Bydigi Forum
Geri Git   Bydigi Forum > Kürtçe Forum > Foruma Kurdi > Çandi Gişti

Kayıt Ol SSS



 

 

LinkBack Konu Araçları
Eski 01-03-2008, 04:01 PM   #1 (permalink)
 
Giriş Tarihi: Oct 2007
Konum: BURASI 4. KOĞUŞTUR BENİM ABİM...!!!!!!!
Mesaj: 1,181
Üye No: 174436
Cinsiyeti : Bay
İtibar Gücü: 10434
Rep Puanı : 1043185
Rep Derecesi
JİYAN ADAR has a reputation beyond reputeJİYAN ADAR has a reputation beyond reputeJİYAN ADAR has a reputation beyond reputeJİYAN ADAR has a reputation beyond reputeJİYAN ADAR has a reputation beyond reputeJİYAN ADAR has a reputation beyond reputeJİYAN ADAR has a reputation beyond reputeJİYAN ADAR has a reputation beyond reputeJİYAN ADAR has a reputation beyond reputeJİYAN ADAR has a reputation beyond reputeJİYAN ADAR has a reputation beyond repute
Varsayılan Kurdên Ermenîstanê - 1


Kurdên Ermenîstanê -I-

Beriya çend rojan ji gera xweya Ermenîstanê vegeriyam. Li gel karên din beşdarî 3 konferansên kurdên ku li Ermenîstanê dijin bûm. Tevlîbûna min a civînên kurdên êzîdî, ji bi bo min bû tecrubeyêke giranbuha.

Di konferansa de, em dur û direj li ser rewşa polîtîk a aktuel li Kurdistanê rawestiyan. Mijareke din ya gengeşiyên me, rewşa kurdên êzîdî li Ewropayê û li Iraqê bû. Di demên borî de, di sala 2000’an de çûbûm Ermenîstanê û em bi kurdên êzîdî re, li ser ola wan û pirsgirêkan ketin nav gengeşiyêke berfireh.

Li gor min, di navbera rewşa 8 sal berê û îsal de, ferqeke mezin diyar bû. Ji ber vê yêkê jî min dixwest li ser pêşveçûnên salên dawî rawestim. Gelo di salên dawî de çi hatibû guhartin? Dixazim di çend nivîsên xwe yên pêş de, li ser rewşa kurdên êzîdî yên li Ermenîstanê dijîn rawestim. Lê îro ezê li ser konferansên ku hatîbûn darxistin rawestim.

Di 3 konferansan de nezikî 200 delege amade bûn. Ji bo min herî zede nûneriya jinan a di nav beşdaran de balkêş bû. Jin bi hêzêke mezin beşdarî gengeşiyên polîtîk bûn û nerazîbûnên xwe anîn ziman. Ronakbîr jî, bi hejmarêk têr di konferansan de amadebûn. Me Ermenîstan wek Şengal a duyem binav kir. Lewra, Ermenîstan welatêkî herî zede kurdên êzîdî lê dijîn e. Paşê gotinên pîrika min hatin bîra min. Ew û zarokên din jî bi stranên Radyoya Erîvanê mezin bûne.

Mezinên kurdên êzîdî di axaftinên xwe de, pir behsa kurdên êzîdî yên Ermenîstanê dikirin. Li gor wan, kurdên êzîdî li Ermenîstanê bi hêz, xwedî li ol û çanda xwe derdiketin. Ez bi xwe jî, di serdana xwe ya sala 2000’an de li ser zozanên Çiyayê Elegezê şahîdê vê yêkê bûm. Min bi kurdên êzîdî re çend rojên ku ji bîr naçin derbas kirin. Çend rojên ku bi edet û kevneşopiyên xwe, bi şopên çanda kurdî xemilandî bûn. Îsal ji ez bi ditîna kesên ku min 8 sal berê naskiribûn, dilşad bûm.

Sal çava zu derbas bûne? Mirov çiqas zu hatibûn guhertin? Jiyan çava çerixî bû? Weneyên wisa, di hişê min rederbas bûn. 3 Konferansên ku li Ermenîstanê hatin darxistin serkeftî derbasbûn. Ne ji ber zedebûna hêjmara delegeyan, lê bele ji ber asta gengeşiyan û bîryarbûna beşdaran a li ser amadekirina paşerojê. Giraniya bîryaran bi netewa kurd re girêdayî bûn. Bîryarêke balkêş jî ya ji bo piştgiriya meşa DTP a Şirnaxê hat standin bû. Bi yêkdengî hat xwestin ku kurdên êzîdî li Ermenîstanê hewl bidin da CPT rapora xwe ya derbarê tendirûstiya Birêz Abdullah Öcalan de aşkere bike. Dîsa beşdaran bi yêkdengî bîryarek standin û helvesta xwe li hember kesên ku xwe wek mezin û berpirsiyarên kurdên êzîdî nîşan didin û wan manîpüle dikin, diyar kirin.

Lê divê tu caran nayê birkirin ku, kesen wek Ezîzê Emer di programên televizyonan de îddia dikin ku, êzîdî tenê li Ermenîstanê dijîn û êzîdî bi xwe ne kurd in. Disa nayê jibîrkirin ku ev kes ji dayreyan daxwaz dike ku evê li hember “Kurdistan Komitee“ û li hember kesayetiyan lêkolînên hiqûqî bimeşînin. Ev kes bernameyên televizyonan dike zemînê polîtikaya asîmîlasyona kurdên êzîdî û rê li pêş sirgûnkirina kurdên êzîdî vedikin. Lê ew kes divê tu caran jibîrneke ku, nikarê li ser kurdên êzîdî xwedî biryar be. Ew ne wek nûnerê kurdên êzîdî hatiye hilbijartin. Ez bangî Wê dikim ku dest ji dijberiya xwe ya li hember kurdên êzîdî berde.

Herkes bi vê yêkê bizanibe ku, li Lalişê Heyeta Rihane kurdên êzîdî temsîl dike. Di heman demê de em ji bîr nekin ku di salên dawî de hejmarêk kurdên êzîdî, dest ji ola xwe bardane û bûne “Şahîdên Yahova“. Em tu car ji bîr nekin ku, ola êzîdiyan ola herî kevn a li Rojhilata Navîn û li Kurdistanê ye.

Zimanê me kurdî ye. Hemû duayên me kurdî ne. Em di dîrokê de bûne hedefa 72 fermanan û komkujiyan. Le dîsa jî me misilmanî nepejirandiye. Em komkûjiya Şengalê ji bîr nekin û bizanin îrô jî li dijî kurdên êzîdî polîtîkaya komkujî û asîmîlasyonê berdewam e.


Feleknas uca

JİYAN ADAR is offline  
 


Konu Araçları
Mod Seç

Gönderme Kuralları
Yeni konular açabilirsiniz --> izin yok
Yanıtlar gönderebilirsiniz --> izin yok
Eklentiler gönderebilirsiniz --> izin yok
Mesajlarınızı düzenleyebilirsiniz --> izin yok

vB koduAçık
SimgelerAçık
[IMG] kodu Açık
HTML kodu Kapalı
Trackbacks are Kapalı
Pingbacks are Kapalı
Refbacks are Kapalı

Popüler Konular:
Bydigi Forum'un En Popüler Konuları
Sizin İçin Seçtiklerimiz-1:

Norton AntiVirus 2008
Panda Antivirus & Firewall 2008
AVG Anti-Virus Free Edition 8.0.100
McAfee VirusScan Enterprise 8.5i
Avast! 4 Professional Edition 4.8.1169
Kaspersky Internet Security 7.0.1.325
Anti-Porn 10.4.11.15
BitDefender Internet Security 11.0.9 (2008)
Eset Smart Security 3.0.642
Ad-Aware 2008

Sizin İçin Seçtiklerimiz-2:

Şeftali Yetiştiriciliği
Ekolojik Tarım ve Hayvancılık
Süt Verimini Etkileyen Faktörler
Dört barajda su bitmek üzere
Karbondioksit salımı yüzde 50’den çok artacak
VAN (Wan) Tarihi
Amed (Diyarbakır) Tarihi
İç Anadolu Hakkında Genel Bilgi
Kültür ve Turizm Bakanlığı müfettiş yardımcılığı
2008 yılı icra müdür ve yardımcılığı sınav ilanı

Sizin İçin Seçtiklerimiz-3:

Siz Hangi Yemeksiniz ?
Doğum gününüze göre hangi hayvansınız?
Doğum Tarihinize Göre Renginiz!
Bebeklerde Gaz Çıkarma
Virüs taşıyan keneler dehşet saçıyor
Şiddetin genlerle ilişkisi olabilir
Karpuz Viagra Etkisi Yapıyor
Panasonic Sony'yi tahtından etti!
Mehmet Atlı - Wenda 2008
grup seyran - 2008


Benzer Konular

Konu Konuyu Başlatan Forum Yanıt Son Mesaj
150-saliya hevke?ifkirina kurd û emerîkiyan MÊVAN Çandi Gişti 0 25-02-2008 10:45 PM
Împaratorî û Dewletên Kurdî /BZ.4000-1991 Albatros Dirok 6 31-01-2008 05:07 PM
Dîrokzanê Kurdên Xorasanê: JİYAN ADAR Çandi Gişti 0 18-12-2007 11:17 AM
Li Ermenistanê rewşa kurdî kelagerm Çandi Gişti 0 02-08-2007 09:11 AM
Kurdên koçberiyê... rojekanu Çandi Gişti 5 12-12-2006 01:26 PM


Forum saati Türkiye saatine göredir. GMT +2. Şuan saat: 06:44 AM .
(Türkiye için GMT +2 seçilmelidir.)


Powered by vBulletin Version 3.6.4
Copyright ©2000 - 2008, Jelsoft Enterprises Ltd.
SEO by vBSEO 3.2.0
Copyright ©2006 - 2008 Bydigi Forum ®, All Rights Reserved

Bir Forum sitesi olduğumuzdan, kullanıcılar önceden onay almadan her türlü görüşlerini yazabilmektedir.
Yazılanlardan dolayı oluşabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanıcılara aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykırı herhangi bir durum görürseniz; Lütfen, bydigi@gmail.com'a yada İletişim'e bildiriniz.
Mesajınız incelenip, kısa bir süre içerisinde gereken müdahale yapılacaktır.