Bydigi Forum
Geri Git   Bydigi Forum > Kürtçe Forum > Foruma Kurdi > Çandi Giþti

Kayýt Ol SSS



 

 

LinkBack Konu Araçlarý
Eski 23-03-2008, 06:22 PM   #1 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: Jan 2007
Konum: hadi ordan......
Mesaj: 29,505
Üye No: 52150
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 95154
Rep Puaný : 9512351
Rep Derecesi
MÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond repute
Post Komeleya Piþtgirîya Jiyana Nûjen Çi Dide Kurdan?


Ýsmail Beþikçi
Seroka Komeleya Piþtgirîya Jiyana Nûjen (Çaðdaþ Yaþamý Destekleme Derneði) Prof. Dr. Türkan Saylan derbareyê pirsgirêkên aktuel yên Tirkiyeyê de nivîsarekê belav kir. Nivîsara ku di roja 1 adar 2008 de li rojnameya Radikalê weþiya, sernavê wê “Însanîyet bi ku ve diçe? Em li ku ne?” bû.



Prof. Türkan Saylan, di nivîsara xwe de li ser bêedaletîyên ku serdestîya xwe berdewam dikin rawestîyaye. Wekî mînak, behsa wê dike, ku bi salan çawa hewldanên tunekirina koka xwecihîyên Awusturalyayê dewam kiriye, lê piþt re, di sedsala 21. de bi awayekî durû lêborîn ji wan hatiye xwestin. Herwisa, behsa viya jî dike, ku DYA li dawîya Þerê Cîhanê yê Duyem bombeya atomê avêtiye bajarê Hîroþîma yê Japonyayê. Behsa þerê Kore û Vîetnamê jî dike. Balê dikþîne ser Þerê Kendavê, bazirganîya çekan û di vê prosesê de behsa rola DYA dike. Behsa îþkenceyên ku li Bexdadê li Zindana Ebû Gureyb çêbûne jî dike…
Prof. Türkan Saylan, di nivîsara xwe ya bi sernavê “Însanîyet bi ku ve diçe? Em li ku ne?” de, piþt re, bal dikþîne ser pirsgirêkên bingehîn yên civakî û sîyasî yên li Tirkîyeyê. Dide zanîn ku hukûmetê, berî ku qanûna bingehîn ya nuh bi xelkê xwe re munaqeþe bike, çûye li DYA brîfîng daye. Dibêje, olperesetî û neteweperestîyê dest dane hev, herwisa, behsa baca hebûnê, bûyerên 6-7ê rezberê, bûyerên Meletîyê, Meraþê, Çorumê û Sêwasê dike, kuþtina metranên mesîhî jî bibîr tîne. Dide zanîn ku projeyên veguhertinên bajarvanîyê bûne projeyên rantxwirîya bajarvaniyê. Di van hemî bûyeran de, li hemberî van neheqîyan, dixwaze ku meriv bêdeng nemînin, li dijî van neheqîyan derkevin.
Prof. Türkan Saylan, di nivîsara xwe de, te divê li qada navnetweyî be te divê li qada Tirkîyeyê be, destê xwe dirêjî gelek pirsgirêkan dike. Dibêje, ji ber ku ev pirsgirêkên hanê bi awayekî tendurist nayêne helkirin, lewre Tirkiye li paþ maye, nehiþtine ku bi pêþ bikeve. Lêbelê ev pirsa kurd ku pirseka bingehîn ya Tirkiyeyê û jiyana sîyasî ya tirk e, hîç behsa wê nake. Wekî ku tê zanîn, pirsa kurd di roja îroyîn de grîngtirîn pirsa ku li pêþiya hukûmet û dewletê ye. Bêçareserî hiþtina vê pirsê, tenê bi rêya metodên leþkerî helkirina vê pirsê, bi awayekî bingehîn karîgeriya xwe li ser jiyana siyasî ya Tirkiyeyê dike. Herwisa, di warê siyasî, civakî û kulturî de bêrengî, nelihevî, cotestandardî hwd. ligel xwe derdixîne meydanê. Pirsa kurd, çawa ku di polîtîkaya navxweyî de hêmaneka gelek grîng e, herwisa, di warê polîtîkaya derve de jî hêmaneka gelek girîng e. Hêmana herî bingehîn ku îstîqametê dide polîtîkaya derve ya Tirkîyeyê, dîsa, her pirsa kurd e. Tirkiye, dost û diþmenên xwe li gorî pirsa kurd dîyar dike.
Li Tirkiyeyê demokratîkbûn pirseka girîng e. Beþdarîya bo Yekîtîya Ewropayê û pêkanîna demokratîkbûnê, amanceka bingehîn a hukûmetan e. Wekî mînak, hukûmeta Partîya Edalet û Pêþveçûnê (AKP) carînan behsa vê amancê dike. Demokratîkbûn jî, ji rûyê polîtîkaya kurd ya antî-demokratîk çênabe. Ji ber vê yekê, di warê beþdarîya bo Yekîtîya Ewropayê de pêþveçûneka ciddî pêk nayê. Di pirsa kurd û Kurdistanê de, polîtîkaya pingehîn ya tirk asîmîlasyon e. Ji dema Îttîhad we Teraqqîyê û bi vir de bona pêkanîna asîmîlasyonanê her þêwe metod têne tetbîqkirin. Tetbîqatên asîmîlasyonê ku ji salên dawîn yên dewleta Osmanî, ango ji dema Îttîhad we Teraqqîyê dest pêkiribûn, bi destpêkirina dema komara Tirkiyeyê re hîn bêhtir bi awayekî sîstematîk û biryardar hatin kirin. Asîmîlekirina kurdan bo tirkîtîyê û asîmîlekirina elewîyan bo muslamntîyê, polîtîkayeka bingehîn ya dewletê ye. Tunekirina ew kurdê ku bo tirkîtîyê nehatiye asîmîlekirin, dîsa, polîtîkayeka bingehîn ya dewletê ye.
Xwendegeh, di warê asîmîlekirinê de metoda sereke ye. Xwendegehên ku têde zimanê kurdî hatiye qedexekirin, zimanê tirkî bûye zimanê sereke yê fêrbûn û perwerdeyê, amûreka gelek girîng ya asîmîlasyonê ye. Amûrên ragihandinê yên mîna radyo, televîzyon, rojname sînemayê jî, dîsa, bona ku asîmîlasyonê pêk bînin têne bikaranîn. Beþeka girîng a sazîyên mîna malbatê, oldarî, partîyên sîyasî, sendîka û sazîyên sivîl yên civakî jî bona tirkkirina kurdan bi awayekî pêt têne bikaranîn.
Komeleya Piþtgirîya Jiyana Nûjen, yek ji wan komeleyan e ku bi awayekî pêt piþtgirîya polîtîkaya antî-demokratîk, nîjadperest, înkarker a dewletê ku li ser kurdan tê meþandin dike. Komeleya Piþtgirîya Jiyana Nûjen, seroka vê komeleyê Türkan Saylan, bona ku zarokên kurdan bo tirkayetiyê bêne asîmîlekirin, di nav hewldaneka gelek pêt de ne. Di van salên dawîn de berê xwe dane zarokên qîzîn ên piçûk ên kurdan, bona ku pêþî jinê asîmîle bikin di nav hewldaneka gelek mezin de ne. Çunke, zarok di nav malbata xwe de zimanê xwe, zimanê zikmakî ji diya xwe fêr dibin. Ji ber vê yekê gelek girîng e ku pêþî dayik, ango, dayikên paþerojan bêne asîmîlekirin. Komeleya Piþtgirîya Jiyana Nûjen ji ber vê yekê pêþî berê xwe dide zarokên kurdan.
Prof. Türkan saylanê di roja 22 kewçêr 2002 de li rojnameya Cumhuriyetê nivîsareka bi sernavê “Xwîn û Giyanê Tirkiyeyê: Xwendegehên Nivîstî yên Dewletê yên Herêmî” (Türkiyenin Kaný-Caný YÝBO) da weþandin. Di vê nivîsarê de dixwaze ku hîn zêdetir girîngî bi Xwendegehên Nivîstî yên Dewletê yên Herêmî (Devlet Yatýlý Bölge Okullarý) bête dayîn da ku zarokên kurdan hîn karîgertir, hîn sîstematîktir bêne asîmîlekirin. Dide zanîn ku tirkkirina zarokên kurdan bi qasî “xwîn û giyanê Tirkiyeyê” girîng e. Prof. Türkan Saylanê di nivîsarên xwe de, hîç navê kurdan hilnade, gelek bi îtîna hewl dide xwe da ku peyva kurd bikar neyne. Prof. Saylanê di nivîsara xwe ya ku di roja 6 îlon 2006 de li rojnameya Radikalê bi sernavê “Xwîn û Giyanê Tirkiyeyê: Xwendegehên Nivîstî yên Dewletê yên Herêmî - 2” de, dide zanîn ku divêt gelek girîngî bi Xwendegehên Nivîstî yên Dewletê yên Herêmî bête dayîn û tekîd dike ku divêt dewlet çi caran dev ji vê polîtîkaya bingehîn bernede.
Min dabû zanîn ku Prof. Turkan Saylan sereka ya giþtî Komeleya Piþtgirîya Jiyana Nûjen e. Ev bi me dide nîþan ku, asîmîlasyona ku li ser kurdan tê meþandin, di bin sernavê “nûjenîyê” de pêk tê. Ev polîtîkaya li hemberî kurdan, li hemberî zarokên kurdan, bi taybet jî li hemberî zarokên qîzîn yên kurdan a Komeleya Piþtgirîya Jiyana Nûjen, ji layê ramyarîya tirk ve bi awayekî giþtî tê pejirandin, bi pesindanan piþtgiriya wê tê kirin û tê teþwîqkirin. Ev yek dide nîþan ku bê hela di navbera ramyarîya tirk û hêvîyên kurdan de çendî nakokîyeka kûr heye. Çunke, ev rastîyeka vekirî ye ku kurd li hemberî polîtîkaya asîmîlasyonê û tetbîqkirinên wê ne.
Xwendegehên Nivîstî yên Dewletê yên Herêmî sîstemeka xendegehê ya nuh nîn in. Ev sîstem, piþtî cuntaya leþkerî ya 27 gulan 1960, di demeka kurt de hate pêkanîn û dest bi tetbîqkirina wê hate kirin. Wê demê navê wan Xwendegehên Nivîstî yên Herêmî bûn. Armanceka girîng a mudaxeleya leþkerî ya 27ê gulana 1960an ew bû ku asîmîlekirina kurdan pêk bîne. 485 tene kurd, bi mebesta ku axa, þêx û serokeþîr bin, hatin tawanbarkirin, li Sêwasê di qampekê de hatin komkirn, piþt re, ji vana 55 kes hatin surgûnkirin. Ev yek bi mebesta asîmîlasyonê hatibû kirin. Xwendegehên Nivîstî yên Herêmî jî, pêkhatineka cihê ya asîmîlasyonê bûn. Ev yek, li sala 1961an hate destpêkirin. Li deverên mîna Tetwan, Xelat, Motkî, Hîzan, Þêrwan, Dep, Palo, Keban, Gogsî, Xinûs, Dara Hênê, Licê, Farqîn, Muks, Melazgir, Kop û Patnosê, avahî hatin çêkirin û tavilî dest bi kar hate kirin.
Profesor Türkan Saylan di beþa duyem a nivîsara xwe ya bi sernavê “Hebûna xwîn û giyanê Tirkiyeyê di Xwendegehên Nivîstî yên Dewletê yên Herêmî de ye” de, dide zanîn ku li Tirkiyeyê, piranîya wan li herêmên kurdan, bi tevayî 301 tene Xwendegehên Nivîstî yên Dewletê yên Herêmî hene. Herwisa, dide zanîn ku, di van xwendegehan de 40 hezarên wan zarokên qîzîn bi tevayî li dora 200 hezar tene zarok dixwînin. Tê dîtin ku Komeleya Piþtgirîya Jiyana Nûjen di warê asîmilekirina zarokên kurdan de, di warê asîmîlekirina jinên kurdan de ligel dewletê di nav hevkariyê de ye. Ev çalakîyên hanê ligel parêzgaran, ligel qaymeqaman, ligel mudirên asayîþê, ligel garnîzonên leþkerî û jendermeyan, rastîya wê, bi alîkarî û teþwîqa van sazîyan ev karê hanê tê kirin. Lê hîç nehatiye dîtin ku Komeleya Piþtgirîya Jiyana Nûjen, wekî mînak, ligel komeleyeka mafên mirovan hevkarîyekê kiribe. Navendên Civakî yên Pirramanc (Çok Amaçlý Toplum Merkezleri –ÇATOM) ku li herêmên kurdan çalakîyên li ser jinan bo xwe dikin amanc, bi taybet jî jinên kurd, ew jî herwekî Komeleya Piþtgirîya Jiyana Nûjen dixebitin. Profesor Türkan Saylan, di rojnameya Cumhuriyetê ya roja 30 gulan 2003 de bi nivîsara xwe ya bi sernavê “Li Tirkiyeyê cihê leþkeran û bawerpêkirina xelkê” de van tiþtan qiset dike. Nivîsara bi sernavê “Zarokên qîzîn û xwendegehîbûn” (Cumhuriyet, 2 kewçêr 2002) jî helbet zarokên qîzîn ên kurdan bo xwe dike amanc. Amanca bingehîn a van çalakîyan ev e ku di kurdan de, di jin û zarokan de nasnameya kurd bipelêxe, tune bike. Ji bilî tunekirina zimanê kurdî û kultura kurdî, di þûna wan de empozekirina zimanê tirkî û kultura tirkî, wekî din tu wateyeka din têde nîn e. Ev prosesa bi vî awayî ku di berevajîya nasnameya însanî de ye, paþverû ye. Wekî mînak, aþkera ye ku dê ev kar ligel hevkariya sazîyên mafên merivan pêk neyê. Herwisa, aþkera ye ku asîmîlasyon, helandin, proseseka berevajiya mafên merivan de ye. Digel ku amanca bingehîn a van kirinan jinên kurd in, zarokên kurd in, bi taybet jî zarokên qîzîn yên kurd in, lê Profesor Türkan Saylan di nivîsarên xwe de gelek bi baldarî hewl dide xwe da ku peyva kurdî negre ser zimanê xwe. Ev jî rewþeka balkêþ e. Profesor Saylanê nivîsarên xwe bi sernavê “Takekesê Komarê Bûyîn” kom kirine û wekî pirtûk dane çapkirin. (Cumhuriyet Kitap, Adar 2005, çapa 4.) Tavilî bala meriv dikþîne ku di navbera wateya sernavê kitêbê û çalakîyên Komeleya Piþtgirîya Jiyana Nûjen de gelek nakokîyên kûr hene. Çunke asîmîlasyon takekesîyê pêk nayîne, takekesîyê dikuje, dike kole. Kesê ku hatibe asîmîlekirin, hatibe kolekirin, ji wiya takekes dernakeve. Herwisa, ji layê din ve, bona pêkanîna asîmîlasyonê fiþardin, zordarî, surgûnkirin, koçberkirina îcbarî û gelek pêkutiyên wisa tev bi hev re têne bikaranîn. Komeleya Piþtgirîya Jiyana Nûjen û Profesor Türkan Saylan, herî zêde bi perwerdeyê re eleqedar dibin. Di navbera prosesa asîmîlasyonê û fehma perwerdeyê de jî nakokîyeka mezin heye. Çunke, çi dema ku perwerdeya bingehîn di zimanê dayîkê de bête dîtin, wê demê dikane karîger bibe. Ew zarokên ku perwerdeya bingehîn di zimanê xwe yê zikmakî de bibînin, tenê ew dikanin di perwerdeyê de bi awayekî tendurist pêþ ve biçin.
“Asîmîlasyon Tawaneka Merivayetîyê ye”
Serekwezîr Recep Tayyip Erdoðan di rojên 13-14 sibat 2008 de bona serlêdaneka fermî çû bo Almanya. Ligel serekwezîra Almanyayê Merkelê hevdîtinekê çêkir. Di vê hevdîtinê de serekwezîr Erdoðanî daxwaz kir ku bila li Almanyayê lîseyên tirk, unîversîteyên tirk bêne vekirin. Serekwezîra alman vê daxwazê qebul nekir. Got, dibe ku li xendegehên alman dersên zimanê tirkî hebin lê ew qayîl nabin ku li Almanyayê xwendegehên tirk vebin. Li ser viya serekwezîr Erdoðanî rêveberiya alman bi asîmîlekirina tirkan tawanbar kir. Got, “Asîmîlasyon tawaneka merivayetîyê ye”. Helbet asîmîlasyon tawaneka merivayetîyê ye. Lê, ev tawan, di serî de polîtîkayeka wisa ye ku li hemberî kurdan tê þuxulandin. Asîmîlekirina kurdan bo tirkîtîyê, asîmîlekirina elewîyan bo muslumantîyê polîtîkayeka bingehîn a dewletê ye. Ji layê din ve, tirk ji kerema dilê, bi îradeya xwe çûne bo Almanya. Îcar kurdên ku ji hezarê salan bi vir de li ser axa xwe ne, bi polîtîkayeka wisa re rû bi rû dibin. Wekî mînak, ev jî rastîyeka tê zanîn ku tirk ji navîna sedsala 11. û vir de hatine Rojhelata Navîn, Îran, Îraq, Kurdistan û Anadolîyê. Tew di ser de jî kurd bi polîtîkayeka gelek giran ya asîmîlasyonê re rû bi rû ne. Navê wan hatine qedexekirin, hatine guhertin, navê gund û bajar û çiya hwd. ên kurdan hatine guhertin, zimanê wan ê zikmakî hatiye qedexekirin. Bi qasî ku bûne tirk ew qas dikanin ji karûbarên dewletê sûd werbigrin. Ev polîtîkaya ku li hemberî kurdan tê þuxulandin, helbet polîtîkayeka paþverû ye. Polîtîkayeka wisa ye ku nasnameya meriv a bingehîn, nirxên kesayetîya meriv dipelêxe, tune dike. Lê yek ji yên ku herî zêde piþtgirî didin vê polîtîkayê, yên ku vê tawana li hemberî merivayetîyê pêk tîne Komeleya Piþtgirîya Jiyana Nûjen e. Komele û sereka komeleyê Profesor Türkan Saylan di warê asîmîlekirina zarokên kurdan de, bi taybet asîmîlekirina zarokên qîzîn yên kurdan, yên herî li pêþ, yên herî çalak in. Divê ev kampanyayên “Bavo min biþîne xwendegehê”, “Haydê keçno xwendegehê” di vê çarçoveyê de bêne dîtin. Xwendegeh, xwendin bona herkesî girîng in. Bona kurdan jî. Lê amanca bingehîn a xwendegehên bona kurdan ew e ku kesayetîya kurd û nasnameya kurdî bipelêxin, amanc ew e ku wan bikin tirk. Ji vê çendê ne nûjen e.
Sereka Komeleya Piþtgirîya Jiyana Nûjen profesor Türkan Saylan ji ber ku polîtîkaya qelandina koka xwecihîyên Awusturalyayê meþandiye, hukûmeta Awusturalyayê rexne dike. Dewleta Awusturalyayê di sedsala 21. de ji aborjînên xwecihî lêborîna xwe xwestiye, profesor Saylan vvê yekê wekî durûtîyê dihelsengîne. Lêbelê, li meydanê ye kurd bêhtir ji aborjînan dibin amancên polîtîkayên asîmîlasyonê. Aborjîn, civakeka wisa ne ku muameleyeka cihê dibînin lê otonomîya xwe ya hundirîn diparêzin û ligel nirxên xwe yên etnîkî jiyana xwe dewam dikin. Profesor Türkan Saylan a ku ji ber aborjînan hukûmeta Awusruralyayê rexne dike, ew bi xwe xwedîyê wê polîtîkayê ye ku li hemberî kurdan tê meþandin, tê tetbîqkirin. Ev çendî nakokîyeka kûr e, cotestandardîyeka çendî seyr e…
Di navbera salên 1985-1988an de li Bulgarîstanê polîtîkaya guhertina navên tirkî bo bulgarîyê, polîtîkaya ku bulgarkirina tirkan bo xwe kiribû amanc li dar bû. Wê demê rêvebirên dewlet û hukûmeta tirk, meclisa mezin a miletî ya Tirkiyeyê, partîyên siyasî, unîversîteyan, endamên dadgehan û çapemenîyê vê kirina ku li Bulgarîstanê çêdibû, çawa rexne dikirin? Peyv û têgehên mîna “kevneperest”, “emperyalîst”, “kolonyalîst”, “nîjadperest”, “komelkuj”, “paþverû” di van rexnekirin û tawanbarkirinan de gelek dihatin þuxulandin. Lêbelê li wan salan, ew kirinên ku li Bulgarîstanê li hemberî tirkan dihatine kirin, li ber yên ku li Tirkîyeyê li hemberî kurdan dihatin kirin de ji kerîyekî parîyek jî nebûn. Ji layê din ve, Bulgarîstanê di salên 1988-1989an de dev ji vê polîtîkaya xwe berda. Îcar, ev asîmîlasyona ku li ser kurdan tê meþandin, ev serê 80 salan e ku bi awayekî sîstematîk her berdewam e. Ji ber kirinên qelandina koka aborjînan, hukûmeta Awusturalyayê ji layê Komeleya Piþtgirîya Jiyana Nûjen û sereka wê ya giþtî profesor Türkan Saylanê ve tê rexnekirin. Asîmîlasyona ku li hemberî kurdan tê meþandin jî, herî zêde, ji layê vê komeleyê ve tê piþtgirîkirin, tê teþwîqkirin. Ev yek dide nîþan ku bê hela ramyarîya tirk çendî bi cotestandard e, çendî bi nakokî ye. Çareser nekirina pirsa kurd û Kurdistanê, hêmana bingehîn e ku ramyarîya tirk wisa dike nav haletê cotestandardîyê, nakokîyê dixîne navê. Ev bêçareserî jehrê dixîne nava ramyarîya tirk. Ev rewþa bi nakokî, ev cotestandardî, te divê di warê ramyarîyê de te divê di warê reftariyê de, meriv dikane di her warî de bibîne. Profesor Saylan behsa bombeya atomê ku bo Hîroþîma hatiye avêtin jî dike. Lê hîç nehatiye dîtin ku wê behsa wan operasyonên Enfalê, ew nîjadkujiya ku li Kurdistana Baþûr li hemberî kurdan çêbûne kiriye. Jinên ciwan ku bi mindalên xwe re parçe parçe bûne, kalên ku nevîyên xwe kirine hembêza xwe û lingên xwe xistine zikê xwe, çavên ku wergerîyane rengê cam, zarokên ku ji devê wan gilêzga þîn diherike, zevîyên cesedan, heta ku çav dibîne zevîyên ku cesed hatine çandin… Ev ne ew fotografên ku bala Komeleya Piþtgirîya Jiyana Nûjen û sereka wê profesor Saylanê bikþînin. Hebe tunebe, asîmîlekirina zarokên kurdan… Ev yek bona wan bi qasî xwîn û giyanê Tirkîyeyê hêja ye.
Em salên 1980yên bînin bîra xwe. Tiþtê ku li Ebû Gureybê çêbûn li ber yên ku li zindana Diyarbekirê çêbûne de ne tu tiþtek in jî. Hovîtîya li Diyarbekir bi salan dewam kiribû. Lêbelê tu reaksîyoneka Komeleya Piþtgirîya Jiyana Nûjen û sereka giþtî ya vê komeleyê profesor Türkan Saylanê li hemberî vê hovîtîyê nîn e. Hewldana wan a herî girîng ew e ku kurdan asîmîle bikin, nasnameya kurdî bipelêxin, kurdan ji merivayetiyê derxînin. Hebe tune be, hewldana wan tenê ev e. Vê hewldana xwe jî di bin navê “nûjenîyê” de dikin lê ev peyv qet nikane kirinên wan veþêre. Di vê xalê de prosesa ku bala meriv dikþîne ev e: Li Îraqê, kirinên li Ebû Gureybê ji layê rojnamevanên Amerîkayî ve hate aþkerakirin. Derbareyê kiryaran de pirsîyarî dest pêkir, doz hate vekirin. Ew hovîtîya ku li zindana Diyarbekirê çêbû, tenê ji layê mexdûrên vê hovîtîyê, ew jî gelek bi derengî, hate aþkerakirin.
Profesor Türkan Saylan dide zanîn ku olperestî û netewepererstîya tund mil dane hev, paþverûtîya olperest hêzdar bûye. Lê em dizanin ku Li Tirkiyeyê dîn û cereyanên dîndarîyê bi tevayî di bin kontrola dewletê de ne. Ger serpûþî zêde bûbe, ger bûye sembola îslamîyeta sîyasî, di bingeha viya de teþwîq û xweþbînîya dewlet û hukûmetê heye. Û ev proses jî bi meseleya kurdî re ji nêzîk ve eleqedar e. Ka em navîna salên 1980yan bînin bîra xwe. Dewlet di nav hewldaneka pêt de ye, bona ku pêþî li gurrbûna bizava gerîla bête girtin, bona ku pêþî lê bête girtin da xort dernekevin serê çiyayan. Bona vê yekê jî dewletê bi xwe biryar girtiye ku ramyarîya îslamî derxîne pêþ, hestên îslamî geþ bike. Radyo û televîzyonên îslamî vedike, rojnameyên îslamî derdixîne… Weþanxaneyên îslamî dide vekirin û geþ dike, li bajarên ku kurd têde akincî ne, li her derê van çalakiyan çêdike… Li Wanê, Diyarbekir, Agirî, Hekarya, Mêrdîn, Stenbol, Adene, Mêrsîn, Îzmîr, Almanya, Brîtanya, Hollanda, Fransa û hwd. li her derê… Li sala 1985an, dema ku Kenan Evren serekê komarê bû, Turgut Özal serekê wezîran bû, Necdet Üruð serekê erkanîyê bû, Namýk Kemal Zeybek wezîrê kulturê bû, Lijneya Ewlekariya Neteweyî (Milli Güvenlik Kurulu) biryareka wisa girtibû.
Profesor Türkan Saylan dixwaze ku bila xelkê tirk li hemberî neheqîyan bêdeng nemîne. Lêbelê mezintirîn neheqî li hemberî kurdan, li hemberî miletê kurd tê kirin. Komeleya Piþtgirîya Jiyana Nûjen û sereka wê ya giþtî jî di nav yên ku vê neheqîyê dikin de ne. Dema ku profesor Saylanê wisa behsa neheqîyên civakî dike, tenê merivî dibiþirîne.
Li salên 1960yan, li salên 1970yan, li salên 1980yan bo Afrîkaya Baþûr nîjadperesttrîn dewlet dihate gotin. Wê demê çermsipîyên ku li îqtîdarê bûn ji çermreþan re digotin, “Hûn mekevin nava me. Bila taxên we ji me cihê bin, bila xwendegeh û salonên sporê û otelên we ji me cihê bin, bila sînema û plajên we ji me cihê bin…” Bona vê yekê, meydanên gelek fireh ku jê re “bantustan” dihate gotin, bi têldirîyan hatibûn dorpêçkirin. Xelkê xwecihî di van qadan de diman. Di van deran de xizmeta avadanîyê gelek kêm bû. Lêbelê xwecihî xwedîyê xodmuxtariya xwe ya hundirîn bûn û ligel nirxên xwe yên etnîkî jiyana xwe dewam dikirin. Ez þexsen di wê qenaetê de me ku kirinên asîmîlasyonê yên ku li Tirkiyeyê li hemberî kurdan têne meþandin, ji wan kirinan gelek nîjadperesttir, gelek paþverûtir in. Çunke li vir dibêjin ku “Divê tu bi min re bijî, lê divê tu xwe biþibihînî min wisa bijî. Ji bilî viya tu þansekî te nîn e…” Bona ku biþibihîne xwe jî asîmîlasyoneka tund tetbîq dike. Kesên ku asîmîle nabin, yên ku dixwazin xwedîtîyê li nirxên kurdî yên neteweyî bikin, van nirxan geþ bikin, bi mueyîdeyên îdarî û cezaî re rû bi rû dibin, bi vî awayî yan bi wî awayî, bi operasyonên tunekirinê re rû bi rû dimînin.
Li dawîya salên 1980yan û li destpêka salên 1990î, li Afrîkaya Baþûr di navbera rêveberîya çermsipîyan û Kongreya Neteweyî ya Afrîkayê de hevdîtinan dest pêkir. Di encama van hevdîtinan de Nelson Mandela ji zindanê hate derxistin. Di hilbijartinên sala 1994an de pêþewayê Kongreya Neteweyî ya Afrîkayê Nelson Mandela bû serekê komarê. Numayendeyê wê fehma ku Nelson Mandelayî 27 heft salan di zindanê de hiþtibû, ango De Klerk bû alîkarê Nelson Mandelayî. Ev yek bi me nîþan dide ku, li Afrîkaya Baþûr ku wekî “nîjadperesttrîn dewlet” tê binavkirin jî, nîjadperestî ewçend tund nîn e. De Klerkê ku 27 salan Nelson Mandelayî kiriye zîndanê, piþtî hilbijartinan, alîkarîya Nelson Mandelayê ku wekî serekê komarê hatiye hilbijartin qebul kiriye. Belam li Tirkîyeyê ramana fermî gelek tund e, qet naguhere. Îdeolojîyeka fermî ya tund ku hîç naguhere di nav hewldanê de ye ku civakeka ku bi lez diguhere îdare bike. Ev jî dibe sedem ku hertim buhranên sîyasî rû bidin.
Qada Zanistîyê û Azadîya Ramanê
Zanistî tenê dikane di qada zanistîyê de bête hilberandin. Þertê sereke yê ku qada zanistîyê mumkin dike hebûna azadîya ramanê ye, di sîstema sîyasî de sazbûna azadîya ramanê û bêyî tu pirsgirêkek xebitîna vê sazgehê ye. Qada zanistîyê bes dikane di þertên wisa de çêbibe. Li Tirkîyeyê qadeka wisa nîn e. Li unîversîteyan qada zanistîyê nîn e, di çapemeniyê de jî nîn e. Di qada ku azadîya zanistê wekî sazgehekê çênebûbe meriv nikane behsa azadîya zanistîyê bike. Di nav civaka ku azadîya ramanê, azadîya xweîfadekirinê nîn be, ev yek hatibe astengkirin, ne mumkin e ku azadîya zanistîyê çêbibe, pêþ de biçe. Ger endamekî unîversîteyê piçek îdeolojîya fermî rexne kiribe û li ser vê yekê derbareyê wî mamostayî, wî profesorî de doz hatibe vekirin, hatibe mehkûmkirin, ev bi me nîþan dide ku li unîversîteyan jî qada zanistîyê qet nîn e. Biryara beratkirina profesoran ji layê dadgeha bilind ve tê xirakirin, ev yek jî bi me nîþan dide ku dadgeh jî bûne sîyasî. Li dera ku îdeolojîya fermî sazgeha herî girîng be, suriþtî ye ku dê dadgeh jî di xizmeta îdeolojîya fermî de bin. Carînan di vê prosesê de dadgeh wekî çovekê têne bikaranîn.
Di sîstemeka sîyasî de ku azadîya ramanê saz nebûbe, ramana fermî li ser jiyana ramyarî û sîyasî zal be, ne mumkin e ku serbixwebûna dadgehan wekî sazîyekê çêbibe.
Di þertên wisa de divê unîversîte, çapemenî, sazîyên civakî yên sivîl berevaniya çi bikin? Helbet divêt berevaniya azadîya ramanê bikin. Lê em viya dibînin ku, tu derdekî, tu pirsgirêkekî wisa yê Komeleya Piþtgirîya Jiyana Nûjen û sereka giþtî ya vê komeleyê profesor Türkan Saylanê nîn e.
Di vê çarçoveyê de ger em bala xwe bidin ser wê nameya ku Hakký Devrimî bi sernavê “Keça min Aysel, tu yê ji Seîdî hes bikî?” bo parlementera Partîya Civaka Gel (DTP) Aysel Tuðlukê nivîsîye dê sûdewar be. (Radikal, 14 adar 2008, r. 7)
Hakký Devrim, di nameya xwe de wisa dibêje: “Ji bîr meke, ew tiþtên ku te bi awayekî heqdar neheq dîtine, tu peywendîyek, tu wekhevîyeka van tiþtan û derd û meseleyên miletên kolonî ku tu qet pê nizanî nîn e. Bi vî awayî çêbûna viya de, qet guman nîn e ku daxilîya dînê me jî heye.”
Em peywendîya di navbera dewletên emperyal û dewletên kolonî, gelên kolonî de ji nêz ve dizanin. Tu dewleteka emperyal yan jî kolonyalîst tu caran kesayetîya bingehîn, nirxên kesayetîyê yên gelên bindest înkar nekirine, red nekirine. Di peywendîyên wan de asîmîlasyon nîn e. Di pirsa kurdî de meseleya bingehîn înkarkirina kesayetî, nirxên bingehîn yên kesayetîyê ne, aîmîlekirina kurdan bo ziman û kultura serdest e. Hakký Devrim jî îfade dike ku bê hela kesayetî û nirxên kesayetîyê çendî girîng in. Di wê nameya ku me behsa wê kir de bo Aysel Tuðluk dipirse dibêje “Gelo te ceriband ku ÎRA û ETAyê bidî alîyekî û pêþî li ser kesayetîya Gandhi, paþê jî li ser þêwaza têkoþîna wî rawestî?”.
Ger em li ser mînaka Gandhi rawestin dê sûdewar be. Welatek bi navê Hindistan hebû. Welatek ku sînorên wî dîyarkirî ne. Welatekî kolonî. Parêzgarekî giþtî ku Brîtanyayê ew tayîn kiribû vî welatî bi rê ve dibir. Jê re “Hindistana ku kolonîya Brîtanyayê ye” dihate gotin. Lê kurd û welatê wan Kurdistan, navê kurd û Kurdistanê bona ku ji dîrokê, ji ser zar û zimanan bêne maliþtin hatine jihevdexistin, parçekirin û parvekirin. Kurd û welatê wan Kurdistan, kolonî jî nîn in. Lê Hindistan welatekî xwedîyê sînorên dîyarkirî bû. Welatekî kolonî… Zimanê hindîyan yê klasîk sanskrîtî di sala 1856an de li enstîtuyên ku ji layê îngilîzan ve hatibûn damezrandin de bibû babeta lêkolînan. Brîtanyaya mezin bi ku ve çûbe, di hemî kolonîyên xwe de rêveberiyên xodmuxtar ava kirine. Ji vî layî ve rewþa miletê kurd ji rewþa wan miletên kolonî ku Hakký Devrim amaje pê dike gelek paþvetir e. Di roja îroyîn de tevayî welatên kolonî mîna dewletên serbixwe derketine qada dîrokê. Kurd, digel ewçend nufûsa xwe ya mezin, di sazîyên navneteweyî de hîn navê wan jî nîn e. Dîn jî, sazîyeka wisa ye ku di elenîya kurdan de hatiye bikaranîn. Ewên ku operasyonên Enfalê, komelkujiya kurdan çêkirin ma qey musluman nebûn? Ev e, divê ev hemî tiþt bi têgehên zanistîyê, sîyaset û dîplomasîyê bêne axaftin, bêne munaqeþekirin. Azadîya ramanê, di dereceya yekem de bona axaftin û munaqeþekirina van tiþtan pêwîst e. Di vê navberê de, divê durûtîya rojavayîyan jî her dem li ber çavan bête girtin. Berpirsîyarî û roleka gelek mezin a Rojavayê, di serî de ya Brîtanyaya mezin û Fransayê heye. Ev yek, proseseka wisa ye ku, baþ tê zanîn.
Tehdîd, tu tiþtekî bi destê kurdan ve nayne, gelek tiþtî dide windakirin.
Tehdîd, geþbûna zanistiyê difetisîne.
Platforma Abantê dê roja 28-29ê adara 2008an li Diyarbekir bi sernavê “Pirsa kurd: Bi hevre lêgerîna aþtî û paþerojê” civînekê çêbikirina. Civînên ku her sal li Abantê çêdibûn, ji ber ku îsal mijar derbareyê pirsa kurd de bû, dê li Diyarbekir çêbibûna. Piþtî ku derbarê vê civîne de nûçe li çapemenîyê belav bûn, hingê hinde tehdîdên ku li hemberî vê civînê ne jî hatin weþandin. Li rojname û malperên enternetî nûçeyên mîna “Ji apoîstan bo Platrorma Abantê tehdîda vekirî” hatin weþandin. Di van nûçeyan de dihate gotin ku “Însîyatîfa demokratîk a gel a Kudistanê” bi daxuyanîya ku belav kiriye, beþdarên civînê tehdîd kiriye, gotiye “Çi kurdekî biþeref nikane tevlî civîneka wisa bibe”. Roþinbîr û wekî din kesên ji Stenbolê û derên din dê biçûna Diyarbekirê, endamên çapemeniyê hatin tehdîdkirin. ( 13 adar 2008, Ruþen Çakýr, Abant Platformu Diyarbakýr’da Toplanabilecek mi? / Rojnameya Vatan, 14 adar 2008)
Aþkera ye ku tehdîd reftarîyeka gelek þaþ e. PKK dikane beþdarîya van civînên wisa bike û dîtinên xwe aþkera bike, berevaniya ramanên xwe bike. Ev tehdîda hanê, bêguman, gelek neyînî ye, reftarîyeka þaþ e. Di vê demê de reftarîyeka din a þaþ jî, li ser vê tehdîdê, ji layê Platforma Abantê ve, betalkirina vê civînê bû, girtina wê biryarê ye ku, dê di rojên pêþ de li bajarekî din civîn çêbibe.
_____________________
Wergerandina ji tirkî: Roþan Lezgîn

MÊVAN is online now  
 


Konu Araçlarý
Mod Seç

Gönderme Kurallarý
Yeni konular açabilirsiniz --> izin yok
Yanýtlar gönderebilirsiniz --> izin yok
Eklentiler gönderebilirsiniz --> izin yok
Mesajlarýnýzý düzenleyebilirsiniz --> izin yok

vB koduAçýk
SimgelerAçýk
[IMG] kodu Açýk
HTML kodu Kapalý
Trackbacks are Kapalý
Pingbacks are Kapalý
Refbacks are Kapalý

Popüler Konular:
Bydigi Forum'un En Popüler Konularý
Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-1:

Norton AntiVirus 2008
Panda Antivirus & Firewall 2008
AVG Anti-Virus Free Edition 8.0.100
McAfee VirusScan Enterprise 8.5i
Avast! 4 Professional Edition 4.8.1169
Kaspersky Internet Security 7.0.1.325
Anti-Porn 10.4.11.15
BitDefender Internet Security 11.0.9 (2008)
Eset Smart Security 3.0.642
Ad-Aware 2008

Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-2:

Þeftali Yetiþtiriciliði
Ekolojik Tarým ve Hayvancýlýk
Süt Verimini Etkileyen Faktörler
Dört barajda su bitmek üzere
Karbondioksit salýmý yüzde 50’den çok artacak
VAN (Wan) Tarihi
Amed (Diyarbakýr) Tarihi
Ýç Anadolu Hakkýnda Genel Bilgi
Kültür ve Turizm Bakanlýðý müfettiþ yardýmcýlýðý
2008 yýlý icra müdür ve yardýmcýlýðý sýnav ilaný

Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-3:

Siz Hangi Yemeksiniz ?
Doðum gününüze göre hangi hayvansýnýz?
Doðum Tarihinize Göre Renginiz!
Bebeklerde Gaz Çýkarma
Virüs taþýyan keneler dehþet saçýyor
Þiddetin genlerle iliþkisi olabilir
Karpuz Viagra Etkisi Yapýyor
Panasonic Sony'yi tahtýndan etti!
Mehmet Atlý - Wenda 2008
grup seyran - 2008


Benzer Konular

Konu Konuyu Baþlatan Forum Yanýt Son Mesaj
Bi GiÞtÎ Kurd Û Gulistan JÝYAN ADAR Dirok 4 07-03-2008 01:09 PM
150-saliya hevke?ifkirina kurd û emerîkiyan MÊVAN Çandi Giþti 0 25-02-2008 10:45 PM
Adarname tubiranes Çandi Giþti 1 01-11-2007 10:58 AM
Ji bo qedirgirtina 70 saliya Kurdzan û nivîskarê qedirbilind heci Çandi Giþti 0 23-10-2007 09:33 AM
Peymana Lozanê berxwedan Dirok 2 13-12-2006 03:42 PM


Forum saati Türkiye saatine göredir. GMT +2. Þuan saat: 08:22 PM .
(Türkiye için GMT +2 seçilmelidir.)


Powered by vBulletin Version 3.6.4
Copyright ©2000 - 2008, Jelsoft Enterprises Ltd.
SEO by vBSEO 3.2.0
Copyright ©2006 - 2008 Bydigi Forum ®, All Rights Reserved

Bir Forum sitesi olduðumuzdan, kullanýcýlar önceden onay almadan her türlü görüþlerini yazabilmektedir.
Yazýlanlardan dolayý oluþabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanýcýlara aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykýrý herhangi bir durum görürseniz; Lütfen, bydigi@gmail.com'a yada Ýletiþim'e bildiriniz.
Mesajýnýz incelenip, kýsa bir süre içerisinde gereken müdahale yapýlacaktýr.