|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||||
|
Kamûran Elî Bedirxan wek ji navê wî jî xuyaye ji Malbata Bedirxaniyên bi nav û deng e. Paşeroja vî malbatê gellek kevn e. Şeferxan Bedlîsî di şerefnama xwe de qala Birca Belek dike. Yê navê xwe daye vê bircê Belek Beg e, Belek Beg jî bavkalê Malbata Bedirxaniyan e.
Bedirxan Beg dû têkçûna serhildanê tevlî hemî malbata xwe mişextiyê Stenbolê dibe. Mîr Bedirxan dû re dişînin Girava Gîrîtê dû re jî dişînin Şamê û di sala 1868'an de li wir wefat dike. Ji 96 zarokên Mîr Bedirxan (21 kur, 21 keç) 42 zarok dimînin. Dû wefata bavê, zarokên lawîn ên mezin xwedîkirina dê û xwişkên xwe digrin ser xwe. Navên van hemî zarokan di bin qeydê de ne. Pirraniya zarokan ji alî Dugela Osmanî bi paşatî, memûrtiyê hatin erkdarkirin. Emîn Elî Bedirxan kurê Mîr Bedirxan e. Ew tucar ji ser riya bav û kalan dûr neket. Li welatê biyan hertim ji bo jiyandina kevneşopî û çanda xwe çi pêwistbana dikir. Emîn Elî Bedirxan mirovek dewlemend bû. Mirovek welatparêz, zana û çalak bû. Mala wî bûbû mala dengbêj, çîrokbêj û helebestvanên Kurd. Zarokên wî jî di nav dorhêlek wusa de mezin bûn. Xwedê yek jê keç, heft zarok da Emîn Elî Bedirxan. Sureyya, Celadet Elî, Kamûran Elî, Hîkmet, Tewfîq Elî, Safter, Meziyet. Emîn Elî Bedirxanê bavê Kamûran Elî Bedirxan jî Xwendegeha Huqûqê xwend û bû Mufetîşê Dadgeha Stenbolê. Mêvanê nivîsa me Kamûran Elî Bedirxan, neviyê Mîr Bedirxan ê heq e. Kamûran Elî Bedirxan di 21'ê Tebaxa 1895'an de li Stenbolê hatiye dinyayê. Bavê wî du jin kiriye. Herdu jî Çerkez bûn. Diya wî ya duyemîn e. Navê wê Senîhe ye. Kamûran Elî Bedirxan ji ber ku bavê wî memûr bû û gav û deqe vebuhtina wî derdiket li gelek deveran geriyaye. Li cihên mîna Stenbol, Edîrne, Qonya, Enqere, Eqqa (li Filîstînê ye), Selanîk û hwd. geriyaye. Kamûran Elî di demek zû de ket nav xebatên siyasî. Peywira yekem ji Komela Peşketina Kurdistan (Kurdîstan Tealî Cemiyetî) girt. Ew, birayê wî yê mezin Celadet Elî, Ekrem Cemîl Paşa û Faîq Tewfîq di sala 1919'an de diçin Kurdistanê. Zabitê siyasî yê navdar ê Îngiliz, Noel jî li ba wan e. Berê xwe didin Meletiyê. Armanca wan ji bo azadiya Kurdistanê destpêkirina xebatê ye. Çîrokê em ji Kamûran Elî guhdarî bikin: "Şerê Cîhanê ya Yekemîn qediyabû, Dugela Osmanî têk çûbû. Fikra avakirina welatek Kurdan ya li rojhilatê belav bibû. Bi fermana Komelê Ez, birayê min Celadet Bedirxan û serdarê Îngilîz Noel ji bo girtina destega êl û mîrên Kurdan derketin gerê. Qonaxa pêşin mala Hecî Bedir Axayê Kehtayî bû. Ew dostê bavê min bû. Me jê re digo "apo". Me go: "Ger destega êlan were girtin wê dugelên serkeftî alîkariya me bikin. Ji bo vî divê hûn alîkariya me bikin." Ew jî go: "Hûn neyartî û dijberiyan nizanin. Li vir her axayek bi serê xwe ye. Kes kesek qebûl nake û hûn Dewleta xwe jî çê bikin kes serê xwe li ber ê din danayne. Pêşniyara min ji we re ew e ku hûn dev ji vî karê berdin." Têkiliyên me yên din jî vala derketin û paşde zivirîn Stenbolê. Lê dibe ku haya wan ji tiştek din tunebe. Wê dema ku ew li Kurdistanê xebat çê dikirin M. Kemal jî vala nedisekiniya. Ango Mistefa Kemal ji wan çalaktir derketibû. Mistefa Kemal ji aliyek jî suwariyên xwe şiyand ser wan. Di sala 1922'an da Kemalîstan fermana kuştina malbatên mezin yên Kurdan derxistin. Ew, birayên wî Celadet, Safder, Tewfîq û birarziyê wî Heqqî di sala 1923'an da çûn Elmanyayê. Emîn Elî Bedirxan jî tevlî malbata xwe koçê Misrê kir. Kamûran Elî û Celadet Elî Bedirxan li Elmanyayê dest bi xwendina Huqûqê kirin. Li Elmanyayê di bin mercên gellek zehmet de diman. Serma û birçîbûn herdem hevalên wan bû. Celadet Elî 6 caran odeya xwe guhertibû. Celadet bi destpêkirina serhildana Şêx Seîd biriyara çûndina welat da. Lê heta gihişt welat serhildan tefiya. Dîsa zivirî Elmanyayê ji bo xwendinê. Di heman demê de Emîn Elî Bedirxan nexweş bû. Celadet Elî ji Elmanyayê derket û berê xwe da Misrê. Bavê wan Emîn Elî Bedirxan di sala 1926'an de li Misrê wefat kir. Birayê wî Safder jî di sala 1927'an de li Elmanyayê ji ber nexweşî mir. Birayê din Tewfîq jî zivirî û radestê kemalistan bû. Paşnavê xwe jî kir Çinar û ket xizmeta Mistefa Kemal. Wasif Çinarê biraziyê Kamûran Elî Bedirxan bû wezîrê Perwerdehiya Dugela Tirk. Êdî Celadet Elî nezivirî Elmanyayê û çû Bêrûdê cem apê xwe Xelîl Ramî Bedirxan. Ji wir jî derbasê Şamê bû û li wir bi cih bû. Ew dem Şam di destê Frensiyan de bû. Kamûran Elî di 24'ê sibata sala 1926'an de li bajarê Laypsîg doktoraya xwe bi sîfeta jur. wergirt. Piştê bidawîbûna doktoraya xwe, Kamûran Elî jî ji Elmanyayê derket û berê xwe da li Bêrûdê, li wir bi cih bû û li wir dest bi parêzeriyê kir. Li vir dîsa herdu bira gihiştin hev. Di 5'ê Îlona sala 1927'an de li Lubnanê li bajarê Bihemdûnê Kongra damezrandina Xoybûnê li dar ket. Herdu bira di damezirandina Xoybûnê de cih girtin. Serokatiya wê jî Mîr Celadet Bedirxan dikir. Gellek kesên navdar jî di nav vî xebatê de bûn. Rêxistina Xoybûnê di dîroka Kurdistanê de cihek girîng digre. Dû ku serhildana Agirî rêk û pêk kir lê negihîşt encam, di rewşenbîrên Kurdan de guhertin çêbû. Pirraniya wan êdî bi karên perwerdehî, ziman û civakî re miştixul bûn. Gor wan beriya her tiştê divê Kurd zana bibin. Serokatiya rewşenbîrên Kurdên binxetê jî wî demê Mîr Celadet Elî Bedirxan dikir. Celadet Elî Bedirxan hewl da ku kovarek derxîne. Lê ji rêvebiriya Frensiyan destûr girtin ne hêsan bû. Axirê di sala 1931'an de destûr send. Di wî salê de pirtûka xwe ya bi navê Rêzimana Elfebe ya Kurdî derxist. Di 15'ê Gulana sala 1932'an de Kovara Hawarê derxist. Kovara Hawarê heta 15'ê Tebaxa sala 1943'an weşana xwe berdewam kir. Di vî pêvojoyê de 57 hejmarên Kovara Hawarê derketin. Kovara Hawarê, di weşangeriya Kurdî de cihek girîng digre. Cara yekem bi tîpên latînî Kurdî dihat nivîsandin. Hawar, her wiha gellek rewşenbîran jî gihiştand Gelê Kurd. Ji nivîskar û kedkarê Kovara Hawarê yek jî Dr. Kamûran Elî Bedirxan bû. Ew di Kovara Hawarê de çîrok, helbest nivisiye, her wiha werger çê kiriye. Wergera herî delal jî ya Qur'ana Pîroz e. Ew ji hejmara 27'an heta dawiya weşana Kovarê (çend hejmar ne tê de) ev werger berdewam kiriye. Di hejmara 57. a hejmara dawî de gihiştiye sûreta Nîsa ayeta 48'an. Her wiha Hedîsên Pêxember (s.X.l.) wergerandiye Kurdî. Di têbîniyê de dibê ku me 700 hedîs wergerandine û emê wana di Kovara Hawarê de biweşînin. Lê 690 Hedîs hatine weşandin. Xwedê xêra wî qebûl bike. Dr. Kamûran Elî Bedirxan her wiha di Kovara Ronahî de jî ku dîsa ji alî kekê wî Celadet Elî dihat derxistin nivîs dinivîsî. Ronahî jî ji 1'ê Çileya sala 1941'an heta Adara 1945'an weşana xwe berdewam kir. 28 hejmarên Kovara Ronahî derketin. Dr. Kamûran Eli Bedirxan di navbera salên 1943 û 1946'an de li Bêrûdê rojnama Roja Nû derxist. Bi zimanê Kurdî û Frensî weşanê dikir. 73 hejmarên wê derketin. Berpirsiyarê giştî û Mudirê weşanê dîsa ew bi xwe bû. Dîsa ew di heman demê de Rojnama Stêr derdixist. Koma nivîskaran dîsa yek bû: Celadet Elî Bedirxan, Hesen Hişyar, Apo Osman, Qedrîcan, Reşîdê Kurd û Cîgerxwîn. Herî pirr pirsgirêkên aborî zora weşanan dibir. Ji aliyek jî çewisandinên siyasî ya li ser wan derfetên wan kêmtir dikir. Roger Lescot serbazê Fransayê bûn. Paşê Xwermenda Fransayê wî wek dîplomat şiyand Qahîra Mirsê. Ew bixwe pirofesor bû û xebata wî ya li ser zimanê Kurdî jî hebûn. Di Kovara Hawarê de di beşa Frensî de jî nivisên wî hebûn. Di sala 1947'an de ji Dr. Kamûran Elî Bedirxan re pêşniyara xebata li Fransayê anî. Dr. Kamûran Elî wî demê li Bêrûdê parêzerî dikir. Vî pêşniyarê pejirand. Ew di vî baweriyê de bûn ku wê ev kar ji bo Kurdolojiyê jî baş bibana. Wê Parîsê bikirana navendek ji bo Kurdolojiyê. Li vir sazgeha lêkolîneriyê ava kir. Her wiha di Zanîngeha Parîsê de dest bi hînkirina zimanê Kurdî jî kir. Heta sala 1975'an li vir xebitî. Ew li Parîsê zewucî. Dr. Kamûran Elî bi zimanê cihê cihê pirtûk nivîsandiye. Xeynî bi zimanê Kurdî, Tirkî, Frensî û Elmanî jî nivîsar û pirtûk nivisiye. Xizmeta wî û kekê wî Celadet Elî ji zimanê Kurdî re gellek çê bûye. Ew û Celadet Elî Bedirxan di sedsala dawî de xebatên hêja li ser rêzimanê çê kirine û berhemên girîng dane xizmeta gelê xwe. Ew xebata wan bûye bingeh ji bo xebatên li ser Kurmanciyê. Ji nivîs û wergerên Dr. Kamûran Bedirxan mirov fahm dike ku ew, bi Erebî, Farisî, Elmanî, Frensî û Tirkî dizane. Ew di sala 1978'an de 83 salî çû dilovaniya Xwedê. Lê li dû xwe gellek berhemên bi wate hişt. Helbest, werger, mijarên lêkolîn û bi taybetî jî xebatên li ser bingeha Zimanê Kurdî. Berhemên wî ev in; Elfabeya Kurdî, Elfabeya Min, Rêzana Zimanê Kurdî, Ferhenga Kurdî, Zimanê Mader, Destpêka Xwendinê, Parçeyên Bijarte, Xwendina Kurdî, Tefsîra Qur'anê, Dersên Şerîetê, Çarînên Xeyam, Poverbers Kurd (Gotinên Pêşiyan; bi Lucy Paule Margerîtta re), Helbestên Kurdî, Der Adler Von Kurdistan (Eyloyê Kurdistanê- bi Elmanî ye û qala jiyana Yadoyê Kurd dike), Berfa Ronahiyê, Helbestên Kurdî bi Fransizî, Turkçe Îzahli Kurtçe Giramer. |
|||||||||||||||
|
|
| Konu Araçları | |
| Mod Seç | |
|
|
|
||||
| Konu | Konuyu Başlatan | Forum | Yanıt | Son Mesaj |
| KÜRTÇE'nin YAZILI TARİHİ....Mir CELADEDİN Gözüyle... | PCkopat | Dirok | 38 | 01-12-2008 12:27 AM |
| Yazılı Kürtçe'nin Tarihi | xwendevan47 | Genel Kültür | 2 | 04-04-2008 02:55 PM |
| Mezopotamya’nın Kadim Halkı Kürtler | Şoreşger | Tarih | 4 | 08-07-2006 12:22 AM |
Bir Forum sitesi
olduğumuzdan, kullanıcılar önceden onay almadan her türlü görüşlerini yazabilmektedir.
Yazılanlardan dolayı oluşabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanıcılara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykırı herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
İletişim'e bildiriniz.
Mesajınız incelenip, kısa bir süre içerisinde gereken müdahale yapılacaktır.