|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||||
|
Mihemmed Pêxember
Hz. Mihemmed Sela Allah Aleyh We Sellem, (bi erebî Muhammed bin Abdullah bin Abd al-Muttalib bin Haşîm bin Abd Manaf al Qureyşî) di sala 571 da li bajarê Mekkê hatiye dinê û di sala 632 da jî li Medînê da çûye ser heqîya xwe. Hz. Mihemmed (S.A.W) pêxemberê Xwedê yê dawîyê ye. Jiyana wî Zarokatî Pêxember Mihemmed (S.A.W) di bajarê Mekkê li Erebistan a Suud ê di sala fîlan li dû mirina bavê xwe hatîye dinê. Navê bavê wî Abdullah û navê dîya wî jî Amîne ye. Hz. Mihemmed (S.A.W) ji malbata Haşimî û ji eşira Qureyşîyan e. Di şeşsaliya xwe de diya wî Amîne dimire û Hz. Mihemmed (S.A.W) diçe ba bapîrê xwe Abd-ul-Muttalib. Du salan şûnde bapîrê wî jî dimire û Hz. Mihemmed (S.A.W) diçe mala apê xwe Ebû Talib û bi tev pismamên xwe mezin dibe. Di zarokatî û xortanîya xwe de Hz. Mihemmed (S.A.W) ji bo eşira xwe bi salan şivantiyê dike û dû re dibe bazirgan. Tevî zarokatiya xwe a bi zexmet û sêwîbûn, Hz. Mihemmed (S.A.W) bi durustî û rastî ya xwe dihat naskirin. Bi vî avayî hîn di xortiya xwe de mîrovan ji wî re "Mihemmed el-Emîn" digotin. El-Emîn bi Kurdî tê maneya "yê ku mîrov dikanî jê bawer bike, dilsoz". Xortanî û Destpêka Pêxemberiyê Di sala 595 an da Hz. Mihemmed (S.A.W) bi jinikeka bî û dewlemend bi nav Xedice bint Huveylit re , ku 40 salî bû, zewicî. Hz. Xatice rihma xwedê lê be yêk ji musilmanên yêkemin e û di sala 606 an de keçek bi nav Fatima ji wan re dibe. Heta ku Hz. Xatice dijiya pêxamberê Xwedê (S.A.W) bi qet jinekî din re nezewiciye. Dema Hz. Mihemmed (S.A.W) nêzikî 40 salîya xwe dibe, di jiyana xwe de hinek guherandinan hîs dike. Ji ber vî yekê ji gellê xwe vediqete û pirraniya dema xwe hundirê şikeftekî de li ser çiyayê Hîra li nêzikî Mekkê derbaz dike. Bi rojan di wî şikeftê de dimine û li ser jiyana mirovan mijul dibe. Ji ber ku li wî demê mirovên Mekkê pûtperest bûn. Di 40 salîya xwe de, li çiyayê Hîra yê, wahiya yekemîn ji wî re hat. Wahî ji ayetên yêkemîn yê sûreta bi nav "Îqra" (bixwîne) pêda dibû û ji hêla Xwedê da bi wesayîta ferişteh Cibra’îl hatî bû şandin. Cibra’îl milê wî girt û got „bixwîne!“, ewî (S.A.W) got „ez çi bixwînim?“. Cira’îl car din pirsî, û Resûlê Ekrem, ew Zatê Muşerref (S.A.W) car din ji serferiştahê Cinnetê re got „Ez çi bixwînim?“. Piştî sê caran Cibra’îl got „Bismîllehî-r-rihmanî-r-rihîm. Îqra b’îsmî Rebbî-ke `l-lazî xeleqe `l-însene min `elaq…, bi navê Xweda yê ku meriv ji perçeka ‚xwînê’ çêkiriye“ bixwîne.“ Li ser vî buyerê Hz. Mihemmed (S.A.W) bi heyecanekî mezin û bi tirs hat mala xwe û ji Hz. Xaticê xwest ku wî bi cilan por bike. Dû re jî ji Hz. Xaticê re buyera ku hatî bû serê wî got û ayetên ku ji wî re hatî bûn şandin xwend. Êdî ji Hz. Ebû Bekir, Hz. Elî û Hz. Zeyd re jî pêxemberiya xwe eşkere kir û hemû bûn musilman. Hz. Mihemmed (S.A.W) ji mirovên ku baweriya xwe pê dianî, pêxemberiya xwe ji pûtperestan dizî neql dikir. Êdî heta sê salan qet wahî ji wî re nehatin. Piştî sê salan gava pêxemberê Xwedê (S.A.W) dîsa li şikeftê de bû wahîya duyemin hat. Îcar wî bi fermana Xwedê pêxemberiya xwe ji mirovan ra eşkere kir û ji gellê Mekkê xwest ku bi Wî bawer bikin. Di pêşiyê de serokên eşîra Qureyşê guhê xwe nedan gotinên Hz. Mihemmed (S.A.W) û bi wî yariyê xwe kirin. Lê Ola Îslamê bi taybetî di nava mirovên belengaz û kolan de roj bi roj belav û xurt dibû. Li ser vî serokên Qureyşê ji bo xwe ketin telaşê û dest bi îşkenceyên cûr be cûr kirin. Ji ber ku Îslamiyet dijî pût û rejima wan dihat, serok û mirovên dewlemend ditirsîyan ku hêzên polîtîkê û bazirganiyê ji dest wan here. Li bin îşkenceyan jî, Hz. Mihemmed dest ji doza xwe nekişand û bi vî awayî Îslam hê çû hê mezin bû. Lê hinek misilman nikaribûn dijî van zordestiyan hê pirtir berxwedin û mecbûr man ku koç bikin herin Hebeşistan ê. Bûyerek mezin ku yê li ser Hz. Mihemmed (S.A.W) tê gotin jî şeva pîroz Mîraç e. Di vî şevî de Hz. Mihemmed (S.A.W) bi alikarîya Xwedê ji bajarê Mekkê çûye bajarê Qudis ê mizgefta Mescid î Aqsa yê û li wê derê jî bi tev feriştan bûye asîman çûye ba Xwedê. Li ser vî bûyera serokên eşîra Qureyş Hz. Mihemmed bi derewan tawanbar kirin û hê dijwartir dijî wî derketin. Êdî mayîna Pêxember li bajarê Mekkê ne mimkûn bû û biryar da kû ji bajêr derkeve. Bi vî avayî Hz. Mihemmed (S.A.W) çû Ta’îfê û li wê derê pêxamberiya xwe eşkere kir. Lê ta’îfiyan bi bin bandora serokên Mekkê heqeret li wî kirin û ji bajarê xwe derxistin. |
|||||||||||||||
|
|
| Konu Araçları | |
| Mod Seç | |
|
|
|
||||
| Konu | Konuyu Başlatan | Forum | Yanıt | Son Mesaj |
| Zimanê Kurdî | Albatros | Çandi Gişti | 4 | 26-06-2008 06:59 PM |
| KÜRTLER ve SANAL - (Bydigi Kaizen Team Çalışmasıdır) | PCkopat | Bydigi Kaizen Team | 86 | 13-06-2008 08:26 AM |
| Beşa Zimanê Kurdî | MÊVAN | Zimane Kurdi | 3 | 14-02-2008 09:01 PM |
| Pêşengên zimanê Kurdî û lîsteya pêşengên zimanê Kurdî yê nivîskî (200-1900) | JuSTiN__TiMM | Helbesten Kurdi | 0 | 05-01-2008 03:11 AM |
| Geşedan û Rewşa Hilberîna bi Zimanê Kurdî | heci | Çandi Gişti | 3 | 05-09-2007 06:26 PM |
Bir Forum sitesi
olduğumuzdan, kullanıcılar önceden onay almadan her türlü görüşlerini yazabilmektedir.
Yazılanlardan dolayı oluşabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanıcılara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykırı herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
İletişim'e bildiriniz.
Mesajınız incelenip, kısa bir süre içerisinde gereken müdahale yapılacaktır.