|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||||
|
![]() (11.07.1909 Qeyserî - 01.06.1992 Banyas) Berî ku mirov li ser jiyana rewþenbîra Kurd Rewþen Bedirxan de binvîse pêwîste mirov agahdarî dîrokê be û pêvajoya siyasiya wê serdemê baþ bizanibe. Ji bo vê yekê jî berî ku di derbarê jiyana rewþenbîra Kurd binivîsim, dixwazim piçek behsa pêvajoya siyasiya wê serdemê û rewþa malbata Rewþen Bedirxan bikim. Wekî ku tê zanîn piþtî têkçûna serhildana Mîr Bedirxan û Mîrektiya Botan malbata Bedirxaniyan li gelek deverên cîhanî hatin belavkirin. Beþeke girîngê vê malbatê jî li Stenbol bi cîh bûbû û her wiha di nava dewleta Imparatoriya Osmanî de gihatibûn asteka herî bilind. Yek ji van kesatiyên vê malbata Kurd jî Salih Bedirxane ku ji ber hinek hoyên siyasî ew xistine girtîgehê. Piþtî ku imparatorê wê serdemê Sultan Ebdulhemîdê Osmanî li sala 1908 an de têk diçe û bi hatina Sultan Reþad, hîn bêtir rewþa azadiyê berev pêþ ve diçe û lêborîn ji girtiyan re derdikeve. Di wê demê de Salih Bedirxan deh salên xwe di girtîgehê de derbas kiriye. Bi wê lêborînê re ew ji girtîgehê û girtina bi berdewamî rizgar dibe û lê mixabin wî nefiyî bajarê Qeyseriyê dikin. Li roja 11ê meha Tîrmeha sala 1909 an de Sultan Reþad bi awayeke fermî desthilatê bi dest dixe. Li wê rojê de Xwedê keçek dide Salih Bedirxan. Ew keç bi xwe jî Rewþen Bedirxan e. Piþtî ku du salên Rewþenê li Qeyseriyê qediyan, Bedirxaniyên li Stenbolê dîsa têne nefîkirin, Salih Bedirxan jî ji Stenbolê nefiyî bajarê Þamê dibe.Daxwaza wî ya yekemîn, di jiyanê de hiþyar kirin û bi pêþxistina netewê wî ye. Ji bo vê yekê jî ew bê westan, þev û roj kar dikir. Her wiha Salih Bedirxan li rojname û kovaran de gelek nivîs di vî warî de weþandiye. Salih Bedirxan piþtî hatina xwe ya Þamê çendekî bê kar dimîne. Di vê navberê de þerê Cîhanê yê Yekemîn derdikeve û mercên jiyanê pir dijwar dibin. Ji bêçarî berê xwe dide kar û li girtîgeha Keleha Þamê kar dike. Lê mixabin bi êþa tîfoyê dikeve û li 30 ê Adara 1915, an de koça dawî dike. Di wê demê de temenê Rewþenê negihiþtiye þeþ salan. Piþtî mirina Salih Bedirxan dayika Rewþenê Samiya Xanim jê re hem dibe bav û hem jî dibe dayik. Rewþen Bedirxan di dema ku malbata wê li nefiyê bû li sala 11.07.1909 an de li bajarê Qeyseriyê li Enedola Navîn ji dayik bûye, Dayika wê Samiye Xanima keça Bedrî paþayê kurê Mîr Bedirxan e. Bavê wê Salih Bedirxanê kurê Mehmudê Salihê birayê Mîr Bedirxane.Rewþen xanim piþtî dû salan li Qeyserî dimîne û ew ji wir jî diçin Stenbolê û li wir çar salan derbas dikin. Li sala 1913 an de Bedirxanî, ji Stenbolê û Tirkiyê hatine nefîkirin û ew belavî Rojhilatanavîn û Efrîqayê bûne, bi taybet li welatên Misir, Lîbya, Suriye û Lûbnanê bûne. Bavê Rewþen Bedirxan, Salih Bedirxan jî li Þamê, taxa Salihiyê bi cîh buye. Rewþen Bedirxan li Þamê dibistana Tereqiyê dest bi xwendina seretayî kiriye û paþê sê salan li xwendingeha mamostetiyê xwendiye û li sala 1925 an de li Þamê qonaxa seretayiyê de buye mamostayê zimanê Erebî. Paþê du salan zimanê Tirkî û sê salan zimanê Fransî û Ingilîzî xwendiye û her wiha fêrî van zimanan jî bûye. Li heman demî de li bajarê Kereka Urdunê ku li wê demê Urdûn û Suriye yek dewlet bûn, buye mamosteyê van zimanan. Ew sê salan li Urdûnê maye, di sala 1928 an de dîsa vegeriyaye Þamê û li Þamê mamostetiya xwe heta sala 1935 an berdewam kiriye. Piþtî wan salan, ew heta salên 1964 an wekî birêvebirê xwendingehan karê xwe domandiye. Rewþen Bedirxan du caran zewac kiriye; Cara yekem di sala 1929 an bi xortekî Erebê Suriyê yê bi navê Omer Malik, re dizewice û keçeka wan bi navê Useyma tê dinyayê. Piþtî çendîn salan ji Omer Malik vediqete û dawiya zewacê tîne. Lê keça wan Useyma heta zewaca xwe ya li gel Zihêrê Alî Axa Zilfo re li gel dayika xwe jiyaye û sê keçen wê yên bi navê Þêrîn, Nesrîn û Rewþen hene û ew li Qahîrê dijîn.Li sala 1929 an de Mîr Celadet Bedirxan ji Ewrûpa vedigere Þamê li wir Rewþenxan nas dike û piþtî serhildana Agirî û weþandina Kovara Hawarê, Rewþenxan cara duyan li sala 22.2.1935 an de li gel Mîr Celadet Bedirxan dizewice ku Mîr pismamê dayika wê ye. Ji vê zewacê jî du zarokên wan bi navê Sînemxan û Cemþîd têne dinyayê. Her wiha du zarokên Sînemxan Bedirxan û hevjîna wê Selah Sadaallah bi navê Dilnaz û Azad heye. Dîsa Cemþîd Bedirxan jî bi navê Kurd û Evîn xwedî dû zarokane. Li sala 1934 an de li Suriyê dibe endama Komeleya Yekîtiya Jinan. Li sala 1944 an de li ser navê jinên Sûriyê, li Misrê beþdarî Kongra Jinên Cîhanê dibe. Li sala 1957'an de li Yûnanîstanê kongreya dijî – (Kolonyalizm) Dagirgirtî tê li darxistin û di nava 6 hilbijêrderên Kurd ku pêwîste beþdarî kongreyê bibin, bi tenê Rewþen Bedirxan li gel ala Kurdistanê beþdar dibe. Li heman kongreyê de tevî ku astengiyên yek ji damezrînerên Beesê Mîþel Aflaq ku ji bo wê derdixin ew ranaweste û li ser navê Kurdistanê beþdar dibe. Her wiha yekemîn car ala Kurdistanê li kongreyeke navnetewî de li wir bilind dike. Ew bi hemû hêz û ramana xwe li dijî dagirkeriya Fransa rawestiya ye. Piþtgiriya gelê Filîstînê kiriye. Wê gelek nivîs û gotaran li vê derbarê de li kovarên Erebî û Kurdî de weþandiye. Jiyana Wê Ya Rewþenbîrî; Jiyana Rewþen Bedirxan neynoka jîn û danûstandina Mîr Celadet Bedirxan û malbata Bedirxaniyan bûye. Ew xeleka gihandina dîroka miletê xwe ya kevin û nû ye. Ew dîroka lehengiyê ya dûr û dirêj a ku bav û bapîrên wê bi sedan salan ji bo Kurdistanê kirine, jiyana wê jî ne kêmî jiyana bav û kalên wê bûye. Bi taybet piþtî koçkirina hevjînê wê Celadet Bedirxan di warê dijwarî û zehmetiyan de. Wekî ku tê zanîn, li piþt her mêrekî mezin de jinek mezin heye. Belê Rewþenxan jî piþtgira herî mezina mîr Celadet Bedirxan bûye. Bi taybet di warê amadekirina kovar, pirtûk û hemû afirandinên mîr bûye. Li gel van piþtgiriyan jî ew nivîskarek ji kovara Hawarê bûye. Rewþen Xanim li hejmara 27 ê kovara Hawarê de, nivîsek xwe ya bi navê (Kebanî û Mamoste) de wiha dinivîse: (Mêrên ku qedera miletan di destê xwe de digrin, vê hêzê ji destên jinan werdigrin. Ji lewre metelokê gotiye: ‘Kurmê þîrî heta pîrî’). Rewþen Bedirxan karê jina Kurd ne bi tenê wek karê mal û xwedîkirina zarokan de dibîne, li ba wê karê jinan ê giring li dijî nezaniyê þer kirin û baþ perwerde kirina zarokane. Bêguman di vê xebata perwerdeyî de rolê welatperweriyê jî ji bîr nake û ew li nav civata Kurd de bi dengekî bilind û zelal wiha bang dike: (Xwehên min ên delal, her wekî hûn jî dizanin derdê miletê me yê mezin û xedar nezanîne. Nezanî nexweþiyeke û dermanê wê zanîne. Netewên xwedî hikumet û rêkxistî vê nexweþiyê di nexweþxaneyên taybet de derman dikin û ji wan nexweþxaneyan re dibêjin xwendingeh. Mamoste pizîþkên wan nexweþxaneyane). Em dikarin bibêjin ku Rewþen Bedirxan, bi xebat û nivîsên xwe di pirsa jinan de çalakvaneke hêja buye. Rewþen Bedirxan di gotarek xwe ya di hejmara 28 an a Kovara Hawarê ya bi navê (Jin Û Bextiyariya Malê) de wiha dinivîse; (Gelek jin hene bawer dikin ku rehetî û xweþiya malê bi pere û dewlemendiyê ye. Lê ne wisa ye. Aramî û bextiyarî ne ji dewlemandan bi tenê re ye. Kincên belengazan hene ku aramî û bextiyarî, ji qesra dewlemendan bêtir û çêtir tê de biryar digirin û bi rihetî cih dibînin). Rewþen Bedirxan dixwaze vê yekê bi jina Kurd bide fahmkirin: xweþî û bextiyarî ne pere û qesr û qonax in; belê xweþî ew e gotina xweþ, danûstandin, kar û xebata ku mirov ji milet û welatê xwe re bike. Xweþiya jiyanê ya bi peran diqede lê xweþiya jiyanê a welatperwerî û zanînê naqede. Rewþen Xanimê di sala 1956 an de, digel Dr. Nurî Dêrsimî, Hesen Hiþyar, Heyder Heyder û Osman Efendî li bajarê Helebê Komela Zanistî û Alîkariya Kurd damezrandin. Rewþenxan bi bîhnfirehî û aramiya xwe li dijî hemû alozî û dijwariyên jiyanê bi ser diket. Ji derveyî nivîsîna bi zimanê Kurdî, Rewþen Xanimê bi zimanê Erebî jî gelek nivîsar li ser Kurdan belav kiriye. Rewþen Bedirxan di sala 1971 an de beþdarî Kongreya Sêyemîn ya Yekîtiya Afretan Kurdistanê (li baþûrê Kurdistanê) bû û bi piþtgiriya xwe serketina wan parast. Di heman salê de rû¤¤¤¤ endametiya Kora Zanyariya Kurd wergirt û di wê demê de li ser daxwaza Korê Zanyariya Kurd çû Stenbolê. Ev çûna wê ji bo komkirin û civandina destnivîs û pirtûkên ku di arþîv û pirtûkxaneyên Tirkan de, yên ku li ser Kurdan hatine weþandin bêne civandin û ji Kora Zanyariya Kurd re bêne rêkirin bû. Bi rastî jî hêjayî gotinêye ku ew di vî karê xwe de bi zanebûn û bi bêdengî biserket. Li sala 1972 an de mala xwe ji Þamê barkir bajarê Banyasê, li ber keraxa Deryaya Spî û li wir xaniyek ji xwe re kirê kir û heta roja dawiya temenê xwe li wir jiyaye. Rewþen Bedirxan zimanên Kurdî, Erebî, Tirkî, Fransî û Ingilîzî dizanibû û bi piranî nivîsên xwe bi zimanê Kurdî û Erebî û Tirkî dinivîsand. Peyama dawiya Rewþen Xanim ya li ser doþeka koçkirinê de, ji bo gelê Kurd eve bûye (Kurên min dema em hebûn, hûn negihiþtî bûn; îro hûn gihiþtî ne; lê mixabin em nema ne. Kurê min, ji hev hez bikin û piþtgiriya hev bikin. Yek bin kurê min, belav nebin). Rewþenxan dîsa di derbarê giringiya yêkitiya Kurd de li ser pirsekê di derbarê hilbijartinên baþûrê Kurdistanê de ji bo rojnamevaneke Kurd wiha dibêje: (Kurê min, yekîtiya Kurdan bide min, ezê Kurdistanek azad bidim te). Eve ye Rewþen Bedirxan, ku her dem wekî bav û kalên xwe êþa netewê xwe dikiþand û qet ji bîr nedikir. Wê mezinahî û asaleta xwe ji stûnên ebedî bê dawiya Birca Belek, ronahiya xwe ji tîrêjên Xwendingeha Sor, û rewþenbîriya xwe ji kaniyên Cizîrî, Xanî û Mîrê hemdemî Mîr Celadet wergirtibû. Piþtî ku Rewþen Bedirxan li roja 01.06.1992 an li qerexên Deryaya Spî ya bajarê Banyasê xatirê xwe ji gelê Kurd xwest û koça dawî kir, li ser daxwaza wê ew ji bajarê Banyasê anîn bajarê Þamê. Piþtî ku li mizgefta Hemo Leyla li Taxa Kurdan li ser cendekên wê çendîn rekaat mêj hate kirin, rêwresmên veþartinê bi beþdariya gelek ji dost û nasên malbata Bedirxaniyan, nivîskar, rewþenbîr û gelê Kurd li teniþt hevjîn û mamosteyê wê Mîr Celadet û bapîrê wê Mîr Bedirxan Beg li goristana Þêx Xalidê Neqþebendî hate veþartin. Hêjayî gotinêye ku li Suriyê yekemcar jin, li rêwresmên oxirkirina Rewþen Bedirxanê de beþdarî rêwresmên goristanê bune û jinan jî karîne êdî seredana goristanê bikin bi duayên xwe tevlî oxirkirina hezkirên xwe bikin. Berhemên wê yên çapkirî Rewþenxan li navbera salên 1925 – 1926 an de, dijî dagirkeriya Fransiyan bi nivîsên xwe rawestiya ye û bi taybetî li rojnameyên Filistînî û kovara Munîrva ya Lûbnanî de nivîsandiye. Li navbera salên 1926 – 1973 an de, gotar ji kovara El Hurriye re nivîsandiye. Disa li navbera salên 1958 – 1959 an de, çîrokên zarokan li radyo ya Sûriyê de belav kiriye. 1. Bîranînên Jinekê, werger, ji zimanê Tirkî bo Erebî, 1951 li Þamê çap bûye. 2. Xeramî We Alamî, werger, (çîrok) ji Tirkî bo Erebî 1953. Li Þamê çap bûye 3. Bîranînên Mamosteyekî (sê pirtûk), werger, ji Tirkî bo Erebî 1954 li Þamê çap bûye. 4. Rûpelên ji Toreya Kurdî 1954. 5. Nama Gelê Kurd (helbest-Goran) ji Kurdî bo Erebî 1954- ji ber rewþa siyasî navê xwe li ser vê pertûkê nenivîsiye. 6. Name ji Mustefa Kemal Paþa re (Mîr Celadet bi zimanê Tirkî nivîsandibû) werger ji Tirkî bo Erebî li Þamê çap bûye. 7. Bîranînên Min - Salih Bedirxan - werger ji Tirkî bo Erebî. 8. El-red Ele El- Kosmopolîtiye, Mehmûd Þîniwî, werger (ji ber hin sedemên siyasî navê xwe li ser vê pirtûkê nenivîsiye). 9. Evîna min û Jana min: Ev pirtûk jî, ji zimanê Tirkî wergerandiye bo zimanê Erebî û li Þamê çap kiriye. 10. Çend Rûpel Ji Wêjeya Kurdî: Ev pirtûk di sala 1954 an de çap kiriye wek wefadarî ji bo bîranîna Mîr Celadet Bedirxan e. 11. Doza Kurdî: ji zimanê Tirkî wergerandiye bo zimanê Erebî û di sala 1990 de Þamê çap kiriye. 12. Giramêra Zimanê Kurdî: Ya Mîr Celadet û Roger Lescot e, ji Fransî hatiye wergerandin bo zimanê Erebî û di sala 1990 de, li Þamê çapkiriye. Pirtûkên Wê Yên Wendabûyî 1. Bîranînên jinekê (Beþê duyemîn). 2. Bavê min Abdulhemîd - nivîsa Eyþe keça Sultan Ebdulhemîde. 3. Bîranînên min. Destnivîse. Têbinî: Ew zanyariyên li vê Kurtejiyanê, ji keça Rewþen Bedirxan, Sînemxan Mîr Celadet Bedirxan hatine wergirtin. Wêne: Ji arþîva Sînemxan Mîr Celadet Bedirxan A: Mîrhac Mistefa |
|||||||||||||||
|
|
| Konu Araçlarý | |
| Mod Seç | |
|
|
|
||||
| Konu | Konuyu Baþlatan | Forum | Yanýt | Son Mesaj |
| Rewþen Bedirxan | dojehist | Biyografi | 0 | 10-01-2008 11:31 PM |
| Malbata Bedirxaniyan | ESVET | Dirok | 11 | 17-02-2007 07:17 PM |
| mezÝnÊn Kurda | kiremit | Dirok | 51 | 11-02-2007 05:25 PM |
| Mîr Emîn Alî Bedirxan kî bû? (1851 - 1926) | berxwedan | Dirok | 5 | 24-12-2006 06:24 PM |
| Dr. Kamûran Elî Bedirxan | hmpoo | Çandi Giþti | 0 | 10-12-2006 01:20 PM |
Bir Forum sitesi
olduðumuzdan, kullanýcýlar önceden onay almadan her türlü görüþlerini yazabilmektedir.
Yazýlanlardan dolayý oluþabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanýcýlara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykýrý herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
Ýletiþim'e bildiriniz.
Mesajýnýz incelenip, kýsa bir süre içerisinde gereken müdahale yapýlacaktýr.