirî da çalakiyên xwendekarên 'Îslamcî' ku dixwestin sernixumandî têkevin zanîngehan lê dihatin astengkirin, di qunciknivîsên rojnameyan de li ser têgehên demokrasî û azadiyê nîqaşeke kûr dest pê dike. Li ser vê Ahmet Kaya dibêje, "Rastgir ji min hez nakin, çepgir ji min hez nakin, Îslamcî ji min hez nakin, ê baş e bira, naxwe bi milyonan kesên ku albumên min dikirin û bi deh hezaran kesên ku tên konserên min kî ne?" û nivîskarên quncikan ku dûrî gel siyasetê dikin û hunermendan rexne dike.
Gülten û Ahmet ji bo nifşên ciwan bi awayekî azad karibin xebatên xwe bimeşînin, mûzîsyênên jîr karibin albumên xwe çêbikin biryar digirin ku firmaya studyo û çêkirina albuman vekin. Li ser vê biryarê nêzî mala xwe bi navê GAK (Gülten Ahmet Kaya) firmaya çêkirina mûzîkê vedikin. Di vê studyoyê de ji gruba bi navê 'Kent Ozanları' ku ji Çetin Oranerê asîstaniya Ahmet Kaya dikir û 5 xwendekarên konservatuarê pêk dihat re album tê derxistin, klibê albumê bi derhêneriya Ahmet Kaya hatin kişandin, paşê Ahmet Kaya Adara 98'an cara yekem ji firmaya xwe albuma xwe ya bi navê "Dosta Düşmana Karşı" diqedîne.
Gelek dem derbas nabe albuma "Dosta Düşmana Karşı" di nav albumên herî zêde têne firotin de cihê xwe yê rêza yekemîn distîne. Klîbên "Giderim" û "Korkarım" ku ji stranên albumê re hatibûn kişandin wê salê demeke dirêj dibin klîbên ku di televizyonan de herî zêde têne weşandin. Ji wê şunde Ahmet di demeke piraniya stranên albuma xwe ya dawî amade kiribû de, xebatên xwe yên mûzîkê kûr dike û fikrê senaryoya filmê "Mülteci" ku di serê xwe de ava kiribû, dixwest bikişîne. Heta ku demên bi hevalên şanoger û hunermendên sînemayê re dihate bal hev dest bi belavkirina rolan kiribû, ji bo film jî li cihên guncav digeriya.
Em nizanin Ahmet Kaya di jiyana xwe ya hunerî tevî de çend xelat wergirtine, lêbelê gelek caran ji aliyê sazî, televizyon, rojname û kovarên cur be cur ve bi raya gel wekî hunermendê salê hate hilbijartin. Ji gelek saziyên alîkariyê û rêxistinên girseya demokratîk xelatên rûmetê wergirtin. Hema bibêje wekî her sal piştî her albumekê dibû sala 1998'an jî vê carê "Hunermendê Salê" ku Komeleya Rojnamegerên Magazînê bi rayên gel diyar dikir, bûbû Ahmet Kaya.
Merasîma xelatdayînê şeva 10'ê Sibata 1999'an li salonekê dibû ku li wir hunermend û kesayetiyên herî navdar ên Tirkiyeyê amade bûn û ji Show TV bi awayekî zindî bo hemû Tirkiyeyê dihat weşandin. Her kes bi dorê dihat ser sehneyê û xelata xwe werdigirt. Dor hat Ahmet Kaya, hunermendê salê bû, careke din di ber çepikan re derket ser sehneyê, xelata xwe wergirt û ji bo ku strana xwe ya "Giderim" bibêje rahişt mîkrofonê û ev axaftin kir:
"Ez ji bo vê xelatê sipasdarê Komeleya Mafên Mirovan, Dayîkên Şemiyê, hemû kedkarên çapemeniyê û hemû gelê Tirkiyeyê me. Wekî din daxuyaniyeke min heye; albuma ku niha ez amade dikim û rojên li pêş wê derkeve, ezê tê de straneke KURDÎ bibêjim û bo vê stranê klîbekê bikşînim, ez dizanim ku di nav me de televizyongerên wêrek hene ku vê klîbê biweşînin, ger neweşînin ez nizanim wê çawa hesabê xwe bi gelê Tirkiyeyê re bibînin."
... Salon kerr û lal bû...
Şeva 10'ê Sibatê, senaryoya ku berî niha tu kes li rastî nehatiye û divabe tu hunermend nejî, hema piştî wê daxuyaniyê dest pê kir. Ahmet Kaya gava dengên şermezarkirina li ser axaftina wî berz dibûn, xelata wî di destê wî de, weke her car, bi bişirîn strana xwe got. Li pey ku strana xwe qedand, mîkrofon danî û ber bi ciyê xwe çû, di vê navberê de ji vir û ji dera hanê ji maseyên hunermend, rojnameger û navên nas ên dinyaya magazînê pêşîn 'hûha' bilin bûn, paşê jî çetel û kêr avêtinê yên li ser van maseyan. Ahmet bi zorê xwe gihande maseya herî li qorziyê ku Gülten û çend hevalên wî li ser bûn, derdor bi awayekî xerab tevlihev bûbû, li ber çavên Tirkiyeyê hemûyî di weşana zindî de, di nava kamerayan û mirovên ku rabûne ser piyan re bişirîna dilşewat a Ahmet xuya dikir. Çend garson û hunermend hewl dan ku li ber çetel û bermayiyên xwarinê ku diavêtin Ahmet û Gülten, rawestin. Tevliheviyek dihat jiyîn. Lewre Ahmet gotibû, "Kurdî."
Pêşkêşvan ji bo ku derdorê aram bikin bi lez hunermendê di dorê de vexwendin ser sehneyê. Hunermendê ku hat ser sehneyê, piştî ku gotinên strana xwe ya evînî guhert û kir sirûdeke lehengiyê, yek ji navdartirîn anchormanên Tirkiyeyê xwe avête ser sehneyê û hemû hunermendên salonê vexwend da ku bi hev re sirûdê bixwînin. Wê kêliyê Ahmet di nav çembera ewlehî û kamerayan de salon terk dikir. Ku salon ji zilamekî xayîn û jina wî hate şuştin, şevê bi hemû coşa xwe (!) berdewam kir.
Malbata Kaya bi salan e elimiyên darizandin û nezaretan bû lê sibeha 11'ê Sibatê li rastî darizandineke ku qet nejiyaye, hat. Gelek ji rojnameyên welêt bûyer ji serrûpel dabûn û Ahmet wekî xayînê welêt destnîşan kiribûn.
Lê hîn neqediyabû... roja 14'ê Sibatê rojnameya welêt a tîraja wê herî bilind, Hürriyet, bi puntoyên herî mezin li serrûpelê xwe sernavekî wiha danîbû: "Te eyb kir çavê min."
Fotografekî konserê yî ku di ser sehneyê re nexşeyeke Kurdistanê ya li ser xaka Tirkiyeyê xuya dike tê de ku îdia dikirin sala 1993'yan li Berlînê hatiye kişandin jî pê re weşand ku ev fotograf qet bo dadgehê nehat pêşkêşkirin. Ahmet Kayayê ku piştî lêpirsîna ewil hat girtin û ew xistin girtîgehê, bi îtiraza ku eynî rojê ebûqatên wî kirin, dîsa hat berdan. Ahmet vê kêliyê serbest bû lê di mala xwe de ya ku ji aliyê çapemeniyê ve hatiye dorpêçkirin, ew, Gülten û Melis tikîtenê mabûn. Ji bilî çend dostên wan ên pir nêzîk, ji bi dehan kesên ku her roj li dor wan bûn, lê dipirsîn û bi hev re stran digotin yek jî telefonî wan nekir. Televizyonan di bernameya nûçeyan de li serî qala Ahmetê xayîn dikir, Melis 12 salî bû, geh li bavê xwe yê ber serê wê dinihêrî geh jî li xayînê di televizyonê de dinihêrî û dixwest ku maneyekê bibîne ji vê rewşê re.
Malbata ku ketibû nav tenayiyeke dijwar, bi nameyên bênav û telefonan tehdîtên mirinê dibihîst û bi tirs keça xwe dişandin dibistanê. Ahmet carekê gava ceriband ku derkeve derve, li rastî sirûdan û tifkirinê hat.
Li danişînên berdewam dibûn, digel ku bi qeydiyên pasaportê dihate çespandin ku Ahmet sala 1993'yan qet neçûye Elmanyayê, her çend ew fotograf bo dadgehê ji aliyê Rojnameya Hürriyetê ve neyê pêşkêşkirin, her çend Ahmet bibêje ku ev sûret fotomontaj e û ger nebe jî bi taybetî jî li konsereke derveyî welêt ji dîzayna sehneyê hunermend ne berpirsiyar e jî tu rojnameyan ev nenivîsandin. Tu kesî Ji Hürriyetê nepirsî ku çima sala 1994'an xelata "Solîstê Salê" daye vî zilamê ku wê bi xwe hîn 1993'yan xayîntiya wî tesbît kiriye û tu kesî bîr nebir ku doznameya dozger tenê ji hevokên şirovekarên di televizyonan de pêk hatiye.
Rojên paşê tikîtenê derbas bûn. Ahmet ji studyoya xwe dernediket û ji ber ku dahatûya xwe nedidît bi lez û bez hewl difa ku stranên di albuma nû de tomar bike. Pir qelew bûbû û birîn li tenê wî peyda bûbûn. Pir pê êşiyabû ku dostên wî telefonek jê re venedikir û merhebayek jî nedidanê. Ahmet ji mêj ve dixwest fîlmekî çêbike lê tu car bi dilê wî nebû di vê senaryoyê de ku hinekên din nivîsandiye, bibe lîstikvanê sereke.
Dadgeha ewil, dozger daxwaz kir ku bi sûcê Xayîntiya li Welêt 13 sal û nîvan têkeve hepsê, Ahmet jî parêznameyeke 12 rûpelî kir. Di parêznameya xwe de ev gotin: Ez yekî cîhanî me ku nikarim xwe bi tu derê ve girêbidim û zilamekî muzîsyen im ku bi qasî hestên xwe tu car teng nekim jî bi awayekî gerdûnî dijîm û xwedî dilekî mezin im ku ji hemû ziman, ol û neteweyên hemû dinyayê û ji çanda wan, baweriyên wan û stranên wan hez dikim û bi xweşbînî li wan dinihêrim. Û ev pirs ji dadgehê kir: "Ger min bida xuyakirin ku ezê bi zimanekî din, mesele bi îtalyanî, bi erebî yan jî bi îngilîzî stranan bibêjim, ezê dîsa mîna xayînhe welêt bihatama îlankirin, digel ku ez bi vî zimanî nizanim ê ku hema li ber serê me pê tê axaftin, min ji wê rastiyê da rê ku bi milyonan mirov li ser vê xakê dijîn û bi vî zimanî dizanin, ma daxwazeke min a ku ez bi vî zimanî stranekê bibêjim, tê maneya ku ez li ber rûyê zarokên xwe û gelê Tirkiyeyê mîna "Xayînê Welatê Xwe" bêm sûcdarkirin gelo?"
Dadgeh bo ku delîl bên komkirin, hate taloqkirin.
Rojên piştî dadgehê rojnameyan kelîmeyek jî ji parêznameya wî belav nekir. Ahmet Kayayê bersûc li serrûpelên rojnameyan gava wekî "Zimandirêj", "Bêesl", "Bêşeref", "Rezîl", "Sûcdarê Fikr î Bêfikr" dihate binavkirin, tu kes neket wê xemê ku du keçên Ahmet ên ku xwendin û nivîsandina wan heye.
Peymaneke turneya Ewropayê ya ku ahmet îmze kiribû, hebû. Derketina derveyî welêt lê hatibû qedexekirin. Careke din serî li dadgehê hate dayîn û dadgehêe ev qedexe ji ser rakir.
Hezîrana 1999'an piştî şeva ku strana kurdî di studyoya xwe de got û tomar kir, 4'ê sibehê westiyayî û dilşikestî, bêyî ku dostek jî oxira wî hilînin, xatir ji Stenboleke bi baran xwest û çû.
Û Parîs... Ahmet Kaya li Ewropayê konserên xwe didan û çapemeniya tirk li dû Ahmet bû. Her ku çapemeniyê ji her gotina Ahmet tiştek derxist û bi ser de çû, Ahmet netebitetir bû, tenêtir ma. Û gava Ahmet li Ewropayê bû dadgehê 3 sal û 9 meh ciza da Ahmet Kaya. Ji bo ku fermana girtina wî hatibû dayîn, Ahmet venegeriya. Biryar da ku li Parîsê bimîne û rêna bibîne ji bo ku xwe îfade bike. Li Parîsê daxuyaniyeke çapemeniyê pêk anî û tiştên hatine serê wî, got. Di vê civînê de ji hemû çapemeniya tirk nûner hazir bûn. Roja din rojnameyekê jî li ser gotinên Ahmet tiştek nenivîsand.
Meh derbas bûn. Di her axaftina xwe de hewl da ku neheqiya lê hatiye kirin, bibêje. Di her axaftina xwe de got ku bê çawa bêriya welatê xwe, jina xwe, keçên xwe, dayîka xwe û dostên xwe kiriye û ji ber vê êşiyaye. Belkî jî yekem car ew çende ketibû nav hêvîşikestineke kûr, çi bibûya bila bibûya êdî dixwest vegere, bêriya welatê xwe dikir...
Gülten û Melis her ku firsend didîtin diçûn dîtina Ahmet, malbat ji hev belav bûbû, dibistana Melis, jiyaneke ku li Stenbolê hatiye avakirin... nedizanîbûn wê çi bikin. Dîsa di serdaneke Parîsê de, ligel Ahmet çûn tatîleke biçûk. Gülten xem dixwarin ji ber ku Ahmet pir westiyayî ye û ketî ye, dûrketina ji welatê xwe, têkoşîna bi neheqiya nava xwe re, ew başe baş têk biribû.
Gülten û Melis sibeha 16'ê Srmaweza 2000'an li mala li Parîsê, bi hêlemanekê şiyar bûn. Ahmet li lîwanê gêr bûbû li ser erdê. Gelekî hewl dan lê dilê Ahmet ê westiyayî û şikestî nexwest careke din bitepe.
Li dû xwe 18 albumên ku hîn yek jê nehatî belavkirin, bi qasî 200 stranî û di hişê gelê hemû Tirkiyeyê de hema bi kêmayî rêzikek hişt û çû hozan. Sibeha ku dilê wî xemên di nava xwe de ranegirt û sekinî, 43 salî bû. Roja din ji bo oxira wî hilînin, ji her aliyê Ewropayê û ji Tirkiyeyê bi qasî 30.000 hezkiriyên wî hatin Parîsê. Di ber gotina stranên wî re Ahmet teslîmî goristana dîrokê û evînê Peré Lachaise'ê kirin.
Ahmet nedît ku li Tirkiyeyê stranên kurdî serbest bûn, sala ku çû ber bi ebediyetê nedît ku Platforma Demokrasiyê ya Diyarbekir "Xelata Aştiyê" dayê û nedît ku sala 2001'ê albuma wî ya 18. a bi navê "Bi Xatirê We Çavê Min" derket û klîba strana kurdî ya di vê albumê de. Nedît ku 20 hunermendên navdartirîn ên Tirkiyeyê bi gotina stranên wî, ew silava ku muhtêcî bû bi albuma "Dinle Sevgili Ülkem (Guhdar Bike Welatê Min î Delal)" danê. Nedît ku sala 2003'yan 11 stranên wî yên ku berî hingê qet nehatibûn belavkirin, bi navê "Biraz da Sen Ağla (Hinekî Jî Tu Bigirî)" ji aliyê GAM Müzikê ve hate weşandin, ji bo hurmeta ku hezkiriyên wî bawerî bi mirina wî neanîn, nedît ku li ser berga vê albumê sala 2003'yan li rawestgeheke tramwayê rûniştiye û li albuma ku di nebûna wî de hatiye çêkirin, temaşe dike. Nedît ku dostên wî yên ew tenê hiştibûn, niha li meydanan stranên kurdî dibêjin û navê gel mîna alekê bilind dikin. Û ya herî girîng, nedît ku nivîskarên quncikê yên rojnameyên ku ew wekî xayîn îlan kiribûn, yeko yeko neheqiya lê hatî kirin, nivîsandin û poşmaniya xwe ji ya ku ew tenê hiştin, anîn zimên û ew wekî nemir îlan kirin û gotin Tirkiyeyeke bêyî Ahmet pir bêreng e û nikarîne dev ji guhdarkirina stranên wî berdin; nedît ku van kesan fêm kiriye mîna ku wî bi xwe bi israr digot; "Welatek bi stranekê nayê dabeşkirin..."
Ger bidîta hîn jî bi sed hezaran kes li stranên wî guhdar dikin, bêriya wî dikin û û li kolanên ku dawiya temenê xwe bi azadî nikariye lê bigere stranên wî lêdikevin û mekanê wî yê abadîn li Peré Lachaise'a ku bi muxalifên ji her aliyê dinyayê re par vedike wê derê ger bidîta ku bi kevirekî mezin î bi motîfên Tirkiyeya ku bi hesreta wê miriye, neqişandî, bûye abîdeyek belkî jî ew bişirîna wî ya ku em hemû nasên wê ne, me bikariya lê vegeranda. Û ger li her dera cîhanê tu hunermend, tu mirov careke din ji ber straneke ku bi zimanê xwe yê dayîkê strandiye, neyê lînckirin, belkî jî ji ciyê ku niha lê, wê êdî bi tiştên ku anîne serê wî neêşe...
Parêzname
Ji Dadgeha Rêzdar re;
Min îdianame xwend. Bi parêznameya xwe ya ku min bi nivîskî û berfirehî amade kiriye, ez ê yek bi yek bersivan ji bo tawanbariyên di îdianameyê de bidim. Ji xeynî tiştên ku min di parêznameya xwe de diyar kirine, wekî din jî ku pirsên xwe hebin, ez ê wan jî bibersivînim.
Ji sala 1985'an ve ez muzîsyenekî profesyonel im. Ez zewicî me û du keçên min ê xwendekar hene. Yek hefdeh û ya din jî dozdeh salî ye. Min gelek stran beste kirine û gelek gotinên stranan nivîsandine. Min hefdeh kaset derxistine ku her sal bi milyonan hatine firotin, bi milyonan kesî li wan guhdarî kiriye û di nav lîsteya 'albûmên salê yên ku herî zêde hatine firotin' de cih girtine. Min gelek konser dane ku her yek ji wan li salonên (li Tirkiye û welatên Ewropayê) hezar-deh hezar kesî hatine li darxistin. Ez xwediyê bi dehan xelatên 'Stranbêjê Mêr ê Salê' me.
Heta çil û du saliya xwe ez li vî welatî bi tirkî fikirîme, min stranên bi tirkî çêkirine û bi tirkî xwendine. Ez wisa gerdûnî me ku ez xwe aîdî tu derî nabînim. Ez bi awayê muzîsyenekî wisa gerdûnî dijîm ku bi tu awayî ez hest û fikrên xwe teng nakim. Ez xwedî dilekî wisa mezin im ku ez dikarim ji hemû ziman-ol-netewe û çanda wan, bawerî û stranên wan hez bikim û bi xweşgirî li hemûyan binêrim.
Min rojekê xelateke din jî wergirt û jiyana min bi tevahî guherî. Ji aliyê hin hêzên ku tên nasîn û nayên nasîn ve, di şevekê de ez wekî 'xayîn', 'dabeşker', 'nûtik', 'nezan', sûcdarê fikr î bêfikr', 'yarîker' hatim îlankirin.
Li mekaneke ku hemû nûnerên medyaya Tirkiyeyê lê bûn, min ev xelat wergirt. Dema min xelat wergirt, min ji şexs û saziyên ku di dema bestekirina stranan de wan ez motîve kirime, ango ji ber xebatên wê yên hêja min ji Komeleya Mafên Mirovan re, ji ber hasasiyeta xwe ya li hember dayîkan, min ji Dayîkên Şemiyê re ku bêyî westan û rawestan li zarokên xwe yên wenda digerin û ji hemû kedkarên çapemeniyê û gelê Tirkiyeyê re min spasiyên xwe pêşkêş kirin. Ji ber ku hemû nûnerên çapemeniyê li wir bûn, di platformeke wisa de ku ew dê hemû bikaribin yeksan nûçeyan bistînin, min mafê xwe yê xwezayî bi kar anî û bi fikra ku tu kesê li wir ê bimantiq dê çewt fêm neke, min behsa albûm û repertuwara ya nû xwe kir. Heman rewşê li welatekî din û ji bo hunermendekî din bifikirin. Hunermendekî ku cara yekem bixwaze bi zimanekî ku nizane stranekê bibêje, ji bo çapemeniya magazînê ma ne hêjayî nûçekirinê ye? Bi we, ma divê min ev daxuyanî li dereke çawa bikira? Jixwe nûçegihanên magazînê dê bi min re rû bi rû biaxiviyana û ev nûçe çêbikirina. Ku hûn bînin bîra xwe ku li vî welatî çi dibin nûçe, mutleqe hûn dê heq bidin min û belesebeb li pey tu mexsedên din negerin; ji ber ku tu mexseda min nîn e.
Helwest û gotinên min ên ku bûne hinceta meqamê îdiayê û li gorî min, li tu welat û dewletên hiqûqî nabin sedema tawanbariyê ev in: "Di van rojên pêşiya me de ez ê albûmeke nû derxim, ji ber ku ez bi eslê xwe kurd im, ez ê straneke bi kurdî çêbikim û ji bo wê klîbekî bikişînim. Ez bawer dikim ku hin hevalên wêrek di nav me de hene ku vî klibî di kanala xwe de biweşînin; lê ku neweşînin ez nizanim dê çawa hesab bidin gelê Tirkiyeyê." Min ev gotinên xwe li saloneke ku hevalên ji çapemeniya magazînê û hunermend lê bûn digotin. Ango hevalên ku min ji me dihesibandin li wir bûn. Ji ber ku vê rewşê bi tenê muzîk û çapemenî eleqedar dikir. Ku hûn vê rewşê bidin ber çavê xwe, gelo ez ê çawa bikaribim hemû gelî ji bo 'kîn û dijmintiyê tehrîq' bikim? Heke wisa be, kesên ku bi tenê ji bo vê gotina min ji min re gotin; 'dabeşker', 'xayîn', 'dijmin' û çend kesên li wir tehrîq kirin û (ji ber kurdbûna min) ez ji xwe cuda hesibandim, ma bi vê kirina xwe, xelkê ji aliyê nijad, dîn, çîn û mezheb ve ji hev dûr naxin û mirovan tehrîq nakin? Lê ma bi milyonan kesên ku li guhdarî dikin, ne 'gel' in? Dadgeha rêzdar, tu kes nikare vê yekê bi mantikî rave bike.
Her wiha min ew hevokên dawiyê bi devlikenî û bi esprî gotibûn. Wekî ku her kes jî dizane, gelek kanalên televîzyonan klîbên vîdeoyan bi pere diweşînin; lê ev mekanîzma ji bo hunermendên ku ji aliyê gel ve tên hezkirin naxebite. Bi wê hevoka xwe ya dawiyê bi taybetî min xwest ez bi riya espriyê mesajekê bidim rayedarên televîzyonan ên li wir.
Wekî din, wan mirovên hoveber, dema peyva 'kurd' bihîstin dîn û har bûn û ji min re gotin, 'yuhh', 'dabeşker', ez ji wan kirinên wan ê rûmetşikên û tehriqker hêrs bûm û min got, divê vê rastiyê yanê rastiya ku kurd jî li vî welatî dijîn qebûl bikin, ên ku qebûl nekin, ez ê belaya xwe ji wan venekim. Ji ber ku li gorî min, kesên ku biratiyê xera dikin, ev mirovên bêtehemul in û ev mirov çandên gelan jî dabeş dikin. Her wiha çawaşîrovekirina gotina 'Ez ê belaya xwe ji we venekim' ne girîng e, ya girîng ew e ku min bi çi niyetê gotiye. Jixwe çeka hunermendekî ya herî xurt stranên wî ne. Min got, ez ê bi stranên xwe belaya xwe ji we venekim. Ev gotina min helwesta min a şexsî ye û ku hin wateyên din lê bên barkirin, ez ê vê yekê pêşdaraziyeke weke li hemberî şexsê xwe bibînim. Ku min bigota ez ê bi zimanekî din (wekî îtalî, erebî yan jî îngilîzî) stranekê bibêjim, bi we ma ez ê dîsa bi heman helwestê re rû bi rû bimama? Na! Lê bi vî zimanê ku her roj em dibihîzin, her çiqas ez pê nizanibim jî, ji ber ku ez bi mirovên ku bi vî zimanî diaxivin re li ser heman xakê dijîm, min ji vê rastiyê da rê û min xwest ez bi tenê stranekê bi vî zimanî bibêjim. Ma bi we diviyabû ku ji ber vê daxwaza xwe, ez li ber çavên bi milyonan guhdaran, tevahiya gelê Tirkiyeyê û ya herî girîng jî li ber çavên zarokên xwe, ez bi têgînên wekî 'dabeşker', 'xayînê welêt' bêm binavkirin. Lê, ma ev feraseteke çawa ya biratiyê ye? Ji ber ku min xwest ez bi zimanekî din stranekê bibêjim, çawa ku mijara rojeva welêt û cîhanê be, rojnemayan ev gotinên min ji heşt stûnan re kirin manşet. Ev feraseteke çawa ya tehemul û xweşgiriyê ye. Heke îro ez ji rûyê wan kirinan li vir bim û vê Dadgeha Bilind bi dozeke wiha re mijûl dikim, ma ev eybiya min e?

__________________
hmpoo is offline  
Eski 11-12-2006, 04:27 PM   #4 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: Jun 2006
Konum: IN NOONE HEART
Mesaj: 14,699
Üye No: 10512
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 14070
Rep Puaný : 1405337
Rep Derecesi
hmpoo has a reputation beyond reputehmpoo has a reputation beyond reputehmpoo has a reputation beyond reputehmpoo has a reputation beyond reputehmpoo has a reputation beyond reputehmpoo has a reputation beyond reputehmpoo has a reputation beyond reputehmpoo has a reputation beyond reputehmpoo has a reputation beyond reputehmpoo has a reputation beyond reputehmpoo has a reputation beyond repute
Varsayýlan


Dadgeha Rêzdar;
Heta îro min her tim stranên li ser civakparêziyê gotin. Ez li hemberî bûyer û qewamên nelirê yên li welatê xwe derketim û min ev yek bi rastgoyî kir. Tiştên ku min dixwest bên rastkirin, hestên xwe û fikrên xwe jî min bi stranên xwe anîn zimên û bi gotina diya xwe ji ber ku ez helwesta 'zimano biriyo, seriyo seqiriyo' rast nabînim, her wiha stranên min ên nû jî dê bi heman awayî bin.
Heta niha di peymanên bi sedan konseran de, ez rasterast nebûme alîgirê tu peymanên gotinkî yan jî nivîskî. Menajerên ku bi min re dixebitin û şêwirmend û ekîba min a berpirsyara organîzasyonan li ser navê min teklîfên ku tên kirin dinirxînin û qebûl dikin. Tiştê ku ji min re dimîne, wekî hemû hunermendên profesyonel, di roj û saeta ku tê xwestin de, ez derdikevim ser sahneyê û stranên xwe dibêjim. Lê ez dizanim ku di van konseran de kî ez vexwendime û hasasiyeta min a li ser vê mijarê jî ekîba ku bi min re dixebite dizane. Digel vê yekê jî bi taybetî dekora salonên konseran ên li Ewropayê, ewlekarî û kontrola wan ku ev ne karên min e jî, ma divê di bin berpirsyariya min de be? Ez çiqas hûrbijêr bim jî, panoya sahneya ku ez derkevimê ku bala min nekişîne, yan jî ku bala min bikişîne jî, ma ev tê wê wateyê ku ez tiştên li ser wê panoyê dihebînim an jî ez jê berpirsyar im?
Dema ku mirov bala xwe bide naveroka van helwestên pûç ên ku medyayê pêk anîne, ma mirov dê Ahmet Kayayekî ku ji aliyekî ve muzîka xwe çêdike û ji aliyekî ve jî muxalîfekî ku di fikrên xwe de durûtiyê nake bibîne, yan mirov dê yekî din bibîne ku dixwazin wî bi awayekî din nîşan bidin.
Dadgeha Rêzdar;
Çavê dilê we kîjanî ji van dibîne?
Ez di demboriya darizandina xwe de, delîlên rastîn ên der heqê tawanbariya xwe de dixwazim. Bi mehan e, min tu daxuyanî nedane medyaya welêt an jî ya cîhanê, lê divê bi cîdiyeta hiqûqî bê selmandin ku min alîkarî bi rêxistinekê re kiriye, yan jî min xwestiye ez welatê xwe dabeş bikim. Ji ber ku dema mirov ji aliyê normên hiqûqa gerdûnî ve lê binêre, ji rûyê çend mirovên har û hin organên medyayê ku rewşê pirole dikin, îmaja vî welatî divê neyê xerakirin. Ev doz çawa bi dawî dibe, bila bibe, ji ber ku di nav dîroka hiqûqî ya welatê me de dê cihê xwe bigire, ez dipirsim: Ku hunermendekî populer ê ku bi tenê stranan dibêje û hestên xwe tîne zimên, bi tawanbariya 'alîkariya bi rêxistinekê re' û bi 'dabeşkeriyê' re rû bi rû bê hiştin, ev tawanbariyeke giran e û teqez divê bi heman cidiyetê delîl hebin. Bi mehan e, pir bi hêsanî ez wekî 'dabeşkerekî' têm binavkirin. Li ber çavên zarok, malbat û gel terzê min ê pazdeh salan ketiye nav dest û piyan. Kî dê vê mexduriyeta min telafî bike? Di encama van tawanbariyan de, kasetên min ên ku bi salan min bi wan re ked daye (çawa ku stranên di nava wan de mîna zarokên min in) hatin şikandin, avêtin erdê û pê li wan kirin, hatin qedexekirin, berhevkirin û hatin şewitandin. Ma wisa dihat hêvîkirin ku ji vê dînîtiya ku medyayê afirandiye, Tirkiye dê sûdê bibîne? Ku hûn xwendekariya zarokên min bidin ber çavên xwe, di nav heval û derdora wan de, ev înfaza pêşîn û barê nehîtî ku vê çapemeniya dilkevir li milê wan bar kiriye yan jî texrîfata ku di mejiyê wan te hatiye kirin, kî dê hesabê vê yekê bide min?
Dadgeha Rêzdar;
Ez dixwazim bersivê bidim fikrên di paragrafa yekemîn a rûpelê duyemîn de ên di îdianameyê de: Ji ber ku ez di roja îlankirina Komarê de hatime dinyayê, di dilê min de Komar her tim xwedî cihekî taybet e. Ez jî wekî Birêz Dozger difikirim ku hemû mirovên ku di nav sînorên Komara Tirkiyeyê de dijîn, divê bi hev re bêyî pirsgirêk û bi biratî bijîn.
Di wê kaseta vîdeoyê ya ku min pêşkêşî dadgeha we kiriye de, gotineke min heye ku min di konserên xwe yên mehên havîna 1998'an de li gelek bajaran ji bi deh hezaran mirovan re gotiye û ez her tim dibêjim: "Ez wekî demokrat û şoreşgerekî Tirkiyeyî dibêjim: Em vî welatî nadin dabeşkirin!" Digel vê yekê jî çawa ku hunermendê ku ev gotin negotibin ne ez bim, di îdianameyê de fikrên berevajiyê vê yekê hene.
Dadgeha Rêzdar;
Li gorî min bingeha îdianameyê li ser nûçeyên derewîn ên hin kanalên televîzyonan pêk hatiye. Van kanalan gotinên min ên der heqê albûma nû de ku min di şeveke xelatdayînê de gotibûn, li gorî xwe hin tişt li wan bar kirin. Di konsereke xwe de ya bi deh hezaran kes lê ne, ku ez wekî alîgirekî biaxiviyama, yan jî min cudakeriyeke ku niha ez pê re rû bi rû mame bikira, (jixwe heta niha tiştekî wisa qet nebûye) min bi xwe dê îdiayên Dozgerê Rêzdar mafdar bidîtana. Ku mirov careke din bala xwe bide kasetên vîdeoyê yên wê şevê, mirov dê bibîne ku herî zêde ez, bi cudakeriya li wê derê êşiyame, li min heqeret hatiye kirin û ez mexdûr bûme.
Kesên ku ji ber kurdbûyîna min hewl didin ku min biêşînin, divê bibin muxatabê fikrên di paragrafên sêyemîn û çaremîn ên rûpelê duyemîn ê îdianameyê de. Ji ber ku bi tenê çend kesên li wir, hê di serê axaftina min de qîriyan û mirovên li wê derê tehrîq kirin. Dema ku min behsa albûma xwe ya nû dikir, ez pir bi baldarî diaxivîm. Lê hin mensûbên medyayê di kanalên televîzyonên xwe de, hovanetiya van çend kesan pir pirole kirin û li ber çavê civakekê ez wekî 'xayîn' nîşan dam û bi vê kirina xwe xwestin ku min rencîde bikin. Ez di bin van kirinan de hin tiştên din dibînim.
Di paragrafa pêncemîn a îdianameyê de gotineke min heye ku ji aliyê hin organên weşanê ve hate texrîfkirin û hin wateyên din lê hatin barkirin. Min gotibû: "Ji ber ku ez bi eslê xwe kurd im, ez dixwazim di vê albûma xwe de cih bidim straneke bi kurdî û klîbekê jê re bikişînim." Ku hûn bi awayê herî sade wê şîrove bikin, hûn dê bibînim ku ev gotineke çiqas xwezayî ye û tu niyetên din di bin de nîn in. Divê tu kes vê gotina zelal li gorî kêfa xwe şîrove neke û wateyan lê bar neke. Ji nêzîktêdayîneke wisa ez dikarim hin encamên din derxim û mafê min heye ku ez li hin niyetên din bigerim.
Li welatekî din, mesela li Amerîkayê ku stranbêjek bibêje, "Ez ê blues an jî jazz bibêjim" ma bi vê kirina xwe ew dê nijatperestiyê bike û gelê xwe tehrîq bike." Her wiha muzîk zimanekî gerdûnî ye. Ku stranek bi kîjan zimanî hatibe gotin jî, neteweyekê dabeş nake. Ew kesên ku êrîşî min dikin, ku hinekî destê xwe daynin ser wijdanê xwe û xwe ji ruhiyeta "em û ew" xelas bikin, ev yek dê bi kêrî hemû civakê bê.
Ku kasetên wê şeva xelatdayînê hinekî din bi xweşgirî bên temaşekirin, her kes dê bibîne ku çend kesên li wê derê heqeret dikirin û gotinên dabeşker digotin. Ne wekî ku Birêz Dozger dibêje ku hunermend û vexwendeyên bijarte helwest nîşan dane. Wê demê her kes dê bi awayekî zelal bibîne ku ev doz belesebeb rojeva welêt û Dadgeha Rêzdar mijûl dike.
Konsera ku di paragrafên heft, heşt û nehan de behsa wê tê kirin, ne sala di 1993'an de bû. Bi qasî ku tê bîra min, li Berlînê di sala 1994'an de bi organîzekirina Yekîtiya Esnafên Demokratîk min konserek dabû, belkî ew be. Di sala 1993'yan de li Berlînê di turneyekê de ku Zuhal Olcay jî di nav de bû min konserek dabû. Ew konser jî ne ji aliyê rêxistinekê ve lê ji aliyê organîzasyoneke profesyonel ve hatibû lidarxistin. Çawa ku min berê jî gotibû, ez li her dera dinyayê stranên xwe dibêjim. Ekîba min a ku bi organîzasyonên min re eleqedar dibe, peymanên xwe li ser zemîneke profesyonel bi devkî yan jî bi nivîskî girê didin û pere distînin. Ez mirovekî çil û salî me û du zarokên min heye. Ez debara xwe bi çêkirina muzîkê dikim. Ez profesyonel im, li vî welatî ez mukelefê bacê me. Di salê de ji xeynî qezenca ji kaset û çend konseran tu dahata min nîn e. Di van çil û du salan de berpirsyariya ku min ji bo jiyanê û zarokên xwe bi dest xistiye heye û ez nahêlim ku tu kes keda min bixwe. Min bi qasî qirûşekê alîkariya maddî nedaye tu rêxistinê û ez tu caran îdiayeke wiha qebûl nakim.
Ji hemû beşên civakê bi deh hezaran mirovên ji her temenî tên konserên min. Ez bawer dikim ku tu kes ne li bendê ye ku divê ez berpirsê nasnava wan a siyasî û etnîk an jî berpirsê liv û tevgerên wan bim. Bi heyecana ku ez ê ji bi hezaran mirovan re stranan bibêjim, ez li kulîsê disekinim û dema ku dor tê ser min, ez li bendê dimînim ku gazî min bikin. Lê wekî hunermendekî, dema ku ez li ber bi hezaran mirovan konseran didim, ez nahêlim ku tu kes an jî grub ji bo hin armancên din konsera min an jî sahneya min bi kar bînin û min nehiştiye jî.
Lewma ez careke din bi taybetî dibêjim: Îdianameyê nûçeya Rojnameya Huriyetê ya di 14'ê Reşemiya 1999'an de ya bi sernavê "Te Eyb kir Çavê Min" esas girtiye û ew nûçeyeke derewîn e. Çawa ku min li jor jî gotibû, bi qasî ku tê bîra min di payîza 1993'an digel orkestraya xwe û bi beşdariya hevala xwe ya hunermend Zuhal Olcay ez beşdarî turneyeke Ewropayê bûm. Berlîn jî di nav de, digel orkestraya xwe min li gelek bajarên Ewropayê konser dan. Di nav nav konseran de bi tenê ez beşdarî yeke li Elmanyayê nebûm. Ji ber ku gotin ku 'Komeleya Karsazên Kurdan" a ku PKK jî di nav de ye wê konserê li dar dixe. A rast ez nizanim bê ka komeleyeke wiha heye yan jî nîn e. Piştî ku min li ser wê nûçeyê hin lêkolîn kirin, min tespît kir ku di sala 1994'an de li Berlînê ez beşdarî konsereke saziyeke bi navê "Yekîtiya Esnafên Demokratîk" bûme. Di nivîsa ku ji aliyê "Yekîtiya Esnafên Demokratîk" ve hatiye şandin de jî tê diyarkirin ku eleqeya vê şeva konserê bi tu rêxistin an jî saziyê re nîn e. Bi qasî ku tê bîra min, hemû esnafên biyan ên li Berlînê li hev kom bûne û ev saziya pîşeyî damezirandine.
Di îfadeya xwe ya li dozgeriyê de jî min diyar kiribû ku heta dor neyê ser min ez nikarim salona konserê bibînim. Piştî ku ez derketim ser sahneyê ku min ew pankarta di wêne de bidîta jî min de nikariya ez tiştekî bikim. Ku min konser betal bikira, ew kesên ku ji bo guhdarîkirina stranên min hatibûn bi mafdarî dê reaksiyon nîşan bidana û di atmosfera wê şevê de bi rehetî min nedikarî ez ji wê salonê derkevim. Lê bi qasî ku min ji sahneyê didît, li gelek deverên salonê hin pankartên din jî yên daleqandî hebûn. Lê ji ber ronahiya sahneyê û spotan min nedikarî ez wan baş bibînim. Wekî her car min stranên xwe gotin û ez ji sahneyê veqetiyam. Digel ev qas hesasiyeta min, ez pê xemgîn im ku piştî salan wêneyên wê demê bi nûçeyên derewîn re hatin bikaranîn. Neweşandina van wêneyan a heta niha li nûçegihaniyê nayê û ev yek jî baş diyar dike ku ev nûçe derew e û feraseta nûçegihaniyê ya ji bo hin armancên din derdixe holê. Ez nirxandina vê yekê ji Dadgeha we ya Rêzdar re dihêlim.
Li hemû aliyên dinyayê ji bo ku hunermend xwe li ser sahneyê îfade bikin, hin rêbaz û showan bi kar tînin. Li Tirkiyeyê û li welatên din dema ku salona konserên min tije dibe û guhdarên min dicoşin, ez vê yekê wekî serkeftina xwe dibînim û bi îşareta serkeftinê ez guhdarên xwe silav dikim. Ev sembola silavdayîna min e. Mutleqe hûn jî di dîmenên televîzyonan de leqayî wê hatine. Her wiha li her dera dinyayê ev îşaret ji aliyê siyasetmedar, hunermend, wersîzkar û hwd. ve tê bikaranîn. Di van rojên dawî de, arnawudî û zarokên wan ên ku ji aliyê sirban ve ji Kosovayê tên goçberkirin jî bi kar tînin. Ev îşaret sembola tîpa pêşîn a Victoria ye û li gelek deveran aştiyê temsîl dike. Divê bi awayekî din neyê şîrovekirin.
Gotinên strana ku di rûpelê duyemîn paragrafa nehemîn a îdianameyê de cih digirin, di gelek konserên xwe yên li Tirkiyeyê de, bi vî awayî min gotinên wê guherandine û gotine. Ez pir şaş dibim ku li guherînên wisa biçûk wateyên din tên barkirin. Ez vê yekê ji dil dibêjim ku qesta min tiştekî din bûya û ez li pey hin tiştên din bûma, hûn hemû jî dizanin ku ez mirovekî rastgo me û ez tu caran serî li rêyen wisa nadim.
"Niha bi xatirê te gula min a çolê,
bi guleya xwe ya qanûnî komîserek nêzîk dibe" Ku ez van gotinên orjînal ên vê stranê bi vî awayî bibêjim:
"Niha bi xatirê te gula min a çolê,
bi guleya xwe ya qanûnî KT'yek nêzîk dibe" Bi min divê ev gotin bi awayê di îdianameyê de neyê şîrovekirin. Bi awayê herî zelal polîs guleyan bi kar tîne û ew polîs ê Komara Tirkiyeyê ye. Ku ez polîsê dewletê di nav gotinên strana xwe de bi vî awayî îfade bikim, mirov çawa dikare wateyeke din jê derxe. Ji ber ku gotinên esas ên stranê ev in: 'Bi guleya xwe ya qanûnî komîserekî Komara Tirkiyeyê nêzîk dibe.'

Li devereke strana min a bi navê "Serê Min di Belayê de ye" gotineke wiha jî heye:
"Bi ser de jî li ser singa min, ango tam li vir,
bi rihê xwe yê hatî, eşqiyayek digere" Li şûna vê gotinê ku ez wiha bibêjim:
"Bi ser de jî li ser singa min, ango tam li vir,
bi rihê xwe yê hatî, gerîlayek digere" Ma dê çi xesara wê hebe? Her du jî li ser çiyayan dijîn û rihhatî ne. Her wiha ku mirov bala xwe bide tevahiya stranê, jixwe mirov mîzah û îroniya tê dibîne. Di helbesta rehmetiyê Can Yucel a bi navê "Dîwarê Hezkirinê" de gotina 'kontesa mîzek" hebû. Beriya salan dema ku min ev helbest beste kir, ew gotin nehatibû qebûlkirin û min bi awayê 'kontesa qilêr' guherand û wê demê me ev fikara pir girîng (!) ji holê rakiribû. Ku rojekê dîroka hiqûqê komediya xwe nivîsand da ku jê re bibe malzeme min ev mînak da. Dema ku mirov meseleyên ku dinya wan nîqaş dike û hewl dide ku çareser bike û meseleyên ku di rojeva dadgehên me de ne hevrû dike, mirov dibîne bê ka çima welatê me ev qasî li paş maye. Da ku her kes ji kompleksa ku welatetek bi straneke tê dabeşkirin rizgar bibe, min ev mînak da. Encama ku min ji vê yekê derxistiye ev e: Naxwe ji niha û pê de di showên xwe yên sahneyê de weke beşek ji wan, dema ku min gotinên straneke xwe hinekî guherandin, ez ê hinekî bitirsim.
Wekî nimûne, di straneke xwe de, dema min digot; "Evînên min hatin pincirandin, bi ser de jî ez li diyarekî dûr im" Naxwe li gorî dera ku min konser lê dida, min dixwest ez bibêjim 'ez li Hambûrgê me' yan jî 'ez li Baybûrtê me'
Berê min ji bo gotinên straneke xwe yên wekî; "Ew besteya mahur lê dide, bi mujgan re ez digirîm" (her wiha li vir mujgan di wateya bijang de hatiye bikaranîn) min bi awayê "Bi Ayten re ez digirîm" digot, naxwe êdî ez ê nikaribim wiha bibêjim. Naxwe li gorî we bi vî awayî ez ê xwe bêhtir azad hîs bikim?
Dadgeha Rêzdar;
Divê ji hunermendekî re cihê ku ew bêhna xwe lê berde hebe û ji her 'rewşê' divê peywirek neyê derxistin. Ez hêvî dikim ku ev sersala nû dê wisa rê li ber huner û hunermandan veke ku cih ji van ferasetan re nehêle.
Bi salan min di konserên xwe de got; "Em nahêlin ev welat bê dabeşkirin" lê di van konserên xwe yên li welêt û li derveyî welêt de, bi tenê wekî ku min bi xwe di yekê de nexşeyek daleqandiye û li ber gotiye, 'em ê vî welatî dabeş bikin', bi vî mantikî min sûcdar dikin û îdianameya ku bi vî mantiqî hatiye amadekirin, bi qasî 10.5 salan ceza taleb dike. Ev darizandin ne li gorî tu mantiqê hiqûqî ya li ser esasa wijdanî ye.
Tiştên ku xelk bi sergirtî qebûl dikin an jî dibêjin, ez bi rastgoyiya xwe ya hertimî dibêjim: Em li vî welatî dijîn. Bi qasî ku em rastiyên vî welatî qebûl bikin, em ê bikaribin bibin xwedî helwesteke hemdem û mirovatî. Ez bawer dikim ku ev yek dê nirxên xweş û mirovî yên mîna biratî û aştiyê pêk bîne.
Dadgeh Rêzdar;
Beriya ku hûn vê dozê rakin nav arşîva xwe, weke ku min di paşgoyê de jî pêşkêşî we kir, li vî welatî hebûna rewşenbîrên ku wiha difikirin min kêfxweş dike;
- Nivîsa Yıldırım Türker a bi sernivîsa "Divê Çi Bê Kirin" a di Rojnameya Radikalê ya 21'ê Reşemiya 1999'an de,
- Nivîsa ku ji destê Defne Asal hatiye weşandin, a bi sernivîsa "Ma Tu Demirel î Lo Ahmet" a di kovara Aktuelê ya 18-24 Reşemiya 1999'an de,
- Nivîsa ku ji destê Ardu Uskan hatiye weşandin, a bi sernivîsa "Eyb e Eyb" a di rojnameya Radikalê ya Reşemiya 1999'an de, ez dixwazim hûn bi hesasî bixwînin, da ku hûn fêm bikin ku li vî welatî bê ka çiqas xweşgirî û rasteqînî dibe para me.
Çalakiya min bi tenê strangotin e. Ez dixwazim ji wê kelevajiya 'dabeşkirina welêt' xelas bibim û dîsa weke Ahmet Kayayê vî welatî li guhdêr, stran, zarok û li jiyana xwe ya normal vegerim.

__________________
hmpoo is offline