Bydigi Forum
Geri Git   Bydigi Forum > Kürtçe Forum > Foruma Kurdi > Çandi Giþti

Kayýt Ol SSS



 

 

LinkBack Konu Araçlarý
Eski 08-03-2008, 07:46 PM   #1 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: Jan 2007
Mesaj: 28,770
Üye No: 52150
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 44036
Rep Puaný : 4400694
Rep Derecesi
MÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond repute
Exclamation Mîsyonerên swêdî li Serhedê (1898–1921)...

Mîsyonerên swêdî li Serhedê (1898–1921)... Rohat AlakomArmanca van mîsyoneran a here mezin belavkirina dînê xiristiyanîyê bû. Lê belê berî her tiþtî divê wan nasiya xwe bidan wan hemû kom, netewe û gelên deverê.

Di dawiya sedsala 19an û di destpêka sedsala 20an de em dibînîn ko komek mîsyonerên swêdî di nav kurdan de kar kirine. Li vir emê tenê li ser mîsyonerên ko zêdetir li derdorê Tiflîs, Erîvan, Agiriyê û Qersê, li Serhedê kar dikirin, bisekinin. Mîsyonerên swêdî li Iraqê di nav kurdên êzîdî de û her wisa jî li Îranî di nav kurdên misilman de jî kar kirine. Mîsyoneran giraniya xwe danîbûn ser kurdên êzîdî û Tiflîs ji xwe re kiribûn navendek. Paytextê Qafkasyayê di van salan de mirov dikare bêje ko Tîflîs bû.

Armanca van mîsyoneran a here mezin belavkirina dînê xiristiyanîyê bû. Lê belê berî her tiþtî divê wan nasiya xwe bidan wan hemû kom, netewe û gelên deverê. Ji ber van sedeman mîsyonerên swêdî gelek caran xwestine kurdan, çanda wan, ziman, edebîyat, saziya civatê û dînê wan nas bikin. Li Qafkasyayê bi sedan gel, netewe û komên etnîkî hebûn, dever wek “welatê gelan û zimanan” dihate zanîn. Mîsyonerên swêdî li deþt, quntar û pîyê çîyayê Agirîyê aktîf bûn. Ev çîya wek çîyayekî pîroz dihate hesibandin, çîyayê ko keþtiya Nûh Pexember lê daniye. Ev devere her wisa jî wek ”dergûþa mirovayetîyê” û ”baxçeyî Buhiþtê” ko Adem û Hawa lê diman dihate hesibandin. Bajarên wek Tiflîsê, Erîvan, Qers, Bazîdê û Makûyê li vê deverê bûbûn çend navendên naskirî ji bo mîsyonerên swêdî. Sînor û zimanên cihê cihê li hev diqelibîn. Mîsyonerên swêdî ev cara pêþîn bû ko wek kom hatibûne Welatê Serhedê. Ev devera dorberê Agiriyê, devera ko Sînorên Rusyayê, Osmanî û Îranê nêzîkî hev dibûn, ji xwe re kiribûne star û meydana kar.[1]

Mîsyonerên swêdî cara pêþîn di sala 1887an de bi kurdên misilman re li Kurdistana Îranê ketine têkiliyan, ew nas kirine. Paþê nasiya xwe dane kurdên êzîdî li Serhedê. Dema mirov bi giþtî dîroka mîsyonerên swêdî û kurdan mêze dike, dibîne dîroka van pêwendiyan ko di navbera salên 1887-1952an de qasî 65 salan berdewam kiriye.

Di van salan de bi taybetî hevalbendên saziyên wek Xebatkarên Mîsyonerên Jin (Kvinnliga Missions-Arbetare) û Yekitiya Mîsyonerên Swêdê (Svenska Missionsförbundet) li van deverên Kurdistana Bakûr gelek aktîv bûn. Koma Xebatkarên Mîsyonerên Jin di sala 1894an de li Swêdê saz bû û di sala 1904an de bi navê När och Fjärran kovarek derxist. Ev rêxistina û ev kovara heta rojên îroyîn jî hebûna xwe berdewam dikin. Xebatkarên Mîsyonerên Jin di sal 1898an de bi navê Mîsyona Êzîdîyan (Jesidmissionen) xebatekê dest pê dike.

Di nav mîsyonerên swêdî de komeke jin ko endamên Xebatkarên Mîsyonerên Jin bûn, bi salan di nav kurdên Tiflîs û Erîvanê de kar kirine. Berî hemûyan herdu xwîþk Ida Öberg, Maria Anholm û jinên din Olga Moberg û Elin Sundvall bûne dostên kurdên êzîdî. Ida Öberg, Maria Anholm endamên Xebatkarên Mîsyonerên Jin, Olga Moberg û Elin Sundvall endamên Yekitiya Mîsyonerên Swêdî bûn. Lê belê gelek caran alîkariya hev dikirin.

Divê em li vir dîyar bikin ko ne tenê mîsyonerên jin, her wisa jî komeke mîsyonerên mêrîn jî di nav kurdan de kar dikirin, wek W. Sarwe, N.E. Höijer, L.E. Högberg û E.J. Larsson. Ji van kesan N.E. Höijer kurdî jî zanibû, rewþa kurdan ji nêzîk ve teqîb dikir û bala mîsyoneran kiþandîye ser rewþa kurdan.


» Ida Öberg – kesa pêþîn ko li Tiflîsê alîkariya kurdên êzîdî kiriye

Ida Öberg – xêrxwaza yekemîn

Di dawiya sedsala 19an de li bajarê Tiflîsê keçeke swêdî bi navê Ida Öberg dima. Ew li wir qasî 15 sal wek karkera jîmnastîkê ji bo nexweþan xebitiye. Ida Öberg li wir rastî kurdên êzîdî tê. Ew kesa pêþîn e ko xwestiye ji bo kurdên êzîdî tiþtekî bike. Ida Öberg paþê dibe dosteke kurdên êzîdî ko di wan salan de ji aliyê swêdiyan de gelek caran wek “parezkarên þeytîn” (djävulsdyrkare) yan jî “parêzkarên êgir” (elddyrkare) dihatin binavkirin.[2] Angorî mîsyonerên swêdî kurdên êzîdî gelek xizan bûn û di nav civata Tiflîsê de kom û çîneke here perîþan pêk dianîn (pariaklass). Ji ber dirûv û belengaziya wan, ew ji aliyê rûniþtvan û ahaliyê Tiflîsê de bi navê xelkê qilêr (smutsfolket) dihatin binavkirin.[3] Kurdên êzîdî li Tiflîsê zêdetir li taxa bi navê Avlabar dijiyan. Piraniya wan wek barbir (hemal) kar dikirin û hinek jî bi karê paqijiyê mijûl bûn.[4]

Mîsyonerekî mayî yê swêdî Wilhem Sarwe (1859-1948) dibêje ko di sala 1898an de piþtî hevdîtin û rasthatina wî bi Ida Öberg re, wan biryar daye ko bi kurdên êzîdî re li Tiflîsê bicivin û komên çayê pêk bînin.[5] Van civînan heta sala mirina Ida Öberg (1904) berdewam kiriye. Wilhem Sarwe di sala 1896an de hatiye Tiflîsê û kurdên êzîdî re paþê gelek têkiliyên wî çêbûne. Mirov dikare sala 1898an wek sala destpêka karkirina mîsyonerên swêdî di nav kurdên êzîdî de bihesibîne. Dema Ida Öberg wefat kir, Wilhem Sarwe ji bo xatirxwestin û bîranîna wê, nivîseke piçûk nivîsî. Ew di vê nivîsê de dibêje ko Ida Öberg gelek ji êzîdîyan hez dikir, mirovên here qençtirîn ko wê li Tiflîsê dîtibûn, kurdên êzîdî bûn.[6] Wilhem Sarwe di nivîseke mayî de dîsa dîyar dike ko herdu xwîþkan Ida Öberg û Maria Anholm bi evîneke mezin ji kurdên êzîdî hez dikir.[7]


» Nivîskar Maria Anholm – pispora kurdên êzîdî


Maria Anholm nîvê jîyana xwe ji bo kurdên êzîdî da

Nivîskar Maria Anholm (1851-1946), nêzkaya pêncî sal ji bo kurdên êzîdî xebitî. Mirov dikare bêje ko wê, nîvê jîyana xwe pêþkêþî kurdên êzîdî kir. Heta roja mirina xwe jî bi wan re bû. Ew, xwîþka Ida Öberg bû ko berî gelek salan hatibû Tiflîsê. Maria Anholm li Swêdê wek avakar û amadekara mîsyona kurdên êzîdî tê hesibîn. Ew, cara pêþîn di sala 1893an de çû Tiflîsê ji bo serdana xwîþka xwe ko li Tiflîsê dima û di vê gerê de nasiya xwe da kurdên êzîdî. Careke din disa çû Tiflîsê, di navbera salên 1901-1902an li wir ma. Bi xwîþka xwe Idayê re tevayî gelek civîn û hevdîtinên bi rêz ji bo kurdên êzîdî pêk anîn. Mala Ida Öberg li Tiflîsê ji bo kurdên êzîdî bûye starek. Maria Anholm paþê bi dehan nivîs li ser rewþa kurdên êzîdî nivîsî û li Swêdê belav kir.[8] Piþtî wê gera xwe ya sala 1893an li Gurcistanê, pirtûkek di sala 1895an de nivîsî. Beþeke vê pirtûka xwe ji kurdên êzîdî re cihê kir.[9] Maria Anholm paþê pirtûkeke mayî di sala 1902an de tenê li ser kurdên êzîdî amade kir û weþand.[10] Ew nivîs û berhemên Maria Anholmê piþtî sedsalî vê carê di sala 2001an de li Stockholmê ji nû ve hatin weþandin.[11] Maria Anholm di sala 1902an de bi Wilhem Sarwe re tevayî diçin paytextê ermenîyan yê kevn Anîyê zîyaret dikin.[12] Çawa tê zanîn bermayên vî bajarê xerabe ko nêzîkî bajarî Qersê dimîne heta rojên îroyîn hatine û gelek bala turîstên der û hundur dikþîne.


» Bergê pirtûka Maria Anholm bi navê ”Êzîdî” (Jesiderna, 1902)

Maria Anholm yek ji wan kesên pêþîn bû ko bala swêdiyan kiþandîye ser hebûn, çand û rewþa kurdên êzîdî. Bi saya wê, kurdên êzîdî li Swêdê hatine nasîn. Her wisa jî babeta kurdên êzîdî bû babeteke lêkolîn û meraqê ji bo kesên din li Swêdê. Di sala 1922an de komîteyek ji bo kurdên êzîdî li Swêdê saz dibe. Sereka vê komîteyê nivîskar Maria Anholm bûye. Ev komîteya belkî jî komîteya here pêþîn e ko li welatekî Ewrûpayê bi giþtî ji bo kurdan û bi taybetî ji bo alîkarî û piþtgiriya kurdên êzîdî tê saz kirin. Maria Anholm bi kesekî danmarkayî re mêrkiribû û di salên xwe yên dawîn de li wir dima, hersal dihate bajarê Malmöyê li Swêdê, li wir bi endamên rêvabiriya komîteya êzîdîyan û dostên êzdiyan re dicivîya. Maria Anholm di sala 1946an di 95 saliya xwe de vefat kiriye.[13]


» Olga Moberg li Tiflîsê (1908) bi jin û zarokên kurd re


Olga Mobergê li Tiflîsê di nav kurdên êzîdî de

Sazîya bi navê Yekitiya Mîsyonerên Swêdê (Svenska Missionsförbundet) bi salan li Qafkasyayê kar kiriye. Yekitiya Mîsyonerên Swêdê cara pêþîn hê di sala 1882an de dest pê kiriye li devera Qafkasyayê cîwar bûye û dest bi kar kiriye.[14]

Yekitiya Mîsyonerên Swêdê tam berî 100 salan, di sala 1908 biryar digre ko xanimeke mîsyoner bi navê Olga Moberg (1880-1965) biþîne nav kurdên êzîdî li Tiflîsê. Olga Moberg tenê ji bo kurdên êzîdî diçe Tiflîsê.[15] Ew qasî 7 salan li wir dimîne, gelek hewl dide û dixwaze alîkariya zarokên kurdên êzîdî yên sêwî û belengaz bike. Di van salan de gelek zarokên wisa li Tiflîsê hebûn. Lê belê berpirsên rûs astengî derdixistin. Mîsyonerên swêdî paþê ji xwe re metodên nû ceribandin. Pêþiyê bi mêran re ketine têkiliyan, mêr berbi xwe kiþandine, paþê bi jin û zarokan re îmkana hevdîtinê peyda kirine. Mîsyoneran hin caran lokal li Tiflîsê kirê kirine, di heftekî yek-du caran li wir civiyane. Hin caran rojên çayvexwarinê amade kirine. Carcar di malên mîsyoneran, carcar jî di malên kurdan civiyane.[16] Olga Moberg zêdetir bi jinan re têkiliyên xwe daniye, pêþiyê kêm kes hatine civînan, lê belê paþê çawa di nivîseke xwe de dîyar dike dema wan baweriya xwe bi mîsyoneran anîne, hejmara wan gihîþtîye pêncî kesan.[17] Olga Moberg dîyar dike ko jin û zarokên kurd di van civînan gelek deng dikirin û bêdenkirina wan ne mimkûn bûye. Paþê mîsyoner dewsa civînan çûne malên kurdan, bi wan re di nav hizur û aramiyê de peyivîne.[18] Hin caran cîhê hevdîtinê dîyar nedikirin, zêdetir metodê here-werê bi kar anîne. Di Þerê Cîhanê yê Yekemîn de Olga Moberg vedigere Swêdê û hevkarê wan Kascha Îbrahim Temros diçe Amerîkayê.


» Kascha Îbrahim Temros (kesê li milê rastê) yek ji wan wergêr û hevkarên mîsyonerên swêdî li Tiflîsê

Hevkarên mîsyoneran li Tiflîsê

Dema mîsyonerên kurd li Tiflîsê kar dikirin, hevkarên wan ko kurdî zanibûn, hebûn. Yek ji wan Kascha Îbrahim Temros bû, ew bi xwe asûrî bû. Yek jî M.A. Ter-Asaturiantz bû, ew jî bi koka xwe ermenî bû. Van kesên ko him wek wergêr (terciman) kar dikir, him jî alîkariya kurdan dikirin ji aliyê kurdên Tiflîsê de gelek dihatin hezkirin. Xebatkarên Mîsyonerên Jin di sala 1905an de Kascha Îbrahim Temros hildide ser kar bona ko di nav êzîdîyan de bixebite. Ev herdu kes jî li Swêdê mane û li ser kurdên êzîdî carcaran nivîsîne jî. Ji wan Kascha Îbrahim Temros di nameyek xwe de (28/11 1913) wek mîsal dinivîse ko li hin gundên êzîdîyan tevlihevîk heye, dema mirov ji kurdên êzîdî re behsa “Jesus” (Îsa) dike û wî wek xelaskar nîþan dide, hin kurdên êzîdî jî qala “Melek Tawos” dikin![19] M.A. Ter-Asaturiantz jî di nameyeke xwe de (16/9 1919) dîyar dike ko piþtî guhartinên li Rusyayê, bi hatina Þoreþa Oktobrê rewþa ,îsyoneran û hevkarên wan berbi xerabiyê çûye.[20]

Mîsyoner Wilhem Sarwe di raporekê de dîyar dike ko kesê ko li gundên derdorê bajarê Qersê karên mîsyoneriyê kiriye, hevkarê wan A. M. Djehanjantz bûye. Angorî A. M. Djehanjantz ermeniyên li van deveran zêdetir bi karên polîtîk û neteweyî re mijûl dibûn. Rûsan hertim kesên mîsyoner li Qersê di bin çavan de digirtin. Polês du caran gazî A. M. Djehanjantz kiriye û îfadeya wî girtiye.[21]


Elin Sundvall heta roja mirina xwe li Erîvanê ma

Yek ji wan mîsyonerên swêdî ko pêwendîyên wê bi kurdên Qafkasyayê re hebûn, Elin Sundvall e (1853-1921). Dema Þerê Cîhanê yê Yekemîn hemû mîsyoneran xwe ji Qafkasyayê vekiþandin, lê belê Elin Sundvall heta roja mirinê jî li Erîvanê ma.


» Elin Sundvall – dosta kurdên êzîdî li Serhedê

Yek ji wan xewnên Elin Sundvallê ew bû ko ji bo zarokên kurdên êzîdî zarokxaneyekê veke. Ji salên 1910an heta salên 1921an bi vekirina zarokxaneyekê ji bo zarokên kurd mijûl bûye. Elin Sundvall di sala 1910an de dinivîse ko nîyeta wan hebûye ko li bajarê Gumriyê zarokxaneyekê vekin, lê belê ew bi serneketine. Ew di eynî nameya xwe de dîyar dike ko baþtir e ev zarokxane li Îgdirê li devera Surmeliyê bê vekirin.[22] Dema Þerê Cîhanê yê Yekemîn dest pê dike, ev planên Elin Sundvallê nayên cîh. Piþtî ko þer diqede dîsa hewl daye, bi berpirsên kurd re ketiye têkiliyan, serekên kurd yên wek Cîhangîr Axa û Usiv Beg li Erîvanê çend caran dîtiye û bi wan re li ser vê pirsê peyivîye.[23] Di nameyeke xwe de dinivîseke ko hêviyên wê di derbarê vekirina zarokxaneya ji bo zarokên kurd zêdetir bûye.[24] Elin Sundvall li wan gundên kurdên êzîdî ko li devera Surmeliyê hebûn, kar dikir. Piþtî Þerê Cîhanê yê Yekemîn, di navbera salên 1918-1920an de rewþa kurdên êzîdî li deverên Qers û Îgdirê berbi xerabiyê diçû, qasî 2.000 penaberên kurdên êzîdî li Tiflîsê berev bûbûn. Ev kesên jihalketî, tî û birçî hewcedariya alîkarîyeke mezin bûn. Elin Sundvall ketibû nav streseke mezin, dema halê wan kurdên êzîdî didît, gelek berxwe diket.[25]

Salek berî mirina Elin Sundvallê ji bo zarokên kurd etîmxaneyek li Ermenîstanê vedibe û xewnên wê yên bi salan bi vî tehrî tên cîh. Di sala 1921an de bi koçkirina Elin Sundvallê mirov dikare bêje ko dîroka çalakiyên mîsyonerên swêdî li Qafkasyayê ko di sala 1898an de destpêkiribû dawî hat. Çawa em dibînin xebata mîsyonerên swêdî ji bo kurdên êzîdî li Qafkasyayê nêzîkî bîst salan berdewam kiriye.

Elin Sundvall li perçên mayîn ên Kurdistanê jî geriyaye. Wek mîsal di sala 1906an de çûye Kurdistana Îranê. [26] Gelek tiþtên etnografîk ên kurdan berev kiriye, paþê aniye Swêdê û di sala 1907an li Stockholmê di pêþangehekê de nîþan dane. Wê, hemû ev tiþtan paþê pêþkêþî Muzexaneya Etnografyayê li Stockholmê kiriye. Elin Sundvall di sala 1913an ji Îgdirê rêdikeve li ser Bazîdê re heta bajarê Wanê seferekê pêk tîne. Angorî Elin Sundvallê wê demê 110.000 kurd li Wanê diman.[27] Mîsyonerên swêdî yên jin di van salan de çawa em dibînin li van deverên biyanî bêtirs û bêxof serbest geriyane. Him Elin Sundvall, him jî Olga Moberg ne mêrkirî bûne û zarokên wan tune bûne. Vê yekê ji van herdu mîsyoneran re bi rehetî îmkana tevgerînê peyda kiriye. Lê belê hin rêxistinên mîsyoneran jî nedixwastin jinên azep, nemêrkirî herin di nav biyaniyan de karên mîsyonîyê bikin.

Elin Sundvall dema di nav kurdan de digeriya gelek derman bi xwe re dibirin, kingê lazim bû dida wan. Ji bo vê yekê navê wê derketibû “hekîm”. Carekê ew, kurdekî nexweþ derman dike, kurd jê re wek dîyarî dîkek aniye. Vî kurdî jê re gotiye kingê ew tam silamet bû, ewê hespekî jî wek dîyarî bide wê. Elin Sundvall dibêje ko piþtî demekê wê, ev kurda li bajarekî dîtiye, silamet bûbû, bi kêf digeriya, lê belê hesp ji bîr kiribû!”[28] Carekê jî dema Elin Sundvall di nav kurdan de digeriya, ew rastî serokeþîrekî kurd, Temûr Begê tê û jê dipirse çima darekê li wan deran naçikînin? Bersîva vî begê kurd jan û êþa kurdan ya sedsalan gelek bi vekirî radixe ortê: “Kêrî tiþtekî nayê, îro em li vir in, lê belê sibê belkî jî gundên me bên wêran kirin”. [29]


» Nils Fredrik Höijer

Nils Fredrik Höijer – mîsyonerê ko kurdî zanibûye

Yek ji wan mîsyonerên swêdî ko kurd ji nêzîk ve nas kirine, Nils Fredrik Höijer e (1857-1925). Di sala 1886an de hatiye Tifîsê û çend salan li wir maye. Di 1887an de bi mîsyoner L.E. Högbergê re tevayî çûye nav kurdên Îranê. Piþtî du salan Höijer nivîske dirêj ser kurdan dinivîse. Ev nivîsa bi navê Kurd-Tabloyek ji deverên bihûþtî (cinnetê) yek ji wan nivîsên pêþîn bû ko ji aliyê mîsyonerên swêdî de di derbarê kurdan de hatibû nivîsîn. Höijer di vê nivîsa xwe de bi giþtî kurdan dide nasandin û her wisa jî efsaneya bajarê Bîngolê neqil dike. Wek mîsyonerên din dewlemendiya folklora kurdî bala Höijer jî kiþandiye. Höijer dibêje ko li welatê kurdan her çîya, gol, robar, bajar, gund û kevirek çîrokeke xwe heye. Li welatê Serhedê zêde çayvexwarina kurdan bala wî jî kiþandiye û dibêje kurd maþokê çayê ne [30]

Höijer di warê hînbûna zimanan de kesekî jêhatî bûue, qasî 14 ziman zanibû û di nav van de kurdî jî hebû. Hin caran dua bi kurmancî dixwand. Carekê di sala 1897an de dema li derdorê Agiriyê çûye gundekî kurd, di nav kurdên êzîdî geriyaye, kurdan mêze kiriye ko yekî biyanî bi kurdî dipeyîve û kurd þaþ-metel mane. Kurdan jê pirsiye “Tu kî yî?”, wî gotiye “Ez swêdî me”. Paþê kurdan peyvan swêdî di nav de dubare kirine: “Svek, svesk, svinsk” û pêkeniyane. Di zimanê swêdî de peyva svin tê menaya dongiz, beraz. N.F. Höijer li vir soz dide kurdekî bêkar ji bo ko jê re karekî bibîne, adrêsa xwe dide wî û piþtî çend mehan jê re li Tiflîsê karekî peyda dike.[31]

Di dawiya sedsala 19an de çawa tê zanîn gelek zordestî û lêdan li Împaratoriya Osmanî li ermenîyan tên kirin. Höijer gelek caran xwestiye alîkariya wan penaber û koçberên ermenî yên sînor derbas dibûn, bike. Yekî alman bi nav Hans Fischer re hevkarikê dike û bi hevra di nav ermeniyan de gerên polîtîk pêk tînin. Di sala 1897an de qasî sê mehan li deverên nêzîkî sînorên Rusyayê, Osmanî û Îran bi Hans Fischer gereke dirêj pêk tîne.[32] Van gerên polîtîk bala mîsyonerên din û berpirsên osmanî û farisî dikiþand. Kêfa wan bi van kirinên Höijer re nedihat. Carekê ew û yekî ermenî bi navê Jakop diçine Îstenbolê ji bo ko hevkariya navbera kurd û ermeniyan xurt bikin, ew li wir bi þêxekî kurd re hevdîtinan pêk tînin. Fredrik Höijer yek ji wan endamên Yekitiya Mîsyonerên Swêdî bû ko mîsyon û polîtîka gelek caran tevlihev dikir û dixwast piþta gelên bindest bike. Di sala 1896an de Yekitiya Rohilati (Orientaliska Alliansen) rêxistineke nelegal saz dike û dixwaze van gelên bindest li dijî Osmaniyan rake ser pîyan.[33]

Höijer gilî-gotinên neçê ko di derbarê kurdan de li devera Serhedê belav bûne qebûl nake û dibêje ko kurd ji van navdariyên xwe baþtirin.

Höijer di sala 1888an de dinivîse ko Yekitiya Mîsyonerên Swêdê heta niha raste-rast di nav kurdan dest bi karê mîsyoneriyê nekiriye. Lê belê dibêje ko rêxistina Yekitiya Mîsyonerên Swêdê biryar girtiye ko vî karî di nav kurdan de bimeþîne. Wek navend li Îranê Qeredax fikirîne. Höijer li vir dibêje ko bajarekî din bajarê Bazîdê jî dikare bibe navenda wan. [34]

Höijer her wisa jî carcar behsa serpêhatiyên xwe bi kurdan re dike. Carekê dixwaze di robarekî re derbasî aliyê din bibe û kurdek bi hespê xwe alîkariya wî dike. Kurd li pêþiyê, Höijer li terkiya kurd sîyar dibe û heta nîvî dikevine nav avê. Dema di nav avê de bûne, kurd bi laqirdî gotiye wî: “Derxe peran yan ezê te bavêjime nav avê!”. Wê demê Höijer namila wî digre û dihejîne: “Hiþ! dengê meke, eksî vê ezê te ji piþta hespê bavêjim!” gotiye. Kurd mêze kiriye ew ji heqê vî swêdîyî dernayê, paþê keniyaye û jê re bi tirkî gotiye “kardaþ” (bira), bi vî tehrî Höijer û ev kurda bûne heval.[35] Di pirtûkeke ko di derbarê Höijer de hatiye nivîsîn em rastî wêneyekî tên ko vê serpêhatiya Höijer di nav avê de nîþan dide. Di vê pirtûkê de wêneyekî din jî heye nîþan dide ko se-kuçikên kurd yên mîna guran çawa êriþî Höijer dikin.[36]


» Seyên kurdan êrîþî Höijer dikin


Mîsyonerên din

Yek ji wan mîsyonerên swêdî Lars Erik Högberg (1858-1924), di sala 1889an de diçe Îranî û nêzîkî çar salan li wir dimîne. Di sala 1893an de vedigere Swêdê, dema vegerê kurdekî bi navê Mîrze Seîd jî pê re rêwitiyê dike, wek mêvan hatiye Swêdê. Di sala 1920 pirtûkeke Lars Erik Högberg bi sernavê Di vav mihemedanan de derdikeve. Ew di van bîranînên xwe de bi firehî qala kurdan û qala xebatên xwe yên di nav kurdan de dike.[37]


» Bergê pirtûka Larsson bi navê ”Li ber piyê Agiriyê” (1919)

Mîsyonerekî mayî ko bi kurdan re ketiye têkiliyan, di nav wan de kar kiriye Erik John Larsson (1857-1940) e. Çend caran çûye deverên ko kurd lê diman. Beþeke bîranînên wî yên çapnebûyî li ser mijara kurdan e. [38] Di nav van bîranînên wî de em rastî helbesteke wî tên ko ser çîyayê Araratê ye. Wî her wisa jî dîroka mîsyonerên swêdî li derdorê Araratê nivîsî.[39] Erik John Larsson çend caran di nav kurdên êzîdî de maye û lêkolîn kirine.[40] Di sala 1893an de ji Îranê heta Erziromê rêwîtîyekê dike, li wir li tevî konferanseke mîsyonerên amerîkayî dibe. Di vê gera xwe de ew rastî gelek kurdên Îranî û Osmanî tê, wek mîsal li Dîyadînî þêxekî kurd dibîne. Larsson her wisa jî rastî dengbêjekî kurd yê gerok tê ko ji zimanê wî tiþtek fam nekiriye. Erik John Larsson li cîhekî de dibêje ko kurd ji stran û muzîkê gelek hez dikin û kurd komeke poetîk e. [41] Larson, kurdan bi baþî û xirabiyên xwe diþibûne vîkîngên bakûrî, angorî Larsson ew rêbir û talankar in, lê belê ew gelek caran bi centelmenîya xwe ve mêr û camêr in.[42] Larson di cîhekî mayî de jî dibêje ko kurdan wisa piçûk nebînin, mirov bi wan nikare, ew ne karê henekan e (Kurdena äro ej leka med).[43]


Kurdên ko bûne xiristiyan

Bûyera ko dilê mîsyonerên swêdî gelek xweþ kiriye, bêguman serpêhatiya yekî ji devera bajarê Wanê bi navê Mîrze bûye. Mîrze ji Wanê hatiye Tiflîsê, li wir wek avkêþ kar kiriye. Di sala 1913an de Mîrze derbasî ser dînî xiristiyan dibe û navê xwe kiriye Mîrze Îsasever. Paþnava wî Îsasever tirkî ye û tê maneya Îsahez ango kesê ko ji Îsa Pêxember hez dike. Paþê çi tê serê Mîrze Îsasever çawa Maria Anholm dîyar dike kes nizane.[44]


» Belangazekî kurd li Tiflîsê (Maria Anholm, 1895)


Alma Johansson – mîsyonera ko bûye þahidê qira ermeniyan (1915)

Yek ji wan mîsyonerên swêdî Alma Johansson dema di navbera salên 1910-1915an de li bajarê Muþê maye, bûye þahidê qirkirin û sirgûna ermeniyen. Alma Johansson û mîsyonereke norweçî Bodil Björn di van salan de li vî bajarî zarokxaneyekê de kar dikirin. Alma Johansson paþê bîranînên xwe dinivîse û bi frehî behsa van zordestiyên ko li ermenîyan bûne, dike. Di cîhekî de dibêje ko tirkan sê roj wext dabûn ermeniyan ko bajêr vala bikin, emir didane kurdan ko ermeniyan bikujin, dema kurdan ev yeka nedixwest, wan vê carê bi xwe gule berî ermeniyan didan.[45] Ermeniyên ko li Swêdê dimînin Alma Johanssonê wek dosteke ermenîyan dihesibînin, hersal li Stockholmê diçin gora wê zîyaret dikin.[46]


Xwedê Hafiz Qafkasya! – mîsyonerên swêdî berê xwe didin Iraqê

Piþtî wan bûyer û rewþa sîyasî li Rûsyayê (1917) êdî mercên karkirinê di nav kurdan de ji bo mîsyonerên swêdî namîne. Vê carê saziya Xebatkarên Mîsyonerên Jin berê xwe dide kurdên Iraqê û karên xwe di nav wan de berdewam dike. Mîsyonerên swêdî bi xwe neçûne Iraqê, bi alîkariya hevkarên xwe ev karan meþandine.[47] Bi rêya bankeyan hersal pereyên ko li Swêdê berevkirî, ji van karên mîsyoneriyê re hatine þandin. Gundê Baþiqa bûye yek ji navendên mîsyonerên swêdî, li wir di sala 1931an de dibistanek avakirine û heta sala 1936an ev dibistan vekirî maye, qasî 70 zarok çûne dibistanê. Ev gunda 15km ji Musilê dûr bûye. Hemû mesrefên dibistanê swêdiyan fînansekirine. Mîsyonerên swêdî bi navê Från Jesidmissionen kovarek di navbera salên 1931-1945an derxistine û ji endamên xwe re þandine. Qasî 15 hejmarên wê hatine weþandin, hersal hejmarek derketiye. Di nav rûpelên vê kovarê de nimûneyên çanda kurdên êzîdî, mezinên wan, edetên wan û karên ko li Swêdê ji bo wan hatine meþandin, cîh girtine.

Maria Anholmê bi minasebeta destpêka vê tevgera alikariyê li Iraqê di sala 1930yî de broþurek bi zimanê swêdî weþandiye.[48]

Komîteya ezîdîyan ko di sala 1922an de li Swêdê hatibû saz kirin bi salan bi rêya gelek çalakî û aktîvîteyan pere berevkirine û ji kurdan re þandine. Maria Anholm êdî pîr bûbû, di 95 saliya xwe de di sala 1946an de wefat kiriye. Salek berî mirina wê, di sala 1945an de komîteyeke nû ji bo êzdîyan saz dibe. Nûnerên Xebatkarên Mîsyonerên Jin, Yekitiya Mîsyonerên Swêdî û Mîsyona Dêra Swêdê di nav vê komîteyê de cîh girtin. Karê vê komîteyê heta sala 1952an berdewam dike. Komîteya ezîdîyan piþtî vê salê mîsyona xwe ji saziya The United Mission in Mesopotamia re dihêle ko di van salan de li Iraqê aktîv bû. Çawa tê xuyan mîsyonerên swêdî qasî nîv sedsalî ji bo kurdên êzîdî kar kirine.[49] Pêwendî û têkiliyên mîsyonerên swêdî bi kurdên êzîdî re yek ji wan rûpelên balkêþ yê dîroka pêwendiyên swêdî-kurdan pêk tîne.

Têbînî:

[1] E. John Larsson, Folk och religioner i Kaukasien, Ansgarius, 1908, rûp.91-104.

[2] Ida Öberg, Jesiderna, Hemåt, nr mars/1902. Ida Öberg, Jesiderna, Hemåt, nr May/1903.

[3] Maria Anholm, I Gogs och Magogs land, Stockholm, 1895, rûp.441.

[4] Maria Anholm, I Gogs och Magogs land, Stockholm, 1895, rûp.441.

[5] Wilhelm Sarwe, Bland Ryssland folk, vol.I, Stockholm, 1927, rûp.234.

[6] Wilhelm Sarwe, Jesiderna, När och Fjärran, nr 3, 1905.

[7] Wilhelm Sarwe, Från Kaukasien, Missionsförbundet, nr 4, 1902.

[8] Wek mîsal navên çend nivîsên Maria Anholmê: Maria Anholm, Djäfvulsdyrkare, Hemåt, nr 2, 1895. Gammel-Svenskby och jesiderna, nr 11, 1895. Maria Anholm, Jesider och Djäfvulsdyrkare, Hemåt, januari-1899. Jesider eller djäfvulsdyrkare, Hemåt, januari 1899. Maria Anholm, Missionen och Österlandets djävulsdyrkare, Svensk Missionstidskrift, sjunde årgången 1919. Maria Anholm, Jesiderna, När och Fjärran, nr 11, 1931. Maria Anholm, Ett Gammalt missionsintresse, När och Fjärran, nr 3, 1946.

[9] Maria Anholm, I Gogs och Magogs land, Stockholm, 1895. rûp.441-448.

[10] Maria Anholm, Jesiderna (djäfvulsdyrkare), Stockholm, 1902.

[11] Maria Anholm, Jesidkurder, Stockholm, 2001, Apec. Amadekarê vê çapa nû: Rohat Alakom.

[12] Wilhem Sarwe, Bland Rysslands Folk I, Stockholm, 1927, rûp.260.

[13] Kesekî/keseke bi navê E. R. li ser koçkirina Maria Anholmê bîranînek nivîsîye û her wisa jî li ser evîna wê bona êzîdîyan disekine: Maria Anholm, När och Fjärran, nr 9/1946.

[14] Vid Ararats fot av E. John Larsson, med bidrag av Olga Moberg och Theod. Anderson, Stockholm, 1919. (Di nav rûpelên vê pirtûkê de her wisa jî nivîseke Olga Mobergê li ser kurdîn ezîdî heye: Olga Moberg, Bland jesider, rûp.100-109).

[15] John Hultvall, Mission och vision i Orienten, Stockholm, 1991 (binêre beþa: Olga Moberg och Jesidmissionen, rûp.215-244).

[16] Vid Ararats fot, rûp. 100-109.

[17] Vid Ararats fot, rûp.107.

[18] Vid Ararats fot, rûp.107.

[19] Kascha Ibrahim Temros, Jesiderna, När och Fjärran, nr 1, 1914.

[20] M.A. Ter-Asaturiantz, Jesiderna, När och Fjärran, nr 10, 1919.

[21] Wilhem Sarwe, Missionen i Kaukasien och Transkaspien, Svenska Missionförbundets årsberättelse, 1904, rûp.157.

[22] Elin Sundvall, Jesiderna, När och Fjärran, maj 1910.

[23] Elin Sundvall, Barnhemmet bland jesiderna i Kaukasien, Missionsförbundet, nr 8, 1910.

[24] Elin Sundvall, Nöden bland jesiderna, Missionsförbundet, nr 2, 1920.

[25] John Hultvall, Mission och vision i Orienten, Stockholm, 1991, rûp.231.

[26] Elin Sundvall, En Resa bland kurderna i Persien, Ansgarius, tredje årgången 1908.

[27] Brev från Elin Sundvall, Missionsförbundet, nr 31, 1913.

[28] Elin Sundvall, En Resa bland kurderna i Persien, Ansgarius, tredje årgången 1908.

[29] Elin Sundvall, En Resa bland kurderna i Persien, Ansgarius, tredje årgången 1908.

[30] N.F. Höijer, Kurderna - En tafla från paradisets bygder, Ansgarius, 1888-1889.

[31] N.F. Höijer, Kurderna - En tafla från paradisets bygder , rûp.43.

[32] N.F, Höijer, Tre månaders vistelse i bergsregionerna utefter den turkiska gränsen i Persien, Grenljuset 1898.

[33] John Hultvall, Mission och vision i Orienten, rûp.150.

[34] N.F. Höijer, Kurderna - En tafla från paradisets bygder, Ansgarius, 1888-1889, rûp,50.

[35] A.P. Larsson, Tjugufem år i Ryssland: Missionär N.E. Höijers, Stockholm, 1906, rûp.254.

[36] A.P. Larsson, Tjugufem år i Ryssland: Missionär N.E. Höijers, rûp. 244 û 254.

[37] L.E. Högberg, Bland Persiens Muhammedaner, Stockholm, 1920, rûp.123.

[38] E.John Larsson,: I Orienten (Svenska Missionsförbundets arkiv, rûp.229).

[39] E. John Larsson, Vid Ararats fot, med bidrag av Olga Moberg och Theod. Anderson, Stockholm, 1919.

[40] E. John Larsson, Jesiderna, När och Fjärran, nr 9, 1907. E. John Larsson, Jesiderna, När och Fjärran, nr 4, 1909. E. John Larsson, Jesiderna, När och Fjärran, nr 4, 1913.

[41] E.John Larsson, I Orienten (Svenska Missionsförbundets arkiv), rûp.229.

[42] E.John Larsson, I Orienten, rûp.232.

[43] E.John Larsson, I Orienten, rûp.234.

[44] Maria Anholm, Missionen och Österlandets djävulsdyrkare, Svensk Missionstidskrift, 1919.

[45] Alma Johansson, Ett folk i landsflykt, Stockholm, Stockholm, 1930, rûp.37.

[46] Gora Alma Johanssonê li goristana bi navê Skogskyrkogården li taxa Enskede dimîne: kvarter 27, ordningsnr. 13.

[47] Från Jesidmissionens arbeta, När och Fjärran, nr 10, 1940.

[48] Maria Anholm, Jesiderna – Ett folk i mörker, Jönköping, 1930.

[49] Inga Nilsson, Jesiderna. Att så på en förhoppning I-II, När och Fjärran, nr 3-4, 1993.

window.onerror = SymError; setInterval('blinkIt()',500);


Kaynak : nefel
MÊVAN is offline  
Eski 08-03-2008, 07:51 PM   #2 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: May 2006
Konum: Forum Yönetimi Odasi
Mesaj: 8,575
Üye No: 2575
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 72212
Rep Puaný : 7220170
Rep Derecesi
Zengari has a reputation beyond reputeZengari has a reputation beyond reputeZengari has a reputation beyond reputeZengari has a reputation beyond reputeZengari has a reputation beyond reputeZengari has a reputation beyond reputeZengari has a reputation beyond reputeZengari has a reputation beyond reputeZengari has a reputation beyond reputeZengari has a reputation beyond reputeZengari has a reputation beyond repute
Varsayýlan

spas heval mêvan jî bo konuya tê xwes.
__________________
Zengari is online now  
Eski 08-03-2008, 08:08 PM   #3 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: Jan 2007
Mesaj: 28,770
Üye No: 52150
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 44036
Rep Puaný : 4400694
Rep Derecesi
MÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond repute
Varsayýlan

spasxweş hevale heja
__________________
MÊVAN is offline  
Eski 20-06-2008, 01:51 PM   #4 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: Oct 2007
Mesaj: 47
Üye No: 167630
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 0
Rep Puaný : 77216
Rep Derecesi
aryan_kurd has a reputation beyond reputearyan_kurd has a reputation beyond reputearyan_kurd has a reputation beyond reputearyan_kurd has a reputation beyond reputearyan_kurd has a reputation beyond reputearyan_kurd has a reputation beyond reputearyan_kurd has a reputation beyond reputearyan_kurd has a reputation beyond reputearyan_kurd has a reputation beyond reputearyan_kurd has a reputation beyond reputearyan_kurd has a reputation beyond repute
Varsayýlan

deste te sax be hevala mın
aryan_kurd is offline  
Eski 20-06-2008, 02:03 PM   #5 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: Sep 2006
Konum: ѕєя∂αя-AmEd-==> Sey'r Etme Ýsyan Et!<== ihanet vaz geçmekle baþ
Yaþ: 70
Mesaj: 4,895
Üye No: 26077
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 48401
Rep Puaný : 4839542
Rep Derecesi
seredare has a reputation beyond reputeseredare has a reputation beyond reputeseredare has a reputation beyond reputeseredare has a reputation beyond reputeseredare has a reputation beyond reputeseredare has a reputation beyond reputeseredare has a reputation beyond reputeseredare has a reputation beyond reputeseredare has a reputation beyond reputeseredare has a reputation beyond reputeseredare has a reputation beyond repute
Varsayýlan

spas heval gelek xweşbu ...
__________________
seredare is offline  
 


Konu Araçlarý
Mod Seç

Gönderme Kurallarý
Yeni konular açabilirsiniz --> izin yok
Yanýtlar gönderebilirsiniz --> izin yok
Eklentiler gönderebilirsiniz --> izin yok
Mesajlarýnýzý düzenleyebilirsiniz --> izin yok

vB koduAçýk
SimgelerAçýk
[IMG] kodu Açýk
HTML kodu Kapalý
Trackbacks are Kapalý
Pingbacks are Kapalý
Refbacks are Kapalý

Popüler Konular:
Bydigi Forum'un En Popüler Konularý
Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-1:

Norton AntiVirus 2008
Panda Antivirus & Firewall 2008
AVG Anti-Virus Free Edition 8.0.100
McAfee VirusScan Enterprise 8.5i
Avast! 4 Professional Edition 4.8.1169
Kaspersky Internet Security 7.0.1.325
Anti-Porn 10.4.11.15
BitDefender Internet Security 11.0.9 (2008)
Eset Smart Security 3.0.642
Ad-Aware 2008

Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-2:

Þeftali Yetiþtiriciliði
Ekolojik Tarým ve Hayvancýlýk
Süt Verimini Etkileyen Faktörler
Dört barajda su bitmek üzere
Karbondioksit salýmý yüzde 50’den çok artacak
VAN (Wan) Tarihi
Amed (Diyarbakýr) Tarihi
Ýç Anadolu Hakkýnda Genel Bilgi
Kültür ve Turizm Bakanlýðý müfettiþ yardýmcýlýðý
2008 yýlý icra müdür ve yardýmcýlýðý sýnav ilaný

Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-3:

Siz Hangi Yemeksiniz ?
Doðum gününüze göre hangi hayvansýnýz?
Doðum Tarihinize Göre Renginiz!
Bebeklerde Gaz Çýkarma
Virüs taþýyan keneler dehþet saçýyor
Þiddetin genlerle iliþkisi olabilir
Karpuz Viagra Etkisi Yapýyor
Panasonic Sony'yi tahtýndan etti!
Mehmet Atlý - Wenda 2008
grup seyran - 2008


Benzer Konular

Konu Konuyu Baþlatan Forum Yanýt Son Mesaj
Kurdek di kombûna akademisyenên swêdî de axifî MÊVAN Beþa Rojane 0 11-10-2007 12:58 PM


Forum saati Türkiye saatine göredir. GMT +2. Þuan saat: 12:11 PM .
(Türkiye için GMT +2 seçilmelidir.)


Powered by vBulletin Version 3.6.4
Copyright ©2000 - 2008, Jelsoft Enterprises Ltd.
SEO by vBSEO 3.2.0
Copyright ©2006 - 2008 Bydigi Forum ®, All Rights Reserved

Bir Forum sitesi olduðumuzdan, kullanýcýlar önceden onay almadan her türlü görüþlerini yazabilmektedir.
Yazýlanlardan dolayý oluþabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanýcýlara aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykýrý herhangi bir durum görürseniz; Lütfen, bydigi@gmail.com'a yada Ýletiþim'e bildiriniz.
Mesajýnýz incelenip, kýsa bir süre içerisinde gereken müdahale yapýlacaktýr.