|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||||||
|
Wekî klasîkên kurmancî nivîsên kevn yên bi kurmancî tên binavkirin. Klasîk, wek bêje, bi wateya xwe ya ferhengî, ji wê nivîsê re tê gotin ku di çarçoveyeke kifş de hatiye amadekirin. Lê di nava xelkê de bi gelek hawayên cuda tê fêmkirin.
Li gorî Zeynelabidîn Zinar 202 navên ku bi zaravayê kurmancî berhem nivîsîne, derketine holê. Hin ji wan kesan, berhemên xwe wek pirtûk bi navê "Dîwan" hiştine, hin ji wan jî tenê helbest, lê wek destnivîs hiştine. Xwendina berhemên Klasîk û ya berhemên folklorî, sûdeke pir mezin didin mirov. Herweha astengiyeke mezin jî li pêşberê asîmîlasyonê çêdikin, guhartineke mezin di mejiyê mirovan de çêdikin, hem jî şexsiyeteke netewî ji mirov re diafirînin. Bi xwendina wan mirov êdî rind dizane ku nijada mirov çi ye, mirov bi xwe kî ye û bav û bapîrên mirov jî kî bûne û çi kirine. Piraniya klasîkên kurdî/kurmancî li ser xîmê toreya kurdî û folklora kurdî ava bûne. Ji ber hindê ye ku em dibînin, ew bi gotinok û meselok û biwêjên kurdî hatine dagirtin. Peyîtandina vê yekê, çewa ku Ehmedê Xanî jî gotiye: "Amac gotin û guzaf in, lê Mem û Zin bûn behane." Di berhemên klasîk de, ev babetên hanê cih girtine: * Afirandina dinyayê û pergara exteran. * Rewşa kaînatê û dabeşkirina dinyayê wek parzemîn. * Afirandina bavê mirovan Adem pêxember û ji dola wî pêxemberên ku derketine holê heta Mihemed Pêxember * Hemû cûre şaxên zanistiyê. * Berpirsyarî û xwenasîya mirovan û mirovatî * Berbihevanîna zaravayên kurdî. * Term û bêjeyên kevnare. * Grêdana mirovan bi koka wan ve û serbilindiya wan bi nijada wan. * Camêrî û mêvanperwerî * Mêjû * Vêje * Ol û ayîn Lîsteya navên 150 klasîkên kurmancî * Axa Şewqiyê Bêdarî * Bekir Begê Erzî * Celadet Bedirxan * Derdî * Dr. Mes`ûd Kitanî Bihnarî * Ebdulqadir Beg Guş - Feqî Sirayî-Dibe Goş yan jî Gûş * Ebdulqadir Kuvlî * Ebdulsemed Babek * Ebdurehîm Rehmiyê Hekarî * Ebdurehîm Şewqî * Ehmed Emîn Nalbend * Ehmed Ramizê Licî * Ehmedê Katib * Ehmedê Mirzayê, Wanî * Ehmedê Xanî * Elî Herîrî * Elî Seydo Goranî Kurdî * Elî Teremaxî * Eliyê Amêdî Elî el Emadî * Enwerê Mayî * Feqe Ehmed Rusî El Muxliss * Feqe Reşîdê Hekarî * Feqe Reşîdê Şalekî * Feqiyê Teyran * Fethulahê Sêrtî * Hacî Fetah Hezroyî * Hamidê Mayî * Haris Bedlîsî Sewadî * Heme Kûr * Hemîdî * Hesenê Bamernî * Hesenê Kewaşî * Hicrî * Huseynî * Husniyê Bamernî * Huznî * Îsmaîl Bayezîdî * Kamîran Bedirxan * Laxerê Cizîrî * Macid * Mele Mensûr Girgaşî * Melayê Bateyî * Melayê Cizîrî Ehmed * Mele Ebdulkerîmê Banî * Mele Ehmed Qoxî * Mele Ehmed Xasî * Mele Eliyê Findikî * Mele Evdilhadiyê Comanî * Mele Evdilmecîd * Mele Hesen Kurdî * Mele Hesen Qerenazî * Mele Huseyn Keleş * Mele M. Emîn Heyderî * Mele Mehmûd Bazîdî * Mele Mehmûd Dêrşewî * Mele Mehmûdê Hoserî * Mele Mensûr Girgaşî * Mele Mihemed Liceyî * Mele Mûsa Mizî * Mele Naîf * Mele Necmedîn Tengezarî * Mele Nûriyê Hesarî * Mele Nûrulah Kodişki * Mele Şêxmûsê Hesarî * Mele Ûnisê Herqetênî * Mela Xelîlê Sêrtî * Mele Yasîn Yusrî * Mêzer Rast * Mihemed Axayê Bisrî * Mihemed Elî Ewnî * Mihemed Emînê Hilalî Goyan * Mihemed Hezînê Xalidî * Mihemed Sedîqê Şernexî * Mihemed Seîdê Birîfkî * Mihemed Teyar Paşa Xerîbî * Mihemedê Mexribî * Mihemedê Zêbarî * Mîhreban Berwarî * Mihrî * Mîna * Mîr Emadedînê Hekarî, Hakimê Hekarî * Miskîn * Mistefayê Bîtarî * Mûrad Xanê Bazîdî * Nadirê Kanîsarkî * Namî Mele Hesen Hişyar * Necmedînê Bamernî * Nesîmî * Newres * Nûredîn Zaza * Osman Sebri * Pertew Begê Hekarî (Mistefa Beg) * Remezan Axa Cizîrî * Remezanê Bedlîsî * Sa´î * Sadiq * Sadiq Behaedîn Amêdî * Sariya Mistefa Doskî * Sebûrî, Hakimê Hekarî * Şehabê Hekarî * Selîm Silêman * Selîmî * Seyfiyê Hekarî * Seyid Eliyê Findikî * Şiblî Sindî * Siyehpûş (Siyapûş) * Sûriye yan Sewriyê - nm Xanima Diyarbekrî * Şerefxanê Hekarî * Şerîfxanê Colemêrgî * Sewdaî * Şewket * Şewqî * Şêx Ebduletîfê Şûşî Seyfî * Şêx Ebduselamê Cizîrî * Şêx Ehmedê Hilî yê Rimanî * Şêx Eladîn * Şêx Evdilqadirê Sanî * Şêx Evdirehmanê Axtepi * Şêx Fethulah Werqanisi * Şêx Eskeri * Şêx Memdûh Birîfkanî muleqebê bi Xelatê]] * Şêx Mihemed Can * Şêx Mihemed Kerbela * Şêx Nûr Mihemed * Şêx Nûredînê Birîfkî * Şêx Qedriyê Cezerî * Şêx Salihê Êtûtî * Şêx Şemsedîn Qutb * Şêx Silhedîn kurê Şêx Seîd * Şêx Taha Mayî * Şêx Tahirê Şûşî * Şêx Xiyasedîn Emre * Şêx Xiyasedîn Neqşebendî * Taha * Tahir Ruşdî * Tahirê Re´dî yê Amêdî * Teyfiyê Hekarî * Ubeydulah Birîfkî * Usam Efendî Babij * Xakî * Xalid Axayê Bisrî * Xalid Axayê Serênî Halet Efendî * Xalid Axayê Zêbarî * Xalidê Sêrtî * Xan Ebdalê Cezerî * Xelîfe Ûsiv * Xerîb * Xeyat * Xiyasedînê Neqşebendî |
|||||||||||||||||
|
|
| Konu Araçları | |
| Mod Seç | |
|
|
|
||||
| Konu | Konuyu Başlatan | Forum | Yanıt | Son Mesaj |
| Zazaki ve Kurmanci Grameri ( Gramera Zazaki u Kurmançki ) | Hormek | Zimane Kurdi | 7 | 30-05-2008 03:16 PM |
| Beşa Zimanê Kurdî | MÊVAN | Zimane Kurdi | 3 | 14-02-2008 09:01 PM |
| Kürt Dilini Tanımak | byprens | Dirok | 3 | 14-02-2008 02:41 AM |
| Kürt dili | Albatros | Genel Kültür | 10 | 12-01-2008 07:34 PM |
| Zeynelabidin Zinar | hemdem | Biyografi | 0 | 27-12-2007 12:36 PM |
Bir Forum sitesi
olduğumuzdan, kullanıcılar önceden onay almadan her türlü görüşlerini yazabilmektedir.
Yazılanlardan dolayı oluşabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanıcılara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykırı herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
İletişim'e bildiriniz.
Mesajınız incelenip, kısa bir süre içerisinde gereken müdahale yapılacaktır.