|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||||
|
Destpêk: Berî demekê CDyek li jêr navê „Stranên Gel“ ji aliyê Mîr Muzîk ve hat belavkirin ku dengbêjê hêja Þemdîn û hunermend Memo zehmetek mezin li pey kiþandibûn. Jinên Colemêrgî bi dengê xwe yê orjînal dewlemendiyek mezin dabûn berhemê navbirî. Min heza xwe ya ji bo berhemên wiha resen bi awayê jêr nivîsandiye: Rolê Dengbêjan û Zimanê Kurdî Huner mîna tîrêjên rojêye û germahiya wê ji dost û dijminan re wekeheve. Riha mirovan li pey bedewî û rastiyê di gereke bêdawî daye. Huner heman bedewîye û îmkanê dide mirovan ku hêzên xwe yên veþartî kifþ bikin. Bi hunerê re jî zimanê her netewekê bêtir dixemile û þirîniya xwe diparêze. Muzîk mîna zimanê welatekî ye ku xweþî û nexweþiyên netewekê beyan dike. Derdê dilê wan radixe ber çavan û liv û lebatê diafirîne ku dermanekî ji êþ û elemên xwe re peyda bikin. Bêgoman di þerê gelên bindest de ziman çeperê dawiyê yê mayîn û berxwedanê ye. Girtina çeperekî wiha jî ji aliyê dagirkeran ve ji têkþikênandina netewe û pêde ti wateyeke din jêre tune ye. Gelo kîye vê rastiyê înkar bike ku di parastina ziman û hunera Kurdan da rolê dengbêjan çiqas bihagiran bûye? . Evdalê Zeynikê, Þakiro, Reso, Kawîs Axa, Hûsênê Mûþê, Þeroyê Biro, Birê Newrozî, Mehmûdê Xiyalê, Gula Fileh û yên din kî dizane ku di vê doza pîroz da çiqas derd û êþ kiþandine? çi tiþtê wan yê vê dinê hebû ji xeynî kilamên Kurdî? ... Belê herkes dizane ku hemû mîras û malê wan yê vê dinê ew kilamên wanin. Kilamên ku gencîneya dewlemendiya ziman, dîrok û peyvên Kurdî yên þirînin. Dîroka edebiyata Kurdî ya nivîskî ji 500 salan û virda destpêkiriye, lê edebiyata me ya devkî(þifahî) kes nizane ka çend hizar sale hêjî heye. Kurdistan li gor lêkolînên dîrokzan û arkologan ew erdnigariye ya ku gula jiyanê bo cara yekê têda biþkivîye. Di parastina adet û orfên me yên çend hizar salî da elbete rolê dengbêjan pir girîng û kifþe. Dengê dengbêjên Kurd mîrasekî çend hizar salî ye ku peyvên þirîn jê dibarin. Mirov bi cesaret dikare bêje ku dengbêj, çîrokbêj û qesîdexanên Kurd him evîna zimanê Kurdî gortir kirin û hem jî bi karekî wiha re dîwarekî bilind li hemberî bayê reþê asîmîlasyona dagîrkerên Kurdistanê durist kirin. Di sedsalên derbasbûyî da dengbêjên gerîdok sefîrên hunera Kurdî ya resem bûn. Çiyayên bilind, berfa giran, sir û seqema zivistanê û sinorên destçêkirî li ber hatin û çûyîna wan nedibûn asteng. Ew mîna pêxemberên anîn û birina peyva þirîna zimanê Kurdî ji herêmekê bo herêmeke din ya Kurdistana mezin bûn. Roja îro ragehandina moderna(!) Kurdî cihê dengbêjên gerîdok tejî kiriye û pêwîste ku di parastina samanekî wiha da rolê xwe yê durist bilîze. “ Stranên Gel” di sedsala înternet û satalîtê da bi armanceke wiha hat amade kirin. Hunermendê mezin hozan Þemdîn di vê rêbaza dîrokî da xwedî kedeke bêsinore. Wî bi kar û xebata xwe arþîveke mezin ji mirinê rizgar kiriye. Taybetmendiyên Stranên Herêma Colemêrgê Wilayeta Colemêrgê di qada rewþnbîrî, siyasî, civakî û çanda Kurdî da xwedî dîrokek dêrîn e. Ji ber çiyayên bilind, êl û eþîretên mezin-biçûk û sirûþta xwe ya rengîn stranên herêmê jî çend þax û lik jê dikevin: Stranên Evînî, Dîrokî, Heyranok, Payîzok û lawjên ber destar badanê, meþk hejandinê, dewat kirinê, cohnî qûtanê, þînîkirinê, genim dirûtinê, landik hejandinê, govendê, karê paletiyê, stranên dîwankî an jî Sirkê Zavayî û hwd di jiyana gelê herêmê da esaletek taybetî afirandine. Gotina cûrên strana jî di navbera jin û mêran da hatine parve kirin. Bi awayekî ku jin bêtir heyranoka û mêr jî payîzoka distirin. Stranên rengîn mîna xwarineke meinewî bandora xwe li ser kar û jiyana mirovên herêmê hêþtiye. Li her derê: li gund, bajar, çiya, zozan, kûstan, konên reþên koçer û qereçan, koþkên padþah, mîr û axayan û... hemû çînên civakê evîneke bêsinor ji hunera dengbêjên Kurd re hebûne. Dengbêjên herêma Colemêrgê ne sed û hizarin. Li wira dengbêjî karê herkesî ye, çimkî stran bi jiyanê re mîna xwîn û goþt xwe dane hev. Dengên nemir di nava Colemêrgiyan da pirin: Mehmûdê Xiyalê, Ehmedê Þêxoy, Silêmanê Mela, Eliyê Pîroyî, Cemîl Ebûbekir, Bedirî û Begî xanim, Mihemedê Hesoy, Seyîd Hacî, Tehayê Þikeftî, Xalid û Ebdula Marîfî, Mihemedê Ehyayî, Simêyê Berbîrî û bi sedan kesên din ji wan dengbêjanin yên ku di nava xelkê da xwedî hurmet û siyaneteke bilindin. Ji aliyê çepê: 1. Fehîma Berwarî, 2. Þermîn Berwarî, Gulê Biyadirî, Qedriya Çelî Mîrasê Jinê Di Parastina Huner û Zimanê Kurdî da Jinên Kurd bêtir ji mêran bi êþ û nexweþiyên jiyanê re rû bi rû ne. Ji ber wê ji di dengê wan da (heta çaxê ku stranên þa jî dibêjin) , xemeke giran tê hiss kirin. Stranên ku ew dibêjin xizîneyek ji peyvên zimanê Kurdî yên resenin. Ew bi eþkerahî heza xwe ya ji law û mêran re didin diyarkirin, behsa eþîret, mîr û axayên Kurda dikin. Dîrokeke nenivîsandî bi bîr tînin. Erdnigariya gund û bajarên Kurdistan û welatên cîran bi me didin nasandin. Ew geh xweþî û hizar xweziyan di dilê me da diafirînin, geh jî me dibene nava derya xem û xiyalan. Jiyan li ba wan watedar e. Di kilamên wan da þîretên felsefî hene û mirovan ji kirina karên nerind þiyar dikin. Ew bi dengê xwe yê sirûþtî re guhdaran jî dibene nava derya dîrokek çend hizar salî. Mêrxasî û navê mîr, xan, padþah û þûnewarên me yên dîrokî yek bi yek bi bîra me tînin. Peyvên resen û girêdayî jiyana Kurda ya gundatiyê yên mîna: Kanî, coxîn, destar, mahîn, canîk, rûbar, qirþ û qal, sêv, gil û giþtî, þivan û bêrî, hiriya kûlî, pismam, meþkêt kêmo, jarê, xweþkûkê, pez û binya kêrî, paniyêt solê û bi hizaran peyvên din ferhengeke dewlemend pêktînin. Ew ji qada muzîk û nasnameya hunera Kurdî dûr nakevin. Agirê jiyanê di dilê jinên Kurd da veþartiye. Di dengê wan da bawerî û stranên wan jî xwedî mesajên cewherdarin. Bi giþtî tevaya van taybetmeniyên diyarkirî di vî berhemê li ber destê we da tên ber çavan. Berhemên Di Cdya Stranên Gel(Colemêrg) da: 1. Keko Ehmedo: Kom 2. Mîrkê Wanê: Kom 3. Ez Teymezim: Þermîn û Kom 4. Lê Dayê: Qediriye û Kom 5. Herê Lawo(Mûzirka) : Kom 6. Ferþê Kaniyê: Gulê û Kom 7. Evro Bihare: Kom 8. Bûk û Zavê(Hey Narîn) : Kom 9. Hey Meþkê: Fehîma û Gulê 10. Berçela: Kom 11. Lê lê kinê: Kom 12. Bêlim Lo: Kom 13. Çûxo: Kom 14. Hesenê Mala Musa: Qedriya Çelî 15. Kurko Dîno: Fehîma û Gulê Kakþar Oremar |
|||||||||||||||
|
|
| Konu Araçlarý | |
| Mod Seç | |
|
|
Bir Forum sitesi
olduðumuzdan, kullanýcýlar önceden onay almadan her türlü görüþlerini yazabilmektedir.
Yazýlanlardan dolayý oluþabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanýcýlara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykýrý herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
Ýletiþim'e bildiriniz.
Mesajýnýz incelenip, kýsa bir süre içerisinde gereken müdahale yapýlacaktýr.