26-09-2006, 08:11 AM
|
#1 (permalink)
|
Giriş Tarihi: May 2006 |
Konum: rêwî |
|
Mesaj: 9,972
|
|
Üye No: 3220
|
|
Cinsiyeti : Bay
|
İtibar Gücü: 25872
| Rep Puanı : 2586029
| |
|
| |
|
‘Bila dizî bike?’
Ferhat Mehmetoglu (24) ku xwest CD’yê fîlmê sînemayê yê bi navê ‘Berîtan’ li ser Kolana Diyarbakir a li Batmanê bifroşe, ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin û piştre hate girtin. Bavê Mehmetoglu Abdullah Mehmetoglu, bi gotinên wekî “nahêlin mirov bixebitin. Kurê min nan dianî malê. Bila nexebite, diziyê bike?” nerazîbûn nîşan da.
Ferhat Mehmetoglu (24) ku xwest CD’yê fîlmê sînemayê yê bi navê ‘Berîtan’ ku demeke beriya niha dest bi firotina wê hatiye kirin, li ser Kolana Diyarbakir a li Batmanê bifroşe. Mehmetoglu, ji aliyê ekîbên girêdayî Şaxa Têkoşîna Bi Terorê Re (TEM) a Midûriyeta Ewlehiya Batmanê ve hate binçavkirin. Mehmetoglu, bi hinceta ku ‘bi firotina CD’yê propagandaya rêxistinê kiriye’ hate girtin. Bavê Mehmetoglu Abdullah Mehmetoglu, got ku kurê wî demeke beriya niha ji leşkeriyê hatiye û ji ber ku ji xwe re karek din nedîtiye, dest bi firotina CD’yan kiriye. Mehmetoglu, wiha got: “Kurê min geriya lê ji xwe re karek peyde nekir. Zenaetek wî tuneye. Ji ber ku debara me nedibû, em nikaribûn wî bidin xwendin. Ka wê çi bikeş Bila dizî bikeş Mirov nikare ji xwe re nanek jî bibe mala xweş Mirov nikare alîkarî bide malbata xwe jîş Li herêmê pirsgirêka bêkariyê heye. Ciwan bêkar in û nikarin ji xwe re şixulek jî bibînin. Ger ku wiha dikin, bila ji ciwanan re cihên ku bikaribin lê bixebitin ava bikin.”
Mehmetoglu, diyar kir ku girtina kurê wî niheqiyeke li wan hatiye kirin e û da zanîn ku wê serî li şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Batmanê bide.
Nûçe Bydigi /Kurdistan
|
|
|