Bydigi Forum
Geri Git   Bydigi Forum > Kürtçe Forum > Foruma Kurdi > Çandi Giþti

Kayýt Ol SSS



 

 

LinkBack Konu Araçlarý
Eski 22-08-2006, 10:31 AM   #1 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: Jun 2006
Konum: Rotterdam Nederlands
Yaþ: 29
Mesaj: 3,386
Üye No: 6272
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 1373
Rep Puaný : 136762
Rep Derecesi
Kajîn Jîr has a reputation beyond reputeKajîn Jîr has a reputation beyond reputeKajîn Jîr has a reputation beyond reputeKajîn Jîr has a reputation beyond reputeKajîn Jîr has a reputation beyond reputeKajîn Jîr has a reputation beyond reputeKajîn Jîr has a reputation beyond reputeKajîn Jîr has a reputation beyond reputeKajîn Jîr has a reputation beyond reputeKajîn Jîr has a reputation beyond reputeKajîn Jîr has a reputation beyond repute
Varsayýlan EmÎnÊ Evdal 1906- 1964



Îsal xitim dibe 100 salya ji dayîkbûna zanyar, nivîskarê kurdê welatê sovêtêyî bi nav û deng Emînê Evdal. Ew yek ji hîmdarê edebyet, çand û kurdzanya sovêtstana berê bû. Eger navên nivîskar, zanyarên kurd yên nivþên ewlin û navdar tê nivîsar, navê Emînê Evdal ese tev navê Erebê Þemo, Hecîyê Cindî, Wezîrê Nadirî, Casimê Celîl da tê bîranîn.

Emînê Evdal sala 1906 a li gundê Yemançayîrê, qeza Qersê ji dayka xwe bûye. Wê demê ew herem diket bin desthiletdarya Rûsa. Mala bavê wî ji malbeteke kurdên êzdîye qedîmî, li nav êla Sîpka da bi nav û deng, bi qedir û hurmet bû. Kalkê wî, Baso cawamêrekî maqûl, çîrokbêjekî naskirî bû û zarotya wî li wî gundê biçûkî bedew da, wek çîroka di nav çîrokên kalikê da derbaz dibe. Lê zarotya bêxem dirêj nakþîne dest bi þerê Ermenya-Tirka dibe. Ew gundê Êzdîyan ji tevî gundên êzdîyaye wê heremêye din dikevn devê leþkerên tirkaye xezev, tên talankirin û wêran dibin. Xelkê wur direvine nav êzdîyên pala çîyayê Elegezê. Malbeta wan gundê Qundesazê da cî dibin. Ji xelayê, neyweþya, þer-dewa dê, bav, birên wî dimirin. Ji malbetê tek ew dimîne. Wî jî divine sêwîxanê. Berê sêwîxana Qersê, paþê ya Alêksandirapolê (niha Gumurî) û Celaloxlûyê (niha Stêpanavan) da dimîne. Vira ew diçe mektebê û hînî zimanê ermenî, xwendin-nivîsarê dibe.

Sala 1924 a ji sêwîxanê derdikeve diçe bajaTilbîsê, wura dikeve mekteba karkiran. Xortê þereza tevî xwendinê xebateke berbiçev li nav kurdên wî bajarî da dike. Wê demê Lazo (Hakob Xazaryan) zarokê kurda ra bajêrda dibistana þevê vekiribû, ew alî Lazo dike, rewþenbirên kurd Kamîl Bedirxan, Ahmedê Mîraî û gelekên din ra dibe nas û karê çandî, kûltûrî dike.

1926 ê salê vedigere nav êzdiyên Ermenistanê û li dibistanên gundên êzdîyan yên berpala çîyayê Elegezê: Mîrekê, Karvansêrê û Qundesazê da dersdaryê dike. Vira zanebûna zimanê de cem wî hê xurt dibe. Xortê þereza texmîn dike, ku bêyî zanebûnê kûr û berfire ew nikare kêrî gelê xwe bê. Sala 1931 ê Ûnîvêrsîtêta bajarê Yêrêvanê beþa Fîlologyê da qebûl dibe. Tevî xwedinê usa jî xwendexana kurdî ya piþkovkasêye dersdarhazirkirnê da wek dersdarê edebyetê û rojnema RYA TEZE da jî wek Katibê cawdar dixebite. Mêla wî, çawa paþê jî tê dîtin li ser ziman û edebyetê hebû. Wê demê meydaneke berfire ji bo danîna bingeha çand û kûltûra wê civaka kurda vebûbû, lê kadirên zane kêm bûn. Ew him goveka zanebûnê xwe dewlemend dike him jî dezgehên kurdaye nû da karê edebî, perwerdeyî, kurdzanî, wergerî, rojnemevanî dike. Kitêbên zimanê kurdî ji bo dibistanan hazir dike, nivîsara zargotina gelêrîva mijûl dibe, ji zimanên din wergerê dike, gotar û miqala ji bo rojnema RYA TEZE hazir dike, helbest û kurteçîroka dinivîse, rêdaktorya berevokên cûrbiçûr dike, xwendinxana kurdî da dersa dide.

Sala 1933 a pirtûka wî ya „ Kitêba zimanê kormancî bona koma çara“, sala 1934 a „Kitêba zimanê kurmancî, bona koma pênca „,sala 1936 a: „ Kitêba zimanê kurnabcî, bona dersxana çara“, hema wê salê „Mêtodîka hînkirina xwendin nivîsandinê“, sala 1937 a, „ Mêtodîka zimanê kurmancî“, dîsa wê salê tevî Casimê Celîl, „ Kitêba zimanê kurmancî, bona dersxana þeþa“ li bajarê Yêrêvanê tên weþendin. Sala 1933 a tev çend hevalên din “ Xebernema Fileyî-Kurmancî“ diweþînin. Sala 1936 a tev hevalê xweyî zarotyêyî, zanyarê navdar Hecîyê Cindî „Folklora Kurmanca“ diweþînîn (664 ru) . Kijanê li nav civaka Kurdaye rewþenbîrda, çawa li welatê Sovêtê üsan jî li Kurdistanê, hêjayî qîmetekî bilind bû. Ew usa jî berevoka efrandinên kurda ya ewlin hazir dike, diweþine (1932) . Sala 1935 a berevoka helbesten wî ya ewlin „Bihar„ tê weþandin. Hecîyê Cindî bi vê berevokê Emînê Evdal wek helbestvanê zarokayî ewlin hesav dike li nav helbestvanya kurdên sovêtstanê da.

Sala 1937 a Emînê Evdal Ûnîvêrsîtêtê bi serketin xilaz dike û di werê kurdzayê da dikeve aspîrantûrayê. Têma lêkolînê ya doktorya wî „ Jina kurd di malbeta qedîmî da,li ser hîmê matêryalê netewzanyê û folklorzanyê“ bû. Sala 1944 a ew dîsêrtasyayê xweyî dike û dibe yek ji zanyarên kurde kurdzanyêye ewlin. Hê salên xwedina Ûnîvêrsîtêtê da kurdzanyê ew berbi xwe dikþand. Sala 1934 a ew li Konfêransa kurdzanyê ya ewlin da li bajarê Yêrêvanê bi dokladeke hewaskar û berfire derheqa rastnivîsara zimanê kurdî da pêþda tê û bala der dorên zanyar dikþine ser xwe.

Ji pey aspîrantûrayêra ew li ser lêkolîna pirsên kurdzanyê, yên cuda-cuda li mûzêûma akadêmya rêspûblîka Ermenistanê, înstîtûtên Akadênyayê yên dîrokê, kelempora kevnaryê û miletzanyê da dixebite. Sala 1959a di Akadêmîya Ermenistanêye zanestyê da beþa Rohilatzanyê tê demezirandin. Emînê Evdal derbazî wur xebatê dibe, hesab dibe himdarekî wê û heta dewya emrê xwe wur da dixebite. Pey hev lêkolînên wîye zanyarîye giranbiha bi zimanê kurdî, ermenî, rûsî têne weþamdim. Sala1952 lêkolîna xweye „ Tolhildana xûnê li nav kurdada û dewî anîna bermayên wê li Ermenistana Sovêtê “ bi pirtûkekê çap dike, paþe pirtûkên wîye „ Deba kurden Ermenistana Sovete“ sala 1953 a, „Patronîma cem kurdên Ermenistanê di sedsala 19 da“ sala 1957 a, „Deba kurdên Piþkovkazê“ 1957 a, „Ferhenga Kurdîye rastnivîsaryê“.sala 1958 a tên weþandin. Wan sala usa jî gelek gotarê wîye ulmî kovar û rojnemê Ermenistanê da dertên.

Ew ji bo dibistanên gundên kurda jî kitêbên dersa hazir dike: „Kitêba zimanê kurmancî bona dersxana çara“ (1951) , „Zimanê Kurmancî. Giramatîka“ (1952, „ Mêtodîka zimanê kurmancî“ (1953) diweþîne.

Emînê Evdal hîmdarekî edebyeta kurdên sovêtê bû, qelema wî pir adan û bi berhem bû. Hela despêka salên bîstî da ew dest bi nivîsara helbesta, kurteçîroka dike, sala 1924 a kurteçîroka wî bi navê „Casim û Tosin „ bi zimanê ermenî dertê, paþê wê weldigerîne kurmancî, sala 1935 berevoka wî ya helbesta bi navê „Bihar“ tê weþandin, bi hazirkirna wî berevokên ewlin yen nivîskarên kurdên êrmenistanê bi zimanê kurdî, ermenî û rûsî derketine. Helbest û destanê wî bi çapeke mezin berevokên efrandinên nivîskarên kurdên Ermenistanê yên salane da dertên. Ewî bi fireyî dest avîtye destanên kurdaye gelêrî yen wek „Memê û Zînê“, „Zembîlfiroþ“, „Evdalê Zeynikê“... Naveroka destanên xwe yên xwexatyê ji jîyana gelê kurd hildaye, hîmlî bi çevê sinifî, þîyasî bûyaran nihêrîye, istûna efrandinên wî þerkarya navbera axa-bega û evdên karkirdaye, edetên kevn hatine rexnekirin...Emînê Evdal erf-edet, rabûn rûniþtandina gelê xwe rind zanibû, ji bo wê jî þîn û þayîyê gel gelekî bedew û zanebûn efrandinên xwe da nitirandîye. Qet ji bîra min naçe destana wî ya bi navê „Gulîzer“. Dema radyoya Yêrêvanê beþê kurdî nû dest bi karê xwe kiribû, xebatçyên radyoyê ew „Gulîzer“ kiribûne radyokompozîsya û çend roja par bi par ser hev didan... Ez wê demê xwendkarê dibistanê bûm. Oda me da, li ber radyoye cînarê me ewqas dicivyan, ku odêda cî nedima sivderê jî disenîn, wekî bibihîn...
Gelek berevokê wîye helbest û destanan,wek „ Gulîzer“ (1956) , „Çîrokên gelê kurd“ (1957) , „Bihara ewlin“ bi zimanê ermenî derketine. Gerekê bê gotin nivîskarê kurdî ku nivîsarên wî gelekî bi zimanê êrmenî hatye wergerandin Emînê Evdal e...

Emekê Zanyarê navdar mezin bû usa jî di dereca hazirkirina kitêbên dersa, perwerda zarok û gêncên kurdda. Ewî gelek sala dibistanê gundên kurdaye berpala çîyayê Elegezê, xwedinxana kurdîye dersdarhazirkirnêda dersdarî kiribû, dibistanên bajarê Yêrêvanêye ermenya da dersên zimanê ermenî û almanî dabû þagirtan. Ji bo karê wîyê perwerdêyî hêja sala 1960 Meclîsa Komara Ermenistanê navê dersdarê emekdar dayê.

Zanyar, nivîskar, mamostayê navdar hindik emir kir. Dema gulvedana qewata efrandaryê da 22 meha îlonê, pêncî heyþt salyê da, sala 1964 a çû ser dilovanya xwe.
Hukumata Ermenistanê ji bo kar û emekê zanyarê mezin Mekteba gunde Qundesazê (niha RÎYA TEZE) , kîderê nîvê salên bîstî wî lê dersdarî kiribû, kire ser navê wî û li ber derê mektebê peykelê wî dan sekinandin...

Sed heyf nasbûna min wî evdê mezin ra pir kurt kiþand. Wî çaxî ez xortekî xwendevan bûm, nû ketibûm nava rewþenbirya wê civakê...Lê þexsyeta wî wek evdekî dilovan, rastgo, zane tucar ji bîra min naçe. Ez bawarim wekî mirina bêwext nîbya ewî him werê edebyetê û him jî kurdzanyê da wê karên mezine bingehîn û nemir ji pey xwe bihîþta. Ji bo nû dîwarên astengyên fikirandina teng hildiþyan, perdên sîyasî û tirsê diçiryan, kap û bendên nivîskar, zanyar pê girêdayî bûn sist dibûn. Rewþembirya Kurd li dervayî welêt nû koka xwe dihisya, agirê tevgera gel welêt da gur dibû. Di nav rewþembîrên civaka kurdên Ermenistanê ya wê demê da jî Emînê Evdal bawarkî yek ji yê herî zane, jêhatî û fikirzelal bû.

15. 07. 2006
Eskerê BOYIK

Kajîn Jîr is offline  
 


Konu Araçlarý
Mod Seç

Gönderme Kurallarý
Yeni konular açabilirsiniz --> izin yok
Yanýtlar gönderebilirsiniz --> izin yok
Eklentiler gönderebilirsiniz --> izin yok
Mesajlarýnýzý düzenleyebilirsiniz --> izin yok

vB koduAçýk
SimgelerAçýk
[IMG] kodu Açýk
HTML kodu Kapalý
Trackbacks are Kapalý
Pingbacks are Kapalý
Refbacks are Kapalý

Popüler Konular:
Bydigi Forum'un En Popüler Konularý
Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-1:

Norton AntiVirus 2008
Panda Antivirus & Firewall 2008
AVG Anti-Virus Free Edition 8.0.100
McAfee VirusScan Enterprise 8.5i
Avast! 4 Professional Edition 4.8.1169
Kaspersky Internet Security 7.0.1.325
Anti-Porn 10.4.11.15
BitDefender Internet Security 11.0.9 (2008)
Eset Smart Security 3.0.642
Ad-Aware 2008

Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-2:

Þeftali Yetiþtiriciliði
Ekolojik Tarým ve Hayvancýlýk
Süt Verimini Etkileyen Faktörler
Dört barajda su bitmek üzere
Karbondioksit salýmý yüzde 50’den çok artacak
VAN (Wan) Tarihi
Amed (Diyarbakýr) Tarihi
Ýç Anadolu Hakkýnda Genel Bilgi
Kültür ve Turizm Bakanlýðý müfettiþ yardýmcýlýðý
2008 yýlý icra müdür ve yardýmcýlýðý sýnav ilaný

Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-3:

Siz Hangi Yemeksiniz ?
Doðum gününüze göre hangi hayvansýnýz?
Doðum Tarihinize Göre Renginiz!
Bebeklerde Gaz Çýkarma
Virüs taþýyan keneler dehþet saçýyor
Þiddetin genlerle iliþkisi olabilir
Karpuz Viagra Etkisi Yapýyor
Panasonic Sony'yi tahtýndan etti!
Mehmet Atlý - Wenda 2008
grup seyran - 2008



Forum saati Türkiye saatine göredir. GMT +2. Þuan saat: 06:47 AM .
(Türkiye için GMT +2 seçilmelidir.)


Powered by vBulletin Version 3.6.4
Copyright ©2000 - 2008, Jelsoft Enterprises Ltd.
SEO by vBSEO 3.2.0
Copyright ©2006 - 2008 Bydigi Forum ®, All Rights Reserved

Bir Forum sitesi olduðumuzdan, kullanýcýlar önceden onay almadan her türlü görüþlerini yazabilmektedir.
Yazýlanlardan dolayý oluþabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanýcýlara aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykýrý herhangi bir durum görürseniz; Lütfen, bydigi@gmail.com'a yada Ýletiþim'e bildiriniz.
Mesajýnýz incelenip, kýsa bir süre içerisinde gereken müdahale yapýlacaktýr.