Bydigi Forum
Geri Git   Bydigi Forum > Kürtçe Forum > Foruma Kurdi > Çandi Gişti

Kayıt Ol SSS



 

 

LinkBack Konu Araçları
Eski 24-11-2006, 09:52 PM   #1 (permalink)
 
Giriş Tarihi: Jun 2006
Konum: Rotterdam Nederlands
Yaş: 29
Mesaj: 3,386
Üye No: 6272
Cinsiyeti : Bay
İtibar Gücü: 1373
Rep Puanı : 136762
Rep Derecesi
Kajîn Jîr has a reputation beyond reputeKajîn Jîr has a reputation beyond reputeKajîn Jîr has a reputation beyond reputeKajîn Jîr has a reputation beyond reputeKajîn Jîr has a reputation beyond reputeKajîn Jîr has a reputation beyond reputeKajîn Jîr has a reputation beyond reputeKajîn Jîr has a reputation beyond reputeKajîn Jîr has a reputation beyond reputeKajîn Jîr has a reputation beyond reputeKajîn Jîr has a reputation beyond repute
Varsayılan Konferansa Parastina Kurdî û Perwerdehiya bi Kurdî pêk hat


Konferansa Parastin Kurdî û Perwerdehiya bi Kurdî ku di çarçoveya 4'emîn Rojên Wêjeyê li Diyarbekirê de hate lidarxistin, rojên 18-19'ê mehê pêk hat û roja 20'ê mehê jî encamnameya xwe bi daxuyaniyeke çapemeniyê ragihand raya giştî. Em encamnameya konferansê ji bo aktîvîstên zimanê kurdî li vir diweşînin.

Encamnameya Konferansa Parastin û Perwerdehiya Zimanê Kurdî

Konferansa Parastin û Perwerdehiya Zimanê Kurdî ku di çarçoveya 4’mîn Rojên Wêjeyê li Diyarbekirê de di navbera 18 û 19’ê sermawezê de bi beşdariya 150 delegeyan li Salona Konferansê ya Şaredariya Bağları pêk hat. Konferans ji hêla Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê û bi piştgiriya saziyên ku xebata parastin û pêşvebirina zimanê kurdî dikin ve hate lidarxistin.
Di konferansê de li ser rewşa zimanê kurdî, li ser pişaftin û xwepişaftinê, li ser parastin û perwerdehiya zimanê kurdî nîqaşên kûr hatin kirin. Di encamê de beşdarên konferansê gihîştin van biryaran.
  • Di konferansê de hate destnîşankirin ku bikaranîna polîtîkayên pişaftinê sûcekî mirovahiyê ye. Lewre ev polîtîka ji hêla beşdarên konferansê ve hatin şermezarkirirn.
  • Beşdarên konferansê bal kişand ser çavnebariya li hemberî zimanê kurdî û ji ber bikaranîn û handana zimanê kurdî pest û pêkutiyên li ser şaredariyên DTP’yî şermezar kir.
  • Delagasyona konferansê, pêşniyar li Hikûmeta Herêma Kurdistana Federal kir ku li herêma Parêzgeha Duhokê û derdora wê ku zaravayê kurmancî lê tê bikaranîn, perwerdehî bi zaravayê kurmancî be.
  • Beşdarên konferansê diyar kir ku mafê ziman û çandê li gorî pîvanên navneteweyî jî mafên herî rewa û demokratîk in. Li ser vê bingehê beşdarên konferansê bang li kurdên Tirkiye, Suriye û Îranê kir ku mafên xwe yên çand û ziman xwedî derkevin.
  • Beşdaran destnîşan kir ku ji bo pêşketina ziman mercên aştî û aramiyê pêwîst in. Ji bo vê yekê jî konferanse me xwest ku li Tirkiyeyê ji bo pêkanîna mercên aştiyane her kes barê ku dikeve ser milên xwe pêk bîne.
  • Beşdarên Konferansa Parastin û Perwerdehiya Kurdî astengkirirna televîzyon û weşanên kurdî yên mîna Roj tv, MMC û Komala Tv. wekî binpêkirina mafên mirovan û astengkirina li hemberî zimanê kurdî dibînin û vê yekê şermezar dikin.
  • Delegasyona konferansê xwest ku di warê fêrkirin û perwerdehiyê de alîkariyeke taybet ji kurdên Ermenistan, Başûrê Rojavayê welêt bê kirin. Her wiha alîkariyê dirêjî hemû kurdên di heman rewşê de ne jî bibe.
  • Beşdarên konferansê bang li saziyên sivîl û demokratîk ên li hemû herêmên ku kurd lê dijîn kir ku têkiliyên xwe yên civakî, çandî, hunerî û aborî xurt bikin da ku zarava û devokên kurdî ber bi hev ve werin û nêzîkî hev bibin.
  • Di konferansê de girîngî û pêwîstiya Tevgera Ziman ji bo parastin û pêşvebirirna Zimanê kurdî hate destnîşankirirn û bang li hemû gelê kurd hate kirin ku bi hemû îmkanên xwe beşdarî xebatên Tevgera Ziman bibin.
  • Konferansa me bal kişand ser girîngiya jin û ciwanan a di parastin û pêşvebirina zimanê kurdî de û xwest ku jin û ciwan di parastin û pêşvebirina zimanê kurdî de peywireke taybet bigirin ser milên xwe.
  • Konferansa me gihîşt vê encamê ku teknolojî heta niha ji bo pişaftina zimanê kurdî hatiye bikaranîn. Beşdaran xwest ku gelê kurd di parastin û pêşvebirina zimanê kurdî de bi awayekî xurt ji teknolojiyê sûdê wergire.
  • Konferansa me rojanebûna Rojnameya A. Welat wekî gaveke dîrokî bi nav kir û xwest ku gelê kurd bi her awayî li wê û hemû weşanên bi kurdî xwedî derkeve.
  • Her wekî di konferansa par de jî biryar hatibû girtin, konferansa me pêşniyar li Hikûmeta Herêma Kurdistana Federal kir da ku gav bi gav ber bi serdestkirirna tîpên latînî ve biçe.
  • Konferansa Parastin û Perwerdehiya Kurdî bang li rewşenbîr û akademîsyenên kurd kir ku bi zimanê kurdî berheman bidin û li ser zimanê kurdî xebatên zanistî bikin.
  • Beşdarên konferansê bang li dewletên ku kurd hemwelatiyên wan in kir ku hebûna zimanê kurdî nas bikin û ji bo parastin û pêşvebirina zimanê kurdî butçeyeke taybet veqetînin.
  • Her çiqas li ber zimanê kurdî hinek astengî hebin jî, yên ku zimanê kurdî biparêzin kes û saziyên kurdan in. Tiştê girîng ev e ku kurd û kesên ku xwe kurd dihesibînin, beriya her tiştî di jiyana rojane de, di danûstandinên bi her awayî de zimanê xwe bi kar bînin. Di vî warî kêmasiyeke mezin heye, berî her tiştî divê ev kêmasî ji holê rabe.
Delegasyona Konferansê

Kajîn Jîr is offline  
Eski 24-11-2006, 09:55 PM   #2 (permalink)
 
Giriş Tarihi: May 2006
Konum: MogadişU
Mesaj: 27,725
Üye No: 4306
Cinsiyeti : Bay
İtibar Gücü: 62240
Rep Puanı : 6221009
Rep Derecesi
PCkopat has a reputation beyond reputePCkopat has a reputation beyond reputePCkopat has a reputation beyond reputePCkopat has a reputation beyond reputePCkopat has a reputation beyond reputePCkopat has a reputation beyond reputePCkopat has a reputation beyond reputePCkopat has a reputation beyond reputePCkopat has a reputation beyond reputePCkopat has a reputation beyond reputePCkopat has a reputation beyond repute
Varsayılan


raste heval me di rojnemeyada u di nava çepemeniyada meze kır..

bi xer be...

spas

__________________
PCkopat is offline  
Eski 30-06-2007, 10:38 AM   #3 (permalink)
 
Giriş Tarihi: Mar 2007
Konum: xerzan
Mesaj: 3,658
Üye No: 87164
Cinsiyeti : Bay
İtibar Gücü: 63050
Rep Puanı : 6304555
Rep Derecesi
kelagerm has a reputation beyond reputekelagerm has a reputation beyond reputekelagerm has a reputation beyond reputekelagerm has a reputation beyond reputekelagerm has a reputation beyond reputekelagerm has a reputation beyond reputekelagerm has a reputation beyond reputekelagerm has a reputation beyond reputekelagerm has a reputation beyond reputekelagerm has a reputation beyond reputekelagerm has a reputation beyond repute
Varsayılan


spas jı bo na keda te. dest saxi.

kelagerm is offline  
Eski 30-06-2007, 10:54 AM   #4 (permalink)
 
Giriş Tarihi: Apr 2007
Mesaj: 289
Üye No: 95308
Cinsiyeti : Bayan
İtibar Gücü: 5344
Rep Puanı : 534232
Rep Derecesi
pepulek has a reputation beyond reputepepulek has a reputation beyond reputepepulek has a reputation beyond reputepepulek has a reputation beyond reputepepulek has a reputation beyond reputepepulek has a reputation beyond reputepepulek has a reputation beyond reputepepulek has a reputation beyond reputepepulek has a reputation beyond reputepepulek has a reputation beyond reputepepulek has a reputation beyond repute
Varsayılan


zıman hebune gelane
her hebi

pepulek is offline  
 


Konu Araçları
Mod Seç

Gönderme Kuralları
Yeni konular açabilirsiniz --> izin yok
Yanıtlar gönderebilirsiniz --> izin yok
Eklentiler gönderebilirsiniz --> izin yok
Mesajlarınızı düzenleyebilirsiniz --> izin yok

vB koduAçık
SimgelerAçık
[IMG] kodu Açık
HTML kodu Kapalı
Trackbacks are Kapalı
Pingbacks are Kapalı
Refbacks are Kapalı

Popüler Konular:
Bydigi Forum'un En Popüler Konuları
Sizin İçin Seçtiklerimiz-1:

Norton AntiVirus 2008
Panda Antivirus & Firewall 2008
AVG Anti-Virus Free Edition 8.0.100
McAfee VirusScan Enterprise 8.5i
Avast! 4 Professional Edition 4.8.1169
Kaspersky Internet Security 7.0.1.325
Anti-Porn 10.4.11.15
BitDefender Internet Security 11.0.9 (2008)
Eset Smart Security 3.0.642
Ad-Aware 2008

Sizin İçin Seçtiklerimiz-2:

Şeftali Yetiştiriciliği
Ekolojik Tarım ve Hayvancılık
Süt Verimini Etkileyen Faktörler
Dört barajda su bitmek üzere
Karbondioksit salımı yüzde 50’den çok artacak
VAN (Wan) Tarihi
Amed (Diyarbakır) Tarihi
İç Anadolu Hakkında Genel Bilgi
Kültür ve Turizm Bakanlığı müfettiş yardımcılığı
2008 yılı icra müdür ve yardımcılığı sınav ilanı

Sizin İçin Seçtiklerimiz-3:

Siz Hangi Yemeksiniz ?
Doğum gününüze göre hangi hayvansınız?
Doğum Tarihinize Göre Renginiz!
Bebeklerde Gaz Çıkarma
Virüs taşıyan keneler dehşet saçıyor
Şiddetin genlerle ilişkisi olabilir
Karpuz Viagra Etkisi Yapıyor
Panasonic Sony'yi tahtından etti!
Mehmet Atlı - Wenda 2008
grup seyran - 2008


Benzer Konular

Konu Konuyu Başlatan Forum Yanıt Son Mesaj
Li ser Bedîuzzeman Seîdê Kurdî lêkolînek mezopotamyalim-47 Biyografi 7 25-11-2007 11:21 PM
Rewşa romana kurdî sokrates Çandi Gişti 7 02-06-2007 10:57 AM
Zimanê xwe bi kar bînin' sokrates Çandi Gişti 8 22-11-2006 10:12 AM
WeŞanÊn EnstÎtuya KurdÎ Ya AmedÊ heci Çandi Gişti 0 13-11-2006 12:46 PM


Forum saati Türkiye saatine göredir. GMT +2. Şuan saat: 06:51 AM .
(Türkiye için GMT +2 seçilmelidir.)


Powered by vBulletin Version 3.6.4
Copyright ©2000 - 2008, Jelsoft Enterprises Ltd.
SEO by vBSEO 3.2.0
Copyright ©2006 - 2008 Bydigi Forum ®, All Rights Reserved

Bir Forum sitesi olduğumuzdan, kullanıcılar önceden onay almadan her türlü görüşlerini yazabilmektedir.
Yazılanlardan dolayı oluşabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanıcılara aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykırı herhangi bir durum görürseniz; Lütfen, bydigi@gmail.com'a yada İletişim'e bildiriniz.
Mesajınız incelenip, kısa bir süre içerisinde gereken müdahale yapılacaktır.