|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||||
|
Hinek Kurdên nezan an jî ewên ku esila xwe înkar dikin, wisa texmîn dikin ku zimanê Kurdî ji zimanên Tirkî, Farsî û Erebî bêhêztire. Lê tevî ku zimanê me jî mîna axa Kurdistanê weke bostanekî bêpercîn bûye, emma dîsa jî keda bav û kalan, çiyayên bilind, fîdakariya şêre jin û mêrxasên Kurda ziman an jî nîşana herî bihêza nasnama me ya netewî parastine. Ji ber wê jî di bersiva kesên ku hê qîmeta zimanê xwe yê zikmakî nizanin, dibêjim:
Zimanê Kurdî dewlemendiya xwe ji berfirehî û bedewîya sirûşta Kurdistanê, têhnatiya xwe jî ji befra çiyayên Zagros standiye. Ji ber wê jî zimanekî gihiştî û geş û di dilê deştên Kurdistanê yên rengîn da rehên xwe daqûtane. Zimanê Kurdî bi nalîna bilûra şivanên çiya û deşetên welatê Kurdan re razdar û bi awazên koçeran re jî nasyare. Kurdî zimanê stran, helbest, çîrok û awazên xweşe. zimanê lawjebêj û beytxwanên xweşxwan e. Ziman êl, eşîret, tayfe, xanedan û malmezinên Kurdistanê ye. Hemen zimanê ku kevnariya xwe ya dîrokî ji deng û bilindahiya çiyayên Agirî, Qendîl, Cudî, Şaho, Helgurd, Pîremegrun, Arbaba, Bagok, Ateşga, Kusalan, Abîder, Sîpan û Xelatê standiye. Hemû sirr û razên zimanê Kurdî di dilê van çiyayên navdar da veşartîne. Kurdî zimanê bêrîvanên bejinbilind û rû bi xal, zimanê keçên çavreş û çeleng e. Li deştên bêser û binî zimanê şivanên kepenpoş, zimanê siwarkarên mêrxas yên dîroka Kurdistana dêrîn e. Kurdî zimanê stranên dilxweşîyê û şahiya ne. Zimanê Evdalê Zeynikê, Kawîs Axa, Seyîd Elî Esxer Kurdistanî, Meryem Xan, Nesrîn Şêrwan, Eyşe Şan, Şakiro, Elî Merdan, Şivan Perwer, Mezher Xaliqî, Şemdîn û bi dehan hunermendên dengxweş e. Kurdî zimanê çar demsalên jiyanê, zimanê stranên kilasîk, dengbêjî û gundiyane. Zimanê kar, koç, ger û têkoşanê ye. Kurdî zimanê mîr û mîrekên: Baban, Botan, Biradost, Colemêrg, Soran, Erdelan, Bitlîs, Mûkriyar, Amêdî bûye ku di hêlîna xwe da nav û navdarên mezin perwerde kirin. Kurdî di dirêjahiya çend hezar salên jiyana xwe da heya roja îro zimanê: Tenahî, aşitî û hevalîniya rast û durist e. Zimanê xoşewîstî, hez û evînê ye. Mîna herîr nerm û weke germahiya havînê germ û weke bayê sibeha rojên bihara zozanên Kurdistanê jî fênik e. Zimanê me mîna hingivê çiyayên Şehîdan û gulzarên Kurdistanê şirîn û dermanê sed derda ye. Lewma jî: Kurdî huner e, Kurdî şekir e. Kurdî zimanekî kevnar, esîl, şirîn û zelal, zindî, dewlemend, dilnişîn û melodîk e. Di nava malbata zimanên cîhanê da xwe digehîne şaxa zimanên Hind û Ewropayî. Bi Farsî, Gêlekî, Teberî, Talişî, Belûçî, Sanskirît, Pehlewî û Awêstayî re hemrîşe û di xanekê da cih digire. Kurdî berevajî gotina gelek nivîskarên şovînîst zimanekî serbixwe û li gor nêrîna gelek zimannas, rojhilatnas û dîrokzanên navdarê yên weke Dr. Spayizar, Prof. Viladmîr Mînorêskî, Prof. Diyakonuf paşmayî yê zimanê Madî ye. Kurdî hunere lê hunerek dêrîn û kevnar. Zimanê Kurdî gencîneyek bihagirane ji peyvên xweşik, wateya wan kûr û bi bandor e. Deng û peyvên zimanê me teva bandora xwe ji sirûşta bedewa Kurdistanê girtine. Ji ber wê jî mirov pir rihet dikare bêje ku ti zimanek ji zimanên Rojhelatê wiha girêdayî an jî nêzî sirûşt û çiyayên xwe nînin. Bi hezaran Heyran, Qesîde, Hore, Lawje, Payîzok û stranên rengîn û xemgîn ji kaniya zimanê me zane. Gelek efsane, çîrok û destanên bi nav û nîşan serokaniya xwe ji zimanê Kurdî standine. Kurdî zimanê xwezî, felsefe û hesretên: Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî, Mewlewîyê Kurd, Bîsaranî, Nalî, Mehwî, Hacî Qadirê Koyî, Feqiyê Teyran, Wefayî, Ebdula Pêşêw, Erebê Şemo, Casimê Celîl e. Zimanê ku Mem û Zîn, Xusrû û Şirîn pê hatitine nivîsandin. Zimanê ku beytên folklorîk: Kela Dim-Dim, Las û Xezal, Xorşîd û Xawer, Leylî û Mecnûn, Bîjen û Menîje, Behram û Gulendam û bi dehan beytên din yên dîrokî pêre hatine gotin û nivîsandin ku heya roja îro jî li ser zimanê xelkê rewanin. Kurdî zimanê bîranînên tehil û şirînên netewekê ne ku di hemû dirêjahiya dîroka xwe da li dijî dagirkeran serîhilda, li berxweda lê heya îro jî li hemberî zor û zulmê serî netewandiye. Kurdî hunere, Kurdî şekere. Di hemû Rojhilata Navîn da gelek êl û eşîret, tayfe û malbatên Kurd li gund, bajar, çiya û zozanên xwe bi Kurdî diaxivin. Ji ber wê jî Kurdî zimanekî naskirî, esîl û binirxe ku gelek kes pê diaxivin. Ji xeynî bakur, başûr, rojhilat û rojavayê Kurdistanê gelek Kurd li Qoçan, Bicnurd, Şêrwan, Quniya, Anadola navîn, Haymana, Istembol, Ankara, Gîlan, Mazenderan, Bexdad, Şam, Qezvîn, Zencan û li komarên Ermenistan, Azerbayican, Qezaqistan û Mexulistanê hene ku bi zaravên cûr bi cûrên zimanê Kurdî diaxivin. Kurdî zimanê helbestvanên millî û qehremanên netewî: Êhsan Nûrîpaşa, Simkoyê Şikak, Şêx Seîdê Pîran, Pêşewa Qazî Mihemed, Leyla Qasim, Mistefa Barzanî, Mestore Kurdistanî, Hêmin Mûkriyanî, Osman Sebrî, Cegerxwîn, Şêx Mehmûdê Berzencî, Mezlum Doxan, Necmedîn Buyûkkaya, Egîd û çendîn kesin din e ku ji bo mayîna zimanê Kurdî û hebûna navê Kurdistanê serîhildan û canê xwe fîda kirin. Kurdî zimanê ol an jî mezhebekî taybetî nîne. Kurdên Sonî, Elewî, Êzdî, Şîie û Yarsan bi Kurdî diaxivin. Ermenî, Yehûdî û Asûriyên Kurdistanê jî bi zimanê Kurdî dizanin û diaxivin. Ji ber wê jî parastin û dewlemendkirina zimanê Kurdî ti peywendiya xwe bi hissên neteweperestiyê, nifşparêziyê, hermêmparêzî û kevneşopiyên olî ve nîne. Hinek Fars, Tirk û Ereb îdayên wiha dikin, lê ev ji rastiyê dûre. Kurd evîndarên ziman û ferhenga xwe ne. Ji ber wê jî bi xwîn, ked û canê xwe ew ji mirinê rizgar kirin. Heya vira bi serferazî hatin û sipartin destê me. Kurd tenê dixwazin hemû nîşanên nasnameya wan ya netewî zindî bimînin û nekevin ber bayê reş talan û asîmîlasiyonê. Zimanê Kurdî ji Kurdan re mîratek ferhengî, çandî û yadgarek çend hezar salîye ku ji nifşên me yên berê maye. Ji aliyekî jî zimanê Kurdî weke „zimanê zikmakî“yê Kurda bexşişek mezine ku li hemberî bayê reşê şûra Erebên wêrankar, Tirkên talanker û înkarger û Persên bêbext û derewîn mîna dareke bihêz nelerizî û xwe gehand sedsala înternet û globalîzimê jî. Ji ber vê jî parastina zimanê Kurdî ji me Kurdan re ferzek millî û ji hemû mirovên demokrat re jî ku ji çanda xwe hez dikin pêwîste ku ji bo dewama jiyana vî zimanê kevnar wijdana xwe binpê neken. Kakşar Oremar Bu mesaj en son " 27-11-2006 " tarihinde saat 03:51 PM itibariyle Kajîn Jîr tarafından düzenlenmiştir.... |
|||||||||||||||
|
|
| Konu Araçları | |
| Mod Seç | |
|
|
|
||||
| Konu | Konuyu Başlatan | Forum | Yanıt | Son Mesaj |
| Li ser Bedîuzzeman Seîdê Kurdî lêkolînek | mezopotamyalim-47 | Biyografi | 7 | 25-11-2007 11:21 PM |
| Konferansa Parastina Kurdî û Perwerdehiya bi Kurdî pêk hat | Kajîn Jîr | Çandi Gişti | 3 | 30-06-2007 10:54 AM |
| Rewşa romana kurdî | sokrates | Çandi Gişti | 7 | 02-06-2007 10:57 AM |
| WeŞanÊn EnstÎtuya KurdÎ Ya AmedÊ | heci | Çandi Gişti | 0 | 13-11-2006 12:46 PM |
Bir Forum sitesi
olduğumuzdan, kullanıcılar önceden onay almadan her türlü görüşlerini yazabilmektedir.
Yazılanlardan dolayı oluşabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanıcılara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykırı herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
İletişim'e bildiriniz.
Mesajınız incelenip, kısa bir süre içerisinde gereken müdahale yapılacaktır.