|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||||
|
![]() Navê pêncemîn romana Ali Husein Kerim e. Di heman demê de ev roman yekemîn romana bi kurdî ya nivîskarê me ye. Roman ji 246 rûpelan tê pê. Betil û lehengê romanê hejmarek in. Belê yê ji serî heta dawî mohra xwe li romanê dide, serê bêhnikekê carekê, mirov meraq dike gelo ka wê vê carê çi ji ciwanên li dora xwe re bêje, kalê aqilmend Cemşîd e. Cemşîd wek ansîklopediyeke dupê ye. Xezne û lodeke serpêhatiyan e, barkirî ye û ji keç û lawên kurd re bûye şêwemamosteyekî bê pere û ne fermî. Dora wî tim tije ye, çavên ciwanan li ser e û ew jî mina kevirê tu di nav çimento de deyne, ji guhdarên xwe re behsa dinyayê, behsa serpêhatiyên xwe, roj û salên buhurî, ciwaniya xwe, zewaca xwe û gelek rastî û bûyerên jiyana civakî, kulturî, siyasî û girêdayê welatparêziyê dike, dibêje û dibilîne. Di romanê de rûpelên mirov bi xwe re dixin nîqaşê, yên mirov dehfî nav ponijandin û fikaran dikin, yên bêhna mirov derdixin, dilê mirov avreşandî û hênik dikin û di ber xwe de gotina “bijî tu herdu çavên min bî !” didin gotin, li pey hev dibin rêz û mirov bi xwe re dibin, dikin hevalê rê. Kesê xwedî enterese dikare Romana“ Şopa Rojên Buhurî” û giş romanên din yên nivîskar Ali Husein Kerim; “Beyrut Guzeli”, “Ozgurlugun Gelini Delila”, “ Meşru Mudafea”, “ Oyun Bitti” ji Instîtûta Kurdî li Elmanya pêde bike Instîtuta Kurdi li Elmanya- Beşê xwendin û danasîna pirtûkan [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ] Bu mesaj en son " 21-08-2008 " tarihinde saat 11:01 PM itibariyle Bedirxan tarafından düzenlenmiştir.... |
|||||||||||||||
|
|
| Konu Araçları | |
| Mod Seç | |
|
|
|
||||
| Konu | Konuyu Başlatan | Forum | Yanıt | Son Mesaj |
| Rojen Barnas | PCkopat | Çandi Gişti | 2 | 13-08-2007 11:43 PM |
| bıçağa adanan çocuk rojen karavil'e | ezel | Şiirler | 0 | 29-05-2007 01:31 PM |
| Rojen Barnas | keyakser | Helbesten Kurdi | 4 | 27-05-2007 01:33 AM |
| Rojen Tarİ | hünerment | Şiirler | 0 | 27-09-2006 12:15 PM |
| Rojen Tari | rojekanu | Şiirler | 3 | 20-08-2006 12:32 PM |
Bir Forum sitesi
olduğumuzdan, kullanıcılar önceden onay almadan her türlü görüşlerini yazabilmektedir.
Yazılanlardan dolayı oluşabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanıcılara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykırı herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
İletişim'e bildiriniz.
Mesajınız incelenip, kısa bir süre içerisinde gereken müdahale yapılacaktır.