|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||||
|
Ez hîn 11 salî bûm bi biryara diya xwe zewicîm. Keçek min çêbû. Gava ez 14 salî bûm jî mêrê min hêwî anî ser min û min jî dawî li zewaca xwe anî û koçî bajarê Edenê kir Beriya pirsên me tu dikarî xwe bi kurtî ji bo xwendevanên me bidî nasandin? Hozan Canê kî ye? Ez Canê di sala 1971ê de li navçeya Qereyaziya Erziromê hatime dinê. Malbata me bi navûdeng bû. Ji mala axayê heri mezin ê Qereyaziyê ne. Em ji eþîra Zirikîyan e. Wexta ez çêbûme ji min re Cano digotin. Ji ber ku diya min beriya min 7 keçik anîbûn û qet lawik tunebûn û ez ya biçûktir im. Beriya ez çêbim xwuþkek min dimire. Wê gavê bavê min ji diya min re dibêje “çewa be tu yê dîsa keçikek din binî dinê. Loma jî ne hewce ye em navek din peyde bikin û navê xwuþka min a rahmetî li min datînin. Navê minê Canê ji wur tê. Lê bavê min her tim ji min re digot Cano. Ji ber ku ew li bendê bû ku kurek jê re çêbe lê mixabin ez çêbûm. Lê piþtî min 3 birayên min jî çêbûn. Ez hîn biçûk bûm bavê min mir. Em zarok, pir biçûk bûn û dayika me jî bê çare mabû. Nizanîbû ê çi bike loma jî keçên xwe hîn di umrê zaroktîyê de dan mêr, ew zewicandin. Ez jî hîn 11 salî bûm bi biryara diya xwe zewicîm. Keçek min çêbû. Gava ez 14 salî bûm jî mêrê min hêwî anî ser min û min jî dawî li zewaca xwe anî û koçî bajarê Edenê kir. Ji ber ku ez hîn zarok bûm keça min bi biryara mehkemê li cem diya min ma. Li Edenê ez çûm dibistanê û piþtre jî ez çûm Stenbolê li cem xwuþka xwe mam. Li wur min lîse temam kir. - Baþ e. Bi rastî jî te jiyaneke dijwar derbas kiriye. Îcar li ber van derd û koçberiyan çawa çêbû ku te dest bi hozantiyê kir. Te çawa îmkan peyde kir? - Ji xwe wexta ez li Edenê bûm, li dibistanê her kesî digot ku dengê te gelek xweþ e. Gava ez hatim Stenbolê û haya xwuþka min jî jê hebû ku dengê min xweþ e û ji min re got ”ezê te biþinim konservatuarê”. - Kîjan konservatuar bû? - Ya Arif Sag bû. Arif Sag mamostê min e. Arif Sag ji bo ez têkevim konservatuarê, li dengê min guhdarî kir û eciband. - Te bi kîjan zimanî gotibû? - Bi tirkî. - Kîjan stiran bû? - Daglar seni delîk deþîk delerîm. - Ê piþtre çawa dom kir? Arif Sag dengê min pirr eciband û li ser sekinî ku ez konservatuarê dom bikim. Xwendina konservatuarê ji min re piçek zehmet dihat. Ji min dixwestin ku ez fêrî enstrumentekê jî bibim. Di heman demê de min lisey jî dixwend. Loma min dev ji fêrbûna enstrumentê berda. Di 3 salan de ez li konservatuarê fêrî teknîka deng bûm. Jê re dibêjin þan yanî teknîka qirikê a gewriyê. Piþtî 3 salan Arif Sag dîsa hat dengê min guhdarî kir û ji min re got ”otantîka dengê te a berê nemaye. Dengê te pirtir li ser otantîka folklorê ye. Piþtre nizanim li konservatuarê wan çawa li hev kir. Lê biryar hat dayin ku ez bi kurdî CDyekî çêkim”. ![]() - Agahiyên Arif Sag ên li ser muzîka kurdî hene? Ma ew bi kurdî zane? Na, Arif Sag kurdî nizane, lê ji stiranên kurdî pirr hez dike û tu zanî ew jî serhedî ye, ji Erziromê ye. Agahiyên wî li ser muzîka kurdî hene. Min pêþniyara wî qebûl kir. Lê piþtre wî ji min re got ku ”em ji te re mamosteyek kurdî jî peyde bikin ji bo li ser dengê te ê kurdî baþ bisekine û te hinek din perwerde bike”. - Te bi vî awayî dest bi stiranên kurdî kir. Mamostê te ên kurdî kî bûn? Di vê navberê de ez dixwazim bêjim ku rojekê diya min jî telefonî min kir û got ” binêre te dev ji mêrê xwe berdaye û nuha jî tu dixwazî stiranên tirkî bêjî. Heke tu bi tirkî CDyekê çêkî ez te helal nakim û malbat jî dê te bikuje.” - Reaksîyona te li hember van gotinên diya te çawa bû? Helbet, min bi gotina diya xwe kir û ji diya xwe re jî got ” ez heta sax bim ezê bi tirkî stiranan nestirêm . -Hata nuha te di CDyekê de an jî di konseran de bi tirkî stiran negotine? -Min di CD yên xwe de negotiye lê carekê di TVê de li ser þehîdek kurd min stiranek bi tîrkî got. Ew jî daxwaza hinekan bû. Baþ e mamostê te ê kurdî kî bûn? Momostê min Þîyar Farqînî û Kazim Bora bûn. Di albuma min a ewil de Þiyar Farqinî mamostê min bû. Heta me du stiran bi hev re jî duet kir û di yên din de jî wî ji min re vokaltî kir. Bi vî awayî min dest bi stiranbêjiya kurdî kir. Weki din wê demê kî hebûn ku alîkariya te dikirin. Min bihîst ku wê demê têkiliya te bi Ayþe Þan û dengbêjê navdar Þakiro re jî çêbûye? Erê rast e, me çend hunermendan bi hev re bi hunermenda nemir û navdar Ayþe Þan re CDyek çêkir. Þakiro jî di vê navberê de gelek alîkariya min kir. Hûn zanin ew bi xwe jî serhedî ye û ji xwe ji nêzîki gundê me ye. Ew sal gelek dijwar derbas dibûn. Zehmetî an jî astengîyên çawa derdiketin hemberî te. Helwesta dewletê çawa bû? Zehmetî gelek bûn.Gava min CDya ewil bi fîrmayeke Diyarbekirê ku navê wî Ataman bûçêkir, êdi ez li wur bi gotinên wek kurd, Kurdistan, **** apocî û hwd hesiyam. Bi rastî cara ewil bû, min tiþtên wisa dibihîstin. Ez gelek biçûk bûm. Min berê ev gotin qet nebihîstibûn. Erê min zanîbû ku ez kurd im, lê ne bi awayê kurdistanî û welatparêzî. Qet agahiyên min tune bûn. Carna behsa hinek tiþtan dibû, ji xwe min nizanîbû maneya wan çî ye. Ev gotin ji bo min tiþtên nû bûn. Bi rastî jî min nizanîbû Kurdistan çiye. Derûdora wir pirr politîk bûn. Êdî ez jî hêdî hêdî hiþyar dibûm. Bi xwe dihesiyam ku ez kî me? Êdî pirr caran ez û polîsên dewleta tirk me hewûdu nas kir û em pirr caran hatin hemberî hev jî. Qet tu hatî girtin? Erê çawa, ez pirr caran hatim girtin. Carekê di sala 1991ê de li Wanê di konserekê de ez hatim girtin û 9 meh di hepsa Wanê de mam. Haya min ji tiþtekî tune bû, behsa apociyan dikirin, ji min dipirsîn lê min fahm nedikir, çi dibêjin. Bê sûc û bê îfade ez 9 mehan di hepsa Wanê de mam. Di hepsê de 15 rojan min îþkence dît. Piþtî wê ez vegeriyam Stenbolê li wir jî hatim binçavkirin û ez tehdîd dikirim ku ez dev ji karê xwe yê hunermendîyê berdim. Lê min wisa nekir. Dîsa rojekî piþti konsera HEPê ez û hevaleka xwe wexta em diçûn malê, hinek kesên nediyar bi demançeyan êrîþî me kir. Ez bi 3 gulleyan brîndar bûm. Ez rakirim nexweþxaneyê û ameliyat kirin û ez 40 rojan di nexweþxaneyê de mam. Ji mirinê filitîm. Di vê navberê de min ji xwe re pasaportek çêkir. Êdî ne dibû ez li wur bimînin. Min biryar girt ku ez derkevim derveyî welat. Lê êþa brînên min dom dikir. Ez hatim Almanyayê li Dortmundê jî 3 mehan li nexweþxaneyê mam. Ji nuh ve ameliyat bûm. Hîna jî êþên brînên min dom dikin. Jiyana min a tenduristîyê kete xeteriyê. Bi rastî jiyana te gelek bi êþ û xeman derbas bûye. Nuha jî em werin ser Canê ya hunermend, Hozan Canê. Pirtir kîjan hunermendî/ê tesîr li te kir ku tu jî stiranan bêjî. Bi rastî wexta ku ez 5 salî bûme min radyoya Erîvanê guhdarî dikir. Diya min behs dikir. Bavê min radyokî kirîbû ji bo em li stiranên kurdî ên di Radyoya Erîvanê de dihatin weþandin, guhdarî bikin . Rojekê Meyram Xan a mezin kilama “Ay de bavo ez ê bi dîharê Mûþa þewitî dikevim nava genima” di radyoyê de digot. Diya min piþtre ji min re behs kir. Gava Meyrem Xan stiran digot, ez qeherîme, hema ez çûme min çend kursiyên ji gihê anîne û min ew danine ser hev da ku destê xwe bigihijînim Radyoyê û min piþtre radyo þikandiye û gotiye ” bira ev jinika han nebêje ez dixwazim bêjim. ” Min radyo þikand . Wê demê hûn zanin radyo gelek bi qimet bû. Diya min hêrs bûye û li min xistiye. Baþ e te piþtre ew stirana Meyrem Xan got? Erê di CDya xwe ya ewil de min ew stiran got. Ez dixwazim bêjim ku Meyrem Xan a nemir pir tesîr li min kiriye. Wekî din tesîra Þakiro jî pir li min bûye û ji xwe min bi Ayþe Þan a nemir re jî xebateke hêja kir. Gava te wefata Ayþe Þanê bihîst tu li ku bûy. Te wê gavê çi hîs kir? Mixabin ez pir xemxîn bûm. Jiber ku ez li Almanyayê bûm, min nikaribû biçûma cenazeyê wê. Jana wê hîn jî di dilê min de maye. Beriya mirina xwe rojekê telefonî akademiya me a li Almanyayê kir û got ” Ez pirr nexweþ im, min bibin Ewropayê” piþtre digot ” Ez dixwazim di salên dawî ê umrê xwe de tiþtek li wur çêkim.” Dixwest were li Ewropayê derkeve televîzyona kurdî MedTVyê û her weha li Almanyayê jî tedawî bibe. - Gelo çima nehat Ewropayê. Sedem çi bûn? - Bi rastî ez jî nizanim çima daxwaza Ayþe Þan neanîn cîh û ew dernexistin derve. Kesî alîkariya wê nekir. - Baþ e em dîsa werin ser muzîkê. Heta nuha te çend album derxistine? - Yek tevlîhev e û 6 heb jî solo ê min in. - A heri dawî kîjan e? - A dawî CDya ”vegere” ye. - Stirana Efrinê jî di albuma dawiyê de ye, ne? - Erê , stirana Efrînê di albuma dawîyê de ye. Min vîdeo klîba Efrinê temaþe kir. Bi aweyek profesyonelî hatiye çêkirin û ez bawer im te li Dubaîyê kiþandiye, ne? Sponsorê te kî bûn? Erê me li ber ”Birca El-Erebî” (hotela 7 stêrk) çêkir. Sponsorê min yekî ji Qamiþloyê bû. Fîrmaya wî a balafiran heye. Ew bi xwe li Dubaiyê dimîne. Me hevûdû li Kurdistanê naskiribû. Di klîbê de tu pir þil bûy. Te wek rol xwe bi kincan avêt nav avê, yan ji ber ku pirr germ bû te xwe bi kincan avêt nav bahrê? Bi rastî jî pirr germ bû, 60 derece germ bû û rolek min a wisa jî di klibê de tune bû. Ji ber germa, hema min xwe bi kincan avêt nav avê. Îcar av jî ji derva germtir bû. Belki 100 derece germ bû, hema zû bi zû ez ji avê derketim. Bawer im Kliba te ya Efrinê di gelek kanalên TV yên erebî de jî hate weþandin ne? Erê di 10 kanalên ereban de hate weþandin. Hinek ji wan wek NBC ya erebî, ya Dubaî û yê din. Mudurê NBC wê gavê ji min re got ku ev cara yekemîn e em klîbek bi kurdî di kanalên xwe de diweþînin. Vê jî ez pirr kêfxweþ kirim. Hinek kes dibêjin di klîba Efrînê de wekheviyên bi Shakira re hene. Tu çi dibêjî? Ereban ji vê wekheviyê hez kirin. Ez bi xwe tu carî wer nefikirîme û wer nabînim jî û wer jî qebul nakim. Lê wexta ku ez li wur bûm eraban jî ji min re digotin Shakiraya kurdî. ![]() - Hinek kes dibêjin Canê bi klîba Efrîne xwestiye dest bi muzîka popê bike, ev muzîka me ya klasîk û gelêrî ku temsilkarên wan yek bi yek ji me diqetin û yên naqetin jî tên jibîr kirin, tu jî ji bo hezkiriyên muzîka klasîk a kurdî hêvîyeka nuh î. Tu ji bo van dîtinan çi dibêjî? -Ez ne bi vê ditinê re me, ku min pop çêkiriye. Klîba Efrinê remîks e (metoda muzîka otantik a bi cihazên elektronîk) û ev klîb ji xwe ji bo welatên biyaniyan hatiye çêkirin. Canê ê her dem stiranên klasîk bêje. Û min tu carî jî stîla xwe neguhertiye. Te çawa têkilî bi wan re danî û kî ji te re bû alîkar? Peywendiya min bi rêya Enstutiya Kurdî a li Parîsê çêbû. Di vî warî de Dr. Kendal Nezan jî pirr alîkariya min kir. Bi rastî pirr alîkariya Kendal Nezan çê bû ku ev CD derkeve. Ez ji vir spasiya wan dikim. Gava meriv xebata te a bi Kurdish National Symphony Orcestra re dibîne te ahengiyek gelek baþ daye navbera muzika kurdî û muzîka klasîk a cîhanê. Meriv hîs dike. Di rojên pêþde jî hûn difikirin ku xebatek wisa çêkin? -Erê di sala 1997an de bû. Li Hollandayê di konserekê de bi Kurdish National Symphony Orcestra min stirana ”Miho” bê mîkrofon û bi 70 enstrumentan re got. Ev ji bo min nûbûnek bû. Helbet ez dixwazim carekî din jî bi vî avayî konserê bidim, lê mixabin nuha ji alî aborî û teknîkî de ne mumkin e. Mesrefek wê ya pirr mezin heye. Ji xwe wê carê jî bi rêya pêþbirkê dengê min hat hilbijartin û tenê ji bo carekê bû. Piþtre ew konser kirin cd û belav kirin. Yanî ez nuha dikarim bêjim 8 CDyên min hene. ![]() -Beriya demekê we serdana Kurdistanê jî kir. Sedem çi bû. Ji bo çi tu çûy wir? Tu li wir derketî konseran. -Na, ne ji bo konserê bû. Ji bo festîvalekê bû. Ez ji aliyê wezîrê kulturî hatim vexwendin. Li wir beþdarî festîvala Hewlerê bûm. Piþtre min klîba VEGERE yê jî li Kurdistanê çêkir. -Gelo, tu qet difikirî rojekê herî li wur bimînî û kar bikî ? -Bi rastî wexta ez li wur bûm ji zanîngeha Selehedînê pêþniyarek anîn ji min re ku ez li wur mamostetiya teknîka deng a beþê muzîkê bikim. Lê mixabin wê gavê îmkana min tune bû ku ez wî karî bikim. Ji ber ku li Almanyayê hinek karê ku ez dikim hene. Lê di rojên pêþ de mumkin e. Baþ e tiþtek ku Canê heta nuha nekiriye û xeyala wê ye ku rojekê bike, çi ye? Xeyala min bi rastî ew e ku ez rojekî di filmekî sînemayê ê kurdî de rolekê bigrim. Min ev nekiriye heta nuha. Tu yê karibî wek artistekê di fîlm de rol bigrî. Di vî warî de qet tecrubeyên te hene? Tecruba min a fîlmê sînemayê tûne lê min di rêzefîlmek ku di MedyaTVê de 10 beþ hat nîþandan, rol girt. Wekî din jî ev 20 sal in ez li ser dikê û 15 sal in jî li ber ekrana me me. Ez bi xwe bawerim ku ez ê karibim di fîlmê sînemayê de jî bilîzim Te di kijan rêzefîlmê de rol girtibû, roleke sereke bû? Di filmê ” Kolanên xerîbîyê” de. Rola min jî, ez mamosteyeka alman bûm ku min têkilî bi zarokên biyanî û malbatên wan re datanî. Ma ji bo vê yekê qet îmkan çênebûn an jî teklîf nehatin ji te re? Heta nuha îmkan û teklîf jî tune bûn. Lê nuha du teklif hatine ji min re. Yek ji fîrma Brukan ku dixwaze filmê destana eþîra Brûkîyan çêke. Min teklîfa wan qebûl kir. A din jî KurdistanTV teklifek anî ku ez di fîlmek kurdî de rol bigrim. Me peyman jî imze kiriye. - Kengî dest pê dike? - Heta 3 hefteyan ji bo kiþandina fîlm ezê herim Kurdistanê. ![]() - Te di destpêkê de got ku te keça xwe li cem diya xwe hiþtibû. Baþ e keça te nuha çend salî ye û li ku ye û çî dike. Hûn hevdû dibînin? - Erê çawa. Nuha ew jî li cem min li Almanyayê ye. Li Universiteya Essenê xwendina xwe a li ser psîkolojiyê dom dike. Dawiya hefteyan tim tê cem min. Diya te nuha li ku ye. Têkiliyên we bi hev re hene? Erê çawa. Diya min her roj piþtî nimêja sibê bi telefonê li halê min dipirse. Nuha li Manîsayê dimîne, Ez ji diya xwe pirr hez dikim. Ji ber ku bavê min zû wefat kiribû, wê em hemû mezin kirin. Heqê wê li ser me pirr e. - Baþ e di dawiyê de tiþtek ku tu bixwazi bêjî heye? -Bi rasti ez dixwazim bêjim ku hunera kurdî di bin xeteriyê de ye û divê em kurd xwedî li hunera xwe derkevin. Dewletek me ya mezin tune ye ku alikariya hunermendên xwe bike. Lê sazî û TVyên me hene divê ew alikarbin. Divê hin unsurên biyanî ku katine nav hunera kurdî ji ali saziyên me neyên qebulkirin û neyên parastin. Kurdistana federe jî divê ji bo van tiþtan qanûnan derxe û xwedî li huner û hunermendên kurd derkeve. Divê ew kesên ku bi rastî jî kurdî nizanin û qaþo hunera kurdîtiyê dikin rê li ber van bê girtin ku muzîka kurdî nehelînin û da ku orjînalîteya wê bê paraztin. ![]() -Baþ e, Hozan Canê em gelek spasiya te dikin ku te ev hevpeyivîn da NETKURDê. -Ez jî gelek spas dikim ji Netkurdê re. Bi rastî min jî texmin nedikir ku ez ê ew qas agahiyên fireh bidim xwendevanan. Ji bo min jî baþ bû. Serkeftin ji we re û dîsa spas. |
|||||||||||||||
|
|
|
|
#2 (permalink) | |||||||||||
|
hey maşallah........wellehi xweşik u stranbejé kurdi...u ewé bi kurdi bibje..
ez gelek kefxweşbum.....bir dom bibe..... ![]() spas ortakk....
__________________ |
|||||||||||
|
|
|
|
#3 (permalink) | ||||||||||||
|
Alýntý:
![]()
__________________ |
||||||||||||
|
|
| Konu Araçlarý | |
| Mod Seç | |
|
|
|
||||
| Konu | Konuyu Baþlatan | Forum | Yanýt | Son Mesaj |
| Dünden Bugüne Kürt sanatçýlarý 2 - müzik sanatçýlarý | pýlýngo | Albüm Cover | 227 | 22-11-2008 04:07 PM |
Bir Forum sitesi
olduðumuzdan, kullanýcýlar önceden onay almadan her türlü görüþlerini yazabilmektedir.
Yazýlanlardan dolayý oluþabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanýcýlara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykýrý herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
Ýletiþim'e bildiriniz.
Mesajýnýz incelenip, kýsa bir süre içerisinde gereken müdahale yapýlacaktýr.