|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||||
|
Bi giþtî, li Kurdistanê bi vî navê tê naskirin. Ên jê re dibên Mele Xelîlê Hîzanî an jî Hêzanî jî hene.
Mele Xelîlê Sêrtî di sala 1167'ê an jî 1163'yê Koçî ( Zayînî 1754 an jî 1750 ) de li gundê Gulpika girêdayiyê navça Hîzana bajarê Bedlîsê hatiye dinê. Gulpik li bakûrê Hîzanê ye. Ji vî gundê gellek kesên zana, sîyasîgernas, mêrxas û pelseqyar (nûktedan) derketine. Navê bavê wî Mele Hesen e. Hin çavkanî jî dibên ku navê bavê wî mubarekê kurê mubarek Mele Huseyn e. Lê bi giranî bi navê Mele Hesen tê zanîn. Navê kalikê wî jî Mele Xalid e. Bavê wî bi eslê xwe ji Kulatê ye. Lê li Sêrtê bi cî bû. Ev mirov, gellek bimerhemet bû. Bavê Mele Xelîl, gellek merd û mêvanperwer bû. Dema li mala wan mêvan tunebana derdiket derve û li mêvana digeriya, wan dianî malê; bi xwarina wan re eleqedar dibû, li mal çi hebû çi tunebû dianî, dida ber mêvanan. Di dawiyê de jî ji bo kurê xwe Mele Xelîl ji mêvana dûa dixwest ku bila Xweda zanebûn û temenê dirêj jê re bike nesîb. Gellek qîmet dida kurê xwe Xelîl. Ew ji malbatek xwedî zanebûn û merîfet e. Wek piraniya seydayên mezin ê Kurdan, exlaq û xûyê xwe yê xweþ ên pêþî, ji malbata xwe girt. Di Kurdistanê da ev pir li pêþ bû. Mirov dema bala xwe dide hin malbatên seydayên Kurdan, di der û dora wan de wek malmela tên naskirin. Malbata Seyda jî wek malmela dihat binavkirin. Deh kurê Seyda hebûn û hemî jî bûn Mele. Îcazeta meletiya kurên xwe, ew bixwe da. Kurên Seyda jî di rêça bavê xwe de meþiyane. Ziyaeddîn Paþa yê Osmanî yê ku Ferhenga Kurdî-Erebî ya bi navê "El Hediyetûl Hamîdiye Fî Luxetîl Kurdiye" amade kiriye(1894), wûsa dibê: Ez li welatê Kurdan, li Motkana Bedlîs'ê qeymeqam bûm. Min dît ku zimanê wan ê cuda heye. Heya nuha, kes lê xwedîtî nekiriye. Min xwest ku destê xwe dirêjê wan bikim. Ji bo pêkanîna vî karî, min ji zanayan alîkarî xwest; min dest bi xebatê kir, baweriya xwe bi Xwedê anî. Lê tu kesek alîkariya min nekir. Paþê, Xwedayê Mezin xwe gihande alîkariya min; ez li rastê Mele Hamidê kurê Mele Xelîlê Sêrtî hatim. Ev mirov rêya min hêsan kir û gellek peyvên zimanê Kurdî digel hinek rêpîvanên rêzimanê Kurdî, gihande hevûdu û radestî min kirin. Di dawiya vî karî de, li gorî armanca me pirtûkek hate holê. Mele Xelîl di gundê bav û kalên xwe de, di Gulpikê de mezin bû. Hêj di zaroktiya xwe de dabaþa zên û zekaya wî, di nav ciwanan de nedihat dîtin. Sebra wî zêde bi zarokên di temena wî de bûn, nedihat. Her dem bi mezinan re rûdiniþt. Vê yekê bala gellek kesan dikþand. Seydayê Mele Xelîl berê li ba bavê xwe fêrê girt. Li cem bavê xwe dest bi xwendina Qûr'ana pîroz kir. Bavê Seydayê Mele Xelîl pirr girîngî dida perwerdehiya kurê xwe. Wî da ber Sofî Huseyn Efendî da ku eleqedarî û nesîheta lê bike. Nêzê salek li ba wî ma û Qûr'anê ji ber kir, xwendina tecwîdê hîn bû. Dû re dikeve dû medresên din ku xwendina xwe berdewam bike. Li gellek deverên welat geriya û xwen-dina xwe tewaw kir. Ew ji seydayên mezin fêr girt. Seydayê wî yê navdar, Mele Mehmûdê Behdînî ye. Îcaza xwe jî ji Muftiyê Îmadiyê Mele Mehmûd girtiye. Li Hîzanê di Medresa Meydanê da pênc salan fêr daye feqiyan. Bi daxwaza bavê xwe hat Sêrtê û li wir bi cî bû. Li vir jî seydatî kir. Sêrt wek nuha jî cîyê xwedî medreseyên mezin bû. Ji her deverên Kurdistanê ji bo feqîtiyê, feqî dihatin li ba Seyda. Mele Xelîl ji xwendinê pirr hez dikir. Hem seydatî dikir hem jî ji seydayên mezin fêr digirt. Di tesewwûfê de gihîþt kemalê. Bûye muftiyê wî demê. Li gor rîwayetan gellek kerametan nîþan daye. Tê gotin ku ji Silopiya Þirnexê feqiyek hebû. Li Zaxo di medreseyek de dixwend. Rojekî Seydayê wî jê re got: "dersa ku emê sibê bixwînin, mutale bike." Lewra Seyda dizane ku di dersa sibehê da zehmetiyek heye û xweþ nayê fahmkirin. Feqî wî þevê fêra xwe mutale dike; li derekî disekine, çend caran dixwîne lê fahm nake. Feqî ewqas dibetile ku di xew ra diçe û xewnek dibîne. Di xewnê de zatek mubarek dibîne. Ev zat jê re wûsa dibê: "Ew derê ku te fahm nekiriye, cîyê wan li hev biguherîne. Ya pêþ bide paþ, ya paþ jî bide pêþ û wûsa bixwîne." Feqî weka ku ev zat nîþanê wî dide dixwîne, mêze dike ku hêsantir e. Feqî ji wî mirovê, navê wî dipirse. Ew mirovê mubarek jî dibê ku: "Navê min Mele Xelîlê Sêrtî ye." Seyda fêr daye gellek feqiyên ku paþê di dewra xwe de bûne alimên pirr mezin. Ji vana yek jî Seyyîd Ebdûlhekîm Arwasî ye. Ê din jî Muftiyê Mûþê, Ebû Ebdûllah Mele Hesen Ehwedî ye. Li gor hin agahiyan bavê Seydayê Mele Xelîl di biçûktiya wî de wî biriye ba Îbrahîm Heqqî û ji wî hewîþ xwestiye. Îbrahîm Heqqî destê xwe dide ser piþta wî û jê re wûsa hewîþ dike: "Xwedê Teala umrê dirêj bide te. Îlmek hêja û emelek salih bike nesîbê te." Mele Xelîl (bi destûra Xweda ) bi bereketa dûaya Îbrahîm Heqqî jiya û di zanebûnê de bû wek derya. Mele Xelîlê Sêrtî li ser nivisandina Îlmên Îslamî jî pirr xebat çêkir. Bi taybetî li ser sîstema perwerdehiya medresên Kurdistanê, bibandor e. Di her warê îlmên Îslamê de berheman nivisandiye û îlm belav kiriye. Hem di warê neqlê da xebatên wî hebû û rêz digirt û hem jî lêgerîn û lêkolînên wî hebûn. Wek piraniya seydayên medresên Kurdistanê, mirov dikare bêje bi hiþkî girêdayiyê Ehlê Sunnetê bû. Ev gotina wî mirov dikare wek mînak nîþan bide: Ji Þerrê eshaban meke qal û qîl Lewra cennetî ne qatil û hem qetîl Seyda di jiyana civakî de ne êsîrê medresê bû jî. Gotinek pêþ ên Kurdan heye dibê: "Derwêþ kurê rojê ye." Mirov dikare viya ji bo Seyda jî bi kar bîne. Bi pirsgirêkên civakî re gellek miþtixul dibû. Li ser çareserkirina wan digeriya û di meselên nûdem de îctîhad dikir; rêya Îslamê nîþan dida. Piraniya pirtûkên wî (çi Erebî û çi Kurdî) bi awayê nezmî hatine nivisîn. Seyda di nav pirtûkên xwe de girîngiyek mezin daye pirtûka xwe ya bêhemta û navdar "Nehcûl Enam"ê. Di Nehcul Enamê da eqîde, exlaq û prensîbên Îslamê, bi zimanek þêrîn û bi þewane (nezim) hatiye nivisîn. Her çiqas ev pirtûk pirtûkek îlmî ye, herweha pirtûkek wêjeyî û hunerî ye jî. Ziman, çand û wêjeya Kurdî fireh kiriye. Seyda di dawiya umrê xwe de ji ronahiya çavan çû. Lê li hember vî jiyana bi êþ jî, Mele Xelîlê Sêrtî umrek tijî tijî derbas kir û di sala 1259'ê koçî (Z:1843) de çû ser dilovaniya Xwedê. Xwedê rehma Xwe lê kê. Seyda bist û pênc pirtûk nivisandiye. Lê mi- xabin piraniya wan wenda ne. Berhemên wî yên tê zanîn ev in: 1-Tebsîretu'l Qulûb fî Kelamî allamîl xuyûb 2-Tefsîrû axîrî îla suretîl Kehf 3-Dîyaû qelbil erûf fîttecwîdî we'r resmî we ferþal hurûf 4-Þerhun ela menzûmetî eþþatibîyyetî fîttecwîdî 5-Mehsûlûl Mewahîbîl Ehadîyyetî fîl xesaîsî weþ-Þemaîlî Ehmedîyye 6-Tesîs qewaîd el eqaîd ala ma senehe ehlîl zahîrî wel batînî mînel fewaîd 7-Muxellesûl Qewatî wez- Zewacîr 8-Usûl fîl Ehdîþ þafiiyyetî 9-Usûlûl hedîs 10-Zubdetû ma fîl fetawa el hedîsîyyetî 11-Muxteseru þerhî's sudûr fî þerhîl mewtî we ehwalîl qulûb 12-Mînhacû's Sunnetî's Senîyetî Fîl adabîl sulukî's sûfîyetî 13-Nebzetun mînel-Mewabul-Medenîyetî fîþ-Þethîyatî wel wehdetî zatîye 14-Nehcul En'amî fîl eqaîd 15-Kîtabul Eqaîdîl bîl-Luxatîl-Kurdîyye 16-Þerhû ela qesîdetûl-Hemzîyye 17-Rîsaleyî fîl Me'fûwwat 18-Ez zahîrul Xusûnîmin mekulatî Erbabîl funûn 19-El qamûsûs-sanî fîn nehwî wes serfî wel meanî 20-Rîsale fi îlmîl mentîq 21-Rîsale fîl mecazî wel îstîare 22-Rîsalefî îlmî adabîl behsî wel munazera 23-Rîsalefil we'zî 24-El mentîqûz Zumrudîyye Nezmûtelhîsul-mîftah 25-Menzûme fi mewlîdîn nebîyî |
|||||||||||||||
|
|
| Konu Araçlarý | |
| Mod Seç | |
|
|
|
||||
| Konu | Konuyu Baþlatan | Forum | Yanýt | Son Mesaj |
| Kürt Enstitüsü üyesi Mele Ýsmet Kýlýçaslan trafik kazasýnda yaþamýný yitirdi.... | berxwedan | Sýnýrsýz Muhabbet Burada | 3 | 05-08-2006 04:58 PM |
Bir Forum sitesi
olduðumuzdan, kullanýcýlar önceden onay almadan her türlü görüþlerini yazabilmektedir.
Yazýlanlardan dolayý oluþabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanýcýlara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykýrý herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
Ýletiþim'e bildiriniz.
Mesajýnýz incelenip, kýsa bir süre içerisinde gereken müdahale yapýlacaktýr.