Bydigi Forum
Geri Git   Bydigi Forum > Kürtçe Forum > Foruma Kurdi > Çandi Giþti

Kayýt Ol SSS



 

 

LinkBack Konu Araçlarý
Eski 10-08-2008, 03:27 AM   #1 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: May 2006
Mesaj: 2,391
Üye No: 2482
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 192000
Rep Puaný : 5271150
Rep Derecesi
Bedirxan has a reputation beyond reputeBedirxan has a reputation beyond reputeBedirxan has a reputation beyond reputeBedirxan has a reputation beyond reputeBedirxan has a reputation beyond reputeBedirxan has a reputation beyond reputeBedirxan has a reputation beyond reputeBedirxan has a reputation beyond reputeBedirxan has a reputation beyond reputeBedirxan has a reputation beyond reputeBedirxan has a reputation beyond repute
Varsayýlan E.Xanî


Rewþa gelê kurd û rewþa navneteweyî di serdema E. Xanî de û bandêra wan li ser Mem û Zîna E. Xanî. Piþtî þerê Çaldêranê di tebaxa 1514 an de. Artêþa Sefewiyan þikesteke mezin xwar û tevaya wilayeta Diyarbekir ( di gel bajarên mîna Mêrdîn. Urfa. Reqqa û Mûsil) kete destê osmaniyan. Ji wê çaxê de piraniya kurdan ketin bin siya fermanrewayiya osmaniyan piþtî ku sultan Selîm þertê wan ku girêdayî mîrek û serokên êlên xwe bimînin, pejirand.
Berî wî þerî Kurd di navbera herdu imperatoriyên dijmin de(Sefewî û Osmanî) dabeþ bûbûn. Di þerê Çaldêranê de hakimê Hesenkêfê melik Xelîl ku zavayê þah Ismaîl bû(6) li hêla sefewiyan þer dikir. Li aliyê osmaniyan Mîr Lale Qasim, mîr Þerefê mîrê Bedlîsê û waliyê Diyarbekrê Xan Mihemedê ku di þer de hate kuþtin hebûn(7).
Kurdistan wekî cografiyayeke taybet, bûbû navbirra wan herdu imperatoriyên dijhev û ew cografiya bûbû lanetek li ser gelê kurd yê ku girêdanên wî jî parçe bûbûn û her beþek bûbû destikê kêra imperatoriyekê. Kurdistan jî meydana þer bû, sal nediçû ku li eniyên þer yên rojhilatê dewleta osmaniyan þerek li dar neketibûya. Lê ziyankar tenê gelê Kurd bû.
Peymana Qesra Þêrîn:
Bi wî awayî gelek sal dibuhurîn û welatê kurdan wêran dibû. Mîrîtî qels û lawaz dibûn heta ku herdu imperatoriyan peymaneke aþtiyê sala 1639 an imze kirin ku di dîrokê de bi navê peymana Qesra Þêrîn hate naskirin. Li gor wê peymanê Rewan(Yêrîvan) li sefewiyan vegeriya û tevaya Iraqê bû para osmaniyan.
Tiþtê ku bala mirov dikiþîne ew e ku ji wê peymanê û vir de li gor jêderên dîrokî êdî agirê þer li eniya rojhilat sar bû û heta di jiyana Xanî tevî de jî þûrek li wê eniyê nehate kiþandin û gulleyek nehate teqandin! Lê em dibînin ku Ehmedê Xanî di Mem û Zînê de behsa (herdu terefan) û þerê wan dike wekî ku wî bi xwe þer dîtibin û di jiyana wî de qewimî bin.
Bêguman Xanî yê ku derdê wî derdekî netewî bû çîrok û stran û serpêhatiyên demên þer dibihîstin û encamên þer li ber çavan bûn û þopên ku wan þeran li pê xwe hiþtibûn gelekî kûr bûn ku bi salan ew þop nediçûn. Bê guman Xanî dê Þerefname xwendibe û dê destanên þeran û tarîxa qirêj ya sultanan û þahan li welatê xwe ji devê dengbêj û kalemêran bihîstibe loma jî wî her di pêþgotina Mem û Zîna xwe de behsa wî þerî kiriye mîna ku hîn li dar e(vegere malikên 221 heta 225).
Berî wê peymanê jî herdu imperatoriyan her yekî ji alî xwe de xwestin mîrnuþîniyan qels bikin û serxwebûna wanî mayî jî têk bibin û wan bixin bin çengên xwe. Þah Ebbasê yekem kurd di þerên xwe yên hundir û derve de bikarnîn. Ew li himber Mafî û Nankilîyan ajotin þerekî giran û ew di kela Rewandizê de qir kirin. Yê ku serokatiya vê helmeta þahanî dikir jî yekî kurd bû bi navê Ehmed kurê Heloxanê Erdelanî(8). Þah Ebbasê ku Biradostî di Kela Dimdimê de sala 1608an qir kirin, êlên kurdan mîna navbirr koçberî sînorê xwe û Ozbekan kir û ew li ser sînorê Xurasana rojhilat bi cih kirin da ku ew êl bibin mertal ji bo sînorên dewleta wî ya berfireh(9) .
Bêguman Xanî ne bêagah bû ji van bûyer û serpêhatiyan. Her wisa ne dûrî cihên bûyeran bû jî. Bi xwe di nav de bû û di her rêyekê re û li ber her zinarekî û di her gelî û newalekê de þopa þerekî hebû. Her ber û dar bûbûn þahidên cengên giran ku li ser devê dengbêjan bûbûn destan û di civatan de dihatin gotin. Xanî ev bûyer mîna dîmenin ku taze li ber çavên wî qewimîbin wisa anîne ziman:
Bifkir ji `Ereb hetave Gurcan
Kurmanciye bûye þubhê burcan
Ev Rom û `Ecem bi wan hesar in
Kurmanc-i hemî li çar kenar in
Herdu terefan qebîlê Kurmanc
Bo tîrê qeza kirîne amanc
Goya ku li ser hedan kilîd in
Her tayife seddek in sedîd in
Ev qulzemê Rom û behrê Tacîk
Hindî ku bikin xurûc û tehrîk
Kurmanc-i dibin bi xûn mulettex
Wan jêk vedikin misalê berzex(malikên: 220-225)
Rewþa osmaniyan li eniyên rojava:
Di jiyana Xanî de(1651-1707)pênc sultanên osmaniyan hatin ser textê hukumdariyê.Mihemedê çarem(1648-1687)û Silêmanê duyem(1687-1691) û Ehmedê duyem(1691-1695) û Mustefayê duyem(1695- 1703) û Ehmedê sêyem ku Xanî di dema wî de wefat kir.
Qonaxa hukumdariya van sultanan bûbû destpêka lawazî û sistbûna imperatoriya osmanî. Êdî stêrka Ali Osman ji ezman dadigeriya û diçû ava. Erê li rojhilat agirê þer sar bû û bû dema ku êdî xwedan hiþ di encamên þeran de bifikirin, lê li rojava agirê cengên giran ji nû ve hilbûn û imperatorî êdî pîr dibû. Li hundir jî serkêþiyên gelek mîr û paþayan û serhildanên Yenîçeriyan êdî dewlet zûtir pîr dikir.
Sala 1651an ku sala tê de Xanî ji dayik bûbû, Italiyan giravên Tenedos û Lemnos yên li devê Dardanêl dagîr kirin û leþkerên osmaniyan þikestî ji dorpêça Viyannayê vegeriyan. Li pê wê, peymana pîroz di navbera Papa û çend dewletên ewropî de li dar ket û êdî têkiliyên Firansa û osmaniyan jî ber bi xirabbûnê ve çûn. Sala 1686an osmanî ji bajarên Poda û Best yên Meceristanê reviyan.
Sala 1694an osmaniyan li pêþber nemsawiyan li Solenkamen þikeseteke mezin xwarin û revî revî bi þûn de hatin. Li her hêlê êdî osmanî bi þûn de dihatin û imperatoriya wan êdî dikurisî. Di wan deman de Ehmedê Xanî Mem û Zîna xwe dinivîsî û doza hiþyariyê li gelê xwe û mîran dikir. bêguman hayê wî ji van bûyeran hebû. Wî dizanîbû ku êdî osmanî jar dibin, dizanîbû ku bilandina osmaniyan û mijûliya wan bi eniyên rojava re fersendeke dibe ku careke din ji kurdan re neyê.
Meziniya Ehmedê Xanî ev e ku ew þêxekî zemanê xwe bû jî, lê hîç derdê gelê xwe ji bîr nekir. Berê xelkê neda cihada (Gêwir) li rojava. Li ser menberan negote wan herin tev li eskerê mensûr yên(Sultên) bibin û bihiþt û horiyên wê li pêþiya we ne. Wî dixwest bihiþtê li erdê ji bo gelê xwe pêk bîne. Hîç Xanî negot ev dewleta em tê de û di bin sîbera sultanên wê de dijîn dewleteke islamî ye û xiristyan þerê wê dikin, divê em niha dengê xwe nekin û her û her piþtê bidin vê dewletê. Ew zulmê dike xem nake, lê dijminê me xiristyan in!
Na wî ev hizr nekirin para mejiyê xwe û berovajî van hizrên bi hezaran þêx û melayên Kurdistanê yên wê demê û vê demê, ew rabû û got ku em milletekî bextreþ in. Eger stêrika bextê me jî biçirisiya û camêrek ji nav me rabûya dê niha dewleteke kurdî mezin ava bikira. Ma hîç fersendên wisa dubare dibin gelo! Na . De îca namûse li hakim û emîran ku dest bidin hev û dewleta me ava bikin. Lê namûs nehate hakim û mîran û xewnên Xanî wisa têk çûn û hesretên wî di gel wî binax bûn.
Xanî çendî serdestê dem û qonaxa xwe ye, çendî pirs û pirsgirêkên gelê kurd naskirine û hewla wî ji bo çareserkirina van pirsgirêkan çend e, çawa ye ??
Guman nîn e ku bîr û baweriyên Xanî ne çêlîk û zayîdeyên bûyerên Kurdistanê û cîhanê tenê bûn lê bi ya min ku gelek çavkaniyên teorî hene Xanî pirr sûd û havil ji wan girtine. Xanî di nerîna min de nûnerê þêweyekî taybet ji ramanê bû, nûnerê fikreke netewî bû ku êdî serî di nav rewþenbîrên wan deman de hildabû. Xanî diyardeyek e, divê em wî di çarçova mêjûya edebî û çandî ya rojhilatê de bixwînin. Û divê em li bingehên ku wî bîr û baweriyên xwe derbarî milletperwerî û azadî û xwedê û hebûnê de li ser ava kirine, bigerin. Divê em çavpêketineke bi lez li nexþeya çandî ya wê serdema ku bû þahidê zayîna vê berhema bêhempa bixin.
Li rojhilata di dema Xanî de sê zimanê serdest hebûn. Yek jê zimanê erebî bû. Zimanê pîroz, zimanê Quranê û dînê islamê ku bi milyonan misilmanên ji her milletî mecbûrî fêrbûna wî bûn. Ew zimanê ku þaristaniya islamî-erebî û bi sedhezaran kitêb pê hatibûn nivîsîn û roleke giring di pêþxitina civakên islamî de lîstibû. Zimanê din yê farisî bû ku li ser destê hin kesên xîretmend û bi piþtigiriya mîr û sultanên eceman di dirêjiya sedsalan de hate sîqal kirin û bû zimanê wêjeyê ji Stenbolê heta Hindistanê. Zimanê sêyem yê tirkî(Osmanî) bû ku ew jî zimanê dagîrkerên welatê Ehmedê Xanî bû.
Di nav van zimanan de zimanê kurdî jî êdî nasnameya xwe saz dikir û þerê hebûnê û xweparêziyê nû li dar xistibû, lê bi çekin hindik û siwarin hindiktir. Ew li ser destên nifþekî pêþeng ji þairên mezin ku hestên xwe bi zimanê dayikê derbirrî bûn. Bi zimanê xwe yê sêwî û bêxwedî û lipêmayî wan derî li ber nifþên li pê xwe vedikirin û êdî ew ziman ji ezmûna xwe isbatkirinê bi serkeftin derketibû meydanê û dîwanên hêja yên kesên mîna Melayê Cizîrî û Feqiyê Teyran û xezeliyên Eliyê Herîrî hatibûn nas kirin û êdî xelkê ew ji ber dikirin û li civatan dihatin xwendin. Vê yekê baweriya bi ziman li ba rewþenbîrên wê demê xurt kir û ew lê hay bûn ku zimanê kurdî jî zimanê nivîsnadinê ye û hestên mirovan û xweþiya evînê û þewata wê dikarin bi wî zimanî jî werin derbirrîn. Xanî di pêþiya Mem û Zînê de destnîþanî wan hersê þairên navborî kiriye û xemgîniya xwe da xuya kirin ku mîrê nezan guh dabûya wî dê navê van mezinan bilind bikira û ew vejandina.
Xanî ew her çar zimanê ku me li qelem dan qenc dizanîbûn. Di her çar zimanan de jî serdest bû û ew li ber wî bûbûn hespin xweþkêþ. Wî gelek sûd ji wan wergirt. Di rêya erebî re li felesefe û mentiqa islamî ya ku li ser bingehekî Grîkî ava bûbû, haydar bû. Kete bin tesîra sofiyên mezin. Nakokiyên ku di hundir ê dînê islamê de, tîr û beþên mezhebên islamî nas kirin û zimanê Quranê di destê wî de bûbû hevîrek ku çi bixwesta dikaribû jê saz bikira. Di Mem û Zînê de ew zanîna wî ya pirr, kifþ û berçav e. Wî di berhema xwe de gelek peyvên erebî bi kar anîne ku tenê di Quranê de hene, her weha peyvin bi kar anîne(Mîna peyva Yûh ji bo rojê) ku êdî ereban bi xwe ew di nivîsên xwe de bi kar nedianîn. Di rêya farisî re jî çavên wî li gencîneyên çanda îranî vebûn. Destanên mezin xwendin û çîrokên herêmê nas kirin. Wêjeya fêrkariyê ya ku li ser destê Seediyê Þîrazî gihiþtibû kemalê nas kir. Û nas kir çawa zimanekî mîna farisî ku bi hatina islamê re êdî sekerat kir, bi hevkariya (mîr û þairan) ji mirinê filitî û dîsa li ser lingan rawestiya. Wî malika Firdewsî di Þahnameyê de ku dibêje:
Besî renc-i burdem der în salî sî Ecem zinde kerdem bedîn Parisî! Xwend û çavnasî milletperweriyê bû û wî jî got: Ev name eger xirab e ger qenc Kêþaye di gel wê mi du sed renc!
Bê guman Xanî zimanê tirkî jî paþguh nekiribû. Di rêya vî zimanê dagîrkeran re çavnasî wêje û tarîxa osmaniyan bû. Wî bi zanebûn û biryar ev hemû ziman û xweþiya wan û þan û þerefa nivîsandin bi wan li pey xwe hiþt û avête piþt guhê xwe û dest avête nivîsîna bi zimanê xwe yê sêwî û (Sifrê xwe yê xef) ango destana Mem û Zînê nivîsî(eþkera kir). Wî xwest xitaba gelê xwe bi zimanê gelê xwe bike. Wî dizanîbû ku her pêxemberek hatiye û bi zimanê qewmê xwe doza xwe kiriye( Her pêxemberek ku me ew hinartî, bi zimanê gelê xwe pêxemberî kir da ku ji wan re zelal bike).
Mîrê mêjûnas Þerefxanê Bedlîsî yekemîn kitêb di tarîxa kurdan de û li ser kurdan bi zimanê farisî nivîsî. Ew zimanê ku mîna me got, di çimê belavbûn û geþbûna xwe de bû û serdestiya wêjeya rojhilatê heta Hindistanê dikir. Lê Xanî ev yek nepejirand û bi eþkeretî di pêþiya destana xwe de got ku wî piþta xwe da zêr(farisî) û berê xwe da sifr (kurdî) û tê de xebitî û xwest wî sifrê xwe yê xef û veþartî û rengçûyî spî bike û daxîne bazarê! Wa bawer dikim ku ew wisa bersiva Þerefxan dide û dibêje ku xweziya te jî ew berhema hêja bi vî zimanê me yê sêwî nivîsîbûya. Her weha ew dibêje ku bi farisî(ji ber ku wek zêr e ) her kes dikare berhemên qenc pê biafirîne, lê yê ne ku zêde jêhatî û zîrek be nikare ji sifr(zimanê kurdî) berhemeke hêja biafirîne.
Di baweriya min de ku Xanî dê Þerefname xwendibe û ketibe bin tîn û tesîra wî. Ev jî dihêle ku em bibêjin pêþengê milletperweriyê Þerefxan e ne Xanî ye. Þerefxan ji ber ku mîrekî xwedan xîret bû projeyeke wî ya mezin hebû ku federasyonekê di nava kurdan de saz bike( wî xwest yekîtî û ittifaqê bixe nav kurdan û doza avakirina eniyeke hevbeþ kir di navbera mîrnuþîniyên kurdan de û dixwest ku ferdersyoneke mezin ava bibe û navenda wê jî cizîra Botan be, lê vê projeya wî bala mîrekên kurdan nekiþand).
Þerefxan bi xwe jî di pêþgotina Þerefnameyê de bîr û baweriyên xwe yên netewî anîne ziman û hoyê nivîsîna berhema xwe dane ber çavan. Ku em pêþgotina Mem û Zînê û ya Þerefnameyê bidin ber hev dê bibînin ku mebesta herdu nivîskaran yek e. Herduyan jî li ber çavê xwe vejandina pêtên di bin ariyê de danîbûn û dixwestin mîratê kurdan yê wêjeyî û dîrokî yê li ber mirinê û windabûnê vejînin û ji pencên jibîrkirinê rizgar bikin. Lê di gel ku di dawiyê de mebestên herduyan yek in, cudahiyeke bingehîn di navbera wan de heye. Þerefxan dixwest mêjûya binemalên mezinên kurdan yên ku hatine ser texê fermanrewatiyê binivîse( da ku nav û deng û þanê malbatên kurdan yên xwedan roleke mezin di jiyana Kurdistanê de li piþt perdeyan nemîne).
Lê Xanî: Kêþaye cefa ji bo yî `amê.
Yanî wî dijwarî û zorî ji bo tevaya milletê xwe dîtiye. Wî negot: kêþa ye cefa ji bo yî mîran. Her weha ew dibêje: min ev berhem danî ne ku þareza me û wêjevanekî zana me, lê ji milletperweriya xwe û eþîrperestiya xwe min dest avêtiye qelemê!
Yanî ne ji qabilî û xebîrî
Belkî bi te`essub û `eþîrî
Þêweyê ku van herdu pêþengan(Þerefxan û Xanî) pêþgotinên xwe pê nivîsîne dide zanîn ku Xanî ketiye bin bandora Þerefxan(ku ew nimûneyek ji ronakbîrên wê demê ye) û her wisa dide zanîn jî ku hin mijar hebûn bala rewþenbîrên wê demê dikiþandin û êdî xemxuriya wan bû ku zanibin çima ev bindestî û çima ev paþketina wêjeyê û sêwîtiya ziman! Erê bêguman di civatên wan rewþenbîran de niqaþên wisa li dar diketin û gelek guftûgo çêdibûn. Lê ji ber ku li ba me tiþtek nehatiye nivîsandin em nizanin heta kîjan radeyê dê ev iddiaya me rast be. Tenê em dikarin ji nav xêzikên berhemên xwe yên berê rastiyên dîrokî derînin. Dîsa di pêþgotina Þerefnameyê de hedîsek li ser zimanê pêxember heye dibêje ku pêxember nifir li kurdan kiriye da ku ew hîç nebin yek. Çiku herifîna cîhanê di yekîtiya wan de ye! Tiþtê balkêþ ew e ku Þerefxan vê hedîsê mîna rastiyekê bawer dike û dibêje: û ji wê rojê de kurdan nikarîbû dewleteke xwe ya mezin saz bikin!.
Ev yek dide xuyakirin ku yekîtiya kurdan ji berê de mijareke germ bû ku him li ba neyarên kurdan û him jî li ba kurdan dihate guftûgo kirin. Þerefxan di pêþgotina xwe de dibêje: kurd bi ya hev nakin û li pey hev naçin, ittifaq û alîkarî di nav wan de nîne. Xanî jî vê gotinê bi malikekê weha dibêje:
Lew pêkve hemîþe bê tifaq in
Dayim bi temerrud û þiqaq in
Þerfexan nelihevkirina kurdan vedigerîne nebûna serekekî serfiraz û xurt û dibêje: ji ber ku niha li nav kurdan bi giþtî serekek nîne ku hemî li pê wî biçin û fermanên wî bi cih bînin, piraniya wan bûne xûnrêjên hev û guh li qanûn û zagonan nakin û ji bo pûçtirîn sebeb serî hildidin. Di devereke din de jî bûyereke balkêþ tîne ziman ku divê em gelekî li ber rawestin. Ew dibêje ku piþtî þerê Çaldêranê sultan Selîm ji Idrîsê Bedlîsî xwest ku kurd yekî ji nav xwe hilbijêrin da ku hemî êl û hoz di bin ala wî de bin. Idrîsê Bedlîsî ji sultan re dibêje: her yek ji kurdan dibêje ez û ne kesekî din. Kes bi ya kesekî din nake. Xanî jî di vê xalê de gotinên Þerefxan dubare dike û hîn wêdetir diçe û hêvî dike ku serekekî mezin rabe û dewleteke aram hukum bike û guhdêriya wêje û zanînê bike û þerekî li himber neyaran li dar bixe.
Ev herdu pêþeng eynî bingeha psîkologîk ya kesayetiya kurd tînin ziman û herdu jî eynî sifet û sinçan didin gelê kurd. Þerefxan dibêje: piraniya komên wan bi cesaret in û camêr in û comerd in di gel xîreteke mezin û serfiraziyeke bêsînor…..êdî xwe dihavêjin tehlukeyê û xwe li xeterê diqelibînin da ku destê niyazê û lavan dirêjî nemerd û nerindan nekin û alîkarî û qenciya wan nexwazin. Xanî eynî van gotinan lê bi þêweyekî vehandî û menzûm dibêje:
Camêrî û himmet û sexawet
Mêrînî û xîret û celadet
Ew xetm e ji bo qebîlê Ekrad
Wan daye bi þîrê himmetê dad
Hindî ku ji þeca`etê xeyûr in
Ew çendî ji minnetê nefûr in
Ev xîret û ev `uluwwê himmet
Bû mani`ê hemlê barê minnet
Lewra ku hemîþe bêtifaq in
Dayim bi temerrud û þiqaq in
Li vir mirov nikare bibêje ku ev diziya bîr û baweriyan e, lê ji ber ku herduyan wêneyê yek milletî kiþandine lewra jî herdu wêne gelekî diþibihin hev. Li rex Þerefnameya ku ez bawer dikim dê Xanî xwendibe, wî hin jêderên din jî dîtine ku ji bîra wî ya netewî re bûne bingeh û li ser ava kiriye. Helbestên melayê Cizîrî û Feqiyê Teyran ax û zeviyek bûn ku tovên kurdayetiyê tê de þîn hatin û qebilîn. Ne ji ber mijarên di helbestên wan de lê ji ber zimanê ku ew helbest pê hatine nivîsîn.
Em dizanin ku ziman ew e ramana ku bîr û hiþmendiya milletekî di xwe de diguncîne û sîqal dike. Ew zimanê ku li ber windabûnê bû kete destên van kesên ku xwedîtiyek qenc û dilovane lê kirin û jê re bûne bav û dayik. Mixabin ku bavîtiya wan têrê nekir ku mîratê nivîsandî hemî biparêzin. Þerên ku li qada welatê wan diqewimîn ji bavîtiya wan xurttir bû. Û gelek berhem ketin koncala jibîrbûn û windabûnê. (Þerefxan behsa mîrekî kurdan dike ku navê wî Yaqûb beg bû û dibêje ew li ser rêya sofiyan bû û rewnabêjekî jêhatî bû ku dîwanek derbarê tesewwifê bi kurdî li pey xwe hiþtibû). Ev destnîþankirin belgeyeke dîrokî ye ku gelek dîwan û kitêb ji holê rabûne yan bi hoyên þer û cengên sefewî û osmaniyan û nakokiyên kurdan bi xwe jî, û yan jî bi hoyê nezaniya mîrên kurdan û guhnedana wan ji wêjevan û zanayên kurd re.
Li vir dixwazim xaleke giring bînim ziman û bibêjim ku netewayetî û kurdperwerî pêþî li Bedlîs û Bazîdê hate meydanê lê li herêmên mîna Amîdiyê û Cizîra Botan ne heta wê astê xurt û diyar bû! ez bawer im ku Bazîd û Bedlîs her di nava hêtûna þeran û nakokiyan de bû. xelkên wan herdu hêrêman ketibûn ber pêlên imperatoriyan û nakokiyên wan. Di siya sefewiyan de diniviyan û li ser dengê daholên osmaniyan ji xew radibûn. Van guherînên li pey hev û berdewam bêguman roleke erênî di pêþxitina hestên netewî li ba rewþenbîrên kurdan lîst. Êdî ew qenc bi kesayetiya xwe ya serbixwe hest dibûn. Li hêla din yanî li herêmên ku hinekî dûrî þer û agirê cengê bûn wêjeyeke ciwan hate meydanê lê netewayetî dengekî zeîf bû di nav dengê wêjevanan de. Melayê Cizîrî wisa bi nav Kurdistanê derbasî qesîdeyên xwe dike. Ew nebûye mijara wî mîna ku yara wî û keziyên yara wî û derdên evînê li ba wî bûne mijara sereke.
Ez vê dibêjim ne ku ji qedrê melayê Cizîrî kêm dikim. Ew bejna herî bilind e di þêweyê hunerî de di kurdiya klasîk de û tenê nivîsîna wî ya bi kurdî besî wî ye ku wî bike pêþengek ji pêþengên ku bingeha wêjeya kurdî danîn. Erê nivîsandin bi zimanê dayikê bese da ku hiþmendiyê ji nû ve ava bike û bixwehestbûnê xurt bike. Ma dema ku wî digot: dev ji Þîrazî berdin û werin qesîdeyên min bixwînin, ne digot: werin kurdî bixwînin!
Yên mîna melayê Cizîrî bi dîwana xwe ya ciwan û yên mîna Feqiyê Teyran bi berhemên xwe yên nêzîkî berhemên gelêrî mîna Þêxê Sen`an û Bersîsê `abid rê li ber derketina Xanî vekirin . Xanî pala xwe da van pêþengan û behsa wan jî di pêþgotina xwe de kir, wî berhemên wan û nirxê berhemên wan baþ dizanîbû. Projeyeke mezin di bala wî de bû û dizanîbû ku ev proje bêyî (mora) mîr nakeve pratîkê, lê:
Çibkim ku qewî kesad e bazar
Nîn in ji qumaþ-i ra xerîdar
Û:
Teb`ê Xanî sedefa gewherê `irfan e welê
Metnixwanek nebitin sahibê me`na çi bikit?(dîwana Xanî)
Û:
Dilê Xanî eger çi gencexan e
Þukur qet kes nego Xanî bi çendan!(dîwana Xanî)
Û:
Genca me di dil guher tijî ne
Herçende `eyan xezeffiroþ in!(Dîwana Xanî)
Xanî II
3- Xanî kapasîteyek e, xurtiyek fikrî û rewþenbîrî ye. Ev ne bi tenê kurd dibêjin, belê ji aliyê kurdnas û rojhilatnasên welatên cîran û Ewropayî jî heta bi cîhekî xurt hatiye qebûlkirin. Gelek kes wî bi Firdewsî, hinek jî bi Þekspîr û Hwd. re muqeyese dikin. Çima Xanî bi tenê, gelo di zemanê Xanî de kesekî din derneketiye ji nav kurdan, yan hene em nas nakin ??

Xanî xwedan karîzmayeke wêjeyî ye! Kêm nivîskar vê yekê dikarin bi dest bixin. Rast e Kurdnasan gelekî nirxên wî û giraniya wî naskiribûn. Yûsêf Abgarovîç Orbellî dibêje ku Xanî di asta Firdewsî û Rostavellî de ye, ji xwe dibêje ku sê helbestvanên mezin yên Rojhilatê hene yek ji wan Xanî ye!! Di nav kurdan de û di zemanê Xanî de helbet rewþenbîr û nivîskar hebûn, yek ji wan hevalê Xanî bi xwe Ismaîlê Bayezîdî ye, lê ew ne bi giranîya Xanî ne. Xanî felsefeyek û rêyek ji kurdayetiyê re dît. Wî bingeha fikreke netewî ji bo milletekî danî loma jî cihekî wî yê taybet heye û bala her kesî heta mamosteyên biyanî jî kiþand. Lê di nerîna min de ku hîn divê em bi xwe bala xelkê bikiþînin ser giraniya Ehmedê Xanî, divê em festîvalên taybet ji bo danasîna Xanî li dar bixin û divê ewropî vê kesayetiya mezin nas bikin.

4-Bi qasî roj û sala jidayikbûna Xanî roj û sala wefata wî jî hê ne bûye xwediyê teqeziyeke temam. Xaleke din ku ne bênîqaþ e, temenê Xanî ye dema Mem û Zîn nîvisiye, di van derbaran de dîtinên te ?

Sala ji dayikbûna Xanî diyar e, çiku wî bi xwe di dawiya Mem û Zînê de gotiye ku sala hezar û þêst û yekê koçî ji dayik bûye ango 1650 yan 1651 zayînî. Sala wefata wî ne diyar e. Lê hin dibêjin ku ew di sala 1707 an de çûye rehmetê! Ew xwe dispêrin iddiayeke rehmetiyê Elaedîn Seccadî ku dibêje li ser kêla gora Xanî wisa hatibû nivîsandin: Tare Xanî ila rebbihî. Yanî Xanî ber bi xwedayê xwe ve firiya. Ev hevoka erebî bi hesabê herfan digre beranberî 1119 koçî ango 1707 zayînî. Lê em nikarin vê iddiayê weke rastiyekê qebûl bikin her weha em nikarin wê red jî bikin. Ji ber ku rastiyeke din di nav destê me de nîn e.

5-Xwendina Xanî çiye, li ku, li ba kê xwendiye, gelo derketiye ji Kurdîstanê, wek nimûne çûye Stenbol, Bexdad, Þam yan jî Misrê ???

Derketina wî ya ji Kurdistanê her çendî me delîl û belge di dest de nîn in, lê em dikarin texmîn bikin ku ew ê bi kêmanî ji Bayezîdê derketibe. Þêweyê xwendina berê wisa bû, divabû xwendekar li pey ilim û zanînê biçe. Ji welatê xwe dûr bikeve û here li ba seydayekî bi nav û deng icazeya xwe ya ilmî werbigre. Lê çûna wî ya Bexdayê, Stenbolê Þamê!! Ez bi xwe nikarim tu bersiveke zanistî bidim. Gelek ji lêkolîneran dibêjin ku çûye Misrê û Qudsê û Stenbolê û nizanim ku jî. Lê mixabin bêyî ku tu belgeyan li ber dstê me raxînin. Mamoste Hejar û Elaeddîn Seccadî û gelekên din van iddiayan wisa bê delîl dibêjin. Lê vê dawiyê pirtûkeke birêz Ebdulla Varlî derket ku gelek agahî têde hene û li gor gotiona varlî ew xwe disipêre belgeyên osmaniyan yên kevin. Li wir mirov dikare rastî detayên jiyana Xanî bibe.

6- Bi piranî di zemanê Xanî de þaîr berhemên xwe ji bo Sultan û þahên herêmê dinîvisînin û gelek caran jî berhemên xwe hinekî jî di bin bandêr û zexta deshelatdaran de amade dikin. Di vî alî de Xanî wek cihêyî û xweseriyekê berçav dibe, þîroveya te ??

Xanî ne helbestvanê Baregahê bû. Dengê wî ji dengê gelê wî bû. Ew dilþewitiyê belengaz û rebenê kurmancan bû, îca wê çawa di eynî demê de li ber destê mîr û paþan, þah û sultanan awaza xwe bigota? Bilindiya Xanî ji vir tê ku ew alîgirê doza gelê xwe bû û pêþberiya zulma li dijî kurdan dikir. Erê wî berê xwe da mîrê dema xwe( Mîrza beg) lê tenê dixwest wî hiþyar bike ne ku destê xwe li ber wî vedigirt. Wî dixwest mîr rabe ser piyan û li ber osmaniyan serî hilde! Xanî bi fikrên xwe þoreþgerek jî bû. Digote kurdan vê qedera xwe qebûl nekin û perdeya bindestiyê biçgirînin. Rê jî wisa naskiribû ku zanîn û þûr e.

7- Kesek yan jî hin kesên ku Xanî ew ji bo xwe kiribin nimûne çi kurd, çi jî ji xelkên din hene, hebin kî ne ??

Wek nimûneya edebî Xanî her kesê beriya xwe ji bo xwe mîna kaniyekê nas dikir û av jê dianî. Kesekî binavkirî nîn e. Her weha ew tevneke mîna ya Firdewsiyê faris dirêse û hemû zanayên beriya wî tesîr lê kirine.

8.-Damara Xanî di nav rewþenbîr û þairên kurd de. Ji zemanê Xanî ber bi roja me de. Hinek vê heta Evdilah pêþew tînin tu çi dibêjî ??

Ehmedê Xanî bi Mem û Zîna xwe bû ekoleke wêjeyî û netewî ku gelek þair û nivîskarên li pê wî hatin, peyrewiya wî kirin û bi teþiya wî bîr û bawerî û hestên xwe ristin. Gelekan mîna wî di pêþgotinên destanên xwe de gilî û gazin ji felekê kirin û bi ser zimanê kurdî yê bêxwedî de giriyan. Lê bi rastî tu kesî nikarîbû xwe bigihîne asta wî ya hunerî û ramanî.

Ji van kesên ku em dibêjin dê tesîreke rasterast ya Mem û Zînê û Ehmedê Xanî li wan hebe ev in:

Mele Ismaîlê Bayezîdî:

Hemî lêkolîner dibêjin ku Mele Ismaîl þagirdê Xanî bû. Ew jî li Bazîdê hatiye dinê û di serdema Xanî de jiyaye. Dr. Blec Þêrgo dibêje: ew ji xelkên Bazîdê ye û sala 1654 an ji dayik bûye. Li pê rêya Ehmedê Xanî çûye. Ferhengeke biçûk bi zimanê erebî, farisî û kurdî nivîsiye navê wê Gulzar e. Helbestin wî yên ciwan û xurt bi zarê kurmancî hene! Sala 1709 an wefat kiriye û gora wî li Bazîdê tê naskirin.

Aliksandr Jaba dibêje: ew ji þairên Kurdistanê ye, ji Bazîdê û ji þagirdên Ehmedê Xanî ye. Sala 1654 an ji dayik bûye û sala 1121(Koçî = 1709 zayînî) miriye. Ji bo zarokên kurdan ferhengeke duzimanî farisî û erebî bi navê Gulzar li pê xwe hiþtiye! Her weha helbestên wî û xezeliyatên wî gelek in. Ew gelekî navdar bû. Li Bazîdê miriye. Ku em gotina Jaba û ya Blec Þêrgo bidin ber hev dibînin ku herduyan jî gotiye Ehmedê Xanî mamosteyê Mele Ismaîl bûye. Lê ku em li sala jidayikbûna wan dinêrin dibînin ku Ehmedê Xanî bi sê çar salan tenê ji Mele Ismaîl mezintir e . wê demê em dikarin bibêjin ku ew du hevalên hev bûn û fikr û bîr û baweriyên wan yek bûn. Projeyê ku Xanî ji bo kurdîkirina berhemên fêrbûna zimanê erebî û diyanetê dest pê kiribû, Mele Ismaîl jî li gel wî dixebitî. Mixabin ku berhemên Mele Isamîl heta niha ne diyar in ku em zanibin ka heta kîjan radeyê tesîra Xanî lê bûye.

Mele Mehmûdê Bayezîdî:

Li Bazîdê sala 1797 an ji dayik bûye. Xwendina xwe li wir qedandiye. Zanayekî dema xwe bû ku di þêst saliya xwe de çûye Erzerûmê û li wir bi konsolosê Rûsya Aliksander Jaba re hevaltiyeke mezin û berhemdar dike. Ew herdu li gencîneyên wêjeya kurdî yên winda digerin û bi dehan helbest û çîrokan ji windabûnê rizgar dikin.Yekemîn car Mele Mehmûd li gor daxwaza Jaba Þerefnameyê werdigerîne kurmancî.

Her weha wî tarîxa kurdî ya piþtî þerfenameyê nivîsiye lê ev kitêb hêjî winda ye. Berhema wî ya herî navdar( Adat û risûmatnameê Ekradiye) kitêbeke gelekî hêja ye ku behsa civaka kurdî ya koçer dike. Kitêba wî ya di rêzimana kurdî de jî bi navê(Tuhfetul xillan fî zimanê kurdan) heye. Ku hêj nediyar e. Alîkariya Jaba dike û ferhenga Kurdî Firensî amade dikin.

Di baweriya min de xebata Mele Mehmûd pêkanîna daxwazên Xanî bûn ku zimanê kurdî were parastin û her pê were nivîsandin. Mele Mehmûd bi wan kar û xebatên xwe li ser þopa Xanî çûye û ew jî bûye pêþngek ji pêþnegê pexþana kurdî.

Selîmê Hêzanî:

Destana wî ya bi navê Yûsif û Zuleyxa ku sala 1168 ê koçî(1755 zayînî) nivîsiye dide zanîn ku ew gav bi gav li pê Xanî ye. Hema kopiyeke ji Mem û Zînê ye. Heta ku gelek malik yên Mem û Zînê bi xwe ne. Ji van malikên li jêr qenc diyar dibe ku Selîmê Hêzanî gav bi gav di þopa Ehmedê Xanî de ye:

Herdem bi temerrud û þiqaq in

Bê ol in bi hev ra bê tifaq in

Kurdên bi zemînê xwe seza bûn

Sahib huner û we pehlewan bûn

Lêkin ejî mame çar û naçar

Nîn in ji qumaþ-i ra xerîdar

Sernameê name namê Ellah

Wahid tuwî bê þerîk û yektah!

Û bi vî awayî desatna Yûsif û Zuleyxa diçe. Lê wa diyare ku ew þairekî gelekî qels e û nikare ji hiþê xwe hîç cumleyekê bibêje.

Hacî Qadirê Koyî:

Ji koysenceqa li Kurdistana baþûr e. Sala 1817 an ji dayik bûye. Di zaroktiya xwe de li mektebên camiyên Koysenceqê xwendiye û piþt re çûye Serdeþt û Mehabad û Þino. Sala 1863 an icaze wergirtiye û vegeriyaye Koysenceqê. Piþt re berê xwe daye Stenbolê û li wir xwe gihandiye malbata Bedirxaniyan û bûye mamosteyê zarokên wan.. Berî ku ew biçe Stenbolê tu meylên wî yên netewî nebûn lê li wir çav bi Mem û Zîna Ehmedê Xanî ya ku li ba Bedirxaniyan bû dikeve û tesîreke mezin lê dibe. Ew jî mîna Xanî dibe xemxurê gelê xwe û zimanê kurdî. Bi giraniya Xanî dihese û li ser piþta Mem û Zînê ya ku di mala Bedirxaniyan de bû dinivîse:

Eman qedrî bizanin em kitêbe

Le dunya êstekî hemtay nemawe
Le kurdan xerî Hacî û þêxê Xanî

Esasî nezmî kurdî danenawe!

Þêx Ebdurrehmanê Axtepî:

Þêx Ebdurrehman kurê þêx Hesenê Nûranî ye. Ji þêxên mezin yên terîqeta neqþenbendî bû. Sala 1850 li Axtepe ya qezaya Serçinara Diyarbekrê ji dayik bûye. Kitêba wî ya navdar Rewdenne`îm e ku tê de behsa çîroka Mîracê dike. Sala 1910 an her li Axtepe wefat kiriye.

Ku mirov pêþgotina Mem û Zînê û bîr û baweriyên di Rewdenne`îmê de dide berhev dibîne ku Axtepî pirr bi Xanî tesîr bûye. Rewþa siyasî ya kurdistanê di dema Axtepî de mîna rewþa siyasî ya di dema Xanî de bû. Mîrîtiya Botanê têk çûbû û di navbera osmaniyan û qacariyan de êdî nakokiyan serî hilda bûn. Loma jî fikrên Xanî bi wê zûtiyê tesîr li Axtepî kirin.

Axtepî di Rewdenne`îmê de dibêje:

Ji van qesdê min nîne `erzê huner

Welê da li dunya bimînit eser

Ku turk û ecem qet nebên carekê:

Nehin kurdî þair di misra`ekê!
Bizanin ku þair ji kurdan hene

Ji `uþþaqê turk û ecem zêde ne

Welê bêxwedan in nehin me reîs

Ku meqbûl-i bin nik wî þi´rê selîs

Me jî ger hebûya xwedanek çunîn

Guhernas û qîmetþunas û emîn

Ji kurdan gelek þairê sihredar

Bi nexme dihatin wekî mûsîqar

Welê çon me dîotin ku em bêkes in

Ji bêçaregî kes bi me nahesin

Me anî qet´ kir kelam metîn

Me xame hilanî ji nezmê þêrîn!

Binêrin li þi`ran heçî zaniye

Çi terkîbekî sirfê Kurmanciye

Ji kurmanciya xwe me anî nîzam

Me`ella û þêrîn û efþe kelam

Wekî din jî dîsa Axtepî mîna Xanî behsa bazara kesad û bêxwedîtiya þi`rê li ba Kurmancan dike û gotinên Xanî dubare dike:

Xerîdar-i nîn in ji bo cewheran

Ketin ber piyan cewherê defteran

Qewî teng e meydana me þairan

Kesad hate bazara me sahiran!

Þêx Mihemmed Can(Xakî)

Xakî birayê þêx Ebdurrehmanê Axtepî ye. Li Axtepê sala 1858 an ji dayik bûye û li ber destê bavê xwe þêx Hesen xwendiye. Çûye Þamê û li wir bûye xelîfeyê Mewlana Xalidê Neqþebendî. Wî destana Mecnûn û Leyla(Leyl û Mecnûn) sala 1884an nivîsiye. Di beþa sebebê telîfa kitêbê de xuyaye ku tesîra Xanî qenc lê bûye. Ew jî wek Xanî dibêje ku eger mîrekî me kurdan hebûya dê Turk û Ereb û Ecem di bin fermana me de bûna. Ew jî gilî û gazinan ji demê dike û dibêje ku milletperweriya wî hiþtiye ku dest bihavêje qelemê û bi kurdî binivîse. Ew wisa dinivîse:

Peyda bikira ger me emîrek

Sahibhuner û xwedan-i þîrek

Ev turk û ereb, tetar û Faris

Carek bibûna li ber me naqis

Her þa`irekî zebanê kurdan
Qet nayê ji halê wan xeberdan
Emma ku xwedan ji bo me nîne
Nêv Rom û ereb ne ademî ne
…….

Hasil ketime te`essuba wan

Xîret me kiþandî bi qelb û can

Ne ku heye tu qabilliyet

Belkî me heye hinek ji xîret.

Wa diyar e ku Xakî heta bi kêþe û qafiye gelekî nêzîkî Ehmedê Xanî ye û li ser rêya wî heta dawiyê meþiyaye.

Þêx Mihemmed Eskerî:

Kurê þêx Ebdurrehmanê Axtepî ye. Sala 1898 an ji dayik bûye û li ber destê bavê xwe û piþt re birayê xwe þêx Kerbela di medreseya bavê xwe de li Axtepe xwendiye. Sala 1952 li gundê Çolê(Çewlê) wefat bûye. Dîwaneke wî ya helbestan û destanek bi navê (`Iqdê Durfam) li pê xwe hiþtiye. Ew hilm û kelbeoxa netewî, agirê milletperweriyê di berhemên wî de gelekî diyar û ber biçav in. Di destana `Iqdê Durfam de dibêje:

Di vî wextî de þem`a `ilmê kurdî

Qe natîse, nema tê zeyt-i , min dî

Evê qîza bi zêr û zînet û qenc

Ber û sîne qed û qamet wekî genc

Dizanim iltifatê nadinê kes

Ji ber ehlê huner kêm in muderres

Gelek þêrîn e ev ezmanê kurda

Derîxa me ji dest yekcarî berda

Hêjayî gotinê ye ku þêx Eskerî, yek ji wan kesên ku mijûlî rastkirin û civandina destnivîsên Mem û Zînê bû. Wî gelekî xebat ji bo bidestxistina destnivîseke rast ji Mem û Zînê kiriye. Di pêþiya destnivîseke Mem û Zînê de dibêje:

Bilcumle kitab û þi`rê kurdan

Bê qedr-i dibûn li cumle erdan

Ew ketne ziyade ber piyan tev

Reþbext-i we mane þubhetê þev

Me d`xweste kitabeke Mem û Zîn

Derdestî bikim ezê cegrexwîn

Pirr se`yî mi kir ji bo yeke rast

Peyda nekirî me bê kem û kast

Axir du sê nusxe min civandin

Lê her li me wan ceger helandin

Ev nusxeê Zîn û Mem temamî

Teþîh-i me kir heçî me zanî

Bê guman yên ku ketine bin tesîra Mem û Zînê û bîr û baweriyên Ehmedê Xanî ji van kesên ku me navên wan anîne bêtir in. Di yekem hijmara rojnameya Kurdistan de hin beþ ji Mem û Zînê hatin weþandin. Di Hawarê de jî wisa. Cegerxwîn û Hejar û Hêmin û xeyrî wan ketin bin tesîra xurt ya Xanî û heta vê dema me jî ew tesîr berdewam e û dê her berdewam be.

9- Bandêra Xanî li ser Seîdê Kurdî ??

Seîdê kurdî kesayetiyeke ku mixabin tevgera me ya siyasî wî ji bîr dike. Dîsa mixabin ku tenê islamî wî dikin rêberê xwe. Ew nimûneyeke gelekî pêwiste ji bo islameke welatparêz û bi kêrî kurdan were. Ji bo pirsa te erê bandêra Xanî li ser hebû. Ew bi seetan diçû li ber kêla serê wî rûdiniþt û ji ruhê Xanî ilham werdigirt. Lê di nivîsên Seîdê Kurdî de ez rastî fikreke dîrekt nehatime ku bibêjim ew sedî sed ji Xanî hatiye standin. Lê hema jiyana seîdê Kurdî ku insaneke ji bo belengazan têkoþerî dikir ne dûrî jiyana Ehmedê Xanî ye.

didome..........




Xanî III
10- Lîberalîzim û indivîdualîzîm di dîtinên Xanî de ??

Xanî mirovekî dilê wî gelekî fereh e. Ji tevaya mirovayetiyê re fikiriye û dilê wî li ser serencameke qenc e ji bo temamê xelkê. Ne tenê ji bo kurdan lê ji bo hemû alemê. Ew ji ber tesewwufa xwe daxwazê ji xwedê dike ku kesekî nebe nav agirê dojehê. Dixwaze ku xwedê mirovan hemûyan(helbet dijminan jî) ji agir biparêze. Li aliyekî din ew gelekî bi tolerans e di mesela evînê de. Evîndariyê mîna qederekê dibîne û qet nake eyb. Berovajî wê evîndaran diparêze û heta sînorekî jî têkiliya di navbera du evîndaran de real û durust dibîne.

11- Dîtinên Sokratî. Dema ji xwe re dibêje Xaniyê nezan ?

Gelek ji zanayên berê xwe bi nezaniya xwe didane nasîn. Her imzeya wan ev bû: flankesê bêqedr û nezan!! Li ba fîlosofên grîkan ev yek hebû ku digotin: her çiqas mirov zana dibe, ewqasî nezantir dibe. Mebesta wan ji vê yekê ku dawiya zanînê nîn e û ancax kesên zana tê digihin ku ew dûrî pêgirtina rastiyê ne. Xanî jî ji ber ku zanayekî gelekî mezin bû, êdî tê derdixist ku rastî dûrî wî diçe û dike nake tê nagihîje û nagihê bersiva pirsên mezin mîna çima ev dunya heye, çima insan belengaz in û çima ku hezar çima bi dû de tên.

12- Berhemên Xanî, hinek pirsên informatîv û aghdariyane

Xanî li pey xwe ji bo me Nubuhara Biçûkan hiþt, her wisa Eqida Imanê, dîwaneke helbestan û Mem û Zîn. Dibe ku hin berhemên wî yên din jî hebin û heta niha winda bin, lê rojekê bê dê ew jî diyar bibin. Di dawiyê de em dê firehtir li ser bibêjin.

13- Nivîsandinên bi mebest, bi plan û fikirlêkirî, ne ji bo bêhnderxistinê, belê bi mebestên perwerdekarî, siyasî yan jî neteweyî ?

Xanî bi Mem û Zîna xwe him plankiribû ku kitêbekê ji bo kurdan li pey xwe bihêle û rêyeke xelasiyê bo wan deyne, him jî ew kitêb yan jî ew nivîs ji bo bêhnderxistinê nivîsîbû. Ew bi xwe dibêje ku wî xwestiye bi rêya çîroka Mem û zînê derdê dilê xwe bibêje:

Zînê û Memê bikim behane

Þerha xemê dil bikim fesane

Xanî li ber xwe projeyeke mezin danîbû. Ew jî kurdîkirina islamê, lê mixabin kesekî ku bi destê wî bigrta ji mîrîtiya kurdî nebû loma jî projeya wî nîvkuþtî ma û neçû serî.

14- Ji cîlê zeman û serdema xwe zêdetir ji bo nifþên wêbêyê nivîsandiye dibêjin hin kes. Dîtinên te ?

Muxatebên Xanî tevaya milletê kurd bû. Mîr û wezîr, zengîn û feqîr, þêx û mela û feqî û gundî û rêncber û rewþenbîr. Lê di serî de wî berê xwe dabû otorîteya kurdî û ew bi gunehê bindestiya kurdan tawanbar dikirin. Wî ji bo kesên dema xwe jî ji bo yên ku wê bên jî nivîsî bû. Loma jî nivîsên wî her zindî û vêketî ne, maye kesê ku destê xwe bavêje wan û gewheran ji navê derîne. Yek caran bala xwe didimê ku xitaba Xanî ji mirovayetiyê tevî re ye.Yanî di aliyên xwe yên felsefîk de netewe li ba wî nîn e, mirovayetî bi ferehbûna xwe ve mijara fikr û xebata wî ye. Mînak di pêþgotina Mem û Zînê de ji xwedê dixwaze ku insanan hemûyan ji agir rizgar bike ji ber ku gunehê wan ne bi destê wan e!!

15- Dema Xanî dema aqil û mêjiye. Zemanê Descartes û gelek zanayên din e. Rola aqil û giraniya aqil çend e, Xanî çendî agehdar e ji hemdemên xwe li Rojava dema behsa vekirina deriyê zihîn dike, dema behsa girîngiya xwendinê û xwedankitêbbûnê dike, têkiliya nav xwendinê û aqil, rola xwendinê ji bo aqil ?

Ev yek li ba Xanî xwe disipêre bingeheke islamî, yanî vekirina derê zihn ne tenê daxwaza fîlosofên rojava bû. Di quranê de doza fikirandina di hebûnê de heye, doza vekirina deriyê zihn û têramîna di gerdûnê de di mexlûqatên Xwedê de di fikra islamî de heye. Ez ne di wê baweriyê de me ku haya Xanî ji fîlosofên rojavayî yên dema xwe hebû. Bingeha Xanî û fikrên wî yên felsefîk bingehke rojhilatî ye. Ýmamê Xezzalî. Ibnû Sîna. Ibnu Ruþd û Ibnu Erebî û mutesewwifên din jêder û çavkaniyên wî bûn. Helbet haya wî ji felsefeya yûnanî ya kevin jî hebû. Çiku felsefeya islamî bi xwe li ser hîmên ya yûnanî avabûbû.
16- Aliyê perwerdekarî û aqil li ba Xanî, aliyê pedagojîk û metod ??
Xanî du namîlke(kitêbok) ji bo xwendevan û telebe û feqiyên medreseyan danîn. Min berê jî got ku mebesta Xanî kurdîkirina islamê bû. Wî Eqîda Imanê ji bo xwendekaran danî, her weha Nûbuhara Biçûkan ji bo fêrbûna zimanê erebî(bi taybetî ferhenga quranê) nivîsî. Di van berheman de Xanî þîretên exlaqî jî li xwendevanan dike. Yanî ne tenê zanîn lê exlaq jî hedefa wî ye.

17- Dersên li medreseyên Kurdistanê dihatin xwendin û hebûn û nebûna berhemên Xanî di nav wan de ?

Herdu kitêbên Xanî(Eqîda Imanê û Nubuhara Biçûkan) di nava rêza kitêbên perwerdeyê de bûn. Heta niha jî li hin medreseyan têne xwendin. Her weha þerh jî li ser Eqîda Imanê hatin nivîsîn( mînak Mele Ehmedê Qoxî rêberê sanî li ser þerha kitêba Eqîda Imanê ya Xanî nivîsiye û ew berhemeke hêjaye) her weha çend caran Nûbuhar hatiye çapkirin û li her çar parçeyên Kurdistanê jî belav bûye û hatiye naskirin.

18- Agehdarê rewþa gel e, dibe ku li patytextan jî geriyabe û dîtibe ku kesê bêdewlet çendî bi kapasîte dibe bila bibe, nirxekî wî tune ye û ev bûbe sebeb û tehnek ji bo wî, da ku dest bavêje qelemê.

Xanî eþkere kiriye ku hedefa wî ji Mem û Zînê danasîna milletê kurd e û beyankirina têkiliya wî ya bi wêje û zanînê re ye. Her weha xwestiye bibêje ku milletê kurd ne di dema hovîtiyê de ye, ew milletekî di nav de çîrokên payebilind yên evînê diqewimin, temamen mîna farisan û ereban û xelkên din e. Wî bi Mem û Zîne piþtgiriya kurdan kiriye û bêguman hin tahne vegerandine, çiku ez bawerim ji wê demê de milletên derûdora kurdan, kurd bi nezanî û hovîtî û bêkitêbî tawanbar dikirin.

19- Mirov dibîne ku hêrseke wî heye li himberê desthelatdarên serdest. Xanî hez ji wan nake û nexwestiye têkeve ber siya wan û di riya wan re mîna hin kesên din riya modeyî û nebaþ, ne bi þexsiyet bineqîne. Ev tiradisyonek e rewþenbîrî ye, ev tercîh û neqandinek gelekî bi þuûr û hiþmendane ye, ji bo vê tu çi dibêjî ?

Xanî mînaka rewþenbîrê têkoþer e. Rewþenbîrê guhertinxwaz e. Rewþenbîrê ku her li hêla gel radiweste û dijîtiya desthilatdariê û zulmê dike. Di vir de tiþtê balkêþ ew e ku Xanî di gel ku desthiladarîya biyaniyan bo xwe kiribû hedef û doza liberrabûna wê dikir, desthilatdariya hundur ji rexneyên xwe bêpar nekiribû. Yanî wî ne tenê osmanî û ecem di bindestiya kurdan de tawanbar dikirin, di heman demê de mîrên kurdan jî rexne dikirin û digot: ku gunehê we jî heye. Ew dikare ji bo rewþenbîrên vê dema me bibe mînakekî berbiçav. Yanî rewþenbîrê kurd yê ku li himber neyaran têkoþînê dike, divê çavê xwe ji þaþiyên desthiladraiya kurdî re jî negire.

Fîlosofê îtalî Antonio Gramsci her mirovî bi rengekî ji rengan rewþenbîr dibîne, lê dibêje ku ne her kes dikare wezîfeya xwe ya civakî bibîne û roleke girîng di guhertinan de bilîze. Avayî li ser vê baweriya xwe têrma (Organik intellectuals) derxiste meydana wêje û felsefeyê. Li gor wê têrmê hin rewþenbîrên mezin hene wezîfeyeke wan ya mezin di civakê de heye. Ew cûre rewþenbîr bi tu awayî ne dûrî doza gel û tevgerên civakî û siyasî ne. Di bircên bilind de dûrî civakê rûnanin û piþta xwe nadin êþ û jan û hêviyên xelkê. Di vê mijarê de Gramsci nêzîkî mutesewwufên mezin yên mîna Geylanî û Hellaj dibe. Wan jî digot ku : derdê me rihetiya mirovan e, yan bi gotina erebî ya Geylanî: hemmuna rahetul xelq!

Eger em Xanî bi vê rastkêþê bipîvin em dibînin ew yek ji girîngtirîn rewþenbîrên rojhilatê yên wezîfedar e. Wî bi xwe gotiye ku ew ji bo xelkê derdan dikêþe:

Safî þemirand vexwarî durdî Manendî durrê lîsanê kurdî Înaye nizam û intizamê Kêþaye cefa ji bo yî `amê

Yanî wî zimanên serdest yên erebî farisî û osmanî li pê xwe hiþtin û bi wan nenivîsî û dest avête qelemê û bi kurdî nivîsî, wî ev zehmetî û cefaya nivîsandina bi kurdî ji bo xelkê kiriye! Di vê çarçovê de Xanî ne tenê li ser eniya derve þer dikir û xizmeta gelê xwe bi ronîkirina bîr û hiþê wan dikir. Ne tenê bala wan dikiþand ser xeterên derve. Wî hundur jî ji bîr nekir û bi eynî cesareta ku pê pirsên mezin derbarî mijarên felsefîk ji xwedê dikirin û bi eynî cesareta ku pê doza serhildaneke mezin li himber rom û eceman dikir. Bi wê cesaretê rexne li hakimên kurdan jî dikirin. Rexneyên tund û tûj li mîrê dema xwe jî dikir. Wî qet ne digot: de bila be, þerê me yê esasî li himberî neyarekî mezin e, bila em çavên xwe ji þaþiyên mîr û serekên xwe re bigrin, wî ne digot niha em di halekî de ne ku ne layiq e em rexneyan li mîrên xwe bikin. Lê berovajî vê nerînê heta jê hat wî mijara bindestiyê û perîþaniya kurdan weke yek mijarê didît. Cudayî nexiste navbera dijminê derve û yê hundur. Ji xwe mîrên kurdan mîna hevkarên desthilatdarên derve didît û digot: Namûs e li Hakim û emîran!! Bi vî awayî Xanî xwest rola xwe ya mezin di guhertinên bingehîn de bilîze. Li eniya ziman, wêje û kurdîkirina diyanetê, li eniya hundur û rexngiriya civakê û mîran, û di eynî demê de li eniya derve xebateke bê rawestan dikir. Xanî heta ku karibû otorîteya rewþenbîr ji bo xizmeta gelê xwe bi kar aniye û negotiye: ma wê rexneyên min þairê reben çi guherînan çê bikin!
Li vir ez minasib dibînim ku Xanî û Cizîrî hinekî bidim ber hev.
Melayê Cizîrî jî yek ji rewþenbîrên demên me yên pêþîn bû. Ew jî yek ji pêþengên afirandina wêjeyeke kurdîziman bû. Lê di aliyê xwe yê wezîfedariya rewþenbîrî de gelekî li piþt Xanî bû û belkî jî roleke wî ya nebaþ di avakirina zihniyyeta piþtgiriya desthilatdariyê de hebû. Di du helbestên xwe de pesnê mîre cizîra Botan kiriye û jê xwestiye ku dijber û muxalifên xwe bikuje!! Ew dibêje:

Ê ne wek go bê ser û pa bit di benda xizmetê Ma di çewgana te her pergende û meqhûri bî!!

Cizîrî li vir eþkere dibêje: divê her kesek li ber mîr mîna gogê be û mîr çawa bixwaze wê gogê bavêje dê bavêje, yê ne wisa be bikeve ber qehr û xezeba mîr.

Di helbesta din de dibêje:

Ê ji emrê tey mukerrem serkeþî kit þubhê þem` Ber serê tîxê te û meqtûlê mûkarê te bî

Ê ne dewletxwahê hezret bit ji nêva can û dil Þubhetê ehlê þeqawet qehr û azarê te bî

Her kesê ne j´can du`ago û senaxwanê te bit Girtiyê qeyda te û amancê nûbarê te bî!!

Dêje yê ku li ber mîr rabe divê mîna mûmekê li ber þûrê wî bihele û were kuþtin! Yê ku ne dilxwazê mîr be divê qehr û zordariya mîr bibîne, yê ku ne pesinkarê mîr be û jêre nebe zirnecî û daholvan divê di hebs û zindanan de be û bibe hedefa tîran û were kuþtin!!i vê helbestê de Cizîrî alîgiriya xwe ya ji mîr re dîsa dubare dike û dibêje.

Li vir mebesta min ne ew e rexneyan li Cezerî bikim bi qasî ku vê diyradeyê bînim ziman. Diyardeya ronakbîrê li ber siya siyasetmedar veketî û sînorên têkiliyê bi desthilatdariya hundur ve. Diyardeya rewþenbîrên ku di sîya hakimê kurd de dimeþin û jêre dibin borîzan û þûrê wî radikin da ku muxalifan ji ber wî ve bikujin yan dengê wan tunne bikin. Li rex wê jî diyardeya rewþenbîrê netirs ku dizanin ew jî bi pênûsa xwe, bi peyva xwe û bi tesîra xwe ya li civakê hêzeke mezin in û divê otorîteya gotinê ku ne kêmî ya çekan e bi kar bînin.

20- Helbet kesekî rewþa xelkê, bihevrenebûna xelkê û tifaq û bêserokaytiya xelkê ji xwe re kiriye derd, çima ne bi zimanê xelkê belê bi zimanekî bilind û ne yê xelkê nivîsandiye. Gelo ji ber wê ye ku xîtabî mîrek û mezinan dikir û yan jî gelo ji ber ku bi tenê ji bo siberojê û cîlên wêbêye dinîvisand. ?

Li ser zimanê Xanî mirov dikare bibêje ku Xanî bi qesdî û zanebûn bi wî zimanî nivîsiye. Ew zimanê astbilind zimanê dîwanên mîran û meclisên þair û aliman bû. Muxatebê Xanî yê sereke, zana û mîrên kurdan bûn loma jî bi zimanekî bilind ango zimanê wan bi xwe bi wan re axivîye. Lê dîsa jî di nav de zimanê gel ji bîr nekiriye. Di gelek cihan de ziman nêzîkî ruhê gel e, zimanekî gelêrî ye. Mirovê bixwaze dikare li Mem û Zînê vegere û bi dehan mînakan derîne. Mesele dema ku Beko dixwaze Memo germ bike û raza dilê wî derîne, wisa ji Mîr re dibêje:

Go min diye ya Memê hebandî Kîjek(Qîzek) ereba ye lêvdeqandî!!

Ev sedî sed bi zimanê xelkên ji rêzê ye, ne zimanekî edebî ye. Û weha gelek mînak hene.

Li aliyê din wî dixwest esasekî ji bo zimanê edebî deyne. Wî bi xwe gotiye ku min zaravayên kurdî têkel kirin:

Buhtî û Mihemmedî û Silîvî Hin la`l û hinek ji zêr û zîvî

Tersî-´i kirin wekî biçûkan înane bi qeyserî û sûkan

Evhewldana yekem e li gor zanîna min ku wêjevanekî kurd bi zanebûn zaravayên kurdî li nav hev xistine da ku zimanekî wêjeyî ji bo tevaya kurdan deyne.

Her weha wî di rêya pirrkirina peyvên erebî û farisî xwestiye bibêje ku ew çendî di van zimanan de þareza ye. Xanî bi wan herdu malikên ku di dawiya Mem û Zînê de hatine, ku me li jor tesbît kirine, zimanê ku pê berhema xwe nivîsiye berçav dike. Ew dibêje ku wî zimanê erebî û farisî têkelî hev kirine(Bi hezl û bazî) ango wekî lîstik û nîþandina hunermendiyê û hakimiyyeta li ser wan zimanan. Bi rastî jî zimanê erebî û yê farisî ku di Mem û Zînê de hatiye bi hostatiyeke mezin derbasî berhemê bûne. Wî ne tenê peyvên erebî û farisî yên naskirî xistine berhema xwe. Lê heta jê hatiye peyv û gotinên wan herdu zimanan yên ku tenê di ferhengan de hene û nayên bi karanîn jî bi karanîne. Mînakên me yên ji zimanê erebî ev in:

Yûh: yûh gotineke erebî ku ereb bi xwe wê nema bi kar tînin. Ji bo navê rojê hatiye bi karanîn

Kubbar: peyveke erebî ji bo tiþtê mezin di Quranê tenê de hatiye bi karanbîn.

Deyyar: ji bo niþtecih tê bi karanîn. Ew jî peyveke quranî ye. Serser: bi tîpa Sad ê, bayê sar û zuwa ku peyveke quranî ye.

Nisfiyye: pîþekariya paqijkirin û þayikkirina gewher û mirwariyan. Bi qasî ku ez di berhemên erebî de geriyam e, min tenê di kitêbeke klasîk de dîtiye.
Û weha gelek peyvên din.
Balkêþ e ku Xanî peyvên tirkî hindik bi karanîn e. Du nîvmalik tenê û çend peyv bi tirkî ne. Ev bi serê xwe mijara lêkolînekê ye.

Malika duyem ku Xanî tê de dibêje:

Buhtî û Mihemmedî û silîvî

Destnîþanî sê devokên kurdiya kurmancî dike. Buhtî devoka ku Cizîrî pê nivîsiye û bêguman Xanî kilîta vê devokê bi dest xistibû ji ber ku him li Cizîrê mabû him jî berhemên berî xwe yên bi wê devokê xwendibûn. Devoka Mihemmedî jî ku Emînê Osman dibêje ew devoka Xanî bi xwe ye û li derdora Hekariyê ku eslê Xanî ji wê herêmê bû belav bû. Devoka Silîvî jî devoka ku ji çemê Dicle heta bi sînorê Bazîdê belav e. Cudatîyên di navbera van devokan de zimanzan dikarin bipên û lêkolîneke berfireh derbarî zimanê Mem û Zînê de binivîsin.

Ya pêwist ji bo me ew e ku Xanî gava yekem ji bo zimanekî standard avêtiye. Wî bi vê gava xwe ya pêþeng xwestiye ku berhema wî li ba piraniya xelkê were famkirin. Ne ku bibe berhema herêmekê û girtiya êleke ji êlên kurdan. Gava yekem bû ku Xanî rê li ber devokparêziyê girt û derîyên zimanê kurdî vekirî hiþtin. Zaravayên kurmancî yên ku wî dizanîbûn di berhema xwe de têkel kirin û devokek di ser ya din re nedît. Ne mîna hin (Zimannezanên) me yên îro ku zaravayê gundê wan yan dapîra wan zaravayê (herî rast e) û her berhemê bi kodika xwe dipîvin! Xanî dixwest zimanekî ku tevaya kurmancên wê demê tê bigihîjin werîne meydanê. Wî xwest bi vê gavê zaravayan nêzîkî hev bike. Wî bi hesanî digot: neþim, û (nikarim) jî bi kar dianî. Digot nekar, û natewan jî li rex wê datanî. Biwerîne digot û bîne jî! ji bo (çima) ev çend cûre peyv bi kar anînebo çi? Ji bo çi? Ji bo çira? Çira?). (Bêje. Bibêje. Bibê. Bê) her çar gotin li ba wî hene! (Hin, Hinek, hindek, Hinde) ev hemî durr di vê kana gewheran de diçirisînin. Niha em dikarin li þopa Xanî herin û bi zanebûn ji her zaravayî, zimanê xwe yê standard ava bikin û zengîn bikin. Rikberiya zimanî ji holê rakin û êdî ji pozê xwe dûrtir bibînin.

Li ser zimanê Xanî nakokî derketin meydanê. Dr. Izzedîn Mustefa Resûl dibêje ku zaravayê Xanî botî ye: Xanî destana xwe di esas de bi zaravayê botî nivîsîye ku ew jî þaxek ji þaxên kurmanciya bakur e! lê Reþîdê Findê di kitêba xwe de ya ku sala 1986 an bi erebî li Bexdê derxistibû wisa lê vedigerîne: ji ber ku Ehmedê Xanî xwediyê desthilatdariyeke xurt bû ne tenê li ser zimanê kurdî lê li ser zimanên rojhilatê yên cîranan jî, em dikarin bibêjin ku þahesera wî Mem û Zîn tevneke hevgirtî û lihevhatîye ji her zarave û zimanî.

Mixabin gelek caran hin kesên ku Mem û Zîn xwendine, zimanê Xanî yê têkel mîna kêmaniyekê dibînin. Ew kes dixwazin bi pîvanên rexnegiriya îro û li gor þert û mercên ekolên nûjen vê berhema klasîk bipîvin. Ew Mem û Zînê ji sedsala hivdehan hildikiþînin û tînin didin ber pertavên rexnegiriya îro ku karekî nerast e.

Min bi xwe bala xwe daye gelek rewþenbîrên kurd yên erebînivîs ku þaþitiyeke mezin di heqê Xanî û berhema wî de dikin dema ku þert û mercên afirandinê yên di dema Xanî de binpê û paþguh dikin. Ew nizanin ku ev berhem berhema dem û cihekî ku pir cuda ye ji dem û cihê me yê îro. Bêguman teoriyên Aristo yên di kitêba wî (Hunera helbestê) yên derbarî ciwaniya helbestê de ne mîna teoriyên T. S. Eliot in. Textê (Brokost) yê rexnegiriyê ji bo bejna Xanî gelekî biçûk e û divê yan destên wî jê bibin yan jî piyên wî da ku ew text êdî bibe li gora bejna wî!

Divê em zanibin ku zimanê kurdî di wê demê de nû rêya xwe diçirand. Di nav wan zimanên serdest de, li ser destê klasîkên me ew mîna gundiyekî ku ji niþkê ve derbasî bajarekî mezin bibe û niaznibe berê xwe bide ku, xwe bi zorê derbasî asta nivîsandinê kir û berhemên hêja hatin meydanê.

Zimanê erebî êdî kemilî bû û li cîhana islamî ji sînorên Ispanyayê heta Çînê çûbû. Êdî bûbû zimanekî pîroz û pêlêkirina rûpelekê ku herfên erebî li ser bin, gunehekî mezin bû. Bi sedan û ji her milletî (Suryan, Kurd, Ecem, Tirk, Cihû) xizmeta vî zimanî dikirin, ew pêþ dixistin, berhem bi erebî werdigerandin. Erebî di demke kin de bû zimanê felsefeyê, zimanê tibbê, zimanê stêrnasiyê û zimanê her cûre zanistên wê demê naskirî piþtî ku tenê zimanê helbestê bû. Bêguman ne tenê ji ber ku ew zimanê Quranê bû wisa pêþ ket, lê mîr û sultan û xelîfeyan gelekî alîkariya rewþenbîran kirin û heta di dema wergerê ya pêþî de, di serdema Ebbasiyan de giraniya her kitêbeke wergerandî zêr didane wergêr! Zimanê farisî jî zimanê imperatoriyekê bû ku her carê diçû li ber dergehên Atina yê hespên xwe ditewilandin. Erê ew tûþî negbeya islamê bû û hindik mabû ji holê rabe lê li ser destê sultanên samanî û xeznewiyan dîsa li ser piyan rawestiya û ji berê geþtir bû.

Dr. Zebîhullah Sefa dibêje: (mîr û sultanên serdema samaniyan heta ku Selçûqî hatin, û sultanên Muxulan li Hindistanê mal bi ser nivîskar û þairan de dirijandin. Alîkariya her kesê ku xizmeta zimanê farisî dikir, dikirin. Heta tê gotin ku hinek þair mal û samanekî mezin bi dest xistibûn û wekî sultanan jiyana xwe dikirn. Dibêjin jî ku Rûdikî malê xwe li ser piþta çarsed deveyî bar dikir. Û `Unsurî(Nivîskarê destana Wamiq û `Ezra) kêr û kevçiyên metbexa xwe ji zêr çêkiribûn)!

Bila em bibêjin ku ev agahî hemî ji mubalexeyên mêjûnivîsan in. Lê rastiyek di wan de heye. Bêguman piþtgiriya ziman li ba faris û ereban dihate kirin. Bazara zanînê li ba wan milletan ne mîna bazara ku Ehmedê Xanî qumaþê xwe têde daxiste ber destê kesên ku buhayê qumaþê wî nizanîbûn. Li ba xelkê bazar germ û li ba kurdan jî kesad bû!

Zimanê osmanî jî di gel ku ne mîna yê erebî û farisî gihiþtî bû jî, lê dîsa li qadeke mezin û fere hatibû belav kirin. Zimanê imperatoriyekê bû ku hîrehîra hespên leþkerê wê ji guhên qiralên Ewropa dernediket û li ber deriyê Viyanayê þingeþinga þûrên wan bû. Di gel wî hawî jî osmanî ji tesîra erebî û farisî nefilitîn. Heta yekî mîna Fuzûlî helbestên xwe ji peyvên erebî û farisî dagirtibûn. Îca eger Ecem bi wê hêza xwe û osmanî ku hêza herî mezin bûn di wan deman de ji bin giraniya erebî derneketin, wê rewþa zimanê kurdî çi bûya ! ew zimanekê ku hîç kesek guh lê nake û ne mîrek û ne sultanek piþtgiriyê dide kesê ku pê dinivîse! Tenê çend siwar li ser piþta hespin lawaz derketin meydanê û tozeke sivik bi xwe xistin! Kê dê guh li wan bikira?

Êdî li ba piraniya kurdan bi xwe jî zimanê kurdî zimanekî ji bo têgehiþtina rojane bû. Nedihate bala wan ku ew ziman jî mîna yên din pê tê nivîsnadin, heta ku di nav hinek kurd de hedîsek li ser zimanê pêxember bi vî awayî belav bûbû:

Dibêjin rojekê Fatma ji bavê xwe pêxember pirsiye: ma ji bilî erebî ziman hene? Pêxember gotiye: erê, gelek in û di nav wan de kurdî jî heye! Fatma pirsiye: û Kurdî çi ziman e? hîn wisa dengê derî tê, Fatma diçe derî vedike dibîne yek li ber derî rawestiyaye û dipirse: Metê Memed li mal e? Fatma matmayî tê ba bavê xwe û dibêje: yek li ber derî ye wisa dibêje! pêxember dibêje: ey keça min. Ewê li ber derî Cibrayîl e û bi zimanê kurdî axivîye. De here bêje: erê li mal e!

Ev hedîs bi xwe ne rast e, lê em ji wê tê digihin ku kurdî jî mîna zimanekî xwe di nav zimanên din radikir û dixwest isbata hebûna xwe bike. Dixwest piþtgiriya taybetiyên xwe bike û cihêrengî û cudatiya xwe biparêze. Dixwest bibêje ku ez ne zimanê diz û rêbirra me. Ez ne zimanekî kovî me ku ji nivîsandinê re nabim. Þerê zimanê kurdî ji kevin de dihate kirin. Di berhemên kevin de em îþaretin biçûk lê pirrwate dibînin ku çawa ev ziman ketibû ber pencê dijminan û dixwest wî tunne bikin. Þairekî ereb hebû ku leqeba wî Þeytanê Iraqê bû(Di serdema atabegiyên tirk de )di helbesteke xwe de dev avêtiye Kurdên Hewlêrê û ew bi keran þibihandine û têra xwe qerfên xwe bi zimanê kurdî kiriye

Bêguman mîratê dijmintiya zimanê kurdî li rojhilatê belav bûbû û hayê Ehmedê Xanî û klasîkên me jê hebû loma jî dest avêtin qelemên xwe û milên xwe hilmalan û dest bi piþtgiriya vî zimanî kirin û nivîsîna bi kurdî li ba wan bû startejiyeke di ser her tiþtî re. Êdî nîvîsîna bi kurdî li ba wan bû þerê man û nemanê û bi tena serê xwe û bêyî ku piþtgiriyê ji mîrekî yan hakimekî kurd bibînin berhemên xwe nivîsîn. Gavên ku wan avêtin þoreþek bû di mêjûya kurdî de ku baweriya kurdan bi zimanê kurdî xurt kir. Xanî zimanê kurdî bi durdiya binê peyalê ya gerrek þibihand û di gel wisa jî, di gel gerrekî û þêlûbûna wê meya han Xanî (vexwar) û meya pak(erebî û farisî) li pê xwe hiþt. Di spîkirina sifr de(nivîsîna bi zimanê kurdî de) xebitî û dev ji zêr û zîv berda, lê bi qiriktehlî jî got ku kesî mora xwe li ser wan diravên sifr bixe nîne! Bêguman Xanî peyvên biyanî gelekî bikaranîne lê mebesta wî ew bû ku hunera xwe û tewan û þiyana xwe ya mezin di van zimanan de bide xuyakirin bû. Stratejiyeke pakkirina ziman li ba wî nebû . Û di gel wisa jî xaliya Mem û Zînê xaliyeke kurdî ye bi tayên biyanî hatiye xemilandin û li gor pîvanên klasîk ew xalî bi saya wan tayên rengîn ciwantir û buhatir bûye.

Mirov bala xwe didê ku rêjeya peyvên biyanî, bi taybetî yên erebî di zimanê çîrokê de li ba Xanî kêm dibe, lê di zimanê felsefe û dîn û tesewwifê de pir e. Yanî derbarê wan mijarên ku kurdan pê tiþtek nenivîsî bû Xanî bêgav mabû ku pala xwe bide zimanê erebî û farisî, ev jî dide xuyakirin ku Xanî berhemên felsefî û dînî û tesewwifê ne bi zimanê kurdî xwendine. Em nikarin vê yekê ji bo Xanî kêmanî bihejmêrin çiku heta niha me peyvên kurdî yên ku cihê wan peyvên biyanî bigrin nedîtine û peyda nekirine di gel ku bi dehan sazî û instituyên me li Kurdistanê û Ewropayê hene, di gel hezaran nivîskar me hîn jî peyvên þûngir ji bo: Tecellî. Fenaya mutleq. Quwayê cazibe. Hal. Meqam. Keramet. Alemul xeyb. Alemuþþehadet. Ezel….û hdw nedîtine. Ez ne ku dibêjim zimanê me bêkêr e lê dibêjim em bi xwe bêkêr in.

Xanî þairekî li gor karînên xwe zimanê kurdî parastiye û berhemên wî gelek peyvên kurdî yên resen parastine. Mixabin heta niha gelek ji wan peyvan hene ku ciwan û nazik in lê bala nivîskarên me nekiþandine û ew hîç nêzîkî wan nebûne û li gewherên ku di Mem û Zînê û berhemên din de hene haydar nebûne. Em wan peyvan di ferhengên xwe yên nûjen de jî nabînin û tenê xwe qurre dikin û pirrbêjiyan li ser zimanê bûriyên xwe dikin.

Divê em zanibin ku kurdiya me ya îro, ya ku çê xirab paktir e, bi saya wan kesan bûye zimanekî wêjeyê. Ev ziman ne ji ezmanan bi ser me de hatiye, lê hêdî hêdî û di êtûna xebata wêjeyî ya ku bi sedê salan dirêj kiriye de sîqal bûye û bi vî rengê ciwan gihiþtiye ber destê me. Divê em êdî nankoriyê nekin û qenciya van klasîkan jî piþtguh nekin.




Xanî IV
21- Xanî jî mîna Dante dike. Dibîne ku qedrê zimanê neteweyên din heye, belê yê kurd tune, ew vê zane û ya ku çu rewþenbîr cesaret nake bike, dike. Lê bi ferqekê, zimanê Dante nêzîkî zimanê xelkê ye.

Berhevkirina Xanî bi Dantê re tiþtekî di cihê xwe de ye. Dantê dema ku piþta xwe da Latînî û bi zimanê gel nivîsî, xwest hestên netewî li ba milletê xwe istismar bike. Xanî jî wisa kiriye. Ez bawerim Xanî dikaribû Mem û Zinekê bi farisî birêse ku deh carî ji ya kurdî xweþtir be. Lê kurdî tercîha wî bû. Em nabêjin çima zimanê wî ewqasî giran e, divê em pîvanên rexneyî yên li gor dema Xanî bikar bînin. Wî dixwest qedrekî wêjeyî di nav gelan de ji bo Mem û Zînê deyne. Berê Memê Alan hebû û bi zimanê gel bû, eger wî jî bi wî zimanî binivîsanda wê tu cudatî xuya nebûna. Me di bersiva berê de bi firehî behsa zimanê Mem û Zînê kir. Ne hewceye em dubare bikin.

22- Ji vê awurê Xanî mirovekî qalibþikên û guhertinxwaz û radîkal e, dema ne bi zimanê serdestan belê bi yê zikmakî dinîvisîne. Ev þêwe radîkaltî bi awayê xwe mîna radîkalîzma Martin Luther, Jan Huse, Kalvin û Zivingli ye. Radîkalîzma wî ne bi tenê di nivîsandina bi zimanê kurdî de ye, belê di naverokê de jî xwiyaye dema behsa ereb, faris û roman dike ku dê ji me re bikirina xulamî.

Xanî bi xwe behsa qalibþikêniya xwe dike, wî mem û zîn a xwe mîna gaveke qalibþikênî hesibandiye û dibêje:

Yanî ne ji qabilî û xebîrî belkî bi te`essub û e`þîrî Hasil ji i`nad eger ji bêdad ev bid`ete kir xilafê mu`tad safî þemirand vexwarî durdî manendê durrê lisanê Kurdî Înaye nizam û intizamê kêþaye cefa ji bo yî a`mê

Ew dibêje ku wî bi vê berhema xwe qalibên kevin þikandin, dest avête zimanekî kurdî ku mîna girrika di binê peyalê de dimîne û bala kesî ji bo vexwarinê nakiþîne. Rast e ev gava wî ya ku hûn dibêjin radîkal e ne tenê ji hêla zimên de bûye, lê ew bi naverokê jî gaveke bi cesaret bal bi qalibþikêniyê ve ye. Yanî eger em wî û Cizîrî bidin ber hev, Cizîrî jî bi kurdî nivîsî, lê naveroka Cizîrî evîndarî û xezela ilahî bû, rûhaniyyet bû. Eger em wî û Þerefxan bidin ber hev, em dibînin ku di naverokê de nêzîkî hev in lê di ziman de Xanî li pêþtir e. Di vir de nirxên Xanî yên þoreþgêrî diyar dibin. Wî him ziman him jî mijar û naveroka berhemên xwe ji hestên neteweperestî hilbijartibûn. Bingeha wî her milletê kurd û derdê milletê kurd bû. Ev bû qalibþikîniya wî.

23- Netewîtiya Xanî li pêþya demê ye. Helbet berî Xanî jî gelek kurdan bi kurdî nivîsandine, belê Xanî dewleta kurdî dixwaze û doza yekîtî û rizgarbûna kurdan dike.

Rast e. Li pêþiya demê ye ne tenê nisbet bi kurdan lê nisbet bi milletên ewropayî ve jî. Bala xwe bidinê Xanî ev naqosa milletperweriyê vekuta di demekê de ku supayên Osmaniyan(cihad ) li ewropaya rojava dikirin!! Îcar þêxekî mîna wî di wî quncikê jibîrbûyî ji imperatoriya osmaniyan bangî milletê xwe bike û dozê li mîr û siyasetmedarên kurd bike da ku serî hildin û þûr di rûyê sultanê osmanî û artêþa wî de bilind bikin tiþtekî divê lê bête kolandin û bingehên vê daxwazê werin naskirin. Wê demê ewropiyên(Xaçhebîn) bi artêþan pêþberiya osmaniyan dikirin. Xanî yê (misilman)jî bi qelema xwe!! Divê ev yek bibe mijara gelek lêkolînan û zanayên ewropî jî beþdarî niqaþên bi vî rengî li ser Xanî bibin. Ji bo wan jî Xanî semboleke berxwedanê ye ku mixabin ne berê ne jî niha guh li vê banga azadiyê ya kurdan nakin û çavên xwe ji kiryarên dijminê gelê kurd digrin. Bala mirov dikiþîne ku Xanî bêtir rizgriya gelê kurd kiribû mijar ji bo xwe, ne rizgarkirina axa welêt!! Çawa be azadiyeke kurdan ya (cografîk) hebû, yanî mîrnuþîniyên kurdan hebûn ku kurdan bi xwe ew bi reve dibirin. Heta tê gotin ku Xanî bi xwe jî yek ji karmendên mîrnuþîniya Bayezîdê bû. Lê derdê Xanî bêtir ji wê nîvazadiya han , serxwenbûn û dewlet bû.

24- Ne bi tenê bi kurdî nivîsî, belê ala dewleteke kurdî jî rakir. Erê, min niha got ku derdê wî serxwebûn bû. Wî bêdudilî û gelekî zelal digot: em ji bindestê romiyan derkevin û dewleta xwe bi þûr ava bikin! Yanî xwedî projeyeke siyasî bû jî li rex projeyê xwe yên wêjeyî.

25- Kêmaniyên kurdan dîtin. Nebûna serokayetiyê, bêtifaqî û hevdnegirtin, bêxwendin û bêkitêbbûn..

Wî serokên kurdan(mîr û desthilatdar û hakim) sûcdarên herî mezin di bindestiyê de didîtin.

Namûs e li hakim û emîran Tawan çiye þair û feqîran?

Yanî ev bindestî barê hakimên kurdan e ku ew dikarin xebatê ji bo rizgariyê bikin, ma qeweta belengazên þair û wêjevanan çiye û çi di destê wan de heye!! Helbet ev yeka wî ne ji bo ku bar ji ser milê rewþenbîr bihavêje bû, berovajî vê wî dixwest rewþenbîr jî bi erkên xwe ve rabin û beþdarî þerê azadiyê bibin. Bi qelemên xwe bi zimanê xwe î bi hêza xwe ya wijdanî û rûhî. Ew bi xwe jî mînakekek baþ bû ji bo beþdariya rewþenbîr di þerê azadiyê de. Wek we jî got wî mîna hekîmekî nebza qels ya milletê kurd , û jariya wî vedigerand sebebên esasî yên mîna bêdewletiyê û bêxwedîtiyê û berî her tiþtî bêtifaqiyê.

Lew pêkve hemîþe bêtifaqin Dayim bi temerrud û þiqaqin.

26- þik û goman tune ku Xanî li serokekî digere, zane çendî hewcedariya kurdan bi serokekî heye, belê serokê ew dixwaze kî ye, yekî çawa ye û xisletên wî çi û ne çi ne ?

Xanî giraniyeke taybet daye rola ku serokek dikare di civakê de û ji bo milletekî bilîze. Wî bala xwe qenc dayê ku milletek çiqasî bi hêz be, dilêr û xurt be bêyî serokekî nikare projeyên mezin pêk bîne. Lê kîjan serok?? Em bala xwe didinê ku Xanî doza serokekî dike nêzîkî wî hakimî ye ku fîlosofê mezin Farabî ew ji bo birêvebirina ( El medînetul fadile = Dewleta mukemmel) bi nav kiriye. Xanî dibêje ku ew serok divê berî her tiþtî têkildarê zanînê be. Jîr be. Xemxurê xelkê be. Serfiraz be. Dadwer be. Dilêr be. Hiþmend be… û hdw. Lê ku mirov bala xwe didê dibîne ku kesên rêveberiya milletan di dirêjiya dîrokê de kirine (her wekî Gostav Le Bon dibêje) bi piraniya xwe ne kesên bi fikr û felsefeyê re têkildar in û nikarin têkildar bin !

Nivîskarê ereb Hadî El Elewî jî dibêje ku tevgerên siyasî bêtir li ser destên serokin xwedan hin akarên taybet in ku di rewþenbîran de nînin. Loma jî peyrewên wan serokan piraniya xelkên kêmsewad in ji ber ku ew kes xwe disipêrin Ideoljiyê ne hiþ û aqil. Peyrewiya fîlosofekî yan ramyarekî li ser bingehê fikiranidin û hiþ û mejiyekî fere ye. Peyrewên fîlosofan tim kesên hiþmend in ku bi aqil re têkildar in. Ne mîna peyrewên pêxemberan û serokên siyasî.

Hêviya Xanî di mîrê Bazîdê Mîrza beg de hebû ku projeyên wî pêk bîne. Bi kêmanî qedrê wî zanibe û alîkariya wî bike di bilindkirina asta zanînê de li wê herêmê. Ew nêzîkî desthiladariyê bû û xwe nêzîktir dikir ne ku berjewendiyên xwe yên þexsî bîne cih. Lê wî ji bo tevaya (kurmancan) xebat dikir û dizanîbû ku projeya wî eger ne di rêya serokekî mezin re be dê tucarî pêk neyê. Wî him serokekî ku guh bide zanînê dixwest, him jî yekî ku gelê wî ji bin destê romiyan derîne dixwset. Lê ev daxwazên wî di demekê de hatin ku mîrîtî êdî qels bûbû û destên osmaniyan ketibûn her devera mîrîtiyê. Mîrza beg ji textê mîrîtiyê avêtin û apê wî Brahîm anîn. Piþt re apê wî jî avêtin. Mîr Mihemmed kuþtin û êdî mîrîtî ber bi têkçûnê ve diçû. Hêjayê gotinê ye ku Xanî ne bes doza mîrekî ku li Bazîdê tenê hukum bike dixwest. Wî doza padiþahekî dikir. Padiþakekî xwedan text û tac û dewlet.

Bedirxan is offline  
Eski 10-08-2008, 03:28 AM   #2 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: May 2006
Mesaj: 2,391
Üye No: 2482
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 192000
Rep Puaný : 5271150
Rep Derecesi
Bedirxan has a reputation beyond reputeBedirxan has a reputation beyond reputeBedirxan has a reputation beyond reputeBedirxan has a reputation beyond reputeBedirxan has a reputation beyond reputeBedirxan has a reputation beyond reputeBedirxan has a reputation beyond reputeBedirxan has a reputation beyond reputeBedirxan has a reputation beyond reputeBedirxan has a reputation beyond reputeBedirxan has a reputation beyond repute
Varsayýlan


Xanî V

27-Gazinan ji xwedê dike, ev bûye sêwe tiradisyonek li ba besek ji rewsenbîrên kurd. Fayiq Bûcak helbestek bi navê Gazin ji Xwedê nivîsandiye, Mûsa Anter jî heman gazinan dike û dibêje �Xwedê navê te ne 1001 belê 1002 ne.� Hunermend û dengbêjên kurd jî wek nimûne Mihmed Sêxo jî gelek caran vê peyvê binav dike, serî lê dide.

Erê Xanî berê xwe dide xwedê û gazinan bi navê milletê kurd jê dike. Pirsa bindestiya kurdan, mezlûmiyyeta wan û hin pirsên felsefîk yên mezin jî jê dike. Xwedê bi xwe wek berpirsê gerdûnê tevî dibe muxateb ji bo herkesî dema ku erd lê teng dibe. Çare jê tê lavakirin. Û hin caran gazin û lome jê dibin. Di besê milletperweriyê de Xanî xwedê sûcdar jî dibîne,

emma ji ezel xwedê wisa kir ev Rom û Ecem li ser me rakir!!

Yanî bindestiya kurdan xwedê kiriye qederek ji bo wan, ev jî helbet cihê nerazîbnûnê ye. Di baweriya min de ev cesareta li ber xwedê ji bingehek tesewwufî tê. Çiku sofîyên mezin mîna Mensûrê Hellac û Ibn Erebî û heta Baba Tahirê Uryan jî bi xwedê re rû bi rû dibin û pirsên mezin jê dikin. Baba Tahir li ser belengaziya insanan weha dibêje:

Eger destim resed ber çerxê gerdûn Ez an pursem kî în çûnest û an çûn? Yekî ra dadeî sed barî ni`met Yekî ra qursî cû alûde der xûn!!

Yanî: eger destê min bigihêje çerxa felekê ezê vê pirsê jê bikim(Helbet felek di destê xwedê de ye û bi xwe ne xweda ye): Te sed barê ni`metan daye yekî, û yekê din jî kulorek nanê cehî bi xwînê misdayê dayê!!

28- Xanî pirsan dipirse, di serê xwendevanên kurd de pirsan çêdike, mêjiyê kurdan, zana û deselatdarên kurdan vedixwîne fikirkirinê û derketina ji nav xewarî û tiraletiyê. Bêhna sêweronesansekê ji vir tê, hinekî felsefî ye ji ber ku felsefe û ronesans hinekî bi pirsan dest pê dikin û di serê mirov de pirsan çêdikin.

Xanî avakerê çanda pirsê ye di mêjûya wêjeya kurdî de. Pirsên felsefî. Yên dînî. Yên civakî û siyasî û heta yên wêjeyî. Wî deriyê pirsan ji bo me li pistê vekir û divê em jî li pê wî pirsînê berdewam bikin. Berê xwe berî her kesî da xwedê û pirsa afirandina insanan jê kir û ew berpirsiyarê afirandina Iblîs dît. Got ku Iblîs wek mexlûq bêguneh e, guneh yê te bi xwe ye. Ji vê yekê jî Xanî doz li xwedê kir ku tevaya mirovahiyê, hemû insanan ji agir rizgar bike û tenê(eger pêwist be) Iblîs bavêje nava êgir!!

29- Gelo hayê Xanî ji Selahedînê Eyûbî hebû, hebûbe çend e ? Gelo dema behsa bêeslan dike ku ew jî yanî nasnekirina qencî û xizmetê, bêhurmetiya ji zarwên Selahedin re. Gelo di bala wî de dema balê diksîne ser bêeslan, kesên bi qedir û qîmetê xizmetê nizanin. Mebesta wî çibû ? Ya din dema mirov bala xwe bas dide dîtin û sîroveyên Xanî fikreke wuha çêdibe li ba mirov ku Xanî kurdbûn di ser îslamê re digirt, yan na ?

Haya Xanî ji Selahedînê Eyyûbî hebû yan nebû! Em nikarin rastiyekê bînin meydanê. Lê ez bawer im ku haya Xanî bi tevayî ji dîroka kurdan hebû. Wî bêguman lêkolîn li ser dîrokê kiribûn û gihabû rastiyekê. Fikrên wî ne ji hewayê hatine. Fikrên wî ji xwendineke kûr û dîtineke hûrbîn ji civaka kurdî re hatine. Ez jî di wê baweriyê de me ku Xanî kurdbûn di ser islamê re didît. Yan jî em bibêjin wî misilmantiyeke kurdî tercîh dikir. Loma jî projeya wî ev bû ku islamê bike dînekî bi kurdî jî. Tefsîr ji gotinên Quranê re danîn di Nubuharê de, Eqîda îmanê bi kurdî nivîsî. Helbet di nava metodên medreseyan de eqîda îmanê bi erebî dihate dersdan, lê wî got: na madem em musulman in bila em dînê xwe bi kurdî fêr bibin! Ev bi serê xwe soreseke. Bala xwe bidinê wî gelê kurd ji musulmantiyê dûrnexistiye, lê heta wê astê jîr bû ku bi iddiayên osmaniyan û cihada wan ya sexte nedixapiya. Û dixwest millet jî hisyar bike ku islama osmaniyan islameke derewîn e, islama berjewendiyên siyasî ye û hew. Dixwest bibêje ku islama osmaniyan ne diyanet lê siyaset e!

30-Li ser otorîteyê û hewcedariya bi otorîteyekê gelekî disekine û bi awayê corecor tîne ziman. Mirov dikare gelek nimûneyan bibîne û hilçine di berhemên wî de. Otorîte hebûya � emê nebûna kavil û wêran, kund dê li me nebûna kom� , otorîte hebûya em dê nebûna xizan û nezan. Xezantî û nezantiyê bi bêdewletbûn û bibêotorîtebûnê ve girêdide. Zêdeyî texmînan li ser bêdewletbûnê û encamên wê disekine û wek xalek ji xalên serekî digre dest, pê dadikeve.

Derdê wî ev bû. Eskera û diyar û wek roja sibeheke havînê ronîdar bû. Dewlet! Dewleteke serbixwe di bin ala serokekî jîr û zana de ku nirxê wêje û zanayan zanibe da ku civakê bi hev re pês bixin.

31- Xanî li ser çare û çareseriyê jî hinek tistan dibêje. Li vir behsa sûr, xîret û berxwedanê dike. � Di destê sûrê tazî de ye hukum û ferman� Erê. Pistî ku wî derd û illet bi me da naskirin, îcar navê derman jî got û sêweyê bikaranînê jî anî ziman. Xanî dibêje:

Ger dê hebuwa me serfirazek Sahib keremek suxennewazek

Neqdê me dibû bi sikke meskûk Nedma wehe bêrewac û meskûk

Herçend-i ku xalis û temîz in Neqdêne bi sikkeê `ezîz in

Ger dê hebuwa me padisahek Layiq bidiya xwedê kulahek

Te`yîn bibuwa ji bo wî textek Zahir vedibû ji bo me bextek

hasil bibuwa ji bo wî tacek Elbette dibû me jî rewacek

Xemxwarî dikir li me yetîman Tînane derê ji dest leîman

Xalib nedibû li ser me ev Rûm Nedbûne xerabeê di dest bûm
Mehkûmê `eleyhî we se`alîkak Mexlûb û mutî`ê Turk û Tacîk

Di van malikê nirxdar de yên ku xwezî û lavên Xanî ne, em rexnegiriya Xanî ji mîr re dibînin. Em li gor van malikan dizanin mîrê ku Xanî rexneyan lê dike ne camêr e ne jî dilêr e, lê berovajî wê destgirtî û tirsonek û girêdayê osmaniyan e. Guh nade wêjeyê û li ba wî projeya Xanî ya mezin tistekî pûç û vala ye.

Tistê ku bala mirov dikisîne ew e ku Xanî doza welatekî dike. Doza dewletekê û padisahekî dike. Yanî ne tenê xemxurê mîrîtiya Bazîdê yê. Ew dema ku behsa Tex û Tac û Padisah dike, dixwaze bibêje ku dewleteke mîna ya osmaniyan berfireh û yekgirtî ji bo kurdan divê.

Xanî nivîsên xwe bi pûl û diravan disibihîne û dibêje ku ev pûl û dirav bê qîmet in eger mora padisahekî ne li ser wan be. Çawa pere bê qîmet in ku xitma sultan yan dewletê li ser nebe , wisa jî nivîsên wî ku ne guhdana mezinekî kurdan be dê her dîlên kaxezên ku li ser wan hatine nivîsîn bin. Li ba Xanî sert û mercên dewletekê ev in:

32- Belê otorîte, serok, hêz û û lihevkirin û bihevrebûyîneke neteweyî û jiyana di bin alekê de.

Ji bo wî serokî jî Xanî hin akarên taybet tîne ziman û dibêje ku divê serokê kurdan wisa be:

1) Serfirazî 2- camêrî 3- Dan û standina xwes 4- u guhdana kesên bi wêje û zanistê re têkildar

Di van akaran de Xanî û fîlosof Farabî mîna hev difikirin. Farabî jî di kitêba xwe de(El Medîne El fazile= dewleta tekûz û mukemmel) dibêje ku serokê vê dewletê divê, cirxwes be, zimansêrîn be, edebdost û zanînhebîn be, serbilind be, dilêr û xurt be.

Wa diyar e ku Xanî ji mîrê serdema xwe ne razî bû û ev akar û sifet tê de nedîtin. Em li ba Serefxanê Bedlîsî jî rastî vê yekê tên ku nebûna serokekî bi van akaran bûye sebeb ku Kurd bê dewlet man e. Serfexan dibêje: û ji ber ku di nav kurdan de kesek ranebûye ku hemî têkevin bin ala wî û bi ya wî bikin û li pey wî herin, piraniya wan bûne xûnrêjên hev û guh li qanûnan nakin!

33- Sedem û hokar ?

Herweha em dibînin ku Xanî rewsa kurdan û bindestiya wan vedigerînin du sebebên sereke:

Rewsa hundirîn:

Ew rews sûcê êlperestî û cudatiyên kurdan e. Ku hemî êl (ji ber ku navenda fermanrewayîyê nîne)li dijî hev in û kes bi ya kesekî din nake. Di Serefnameyê de hatiye ku dema sultan Selîm xwestiye mîrmîranekî ji kurdan bike hakimê tevaya Kurdistanê. Ji Idrîsê Bedlîsî re gotiye: Yekî ji nav xwe hilbijêrin. Lê wa xuyaye ku kurdan nikarîbû yek hilbijartana. Idrîsê Bedlîsî vedigere cem sultan û dibêjê: her yek dibêje ez û ne kesî din. Loma jî divê hakimê Kurdistanê ne Kurd be da ku tevde stûyên xwe li ber wî radin!

Rewsa derve: Ew jî sûcê cîrantiya du imperatoriyên mezin û dijî hev e. Osmanî li aliyekî ku tirk û sunnî ne. Û Sefewî li aliyekî din ku ecem û sîî ne. Ji ber vê jî ev herdu imperatorî mîna du deryayên mezin li ser erda kurdan li bin guhên hev dikevin û kurdan di nav pêlên xwe de binav dikin. Qedera kurdan histiye ku ew bibin navber û bend ji herdu deryayên pêldar re û buhayê cengên giran yên her du aliyên ser bi tena serê xwe bidin. Eger em vegerin serê Çaldêranê wekî di pêsgotinê de hatî, dibînin ku ji herdu aliyan gelek mezinên kurdan û zarokên wan hatin kustin. Xanî kurdan mîna kilîtên ser sînoran dibîne. Rastî wisa bû. Heta çîrokeke sultan Bazîd heye dibêje ku dema ji serekî bi sefewiyan re vegeriya diya wî jê pirsî: kurê min te ew sînorê mezin ji kê re hist? Sultan got: min dîwarekî mezin di navbera xwe û eceman de ava kir. Dîsa diya wî pirsî: kurê min çawa çêbû? Ew sînorê wisa dirêj te çi zû dîwar tê de ava kir? Îca sultan got: dayê min dîwarekî ji gost û xwînê û hestiyên êlên kurdan li wir ava kir. Ew dê sînor biparêzin!

34- Pêsnizazên Xanî ji bo van herdû sebeban; ango ji bo van pirsgirêkên navxweyî, bêtifaqî, jixwereyî û berdîberdana kurdan li aliyekî û herdû împeretoriyên bûne du ferên asê perçiqandin û hêrtinna kurdan li aliyê din?

Xanî ji bo ku çareyekê ji astengiya pêsî re ku sûcê kurdan bi xwe ye re bibîne, doza serokekî hêzxurt dike ku karibe kurdan tev de têxe bin siya fermanrewayîya xwe. Ji bo çareserkirina astenga duyemîn jî Xanî doza sûrkisandinê kiriye:

Herçî bire sîr-i destê himmet Zebt kir ji xwe ra bi mêrî, dewlet.

Weha jî dibêje:

Hasil ku dinê bi sîr û ihsan Tesxîri dibit ji boyî insan!!






didome....




Jan Dost

__________________
Bedirxan is offline  
Eski 10-08-2008, 03:55 AM   #3 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: Sep 2007
Konum: Û tu, hê gavek berî niha, sed sal jî derbaz be gavek berî niha...
Mesaj: 952
Üye No: 151013
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 22160
Rep Puaný : 2215881
Rep Derecesi
feqiyê_teyra has a reputation beyond reputefeqiyê_teyra has a reputation beyond reputefeqiyê_teyra has a reputation beyond reputefeqiyê_teyra has a reputation beyond reputefeqiyê_teyra has a reputation beyond reputefeqiyê_teyra has a reputation beyond reputefeqiyê_teyra has a reputation beyond reputefeqiyê_teyra has a reputation beyond reputefeqiyê_teyra has a reputation beyond reputefeqiyê_teyra has a reputation beyond reputefeqiyê_teyra has a reputation beyond repute
Varsayýlan


sipas kekê, parvekirineke pir hêjaye.

nivîs pir dirêje min niha nekarî hemûkî bixwînim, lê ezê di demeke berfireh de teqez bixwînim...

__________________
feqiyê_teyra is offline  
 


Konu Araçlarý
Mod Seç

Gönderme Kurallarý
Yeni konular açabilirsiniz --> izin yok
Yanýtlar gönderebilirsiniz --> izin yok
Eklentiler gönderebilirsiniz --> izin yok
Mesajlarýnýzý düzenleyebilirsiniz --> izin yok

vB koduAçýk
SimgelerAçýk
[IMG] kodu Açýk
HTML kodu Kapalý
Trackbacks are Kapalý
Pingbacks are Kapalý
Refbacks are Kapalý

Popüler Konular:
Bydigi Forum'un En Popüler Konularý
Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-1:

Norton AntiVirus 2008
Panda Antivirus & Firewall 2008
AVG Anti-Virus Free Edition 8.0.100
McAfee VirusScan Enterprise 8.5i
Avast! 4 Professional Edition 4.8.1169
Kaspersky Internet Security 7.0.1.325
Anti-Porn 10.4.11.15
BitDefender Internet Security 11.0.9 (2008)
Eset Smart Security 3.0.642
Ad-Aware 2008

Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-2:

Þeftali Yetiþtiriciliði
Ekolojik Tarým ve Hayvancýlýk
Süt Verimini Etkileyen Faktörler
Dört barajda su bitmek üzere
Karbondioksit salýmý yüzde 50’den çok artacak
VAN (Wan) Tarihi
Amed (Diyarbakýr) Tarihi
Ýç Anadolu Hakkýnda Genel Bilgi
Kültür ve Turizm Bakanlýðý müfettiþ yardýmcýlýðý
2008 yýlý icra müdür ve yardýmcýlýðý sýnav ilaný

Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-3:

Siz Hangi Yemeksiniz ?
Doðum gününüze göre hangi hayvansýnýz?
Doðum Tarihinize Göre Renginiz!
Bebeklerde Gaz Çýkarma
Virüs taþýyan keneler dehþet saçýyor
Þiddetin genlerle iliþkisi olabilir
Karpuz Viagra Etkisi Yapýyor
Panasonic Sony'yi tahtýndan etti!
Mehmet Atlý - Wenda 2008
grup seyran - 2008



Forum saati Türkiye saatine göredir. GMT +2. Þuan saat: 08:14 PM .
(Türkiye için GMT +2 seçilmelidir.)


Powered by vBulletin Version 3.6.4
Copyright ©2000 - 2008, Jelsoft Enterprises Ltd.
SEO by vBSEO 3.2.0
Copyright ©2006 - 2008 Bydigi Forum ®, All Rights Reserved

Bir Forum sitesi olduðumuzdan, kullanýcýlar önceden onay almadan her türlü görüþlerini yazabilmektedir.
Yazýlanlardan dolayý oluþabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanýcýlara aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykýrý herhangi bir durum görürseniz; Lütfen, bydigi@gmail.com'a yada