|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||||
|
Seîdê Kurdî, Bedîuzeman yan jî Seîdê Nûrsî sala 1876 ji dê û bavekî bi navê Nûrê û Mîrza hatiye dinyayê û sala 1960 î di temenekî 84 salî de çûye ser dilovaniya xwe.
Jiyana Seîdê Kurdî biêþ e, tije sorgon û koçberî ye. Ew mirovekî bêcîh û bêwar e. Jiyana wî giþ kezebreþî û qiriktehlî ye. Tim bin zextê de, di bin çavdêrî û kontirolê de derbas dibe, dewlet tim biþik e jê û qet lê ewle nabe. Ji temenekî 84-85 salan, 50-60 sal perçe perçe û ji sala 1926 an û pê de jî giþ temenê mayî li xerîbî û xerîbistanê, dûr ji xizm û merevan, ji welat û gel, di nav îkameteke mecbûrî û zîndana servekirî de dubhure. Dema 9 saliye ji malê derketiye, bûye xwendevan û feqeh. Xwendevanekî jîr û jêhtiye. Pirr geriyaye, gelek medrese guhertine. Li Bedlîs, Norþîn, Þêrwan, Sêrt, Mêrdîn, Beyazid û cihê din xwendiye. Çûye Þamê, xudbe daye, li Stenbolê bi Sultan Evdilhemîd re rewþa Kurdan nîqaþ kiriye, doza vekirina zanîngehekê li Wanê kiriye lê. Salên di 1908- 1912 an de di kovar û rojnameyên kurdan de bi kurdî û tirkî meqale nîvisîne. Di destpêka Þerê Cîhanî yê yekem de, li dijê Rûsan rabûye, dîl ketiye, bûye sorgoniyê Sibîrya, salên piþtre di ser Polonya re hatiye Stenbolê, bûye endamê Akademiya Islamî, sala 1922 an xwe ji Akademiyê dikþîne. Ji sorgona li Sibîrya û salên bargiran hinekî westiyaye, êdî temen jî li dora 50 ye. Enerjî û taqeta wî jî ne mîna berê ye, þer, dijwariyan û dûraya çend salan ji welat ew daqurtandiye. Ta û avdeyên sipî ketine serê wî. Imperetorî perçe dibe, li ber ketinê ye. Dirustî û hevaltiya berê nemaye. Hevalên wî ne yên berê ne. Li neynikê li xwe dinere, xwe bêtaqet, bêçare û bitenêmayî his dike li Ewropa jî geriyaye, ferqa di nav wan û welatê xwe de jî niha baþtir dibîne. Cîhana Islamî li ku ye û ya Ewropî gihaye ku, wek pirsekê serê wî, mêjî û ramanên wî bi xwe dadixe, bi xwe re dixe nav hesab û nîqaþekê. Bi bersiva çima ev ferq, çine bingeh û jêderkên wê serê xwe dêþîne. Hinek damarên bêhêvêtiyê jî di dil û bedena wî de dilivin, dilebitin. Tu dibê qey pêjneke wuha heye li cem: „ Madem ez fanî me, wê ji mirovên fanî çi destkewtên min hebin. Wê çi xêr ji faniyan bê. Madem ez bê gavim, ez ji van bêgavan li bendeyî çime. Min got yê alîkariya min bike Baqiyê Sirnedî û Qadirê ezelî ye“. Li aliyê din jin neaniye, nezewiciye, bêzarok e. Xwe bicarekê re dide ilim. Dikeve xewlê, noqî nav raman û cîhana xwe dibe, xwe bi nav de ber dide û êdî sal û dehsalên mayî bêj hema li sorgonê û di nav tenêtiyeke tîr û himbiz de, bi heman monotontiyê temenê wî dixwin, jê didizin. Wa diyare ev e çîroka Seîdê Kurdî û Seîdê destpêka Seîdê Nûrsî. Lêkolînerên jiyana Seîdê Kurdî jiyana wî di çend qonaxan de digrin dest. Seîdê Kevin, Seîdê heta sala 1926 an, Seîdê Nû, salên nav 1926-1949 an û Seîdê Sêhem / Malmisanij, heman berhem 14-16/ Bihara 1923 an piþtî zemanekî dirêj tê Kurdistanê, bajarê Wanê. Mehên havînê li gundekî Çiayê Erekê, li Dêrekê bi îbadetê rojên xwe derbas dike. Bi tenê rojên Inan dadikeve bajêr li Mizgefta Norþî wehzan dide. Di vê navê de, Tirkiye ber bi mezinbûn û kûrbûna nakokiya di nav Kurdan û rejîmê Kemal de ketiye rê. Li Kurdistan xelk li dijê dewletê û çavsoriyên wê radibe. Rejîmê keysperet jî raserî kurdan hatiye, nahêle Kurd riya ber lingên xwe bibînin û ha li vir û ha li deran han dawdiþîne wan. Di qonaxeke wuha de çavên xelkê bivê nevê li Seîdê Kurdî, Bedîuzeman digere, gelo di vê derbarê de ew çi dibêje, çi pêþniyaz dike, meraq dike. Di vê derbarê de, di derbara raperînên kurdan, bi taybetî di derbara ya Þêx Seîd de, îdama wî de, ew çi fikiriye, kengî ji kê re çi gotiye, helwestê wî çawa bû ne zelal û bi nîqaþ e. Di vê derbarê de piþtî sala 1950 î hinek tiþt hatine bihîstin, geriyane di nav xelkê de. Di lêkolîna Malmisanij de ku hate binavkirin de / rûpel 32 / tê nivîsandin ku sala 1954 an Seîdê Kurdî ji melik Firat re û piþtre jî ji Qasim Firat re gotiye ku ew gelekî li ber þehadeta Þêx Seîd ketiye û behsa hilanîna heyfa wî kiriye. Mûsa Anter jî di bîranînê xwe tiþtekî nêzîkî van dibêje. Cardî li gora ku mirovek bi navê H.Alî Varol neqil dike, Seîdê Kurdî gotiye: „ min di xewna xwe de dît ku Þêx Seîd çûye buhuþtê“. / Malmisanij/. Ev jî tê wateya ku ew dilxwazê Þêx Seîd bû û dilê wî li aliyê Þêx Seîd bûye. Mebûsê kevin yê PD Giyasettîn Emre jî dibêje ku bi baþî behsa Þêx Seîd kiriye. Di berhemeke din de jî, nivîskarê îslamî Huseyin Okçu dibêje ku Seîdê Kurdî di kitêbeke xwe de, bi navê „ Þûalar“ de rutbe û paya þehadetê daye Þêx Seîd. Belê ev beþ di çapên nû de hatiye derxsitin. Hin kes jî behsa nameyên di nav Seîdê Kurdî û Þêx Seîd de hatine û çûne dikin. Lê kesên ku vê napejirînin û eslê nameyên bi vî rengê tune dibêjin jî hene. Girêdayê van nameyan cardî di kitêba Malmisanij de navê mirovekî bi navê Muro derbas dibe ku yê nameya Þêx Seîd ji Seîdê Kurdî re biriye ew e. Name gihiþtiye navnîþana xwe û xwediyê navnîþanê Seîdê Kurdî jî bi awayekî erênî bersiva Þêx Seîd daye. „ hurmetên min bighîne Þêx, di nêzîk de ez jî ez dê tevlî wî bibim“ Sala 1960 î her dû kurên Þêx Seîd Elî Riza û Selahedîn Seîdê Kurdî dibînin û li gora ku ji kesên nêzîkî xwe re gotine, ev nameya behsa wê dibe raste.Belê berî Seîdê Kurdî bersiva xwe bigre Þêx Seîd hatiye girtin. Li gora ku kurên Þêx Seîd neqil kirine Seîdê Kurdî bi liberketin û axîn Þêx Seîd bibîraniye û wuha gotiye: „ ez hatim sorgonkirin û ji cîhana pîroz bê piþk mam“ . Lê Kinyas Kartal / Malmisanij/ qebûl nake. Li gora wî bi saya Seîdê Nûrsî herêma Wanê piþtgiriya Þoreþa Þêx Seîd nekiriye. Abdulbaqî Arvasî kurê miftiyê Wanê jî mîna Kinyas kartal difikire û piþtgiriya dîtina wî dike. Faktorên li dij jî wuha hene. Ev hinekî jî nêzîkî aqilan xwiya dike. Heger Seîdê Kurdî ji bo raperîna Þêx Seîd erênîbûya, ev dê li dora Wanê xwiya bûbûya. Lê tiþtekî din jî heye ku Seîdê Kurdî jî xwe rexne dike, behsa „ ma min çi jêya „ li cem çêbûye dike û bi heyf dibêje ku þaþbû. Ji helwestê xwe neraziye, rexnegîr e beramber xwe. Di encamê de Malmisanij qeneeta wî ew e ku Seîdê Kurdî piþtgiriya Þêx Seîd nekiriye, xwe ji ber piþtgiriyê daye alî. Dr. Þivan Mûsa Anter herdû jî pesnê Seîdê Kurdî didin. Lê ev pesin Malmisanij razî nake / 42, 43/ Di encamê de fikreke wuha jî heye: Seîdê Kurdî, Seîdê ji Kurdistanê, Seîdê bendewarê gel û welatê xwe, pirr caran nepenî û noqbûyî, tesewir û texmîn bûbe jî, ew berdewam heye, qet teslîmê deshelatdriyê nebûye û tim mîna pizotek agirê di nav xweliyê de enerjî û cewherê di qalib, qalik û formê xwe de parastiye, zindû maye, dînamîzim û ruhê xwe ji dest nedaye. Mîna tê dîtin jiyana Seîdê Kurdî, rol û xizmetên wî ji bo kurdan, ji bo îslamê, helwestê wî beramber tevgerên serdema Komarê lêkolînên berfirehtir dixwazin. Tiþtên ku destên me dighin wan ku ew jî bi piranî serçaviyên ne objektîf in, berhemên wî ne ku bi wan hatiye lîstin û bi eslên xwe re nerast in ku ew jî bi serdestî li dijê kurdan in dibêjin ku ne bi wan rabûnan re bû, piþtgiriya wan nekiriye, heta hewil daye rê li wan bigre û ji bo gelê Kurd jî xwe neda aliyê wan rola xwe lîstiye. Heger nekiribe, ji ber kîjan sebeban nekiriye. Gelo dibe ku ji ber wê be ku ev tevger neketine serê wî û ji destpêkê de texmîn kiriye ku wê bi sernekevin. wî Kurdistan baþ nas dikir, Kurdistan di zemanê feqetî û xortaniya xwe de serobinî hev kiribû. Agehdarbû ji hevnegirtin û bêtifaqiya Kurdan. Ji xwe di nivîsên xwe de zemanekî behsa derd û kulên kurdan dike û li serê wan hevnegirtin û bihevrenebûnê, bêtifaqiyê dihejmêre. Mirov dikare hinekî li ser gotinên wî biponije ku beg û mezinên kurdan di rewþeke wuha de ku bikaribin rêberiyekê bikin, gelekî birêve bibin nedidît û hayê wî ji hêza dewletê jî baþ hebû. Wî zanîbû ku mesela birêvebirin û deshelatdariyeke neteweyî meseleyeke karîn û kapasîtê ye, kultureke ku li ba herkesî tune pû ji herkesî naye. Wuha digot : „ mirovên layiq ehlê îdarê, incex birêvebirin mafê wan e“. ango serwerîkirin û rêberiyeke li ser asta welat û gelekî piþta xwe dide perwerdeyeke ku di nav dehsal û sedsalan de hatiye pê, þêweast û balixbûnek e, hostetî û kamiliyek e. Kes, netewe û civaka ev kultur li ba wan tune be, nikarin derkevin cihê rêvebir û pêþengan, ew têne birêvebirin. Heger Kurd bindest in û ne ew belê Tirk yan jî neteweyekî din serdest û degel e, li ser kursiyê dehelatdariyêye û yê ferman û emran dide ew û ne kurd in, ev giþ ji ber hêz û kerameta birêvebirinê tê. Di vî alî de ew xwedî kelepor û dîrok in. Ne bi tenê xwe belê bi dehan kultur û zimanên din jî birêve birine û ev ji ne bi tesadufî, demeke kurt, belê bi sedsalan û bi tenê li herêmekê belê li çend parzemînên dinyayê. Wa xwiyaye Bedîuzemanê serpêhatî, bi temen û dûrbîn dibîne ku ew jî zêde tiþtekî nikare bike, bi taybetî kirineke rasterasta ne mikun dibîne. Ew jî mîna Xanî, Nabî û hinekî jî mîna Selahedînê Eyûbî riya tiradisyonel dimeþîne. Xanî tam ne tiradisyonel e û derketiye derveyî çarçeweya tiradisyoneltiyê, hewil daye xwe jê rizgar bike. Heta hinekî jî reaksiyona wî li dijê Ereb, Ecem, û tirkan jî ji vir tê. Bi ihtîmaleke xwurt hayê wî ji Selahedînê Eyûbî jî heye. Li ber dikeve ku karibû dewleteke kurdî çêbike û çênekir, belê xizmeta wî vala û bi erdê de çû û qet jê re jî nebû qencî.. bi taybetî ku ihtîmal e piþtî ku bi heqareta deshelatdar û þaîrên serdest re li Stenbol û deverên din hayê wî ji wan çêdibe yan jî bi çavên xwe dibîne. Yeke din dikare ew be ku eser û hêviya serketinê nedidît û ji perçiqandina gelê Kurd ditirsiya, ditirsiya ku tiþtekî mîna Ermenî û Asûriyan bê serê Kurdan jî û ev serhildanan j neçarî û ji serî de bêencam bibe sebeb û starta vê komkjiyê. Lewra ew mirovekî bitecrûbe, çend caran ketibû þeran jî û zanîbû ku paþayên Tirk çendî dirinde û hov in Salên li sorgon û li xerîbiyan û þeperzetiya rojên wuha bi xwe re tînin jî þop û dewsên xwe di mêjî û dilê wî de çêkiribûn. Ew ji qetlîameke mezin bixof bû. Burhan û berjengên serketinê bi qasî çirûskekê be jî nedixwiya. Ew jî ew bû ku dilê wî ranedigirt du xelkên misilman bi hev re þer bikin û fitûke wuha gunehekî mezin bû ji wî. Ji xwe îslam perçe bûbû, herkes û her xelk ketibû derdê xwe. Kurd û tirkan jî li hev bixistana dê yek car her tiþt zîvar zîvarî bûbûya. Mîna dibêjin rezê xerab heger terizê jî lê bidaya dê yekcar tiþtek tê de nemaya. Ev jî hem hinekî Donkîþotî û hem jî hinekî kuþtina xwe bi xwe bû. Di jiyaneke wuha li derveyî daxwaz û vîna wî û ji jor de ferzkirî de, biçûk û mezin li dora 130 berhemên fikrî û lêkolînerî li pey xwe hiþtine. Xebatên wî bi navê Kuliyatên Rîsaleyên Nûrê çapbûne. Di nav salên 1960- 1975 an de ev xebat kirine latînî. Heyfe ku di dema latînîkirinê de tehrîfat û mizawiriyên mezin hatine kirin. Giþ navên Kurd û Kurdistan hatine derxistin û bi awayekî bi pilan û hiþmendane ji bo ku aliyê neteweyî û kurdbûna nivîskar nexwiye, bincil bibe, girik û xumamî bibe, têkeve nîqaþê, her bêbavî bêbextî hatine kirin. Çend nimûne ji van tehrîfatan: Seîdê Kurdî bûye „ Ustad, Norþî“. Bêjeya Kurd bûye „ „hemal, hemþeri“. Gotina Kurdistan bûye „ Rojhilat, Rojhilatê Enedolê“. Qerwmê Kurd bûye „ qewmê Þerqê“. Serê vê tehrîfatê jî di nav salên 1960-78 an de Necmeddîn Þahîner kiþandiye. Lêkolînerê niþmî deqîq Malmisanij, van nedurustî û pêlîstinan di kitêba bi navê / Said-i Nursi ve Kurt Sorunu da,1991, Jîna Nû Yayinlari / bi rûpel û paragraf di çapên ewil û yên piþtre de berhev û rave dike. Lêkolînerên Kurd bi taybetî jî alimên olî yên Kurd, pêwiste xwe bighînin orjînalên van nivîsan û vê tawanbariya bimebest heþkere bikin û metnên wan serast bikin. Ev pêwiste ji ber çend sebeban: Rastî û heqîqet wê bê cîh. Seîdê Kurdî çi gotiye û çi na, kî û ne kî ye, wê bibe xwediyê wêneyekî rastir û zelaltir . Neheqiyên li alimê hêja dibin wê kêmtir bibin. Cîhana misilman, ne misilman û her lêkolînerê Seîdê Kurdî, dîtin û ramanên wî meraq dike jî, wê bibe xwediyê serçaviyên rasteqîne û nepêlîstî. Lewra berhemên Seîdê Kurdî bi kêmanî heta niha bi 10 zimanan hatine wergerandin ku di nav wan de Ingilîzî jî heye. Dawî jî erkekî lêkolînerî û neteweyî wê bêcîh. Heger em bêjin ku Jiyana Seîdê Kurdî mîna ya piraniya rewþenbîrên serdema Komara Tirkiye þêwetirajediyek e, wê nebêcîh be. Dibe ku ferq ev be ku dewletê miriyê Seîdê Kurdî jî li Kurdistanê qebûl nekir, ji gorê derxist û avête cîhekî hê jî kes nizane li ku ye. Hin dibêjin laþê wî bi helîkopterê avêtine Derya Sipî. Seîdê Kurdî çucarî esil û welatê xwe înkar nekir. Sala 1935 an li ber dadgeha Eskiþehirê, vekirî û bi seriyekî bilind, esil û welatê xwe binav dike. „ Ez misilman im û li Kurdistanê ji diya xwe bûme“ dibêje. Instîtûta Kurdî li Elmanya ji bo lêkolîn û zanist Sandyar : instituta Kurdi li Almanya |
|||||||||||||||
|
|
|
|
#2 (permalink) | |||||||||||
|
spas heval jibo keda te.
Bediüzzaman mirovek hejaye hevîya me go gelê me behtir Bedizzaman naskê u wi bixwenê
__________________ |
|||||||||||
|
|
| Konu Araçlarý | |
| Mod Seç | |
|
|
|
||||
| Konu | Konuyu Baþlatan | Forum | Yanýt | Son Mesaj |
| Zimanê Kurdî | Albatros | Çandi Giþti | 4 | 26-06-2008 06:59 PM |
| Beþa Zimanê Kurdî | MÊVAN | Zimane Kurdi | 3 | 14-02-2008 09:01 PM |
| Kurdeki dilsoz yê dema xwe: Seîdê Kurdî | Rockurd | Çandi Giþti | 2 | 03-02-2008 05:16 PM |
| Pêþengên zimanê Kurdî û lîsteya pêþengên zimanê Kurdî yê nivîskî (200-1900) | JuSTiN__TiMM | Helbesten Kurdi | 0 | 05-01-2008 03:11 AM |
| Geþedan û Rewþa Hilberîna bi Zimanê Kurdî | heci | Çandi Giþti | 3 | 05-09-2007 06:26 PM |
Bir Forum sitesi
olduðumuzdan, kullanýcýlar önceden onay almadan her türlü görüþlerini yazabilmektedir.
Yazýlanlardan dolayý oluþabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanýcýlara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykýrý herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
Ýletiþim'e bildiriniz.
Mesajýnýz incelenip, kýsa bir süre içerisinde gereken müdahale yapýlacaktýr.