Bydigi Forum
Geri Git   Bydigi Forum > Kürtçe Forum > Foruma Kurdi > Çandi Gişti

Kayıt Ol SSS



 

 

LinkBack Konu Araçları
Eski 23-04-2008, 05:12 PM   #1 (permalink)
 
Giriş Tarihi: Oct 2007
Konum: ...Wenda...
Yaş: 26
Mesaj: 4,318
Üye No: 166110
Cinsiyeti : Bay
İtibar Gücü: 74143
Rep Puanı : 7413761
Rep Derecesi
Cıwann has a reputation beyond reputeCıwann has a reputation beyond reputeCıwann has a reputation beyond reputeCıwann has a reputation beyond reputeCıwann has a reputation beyond reputeCıwann has a reputation beyond reputeCıwann has a reputation beyond reputeCıwann has a reputation beyond reputeCıwann has a reputation beyond reputeCıwann has a reputation beyond reputeCıwann has a reputation beyond repute
Varsayılan Rêzdar serokwezîr, gelo kurd asîmlebûne yan entegre bûne?


Serokwezîr Erdogan li Elmanya xwest ku Lîse û unîversîteyên Tirkan vebin û got ”Asîmilasyon gunehkariyeke li hember mirovahiyê ye”.
Elmanî gelek hêrs bûn.
Dibe.
Ez jî fikirîm, gelo ez Tirkekî Asîmile me?
Yan Tirkekî entegrebûyî?
Kalikê min Çerkez-Kabardey, Diyadiya min Gurcî, Kalikê min ji girava Midillî. Diya bavê min ji Makedonya ya Yûnanî serezê tê.
Lê heçî ez im ne têkiliya min bi Çerkeziyê, ne bi Gurcîtiyê û ne jî bi Makedoniyê ve maye.
Naxwe ez wê gave asîmile me? Yan entegre me? Diyar e ku ez asîmile me..

Lewra ez tu tiştekî derbarê reh û rêçikên xwe de nizanim. Haya min ne ji adetên wan û ne jî ji zimanê wan heye. Di dibistanan de tiştekî weha fêrî min nekirin.

Ehmed Tirk hat bîra min.
Paşnavê wî Tirk lê ew bi xwe Kurd.
Hem jî Kurd lawê Kurda!
Gelo asîmile ye yan entegre?
Ma tu henekê xwe dikî?
Ji xwe re lê binere, nehiştine paşnaveke Kurdî jî lixwe bike.
Dewleta me derbarê mijara Kurdî de gelekî bi biryar çûye. Çawa ku nehiştiye navên kurdî li zarokên xwe bikin, wisa jî navê gund û bajarokên wan, çiya û kevirên wan jî kirine bi tirkî.
Ji 1920 an û virve li deverên ji çivakê re vekirî axaftina kurdî hatiye qedexekirin (rêveberiya 12 Îlonê ya Eskerî di sala 1983an de ev yasaya hanê li bayê rêya xwe nuh kiriye.)
Heta bi salan dewleta me gotiye Kurd tine Tirk heye!
Zimanê wî, çanda wî, bi kurtî nasnameya Kurdî bi her awayî înkar kirine.
Dewleta me yên ku gotine Kurd û Kurdistan heye, bi salan zindanî kirine.
Bi kurtî fêrkirina Kurdî hatiye qedexekirin.
Radyoya Kurdî hatiye qedexekirin.
Televizyona Kurdî hatiye qedexekirin.
Weşana bi Kurdî hatiye qedexekirin.
Ev qedexeyên hanê ta îroj jî bi awayekî tête xwestin ku were berdewamkirin.
Heke niha em ji Ehmed Tirk bipirsin:
Gelo tu Asîmile yî yan Entegre?
Ez nizanim, gelo ewê jî mîna Elmanan xwe ji vê pirsê hêrs bike û bêje ”De vê sibeha hanê tu çi ji min dixwazî ji ser serê min biqewite!”
Lê Xwedê zane di van rojan de yê ku ev pirs dê jê were kirin Teyyi Erdogan e.
Birêz Serokwezîr,
Gelo Ehmed Tirk Asîmile ye?
Yan Kurdekî entegrebûyî ye?
Mirov dikare pirsa xwe weha jî bike:
Birêz serokwezîr,
Gurcî, Çerkez yan jî yan jî yên mina Ehmed Tirk Kurd lawê Kurda hatine asîmîlekirin yan entegrekirin?
Sayın Başbakan,
dibe ku bersîva we balkêş be.
Ez jî digel nerîna we ya ku “asîmilekirin gunehkariyeke li hember mirovahiyê ye” me. Bi taybet di sedsala 18 û 19an ve virve hema hema hemû dewletên li ser bingehên netewetiyê hatin avakirin ev gunehê hanê yê mezin têra xwe kirine. Ji vê hêlê de ez bawer nakim ku kesek ji derveyê wê bimîne.
Binerin, hêj beriya çend rojan, serokwezîrê ji partiya karker a Avûsturalya Kevin Rud derket ser kursiya parlamentoyê û ji gelê xwecî yê Aborjina lêborîna xwe xwest.
Jibo çi?
Lewra dewleta Avusturalya sedsalekî siyaseta asîmilasyonê bi awayekî herî dijwar dabû meşandin. Bi awayekî wisa ku zarokên Aborjîna ji malbatên wan bi darê zorê hatibûn veqetandin û bi perwerdeyeke ku reh û rêçikên wan tine didîtin dihatin perwerdekirin.
Belê birêz Erdogan,
Ez tevlî we dibim, asîmilasyon (bişaftin) gunehkariyeke li hember mirovahiyê ye.
Niha ez ji we dipirsim:

Li Tirkiyê Kurd asîmile ne?
Yan Entegre?
A rast ez di meraqa bersiva we de me.

Cıwann is offline  
 


Konu Araçları
Mod Seç

Gönderme Kuralları
Yeni konular açabilirsiniz --> izin yok
Yanıtlar gönderebilirsiniz --> izin yok
Eklentiler gönderebilirsiniz --> izin yok
Mesajlarınızı düzenleyebilirsiniz --> izin yok

vB koduAçık
SimgelerAçık
[IMG] kodu Açık
HTML kodu Kapalı
Trackbacks are Kapalı
Pingbacks are Kapalı
Refbacks are Kapalı

Popüler Konular:
Bydigi Forum'un En Popüler Konuları
Sizin İçin Seçtiklerimiz-1:

Norton AntiVirus 2008
Panda Antivirus & Firewall 2008
AVG Anti-Virus Free Edition 8.0.100
McAfee VirusScan Enterprise 8.5i
Avast! 4 Professional Edition 4.8.1169
Kaspersky Internet Security 7.0.1.325
Anti-Porn 10.4.11.15
BitDefender Internet Security 11.0.9 (2008)
Eset Smart Security 3.0.642
Ad-Aware 2008

Sizin İçin Seçtiklerimiz-2:

Şeftali Yetiştiriciliği
Ekolojik Tarım ve Hayvancılık
Süt Verimini Etkileyen Faktörler
Dört barajda su bitmek üzere
Karbondioksit salımı yüzde 50’den çok artacak
VAN (Wan) Tarihi
Amed (Diyarbakır) Tarihi
İç Anadolu Hakkında Genel Bilgi
Kültür ve Turizm Bakanlığı müfettiş yardımcılığı
2008 yılı icra müdür ve yardımcılığı sınav ilanı

Sizin İçin Seçtiklerimiz-3:

Siz Hangi Yemeksiniz ?
Doğum gününüze göre hangi hayvansınız?
Doğum Tarihinize Göre Renginiz!
Bebeklerde Gaz Çıkarma
Virüs taşıyan keneler dehşet saçıyor
Şiddetin genlerle ilişkisi olabilir
Karpuz Viagra Etkisi Yapıyor
Panasonic Sony'yi tahtından etti!
Mehmet Atlı - Wenda 2008
grup seyran - 2008


Benzer Konular

Konu Konuyu Başlatan Forum Yanıt Son Mesaj
Dewleta Federe ya Kurdistan(1992) Lalê Bêziman Dirok 0 07-04-2008 12:46 PM
150-saliya hevke?ifkirina kurd û emerîkiyan MÊVAN Çandi Gişti 0 25-02-2008 10:45 PM
Împaratorî û Dewletên Kurdî /BZ.4000-1991 Albatros Dirok 6 31-01-2008 05:07 PM
Adarname tubiranes Çandi Gişti 1 01-11-2007 10:58 AM
Generalê kurd: Em ne tehdîd û ne jî noxteya zeîf in newalaqesaba Çandi Gişti 1 23-06-2007 10:54 AM


Forum saati Türkiye saatine göredir. GMT +2. Şuan saat: 06:50 AM .
(Türkiye için GMT +2 seçilmelidir.)


Powered by vBulletin Version 3.6.4
Copyright ©2000 - 2008, Jelsoft Enterprises Ltd.
SEO by vBSEO 3.2.0
Copyright ©2006 - 2008 Bydigi Forum ®, All Rights Reserved

Bir Forum sitesi olduğumuzdan, kullanıcılar önceden onay almadan her türlü görüşlerini yazabilmektedir.
Yazılanlardan dolayı oluşabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanıcılara aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykırı herhangi bir durum görürseniz; Lütfen, bydigi@gmail.com'a yada İletişim'e bildiriniz.
Mesajınız incelenip, kısa bir süre içerisinde gereken müdahale yapılacaktır.