|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||||
|
Lı Ser Kurden Anatolîya Navîn
Çimakû Kurden kû di herêma sînorên Kurdistanê de dijîn re nêskê 10 partî yê Kurd hene kû heryek ji bo dexazekê hatiye avakirin, Partîyek ji bo kurdistanê Federasyonê dixaze, yek Otonomiye dixaze, yek jî biserî xe bûnê dixaze cendek jî Demokratikbûna dewleta tirk dixaze. Wek min ji we re rêzkir Xelkê Kurdistanê re dexazên organizekirî heyê. Zuvake minê dest bi nivîseka li ser rewşa siyasî û kulûra Kurdên me yê Enetolê bikira. Brayê meyî Can Evîndar jî va çend hefta bervê peşniyar kirî bû kû, em tênekê li ser pirsgirêkên Kurdên me ên enetolê dawestiyana. Ew destpêka brayê Reşwan Brusk di "forumê" de, ji me re bû mane, ez jî ê li ser meselê bi Rêbertîya rohnîkirina nivîsen we çend misra jî we re rêzkim. Dildixwast kû em tim bi zimanî xe yî şîrîn Kurmancî dengkin, binivîsin. Le malesef nemimkin e. Emê bi kurka xe re bi kurmancî dengdikine, ewê bi me re ya bi tirkî yajî bi almanî bersivê tidine. Emê bi kurmancî dinivîsinî kesekî kû me fam dike tune! walle emê nivîsên xe bixe dixunîne. E de xung û brangno werin van danîya ji hev vedin. Ezê xuzan ne Zimanzan im nexwandî me ne jî memoste me. E de ezî nexwandî me ka ê xwandî likû ne? walle mal li me Kurda xera bû ye. Ne li me Kurdê Enetolê tenê. Kurd giştik bûne tirk, tirk...Mejû Kurd e, le dengkirin tirk e. Xûng û brangno, Ji boy min problem û daxazên Kurdên meyê Enetolê, bi problemên Kurdên me yê din ve neyek in. Hûnê bên çima? Çimakû Kurden kû di herêma sînorên Kurdistanê de dijîn re nêskê 10 partî yê Kurd hene kû heryek ji bo dexazekê hatiye avakirin, Partîyek ji bo kurdistanê Federasyonê dixaze, yek Otonomiye dixaze, yek jî biserî xe bûnê dixaze cendek jî Demokratikbûna dewleta tirk dixaze. Wek min ji we re rêzkir Xelkê Kurdistanê re dexazên organizekirî heyê. Gelo Kurdên me yê Enetolê ji xe re ci dixwaze? Yanî dewlet hurû rawe, bê de werin Kurdên enedolê hun ji min çi dixazin? welle emê him ker û him jî lalbin, çimakû me ji xe re qe tiştek nexastî ye ku. - Kurdê Enedolê ji % 100 ê xe, Enetolê ji xe re welat qebûl dike. Yanî di mejû yê yekîde vegerîna Welat (kurdistanê) nemimkin e. - Bixude yek were bê; ji Enedolê derkev in! Erê walle ê harbê bikin dîsa dernakev in. - Heke em terkê Enetolê nekin, liwir bimên, emê di jîyaneke çingde bi nasname xe bijîn? Eceba ji dewletê emê çi bixwazin. - Gotîye meri liser van pirsana rind bifikire. Welle ez li cihanê dinêrim dibînim kû, welle dest ji otonomiyê berde bi serî xe bûn jî ji me re hendike. çimakû li Enetolê nêzikî milyonek du milyona Kurd hene û Enetolê ji xe re kirine welat. Aha ji we re Hejamara Isvicre, a Luxembûrgê, Li başûrê Kibrisê. walle ez çume Basurê kibrisê viqasî der û dora Cihanbeyli tune ne, ji serîkî de têkeve di 45 deqa de tu di hêla din digehî. Ji xeklikan birêkeve tê di 45 deqa da di Cihanbeylî ye bigehî. Birastî gava ez van misrana rêzdikim. Ez bi tirsekê dinivîsînim tirsa mina mezin ne ji dewletê ye ji rewşenbîrên me yên Kurd e. kurdên me ê berê bimin bikenin û kenîyane jî. ê bên: "lo dilovan li Enedolê "Kurdistanek serbixe" dixwaze" û ê bikenin. Disa jî min mesele tenekê vekir. Paşiyê wê jî ji we re cîhdihel im. bimînin di nav xêrê de. KAYNAK.xelkedondurma |
|||||||||||||||
|
|
| Konu Araçları | |
| Mod Seç | |
|
|
|
||||
| Konu | Konuyu Başlatan | Forum | Yanıt | Son Mesaj |
| Mîsyonerên swêdî li Serhedê (1898–1921)... | MÊVAN | Çandi Gişti | 8 | 22-10-2008 07:16 PM |
| Kurdên Anatoliya Navîn | dojehist | Çandi Gişti | 3 | 12-04-2008 12:01 AM |
| 150-saliya hevke?ifkirina kurd û emerîkiyan | MÊVAN | Çandi Gişti | 0 | 25-02-2008 10:45 PM |
| Dîrokzanê Kurdên Xorasanê: | JİYAN ADAR | Çandi Gişti | 0 | 18-12-2007 11:17 AM |
| Kurdên koçberiyê... | rojekanu | Çandi Gişti | 5 | 12-12-2006 01:26 PM |
Bir Forum sitesi
olduğumuzdan, kullanıcılar önceden onay almadan her türlü görüşlerini yazabilmektedir.
Yazılanlardan dolayı oluşabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanıcılara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykırı herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
İletişim'e bildiriniz.
Mesajınız incelenip, kısa bir süre içerisinde gereken müdahale yapılacaktır.