Giriþ Tarihi: Jan 2007 |
Konum: hadi ordan...... |
|
Mesaj: 29,505
|
|
Üye No: 52150
|
|
Cinsiyeti : Bay
|
Ýtibar Gücü: 95154
| Rep Puaný : 9512351
| |
|
| |
|
Panoramaya Çand û Hunera Kurdî 2007
Qedexekirina ketina Îranê ya ji bo Behmen Qubadî, wefata Mehmed Uzun û Ordîxanê Celîl,
qedexeyên li ser þanoya kurd, çûyîna þanoya kurd ji bo Baþûr, fîlmên 12’yê Rezberê, sala Ehmedê Xanî, nîqaþên li ser ziman… Vane notên salekê yên li ser çand û hunerê.... Dewrêþê Evdî” li ser berfê hate lîstin Egitim Sena Çewlîgê di çarçoveya “Israra di aþtiyê” de çalakî li dar xist û lîstika “Dewrêþê Evdî” jî vexwend, lê Walîtiya Çewlîgê destûr neda ku lîstik li salonê bê lîstin (31 Rêbendan). Li ser vê yekê endamên þanoyê yên Navenda Çanda Dîcle Firatê lîstika xwe li parka Dortyolê li derve, li ser berfê lîstin. Li Gimgimê þanoya kurdî qedexe ye Di tûrneya xwe ya herêmê de lîstika Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) “Nobedarê Deriyê Cenetê” li Gimgimê ji aliyê Qeymeqamiyê ve hate qedexekirin û nehiþtin li Navenda Perwergehiya Gel a Navçeyê bê lîstin (4 Reþemî). Lîstik di 2’yê reþemiyê li Mazgîrtê, 3’yê reþemiyê j îli Bulanixê hatibû lîstin. Îran ji bo Qubadî qedexe ye Derhênerê navdar Behmen Qubadî ku bi dehan festîvalan de bi dehan xelat girtiyeû îsal di nav 100 derhênerên navdar ên dijîn de cih girt, Îranê welat li wî qedexe kir. Daîreya Sînemayê ya Wezareta Çandî ya Îranê destûrnameya wî ya ji bo kiþandina fîlm betal kir (5 Reþemî). Qubadî li ser vê qedeyê da zanîn ku ew ji ber ku kurd e li ser wî biryara qedexeyê girtine. Sala Mewlana *UNESCO, ji bo 800’emîn rojbûna Mewlana sala 2007 wekî “Sala Mewlana ya Dinê” îlan kir (10 Reþemî). Bi vê yekê re li Tirkiye û lig elek welatên din li ser Mewlana Çalakî hatin li dar xistin. Neteweyên Yekbûyî jî di vê çarçoveyê de li avahiya xwe çalakiyeke li dar xist û fîlme nîþan da (14 Pûþper). Li Tirkiyeyê di serî de Stenbol û Konya, li gelek bajaran li ser Mewlana çalakî hatin li dar xistin, pirtûk hate çapkirin û album hatin tomarkirin. Konferansa Mehmed Uzun Li Tirkiyeyê yekemîn car li ser nivîskarekî kurd li zanîngeheke konferanseke wisa mezin tê li dar xistin (17 Reþemî). Konferansa Mehmed Uzun ku ji aliyê Anadolu Kultur ve li Zanîngeha Bîlgî hate li dar xistin de jig elek welatan nivîskaran li ser Mehmed Uzun dîtinên xwe anîn ziman. Romanûsê navdar Yaþar Kemal, rojnameger û Serokê Yekîtiya Nivîsarên Norwecê yê berê Thovald Sten, nivîskarê swêdî Gellert Tamas, endamê Lijneya Rêveberiyê ya PEN’a Navneteweyî Eugene Schoulgin, Serokê Yekîtiya Weþangerên Ewroýpa û Swêdê aÝsveç ve Avrupa Yayýncýlar Birliði Baþkaný Jonas Modig, Osman Kavala, wêjevanê kurd Firat Cewerî, nivîskarên kurd û tirk, rewþenbîr û gelek temaþevan di konferansê de amade bûn. Di konferansê de gelek dîtinên erênî yên li ser wêjeya Mehmed Uzun hatin kirin. Yek ji axifgeran helbestvan û wergêrê pirtûkên Uzun Selîm Temo bû. Temo gotina “Hezar peyv di nav pirtûkên Uzun de hene ku ev di ferhengan de nîn in” bikar anîn û li ser vê yekê nivîskarên kurd bi rojan li ser vê yekê di malpera me de nîqaþe xurt pêk anîn. Þanoya Bakur çû Baþûr Þanoya Seyrî Mesel li Batmanê dest bi turneya xwe kir (17 Reþemî) û ji wir berê xwe da Dihokê (Adar). Seyrî Mesel bil îstika xwe “Qal û Qir” û “Xewn û Xeyal” coþa þanoyê bir Baþûr. Piþt re di nav salê de li ser vexwendina Wezareta Çandê ya Baþûr ji Stenbolê listikvan Murat Batgi (Stand-up), Kemal Orgun (Nobedarî Deriyê Cennetê) û Aydýn Orak (Rojnivîska Dînekî) bi lîstikên xwe li Hewlêrê derketin pêþberî þanohezan. “Me çima ev mirov kuþtun?” Derhêner Necati Sonmez belgefîlmekî bi navê “Îbret Olsun Diye” (Ji bo bibe îbret) kiþand û belgefîlm yekem car di 26’emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê de hate nîþandayîn (13 Avrêl). Belgefîlmê ku li ser îdamkirina 712 kesan a li Komara Tirkiyeyê ye meseleya “Çima me ev mirov kuþtun” digire dest. Belgefîlm ji sala 1922’yan heta 2002’yan li ser meseleya îdama disekine û di vî warî de tekane ye. Tirkiyeyê jî xelat da Qubadî Îsal di 26’emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê de Xelata Laleya Zêrîn derhênerê norwecî Joahim Trier bi fîlmê xwe “Dubare” girt û derhêner Behmen Qubadî jî xelata Juriya Gel a Radikalê girt (14 Avrêl). Qubadi ku bi fîlmê xwe “Heyama Hepsên Sermest” yekem car di sala 2001’î de derketibû pêþberî sînemahezên li Tirkiyeyê û qedexeyên li ser kurdî têk biribû yekem car li Tirkiyeyê xelat girt. Li Hewlerê ‘Navenda Lêkolînên Zanistî ya Stratejîk’ Li Baþûr, li Hewlêrê Navenda Lêkolînên Zanistî ya Stratejîk hate vekirin (18 Avrêl). Bi vê navendê dikin ku zanîngeh û saziyên Baþûr bi hev re xebatên zanistî bikin. ‘Beynelmilel’ xelat girt Fîlmê derhêner Sirri Sureyya Onder û Muharrem Olmez ê bi navê “Beynelmilel” ku bi awayekî mîzahî 12’yê Rezberê rexne dike li Festîvala Fîlman a Enqereyê Xelata Fîlmê Herî Serketî girt (20 Avrêl). Fîlmî di nav salê de li festîvalên Stenbol, Antalya, Barselona û gelekên din de jî xelat girt. Derhêner fîlmî Sirri Sureyya Onder li ser fîlmê xwe got; “Min hewl da ku tiþtekî antî mîlîtarîst çêbikim.” Li Enqereyê Festîvala Fîlmên Kurdî Kurdî-Dera Enqereyê Festîvala Fîlmên Kurdî li dar xist (18 Gulan). Di vê çarçoveyê de 10 fîlmên derhênerên kurd hatin nîþandayîn. 5 sal ceza ji bo Xemgîn Bîrhat xwestin Hunermend Xemgîn Bîrhat (Zulfu Kizildemir) ji ber ku li Newroza Rihayê stranan ‘Mezin Apo’ xwend ew hat girtin û der barê wî de doz hate vekirin. Di danîþa meha gulanê ya li Amedê de 5 salan ceza ji bo wî hate xwestin, lê piþtî çend mehên di girtîgehê de serbest hat berdan. ‘Mala Dengbêjan’ vebû Li Kolana Mêrgîehmedê li kêleka Mizgefta Behrampaþa þaxa Odeya Mîmar û Muhendizên Amedê malekê dîrokî ya ji malên Amedê restore kir û ew der wekî “Mala Dengbêjan” hate vekirin (31 Gulan). Þaredarên DTP’ê, endamên saziyên sivîl beþdarî vekirina Mala Dengbêjan bûn. Dengbêj êdî hunera xwe li wê derê îcra dikin. Yaþar Kemal: Divê di dibistanan de kurdî bê hînkirin Komeleya Çand û Zanistê ya Gelê Anadoliyê “Xelata Mirovê Azad” li Navenda Çanda Yapi Kredî da Yaþar Dema (15 Pûþper). Yaþar Kemal di merasima xelatgirtinê de got; “Mecbûr in li dibistanê bi zimanê zikmakî dersê bidin. Tenê qursên ziman vekirin. Qurs ne dibistan e. Min got qey dê di dibistanan de bi kurdî perwerdehî bê kirin. Ji ber vê yekê minê dibistan çêbikira. Lê ne dibistan e. Ev derew e. Lê gel di dawiyêde dê bi ser bikeve.” Hurmet ji bo Ehmedî Xanî Wêjevanê navdar Ehmedê Xanî di 300’emîn rojbûna xwe de lig elek çalakiyan îsal hat bibîranîn. Li Festîvala Batman-Heskîfê, li Festîvala Bazîdê li ser Xanî panela hatin li dar xistin û ew hat bibîranîn. Kovarên wekî Zend û Esmerê li ser Xanî dosya amade kirin, Weþanên Aestayê pirtûka Prof. Îzeddîn Mustafa Resul ku di sala 1979’an de bi erebî hatebû weþandin wergerand tirkî û çap kir. Dîsa Avestayê dikir ku çend çapên cihê yên Mem û Zînê û romana “Mîrnameya” Jan Dost a li ser Ehmedê Xanî îsal ji bo 300’emîn rojbûna Xanî çap bike lê negihiþît. Berhem dê di dema pêþiya me de bigihîjin xwendevanan. Her wiha di vê çarçoveyê de Nûbiharê berhemên Xanî bi tîpên latînî û erebî derxistin û ew gihandin medrese û derdorên din. Weþanên Lîsê ku li Amedê karê xwe yê weþangeriyê didome jî 19 klasîkên kurd dibin navê “Pirtûkxaneya Ehmedê Xanî” de ji nû ve çap kir û ew gihandin xwendevanan. Halaçoglu kurd kirin tirkmen Serokê Saziya Diroka Tirk Yusuf Halaçoglu îdîayeke nû avêt holê, kurd kirin tirkmen, kurdên elewî jî kirin ermen (19 Gelawêj). Li ser gotina hunermend Hulya Avþar ku gotibû ‘Diya min kurd e’ jî Halaçoglu got, “Avþar tirkmen in”. Li ser vê yekê DTP’ê ji hikumetê xwest ku peywira Halaçoglu bê betalkirin, rewþenbîran jî li ser îdîayên Halaçoglu bi rojan nîqaþ pêk anîn. Qubadî di nav juriya San Sebastianê de ye Îsal 55’emîn Festîvala Fîlman a San Sebastianê li dar ket û derhênerê kurd Behmen Qubadî jî di nav endamên juriya festîvalê de cih girti. Qubadî salên berê di vê festîvalê de Xelata Îstîrîdyeya Zêrîn girtibû. Li Þirnexê piþtî 30 salan salona sînemayê Li Þirnexê piþtî 30 salan saloneke sînemayê vebû (22 Rezber). Salona ku li Navenda Çandê hate vekirin xwediyê wê Yaþar Belen e. Belen li ser vê yekê wisa got; “30 sal berê li Þirnexê salona sînemayê hebû. Ez bawerim me niha kêmasiyeke mezin a Þirnexê ji holê rakir.” Li Amed û Stenbolê Dîwana Dengbêjan Bi piþtgiriya fona Yekîtiya Ewropayê, Þaredariya Bajarê Mezin ê Amedê bi hevkariya Navenda Çanda Dîcle û Firatê “Projeya Dengbêj û Çanda Dengbêjiyê” li dar xist. Di çarçoveya vê projeyê de pêþî li Amedê (8 Rezber) û dûre jî li Stenbolê (15 Rezber) Dîwana Dengbêjan hate sazkirin. Di dîwanê de dengbêjan klamên xwe pêþkêþî klamhezan kirin. Di vê çarçoveyê de CD’yeke dengbêjan ku hatibûn tomarikirin belaþ hate belavkirin, Antolojiya Dengbêjan jî hate amadekirin. Yekem belgefîlmek li ser Suryaniyan Derhêner Hakan Aytekîn li ser zimanê suryaniyan ku ber bi windabûnê ye belgefîlmekî bi navê “Yarina Bir Harf” (Tîpek ji bo sibê) kiþand û belgefîlm galaya belgefîlm pêk hat(16 Rezber). Alfabeya suryanî ji 22 tîpan pêk tê. Belgefîlm di gulan û pûþpera 2007’an de hat kiþandin. Li dinyayê li dor 4 mîlyonî suryanî dijîn, ji van 2,5-3 mîlyon li Hindistanê, yên din li Mezopotamya, li Ewropa, Amerîka û Afrîkayê dijîn. Derhêner Aytekîn li ser belgefîlm wisa got; “Ji bo ku ez tîpekê ji bo sibê bihêlim, çand û zimanê suryanî nîþan bidim min ev belgefîlm kiþand.” Wêjeya kurdî di þînê de ye: Mehmed Uzun wefat kir Nivîskarê kurd ê navdar Mehmed Uzun bes li hemberî nexweþiya þêrpenceyê li ber xwe da û li Amedê jiyana xwe ji dest d (11 Rezber). Bi bihîstina xebera mirina Uzun kurd xemgîn bûn û gelek jê ji bo merasima cenazeyê çûn Amedê. Di merasima cenazeya Uzun de 30 hezar kes amade bû. Romanûs Yaþar Kemal, Serokê Giþtî yê DTP’ê Ahmet Turk, Serokê Giþtî yê KADEP’ê Þerafettin Elçi û Þaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemir axaftineke kirin û dûre cenazeya Uzun li goristana Deriyê Mêrdînê ya Amedê de hate definkirin. Folklora kurdî sêwî ma Profesor Ordîxanê Celîl ku jiyana xwe di nav xebata berhevkirina folklora kurdî, ziman û çanda kurdî de derbas kir jiyana xwe ji dest da (21 Rezber). Ordîxanê Celîl ku di 24’ê gelawêja 1932’yan de li Yêrîwanê hatibû dinê cenazeya wî li Leningrada Rusyayê hate definkirin. Celîl li dû xwe li dor 60 berhem û arþîveke dewlemend ku hê nehatiye tomarkirin hiþt. Li Moskovayê þanoya kurd Lîstikvanên Þanoya Medya li Moskovaya Rusyaye lîstika “Yên xwedê ji wan standî” derxistin ser dikê. (22 Rezber). Þanoya Medya ku îsal ji aliyê lîstikvanên hoste Þaliko Bêkes ve hate avakirin lîstika xwe pêþkêþkir û eleqe dît. “Gara”ya Azîz Nesîn qedexe ye Lîstika Azîz Nesîn “Tu ne Gara yî” ku ji aliyê Tiyatro Avesta ve hate amedikirin, dê li Þanogeha Muammer Karaca galaya xwe pêkbianiya lê Midûriyeta Ewlehiyê ya Beyogluyê destûr neda û þanogehê jî peymaname betal kir (26 Rezber). Lîstik dûre li salona NÇM’ê hate lîstin (27 Rezber). Xelata Everestê kurdekî girt Weþanên Everestê ku xelata “Romana Yekemîn” dide îsal nivîskarekî kurd Muhammed Munis bi dosyaya xwe “Uzak Hayat” girt. Munis li TUYAP’ê bi merasimekê xelata xwe girt û dosyaya wî jî wekî roman hate çapkirin (28 Rezber). Plaketa rûmetê ji bo Egidê Cimo Tev-Çand li Yêrîwana Ermenistanê bi merasimekê Plaketa Rûmetê da mîrû bilûrê Egîdê Cimo (2 Sermawez). Egide Cimo ri sala1932’yan de li Îzmezdîn a Ermenistanê hatiye dinê, ji 9 saliya xwe ve lê dide, nêzî 30 salan di Radyoya Yêrîwanê de xebitî û xelata wî ew e ku li Amedê dersê bide zarokên kurd. TUYAP’ê nivîskarê kurd kir mêvan Bi sed hezaran pirtûkhez bûn mêvanê fûara pirtûkan TUYAP’a îsal û TUYAP piþtî gelek çalatiyan bi dawî bû (4 Sermawez). Ji vê wêdetir tiþtê girîng ê ji bo kurdan ew bû ku yekem car nivîskarekî kurd (Helim Yûsiv) wekî mêvanê fermî yê fûarê hat vexwendin, paneleke ji bo wî hate li dar xistin. Her wiha di TUYAP’a îsal de gelek çalakî li ser kurdan hatin li dar xistin. Piþtî 400 salan minyaturên Bedlîsî Þerefxanê Bedlîsî di dema nivîsandina “Þerefname”yê de minyatur jî xêz kiri û îsal pêþangehek ji van mînyaturan li Amedê, li DSM’ê hate vekirin (9 Sermawez). Di pêþangeha ku ji aliyê Avestayê ve hate li dar xistin de 24 tablo cih girtin û her wiha li ser Þerefxanê Bedlîsî û Þerefnameya wî paneleke jî hate li dar xistin. Þerefxanê Bedlîsi ku di sala 1543’yan de li bajarê Qumê ya Îranê hatiye dinê, mîritiya Bedlîs û Mûþê kiriye, di sala 1597’an de nivîsandina Þerefnameyê temam kiriye. “Þerefname” heta niha digel kurmancî û soranî, ji bo erebî, rusî, tirkî jî hatiye wergerandin. Xwendekarên Mexmûrê ‘Derwêþê Evdî û Edûlê’ lîstin Ciwanên Mexmûrê lîstika “Dewrêþê Evdî û Edûlê” lîstin (18 Sermawez). Koma Huner û Çandê ya Banga Rojê ku ji aliyê ciwanên Mexmûrê ve hatiye avakirin li Salona Çanda Hewlerê lîstik pêþkêþ kirin. Ev ciwan zêdetir li Zanîngeha Selahedînê dixwînin. Bavê dansê yê fransýz-kurd Béjart mir Kareografê fransiz ê bi eslê xwe xwe kurd Maurice Bejart di 80 saliya xwe de li Lozana Swisreyê jiyana xwe ji dest da (22 Sermawez). Kurdên Fransayê bi vê xeberê xemgîn bûn. Bejart navê xwe ji navçeya ‘Bijar’ li rojhilatê Kurdistanê digire ku pîra w îli wir dijiya. Gelek bandora wî li ser hunermendên kurd hebû, digel vê bi bandora terîqeteke kurd re wî eleqe nîþanî misilmantî jî da. Lê eleqeye wî ya mezin li ser Zerdeþti bû, felsefeya Zerdeþtî radixist ber çavan. Bejart ku li dinyayê dihat nasîn, wekî bavê dansê dihat bi nav kirin. Li ser siyasetmedareke kurd belgefîlmekî: ‘Sozdar’ Annegriet Wietsma li ser siyasetmedareke kurd Nuriye Kesbir belgefîlmekî bi navê “Sozdar” kiþand. Fîlm li Amstardama Hollandayê hate nîþandayîn (23 Sermawez). Yekem car nivîskareke jin a kurd þano nivîsî Jineke kurd bi navê Gulistan Otunç lîstikeke þanoyê bi navê “Li Welatê Wendayî Evîn” nivîsî. Lîstik ji aliyê Kemal Orgun ve hate bi rê ve birin û bi lîstina lîstikvanên NÇM’ê re li Batmanê (7 Berfanbar) hate lîstin. Galaya lîstikê li Stenbolê jî dê di meha rêbendana 2008’an de bê lîstin. Ev wekî yekem teksta lîstikê ya þanoyê ye ku jineke kurd dinivîse. Atolyeya Sînemayê ya Amedê 4 fîlm kiþand Atolyeya Sînemayê ku di bin banê Midûriyeta Tûrîzm û Çandê ya Þaredariya Bajarê Mezin a Amedê de karê xwe didomîne îsal piþtî serdema perwerdehiyê bi 4 fîlm û belgefîlman derket pêþberî sînemaheçan. Fîlm û belgefîlmên bi navê Xeyalên ji Berfê (Derhêner: Erkan Arikan), Çenê Dersim (Derhêner: Zeynel Dogan), Semerci Fesih (Derhêner: Erkan Arikan) û Kalo (Derhêner: Zeynel Dogan) li Amedê galaya wan pêk hat (7 Berfanbar). Atolyeya Sînemayê par jî 3 fîlm kiþandibû. Du ziman giþtîn hev Weþanên lîsê bi hevkariya Konsolosxaneya Stenbolê ya Swêdê û Weqfa Kamerê pirtûkên 5 nivîskarên tirk wergerandin kurdî û ji bo nasandina wan civîneke li dar xistin (8 Berfanbar). Pirtûkên Leylâ Erbil (Uç Baþli Ejderha-Ejdehayê Se Serî), Oya Baydar (Madrid’te Olmek-Mirina Li Madrîdê), Muge Îplikçi (Yeni Kent Dedikodulari-Gelaciyên Bajarê Nû), Jaklin Çelik (Îstasyonda Baþlayan Hayat-Jîyana Li Îstesyonê Dest pê Dike) û yê Sema Kaygusuz (Uþüuen-Efsirî) di bin navê “Mohrên Mor” de hatin weþandin. Xelata Fransiz a helbestê da kurdek Helbestvanekî kurd bi navê Þeyhmus Dagtekin bi pirtûka xwe ya bi navê ‘Juste un pont sans feu’ Xelata Helbeste ya Mallerme bi merasimekê girt (12 Berfanbar). Close up Kurdistan ket vîzyonê Belgefîlmê derhêner Yuksel Yavuz ê bi navê ‘Close up Kurdistan’ ku li ser jiyana xwe rewþa kurdan tîne ziman li Almanyayê ket vîzyonê (6 Berfanbar). Belgefîlm bi 20 kopyayan li bajarên wekî Berlin, Koln, Frankfurtê ket vîzyonê.
Çavkanî: Peyamner >> Diyarname
|