Bydigi Forum
Geri Git   Bydigi Forum > Kürtçe Forum > Foruma Kurdi > Çandi Giþti

Kayýt Ol SSS



 

 

LinkBack Konu Araçlarý
Eski 28-08-2006, 10:29 PM   #1 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: May 2006
Konum: rêwî
Mesaj: 9,972
Üye No: 3220
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 25872
Rep Puaný : 2586029
Rep Derecesi
berxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond repute
Lightbulb Qedrîcan


Qedrîcan
Þairê Keserkûr Qedrîcan yek ji helbestvanên mezin ên gelê kurd e.
Hemû gelên cîhanê, ji bo ku nivîskar û þaîrên xwe yên kevnare nemir bikin û bi nifþên nûhatî bidine naskirin, li zankoyan di derbarê wan de tezan didine nivîsîn. Ev kesên weha ji hemû aliyên xwe ve têne vekolîn. Car caran jî dibine mîjara dersê, li xwendegehan.

Ev derfet bêje heme ji bo þexsiyetên kurd tune ye. Gelekên ku lembeya dilê wan her dem gur û geþ bû, niha di nav deryaya tariyê de bi tena serê xwe nin. Li kurdistanê gelek mirov hene ku jiyana wan hêjayê dahûrîn û lêkolînê ye. Lê mixabin di nav rûpelên dîrokê yên zerbûyî û kufikî de giryan in.

Qedrîcan jî yek ji van navên ku pêdivî bi lêkolîna li ser jiyana wî heye ye. Dema ku mirov li kovarên Hawarî, Ronahî û Roja nû dinêre, Qedrîcan yek ji wan navên ku bala mirov dikþîne ye.

Sala 1911'an li Dêrika Çiyayê Mazî ya ku girêdayî Mêrdînê ye hatiye rû dinê. Dibistana seretayî li Dêrîkê kuta kiriye. Piþt re li dibistana mamosteyiyê ya Konyayê dest bi xwendinê kiriye.Dema ku li Konyaye dixwend pir nakokî di nav mêjiyê wî de çêdibin. Jiyaneke bi xirecir li ber çavên wî ket. Xwest ku xwe binase, li binyada xwe, çand û dîroka xwe vekole. Kete nav lêkolîn û lêgerînên dûv dirêj. Dema ku di betlaneya havînê de dihate gund, gelek xort li dora xwe vedihewandin. Ji wan re qala azadiyê û welêt dikir.
Keça Qedrîcan a ku li Lubnanê bijîjktiyê dike ji bo bavê xwe dibêje: "Dema ku havinê ew dihate Dêrikê xort didan dûv xwe û li nav rezan diciviyan. Demança wî hebû. Wan hînê nîþangirtinê dikirin. Kêlik diçikandin û berik bera wê didan." Keça wî ev bîranîn ji devê lêziman bihîstiye. Dema ku dewlet bi xesletê Qedrîcan dihese dikeve pey þopa wî. Qedrîcan dinêre ku tevgera Þêx Seîd têk çûye. Çi revþenbîr û welatparêz hene an têne girtin an jî kuþtin. Ew jî dev ji dibistanê berdide, tevî Reþoyê Dêrikî û çend hevalên din biryar didin ku herin binxetê. Li nêzî tixûb Qedrîcan û bavê xwe hev û dû dibînin. Qedrîcan rewþê dibêje û ji bavê xwe re dibêje ku ew dê rojekê welêt rizgar bikin wê çaxê welat dê pir xweþ be û ew jî dê vegerin. Bavê wî nikare wî ji bo ku neçe îkna bike. Qedrîcan berê xwe dide Þamê û di nav bilbilên Þadî yên ku her tim li dûrî gulistanê dixwînin û keserkûr in de cih digire. Beriya ku wefat bike, gelek name ji lêzimên xwe re þandine. Gotiye "min pir bêriya welêt kiriye û ez dê rojekê vegerim." Lê mixabin ev xwesteka wî bi cih ne hatiye.

Þiîrvaniya wî
Em dikarin bibêjin ku Qedrîcan yek ji pêþengê þiîra kurdî ya modern a ku bê wezin hatiye nivîsin e. Li gorî wê heyamê þiîrên ku nivîsîne gelekî bedew, pêþketî û nûjen in. Em dikarin þiîrên wî bidine ber ên þaîrên wê heyamê yên hemdem.

GULA SOR
Gula sor
Hil bû jor,
Bîn da dor,
Gula sor...
Gula sor
Em lê dor
Bicivin
Bîn bikin
Dor bi dor

Rîtim, lihevhatîbûn û þeklê vê þiîrê nû ye. Hem dirûv û hem jî naverok nû ye. Sor hem rengekî ku kurd jê hez dikin e, hem jî ala sosyalîzmê bi bîr tîne. Weke remzekê ye. Qedrîcan Lewma ew bikar aniye. Di vê þîîrê de ramana înternasyonalîzmê heye. Þaîr, di wê baweriyê de ye ku rojekê gula sor dê li hemû cîhanê were hejandin.

BEGÊ AXIRZEMAN

Dostê min...!
Dijminê postê min...
Ew zenbila tu pê hatî,
Nema datê ji ezman
Benê wê riziya
Li nava rê qetiya
ket...

Weke ku dixuye bêhna lîvbaziyê ji þiîra wî difure. Hemdemê wî Mayakovskî û Nazim Hîkmet jî þiîrê bi vî awayî nivîsîne.
Di þiîra xwe de hiciv bi kar aniye. Bîr û baweriyên batil bi þêweyeke zimanþêrîn rexne kirine.

Nemrûdê biçûk
Me bi agir ditirsîne,
Pif.... meþka vala
Ey kevnare yê sala
Baweriya dilê me
Ji îmana Ibrahîm bêtire
Ne kêmtire...

Ku mirov li tevahiya vê þiîrê dinere bîr û baweriyeke ku bi hindik ronakbîr û nivîskarên wê demê re hebû li nik Qedrîcan tête dîtin. Kifþe ku wî hêj wê demê berhemên klasik ên sosyalîstan xwedine û rewa kirine. Li gorî min ji hêla bîr û baweriyê ve Qedrîcan di rêya kovarên wê demê de (Hewar, Ronahî, Roja nû) bi serê xwe ekolek e. Ew û cegerxwîn nêzîkî hev in, lê ji alîyê kûrahiyê û ji aliyê þekl ve ji hev cihê ne. Di þiîra Cegerxwîn de hin caran bîhna tesewûfê tê. Sala 1957'an ji bo komcivîna xortên navneteweyî bi keþtiyê diçe Moskowayê. Piþtî vê çûyine dîtina wî ya civakî hîn xwurttir bû. Di vê demê de þiîra Ez Diçim Mosko nivîsiye.

Swarê geþtê bûm
Teva pêncsed hevalî
Her yek ji wan ji min bêtir
Bi heyecan
Hinek ji wan ereb in
Hinek ji çerkes, kurd û ermen în...
Lê hemû yek ziman û yek dil in,
Zimanê dostanî, aþîtî...
Weke bira diçin Mosko...

Ev þiîra ku gelek dûvdirêj e dilîniyên þaîr û ûtopya wî tîne zimên. Qedrîcan çûyina xwe ya ber bi roniyê, ronibûna mêjiyê xwe, têgihiþtina xwe weha vedibêje:

Ew perdeya reþ ûtarî,
Ku ji þevên reþ diyarî
Min ji rûyê xwe kiþand
Li ber çavên xwe çirand
avît...
PEXÞANA WÎ
Nivîsarên wî yên pexþanî bêtir di derbarê rabirdûyê de ne. Hiþê wî pir xwurt e. Zarokatî weke þerîda sînemê tê ber çavê wî.

Di pexþanên wî de dilînî û hestekî tenik heye. Ev nivîsar çîrok in lê bêhtirîn dikevin beþê bîranînê.

Pexþana ku bi ser navê "Sondî ê di hejmara Hawarê ya 35"an de hatiye weþandin , nivîskar rojên þagirtîye bi bîr tîne. Di tevahiye nivîsarê de bêriya welêt û jiyana wir, toreyên berê hatine reþandin. Heçku bi ax û keser hatiye nivîsîn.

Pexþana ku navê wê “Guneh” e, jî di derbarê rojên þagirtiyê de ye. Hinek kevneþopên beradayî bi ziman û þeweyekî wêjeyî rexne dike.

“Rojên Derbasbûy”“ di 52. hejmara Hewarê de hatiye weþandin. Ev nivîsar jî yek ji wan ên ku Qedîrcan jiyana xwe ya li Baþûrê biçûk û Þamê vegotiye ye. Di nivîsarên bi vî rengî de Qedîrcan xweþikayiyên vê deverê û yên welêt dide ber hev. Zozan, çem, bihar û heþinayên welêt qet ji bîra nivîskar dernakevin.
Ew dilê ku van nivîs û þiîran dinivîse her dem kelogirî, çav bi hêstir û kovan e. Mirovên ku wan dixwîne jî heman rewþê dijî.
Zimanê wî yê hunerî
Weke hemû ekola Hawarê zimanê Qedîrcan jî çi di þiîre de çi di pexþanê de be, zimanekî xwerû û gelêrî ye. Ji xwe wê demê piþavtina bi zorê û ya pir bi rêk û pêk tunebû. Hinek polîtîkayên A. Hamîd ê ku Sultanê Osmanî bû hebûn, lê nedikariya zaroyên kurdan weke îro ji giyanê wan dûr bikin.

Qedîrcan demekê di dibistanên Osmanî û Tirkan de xwendiye lê bandora vê rewþê di nivîsarên wî de naxuye. Bêhtirîn devokê Merdînê bi kar aniye. Belê ku hûrik hûrik nivîsarên wî bêne dahûrandin, dê bixuye ku wî zimanê tevahiya kurdistanê vekoliye, guhdarî kiriye an jî bihîstiye. Mînak di cihekî de peyva “nola” bikar aniye. Ev peyv li hêrêma ku Qedîrcan zarokatiya xwe lê derbas kiriye tuneye. Bêhtir li Riha û deverine din tê bi kar anîn peyva “wusa” her çiqas li herêma wî tune be jî di þiîra wî de heye.

Di þiîrê de ziman rast û rê bi kar aniye. Zêde cih nedaye remzeyan. Lê dirûvandinên wî xwurt in. Mînak: “Bi agirê dilê zahîdekî diçe heca...
Ez diçim mosko”

Ev daneberheveke xwurt e.

Gelek peyvên ku îro li ber windabûnê ne, di pexþan û þiîrên wî de hene. Mînak:
“Hevalan, hetanî em ji hev wenda bûn destên xwe ji min re kil dikirin.” di vê hevoka jêrîn a ku di çîroka wî ya bi navê “Rojên Derbasbûyî“ de cih digre de, peyva “kilkirin” dibuhure. Ev peyv îro jî heye. Lê bêhtir ji bo meþk hejandinê an jî zarok hejandinê tê bikaranîn. Di wateya jorîn de niha zêde naye bi kar anîn. Bêjeya “dest kilkirin” bikaranîneke ciwan e.

Çavkan
*Tarîxa edebiyata Kurdî, Q. Kurd
*Hawar, kovar 1932
*Ji devê keça wî û lezimê wî Fethî Yýldýz

berxwedan is offline  
Eski 28-08-2006, 10:30 PM   #2 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: Jun 2006
Konum: IN NOONE HEART
Mesaj: 14,699
Üye No: 10512
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 14070
Rep Puaný : 1405337
Rep Derecesi
hmpoo has a reputation beyond reputehmpoo has a reputation beyond reputehmpoo has a reputation beyond reputehmpoo has a reputation beyond reputehmpoo has a reputation beyond reputehmpoo has a reputation beyond reputehmpoo has a reputation beyond reputehmpoo has a reputation beyond reputehmpoo has a reputation beyond reputehmpoo has a reputation beyond reputehmpoo has a reputation beyond repute
Varsayýlan


spas heval

__________________
hmpoo is offline  
Eski 08-09-2006, 04:49 PM   #3 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: May 2006
Konum: rêwî
Mesaj: 9,972
Üye No: 3220
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 25872
Rep Puaný : 2586029
Rep Derecesi
berxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond repute
Varsayýlan


gelek rica dıkım

__________________
berxwedan is offline  
Eski 08-09-2006, 04:53 PM   #4 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: May 2006
Konum: MogadiþU
Mesaj: 27,725
Üye No: 4306
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 62240
Rep Puaný : 6221009
Rep Derecesi
PCkopat has a reputation beyond reputePCkopat has a reputation beyond reputePCkopat has a reputation beyond reputePCkopat has a reputation beyond reputePCkopat has a reputation beyond reputePCkopat has a reputation beyond reputePCkopat has a reputation beyond reputePCkopat has a reputation beyond reputePCkopat has a reputation beyond reputePCkopat has a reputation beyond reputePCkopat has a reputation beyond repute
Varsayýlan


spasiiva hevale heja

__________________
PCkopat is offline  
Eski 08-09-2006, 04:54 PM   #5 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: Aug 2006
Konum: ••••••••••••
Mesaj: 5,609
Üye No: 19868
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 3072
Rep Puaný : 306413
Rep Derecesi
Ararat has a reputation beyond reputeArarat has a reputation beyond reputeArarat has a reputation beyond reputeArarat has a reputation beyond reputeArarat has a reputation beyond reputeArarat has a reputation beyond reputeArarat has a reputation beyond reputeArarat has a reputation beyond reputeArarat has a reputation beyond reputeArarat has a reputation beyond reputeArarat has a reputation beyond repute
Varsayýlan


paylaşım için saol sıpas...

__________________
Ararat is offline  
 


Konu Araçlarý
Mod Seç

Gönderme Kurallarý
Yeni konular açabilirsiniz --> izin yok
Yanýtlar gönderebilirsiniz --> izin yok
Eklentiler gönderebilirsiniz --> izin yok
Mesajlarýnýzý düzenleyebilirsiniz --> izin yok

vB koduAçýk
SimgelerAçýk
[IMG] kodu Açýk
HTML kodu Kapalý
Trackbacks are Kapalý
Pingbacks are Kapalý
Refbacks are Kapalý

Popüler Konular:
Bydigi Forum'un En Popüler Konularý
Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-1:

Norton AntiVirus 2008
Panda Antivirus & Firewall 2008
AVG Anti-Virus Free Edition 8.0.100
McAfee VirusScan Enterprise 8.5i
Avast! 4 Professional Edition 4.8.1169
Kaspersky Internet Security 7.0.1.325
Anti-Porn 10.4.11.15
BitDefender Internet Security 11.0.9 (2008)
Eset Smart Security 3.0.642
Ad-Aware 2008

Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-2:

Þeftali Yetiþtiriciliði
Ekolojik Tarým ve Hayvancýlýk
Süt Verimini Etkileyen Faktörler
Dört barajda su bitmek üzere
Karbondioksit salýmý yüzde 50’den çok artacak
VAN (Wan) Tarihi
Amed (Diyarbakýr) Tarihi
Ýç Anadolu Hakkýnda Genel Bilgi
Kültür ve Turizm Bakanlýðý müfettiþ yardýmcýlýðý
2008 yýlý icra müdür ve yardýmcýlýðý sýnav ilaný

Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-3:

Siz Hangi Yemeksiniz ?
Doðum gününüze göre hangi hayvansýnýz?
Doðum Tarihinize Göre Renginiz!
Bebeklerde Gaz Çýkarma
Virüs taþýyan keneler dehþet saçýyor
Þiddetin genlerle iliþkisi olabilir
Karpuz Viagra Etkisi Yapýyor
Panasonic Sony'yi tahtýndan etti!
Mehmet Atlý - Wenda 2008
grup seyran - 2008


Benzer Konular

Konu Konuyu Baþlatan Forum Yanýt Son Mesaj
Qedrîcan heci Çandi Giþti 3 22-10-2008 07:18 PM


Forum saati Türkiye saatine göredir. GMT +2. Þuan saat: 06:46 AM .
(Türkiye için GMT +2 seçilmelidir.)


Powered by vBulletin Version 3.6.4
Copyright ©2000 - 2008, Jelsoft Enterprises Ltd.
SEO by vBSEO 3.2.0
Copyright ©2006 - 2008 Bydigi Forum ®, All Rights Reserved

Bir Forum sitesi olduðumuzdan, kullanýcýlar önceden onay almadan her türlü görüþlerini yazabilmektedir.
Yazýlanlardan dolayý oluþabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanýcýlara aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykýrý herhangi bir durum görürseniz; Lütfen, bydigi@gmail.com'a yada Ýletiþim'e bildiriniz.
Mesajýnýz incelenip, kýsa bir süre içerisinde gereken müdahale yapýlacaktýr.