Bydigi Forum
Geri Git   Bydigi Forum > Kürtçe Forum > Foruma Kurdi > Çandi Giþti

Kayýt Ol SSS



 

 

LinkBack Konu Araçlarý
Eski 12-03-2008, 04:26 PM   #1 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: Jan 2007
Konum: deyþta rewanê
Mesaj: 29,628
Üye No: 52150
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 105502
Rep Puaný : 10547108
Rep Derecesi
MÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond repute
Post Nivîskar û Kurd Qedrî Can


Nivîskar û Kurd Qedrî Can
1911- 1972
Çîrok û gotar, helbest, werguhêz


Komkirin û amadekirin
Dr. Izedîn Mustefa Resûl
Dilawerê ZENGÎ

Werguhêz
Horamî Yezdî Dilawerê ZENGÎ


Pêþkêþkirin
Dr. Wehbiyê Þewket

Serecem
Çîrok û Gotar
Hawar hebe gazî li dû ye Hawar, Hejmar: 1, Sal: 1932, Rûpel: 5-6
Gundê Nûava Hawar, Hejmar: 2, Sal: 1932, Rûpel: 6
Silêman Bedir-Xan Hawar, Hejmar: 3, Sal: 1932, Rûpel: 4-5
Besreka Zêrîn Hawar, Hejmar: 5, Sal: 1932, Rûpel: 6-7
Hêva çardeþevî Hawar, Hejmar: 6, Sal: 1932.Rûpel: 5-6
Gelo ne wisan e? Hawar, Hejmar: 10, Sal: 1932, Rûpel: 2
Bihara Dêrikê Hawar, Hejmar: 13, Sal: 1932, Rûpel: 4
Þîna Xalê min Hawar, Hejmar: 22, Sal: 1933, Rûpel: 6
Sond Hawar, Hejmar: 35, Sal: 1941, Rûpel: 8-10
Guneh Hawar, Hejmar: 39, Sal: 1942, Rûpel: 6-8
Rojên derbasbûyî Hawar, Hejmar: 52, Sal: 1943, Rûpel: 9-10
Sehên zozanan Ronahî, Hejmar: 14, Sal: 1943, Rûpel: 11
Gulçîn Ronahî, Hejmar: 16, Sal: 1943, Rûpel: 5-8
Nêçîra Berazan Ronahî, Hejmar: 28, Sal: 1945, Rûpel: 5-7
Inqîlaba Sor ya mezin Ronahî, Hejmar: 28, Sal: 1945.Rûpel: 23-24
Serencam Roja Nû, Hejmar: 2, Sal: 1943, Rûpel: 4
Yaney Serkewtin Roja Nû, Hejmar: 19, Sal: 1943, Rûpel: 1
Muhra Suleyman Roja Nû, Hejmar: 39, Sal: 1944, Rûpel: 4
Roviyê Xapînok Xwendina Kurdî 1938, Rûpel: 45

Helbest
Hawar, Hejmar: 6, Sal: 1932, Rûpel: 2
Hesinker Hawar, Hejmar: 7, Sal: 1932, Rûpel: 4, 5
Di þorezarekê de Hawar, Hejmar: 10, Sal: 1932, Rûpel: 4, 5
Tabûta bi xwîn Hawar, Hejmar: 11, Sal: 1932, Rûpel: 6
Cegerxwîn Hawar, Hejmar: 12, Sal: 1932, Rûpel: 2
Xewna hiþyariyê Hawar, Hejmar: 13, Sal: 1932, Rûpel: 2
Dadê Hawar, Hejmar: 14, Sal: 1932, Rûpel: 3
Cuhaba lawanî li diya Hawarê Hawar, Hejmar: 20, Sal: 1933, Rûpel: 11
Reþbelek Rojnameya Roja Nû, Hejmar: 1, Sal: 1943, Rûpel: 2
Þîn li ser giyanê M. Seyda Rojnameya Roja Nû, Hejmar: 18, Sal: 1943, Rûpel: 4
Rêya Teze Ronahî, Hejmar: 26, Sal: 1944, Rûpel: 17
- Þêr hat welat.
- Þêrê welat... Barzanî hat Kovara Hêwa. Hejmar: 4. Sala: 2an. 1958. Rû- : 76, 77
Begê axir-zeman Kovara Ronahî. Hejmar: 5-6. Sala: 1ê. 1961. Rûpel: 33, 34
- Gula Sor.
- Niþtiman birîndar e. Kovara Gelawêj. Hejmar: 8. Sala: 1947
Serokê Kurdan… Berzanî
Þîna pêþiwa - Serokê cemhûriya Kurdistan
Ez diçim Mosko
Heyva sor
Çardeyê Gelawêjê Kovara Hêwa. Hejmar: 3. Sala didiwan. Rûpel: 49- 50
Karwanê me Ronahî, Hejmar: 1. Sala yekê, 1960. Rûpel: 51
Name bo êstgehê radyo Tehran Rojnameya Azadî. Hejmar: 46. Sal: 18.12.1959
Cejna Oktober
Li zîndanê þoreþa me
Þîna Celadet Bedir- xan

Werguhêz
Tayek porê spî Ronahî, Hejmar: 13, sal: 1943. Rûpel : 7
Di welatê Zembeqê gewir de Rojnameya Roja Nû, Hejmar: 4, 5, 6, 7, 8, 9, 10, 11, 12- 13, 14, 16, 17, 19, 20, 24, 25, 40, 41. Sal: 1943, 1943, 1943, 1943, 1943, 1943, 1943, 1943, 1943, 1943, 1943, 1943, 1943, 1943, 1943, 1943, 1944, 1944. Rûpel: 4, 4, 2, 2, 4, 4, 4, 4, 4, 4, 4, 4, 4, 2, 4, 4, 4, 4

Cendekê d’ vê gorê de
Zor nazik û ciwan e
J’ Dêrka çiya ê Mazî
Navê wî Qedrî Can e
Hezar xweþî l’ gora wî
Hozanekî Kurdan e
Welatparêzekî qenc bû
Rohsitîn jê girt can e
Gorê xiste zikê xwe
Ew jî kire qurban e
Ji piþta me Kurdan çû
Ev zana ê Zeman e. *

Nivîskarê Kurd Qedrî Can - Çîrok û Gotar

Çîrok û Gotar

HAWAR HEBE GAZÎ LI DÛ YE
Ji bona brayê min Osman Sebrî
Þevke tarî. Çav çavan nabîne. Qeþa erdê wek gîzanan lingên min ên xwas dibire. Bayê reþ carnan dikeve guhekî min û di ê din ra derdikeve. Qet nizanim ko li kû me? Heyîna xwe bi lêxistina gopal li erdê dizanim. Ev çend rûj û þev e bi vî awayî diçim, dawî nayê, ji welatê berf û bagerê xelas nabim...
Belê, îþev jî wek her þev tarî ye. Berf û bager ji awakî li min dide; Sar e, dicemidim. Tewþ e, livîn di min ne ma, deng ji min dernayê. Tinê sê dengan min kire gazî û hawar!…
Gelo, ev xewn e? Çavên xwe vedikim, bawer nakim. Lê dizanim ev deng, dengê kurê min e. (Bavo! Bavo! )
- Ha kurê min, ez li kû me?
- Bavo! bavê min li mal e, çima çavê xwe venake?
Dîsan bi tirs ko min çavên xwe vekir min dît ez li mala xwe, di nav zarowên xwe, li cihê xwe me. Kurê min (Hîmgiran) li ber serê min rûniþt û got:
- Bavo, gava ko romo welatê me diþewitand tu hê li kir buyî, ji ber vê yekê me xort û canan hevdu girt û dijminên xwe qels kir, me welatê xwe ava kir. Divêt ko bavê me jî bihata; Lê te xuya nekir, ji xwe min xewna te jî dîti bû ko tu di tengasiyê de yî; tu li me ”Hawar!” dikî...
Min þal û þapikê xwe tev þidand û ça û zinaran derbas kir, ez hatim. Min dît ko bavê min ji serma û pûkê qefilîye; dilê te tinê davêt; Hema min bavê xwe girt û pirtûgên xwe lê þidand û me rêya mal girt. Ev çend rûj e em hatine; Dê rabe; Îcar tu me bi jîn ke!
Jîyîn çiqas delal e
Di nêv bav û biran de.
Dil heye ko ne nale
Ber birînên riman da.
Ev birîna riman e;
Barekî pir giran e;
Kezeb, gurçik ne mane,
Li pepûkên Xwehan da.
Hawara me vaya ye,
Xewa bêkêr bela ye,
Qet þik têda ne ma ye,
Di gotinên yaran da.
Hawar, Hejmar: 1, Sal: 1932. Rûpel: 5, 6.

Gundê Nûava
Avên herikî... Bax û bexçe... Di nav van bexçeyan de her texlît darên biber, li ser van daran ji her cisnî çivîk pev diçin û bi her zmanî dixwînin! Ji van çivîkan a ko kezeba min diþewitîne û hindir li min diperitîne; þalûl e. Bejin û xwendina wê ruhniya çavê min û qînata dilê min e.
Gundê me di nav van rezan ji panzde malan heqid daniye; wargeê me, mezela civata gundê me ye.
Paþîvan li ser wargeh, navrojan di nav mêrga rezê me de em dicivin. Pirs û galgalên me teva pev xweþ in.
Kula welat, çima holê giran û ji bîr na be? Heta niho me digot: Em bê der û poxan in, ji lewre hergav birînên me diaxivin û ji hesreta erdê, û kalan û bavan em dîn dibin, vêca me çi divê? Gund gundê me, bexçe û baxên me. Tekûz e, hertiþt, hertiþtê me!
Ma qey wisan e? Carekê werin, hindirê min verojin, dilê min jê derînin û bi kêreke tûj çînî çînî bikin, wê gavê ev çînîyên dilê min ewê bêne peyivîn û pê re bêne girîn. Lê dizanim hon xwe nagirin, hêstirê çavên we, ewê çemê Amêdiyê derbas bike. Þûnda honê bizanin ko ez ne tenê dilketiyê xweþikiya þalûlê me. Ez dilketiyê dengê wê me jî ko jiyîna me ya der li der di nav nikilên xwe da tewtew dike û bi vê dawîkilamê dawî tîne.
- Xweyî bin li gundê Nûava, gundê we, mizgîn û hawara bajarê we!!!
Hawar, Hejmar: 2, Sal: 1932, Rûpel: 6.

Silêman Beg Bedir-xan
Silêman beg, kurê Xalid beg Bedir-Xan e. Di (1890) mihaciriyê de hatiye dinê, li Stenbolê, di Siltaniyê de xwendiye, xortekî jîr, eqilmend û delal bû, ji miletê xwe gelek hej dikir.
Vê paþiyê yekî ji hevalê min ji min re þihreke wî da bû. Ev þihr li ser Kurdistanê, li ser welêt hati bû nivîsandin. Min jî bi vê hêncetê dil kir serhatiya Silêman begî di vê kuncikê de vejînim û pêre navê wî ji winda bûnê xelas bikim.
Hejkirina welatê wî jê ra bû bû îmanek. Herwekî- di þihra xwe- di beyta jêrin da dibêje:
Hiba welat ji îman e
Ax Kurdistan! ax Kurdistan!
Hesreta welat, jê re bû bû kulekî mezin:
Eþqa welat dil þewitand
Can û ciger tev peritand
Her çend welat biyaniyan lê xweþ dihat. Lê halê zozan bi awakî din didît:
Herçî welat wek þekir e
Halê zozan þîrîntir e
Gava ev ax û kesera ha ji dil hat û di þihra xwe da:
Sed ah! destê firqetê
Sed ah! ji bo vê hicretê
Nivîsand, kesî lê mêze nekir, qerara xwe a dawî da:
Heta kengî vê xurbetê
Da em biçin nav miletî
Û bêtirs çû nav welat, heval û hogirê xwe.
Ji bona dîtina welat, wî cehd kir. Xwedê jî jê ra miyeser kir. Di nav xortên Kurdan da ruhê Kurdîtiyê tehimand, ji wan re xwendin û rêya rast nîþan da. Lê, hezar esef xwedê pê ra nebir serî. Emrê wî di wê rêyê da nîv qurmiçî bû, bû qurbana gula tirka, rûviyê wî li ser sungiyê tirka geriya...
Belê, Silêman beg bi ciwanî serê xwe di rêya welat de da. Bîst û du salî bû. Lê, hesreta welat pê ra ne ma. Digel vê qasê rêya xwe ne qedand. Lê bi nêvî kir, fikr û serhatiyên wî ji bona xortên Kurdan, bû dersek... dersek bi ibret.
Îro xortê me yên ko Silêman begî dinasin hemî jî bi serê wî sund dixun û dixwazin wek Silêman begî di rêya felata welat da bixebitin. Ger wê rêyê ne qedînin jî tu beis ji aqibeta Silêman begî ra nine. Xwedê ki barana rehma xwe lê bike û me jî bi rehma wî þa bike.
Hawar, Hejmar: 3, sal: 1932. Rûpel: 4, 5.

Besreka Zêrîn
- Ji rêberê me ê gewre Qedrî beg re-
Besreka Zêrîn xerab û qotoyê Mekso þikest,
Tûrcela xopan bêkesma Bazbelek çû bûn ji dest
Baniya Kanîhinarê Dêrika rengîn bû mest
Meyperest bû bûn ji derdan rûj be rûj gazî dixwest.
Îro Meks; mîrê Besreka Zêrîn, ne hati bû dîwanê. Di aliyê malê da li ser kurkê qwîzîn rûniþtî, serê xwe kiri bû nav kefên destên xwe, mat, ji xwe re texmînan dikir.
Xelkê malê bîr di birin ko tiþtekî mezin lê qewimiye. Mîr madê xwe dikir, ji lewra tukes ne wêrî bû nêzîngî wî bibe.
Pêlekekê visan ma. Piþtî gavekê ji vê bêhiþiyê veciniqî. Simbêl keti bû dev; Çavên wî bû bûn wek kodikek xwîn; mûwên wî gijgijî, nola þûjinan...
- Deng li kurê xwe Þewl kir:
- Kurê min Þewlo, herwekî tu dizanî vê paþiyê, Mîrzoyê Burca Metînan bûye kelemek û ketiye çavê me. Bi ser da dixwaze xweha te Pîroz bi kotekî ji me bistîne. Ez, ko Mekso, Mîrê Besreka Zêrîn im û hetanî vê gavê min qehra tukesî ne kiþand, ma ko ya Mîrzoyê Metînî… Tu bawer nakî, ev e reþbeleka wî :
Burca - Metînan 10- 7- 1200
Mekso!
Ev reþbeleka min a çaran û bizan a dawîn e. Heta niha te guh ne da. Xwedê mezine ji guhnedana vêya re? Ma qey tu bawer nakî ko ezê fermana Metînan li serê te rakim, ew Besreka ko pir li ber dilê te bihuriye ezê xanxerab bikim. Ew dotmîra ko tu hêjayî min nabînî ezê para dilê xwe bikim. Ko binêrim tu çi dibêjî?...
Mîrza Pîroz
* * *
Þewloyê Mekso bi kerbeke mezin xwend. Ev reþbelek çi bi bongî hati bû nivîsandin. Canê Þewlo ji niþka ve ricifî. Li bavê xwe mêze kir û got:
- Bavo! desthilanîn mifta xêrê ye, çêtirê vê tu dizanî.
Meks dîsan fikirî, dizanî bû ev ne pariyê daqurtinê ye. Êdin kiþandina cila bê namûsiyê li serê xwe þerm dît. Çar neçar ji kurê xwe re got:
- Çekên xwe girêdin, her tiþtê xwe tekûz bikin da ko îcar hustûyê Mîrzo di bin wî vekim! Reþbelekek bi vî lewnî ji Mîrzo re þand...
* * *
Mîrzoyê Burca-Metînan li ser reþbeleka Meks pir tehl bû. Bi carekê fermana Metînan li ser Besreka Zêrîn ve reþand. Dêrika çayê Mazî û Baniya Kanîhinarê di ber lingan de çûn. Ew xortên bi navê bazan dihatine gotin, xwe ji Tûrcelê beradan, li ber Metînan kozik vegirtin. Her du alî ketin ber hev. Þev dest pêkir...
* * *
Hêvîna dilê Mîrzo qeynata çavê Pîroza keçîn bû. Pîroz, li ser banê qesrê digeriya, dilê wê çargopal lêdixist, tengasiya bav û bira û pismamên wê jê re ne tu kul, lê xurtiya Mîrzo. Pîroz ji bona wê dilxweþîke mezin bû. Ji vî alî, wî aliyê qesrê ve diçû dihat; paçê hevirmiþ wek pêlê behrê li ser canê wê pêl di bû; dilketiyê wê li hember, bi hêvîna wê ra diajot ser bav û bira û pismamên wê û ew diþkênandin.
* * *
Felekê berê xwe jê guherî bû; neçara Mekso ne ma; Besreka Zêrîn xera bû. Pîroza qîzîn biderda...
Êdin ji bona xwe jiyîn bikêr ne dît; Serê xwe li zinarekî xist û perçivand, mejiyê xwe teqand...
Hawar, Hejmar: 5, sal: 1932. Rûpel: 6, 7.

Hêva Çardeþevî
Hênîþka min li ser balgê, serê min di nav kefa destê min î paldayî, lingê min î rastê bi erdê ve nîranî; destê min î çepê li ser çoga lingê min î çepê bû... Jê pêve min xwe winda kir, hiþê min ji serê min çû, ketim bajarê xewn û xeyalan.
* * *
Gava ko min li jêrê xwe, li deryayê mêze kir, agirekî bi gûr, pêtên wê hiltên û datên, çavên min jiber ruhniya wê vene di bûn; tîrêjan davêtin ronika çavên min...
Di nav deryayê de agir: agirekî wisan bi silorî... ma tu car tê bîra tu kesî? Min serê xwe ji deryayê bilind kir û li jor mêze kir. Hêvek çardeþevî... bi min re keniya û bi xapandina min re mizmizî... û got:
- Lo lawikê delal; ma ne ma tu ji vê bêhiþiyê hiþyar bibî? Ev qederek e ez li bende te me...
Tu diqefilî, min germî da te, bi germa min tu ji xirîna mirinê xelas bûyî. Dê rabe ji çêyiya min re berdêlvan bibe!
Lê tiþtek heye divê ko ez jî veneþerim, min çêyê bi te kir ne ji bona te, belkî ji bona xwe...
Belê, Min tu dît nedît, bêhemdî xwe varqilîm. Bejn û bala te ez bêhiþ kirim. Ma çiman nabêjim? a bê hiþ ez im!... lawikê min, ez hêvîna te me!!!
* * *
Herê tê bîra min li min sar bû, diricifîm, dilerizîm...
Ew serma ne ji qeþa erdê, ne ji pûka berfê, ne jî ji borîna ba û baranê bû. Ew serma, ji bêkesiyê û ji rebeniyê bû...
Xwîna min hiþk bûbû, hêvê ter kir û bi serda dibêjî ez, hêvîna te me.
Gelo ez çiyê wê bibim? Devê min nagere û hêv li benda cuhaba min e. Lo, Xwedê, ez çi vegerînim? ko hêva xwe dilxweþ bikim.
Damarê livînê kete zimanê min, min dil kir dest bi galgalan bikim, Lê çi bibînim: min dît, ji qoziya bakur û roava ewrekî reþ, bi mij û xumam bi lez û bez gihîþte ser hêva min. Gotina min di qirika min de ma. Hêv, reþ di xeniqî...
(Ji xewê veciniqîm ).
Ax! Ax! Gewra min, rinda min, dilketiya min. Tu bi çi lewnî têî xewna min?
Ew ne xewn bû. Ew ne xeyal bû. Ew ne hêv bû.
Ew ser hatiyek qewimî; gewra min, rinda min, dilketiya min bû. Ewrê reþ jî dizanim kî bû.
Mifsido, ewro! te destê min ji gewra min kir û gotina min a dawî jî, di qirika min de hiþt.
Ez niho bi ax û keser, bi qîrîneke bilind diqîrim;
Þermesar im! gewra min. Ez jî hêvînê te, goriyê te, candayê te me! !
*Hawar, Hejmar: 6, sal: 1932. Rûpel: 5, 6.


Gelo ne wisan e?
Wê rojê min cilê xwe biri bû ser Cilþo, îro ez çûme bînim.
(Hawar) di bin çengê min da, ketim hundur, Cilþo ji min pirsiyar kir:
- Ew çiye di bin çengê te de ye?
Min weke her car ko ji her kesî re bi îftîxar dibêjim: Hawar e, kovara me a Kurdî ye.
Li wê derê cindîyekî kumsor jî hebû, li min mêze kir... mêze kir û bi zmanê xwe got:
Wellahî derew e, bîllahî derew e, ma çawan bi kurdmancî tê nivîsandin û qet ew kurdmancê ku binivîse heye???
Ev pirsên ha, çiqas giran, çiqas manadar û çiqas bextê meyê reþ îspat dike.
Qirika min tijî girî bû, lê, gelek car, min ev pirsên ha, ji devê gelek merivan bihîsti bû. Lê çi bikim? ev kêmanî ji me ye, ji xwenda û mezinê me ye!
Ji wan pirsên wî cindîyî ez dikarim gelek mana derînim. Lê ezê bi yek du made ên vekirî derpêþ bikim :
1- Mirovên Kurdmanc ko dixwînin, xudan îlm û xudan cih dibin, li paþ xwe vedigerin û li jêr dibînin, ji bona ihtirasta xwe a þexsî û heywanî, li wî mîletî nabine xwedî û dibêje :
(Ez ne ji wî miletê Kurd im).
2- Miletê Kurd, di pê yî muslimanyê re, ji her miletan bêtir, dînê xwe ajotin ji murþîdê xwe û her çend miletên musliman hene, bi çavê birayên mezin li wan mêze kir. Lê sed esef wan bi çavên þefqetê li me mêze nekir in. Di heqê me da piropaxanda çêkirin, gotin: (Miletê Kurd ji taîfa ecina û mutriban e, qabiliyeta tu tiþtî di wan de tune ye. h. d... (Heta piropaxanda di wan li miletê me jî tesîr kir. Ji lewra zana û mezinê me ji Kurd- manciyê dûr reviyan, bûne pêþdarê îlm û îrfan, mêranî û her tiþtên miletê biyaniyan ).
* * *
Hezar þabaþ û sipas ko êdin li her cî miletê me hiþyar bûye û dibe. Kovar û kitêbên me bi zmanê me derdikevin.
Ji bona em miletê xwe bi xelkê naskirin bidin divê xortên me ji nezer û galgalên biyaniyan îbretê bigirin û xwe bavên guliyên dara milîetê û bi hejînin. Hawar gulîyek ji wê darê ye.
Hawar, Hejmar: 10, sal: 1932. Rûpel: 2.

Buhara Dêrikê
(Rûpelek ji bîra yekî dîl)
Buhara Dêrikê ji 25ê Þibatê dest pê dike. Lê, heta pazdehê Adarê baê reþ merivan diêþîne. Ji xwe newala (Zinara sior) neba ji baê jêrîn pêve- ko ew jî ji behra sipî baranê tîne- tu baên din lê naên.
Ji ber ko birekên çiyan ji rojhelat, rojava û bakur da wek hêveke sê þevîn lê digerin û dora wê digirin.
Di paþ van çiyan de Rêla çiyayê Mazî heye. Dêrikê pala xwe daye çiyan û berê xwe daye þorezara Erebistanê...
* * *
Gava buhar tê, xwîn li canê min vedigere. Jiyînek nuh jî pêre tê. Em, zaroyên dibistanê- nola dîlên ko ji çalan bi ser rûyê dinê dikevin- hol dibin bi ezmanan dikevin û çirivîtan didin xwe.
Em, bi dora Mamosteyên xwe dikevin; hinek ji me xwe davên hustû û destên mamoste, hinek jî rû û çavên wî maç dikin, destûra gerê jê hêvî dikin. Paþê em bi rê dikevin. Ma qey dibistan e? Na! Em ji hev belav dibin. Mamosteyê me, me wek çêlkewan ji binlat û zinaran derdixe; dixeyide tewþ e, dikene rû dide me. Vêca em digihêjin nav baxçekî, li ser mêrgekê rûdinin, taþtêya xwe dixun û dest bi lîskê dikin. Her kî ji me destdirêjî dike, Mamoste gopalê xwe diheziqîne, me ditirsîne û dibêje:
- Ez nabêjim kulîlkên xelkê me qurifînin, pê li çandinîyên wan mekin.
Þîretên dûr û dirêj li me dikir. (Eha min þîret got) Na!!! þîret ne ev in. Þîret ew e ko buhara sala çûyîn mifetiþê kulî Arif Ebas beg- îro li Hesiçê ji bona felata miletê me rêberiyê dike- li me kir. Herê, þîreteke ko tu car ji bîr nabe.
Rojekê Arif beg em civandin, li me þîret kirin û ev çîrok pêre got:
- Hûn mêze bikin, jiyîn wek vê buharê delal û þêrîn e. Dil dixwaze ko em bi xweþiyeke geþ bijîn. Ev jî bi xebat û destgirtina hev dibe. Qenc bala xwe bidinê, di zemanê berê da padiþahek di nivîna mirinê de gazî zaroyên xwe dike û ji her yekî re darikekî biçûk dide û darê her yekî bi wî dide þikestandin. Þûnda qandî wan darikan qevdeqî çêdike û dide destê wan, yek bi yek. Ji wan yek jî nikare wî qevdê darikan biþkênîne. Hingî ji wan re dibêje (Hûn jî wisan in. Hûn jî yek bi yek têne þikestin, lê hûn gihiþtin hev kes nikare we biþkênîne).
Arif beg li vir gotinên xwe qedand û bi çavên zelûl xatir ji me xwest, da rê û çû...
Hawar, Hejmar: 13, sal: 1932. Rûpel: 4

Þîna Xalê min
Di sisiyê Hizêranê de, li ezmanê Kurdan, tofanek 'ecêb qewimî; histêrkek pir bi þewq û pir bi nûr ji niþka ve rijiya, xîdî, xwe da riya dinyake din û ne hat!
Ji ber vî halê ko îro li dinya me ronahî kêm, hizin û milal zêdetir bûye; ehlê dunya Kurdan- nemaze rewþendar ji rewþa wî histêrkî- kezeb birîn û dil bi xwîn mane. Yek jê ez im; baxê giyanê min mij û xumama þînê girtiye; hindirê min ji xem û xeyalan can bi can zebûn û birîndar e.
Gelo çi bû? ma hîn dê çi bibe! Xalê min, welatê min, mamosta û rêberê min destê xwe ji min qetand û ket bin axa reþ û sar. Hey wax! hey wax!
Xalê min ji bavan de xesmê min bû; lê roja ko ez agahî çêyê û xerabiyê bûm ew bû dostê min. Ji lewra ko miletperwerekî hêja bû... Tirsa bav û birê min, riya min li ser mala wî ne birî, tehdîdê mirovê min stewr man... min bi rûhê xwe ve ew diparast. Wî jî bi dilê xwe ve ji min hez dikir...
Gelo ji bû çi welatê xwe î buhiþtîn terk kir, dest ji xaniman û þaniþînê xwe kir û hat li van çolan û çiyan der bi der geriya? wî bi xwe ev pirs ji xwe ne kiri bû. Iþqa miletî her tiþt li ber wî bê qîmet kiri bû... Hati bû xebata welatê xwe, tola kuþtiyê miletê xwe. Heyhat! Xwedê pê re ne bir serî, pêta agirê hindirê wî ew kuþt, mirazê wî bi wî re çû gorinê.
No! no! ne mirazê wî, ne ew bi xwe jî ne çûne gorinê. Mirazê wî mirazê me, mirazê giþkan bû. Ji lewra bi me re, di me de dijî û heta roja paþîn jî dê bijî. Bi xwe jî ne çûye gorinê. Ji ber ko her çi di riya miletê xwe de dimirin laþê wan bikeve erdê jî giyanê wan ber bi ezman ve bilind dibin û ew bixwe di dilên welatiyên xwe de dijîn.
Efendî di lawaniya xwe de Kurdperwer bû. Di mitarekê de civata kurdî li Dêrikê eþkere vekir. Ew bi xwe bû serwerê civatê, ji her alî libat (ÇÚÖÇ) civandin. Pirî jêhatî bû, hêj bîst û çar pênc salî bû, bû serekê du sê eþîran. Memûrîtir ko di destê xwe de dida lîstin. Di þerê Þêx Se'îdê rehmetî de çiqas beg û axayên welatê me û nêzingî me hine bi piyayên xwe ve çûne hemberî Þêx. Lê Efendî ne çû. Bi ser da bi çend piyayên xwe ve derket çiyayê Mazî. Ajot ser qereqola gundê (Þewaþ)ê. Esker û ceberxana wan dîl girt. Gava þehîdê þêrîn Kemal Fewzî beg hate girtin, Efendî bihîst ko ewê Kemal Fewzî beg di riya Sêwrekê de bibin Enadolê. Ji ber bihîstina vê xeberê birayê xwe Salih beg (ew jî bû þehîdê miletê xwe) bi çend peyan ve þand ser riya Sêwrekê ko Kemal Fewzî beg ji destê neyaran bi derxîne. Lê sed heyf di riya Xarpêtê þan dibûn.
Di pê þikestina Þêx de serwerê delal jî birin ber pirsiyariya Istiqlalê. Lê xwedê ji wî afatî xelas kir. Þûnda sorgonî Enadolê kirin. Li wê jî rahet ne disekinî; hevalê xwe yê nezan îqaz û irþad dikir, bi hevalên zana re civat çê dikir. Ji lewra li cîkî sekna wî tune bû, du rojan li cîkî ne dima. Bi derekê din ve diþandin.
Piþtî 'efwê dîsa hat welatê xwe, xort li dora xwe civandin. Bi civata mezin re mixabere kir... Ji xortên dora wî yek jî ez bûm. Tiþtekî wî ji me veþartî tune bû. Gava ko hate Sûriyê xeber da min û çend hevalan. Lê her wekî Hawarê nivîsandiye, Xwedê ji tu û wan ra li hevdû ne anî.
Berê wî bi jêr ve rast kirin, piþtî hatina wî zarokê wî jî canê xwe xelas kirin, lê di feqîrî û zelûlî da.
Salek ne çû min jî da dû: Me li Hesiçê hevdû dît ji ber ko birazîkî wî mamekî me kuþti bû, navbera me piçekî sar bû. Lê dihat ser kurdîtiyê, ji berê germtir bû.
Efendî bêguman hêja bû. Hevalê wî kêm têne dîtin. Ji bo vê wefata hezîn þîn û girî, reþgirêdayên li her Kurdê xudan rûmet dikeve. Xwedê rehma xwe lê bike, me jî bi rehma wî þa bike...
Hawar, Hejmar: 22, sal: 1933. Rûpel: 6

Sond
Rojine derbasbûyî... rind nayê bîra min. Dersxana me yektebeq û nesiwaxkirî bû. Gava deriyê kûçê dihate vekirin dehlîzeke teng û tarî û paþê hewþeke bêdar, rût xuya dikir. Di hewþê de bermîleke avê, zingarî hebû ko me bi ava wê destmêj digirt.
Keçik û lawikan bi hev re dilîstin, bi hev re dixwendin.
Xoca mezin jin bû; bejindirêj, piþtxwar û hebek mejîçelqiyayî. Xocê biçûk kurê Xoca mezin bû, hêj zarok bû.
Ez, li dawiya zarokan giþan rûdiniþtim ko darê Xoca mezin negihêje min. Ji ber vê yekê navê min bûbû (Rovî). Ji xwe di dersxanê de her zarok, li ser awayê tebîet û þiklê wî, navekî zêde lê hati bû kirin. Gurê har, Miþkê kewarê, Gabelek...
* * *
Di dersxanê de awakî cezayê hebû, felaqe. Heta keçikên mezin jî xwe ji felaqê xelas ne dikirin. Kesê ko ji felaqê ne tirsiya û jê ne recifiya tine bû. Ewê ko cirma wî biçûk ba, Xocê biçûk bi çend þimaqan û Xoca mezin bi çend daran canê wî ditevizand û serê wî diwerimand.
Ji aliyê lêxistinê para min ji giþan kêmtir bû. Bi tenê carekê Xoca mezin ji ber (derew) kê guhê min pir zêde kiþand û ez êþandim. Heta çend rojan sor bûn û êþa guhê min ne çû... Digel vê qasê tu qebaheta min tune bû û min (rast) goti bû...
Rojekê, zarokekî bilbilokê bermîla nimêjê þikandi bû. Her du Xocan dixwest bizanin xwediyê vê cirmê kî ye? Yê ko ew þikandi bû zarokekî biçûk, ziravok nexweþ û bêcan bû... Min ew ji Xoca mezin re got. Xocê dikira ew bavêta felaqê. Wî jî înkar dikir. Wê gavê zarokekî din hate ba Xocê û got: (Yê ko bilbilok þkandiye ez im û ne Misto ye” Û xwe li ber felaqê dirêj kir. Hingî darê Xoca xanimê hilat û daket; zarok bi kel û girî, ax û waxîn bîst, sî dar xwarin. Paþê Xoca mezin li min vegeriya û got: (Te çima derew û bêbextî li hevalê xwe kir?) Wê gavê guhê min çend caran û wer kiþand ko ez ji erdê bilind dibûm...
Ez giriyam... giriyam... çima ko min derew ne kiri bû. Belê, yê ko bilbilok þikandi bû Misto bû; û min ew bi çavê xwe dîti bû û paþê min ji Xoca mezin re goti bû.
Piþtî ko em ji dersxanê belav bûn, min ew zarokê ko derew li xwe kir û xwe li ber felaqê dirêj kir, dît û min bi destê wî girt, ji wî pirsî:
- Te çima ez derewker derêxistim û bi ser de derew li xwe kir û bê sebeb xwe da ber kotekan; te bilbilok ne þikandi bû.
Ewî got: Belê min þikandi bû...
- Na, te ne þikandi bû, Misto þikand, min ew bi çavê xwe dît û paþê min ji Xoca re got.
Êdîn nikari bû rastî veþarta, li rûyê min nêrî û qederekî ma û paþê ji min re got: (Heke tu sond dixwî ko ji Xocan re nebêjî ezê rastiyê bêjim). Min jê re sond xwar, ji min re bûbû meraq. Ewî got:
- Belê, bilbilok Misto þikandi bû, ez jî pê dizanim, lê ew pir bêcan e, nexweþ e, tu nabînî, ma dikare xwe li ber felaqê bigre.
- Te çima li dewsa wî kotek xwar?
- Çima? çima ko min bi wî re sond xwariye. Ew îro nexwþ e, ez rehet im, min ew xelas kir.
- Sond çi ye?
- Ewî got: Ma tu nizanî? Min got: Na.
Hebek bi dûr ket û got:
- Em xwîna hevdû dimêjin û bi hev re sond dixwin. Yên sondxwarî dibin xwînbirayên hev û heta mirinê bi her awî arîkarî û alîkariya hev dikin.
Paþê, min bala xwe da, gelek zarok bi hev re sond xwari bûn.
Rojekê, min ev bi çavê xwe dît. Xocê biçûk, li ber bermîla avê destmêj digirt. Xoca mezin, paþiya wê li me bû; nimêj dikir. Du zarokan bi kêreke dardestî, milên hev diqeliþand; dilopên xwîna sor di cihê birînkirî didan û dimêtin, û bi hev re sond dixwarin.
Sondxwarin û xwînbiratî ji min re bû bû meraq. Xwînbirakî min heba, gava Xoca mezin guhê min dikiþand, ewê xwe bida ber min û ne dihiþt ko guhê min bête kiþandin û carina jî ez felaqê xelas dikirim.
Di nav dibistanê de min xwe bi tenê didît. Hinek hevalên min hebûn. Lê me bi hev re sond ne xwari bûn û em ne bû bûn birayên hev.
Rojekê min daxwaza xwe ji diya xwe re got; min ji wê re çîroka sondxwarinê da zanîn. Diya min rûyê xwe bi min re tirþ kir û got: (Nebe ko tu dîn bûyî; ez wisan zarotiyan naxwazim).
Lê min guh ne da ê; min ev tiþt (sondxwarin) da bû ber çavên xwe. Min dixwest ji nav hevalên xwe xwînbirakî qenc bibijêrim. Rasthatineke xweþ, ji min re ev heval bexþ kir. Rojên înê zarok giþ li nav bexçê mala me diciviyan. Hetanî êvarê me bi hev re dilîst. Hevalekî min hebû ko ji wî bêtir navê wî bi min xweþ bû. Ewî gelek caran piþta gurê har datanî erdê. Gurê har, navê ko Xoce xanim li (Cemo) kiri bû. Cemo bi rastî mîna gurekî har bû; canê gelek zarokan diþewitand.
Sindik Havînê, her rojên înê, bi xwe re destek darên bihê dianî. Me ji van daran ji xwe re hesp çêdikirin û em bi hev re derdiketin cirîdê.
Rojekê ji rojên înê bû. Min ji xwe re yekî dirêj û rast bijart û bi kêreke tûj min qaþilê wî diqeþart û ji hespê xwe re guhik û pozik derdixistin; min hespê xwe çêdikir.
Sindik û hevalên din li benda kêra destê min bûn, da ko wan jî mîna min hespên xwe çêkirina nizanim çawan bû, carekê min dît kêra destê min, ji nav qaþilê darê çerixî û xwe gihand tiliya min a biçûk ya destê min î çepê û ew birîn kir. Xwîneke bi av û sor jê herikî. Di wê gavê de tiþtek hate bîra min. Sond xwarin. Min êþa tiliya xwe ji bîr kir û ji Sindik re got:
- Rabe Sindik, destê min hazir e, tu jî destê xwe birîn bike, da ko em bi hev re sond bixwin û bibin xwînbirayên hev.
Sindik hebek dama, bi çavên xwe ên reþ li erdê belek nêrî û got: Ma dibe wisan, ji bo xwînbiratiyê divêt em xwîna zendên hev bimêjin.
Min got: Çi xem e lo!... ma ne xwîn e, ha ji dest, ha ji zend.
Sindik got, baþ e, û kêr ji destê min girt û zendê xwe vemalt û birî, heta hebekî kûr jî birî. Xwîna wî hewqas tîr bû ko ne diherikî; ew bû dilopek û rabû. Me xwîna xwe tevlîhev kir. Berê min mêt, tiþtekî þorgerm bû, paþê wî xwîna tiliya min mêt.
* * *
Nayê bîra min. Di piþt re çiqas zeman derbas bû, nizanim... mehek, salek. Min ji bîr kiri bû ko ez û Sindik bûne xwînbirayên hev. Dîsa em bi hev re diçûn dibistanê, û em bi hev re vedigeriyan. Rojekê, dinya gelek germ bû, Xoca mezin di nîvê rojê de em serbest berdan, mîna rojên pêncþembê... Ez û Sindik hêdî hêdî vedigeriyan mal. Min destmala xwe danî bû ser serê xwe. Xwêdan ji eniya me diherikî, em li ser rêke biçûk û teng dimeþiyan. Ji niþka ve kûçikekî reþ û mezin derket pêþiya me. Li pê wî çend zilam bi darên xwe bi dû keti bûn. Ji dûr ve deng li me kirin û gotin:
- Xwe bidin alî, ewê bi we bigre...
Em tirsiyan û þaþ man. Min got, eman em birevin. Çavên kûçik sor bû bûn; mîna agir dibiriqîn. Kûçik nêzîkî me bû bû. Sindik got, tu xwe li paþ min veþêre, û xwe da pêþiya min. Kûçik dirêjî wî kir; Sindik jî xwe avête ser wî. Mîna ko bi navê bileyizin; destên xwe di nav piþta hev re birin û anîn. Kûçik jî rabû bû ser lingên xwe. Paþê her du jî ketin erdê.
Ev þer bi min pir dirêj hat. Ji tirsan ez direcifîm. Zilamên ko bi dû kûçik keti bûn, gihiþtin cem me û bi darên xwe li kûçik xistin.
Sindik xelas bû. Lê reben, ji serçavê wî xwîn diherikî. Kûçik dêla xwe kir nav lingê xwe, serê xwe bera erdê da û çargav revî. Sindik ji min re got: (Metirse, tiþtek ne bûye, birîn biçûk e). Zilaman ew kirin himêza xwe û ew birin mala wî. Ez jî bi rev çûm mal, û min serhatiya xwe ji diya xwe re got.
Roja din Sindik ne hat dibistanê. Min ji diya xwe re got: (Yadê em herin mala wan, Sindik bibînin). Diya min qaîl ne bû. Ewê digot, Sindik nexweþ e, nabe ko em herin wî nerehet bikin).
Paþê, her sibe, bi hêviya ko ez Sindik bibînim diçûm dibistanê; lê heyhat!... ew qet ne dihat. Meger ew kûçik har bû. Sindik birin Diyarbekrê ser tixtor û ji wir jî biribûn Stenbolê. Paþê me bihîst ko Sindik miriye.
* * *
Her rojên Havînê ko zû ji xew radibim û sibehên ewravî dibînim, mîna herkesî, zarotiya min tê bîra min. Welatê min î kesk, cihê ko lê hatim dinê tê ber çavên min û bê hemdê min hêstirên min diherikin ser destên min ê çepê. Li tiliya xwe a biçûk dinêrim, li ser movika navîn; li dewsa wê birîna peresteþî xêzeke biçûk û spî xuya dike, û hêj germiya lêvên hevalê min ê fedakar tê de ye. Di piþt re xeyaleta hevalê xwe a qehreman, wî hevalê ko ji bûna sonda xwe, ji bona xelasiya hevalê xwe, bi kûçikê har re pence pence þer dikir.
Salqîn: 12- 9- 1941
Hawar, Hejmar: 35, sal: 1941. Rûpel: 8, 9, 10.

Guneh
Carekê min di kitêbekê de xwendi bû (Serhatiyê meriv çiqas kevnar be, di mejiyê mirov de hewqas þopên kûr dihêle...).
Rast jî wisan e; tiþtên ku min di biçûkiya xwe de dîtine, serhatiyê wê gavê îro pir qence, gelek bi zelalî tên bîra min... lê tiþtin hene ko dihî, pêr min dîtine; an bihîstine, an jî hatine serê min bi xwe îro zû bi zû nayên heþê min...
Qey gava meriv zaro be, mejiyê meriv hêj bêtir nerm û taze ye; ji lewra dîrok û serhatiyê meriv bi hêsanî tê de cih digrin û her ko zeman derbas dibe þopên kûr dihêlin. Eve, yek ji serhatiyê biçûkî:
Bihar, diqediya. Havînê, nih dest pê dikir. Êdin herkes ji germa rojê dereviyan; xwe davêtin bin siha darekê an dîwarekî...
Piþtî xwendinek heþt mehan, dibistana me jî deriyê xwe li me digirt... Ez, bi xwe pir kêfxweþ bûm; heþt meh xwendin, di nav wê girgirêç û hay û hûyê de, di nav wan dîwarên teng û tarî de, ne tenê canê min, rihê min bi xwe jî bawî bûbû. Dilê min kufik û zingar girti bû...
Gava mamosteyê me mizgîna belevkirina dibistanê ya havînî da me, ne tenê ez, hemî suxteyên dibistanê mîna çivîkên ji qefesê azad dibin, çirevîtik didan xwe, kumên xwe ber bi ezmanan davêtin û digotin: Her bijî Mamosta! Her bijî Mamosta!... Tenê sê çar zarokên tiral digiriyan, di sinifa xwe de ma bûn, û li ber mamoste û hevalên xwe rûsar diman: Tirsa dê û bavê wan hêstir diherikîn. Giriyê van zarokan hinek kêfa min kêmtir dikir, dilê min bi halê wan diþewitî...
* * *
Piþtî girtina dibistanê qederek derbas bû bû; rind naê bîra min, Xwedê zane mehek an meh û nîvek. Ez û çend hevalên xwe ji ser zinarekî derbasî ser latekê dibûn, kaþ bi kaþ, newal bi newal li hêlînê çûkan digeriyan; bi saetan ve bi dû çêlîkê wan ên nihfirî diketin; me ew digirtin, ew heywanê bê zar û ziman heta di nav pepikê me de bimirana, me bi wan dilîstin...
Em, carina serqot, carina jî pêxwas digeriyan û ji vî halê xwe bêtir þa dibûn. Kum û sol û cilê me ji me re teng dihatin, bi her hawayî me dixwest em serbest bin...
Çiqas car histiriyê kaþan lingên me diqelaþt, û kelemên dar û deviyan lingên me xwîn dikirin. Dîsa ne xema me bû. Haya me ji me tune bû; lîsk, serbestî, azadî em sermest û serxweþ dikirin... Çend caran me ji dê û bavê xwe gotinên tal dibihîstin, dîsa me guh ne dida wan...
Piþtî heþt meh xwendin û ew jiyîna zîndanî, sê çar mehên havînê serbestî para me bû, heqê kesî tune bû me ji vê azadiyê bê par bike.
Rojekê min û sê çar hevalan me gotina xwe kirin yek: emê biçûna Þikefta Birxêrê, nêçîra çêlkewan... Þikeft ji gundê me bi sê çar saetan dûr bû. Ji ber germa havînê kewan teva çêlîkên xwe, xwe davêtin bin siha vê þikeftê. Di þikeftê de kaniyek jî hebû. Lê þikeft ne xalî bû: cihê pîrebok, cin û periyan bû. Heta min ji pîrika xwe carekê bihîst ko Þikefta Birxêrê payîtextê padîþahê cin û periyan e, kes ne wêrî bû here hundirê vê þikeftê. Heta peyayên mezin bi xwe jî taqet ne dikirin. Lê zarotî, ji bona nêçîra çêlkewan, ne cin li ber çavê me xuya bûn ne perî... Ji xwe me dixwest cara ewilî em vê mêraniyê niþan bidin; di þikefta cin û periyan de nêçîra çêlkewan bikin.
Reþo û Remo li ber derî man, ez û Cemo jî ketin hundirê þikeftê; ha li vir, ha li wir me sê çar çêlkew girtin. Ew pir biçûk bûn, nikarî bûn bifiriyan. Di wê gavê de dinya bi genc û xezînê xwe ve bidana me, em hewqas kêfxweþ û dilgeþ ne dibûn. Lê em hebekî westiyan; li ber derê þikeftê darek tûê hebû, em li bin siha wê rûniþtin, me him xwe rehet dikir, him jî em bi nêçîrên xwe þa dibûn... Hingî Cemo tî bû bû; dixwest here hundirê þikeftê avê vexwe, lê bi tenê ne wêrî bû. Min dizanî bû li xwe danîne ji kesî re bêje: Bi min re were hundirê þikeftê, ez ne wêrim bi tenê herim. Min, bêgûman dizanî bû ewê bi tenê here... Di wê gavê de þeytaniyek hate bîra min. Min xwest ko mêraniya Cemo biceribînim. Min xwe ji wan vedizî û ketim hundirê þikeftê. Ne Cemo ne jî tu hevalan çûyîna min a þikeftê ne dîtin. Min di quncikekê de xwe veþart. Min dît Cemo hêdî hêdî, bi tirs lingê xwe davêje û tê. Þikeft tarî bû, hêj av venexwari bû, gava nêzîkî min bû, ji niþka ve, bi dengekî bilind min go: pix... pix!
Heyhat!... Cemo, di dilê xwe de got qey cin e, bi tirseke mezin veciniqî û ket erdê; dev û diranê wî ketin hev. Çiqas min deng lê kir qet li min venegerand. Bi tenê çend caran çavê xwe vekir û bi tirs li min nêrî... Çavê wî ê kesk di nav tariya þikeftê de mîna du cinciqan diçirisîn... Hingê min fam kir ko min qebahetek, an hêj bêtir, gunehekî mezin kir. Ez çûm cem hevalan û min ji wan re got: werin bê çi li Cemo hatiye?
Em her sê çûn cem wî, çiqas me kir ne kir me nikarî bû ew ji cihê wî bilivanda. Ji xwe em giþ zarok bûn, em her sê çar jî, heft heþt salî bûn... Hingê dengê bilûrekê ji dûr ve hezîn hezîn dihat. Me dizanî bû xwediyê bilûrê þivanek e. Reþo û Remo li ber Cemo man, min xwe li dengê bilûrê girt. Piþtî qederekê min xwe gihand þivên û min serhatiya me ji wî re got: Þivan, ji dûr ve, merivê Cemo dihat; pezê xwe sipart hevalekî xwe û bi min re hat þikeftê; Cemo li piþta xwe kir û em bi hev re vegeriyan gund. Hêj zimanê Cemo ne digeriya, min jî ji fediyan, qebaheta xwe vediþart, heta min ji hevalên xwe re jî rastî ne digot.
Em çawan vedigeriyan gund? Dê û bavê Cemo ewê ji me re çi bigotina. Me ê ji dê û bavê xwe re bigota çi?! Çar ne çar em diçûn.
Çîroka me zû li nav gund belav bû. Bavê min, di mal de ez heps kirim. Min bihîst ko hevalên min jî mîna min heps kirine. Hêj jî zimanê Cemo venebû bû. Her kesî digot: Ciniyê wî þeytanî ye, ne rehmanî ye û giþan ji dawiya Cemo ditirsiyan, tenê Þêx Sedeqe.
Þêx Sedeqe, bi cin û periyan dizanî bû. Ev kalê rîsipî ko zeman piþta wî xwar kiri bû, bi nav û deng bû... Eslê wî yan ji Mekê bû yan ji Medînê... Min bihîst ko Þêx, ji bavê Cemo re gotiye. (Heke tu deh zêran (pênc pêþîn, pênc paþîn) bidî min ezê kurê te rehet bikim...) Bavê Cemo jî qaîl bû bû û goti bû (Tu kurê min rehet bike mal û milkê min giþ ji te re pêþkêþ in... )
Êdin her kesî hêvî dikir ko Þêx ewê Cemo rehet bike... Tenê min bawer ne dikir. Min derd û êþa Cemo ji Þêx bêtir û çêtir zanî bû...
Gava Cemo birin cem Þêx, Þêx ez jî xwestim nik xwe, û ji min çend pirs kirin: (Wexta ko Cemo çû þikeftê, cihê ko lê keti bû xwar, û çiqas nezîkî qoziya çepê bû, çiqas dûrî qoziya rastê bû??) û bi kitêba xwe dinêrî û bi qelema xwe a qîjotî li ser kaxetekê çend xêz û nixtik çêdikir û serê xwe dihejand û digot: (Min fam kir... Min nas kir kîjan cin e... ev cinekî þeytanî ye, jê re dibêjin: polotox...)
Paþê li ser neynûkên dest û lingên Cemo bi qelema xwe tiþtin nivîsand û got (Min cinî di laþê wî de heps kir; heta ez wî ne kujim, bera nadim, ka ji min re destek þivê ter bînin).
Xulamê wî Dilo, gurzek þivê hinarê jê re anîn û bi lingê Cemo girt û bilind kir, Þêxê wî jî, þiv bi þiv di lingê wî zarokê reben diþikand... Cemoyê ko heta wê gavê zimanê wî ne digeriya qîrîna wî diçû ezmanan. Lê þêx digot: (Ev ne dengê Cemo ye, hêj zimanê wî girêdayî ye û dest bi lêxistina xwe dikir û digot: Efrît... þeytan... ma tu ji destê min bi kû da birevî) û bi zimanê cinan çend pirs li ser dikirin: têmatim... Tenatin... þin... þin...
Xwîn ji bin lingê reben diherikî, gava her darek li bin lingên reben diket, tîrên birûskê li dilê min dixist... Min nikarî bû rastî bigota. Ew roj ne bû êvar, Cemoyê reben ji ber darên wî zalimê xedar mir.
* * *
Ev bûn bîst, bîst û çend sal... ev çîrok li serê min qewimiye. Hêj ji bîra min ne çûye. Ji min re bûye derdek, di hundirê min de bûye girêkek, di dilê min de bûye birînek... birîneke pir kûr. Sal bi sal nêm û kêma wê bêtir, êþa wê zêdetir dibe. Giyanê min ji ber diheje... Gelek caran, Cemo di xewna xwe de dibînim; li hember min melûl melûl disekine û bi gilî û gazin ji min re dibêje: Bêbext... bêbext!
A- Zîwan: 28- 1- 1942
Hawar, Hejmar: 39, Sal: 1942, Rûpel: 6, 7, 8.

Rojên Derbasbûyî
Piþtî jîyîneke sê salan jîyîneke tal û þêrîn ez ji Amûdê bi dûr diketim... Çend hevalên min ên fedakar û çend sûxeyên min ên wefakar dora timobîla me girti bûn... Yek, du heval xuya ne bûn; Xwedê zane ne ji bê bextî, dibe ko ji diltengiya jihevqetandinê çavên wan bar ne bû bû û ne hati bûn... Bi kel û girî min û hevalan destên xwe di hustiwên hev re bir û anîn. Me hevdû dispart Xwedê... Bi germiyeke wisan me destên hev diguvaþt ko dilên me ji hev re digotin: Emê her û her heval û bira bimînin...
Gava timobîl bi rê ket, bê hemd çend hêsir ji çavên min herikîn... Ji alîkî, ji hevalan bi dûr diketim, ji aliyê din birîna hêta min ez diêþandim; giyanê min dihejiya; min ne zanî bû êþa vê birînê ewê çiqas dom bike û ewê çi li êniya min binivîse!
* * *
Gelek rojên xweþ û pir rojên reþ min li Amûdê derbas kirin... Paþiya paþîn ez bûm zelûlê serencameke kirêt.
Gava diçûm dibistanê û vedigeriyam, dêlikek teva du cewrên xwe li ser riya min xuya dibûn û bi min da direyan. Cewrekî gurî bû, çavekî wî kwîr bû, rîþekê nêviyê rûyê wî þewitandi bû... Cewrikê din kurmî bû, mîna bi nexweþiya firengiyê keti be, gava direya kewtîn û kaz kaza wî, nola kwîsiyê lablabik di berde ma be, bi der diket...
Belê van cewrikan timî dixwestin riya min bibirin... min jî guh ne dida wan... ne di hate bîra min ko rojekê hestiyekî bavêjim ber wan û xwe ji wan biparêzim. Rojekê ji niþkave - Xwedê zane ê kwîr bû - ji paþ ve bi hêta min girt û ez birîn kirim... .
Tixtoran ji min re hewa guhestin û cih guherandin berpêþ û “Eyndîwar” nîþan kirin.
* * *
Timobîla me hêdî hêdî ji Amûdê bi der ket û paþê lezand; hevalan, hetanî em ji hev wenda bûn destên xwe ji min re kil dikirin. Timobîl, her ko diçû, xwe diguvaþt... Li aliyê çepê çiyayên Kurdistanê, li alî rastê çola Cezîrê û þorezara Erebistanê diherikîn... Xunaveke bê deng hûrik hûrik dibariya. Þifêr digot: Xwedê bike baran boþ nebare em xwe bigihînin Qamiþlokê...
Xwedê em ji herî û çiravê parastin, baran ne bariya... Lê hetanî em gihiþtin Qamiþlokê xunavê rûyên me dialast...
Bi lez û bez min xwe gihand cem tixtor...
Birîna min pansiman kir û hinek derman da min. Roja din em gihiþtin Dêrikê, li ba hevalekî bûm mêvan, lê bi þev xewnine bi tirs ez vediciniqandim. Birîna min diêþiya.
Sibehê ez li ser timobîlekê geriyam, bi dest ne ket, vêcar li ser hespan me berê xwe da ”Eyndîwar”ê. Piþtî du saetan em gihiþtin wir... Ji xortên wir Fetahê mele Sadiq û Mihemedê mele Ehmed derketin pêþiya min û bi rûkenî û bi dilgermî destê min guvaþtin...
* * *
Di yekê Avdarê de gihiþtim ”Eyndîwarê”. Herkesî ji min re digotin: Bextê te baþ e, tu di serê Biharê de hatî vir, ji îro pêve bihar e. Bihara Eyndîwarê mîna bihara zozanên Kurdistanê ye...
Ev fala ko herkesî ji min re vedikir wisan derneket... Bi hêjmar, mehek û sê rojan, bi þev û bi roj baran bariya. Bi hezar dijwarî min xwe digîhand dibistanê... Suxteyên dibistanê, mîna yên Amûdê, pirê wan Kurd bûn. Ji lewra me zû hevdû nas kir û me zû ji hev hez kir...
Qederê mehekê min nikarî bû dora xwe bidîya, bi þev baran... bi roj baran... êdî canê me bawî bûbû, hundirê me zingar girti bû... Birîna min jî hêj dixebitî... min bawer ne dikir ko ewê kînga rehet bibe...
Piþtî mehekê bi þûn da, nîva, roj bi derket, giya þîn bû, gul û çîçekên rengîn xuya kirin... Min fam kir ko bihara ”Eyndîwarê” bihareke welatî ye. Li hember: Çiyayê Cûdî, wargehê Nûh pêxember di bin de çemê ”Diclê” diherike... Li berê çem ”Cizîra Botan” welatê Mem û Zînê xuya dike. Ev her sê bergehên dîrokî di jiyîna min de wergerandineke mezin çêkirin û giyanê min bi axa wê derê ve girêdan... Di rojên baranê de, dost û hevalan ji min re digotin: Malava, bihna xwe teng meke, îro sibe, baran ê bisekine, êdin Bihar e, emê herin ”Pira Bafet” seyranê, tiwê bibinî çi cihekî xweþ e, çi cihekî xweþ... Min û hevalan çend seyran çêkirin. Vêcar dora ”Pira Bafet” bi xwe hati bû. Rojekê, me xwarina xwe bi xwe re bir û em çûn ”Pira Bafet”, pira dîrokî (dibêjin di zemanê Mîr Mehemedê yekdest de ava bûye). Bi rast jî cihekî pir xweþ bû. Dicle di bin lingên me re diherikî... Birca belek rind xuya dibû... li ser Cûdî berfa sipî diçirisî.
Hetanî êvarê em li wir man... Hevalê yekta û rûhþêrîn Mehemedê Melê mîna hergav weke þalûlekî dikire þeqeþeq, ji dîwana Cizîrî perçên dilþewat dibijart û destê xwe bi aheng kil dikir û digot:
”Me di dil de heye narek ko disijit seqerê”
”Erzihala ko nivisî me bi xûna cegerê...“
Birîna min hêdî hêdî rehet dibû.
* * *
Êdin wexta girtina Dibistanan hat... ji alîkî kêfxweþ, ji aliyê din dilnexweþ bûm. Ezê vegeriyama Þamê, minê hevalên xwe ên li wir û ên li ser rê bidîtana... Lê destê min ji Eyndîwarê û hevalên Eyndîwarê ne dibû... Þairekî çiqas rast gotiye: “Gava meriv li cihekî dimîne, bi însan û axa wê derê ve bi benên nexuyayî tê girêdan, kînga meriv ji wir diçe, ev benên ha dilê meriv ber bi xwe ve dikþînin û diêþînin...”
Gava ji ”Eyndîwarê” derketim, mîna roja ”Amûdê” qirika min tije girî bû bû...
* * *
Roj, meh, sal... çiqas zû derbas dibin. Ev bûn du sal- ne kêm ne zêde- ji wan cihan, ji wan hevalan bi dûr ketime... Li cihine wisan dimînim ko ne ”here” ne ”were” dibîsim: guhê min ji vê ahenga piresteþî bê par maye... li dora xwe dinêrim ji berdêla Cûdî û Diclê leylanine xapînok dibînim.
Hevalekî dewsa Mehemedê melê, ew dewsa vala, tijî bike - suxtê min jî ne Biro û Remo nin ji diyariya wan deran bi tenê tiþtek bi min re maye; di hêta min da hêj jehra diranê wî cewrikî dilive. Ew cewrikê bê xwedî, ew cewrikê serberdayî...
Cideydê : 10- 11- 1942
Hawar, Hejmar: 52, sal: 1943. Rûpel: 9, 10.

Sehên zozanan
Nêçîrvanê Hawarê û çîroka sehê wî anî bîra min: Sehê zozanan.
Çîroka sehên zozanan ne derew e û ne tiþtekî xeyalî ye. Min, bi çavê xwe ne dîtiye, lê min bi guhê xwe bihîstiye. Yê ko ji min re gotiye ne mirovekî tenê ye, dido ne... yek jê, ji Zibdanê Salih begê Remedan e... yê din jî, ji Eþrafê Qunêterê Dawid efendî ye... Min ji her diwan jî wisan bihîst:
Ji berê de, ji Kurdistanê pez tê Sûriyê, Felestînê û carina diçe heta Misrê jî... pezên Kurdistanê li bazarên van welatan pir meqbûl e... . jê re pezê mor dibêjin...
Carekê, tacirekî, ji dora Erziromê pezê xwe aniye Sûriyê û qederekî li Zibdanê maye. Zivistan pir sert hatiye, gelek berf bariyaye, nikarî bûye ji Zibdanê derkeve û pêþ da here. Paþê mecbûr bûye, pezê xwe li Zibdanê firotiye mêvandarê xwe... Bi tacir re sehekî zozanan jî hebûye ko bi rê da pezê wî ji guran diparast... Mêvandar rû avêtiye ser wî û jê kûçikê wî xwestiye. Wî jî, ji ber heqê mêvaniyê fedî kiriye û sehê xwe ê qilçiq- þîn, bilind û sermezin, gurxenêq pêþkêþî mêvandarê xwe kiriye û vegeriyaye welêt: Erzeromê...
Wê çaxê li Zibdanê rêl û deviyên bi histirî tijî... hebûne, ko wargehê gelek gur û hin tebayên din ên kûvî bûne; û tucaran eman ne didan pezê wî welatî... Lê piþtî ko sehê zozanên Kurdistanê li wir xuya dibe, gur û tebayê din ne wêrî bûn nêzîkî pez bibin... Sehê zozanan xwelî li serê wan dikir...
Piþtî çend salan... sehê zozanan, êdî pîr bû bû. Carekê, di nav wan deviyan de, gur lê dicivin û wî gelek perîþan dikin. Gava vedigere mal, xwediyê wî dibîne ko laþê wî giþ birîn bûye, û ji birînên wî xwîn diherike. Xwedî pir li ber ketiye; birînên wî girêdaye...
Sibetirê seh wenda dibe, xwediyê wî pir lê digere, nabîne... dibêje qey ji ber birînên xwe li cîkî ketiye û miriye...
Qederê du mehan derbas dibe, xwediyê wî dibîne ko sehê wî ji niþka ve xuya bû. Lê ne bi tenê; pê re du sehên din hene ko ji wî bilindtir û gir û ji wî hêj ciwantir in. Ew jî di rengê wî de bûne: qilçik- þîn! Mêrik pir kêfxweþ dibe, heke baskên wî hebiwana ewê ji kêfa bifiriya... Ji mêvanê xwe re hema bi lez û bez berxekî serjê dike û li ber wan datîne...
Her sê kûçik wê þevê xwe rehet dikin. Sibehê, sehê pîr dikeve pêþiyê û her diwên ciwan didin dû wî... Xwedî jî dizane ko hikmetek di vî îþî de heye, ew ji pê wan dikeve...
Seh berê xwe dide nava deviyan... wargehê guran. Cara pêþîn ew bi tenê diçe nav deviyan, her diwên ciwan xwe li paþ vardiqilînin... Vêca gur dajon ser sehê pîr... Hingî, her diwên ciwan mîna birûskê xwe dirêjî ser guran dikin. Gur çel-pênceyek hebûn. Þerekî mezin di nav wan de dibe... Lê seh, nemaze her diwên ciwan zora wan dibin û guran yek bi yek dixeniqînin... û heyfa sehê pîr ji wan hiltînin... Paþê, vedigerin mala mêrik... xwîn bi ser çav û guhê wan ve diherike... Mêrik dîsa ji wan re berxekî serjê dike û birînên wan derman dike. Lê mixabin, sibehê gava xwedî ji xew radibe û li dora xwe dinêre her sê seh jî xuya nakin.
* * *
Piþtî çend salan, mêrikê Erziromî û mêrikê Zebdanî hevdû li Sûriyê dibînin. Zebdanî çîroka sehê xwe ji dostê xwe yê Erziromî re dibêje... Erziromî jî dibêje: Belê, xebera te ye... Seh, pîr bû bû... Rojekê min dî ji niþkava xuya kir, piþtî du-sê rojan ew û herdu cewrên xwe wenda bûn û piþtî mehekê dîsa her sê jî xuya bûn. Her du sehên ciwan cewrên wê bûn... Piþtî du-sê mehan ew bi xwe mir, cewrên wê man...
*Ronahî, Hejmar: 14, sal: 1943. Rûpel: 11.

Gulçîn
Gulçîn... Keça Newres begî bû... nûxuriya dê û bavê xwe bû... Ji wê pêve keç û kurên Newres begî tune bûn. Ji lewra pir bi delalî û nazenînî mezin bû bû. Ji aliyê xweþikbûnê jî yekta bû. Bejinzirav... porzerî. Çavkesk bû... Salên wê nuh keti bûn hijdan. Xweþikbûna wê di nav êlê de bû bû dengîn. Gelek xort peresteþkarê wê dibûn. Lê kesî ne wêrî bû ew ji bavê wê bixwesta.
Newres beg, ji giregirên bajarê Nolê û serekê êlê bû; merivekî pir xedar û xwînxwar bû. Her kes ji wî dilreþ bû bû... Li her cîhî paþgotiniya wî dihate kirin, ji bin ve ji wî re çal dikolan...
Dijminê wî ê bêeman Seydo axa... ji serekê êlê bû, û hîmê êlê bi xwe bû. Yê ko gelek caran xewa Newres begî ji çavên wî difirand, Seydo axa bû.
Newres beg jî, êdin rind fam dikir ko text û bextê wî tê hejandin. Heke ev hal hinekî din jî pêþ ve biçe ne êl dimîne ne mêl. Diviya bû dermanekî ji vî derdî re bibîne. Bi þev û bi roj, dûr û dirêj difikirî... Paþiya paþîn çareyek qenc dît... di dilê xwe de got: heke min Seydo axa ji xwe re kir zava; tirsa min ji tiþtekî namîne.
* * *
Newres beg keça xwe... Gulçîna nazenîn ji Seydo axa re pêþkêþ kir. Seydo axa jî bi dil û can ew xwest. Beg û axa li hevdû hatin... nîþan bi Gulçînê ve kirin... þêraniya wê vexwarin... piþtî sê mehan jî ewê daweta wê biba...
Newres beg, ji zû da ye ji xewa þevan bê par ma bû... piþtî vê lihevhatinê, cara ewilî serê xwe danî ser balîfê, bê tirs û perwa raket...
Lê Gulçîn... Gulçîna reben, çi bi serî dihat? Dinya li ber çavê wê tarî bû bû... di her tiþtî de reþbûnek didît. Roj, hêv... her tiþtê sipî û ronî ji wê re reþ xuya dikir... Ewê çawan ji Seydo axa re biba jin? Seydo axa, ji pênceh salî ne mezintir ba, ne biçûktir bû. Rûyê wî bi xurî... çavekî wî sipîk li ser bû... digel vê pirbûn û kirêtbûnê sê jinên wî jî hebûn. Du sê keçên wî berî Gulçînê bû bûn bûk...
* * *
Yê ko însanê natewan dijîne hêvî ye. Hêvî nebe, însan nikare ji ber kul û derdê dinê debar bike. Xwîniyê ko dibin ber sehpê, bi dar ve bikin û ben dikine qirika wî, dîsan hêviyeke felatê heye... çavê xwe digerîne da ko padîþah ji bona efa wî fermanê biþîne...
Gulçîn jî bê hêvî ne ma bû. Dixwest ji xwe re çarekê bibîne û ji vê ênînivîsa reþ, ji vê serencama dilþewat bifilite.
Li ber çavê Gulçînê hêviyek hebû: Pîra Bêzê... Pîra Bêzê, pîrejineke sêhirbaz bû... bi sêhrên xwe nîþana gelek zavan þikandi bû... dilê hezar xort û keçan xisti bû hev... gelek jin û mêr ji hev da bû berdan.
Gulçîn, rojekê xwe gihand pîrê, bi dawa wê girt û hejand, destê wê maçî kir û derdê xwe jê re got: Pîrê, ez di bextê te de me, min ji vî agirê dojehê xelas bike. Tu çiqas pere bixwazî diya min ewê bide te. Diya min jî vê zewacê naxwaze.
Pîrê, qederekê dama, paþê ji wê re got: Keça min divê ez te bigihînim ba Þêx, Þêx Þefqet, kane te ji vê gerdabê biderxe.
Di nav xwe de rojek bijartin, ewê bi hev re biçûna nik þêx.
Berî ko herin cem Þêx, pîrê çend þîret li Gulçînê kirin: Þêx, ji malbata pêxember e, divê berî ziyareta wî tu bi destmêj bî, paþê keça min, ew bi rûhê îns û cinan dizane, di her gotineke wî de bereket, di her pirseke wî de qudsiyetek heye. Heke wî ji tiþtekî sipî re got reþ e, bizane ko di vê gotinê de hikmetek heye. Divê dilê te ji aliyê wî de paqij be, da ko ew jî daxwaza te bizane û bîne cih”.
Gulçîn gotinên pîrê yek bi yek kire serê xwe.
Gava ketin hundirê xewletxana þêx, þêx got: Pîra - Bêz! malava, ev bûn çend hefte, tu xuya nakî, tu li kû yî? çi bi te hatiye? Bi dilê min xweha te hati bû mêvaniya te, ne?
Pîrê, berî li þêx vegerîne carekê li Gulçînê nêrî û serê xwe jê re hejand û paþê li þêx vegerand û got: Ez gorî, rast e, xweha min Seyrê hati bû mêvaniya min, ji lewra ez ziyareta te kêm mam.
Þêx got: Xem nake, ma ev ne keça Newres begî ye?
Gulçîn got: Belê ezbenî... û bi fedî çû destê þêx...
Þêx got: Keça min, divê tu ji bona Xwedaê xwe, Xwedaê erd û ezmanan jî destmêj bigrî û nimêj bikî, ne bi tenê ji bona hatina vir.
Pîrê, careke din li Gulçînê nêrî û serê xwe jê re hejand. Bi vê serhejandinê rastbûna þîretên xwe dianî bîra wê, keçik jî; heyran, heyran di hizûra þêx de diricifî.
Þêx got: Keça min, ne hewce ye ko tu serhatiya xwe ji min re derpêþ bikî... ez, bi êþ û birîna te dizanim, kesî ji min re ne gotiye û ez dizanim. Keça min, xem nake, bihna xwe fire bike, ez bavê te me, ezê te ji wî seyê çopir xelas bikim.
Þêx bi salên xwe ne di wê çaxê de bû ko ji keçikeke mezin re bigota ”keça min, ez bavê te me” salên wî sî an sî û pênc bûn, yê ko ew dikir dewsa bavîtiyê þêxîtiya wî bû, ji lewra ev pirsên ha ji Gulçînê re giran ne dihatin. Mafir, di dilê wê da bawerî çêdibû.
Diviya bû pîr derkeve der. Pîrê þêx û keçik di xewletxanê de bi tenê hiþtin û ew derket ber derî, da ko kes bê destûr nekeve xewletxanê, kes nebihîze ko Gulçîn bi wê re hatiye nik þêx.
Þêx, çend caran destê xwe di ser serê Gulçînê re bir û anî, paþê destê xwe danî ser êniya wê, hêdî, hêdî berjêr daxist, ser çavê wê, ser rûyê wê, bi çengên wê girt û hejand. Keçik jî mîna pûtekî kevirî sekinî bû, deng ne dikir. Dilê þêx gelek bi wê diþewitî, mîna bavê wê êniya wê maçî dikir, çavê wê radimîsand, lêvên wê dimijand.
Gulçînê, ji ber dilovanî û mihribaniya þêx fedî dikir, nikarî bû çawan ji wî re sipas bike, deng ne dikir. Bê guman þêx ji wê re çare didît, ewê ji wê dojehê xelas bikira. Ji xwe ev tiþtekî hêsanî bû. Þêx kanî bû rûhê Seydo axa bikiþîne nik xwe û jê re ferman bike, da ko ji riya Gulçînê bi derkeve, keçikê li ber çavê wî reþ bike.
Þêx, perçak kils kire destê xwe û li erdê xêzek girover kiþand, ew Gulçîn ketin nav û ji Gulçînê re got: Zînhar, tu ji nav xêzê dernekevî, ezê rûhê wî sehî bikiþînim vir û li vir bitevizînim.
Gulçîn jî wisan dikir, paþê þêx hinek bixûr avête nav agirê kuçik û çû paþ perdê, qederekî ma. Gava dûmana bixûrê hundirê xewletxanê tijî û tarî dikir, þêx jî, bi lez û bez toza fosforê di canê xwe dida. Êdin, hundir ji dûmana bixûrê rind tarî bû bû, tariyeke þîn. Gulçîn ji nav xêzê tev ne digeriya. Hingî þêx, bi dengekî ecêb got: ya hû! û ji paþ perdê pekiya, ji rû û laþê wî nûr dibariya. Gulçîn ji ber vî kerametê þêx veciniqî û tirsiya, lê ji bona ko ji Seydo axa, ji wî agirê dojehê xelas bibe her tirs, her westandin, her fedakarî da bû ber çavên xwe.
Þêx hat, ket nava xêzê, xêz pir teng bû, ji bona ko Gulçîn ji nav bi dernekeve, her du laþ keti bûn qalibekî.
Þêx destê xwe dirêjî rûhê Seydo axa dikir û dikiþand. Destê wî ê nûranî mîna birûska di nav þeva tarî de biçirise, ronî dida. Bi destê din jî Gulçîn di himbêza xwe de diguvaþt, da ko ji nav xêzê bi der nekeve û tilsim xerab nebe. Þêx bi rûhê Seydo axa re dipeyivî û jê re emir û ferman dikir.
Rûhê Seydo axa jî tu eksîtî ne dikir. Her tiþt di rê de bû. Ev mizgîna ko þêx dida Gulçînê, û ji kêfan keçik di nav himêza xwe de diguvaþt, çav û rûyê wê maçî dikir, lêvên wê dimêt.
Gulçînê deng ne dikir. Paþê þêx got: Hadê keça min, hevalkiras daxe.
Gulçîn di wê gavê de þîretên pîra Bêzê ji bîr kir; mîna ji xewneke bi tirs veciniqe, bi xwe hesiya, li xwe mêze kir, li þêx nêrî. Þêx ji wê çi dixwest?! Gulçîn, ji bona ji wî agirê dojehê xelas bibe her fedakarî da bû ber çavên xwe, lê ne fedakirina namûsa xwe. Di nav du sê saniyan de ev rastiya tirþ û tal fam kir, devê xwe tijî xwezî kir û tû kir ser çavên þêx. Bê hemdê xwe, kire çîrîn. Pîra Bêzê li ber derî bihîst û ket hundir.
Þêx got: Pîra kemot, ev çi dînek e, te ji min re aniye?
Pîrê xwe avête ber lingên þêx û got: Ez benî, tobe, tobe, estexfirilah; paþê li Gulçînê vegeriya û got: Keça min, te çi kir, zû tobe bike, ma min berê çi þîret li te kirin? Þêx dibêje: ko derpiyê ko bi dîwêr ve darvekirî ye daxe jêr, da ko rûhê wî sehê çopir tê de bitevizîne û hepis bike.
Gava Gulçînê li dîwêr mêze kir, dît ko bi rastî derpiyek bidarvekirî ye. Hingî gunehê xwe fam kir, xwe avête bin lingên þêx, tobe û istixfar kir. Lê þêx qet razî ne dibû. Hetanî Pîra Bêzê bi hezar hêvî û lavayî ev guneh bi þêx da efû kirin.
* * *
Rûyê rasthatiyan reþ bin. Gelek caran gelek rasthatinî ji merivên sêhirbaz re arîkarî dikin...
Seydo axa, ji niþkave, ji mala Newres begî qut bû. Piþtî ko nîþan bi Gulçînê da kiri bû, her roj dihat ziyareta xwezûrê xwe, Newres begî. Lê gava ko êlê dît ko Seydo axa bi Newres begî hatiye xapandin, ji wî re jî bûne dijmin; þevekê sê çar xortên fedakar xwe avêtin mala Seydo axa, ew dane tirsandin, ji wî re gotin: Ya Newres beg, ya êl.
Seydo axa nikarî bû zû bi zû xwe ji êlê bike; çend rojan ji mala xwe bi der ne ket. Heke ji kuþtina xwe ne tirsiya dibû ko dev ji êlê berda û Gulçîn mar bikira.
Qederek derbas bû; Seydo axa bi ser beg ve ne diçû.
Hêviya Gulçînê hati bû cih. Þêx ji wê re havileke mezin kiri bû, ew ji agirê dojehê xelas kiri bû. Lê diviya bû rûhê Seydo axa tim bê kiþandin û tevizandin, da ko careke din li Gulçînê venegere. Ji bona vê yekê, diviya bû Gulçîn jî li nik þêx hazir bibe; her ji çend rojan carekê. Her cara ko firset bidîta, teva Pîrê diçû nik þêx, rûhê Seydo axa dikiþandin. Gulçîn, lavahiyeke din jî ji þêxî dikir. Dixwest rûhê wê û nivîsekarê bavê wê Serwer bigihîne hev.
Serwer xortekî pir çeleng û pir bedew bû, di dibistanên bilind de xwendi bû, wî û Gulçînê gelek ji hev hez dikirin. Lê ne ji zadeganan bû, ne hemberê Newres begî bû ko ji wî re bibe zava.
Þêx ev lavetiya Gulçînê jî qebûl kir, tim rûhê wan digihand hev.
Êdin bi her hawayî Gulçînê baweriya xwe bi þêx û kerametê wî dianî û xwe disparte wî, bi wî re rûdiniþt, bi hev re di xelwetanê de ava zemzem vedixwarin.
Þêx rûhê dijminê wê ditevizand, rûhê wê jî diþand ba evînê wê Serwer. Gava laþê wê bê rûh dima, dikire hemêza xwe, di nav nûra xwe de vedigevizand. Gulçî, bi dil û canê xwe ve bû bû mirîdek ji mirîdên þêx. Ji heftê du sê caran, her carê sê çar saetan li xewletxana þêx dima, bi þêx re kewser û zemzem vedixwar, bi wî re bi cezbê diket, rûhê wê ji laþê wê derdiket, bi rûhê þêx re bi per û bask dibûn, li ser bihuþt û ezmanan perwaz, perwaz difiriyan.
* * *
Þeþ heft meh derbas bû bûn. Di zikê Gulçînê de tiþtek diliviya, lê wê nizanî bû çi ye!...
Ne dihate bîra wê ko gava zemzem û kewser vedixwar, sermest û serxweþ diket, hingî þêx, ji nûra xwe jî hinek jê re dida nûþîn.
Þêx jî bi vî tiþtî hesiya bû, êdin qenc dizanî bû piþtî du, sê mehan ewê rûreþî xuya bike. Vêca diviya bû nexweþa xwe derman bike, bi wî dermanê ko gelek nexweþên mîna Gulçînê da bû derman kirin, tozek ji teberika kalikê wî... Hinek ji wê tozê dikir nav piyanek av, ew bi nexweþên xwe dida vexwarin.
Piþtî ko Gulçîn ev derman vexwar, roj bi roj, mîna Reyhanekê diçilmisî, weke mûmekê diheliya, di nav du sê heftan de bi carekê ji taqet ket, ket nav nivînan û rojekê mîna çirakê ji niþkave vemirî.
Belê, Gulçîn mir, lê hêj di hundirê wê de þêxekî biçûk, þêxekî bê guneh diliviya.

Zîwan: 30/3/1943
*Ronahî, Hejmar: 16, sal: 1943. Rûpel: 5, 6, 7, 8.

Nêçîra Berazan
Em di rê ên bi devî û bi kelem re diçûn; di gelek newalên kûr, di pir zinarên bilind, di hevraz û hevjêrên dûr û dirêj re derbas dibûn... Ez û du hevalên xwe bûn. Sehên me bi me re, tifingên me li milê me, rextên me li piþta me bûn. Destên me bi lepik, lingên me bi goreyên rîsînî û bi pêlavên xurt nixumî, bedena me bi çekên tekûz girêdayî bû. Zivistan û çele bû. Em diçûn çayê Mancêlê, nêçîra berazan.
Ev ne cara pêþîn bû; gelek carê din em bû bûn rêwiyên vê reyê. Nêçîra berazan, ji me re bû bû mereq û serguzeþtek... me, ji vê serguzeþtê heweseke derûnî distend.
Bi roj em dimeþiyan, bi þev jî em di þikeftan de diman. Piþtî sê rojan, me nêzîkî li armanca xwe kiri bû... ber bi êvarê bû... dinya pir sar bû... em gelek westiya bûn... lê me nêzîkî li þikefta ”Govê” kiri bû... gava em bigihîþtina þikeftê me zû ji xwe re agirek dadaya, xwe germ û rehet bikira...
Em gihiþtin ber þikeftê. Lê mixabin þikeft, ji bextê me re, hilweþiya bû. Diwî ciyî de tu þikeftê din tu ne bûn... Em nikarîbûn bi þûn de jî vegerin; di þevreþê de, di wan rêlên bi kevir-kuç de bi rêveçûn ne mimkîn bû... tebayên kûvî û derende jî bê hed gelek bûn. Çar ne çar... me xwe da ber latekê; cî pir teng bû, têra hewîna me û sehên me ne dikir. Bi diþwarî me xwe bi cî kir û me agirek dada.
Piþtî þîvê bayekî reþ dest pê kir... peþkên baranê hatin... herke çû ba bêtir, baran zêdetir bû. Agirê me vedimirî, canê me þil dibû... em, ji serma diqefilîn. Sehên me jî diricifîn, teriyên xwe dikirin nav lingên xwe, berên xwe ber jor ve dikirin û kûr, kûr dizûriyan. Xuya bû, înzara encameke xerab didan me.
Herke çû, þev, reþ û tarî, ba û baran bêtir dibû. Tenê gava birûskan vedidan, me kanî bû ber xwe bidîta... Em ditirsiyan ku tebayên kûvî bi ser me de bigirin û me þerpeze bikin.
Nîvê þevê ba kem bû, baran sekinî... ewrên reþ perçe perçe belav dibûn... li cî ciyan histêrkan xuya dikirin... xwîn û taqet li me vedigeriya. Lê qederek derbas ne bû, li þûna ewrên reþ, ewrên spî û bilind çêbûn; bê guman ewrên berfê bûn.
Bi destê sibê re lepe-lepe berf hate xwar, dinya ronî dibû; me kanî bû ber xwe bidîta... Me xwest ko em, bêlan ”merhele” kê bi þûn da vegerin, û berî felaketekê em xwe bigihînin þikeftekê. Em li rabûnê bûn, keriyek beraz li me der bûn... ew berazên ko berê quncik-quncik ji ber me direviyan, vêcar har bû bûn û xwe dirêjî me dikirin.
Me, her sê hevalan piþtên xwe dan hev û me berê tifingê xwe bi wan ve kirin. Sehên me jî ji me re dibûn sîper; mîna pilingan dajotin ser wan. Cengek mezin û no di nav me de çêbû... berikê me diqediya, lê hejmarê berazan, çiqas dihatin kuþtin jî, bêtir dibûn; kerî, kerî dihatin gazî û hewara hevalên xwe. Berf pêde dibariya... bager û pûkek ecêb çêbû bû, nîva ne tenê beraz, ji her çêþîdî kûviyên derende xuya dikirin... Wan jî bi çavekî birçî, dirêjî me û sehên me dikirin. Êdî, berikên me qediyan. Vêcar, me singuyên xwe bi ser tifingê xwe ve kirin.
Qederekî bi dest-lepê jî me li ber xwe da. Paþ vê tabê taqet di me ne ma; em her yek li ciyê xwe ketin. Berê her sê kûçikê me hatin kuþtin... Kûviyan cendekê wan bi erdê re dikiþan û dibirin. Ez keti bûm kortalekê... berf li ser min tije bû bû... ji ber çavên kûviyan wenda bû bûm. Her ko diçû berf li ser min bêtir, barê min girantir dibû; min nikarî bû xwe tev bilivanda. Lê vêcar min ne sar bû; mîna di nav kurkekî de bim, canê min germ dibû... bîna min diçikiya... di nav kefenekî spî û tebiî de. Hêdî- hêdî dimirim... hêvî û çara xelasê ne ma bû. Gava meriv li ber candayînê be, hemî serhatin û serencamê meriv mîna þirîtên sînemayê li ber çavên meriv derbas dibin. Di wî halî de gelek tiþt dihatin bîra min... mafir ev dengê ahengdar ku berî bîst û çend salan gava ez biçûk bûm, min tim dibihîst; ”Elahî heq... Mewlayî heq... Rizayî heq... ”.
Ev dengê derwêþekî cil-kesk bû; hersal, du-sê caran, û her carê ji niþkave xuya dikir. Bejn- dirêj, esmer, rî- sor bû... cibê wî kesk, kum û xavika wî kesk bû... tizbiyek kesk û balagir di hustiyê wî, keþkûlek ji gwîzê hindê li milê wî, çilakekî dirêj û ser-hesin di destê wî de bû... kûçe, kûçe digeriya û bi dengê xwe ê ahengdar ban dikir: ”Elahi heq... Mewlayî heq... Rizayî heq... ” Her kesî, jê re zarokên xwe dianî... wî jî, destê xwe î pîrozî di ser serê wan re digerand... Mala her kesî mala wî bû; li her cî kanî bû raketa, li her cî kanî bû bixwara. Pîra min bi xwe pir xatirê wî dizanî bû; pere û xwarin ji wî dirîx ne dikir. Wî jî, destê xwe li ser serê min digerand, bi dizî tiþtek dixwend û pif dikir dora min.
Gelekan, ji wî re, digotin:
(Xalê Xizir e... ji niþkave xuya û ji niþkave wenda dibe... di rojekê de kane dinê hemî bigere...)
* * *
Di bin tebeqeyên berfê de, hilma min diçikiya, xwêdaneke germ ji laþê min biderdiket. Hingî bîrê wisan dihatin heþê min û berge ”menzere” yên welê dihatin ber çavên min.
Ez, di nav muhîtekî dîndar de, xwedî û mezin bû bûm, baweriya min hebû ku ew derwêþê cil-kesk, ew Xocê Xizir bê îmdada min, û min ji mirinê xelas bike... ew derwêþê xwedî keramet û xwedî mûcîze ku di rojekê de kanî bû li dinê giþî bigere, kanî bû di wê tengayiyê de bê hewara mirîdê xwe î kevin.
Ez di vê hêwiyê de bûm, dengek ji hatif hate guhê min, digot:
”Metirse, ez hatim”, min li jor nêrî; tebeqên berfê ji dîtina min re manî ne dibûn... min dî, ji jor ve murxekî gir, guþ, guþ difire û ber bi min da dikeve... paþê li ber min veniþt.
Min, bi hêviya Xocê Xizir dilê xwe vejandi bû; min digot qey derwêþê min î cil kesk û keþkûl bi dest e... mixabin murxekî per dirêj, sîng bi purt û ser girover û ser mezin bû...
Hingî hêviya min þikest; bê guman ev murxekî berate ”cenaze” yan bû... berî ez bimirim, bîna min hilaniye û hatiye cendekê min bixwe. Lê murxê gewre, murxê pirheybet ne ji wan murxên beratan bû; pencê xwe î polayî, bi dilovanî, li ser serê min gerand û ez avêtim ser basikê xwe î hesinî û ez ber bi ezmanan firandim. Êdî tirsa min ji mirinê ne ma bû; bi çavekî jîndar û bi dilekî azad min li dinê dinêrî...
* * *
Gava min çavê xwe vekir, min xwe li ser basikê tu murxan ne dît. Ez, li mala xwe, di nav nivîna xwe de bûm. Tixtorekî cil spî serê min bilind dikir û bi kevçîkî derman bera qirika min dida... li rast û çep du sê merivê min bi tirs li min dinêrîn... hêsir ji çavê wan diherikîn.
Tixtor dikeniya û digot :
- Êdî, metirsin... nexweþê me kefen çirand...
Heþê min hêdî, hêdî dihat serê min... ez ji bîst rojî de nexweþ bûm... nexweþiya min tîfoseke giran û bê eman bû...
*Nêçîra Berazan, di rojnameya Roja Nû, hejmar/48/, sal: 1944an de jî hati bû belev kirin.
*Ronahî, Hejmar: 28, sal: 1945. Rûpel: 5, 6, 7.

Inqîlaba Sor a mezin - Em cengê naxwazin!
- Me Qeyser navê!
- Her bijî koma milet...
Di meha marta 1917an de bû; bi hezaran pale û xelkê Petêrsbûrgê girûh-girûh, di kuçeyan de digeriyan û ew pirsên jorîn bi hev re û bi yek dengî digotin...
Qeyser û malbata wî û zadeganan; ji paþ pencereyan, li van komên rêncber, pale û cîwelekan dinêrîn, qeh- qeh dikeniyan û digotin:
- Zûrîna van seyan em gêj kirin...
Bi rastî jî Qeyser û zadegan gêj bû bûn. Lê ne gêjbûneke tebiî, gêjbûneke siyasî bû... Rûyê wan, heke bi sextekarî dikeniya, dilê wan bi rastî digiriya, taya mirinê bi qirika wan girti bû, text û bextê wan dihejiyan.
Ev hal ne tenê di kuçên Petêrspûrgê de çêdibû; li welatê Ûris, li her cî qewimî bû... Pale, rêncber û cîwelekan azadî û serbestî dixwestin.
Mîna her derê, li Ûristanê jî milet tebeqe tebeqe bûn; Zadegan, bajarî, gundî, pale, rêncber, cîwelek... Bajarî (burjawzî), tebeqeyên navîn, zadegan tebeqeya serdest, pale

MÊVAN is offline  
Eski 12-03-2008, 04:45 PM   #2 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: Jun 2006
Konum: pc baþýndan:)
Yaþ: 30
Mesaj: 4,455
Üye No: 11627
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 85561
Rep Puaný : 8555463
Rep Derecesi
baco has a reputation beyond reputebaco has a reputation beyond reputebaco has a reputation beyond reputebaco has a reputation beyond reputebaco has a reputation beyond reputebaco has a reputation beyond reputebaco has a reputation beyond reputebaco has a reputation beyond reputebaco has a reputation beyond reputebaco has a reputation beyond reputebaco has a reputation beyond repute
Varsayýlan


çok teşekkürler bayağı uzun bir yazı okumaya başlasam iyi olur...

__________________
baco is offline  
 


Konu Araçlarý
Mod Seç

Gönderme Kurallarý
Yeni konular açabilirsiniz --> izin yok
Yanýtlar gönderebilirsiniz --> izin yok
Eklentiler gönderebilirsiniz --> izin yok
Mesajlarýnýzý düzenleyebilirsiniz --> izin yok

vB koduAçýk
SimgelerAçýk
[IMG] kodu Açýk
HTML kodu Kapalý
Trackbacks are Kapalý
Pingbacks are Kapalý
Refbacks are Kapalý

Popüler Konular:
Bydigi Forum'un En Popüler Konularý
Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-1:

Norton AntiVirus 2008
Panda Antivirus & Firewall 2008
AVG Anti-Virus Free Edition 8.0.100
McAfee VirusScan Enterprise 8.5i
Avast! 4 Professional Edition 4.8.1169
Kaspersky Internet Security 7.0.1.325
Anti-Porn 10.4.11.15
BitDefender Internet Security 11.0.9 (2008)
Eset Smart Security 3.0.642
Ad-Aware 2008

Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-2:

Þeftali Yetiþtiriciliði
Ekolojik Tarým ve Hayvancýlýk
Süt Verimini Etkileyen Faktörler
Dört barajda su bitmek üzere
Karbondioksit salýmý yüzde 50’den çok artacak
VAN (Wan) Tarihi
Amed (Diyarbakýr) Tarihi
Ýç Anadolu Hakkýnda Genel Bilgi
Kültür ve Turizm Bakanlýðý müfettiþ yardýmcýlýðý
2008 yýlý icra müdür ve yardýmcýlýðý sýnav ilaný

Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-3:

Siz Hangi Yemeksiniz ?
Doðum gününüze göre hangi hayvansýnýz?
Doðum Tarihinize Göre Renginiz!
Bebeklerde Gaz Çýkarma
Virüs taþýyan keneler dehþet saçýyor
Þiddetin genlerle iliþkisi olabilir
Karpuz Viagra Etkisi Yapýyor
Panasonic Sony'yi tahtýndan etti!
Mehmet Atlý - Wenda 2008
grup seyran - 2008


Benzer Konular

Konu Konuyu Baþlatan Forum Yanýt Son Mesaj
150-saliya hevke?ifkirina kurd û emerîkiyan MÊVAN Çandi Giþti 0 25-02-2008 10:45 PM
Adarname tubiranes Çandi Giþti 1 01-11-2007 10:58 AM
RomannivÎserÊn Kurd Çi Dikin? heci Çandi Giþti 3 31-08-2007 01:10 PM
BÎr AnÎna QazÎ Mihemed Û HevalÊn WÎ ! sezi Dirok 4 28-06-2007 02:36 PM
Generalê kurd: Em ne tehdîd û ne jî noxteya zeîf in newalaqesaba Çandi Giþti 1 23-06-2007 10:54 AM


Forum saati Türkiye saatine göredir. GMT +2. Þuan saat: 06:52 AM .
(Türkiye için GMT +2 seçilmelidir.)


Powered by vBulletin Version 3.6.4
Copyright ©2000 - 2008, Jelsoft Enterprises Ltd.
SEO by vBSEO 3.2.0
Copyright ©2006 - 2008 Bydigi Forum ®, All Rights Reserved

Bir Forum sitesi olduðumuzdan, kullanýcýlar önceden onay almadan her türlü görüþlerini yazabilmektedir.
Yazýlanlardan dolayý oluþabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanýcýlara aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykýrý herhangi bir durum görürseniz; Lütfen, bydigi@gmail.com'a yada Ýletiþim'e bildiriniz.
Mesajýnýz incelenip, kýsa bir süre içerisinde gereken müdahale yapýlacaktýr.