Bydigi Forum
Geri Git   Bydigi Forum > Kürtçe Forum > Foruma Kurdi > Çandi Giþti

Kayýt Ol SSS
Eski 13-11-2006, 11:46 AM   #1 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: Feb 2006
Mesaj: 1,333
Üye No: 494
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 6801
Rep Puaný : 679644
Rep Derecesi
heci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond repute


Varsayýlan WeÞanÊn EnstÎtuya KurdÎ Ya AmedÊ


WEÞANÊN
ENSTÎTUYA KURDÎ YA AMEDÊ


1- Ji Zargotina Kurdî ÇÎROKÊN GELÊRÎ
Huso û Nazê
Weþanên Enstîtuya Kurdî ya Amedê: 1
Rêza Zargotinê: 1

Ji Zargotina Kurdî
ÇÎROKÊN GELÊRÎ
Huso û Nazê

Berhevkirin: H. Akyol – Rojîn Zarg

Rûpelsazî: Besna Tonguç

Sererastkirin: Semra Ozbey - Yaþar Eroglu

Çapxane: Berdan Matbaacýlýk

Çapa Yekemîn: Kewçêr 2004

ISBN: 975-98532-1-3

Rûpel: 182

Buha: 5 YTL (4 $)

Hebû tûnebû li rojhilata navîn di nava du þêtan de gelek hebû. Xwedî war û gund bû, xwedî qût û zad bû, xwedî erd û ard bû. Roj wekî hebên tizbiyê li pey hev derbas bûn, ewrên reþtarî li pey hev hatin. Gelê ku ji piraniya pêþketinan re rêberî kiribû kete rewþeke wisa ku êdî wî jî xwe nas nedikir. Piþtî gelek þer û pevçûnan ew gelê li ber man û nemanê rabû ser piyan û ji xweliya mirinê ji xwe re nasnameyek çêkir, sazî çêkirin, tovê jiyanê li her aliyên welêt çandin. Çîrok, helbest, kilam û stran ji nû ve vejiyandin.


2- Ji Zargotina Kurdî PÊKENOKÊN KURDÎ

Weþanên Enstîtuya Kurdî ya Amedê: 2
Rêza Zargotinê: 2

Ji Zargotina Kurdî
PÊKENOKÊN KURDÎ

Berhevkirin: H. Akyol – Rojîn Zarg

Rûpelsazî: Besna Tonguç

Berg: Aysel Çetin

Sererastkirin: Abdullah Akça

Wêneyê Bergê: Heval

Çapxane: Berdan Matbaacýlýk

Çapa Yekemîn: Kewçêr 2004

ISBN: 975-98532-1-3

Rûpel: 131

Buha: 5 YTL (4 $)

Li gundê me malbatek gelek rengîn hebû. Dema paleyiyê ku dibetilîn û xwe didan ber siya darê digotin: "Werin em kenkî çêkin" ken wiha dihate çêkirin . Yekî dê bigota ha!, yê din bigota Ha! Ha! Yê sêyemîn bigota Ha! Ha! Ha! yê çaremîn ….. Ha ! Ha ! Ha ! Ha ! Ha ! heta ku yekî bi xwe de bimîsta. Em nizanin birêz Hilmî û xanima Rojîn garantiya mîzkirina bi xwe de didin an na, lê ji bo ku em kenekî çêkin divê em pirtûka pêkenokên kurdî bixwînin. Em bixwînin ku çima dayikê ji kurê xwe re gotiye" ka aqil", em bixwînin ku em sira "Gundê Keran" û gelek qerf û henekên din hîn bin. Em bixwînin ku em kenekî çêkin. Ma girî êdî nebes e gelo




3- HUNERA AXAFTINA XWEÞ Û NIVÎSANDINA RIND

Weþanên Enstîtuya Kurdî ya Amedê: 3
Lêkolîn: 1

HUNERA AXAFTINA XWEÞ Û NIVÎSANDINA RIND

Nivîskar: Ayhan Meretowar

Amadehiya Teknîkî: Etik Ajans

Çapa Yekemîn: Tîrmeh 2005

ISBN: 975-98532-2-1

Rûpel: 256

Buha: 10 YTL (7$)

Axaftina xweþ û nivîsandina rind, berê taybetiyek bû. Kêm kes xwediyê van taybetiyan bûn. Lê îro êdî ne taybetiya kesên bijare ye. Pêdiviyeke bingehîn e. Her kesê ku zimanê wî/wê digere dibêje em di heyama-serdema ragihandinê de ne. Ragihandin bûye taybetiya demê. Ev tespît her çiqas ji ber pêþketina teknolojiyê bê kirin jî navgîna sereke ziman e û ziman jî xwe bi riya axaftin û nivîsandinê dide der. Ku mirov zimanê xwe baþ bi kar neyne teknolojî bi serê xwe mirovan nagihîne armancê. Ji bo ku em pêdiviyên serdema ragihandinê pêk bînin, di xwendin û nivîsandinê de divê em þareza bin. Zanîna xwendin û nivîsandinê têrî demê nake. Xwendineke hostayî divê. Jixwe ku axaftin an jî nivîsandin serkeftî nebe ne peyam digihê cihê xwe û ne jî tu kes tam û çêjekî jê distine. Bi gotineke din; dê ragihandineke baþ pêk neyê.
Pirtûk ji van beþan pêk tê:
-Xurtkirina þarezatiya vegotinê
-Hunera axaftina rind
-Zimanê axaftin û nivîsandinê
-Axaftinên amadekirî
-Hunera nivîsandina rind
-Bizavên/þopên edebiyatê

4- MÎR BEDIRXAN

Weþanên Enstîtuya Kurdî ya Amedê: 4
Dîrok: 1

MÎR BEDIRXAN

Wergerandin: Dr. Fadil BEDIRXANOGLU

Berg & Rûpelsazî: Azad ZAL

Sererastkirin: Semra Ozbey - Serwet Denîz

Wêneyê Bergê: Birca Belek - Cizîra Botan

Çapa Yekemîn: Tîrmeh 2006

ISBN: 975-98532-3-X

Rûpel: 96

Buha: 5 YTL (4$)

Serê sedsala bîstan di rewþenbîriya kurdî de qonaxeke nuh e. Di destpêka vê sedsalê de gelek kar û xebatên siyasî, wêjeyî û civakî hatine kirin. Lê ev xebat bi tevahî li derveyî welat pêk hatine. Wek Stenbol, Kahîre, Bêrût û hwd. Berhemên ku di wan rojan de hatine afirandin bi tevahî negihîþtine ber destên me. Yên ku gihîþtine roja îroyîn jî bi tîpên erebî ne. Nivþên nuh nikarin sûdê jê wergirin. Divê bên latînîzekirin û bi awayekî berfireh bên belavkirin. Di vê rêyê de gav hatine avêtin lê têr nakin. Ev pirtûk jî yek ji bermahiyên wan rojan e. Bi baweriya me kirina van karan him peywir e him jî pêdivî ye. Yek ji armancên enstîtuyê jî berhevkirin û ji nûve weþandina berhem û belgeyên ku berê hatine weþandin e. Me bi vî çavî û bi vê armancê li vê pirtûkê nihêrî. Ev berhem wekî ku di pêþgotinê de jî hatiye gotin li ser navê Komeleya Azmê Qewî ya Kurdistanê ji aliyê Litfî ve hatiye amadekirin û weþandin. Perçeyek ji dîroka me ya nêzîk e. Bi çapkirina vê berhemê, me xwest em li dîrok û berhemên xwe yên dîrokî xwedî derkebin û hindik be jî berpirsiyariya xwe bi cih bînin. Em hêvîdar in ku hûn ê jî jê memnûn bimînin.


5- FERHENG

Weþanên Enstîtuya Kurdî ya Amedê: 5
Ferheng: 1

FERHENG

Mustafa GAZÎ

Berg & Rûpelsazî: Azad ZAL

Sererastkirin: Semra Ozbey - Serwet Denîz


Çapa Yekemîn: Tîrmeh 2006

ISBN: 975-98532-4-8

Rûpel: 168

Buha: 6 YTL (4,5 $)

Ev berhema di destê we de her çiqas wek FERHENG hatibe binavkirin jî, wek ferhengên heyî nîn e. Ev ferhengeke herêmî ye. Gotinên ku di nav hozekî de û li herêmeke teng pê tên axaftin hatine tomarkirin. Ji ber vê yekê jî divê bi çavê ferhengeke giþtî lê neyê nihêrtin. Ev xebateke sînorkirî ye. Hin peyv û bilêvkirina wan diþibin herêmên din lê hinek jî xweser in. Me çima pêdivî bi çapkirina berhemeke bi vî rengî dît? Heta niha li ser zimanê kurdî gelek xebatên cihê hatine kirin lê bi baweriya me kêmasiyên berbiçav hene. Yek ji van kêmasiyan jî xebatên herêmî ne. Lewre her herêmeke me xwedî hinek taybetî û cihêrengiyan e. Ji bo ku em zimanê xwe baþ binasin û ji hev veçirînin divê em her hoz û herêma xwe têr û sertêr vekolin. Li gor encamên ku derkevin holê jî pirsgirêkên zimanê xwe çareser bikin. Bi gotineke din di vê pêvajoyê de pêdivî bi xebatên hûr û kûr heye. Ji bervê pêdiviyê jî em vê berhemê çap dikin û digihînin ber destê we kurdîhezan. Di ferhengê de gelek mijarên nîqaþê hene. Amadekar bixwe jî hinek mijar destnîþan kirin e û di dawiya ferhengê de bicih kirine. Ev mijar û wekî dinê jî divê baþ bên vekolîn da ku em bigihîjin encamên baþ.


6- NAV
Di Zimanê Kurdî De
(Kurmanciya Jorîn)

Weþanên Enstîtuya Kurdî ya Amedê: 6
Rêziman: 1

NAV
Di Zimanê Kurdî de
(Kurmanciya jorîn)

Deham EBDULFETTAH

Sererastkirin: Semra Ozbey - Serwet Denîz

Berg & Rûpelsazî: Azad ZAL

Çapa Yekemîn: 2006 (Bi tîpên aramî - Duhok)

Çapa Duyemîn: Kewçêr 2006 - Amed

ISBN: 975-98532-7-2

Rûpel: 128

Buha: 6 YTL (4,5$)

Êdî li hember ziman hiþyariyek heye, hiþmendiyeke nû ava dibe, gelek xebat têne kirin. Hinek li ber çavan hinek jî nepenî… Lê ev xebat digihîjin hev û wê wekî rûbarekî biherikin. Gelek derfet bi dest ketine û wê gelekên din jî bi dest bikevin. Ji bo rast bikaranîna van derfetan divê ji niha ve em hinek gelþ û gelemþeyên zimanê xwe zelal bikin. Pirs û pirsgirêkên îroyîn nekin barê nifþên ku dê bên. Bi baweriya me, ev xebata mamosteyê hêja Deham EBDULFETTAH dê rêronîker be û di gelek mijaran de zelaliyekê bi xwe re bîne. Mamoste, him di pirtûka NAV de him jî di ya CÎNAV de mijar bi awayekî hûrbîn girtiye dest û kola ye. Em hêvî dikin kesên ku dixwazin li ser Zimanê Kurdî bixebitin dê gelek sûdê jê bigirin. Ji ber ku em vê xebatê digihînin ber destê we em dilþad û bextewar in.


6- CÎNAV
Di Zimanê Kurdî De
(Kurmanciya Jorîn)
Weþanên Enstîtuya Kurdî ya Amedê: 7
Rêziman: 2

CÎNAV
Di Zimanê Kurdî de
(Kurmanciya Jorîn)

Deham EBDULFETTAH

Sererastkirin: Semra Ozbey - Serwet Denîz

Berg & Rûpelsazî: Azad ZAL

Çapa Yekemîn: 2006 (Bi tîpên aramî - Duhok)

Çapa Duyemîn: Kewçêr 2006 - Amed

ISBN: 975-98532-6-4

Rûpel: 96

Buha: 6 YTL (4,5 $)

Êdî li hember ziman hiþyariyek heye, hiþmendiyeke nû ava dibe, gelek xebat têne kirin. Hinek li ber çavan hinek jî nepenî… Lê ev xebat digihîjin hev û wê wekî rûbarekî biherikin. Gelek derfet bi dest ketine û wê gelekên din jî bi dest bikevin. Ji bo rast bikaranîna van derfetan divê ji niha ve em hinek gelþ û gelemþeyên zimanê xwe zelal bikin. Pirs û pirsgirêkên îroyîn nekin barê nifþên ku dê bên. Bi baweriya me, ev xebata mamosteyê hêja Deham EBDULFETTAH dê rêronîker be û di gelek mijaran de zelaliyekê bi xwe re bîne. Mamoste, him di pirtûka NAV de him jî di ya CÎNAV de mijar bi awayekî hûrbîn girtiye dest û kola ye. Em hêvî dikin kesên ku dixwazin li ser Zimanê Kurdî bixebitin dê gelek sûdê jê bigirin. Ji ber ku em vê xebatê digihînin ber destê we em dilþad û bextewar in.


7- Dastana GILGAMÊÞ

Weþanên Enstîtuya Kurdî ya Amedê: 8
Mîtolojî: 1

Dastana GILGAMÊÞ

Amadekirin û Wergerandin: Deham EBDULFETTAH

Sererastkirin: Semra Ozbey - Serwet Denîz

Berg & Rûpelsazî: Azad ZAL

Çapa Yekemîn: 2006 (Bi tîpên aramî - Duhok)

Çapa Duyemîn: Kewçêr 2006

ISBN: 975-98532-5-6

Rûpel: 128

Buha: 6 YTL (4,5 $)

Dîsa em dizanin ku bajarvaniyê bi Sumeriyan dest pê kiriye. Lê beriya pergala bajarvaniyê pergala gundîtiyê li dar bû. Vê pergalê jî li van çiya û derdorên ku em îro lê dijîn dest pê kiribû. Jixwe bermayiyên wan her roj bi awayekî zêdetir dertên holê û em jî dibin þahidê vê yekê. Vê pergalê bi hezar salan ajot. Tê zanin ku gelek destan û çîrok bingeha xwe ji wê demê distînin. Lê bi awayekî taybet em nizanin ka çiqas bandor li ser destana Gilgamêþ hiþtine. Tevî vê yekê jî, ew berhema vê axê ye û em jî li ser vê axê dijîn. Wek bermahiyeke mirovahiyê divê em xwedî lê derkevin. Jixwe ji wê demê de hinek gelan ew wergerandin zimanê xwe û di nava çanda xwe de cih danê. Tevî ku ev destan berê li Zimanê Kurdî hatiye wergerandin û çap bûye jî bi baweriya ku ev xebat bi rêkûpêktir e, me biryara çapkirinê da û vaye em digihînin ber destê we.

8- Çîrokên MALA ZALÊ

Weþanên Enstîtuya Kurdî ya Amedê: 9
Zargotin: 3

Çîrokên
MALA ZALÊ

Berhevkar
Hilmî AKYOL

Sererastkirin
Semra Ozbey
Serwet Denîz

Berg & Rûpelsazî
Azad ZAL

Wêneyê Bergê
Mamê ELÎ

Çapa Yekemîn
Sermawez 2006

ISBN: 975-98532-8-0

Rûpel: 144

Buha: 6 YTL (4,5$)

Di wêjeya me ya devkî de gelek destan, çîrok û efsane hene. Her wiha di wêjeyên gelên din de jî… Her çiqas me çîrok û destanên xwe zêde nedabe ber vekolînê, þîrove nekiribe û xebatên di vê qadê de kêm bin jî em dizanin ku ev çîrok û destan bîr û hiþê gelan in. Rabirduyên gelan bi nifþên nuh didin zanîn. Peyaman radigihînin. Ev peyam cur be cur in. Carna dibêjin; "pêþiyên we wiha þêr bûn, desthilatdar bûn, jîr û jêhatî bûn, hûn jî wisa bin!" Carna jî dibêjin; "pêþiyên we çewtiyên wiha wiha kirin û têk çûn, hûn wisa nekin, þiyar bin!" Taybetmendiyeke din jî ew e ku çîrokbêj an jî dengbêjên ku van çîrokan dibêjin rengê dem û herêma xwe didin wan. Hûn ê vê yekê di vê pirtûkê de jî bibînin. Çîrokbêj her wekî ku bûyerên Destana MALA ZALÊ li der û dora Amedê derbas bûbin vedibêje. Hûn ê di çîrokan de rastî Deriyê Mêrdînê, Pira Dehderî, Hewsel, Mizgefta Mezin (Wele Camî) ku li Amedê ne, Baþnîqê, Kufercin, Dêrsil, Girê Qetînê, Dabilo ku gundên der dora Amedê ne bên. Hûn ê bibînin ku hin leheng bi dûrbînê li derdorê dinihêrin, saet di zendê wan de ye. Dîsa hûn ê rastî hin alavên wek patos, fotoraf, don û mazot ku di wê demê de tunebûne bên. Wek ku me berê jî gotibû em ê ji niha û þûnde jî berhemên bi vî rengî biweþînin û bigihînin ber destê xwendevanan.

WEÞANÊN ENSTÎTUYA KURDÎ YA AMEDÊ

1- ÇÎROKÊN GELÊRÎ = 5 YTL (3,5 $ / 2,5 €)
2- PÊKENOKÊN KURDÎ = 5 YTL (3,5 $ / 2,5 €)
3- HUNERA AXAFTINA XWEÞ Û NIVÎSANDINA RIND = Buha: 10 YTL (7 $ / 5,5 €)
4- Mîr BEDIRXAN = Buha: 5 YTL (3,5 $ / 2,5 €)
5- FERHENEG = Buha: 6 YTL (4 $ / 3 €)
6- NAV = Buha: 6 YTL (4 $ / 3 €)
7- CÎNAV = Buha: 6 YTL (4 $ / 3 €)
8- Destana GILGAMÊÞ = Buha: 6 YTL (4 $ / 3 €)
9- Çîrokên MALA ZALÊ = Buha: 6 YTL (4 $ / 3 €)

Bi tevahî = 55 YTL (37,5,5$ / 28 €)

Wekî Set Tev Li Ser Hev = 40 YTL (30$ / 25 €)

NAVNÎÞANA DAXWAZIYA PIRTÛKAN:
Enstîtuya Kurdî Ya Amedê
Navnîþan: Huzurevleri Kalem Sokak No: 32
Kayapýnar / DÝYARBAKIR
Tlf/Faks: (0 412) 237 43 16
email: [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ]



BERHEMÊN LI BER ÇAPÊ


Ferhenga
KURDISTAN
Kurdî – Kurdî
Bi Giþtî Hemû Zaravayên Kurdî
(Ferhenga Giw Mukriyanî)
Tipguhezî û Amadekirin: Enstîtuya Kurdî Ya Amedê

*DI ÇANDA GELAN DE
(Gotinên Pêþiyan)
Wergerî û Berfireh kirin: Îsmet YALVAÇ
Amadekirin: Enstîtuya Kurdî Ya Amedê

* Ji Zarê FADILÊ KUFRAGÎ Destanên Gelêrî
Berhevkirin & Amadekirin: Hogir BERBIR

* HUSEYNÊ FARÊ
Lêkolîn û Amadekirin: Ayhan MERETOWAR

* DÎWANA MELAYÊ CIZÎRÎ
Mele Ehmedê Cizîrî
(Nimûne ji bo lêkolîna pîvan û kêþa wêjeya kevneþopî ya kurdî - 1)
Amadekirin: Enstîtuya Kurdî Ya Amedê

* LEYLA Û MECNÛN
Þêx Mehmed Canê Axtepî
(Nimûne ji bo lêkolîna pîvan û kêþa wêjeya kevneþopî ya kurdî - 2)
Amadekirin: Enstîtuya Kurdî Ya Amedê

* KURD Û KURDISTAN
Nivîskar: Arþak Safrastiya
Wergêr: Îsmet Yalvaç
Amadekirin: Enstîtuya Kurdî Ya Amedê

* PERWERDE Û HÎNDEKARÎ
Di Nav Kurdan De
Lêkolîn: Ozcan kaplan & Hesan GERDÛN
Amadekirin: Enstîtuya Kurdî Ya Amedê

* PENABERÊ EVÎNÊ
Nivîskar: Elî Bedirxanî
Wergêr ji Farsî: Îsmet Yalvaç
Amadekirin: Enstîtuya Kurdî Ya Amedê




NAVNÎÞANA XWESTINA PIRTÛKAN:
Enstîtuya Kurdî Ya Amedê
WEÞANÊN ENSTÎTUYA KURDÎ YA AMEDÊ
Navnîþan: Huzurevleri Kalem Sokak No: 32
Kayapýnar / DÝYARBAKIR
Tlf/Faks: (0 412) 237 43 16
email: [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ]

heci is offline  
 


Konu Araçlarý
Mod Seç

Gönderme Kurallarý
Yeni konular açabilirsiniz --> izin yok
Yanýtlar gönderebilirsiniz --> izin yok
Eklentiler gönderebilirsiniz --> izin yok
Mesajlarýnýzý düzenleyebilirsiniz --> izin yok

vB koduAçýk
SimgelerAçýk
[IMG] kodu Açýk
HTML kodu Kapalý
Trackbacks are Kapalý
Pingbacks are Kapalý
Refbacks are Kapalý

Popüler Konular:
Bydigi Forum'un En Popüler Konularý
Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-1:

Norton AntiVirus 2008
Panda Antivirus & Firewall 2008
AVG Anti-Virus Free Edition 8.0.100
McAfee VirusScan Enterprise 8.5i
Avast! 4 Professional Edition 4.8.1169
Kaspersky Internet Security 7.0.1.325
Anti-Porn 10.4.11.15
BitDefender Internet Security 11.0.9 (2008)
Eset Smart Security 3.0.642
Ad-Aware 2008

Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-2:

Þeftali Yetiþtiriciliði
Ekolojik Tarým ve Hayvancýlýk
Süt Verimini Etkileyen Faktörler
Dört barajda su bitmek üzere
Karbondioksit salýmý yüzde 50’den çok artacak
VAN (Wan) Tarihi
Amed (Diyarbakýr) Tarihi
Ýç Anadolu Hakkýnda Genel Bilgi
Kültür ve Turizm Bakanlýðý müfettiþ yardýmcýlýðý
2008 yýlý icra müdür ve yardýmcýlýðý sýnav ilaný

Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-3:

Siz Hangi Yemeksiniz ?
Doðum gününüze göre hangi hayvansýnýz?
Doðum Tarihinize Göre Renginiz!
Bebeklerde Gaz Çýkarma
Virüs taþýyan keneler dehþet saçýyor
Þiddetin genlerle iliþkisi olabilir
Karpuz Viagra Etkisi Yapýyor
Panasonic Sony'yi tahtýndan etti!
Mehmet Atlý - Wenda 2008
grup seyran - 2008


Benzer Konular

Konu Konuyu Baþlatan Forum Yanýt Son Mesaj
Li ser Bedîuzzeman Seîdê Kurdî lêkolînek mezopotamyalim-47 Biyografi 7 25-11-2007 10:21 PM
Mehmed Uzun: Ziman ruh û rûmeta însanan û miletan e… Memê Alan Mehmed UZUN (Özel Bölüm) 6 30-06-2007 08:52 AM
Zýmané kurdi býnasinýn berxwedan Sýnýrsýz Muhabbet Burada 3 14-09-2006 02:42 AM


Forum saati Türkiye saatine göredir. GMT +2. Þuan saat: 06:38 PM .
(Türkiye için GMT +2 seçilmelidir.)


Powered by vBulletin Version 3.6.4
Copyright ©2000 - 2009, Jelsoft Enterprises Ltd.
SEO by vBSEO 3.3.0
Copyright ©2006 - 2008 Bydigi Forum ®, All Rights Reserved

Bir Forum sitesi olduðumuzdan, kullanýcýlar önceden onay almadan her türlü görüþlerini yazabilmektedir.
Yazýlanlardan dolayý oluþabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanýcýlara aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykýrý herhangi bir durum görürseniz; Lütfen, bydigi@gmail.com'a yada Ýletiþim'e bildiriniz.
Mesajýnýz incelenip, kýsa bir süre içerisinde gereken müdahale yapýlacaktýr.