Bydigi Forum
Geri Git   Bydigi Forum > Kürtçe Forum > Foruma Kurdi > Çandi Giþti

Kayýt Ol SSS



 

 

LinkBack Konu Araçlarý
Eski 07-02-2008, 05:25 PM   #1 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: Oct 2007
Konum: Azadi û Jiyan / Güneþin Ülkesi
Yaþ: 29
Mesaj: 3,231
Üye No: 168268
Cinsiyeti : Bayan
Ýtibar Gücü: 42577
Rep Puaný : 4257293
Rep Derecesi
zilan_80 has a reputation beyond reputezilan_80 has a reputation beyond reputezilan_80 has a reputation beyond reputezilan_80 has a reputation beyond reputezilan_80 has a reputation beyond reputezilan_80 has a reputation beyond reputezilan_80 has a reputation beyond reputezilan_80 has a reputation beyond reputezilan_80 has a reputation beyond reputezilan_80 has a reputation beyond reputezilan_80 has a reputation beyond repute
Varsayýlan Kerkuk Dilê Kurdîstanê Ye Lêe..


Kerkuk Dilê Kurdîstanê Ye Lêe...1-

KERKUK (DÎHA) – Kerkûk, yek ji bajarên ku di qada siyasî de herî zêde nîqaþ li ser tên kirin e. Ji ber girîngîya xwe ya dîrokî û hebûna nefta dewlemend, di her demê de bûye mijara nîqaþan û gelek þer li ser hatine kirin. Ev bajar hêj jî, ji nîqaþên bi vî rengî xilas nebûye. Herî dawî mûdaxeleya Amerîka û þerê dawî yê li Iraqê qewimî ji bo vê yekê mînak e. Lê belê nîqaþên li ser vî bajarî piþtî mûdaxaleyê jî bi dawî nebûn. Wekî tê zanîn piþtî hilweþandina rejîma Baasê, Iraq bû welatek federal û kurd jî bûne xwedîyê herêmek e federal. Vê carê nîqaþên 'gelo wê Kerkûk li ser kîjan herêmê bê hesabkirin', derketin holê. Di vê nîqaþê de kurd teqez dibêjin ku Kerkûk bajarê Kurdistanê ye. Lê belê ereb jî dixwazin ku ev bajar tevlî herêma Kurdistanê nebe. Her wiha tirk jî tevlî vê nîqaþê bûn û îddîa kirin ku Kerkûk bajarê tûrkmenan e. Ev nîqaþên li ser Kerkûkê têne kirin hêj jî, berdewam e û referandum, çiqas nêzîk dibe ev nîqaþ jî gurtir dibe. Her wiha bi nêzîkbûna referandûmê re teqînên ku ji hêla komên terorîst ve tên kirin jî zêde dibin. Li ser vê yekê me li ser dîrok, erdnigarî, kî çi gotiye ser bajarê Kerkukê, sedema ewqas welat çima li ser vî bajarî siyaset dimeþînin, giringiya vê bajarî çiye, lêkolînek kir. Di encama lêkolînê de hindik be jî wê ev bajar bê naskirin.

Kurtedîroka Kerkukê

Þaristaniya Kerkukê (Erbaxa), di mezopotamya de xwedî þaristaniyek mezin û kevnareyek sedî sala ne. Ev cihên dîrokî ku di Kerkukê de heye wekî 'Berdabelge' û her wiha beriya 8 hezar sal weka gundê 'Çermo' ku yê herî çanda çandiniyê tê de heye, hate naskirin. Ev nîþane jî di sala 1948'an de piþtî lêkolînek hûr û kur hate dîtin û naskirin. Bajarê Kerkukê li ser hîmên dîrokî ku ji bajêr bixwe kevintire hatiye avakirin û gelek pêvajo di ser de derbas bûne, rolekî dîrokî ya mezin leyistiye. Serdema Þaristaniya 'Werka' ku navê þaristaniyek herî kevine, di nav bera 3500-3100 beriya zayînê de ye, tê nasîn. Her wiha serdema Sumer û Akadiyan, piþtî wan derdorê BZ. salên 2310'î Kutî, Kerkuk jixwe re wek peytext hilbijartine. Wî demî ji welatê wan bi navê Gutiyam dihate naskirin. Di nav bera salên 1792-1750 a Beriya Zayînê Kerkuk ji aliyê Melîkê Babilan Hamurabî ve hate dagirkirin. Piþtî wî Mîtaniyan di derdora sala 1360 Berî Mîladê dagirkirin. Piþtî wan jî di salên 1365-1350 a Berî Mîladê herêm giþtî kete bin desthilatdariya Împaratoriya Aþuran. Wî demî Melîkê Aþuriyan 'Ombalat' bû. Piþtî hevpeymana di nav bera Medan û Peldaniyan a di nav bera salên 612'an Berî Mîladê ku rêbertiya wî Melîkê Medan 'Keyhusrav' dikir, herêm kete bin desthilatdariya Medan. Ev desthilatdarî heta sala 550' a Beriya Mîladê dom kir ku heta qewmê Exmîniyonan ev der xistin destê xwe. Exmîniyonan desthilatdariya xwe heta hatina Îskenderê Mekdunî ya di nav bera salên 334-331 a Berî Mîladê dom kir. Herêm piþtî wî bi temamî kete bin desthilatdariya Sloqiyîn ku yek ji Fermandarê Artêþa Îskenderê Mekdunî bû. Li wir Sloqîyîn Kerkuk jixwe re wek peytext destnîþan kir û wê demî navê Kerkukê jî kir 'Kerxslok'. Di nav bera sala 139'an a berê Mîladê û 226 Piþtî Mîladê bajêr û hawirdorê bajêr ji hêla 'Fitiyîyan' ve hate dagirkirin û piþtî wî di nav bera salên 226-637'an ve ji hêla 'Sasaniyan' ve hate dagirkirin. Ev dagirkirina Sasaniyan heta hatina oIa Îslamê dom kir. Dema 11 saliya Hîcrî ya îslamê hemû herêm kete bin destê oldarên îslamê. Bi belavbûna ola îslamê re desthilatdariya li ser Iraqê, yekemîn Dewleta Emewiyan di nav bera 661 heta 750 piþtî zayînê, ava bû. Piþt re Dewleta Ebbasiyan ji 750 heta 1258'an desthilatdariya xwe domand. Di dema Ebbasiyan de gelek dewletên biçûk xwestin ku desthilatdariya xwe li ser herêma Kerkukê bimeþîn in. Ji wan yek, Buhraniyan di nav bera 946 heta 1075'an bû û piþt re Selçukiyan di nav bera salên 1075 heta 1180'ê desthilatî kir. Atabeyan jî di salên nav bera 1126 heya 1261'an dagirkirina xwe dom kirin.

Osmaniyan Iraq kir sê perçe

Piþtî têkçûna Dewleta Ebbasiyan ji aliyê Moxolan ve di sala 1258'an de êrîþek pêk anî û hemû ew dewletên biçûk di mezopotamya de jî hilweþiyan. Wê demî welatê Iraq û herêma Kerkuk jî kete bin desthilatdariya Moxolan. Moxolan jî ji sala 1258'an heya 1338'an desthilatdariya xwe domand. Piþt re Dewleta Celabrî ya di sala 1410'an de ji aliyê Þêx Hesen Cebranî ve ku bi eslê xwe Moxoliye, hate avakirin. Bi avakirina vî dewletî re dawî li dagirkeriya Moxolan hat. Li ser wî de jî, dewletên tirkmenan ên bi navê Akkoyun û Karakoyun hatin bicih kirin. Ev dewletan jî di nav bera salên 1410-1508'an ve ji aliyê Karahasan Turkmanî ve hate avakirin. Dewleta þeþan dewleta Safawiyan (faris) ew jî di nav bera salên 1508 -1534'an ve ku ji hêla Îsmaîl Safawî ve tê avakirin. Dewleta heftan, dewleta Osmaniyan di nav bera salên 1639-1917'an ve ku ji aliyê Osman Ertugrul ve hatibû avakirin, tê dagirkirin. Dewleta Osmanî jî herêma Iraq hemû dagirkiribû. Dewleta Osmanî Iraq kir sê eyalet, Musil, Bexdat û Basra û bi vê awayî birêvebir. Eyaleta Musilê Kurdîstan, eyaleta Bexda û Basrayê jî herêma Ereba Iraq digirt nav xwe.

Ya dawî Îngilîzan dagirkir

Dewleta heþtemîn, piþtî þerê cîhanê ya yekemîn Îngilîzan di salên 1917'an heya 1921'an dagirkeriyê dike, heya avakirina welatê Iraqê. Wê demê jî Iraq bi qiraliyetê pêk tê, ev yek jî heta Þoreþa 14 tîrmehê sala 1958'an ku ji aliyê Ebdulkerîm Qasim ve hate destpêkirin, dom kir. Bi vê re dawî li pergala qiraliyetê hat, her wiha dawî li desthilatdariya Brîtanyayê jî, hat. Bê guman ev dîroka hate gotin ji bo bajarê Kerkukê jî derbasdar e.

Navên bajarê Kerkukê çiye û ji ku tê?
Kurdîstana Iraqê rêvebirina þaristanî û mirovahiyê ye. Kerkuk jî, yek ji van bajarên dîrokî yê herêma Kurdîstanê ye. Navê wî di gelek tabloyên ku ji heriyê hatibûn çêkirin de heye.Yek ji van navan Erbaxa, ev nav hate nujenkirin bû Arafa. Dîsa di çavkaniyên Aramihiyan de bi navê 'Kerx Slox' hatiye danîn. Piþt re ev nav bûye 'Siloqîyîn' ev nav jî ji navê Slokis ku yek ji fermandarê Îskenderê Mekdunî Berî Mîladê di nav bera salên 334-331'î de bû ye. Di çavkaniya Suriyaniyan de jî, navê Kerkuk bi 'Beyitil Germahî' tê bi nav kirin. Sasaniyan jî, ev bajar 'Germekan' binavkirine. Di dema Sasaniyan de dîsa ev nav hate guherandin bû 'Kerha Tibêtil Slox' hate binavkirin. Erdnigarînasê Yunanî Gladyos Putorî Mayos ku bi navê Batlîmos jî, Piþtî Zayînê di nav bera 90'î û 168'an de jiyan kiriye, di pirtûka cografya xwe de bi navê 'Korxora' binav kiriye. Kesê bi navê Yakut El Hamudî ku ferhenga navê welatan nivisandiye, Kerkuk bi navê 'Kerxînî' lê kiriye. Kerxînî, bi zimanî Arî tê wateya Qeleyê. Di sedsala 9'an de ya Hîcrî de Kerkuk di nav bera Deqok û Hewlêrê de di nexþeyan de tê nîþandan. Di pirtûka bi navê Texirname ku ji hêla Elî El Ziyadî ve hatiye nivisandin, ji ber petrola xwe Kerkuk wek bajarê zêrêreþ daye naskirin. Di sala 1972'an de piþtî avakirina þîrketa neftê ya li Iraqê, ji hêla Hikumeta Iraqê ve Kerkuk bi Eltemim hate binav kirin. Navenda Bajarê Kerkukê wek parêzgeha Eltemim hate îlankirin. Ya dawî ji hêla kurdan ve ku di eslê xwe de niþtecihên vê bajarî ne, navê Kerkukê lê hatiye kirin. Ev nav jî ji navê 'Kerxînî' ku bi zimanê Arî tê wateya Qeleyê. Ji ber ku kurdan vir her tim jixwe re wek qeleyekî ku jênagere dîtiye, ev nav lê hatiye kirin.
Bajarê Kerkukê li ku dikeve?
Bajarê Kerkukê di nav bera xeta dirêjahiya 42,25 bi panbûnê 35, 25 ve ye. Li alê bakura rojhilat Hewlêr, bakura rojavayê Zapa Biçûk, baþurê rojava ve silsileyên Çiyayê Hemrîn, ji Baþurê rojhilat ve bajarên Silêmaniye û Diyala, ji rojava ve Parêzgeha Silehadîn (Tekrîd) e. Di alê îklîmî de havînê gelek germe, zivistanê jî normal e. Bilindbûna wî ya ji behrê 331 metre ye. Erdnigariya parêzgeha Kerkukê 19 hezar 543 kîlometre kare ye. Kerkuk, bi berhemên xwe yên xwezayî yê wekî petrolê dewlemend e. Kerkuk, di Iraqê de bajarekî herî girînge û ji dîrokê ve bi herêma Kurdîstanê ve girêdayî ye. Kerkuk ji ber firehî û kurbûna bîrên petrolê ji hêla herkesî ve erdnigariyek girîng tê dîtin.
Dabeþkirina îdarî ya bajarê Kerkuk
Kerkuk cara yekemîn, di sala 1879'an de bi fermana Osmaniyan wek nahiyek hate qebul kirin. Navê Sincaqa Þerezor lê hatiye kirin. Hewlêr, Koy Sancak, Kifrî, Keler, Raniya, Rewandoz, pê ve hatin girêdan. Di sala 1921'an de ku Iraq wek welatek netew hate qebulkirin, Kerkuk wiha hate parve kirin. Navenda Navçeya Kerkuk girêdayê wî; qezayên wekî Karahesen, Altunkopru, Þiwan, Hiwêce, Dibiz, Tozhurmato. Navçeya duyemîn, navçeya Çamçamal, girêdayên wî navçeyên Singaw û Akcîler. Navçeya Sêyemîn; navçeya Kifrî û girêdayê wî qezaya Þîrwana û Karatepe. Navçeya çaremîn; Tozxurmato girêdayên wî qezayên Deqok, Qadirkerem, Amirlî. Navçeya pêncemîn; girêdayê wî qezaya Riyad. Navçeya þeþemîn; Keler, girêdayê wî Bîbaz. Di salên dawî de ev navçe ji ber hin sedemên siyasî nav û niþtecihên wan hatin guhertin.
Efsaneya keþîfkirina petrola Kerkukê
Di nav bera bajarên Hewlêr û Kerkukê ku li ser riya ku kîlometreyek ji Kerkukê dur, bi sedan salan agirek her tim pêketî heye. Ji vir re dibêjin Agirê Baba Gurgur. Li gor efsaneyê ev agir beriya zayînê (B.Z) 110 salî zêdetir heye. Tê gotin ku þivana dema li wan sar dibû pezê xwe dibirin derdora agirê û dimexelandin. Her serdemên derbas dibe, sedema ne vemirandina ev agir tê lêkolîn kirin. Piþtî tê lêkolîn kirin û bi pêþketina zanîstê re derdikeve holê ku di wir de niftekî pir dewlemend heye û wisa petrol hatiye keþifkirin.
Derbarê Kerkukê de kî çi gotiye?
Di derbarê bajarê Kerkukê de gelek kesên navdar, siyasetmedar, nivîskar, serok dewletên ên li dijî kurdan û alîgirên kurdan be, gelek tiþt hatine gotin. Ji van Ewliya Çelebî ku li gelek welatên cîhanê geriya û li ser gera xwe jî pirtukekî bi navê Seyahatname nivisandiye. Çelebî di pirtuka xwe ya Seyehatname ya rupela 389'an de wiha qala Kerkukê dike. "Kurdîstan ji wîlayetên wek Erzerum, Wan, Amed, Cizîrê, Cizîrî Îbn Omer, Îmadî, Musul, Kerkuk, Þarezor û Ardelan pêk tê." Her wiha Çelebî nivisa xwe wiha didomîn e: "Ji hêla gelek kesên alim, mîr û serokên welatan ji heremêk re dibêjin ku Zêrêreþe, ew der jî herêma Kerkukê ye û ev herêm jî di nava Mezepotamyayê de ye." Her wiha di belgeyên Osmaniyan de jî Kerkuk di nav herêma Musul de dide naskirin û ev cih jî aîdê kurdan e.
Þemseddîn Samî di sala 1889-1898’an de ansîklopediya Kamûs-Ul Alam nivîsandiyê û di wê ansîklopediyê de li ser Kerkûkê agahdariyên fireh dide. Þemseddîn Samî bi eslê xwe Arnavut e, lê nasyonalîstekî tirk e. Ansîklopediya wî, ,bi erêkirina Wezareta Perwerdehiya Tirk hatiye çap kirin. Þemseddîn Samî di ansîklopediyê de di derbarê Kerkûkê de wiha dinivsîne “Kerkûk li wîlayeta Mûsilê ye. Kerkûk ji Mûsilê 160 km-yê dûr e. Li bin çiyayên hevteqipdikin (sýradaglar) de ye. Li kêleka deþtekê, li ser Çemê Edhemê ye. Navendiya Sancaxa Þehrezorê ye. Xwediyê 30 hezar nûfus e. Ji 4'an 3'ê wî kurd in. Yên mayî tirk, ereb û qewmên din in. Ji wan 76 kes Ciho û 460 kes jî keldanî ne.” Serokê Rêxistina BAAS'ê û Serokê Iraqê Seddam Hiseyîn jî, dema wê fermana komkujiya Helepçê bide de, di belgeyên fermanê de ku ji fermandarê leþkeriyên wê enfalê pêk bîne de, wiha tê gotin: "Pêwîste ev herêmên Helepçe û Kerkukê ku herêmên kurdan e, wisa we re serê wan ku neçar û bêmecal bimînin ku van waran terk bikin. Ji ber ku plana bi salan a kurdan derxistin û bicihkirina ereban pir cihê xwe negirt. Ji ber vê yekê divê tiþtek wiha pêk were ku kurd neçar bimînin cihê xwe berdin."


Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê ERDOGAN ALTAN/ ADNAN MUSTAFA

zilan_80 is offline  
Eski 07-02-2008, 05:27 PM   #2 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: Oct 2007
Konum: Azadi û Jiyan / Güneþin Ülkesi
Yaþ: 29
Mesaj: 3,231
Üye No: 168268
Cinsiyeti : Bayan
Ýtibar Gücü: 42577
Rep Puaný : 4257293
Rep Derecesi
zilan_80 has a reputation beyond reputezilan_80 has a reputation beyond reputezilan_80 has a reputation beyond reputezilan_80 has a reputation beyond reputezilan_80 has a reputation beyond reputezilan_80 has a reputation beyond reputezilan_80 has a reputation beyond reputezilan_80 has a reputation beyond reputezilan_80 has a reputation beyond reputezilan_80 has a reputation beyond reputezilan_80 has a reputation beyond repute
Varsayýlan


Kerkuk Dilê Kurdîstanê Ye Lêe...2

Dema ku li Lozanê rewşa Eyalata Mûsil/Kerkûkê hat niqaşkirin, Îsmet Înonu wek serokê heyeta tirk got ku “Kerkûk û Mûsil bajarên Kurdan e, Kurd jî dixwazin bi Tirkan re bijîn. Ji bo vê divê Mûsil û Kerkûk bi Komara Tirkiyeyê re bê girêdan.” Bi kurtasi Îsmet Înonû jî, ji bo berjewendiya xwe rastiya Kerkûk û Mûsilê aniyê zimen. Lêkolînerê tirkmen Îrfan Kerkukî jî wiha dibêje: “Damezirandina Kerkûkê di dema peşiyên kurdan Kutîyan de pêk hatiye. Kerkûk beriya ku Tirkmen bên Kerkûkê 3 hezar sal berê navendiya Dewleta Kutiyan bû…Kerkûk di dema Împaratoriya Med ya Kurd de bû navendiyeke medeniyetê. Kerkûk di heman demî de navendî mîritiya Bacîrmî ya Kurd bû.” Serokê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hevdîtina xwe yê bi malbat û parêzerên xwe de rewşa Iraqê jî nirxand û got: ‘Wisa xuya dike, Iraq ber bi sîstemeke federal ve diçe. Li bakurê wê jî, dewleta federal a Kurdistanê tê avakirin. Li Iraqê 3 dewletok jî bên avakirin, wê pirsgirêk çareser nebe. Pirsgirêk di çarçoveya sîstema demokratîk de, dikare çareser bibe. Li Iraq û Başûrê Kurdistanê gelên cur be cur hene. Divê di çarçoveya pir-rengî û pirdengî de derfet were dayin ku, ev gel bikaribin xwe îfade bikin li Başûrê Kurdistanê, tirkmen, asûrî û feylî hene û ji rêveberiya Başûrê Kurdistanê xwest mafên gelên din ên li herêmê fireh bikin. Gelên din jî bikaribin xwe îfade bikin, çand û zimanê xwe pêş bixin. Dîroka referandûma Kerkukê nêzîk dibe û ji niha ve, ji bo referandûmê ji kurdan re serkeftin dixwazim. 25 sermawezê sala 2006'an de. " Serokê Partiya Demokratîka Kurdîstan (PDK) Mele Mustafa Berzanî jî, di daxuyaniyekî xwe de ragihandibû û wiha gotibû: "Herêma Kerkuk, ji ber him dewlemendiya erdnigariya xwe û him jî ji dewlemendiya petrolê gelek dewletan ji bo serdestiyê ser van dewlemendiyan bikin gelek êrîş kirin, hê jî dikin û wê paşerojê de jî bikin. Ji ber vê yekê divê gelê kurd û Kurdîstanê jî vê yekî bizanibin û li gorî wî xwedî li Kerkukê derkevin. Raste her cihekî Kurdîstanê ji her aliyê ve gelek dewlemend e, lê em baş bizanibin heta Kerkuk azad nebe, azadbûna cihên din ên Kurdîstanê wê qels bimîne." 9'êmîn Serokomarê Tirkiyeyê Turgut Ozal jî, di derbarê bazirganiya petrol û Kerkukê de wiha gotibû: "Kerkuk, di nav erdnigariya Mezopotamyayê de ye. Bajarekî yê kurdan tê hesibandin, ji bilî kurdan, ereb, tirkmen û gelên din jî li wir dijîn. Di hêla petrolê de dewlemende. Ji ber vê yekê heke em bazirganiyek bikin, divê di serî de bi kurdên wir û gelên din re têkiliyek xurt deyinin."
Di serhejmeriya nifusa Kerkukê yê 1924 û 1957'an
Dema mirov ligel hemû hewildana ji bo guhertina nifusa bajarê Kerkukê dinêre, di hejmariyên ku ji hêla Komîsyona Hilbijartinê ya Iraqê ve ku hemû aliyên neteweyên di Iraqê de hatiye qebul kirin dinêre, kurd niştecihên Kerkukê ye. Di sala 1922-24’an de li Iraqê serhejmara nûfusê pêk hat. Li gor vê serhejmarê li Kerkûkê 475 hezar kurd, 350 hezar Ereb, 26 hezar û 100 kes Tûrkmen dijîn. Di sala 1957'an de jî serhejmara nûfusê pêk tê. Gorî vê serhejmarê jî li Kerkûkê 187 hezar û 593 kurd in, 109 hezar û 620 Ereb in, 83 hezar û 371 Tirkmen in. Li gorî îstastîkan hejmara nifusê ya di sala 1957'an gelê Kerkukê wiha ye: sedî 48 kurd, ji sedî 28 ereb, ji sedî 21 tirkmen û ji sedî 3 jî Cihu û Mesîhî ne. Dema mirov li îstastîkên nifusa ku firqa di nav bera serhejmariyên di nav bera salên 1924 û 1957'an dinêre, çewa ku kurd hatine kêmkirin, ereb û tirkmen çewa hatine zêdekirin. Li gorî vê : Hejmara kurdan ji sedî 60 ketiye sedî 48'an, hejmara ereban ji sedî 16 derketiye sedî 28'an, hejmara tirkmenan ji sedî 13'an derketiye sedî 21'an, ya Cihû û Mesîhiyan jî ji sedî 11'an ketiye sedî 3'yan. Di nav bera 33 salan de Kurd ji sedî 12, Cihû û Mesîhî jî sedî 7 hatine kêm kirin. Ji sala 1957' an û vir de jî, roj bi roj kurd ji Kerkûkê hetine derxistin. Di şûna wan de jî Erebên Filîstînî û ên din hatine bicih kirin.
Li Kerkukê hewildina bê kurd kirin: 100 hezar kurd hatin derxistin
Ew hejmara li jor hatî dan, çewa hatiye guhertin, mirov dema li derxistina malbatên kurd ên ji sala 1991'î û jar ve binêre, mirov wê baştir fêm bike. Li Kerkukê hewildana bê kurd kirin ên di salên dawî de wisa pêk hatiye: Ev derxistin ji Kerkuk, navçeya wî Xaneqîn û hin deverên din malbat hatine koçber kirin.
Di navbera salên 1991, 1992 û 1993 an de 13 hezar û 367 malbat hatin derxistin. Di sala 1994'an de 112 malbat, sala 1995' an de 393 malbat, di 1996'an de 282 malbat, di 1997' an de 710 malbat, di sala 1998'an de 394 malbat, di sala 1999'an de 449 malbat, di navbera 1'ê çile 2000 û heta 10'ê gulana 2000'î 123 malbat hatine koçberkirin. Ji destpêka serhildana 1991 heta 10'ê gulana 2000'î 15 hezar û 831 malbat hatine koçberkirin. Ji ber wek malbat hatine keyd kirin, îstastîka wek malbatî hatiye dan. Ev kesên ku hatine derxistin, belavkirina wan a li bajarên din wiha ye: Ev îstastîk li gorî 'kes' hatiye dan. Li Silêmaniyê 7 hezar û 332 kes, li Derbanîxan, Kalar û Kifrî jî 18 hezar û 3 kes, li gundên Silêmaniyê 14 hezar û 905 kes, Navçeya Ranya, 5 hezar û 332 kes, Şehrazor 4 hezar û 527 kes, Çemçemal 32 hezar û 727 kes, her wiha di nava salên 1997 û 98'an de jî 6 hezar û 100 kes carekî din şandine Navçeya Çemçemal, Qempa Takya Kampi 1 hezar û 61 kes in. Bi tevahî 93 hezar û 838 kes hatine koçberkirin. Di vî navberî de Rejîma Iraqê di navbera mehên çile û tîrmehê de jî 155 malbat sirgunê Hewlêr û Silêmanî ku di bin kontrola Hikûmeta Herêma Kurdîstanê de bû, kir. Di cihê wan de 270 malbatên filîstînî hate bicih kirin. Waliyê berê ya Kerkukê Sabah Nurî Alwan di civînek bi rayedarên paye bilind a Iraqê re pêkanîbû û biryara derxistina kurdan û di cihê wan de bicihkirina Filîstîniya hatibû dan.
Derxistina malbatên kurdan ne ev tenê ne

Di meha avrêl a sala 2000'î de 23 malbat ku ji 142 pêk dihat ji Kerkukê hatin durxistin. di gulana sala 2000'î de 46 kes sirgunê Herêma Kurdîstanê hatin kirin. Di navbera 1'ê meha çilê heta 12'ê tebaxê sala 2000'î 170 malbat hatin derxistin. Ev hejmar dide nîşandan ku hemû hejmar derketiye 100 hezar kes ku ji Kerkukê kurd hatine derxistin. Kurdên ku ji Kerkukê hatibûn derxistin, li nêzî bajarê Silêmanî di bin konê ku Neteweyî Yekbûyî (NY) ji wan re hatibû danîn de diman, di bin belengaziyek dijwar de dijiyan. Berpirsiyarekî bilind a NY'ê yê bi navê bînon Syvan di dema seredanê qampêde wiha gotibû: "Ez ê vê rewşa kurdan ku hê jî xwedî li nasnameya xwe xwedî derketine û erebiyê nepejirandine, ji berpirsiyarê Newyorkê re ragihînim." Her wiha rapora Mafên Mirovan ku ji Wezareta Karê Derveyê ya Emerîka yê weşandibû, wisa dihat gotin: "Rejîma Iraqê ku di çerçoveya Erebkirinê de bi awayekî rêk û pêk qedexebûna derketina kuçeyan pêk tîne, hewil dide ku hin zêdetir kurdên ê Kerkukê derbixe." Di vê navberê de jî, Rejîma Iraqê hin saziyên xwe ku di Firokxaneya Kerkuk, baregehên polîsan û li cihên stratejîk de bicih kiribû, ji bo ereban xanî zû bên çêkirin pere li ser pereyê dida ereban û wan dida bicih kirin. Wisa bû ku di navbera 3 mehan de li cihên cur bi cur ên Kerkukê de 389 xanî hate çêkirin. Pişt re avakirina xaniyan a ji bo ereban di domand.


Rezerveya petrolê ya cîhanê ji sedî 4 ji Kerkukê derdikeve
Sedema girîngiya Kerkuk a li ser welatan xwe ferz dike, bê guman petrola wî ye. Rezerveya petrolê ya cîhanê ji sedî 4'ê wê ji Kerkukê derdikeve. Li gor vê yekî ji 112 milyar bermîlê ku Iraq xwediyê wî ye 50 milyar bermîlê wê ji Kerkukê derdikeve. Niha petrolê ku ji Iraqê derdikeve ji sedî 50'ê wî ji Kerkukê tê bidestxistin. Nefta cîhanê ya ji sedî 70'yê wî ji Rojhilata Navîn derdikeve, ji sedî 25'ê wî ji Iraqê derdikeve. Yê Iraqê jî ji sedî 60'ê wî herêma Kurdîstanê derdikeve. Li gor vê yekî ji sedî 4'ê neftê ya cîhanê ji Kerkukê derdikeve. Kerkuk di hêla petrolê de piştî Suudî Erebîstanê di cîhanê de duyemîn ku yê herî neftê derdixe ye. Li gor rêjeyê ya sala 2001 û 2002'an 14,2 hezar ton rojane ji Kerkukê derdikeve Ev ortalama dike 20 hezar bermîl. Her wiha ji nefta ku ji herêma Kurdîstanê derdikeve qirêjî pir kêm. Yek nefta herî paqijtirîn a cîhanê ye. Ji ber vê yekê ji sêgoşa Musil, Kerkuk û Xaneqîn re 'Kurdîstana Zêrê Reş' tê gotin.

Hikûmeta Herêma Kurdîstanê û Kerkuk
Kerkûk bajarekî dewlemend e. Ev dewlemendî erdnigariya wî ye. Xwedî mozayîkekê ji gelan pêk tê, ew jî dewlemendiyek girîng e. Bajarê Kerkukê yek ji bajarên kurdan yê herî kevin e. Nêzîkbûna kurdan a derbarê Kerkukê de roj bi roj ronîtir dibe. Beriya her tiştî, ji bo çareserkirina pirsgirêka Kerkukê pêwîstî bi yekîtiya kurdan heye. Ji bo ev yekîtî jî pêk were divê konferansekî netewî çêbibe. Hêzên Herêma Kurdîstanê gelek hewildan ku ji bo bikaribin bi giştî li Iraqê taybetî jî li ser Kerkukê yekîtiyek di nav xwe de çêbikin. Hewcêye Hikumeta herêma Kurdîstanê giraniyê bide ser pirsgirêka Kerkukê. Lê dema mirov li rastiyê dinêre, hikûmeta Herêma Kurdîstanê ji bilî polîtîkaya siyasî, tu polîtîkayek aborî û çandî li ser Kerkukê nîn e. Polîtîkaya heyî jî yê partiya ne. Di dîrokê de li ser Kerkukê gelek şer qewîmîne. Kerkuk, ji bo kurdan, asuriyan, tirkmen û ereban cihek girîng e. Her çiqas ji bo gelên cûr bi cûr bûye war jî, lê ji bo kurdan bûye warekî qedîm. Pirsgirêka Kerkukê ne tenê pirsgirêka kurdan e. Dewletên li rojhilata navîn û gelek dewletên cîhanê li ser Kerkukê radiwestin. Kerkuk, ji bo Iraqê, Suriye, Amerîka, Îngilîstanê û Brîtaniya pirsgirêkeke serekeye. Bi nêzîkbûna referandumê re hin zêdetir ketiye rojeva cîhanê. Her roj li kolanên Kerkukê teqîn çêdibin. Her roj êrîşên erebên sunnî zêdetir dibin. Ji ber vê jî aramiya şêniyên li bajarê Kerkukê her çiqas diçe xirabtir dibe. Li gorî vî divê rayedarên herêma Kurdîstanê polîtîkayek çandî û aborî cûda bimeşîn e.
Helwesta dewletên din ê derbarê Kerkukê de
Amerîka û Îngilîstanê; Di serî de DYA û Îngîlîstanê, bi nameyên xwe piştgiriyê dane 58'êmîn Zagona makezagona Hikûmeta Iraqê ku piştî ruxandina Seddam hatiye avakirin, ji bo sererastkirina pirsgirêka Kerkukê. Sefîrê DYA yê demê Mîtropîntî nameyek li ser navê DYA yê ji Serokomarê Iraqê Celal Talebanî û Serokê Herêma Kurdîstanê Mesud Berzanî re şand. Di nameyê de tê gotin ku di sererastkirina pirsgirêka Kerkukê de heta dawî piştgiriyê didin wan. Heman demî de jî Sefîrê Îngîlîstanê Adwer Çaplîn jî nameyek dişîne û piştgiriyê dide madeya 140 a zagona 58'ê ku pêkanîna referanduma Kerkukê dipejirîne. Rîck Emrtaj jî ku nûnerê Hikumeta Emerîka ye di dema serdana xwe ya herêma Kurdîstanê de, nêrîna xwe yê fermî aşkera kir ku ew ji bo pêkanîna referandumê çi ji destê wan bê bikin. Emrtaj, destnîşan kir ku her çiqas ev referandum di makezagona Iraqê de heye jî ev yek erkê wan e. Hemû hêzên hevpeyman û yên Iraqê jî piştgiriyê didin xala 140. Lê dema mirov li helwesta berpirsê NY yî ya Iraqê Zelmay Xelîl Zad dinêre ku dibêje "bBila xala 140 û referandum here NY yî" ev bi tu awayî ne ji bo xêra gelê Kerkukê û ev helwest raste rast helwesta rêveberiya DYA yê fermî ye jî. Bê guman Kerkuk ji bo dewletên navneteweyî cihek girîng e. Hewildana Emerîka ya derbarê Kerkukê de bi destpêka mudaxeleya rejima Baas a Iraqê de xwedî helwestek baş bû. Dixwest ku Kerkuk vegere ser Kurdîstanê. DYE piştî rûxandina Seddam dît ku plana mezin a di rojhilata navîn de ne li gorî dilê wî diçe, neçar ma polîtîkaya xwe yê ser Kerkukê berçavan de derbas bike û divê pirsgirêka Kerkukê bi hesasiyet hilde dest. DYA baş dizane ku heke di pirsgirêka Kerkukê de wekî daxwaza wî neyê çareserkirin, wê di projeya xwe yê Rojhilata navîn de bisernekeve. Ji ber vê yekî jî hewildanên xwe yên desthilatdariyê ya li ser Kerkukê hûr û kûrtir kir. Amerîka ji aliyekî ve alîkariya kurdan dike û ji aliyê din ve naxwaze Kerkuk bikeve ser herêma Kurdîstanê. Siyasetek zirav dimeşîne ku kes jê neêşî.
Tirkiye û Kerkuk
Di dokumanên Împaratoriya Osmaniyan de ya di sala 1794'an de ku li Amerîka û Beyrûdê wek pirtûkçe hatiye çapkirin de dibêje "Kerkuk di dilê Kurdîstanê de ye. Di nexweşeya Osmaniyan de jî dide nîşandan ku welatê Kurdîstanê beriya Osmaniyan de hatiye çêkirin. Ev rastiyeke û her kes jî dizane."
Tirkiye her tim li dijî referandûma Kerkukê derketiye. Alîkarê Serokê Parlemena Herêma Kurdîstana Federal Dr. Kemal Kerkukî diyar dike ku li dijî xala 140 ne karê Tirkiyê ye û wiha got: "Tirkiye welatek cîran ku peywendiyên me yên baş bihev re heye, ye û em rêz li cîrantiyê digirin. Lê em naxwazin ne Tirkiye û ne jî welatekî din destkarî li meseleya Kerkukê bike. Dewleta Suriye li hember referanduma Kerkukê heyanî niha bê denge, Îran jî divê mijarî de bêdeng e. Yê dengê xwe bilind dike tenê dewleta Tirkiyeyê ye." Bi nêzîkbûna referandûmê re, nerehetbûna hêzên Iraqê û hêzên herêmê jî zêdetir dibe. Gelek teqîn pêk tê. Li pişt van teqînan jî hêzên hundirê Iraqê û yên herêmê li pişt van teqînan in. Şiî, sunî û tirkmenên bi Tirkiyeyê ve girêdayî di nav van teqînan de cih digirin. Ev hêz naxwazin li herêmê pirsgirêk bêne çareser kirin. Sê dewletên ên wekî Tirkiye, Îran û Suriye dewletên statuperest in. Li Kerkukê xebatên xwe yên tarî û qirêj didomîn in. Naxwazin kurd li Kerkukê bi ser bikevin û kar û xebatên wan li dijî serkeftina kurdan e." Kerkukî, anî ziman ku hêza herî li dijî çareserkirina pirsgirêka Kerkukê, Tirkiye ye û her wiha Tirkiye naxwaze Kerkuk bikeve destê kurdan. Kerkukî, destnîşan kir ku Tirkiye ji dîroka hilweşandina Osmaniyan û vir de li Musil û Kerkukê xwedî derdikeve û ji bo vê yekî çi xerabî ji destê wan tê dike. Kerkukî, îdîa dike ku Tirkiye him di alê siyasî û him jî di alê dîplomasiyê di nav hewildanan de ye û ji bo li Kerkukê şerê qirêj bidomîn e hêzên îstîxbaratî ava kirine. Kerkukî, wiha got: "Hêzek ji van ji Eniya Turkmenên Iraqê ne û ev hêz Kerkukê weke bajarekî tirkan dibînê û ji bo vê jî çi karên ne di rê û ne rewa hebin dikin. Ev teqînên di demên dawî de pêk tên jî bi destê vê hêzî têne kirin."

Suriye
Her wiha dewleta Suriyeyê jî wekî paşverûtiya Baasê nêzîkê pirsgirêka Kerkukê dibe. Polîtîkayeke berdewam ya rejîma Saddam li ser Kerkukê dişopîn e. Ji bo têkbirina aramiya Kerkukê, alîkariyê dide nîjadperestên ereb û kevne Baasiyê Iraqê. Her wiha di vê navbêrî de li gel Tirkiye di nav hevkariyê de ye. Li gor peymana Suriye û Tirkiye ew e ku li ser Musulê bixebitin û ji destê kurdan derbixin. Bi vê polîtîqayê ve girêdayî hevkariyê dide Tirkiyê, Tirkiye jî bo vê yekî alîkariyê dide Suriyê ji bo erebên sunî yên li wir bi parêze.
Îran
Dewleta Îranê jî, ji bo bibe xwedî gotin li ser Iraqê û Kerkukê, piştgiriyê dide erebên şiî. Îran jî, di vî warî de wek e Suriye û Tirkiyê, ji bo têkbirina aramiya Iraqê û Kerkukê di nav hewildana de ye. Îran bi siyasetekî zirav nêzî pirsgirêka Iraqê dibe. Her çendê zêde di nav kiryarên teqînên li Iraqê pêk tên de, cih nagire jî, lê dîsa Îran ji bo Kerkukê xwedî nêrînek taybet û fesadiyê ye. Îran di siyaseta xwe ya li ser Iraqê de ne li dijî Federaliyê ye. Lê ne bi wê ye (naxwaze) ku Kerkuk vegere ser herêma Kurdîstanê jî. Dixwaze ku divê ereb û tirkmen jî xwedî mafbin li ser Kerkukê. Îran, bê guman Kerkukê bajarekî ereban dibîne, lê ew dixwaze Kerkuk wek wîlayetek bimîn e. Ji bo vê yekî jî piştgiriyê dide erebên şiî û ji bo referandum pêk neyê jî, li gel Tirkiye û Suriyê ye. Ev topbarana ku li ser herêma Kurdîstanê jî pêk tîne, nîşaneyekî ku xala 140 a referanduma Kerkûkê tehdît dike.

Helwesta Tirkmenan a li ser Kerkuk

Tevahiya tirkmenan a li Iraqê piştgiriya vê siyaseta dewleta tirk nakin. Ji ber ku di destpêka meha sibatê ya 2007'an de 6 partiyên tirkmenan diyarkirin ku Kerkuk divê di alê îdarî ve bi Herêma Kurdîstana Federal ve bê girêdan. Navê van partiyan wiha ye: "Partiya Refah a Tirkmenî, Partiya Şirûqa Tirkmenî, Partiya Birayetî ya Tirkmenî, Partiya Yekîtî ya Tirkmenî, Partiya Demokratîk a Tikmenî û Partiya Gelê Tirkmen a Iraqê bûn." Lê dewleta tirk hîç guh nade van partiyan, bes bi Eniya Tirkmenî re peywendiyên xwe dike. Eniya Tirkmenan jî ev helwesta dewleta tirk destek dike û bi sunnî û şiîyan re li dijî kurdan konferansan pêk tîn e.
Her wiha di dema ku Iraq di destê Emeviyan de bû, ji hêla fermandarê Emevî û her wiha Waliyê giştî ya Iraqê Ubeydullah B. Ziyad ve 4 hezar tirkmenan wek paraztinê li Sugurê bi cih dike.
Helwesta KCK'ê ya li ser Kerkukê

Serokê Konseya Rêveberiya Koma Civakên Kurdîstan Murat Karayilan, derbarê pêwîstiya bi Kerkukê û polîtîkayên divê bên kirin de, daxuyanî da û diyar kir ku divê hemû hêzên kurd li ser Kerkukê polîtîkayek hevpar bimeşîn in. Karayilan, wiha got: " Dujminên gelê kurd, ji bo gelê kurd nebe yek îrade dixwazin referanduma Kerkukê paşve bixin. Ew stratejiyek dişopînin, pêşî paşvexistin, pişt re jî ji bo bi herêma Kurdîstanê ve neyê girêdan planên pêşîlêgirtinê pêk tînin. Paşvexistina referandumê wê bixwe re rewşek bi tehlûke bîne. Ji ber vê yekî divê neyê paşvexistin." Karayilan, bûyera Kerkukê ji buyerek sînor, an jî bûyerek bajarî zêdetir, wek bûyerek îradebûn û ne îradebûna gelê kurd, di rojevê de, nirxand û da zanîn ku di kesayetiya Kerkukê de nayê xwestin ku gelê kurd bibe xwedî îradeyek. Karayilan, anî ziman ku hawirdorên ku naxwazin gel di hêla civakî, aborî de xwe bixwe jiyan bike û bimeşîne, ji ber çavkaniyên dewlemend ên li Kerkukê, dixwazin ji Herêma Kurdîstanê veqetînin. Karayilan, bal kişand îtîfaqên li dijî kurdan dixwazin PKK têk bibin, Kerkuk û herêmên bi Kerkukê ve girêdayê yên wekî Maxmur, Şengal û Xaneqîn ji herêma Kurdîstan veqetînin. Karayilan, da zanîn ku ew wek KCK'ê radigihînin ji bo Kerkukê pêwîstî bi polîtîqayekî neteweyî çêbibe. Karayilan, destnîşan kir ku divê hêzên li herêma Kurdîstan bikaribûna êrîşên ku li ser Kerkuk, Şengal û Maxmûrê hatî kirin, asteng bikira. Ev bûyeran referandumê xiste rîskê û got: "Di mijara Kerkukê de, nêzîkbûnek polîtîk a rastir, biryardartir û bi tevahîtir pêk we re. Divê kurd nexwazin ku referandum paşve bê xistin. Ji ber vê yekî divê hemû hêzên siyasî yên kurd bi yek helwestî tev bigerin û têkoşîna siyasî ya pêwîst dike bidin."

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê ERDOGAN ALTAN/ ADNAN MUSTAFA

__________________
zilan_80 is offline  
Eski 07-02-2008, 05:28 PM   #3 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: Oct 2007
Konum: Azadi û Jiyan / Güneþin Ülkesi
Yaþ: 29
Mesaj: 3,231
Üye No: 168268
Cinsiyeti : Bayan
Ýtibar Gücü: 42577
Rep Puaný : 4257293
Rep Derecesi
zilan_80 has a reputation beyond reputezilan_80 has a reputation beyond reputezilan_80 has a reputation beyond reputezilan_80 has a reputation beyond reputezilan_80 has a reputation beyond reputezilan_80 has a reputation beyond reputezilan_80 has a reputation beyond reputezilan_80 has a reputation beyond reputezilan_80 has a reputation beyond reputezilan_80 has a reputation beyond reputezilan_80 has a reputation beyond repute
Varsayýlan


Kerkuk Dilê Kurdîstanê Ye Lêe...3

Helwesta KNK'ê ya ji bo Kerkukê

Endamê Konseyê ya Rêveberiya Kongreya Neteweya Kurdîstanê (KNK) Nîzamettîn Toguç jî, derbar ê helwesta KNK'ê ya li ser Kerkukê vegot. Toguç, diyar kir ku Kerkuk di warê erdnigariyê de beşeke ji erdnigariya Kurdîstanê ye. Toguç, destnîşan kir ku lê dema mirov li rewşa Kerkukê dinêre, wek mozayîqekî mezheb û gelên herêmê ye û wiha got: "Ev dewlemendiya Kerkuk a di warê gelan de di cîhan de mînakek e. Kerkuk dikare bibe bajarê biratiya gelan û piranî ya çandan. Mirov Kerkukê dikare wekî Brukselê jî binirxîne. Weke tê zanîn li Belçîka yê du netew ên cûda hene, her yek ji wan parlementa wan a cûda jî heye û temsîla xwe di parlemena federal de dibînin. Her wiha hemû belgeyên fermî yên derdikevin û navên kolanan bi dû zimanan tên nivisandin. Him bi firansî û him jî bi filemanî. Em dikarin bibêjin mirov dikare bêje pirsgirêka gelên ku li bajarê Kerkukê dijîn bi vê şêweyî çareser bikin û jiyana xwe bi rê ve bibin."

Hewildana tunekirina kurdan a li Kerkukê

Di salên 1920'an de dema ku Îngîlîzan li Iraqê bûn, wê demê de jî Kerkûk him bo Iraqê him jî bo Brîtanya girîngîyekê jiyînîya wê hebû. Ji ber vê jî her dem hewl didan ku di çarenûsa Kerkûkê de rola Kurdan tune be. Rêvebirîyên Britanya û Iraqê gelek pêywirên girîng de Tirkmenan wezîfedar kirin û bi avayekî ne rewa zimanê perwedeyê jî kirin zimanê tirkî. Di salên 1950'yan de jî ev rewş berdewam kir. Her wiha şîrketên neftê yên li Kerkûkê tenê karkerên tirkmen, ereb, û asûrî didan xebitandin. Her wiha bi van re jî li Kerkukê perwerdeyiya zimanê kurdî hatibû qedexekirin, pîrozkirina Cejna Newrozê dihat asteng kirin. Yê herî girîng jî bi destê hin rêxistinên tirkmenan ku ji hêzên ewlehkariyê ya Îngîlîz û Iraqê destek digirtin, gelek kesên navûdeng ên kurd dihatin kuştin û kargehên kurdan dihatin şewitandin.Ji ber van buyeran gelek malbatên Kurd neçar man ku ji Kerkûkê derkevin. Gelek karmendên kurd hatin surgun kirin û bi sedan ji wan jî xistin girtîgehê.

13 gundên kurd ên li Kerkukê hatin şewitandin

Ev çews û hewilên tunekirina kurdan bi van bûyeran dawî nebû, gelek taxên kurdan hatin rûxandin. Piştî meha pûşperê sala 1963'an de Artêşa Iraqê êrîş birin ser pêşmergeyên Mele Mustafa Berzanî û zordarî ya li ser kurdan zêdetir bû. Di êrîşê de 13 gundên ku nêzî bîrên petrolê bûn hatin şewitandin. Karkerên kurd ku ji sazîyên petrol hatin qewirandin, wan ji gundên wan derxistin û li şûna wan ereb hatin bi cih kirin. Her wiha li Kerkukê hemû papûr, tax, kuçe, rê, cihên dîrokî ku navê wan bi kurdî bû, bi navên erebî hatin guherandin. Di meha tîrmehê ya sala 1968'an de ku rejîma Baasê hat ser hûqumê hewla guhertina demografyaya Kerkûkê hin zêdetir bû. Bi vê yekî re karmendên ku teqawit (malniş) dibûn, destûr ne didan wan ku carekê din vegerin malên xxwe. Bi tu awayî kurdan nikaribûn xanî, erd, milk bikirin û her wiha kurdan ji bilî ereban nikaribûn milkên xwe bifiroşin, xelqên din. Di sala 1991'an de jî beriya dema federaliya herêmê ava bibe, Iraq bi hêzekî pir mezin êrîşê Kerkukê kir, gelek xaniyên kurdan hatin talan kirin û rûxandin û gelek kurd hatin kuştin û sirgun kirin.
Kurd tavîzê nadin

Li ser rewşa Kerkûk û çareserîya pirsgirêkê Alîkarê Serokê Parlamana Herêma Kurdistana Federal Dr. Kemal Kerkûkî û gelê Kerkûkê, pirsên DÎHA'yê bersivandin û nêrînên xwe anîn ziman.
Dr. Kemal Kerkûkî ku ew bi xwe jî, ji bajarê Kerkûkê ye, daxwaza alîyê kurd bi berfirehî anî ziman û projeyên xwe yên çareserîyê bi lêv kirin. Kerkûkî, dîyar kir ku wan nexwestîye pirsgirêka Kerkûkê bi riya şer çareser bikin û wiha berdewam kir: "Ji bo vegera Kerkûkê ya ser herêma Kurdistanê du rê li pêşîya me hebûn. Yek jê rîya şer bû, yek jî çareserîya qanûnî bû. Me dît ku pirsgirêk bi rîya şer û lêkdanê nayê çareser kirin. Ji ber ku rewşa Iraqê şereke bi vî rengî nikaribû hilgirta. Her wiha şerek wisa ne li gorî berjewendîya kurdan bû jî. Me rêbaza çareserîya qanûnî xwest. Ji bo vê jî me hewl da û di avakirina destûra bingehîn de me kir ku xala 140'emîn bikeve destûrê. Li gorî vê xalê divê di serî de kesên ku ji vî bajarî koçber bûne, dîsa vegerin cihê xwe. Her wiha ew navçeyên di dema Seddam de ji Kerkûkê hatibûn veqetandin û bi bajarên wekî Silêmanî, Hewlêr, Dîyala û Selahaddîn ve hatibûn girêdan, dîsa bi Kerkûkê ve bên girêdan. Dîsa ew erebên di dema Saddam de li herêmê hatibûn bi cîhkirin, ji bajêr bên derxistin û Kerkûk ji xwedîyê xwe yên eslî re bê hiştin. Yanî demografîya bajêr bi temamî bê sererastkirin. Piştî ev yek pêk hat, serjimêrî (hejmartina nifûsê) bê kirin û piştre jî herin referandûmê. Yanî me xwest ku gelên eslî yên Kerkûkê, biryar bidin ka dixwazin li ser Kurdistanê bimînin an na."

'Di sê hilbijartinan de kurd bi ser ketin'

Kerkûkî anî ziman ku nîqaşên li ser 'gelo Kerkûk bajarê kîjan gelî ye' bêwateye û herkes dizane ku Kerkûk li ser Kurdistanê ye û wiha axifî: "Piştî rûxandina rêjîma Baasê ev 3 carin hilbijartin li Kerkuk tê kirin. Ya yekem dema damezrandina hikumeta demê de bû û ji 41 kûrsîyan kurdan 26 kûrsî bi dest xistin. Di cara duyem dema refranduma li ser destura bingehîn ku kûrdan ji sedî 62 deng anî. Cara sêyem di hilbijartinên gîştî yên Iraqê de ji 9 kûrsiyên bajarê Kerkûk kurdan 5 kursî bi dest xistin. Di gel ku gelek navçeyên Kerkûkê jê hatine veqetandin jî di her sê hilbijartina de jî kurdan hejmarên zêde anîn. Di deste mede dokûmentên dîrokî hene. Li gorî dokûmentên salên 1794 û 1893'an de kifşe ku Kerkûk ji dîrokê heyanî niha bajarekî Kurdistanê ye. Ev dokûmentên dîrokî di dema Osmanîyan de li çapxaneyên Amerîkî û Beyrûdê hatine çapkirin."

'Li gorî serjimartina Osmaniyan ji sedî 69'ê Kerkûkê kurd e'


Têkildarî nîqaşên dîrokî yên li ser Kerkûkê hatîn kirin jî Kerkûkî, daxuyand ku dîsa di sala 1925'an de di navbera dewleta tirk û ereban de pirskirêka Kerkukê rûdaye. Kerkûkî nêrînên xwe bi gotinên, "Tirkan digot Kerkuk girêdayî Anatolyayê ye û ereban jî digot girêdayî Iraqê ye. Li ser vê nîqaşê komîteyek ji welatên derve hate sazkirin û hatin Kurdistanê lêkolîn kirin. Ev komîte piştî lêkolîna xwe ya dirêj gihîşt encamek ku Kerkûk bajarek kurdan e. Ev lêkolîn bi rengek fermî hate çapkirin jî. Tişta girîng ew e ku kesên di komîteyê de cih digirtin ne kurd bûn, belê lêkolînerên amerîkî, ewropî û lûbnanî bûn. Osmanîyan di sala 1890'an de carekê serjimartin pêk anî. Di encama jimartinê de ji sedî 69 niştecihên Kerkûkê kurd derdikevin. Di serjmartina salên 1948-49 de diyar dibe ku ji sedî 52 niştecîhên Kerkûk kurd in. Piştî rejima Baasê, Seddam bi rengek sîstematîk Kerkûk ji kurdan xalî kir û ereb li vî bajarî bicîh kirin. Di vê demê de 779 gundên li devera Kerkûkê ji hêla rejimê ve hatin valakirin. Lê dîsa jî kurd ji Kerkûkê nehatin paqijkirin. Yanî tevahîya dokûmentên dîrokî û fermî dîyar dikin ku Kerkûk di nava dilê Kurdistanê de ye" anîn ziman.

'Kerkûk bajarek kurdan e, mozayîqa gelan e'


Kerkûkî, destnîşan kir ku Kerkûk bajarê Kûrdistanê ye lê di heman demê de mozayîqa gelan e û wiha berdewam kir: "Ji ber wan minakên min dan gerek herkes fêm bike ku kurd çima dev ji Kerkûk bernadin. Dema em dibêjin Kerkuk Kurdistan e nayê wateya ku gelên din li vê derê tûne ne. Belê li vî bajarî ereb jî, tûrkmen jî û gelên din jî dijîn. Her wiha mafê herkesî heye ku li Kerkûk bijî. Lê belê em qebûlnakin ku erebên di dema Seddam de bi sîstematîk li vir hatine bicîhkirin di vir de bimînin. Pêwiste ew bên derxistin. Ji ber ku ew bi derxistina kurdan re hatine li cihê wan bi cîh bûne û dest danîne ser mal û milkê xelkê. Pêwiste heta rewşa Kerkûk asayî bibe û referandûm pêk were ev kesên ha bên derxistin. Piştî rewş asayî bû ki dixwaze dikare were vê bajarê. Ger ev yek pêk bê ji xwe tû pirsgirêk namîne û kêşeya Kerkûkê dê çareser bibe. Ne gotinên tirka ne jî yên ereba ku dibêjin Kerkûk ya me ye, em qabûlnakin û ev yek dûrî heqîqetê ye. Wê vê biryarê gelê Kerkûk bide. Wekî din mafê tû kesî nîne bêje Kerkûk ya me ye."

'Hemû gelên li Kerkûkê bi biratî bijîn'


Gelên li bajarê Kerkûkê jî dijî êdî ji teqîn û nîqaşên li ser statûya vî bajarê bêzar bûne. Kerkûkî êdî dixwazin pirsgirêk bi awayekî lezgîn bê çereserkirin. Hîndekarê Beşa Rojnamevaniyê yê Zanîngeha Kerkûkê Dr. Sabah Mûsa Alî got ku ji hinga nîqaşên li ser pêk anîna referandûmê tên kirin, bûyer berdewam dikin û ev tişt anîn ziman: "Armanca teqînên terorîstî ew e ku bibin asteng ji pêk anîna maddeya 140'an destûra bingehîn. Lê belê ji ber hişyarîya gelê Kerkûkê ev pilanên wiha wê vala derkevin. Ez bawerim ku wê îrada gelê Kerkûkê direferandûmê de derkeve holê û planên li ser bidestxistina Kerkûkê dê vala derkevin. Kerkûk dê vegere hembêza Kurdistanê û her kes li Kerkûk bigîhîje mafê xwe. Her çiqas çalekiyên terorî pêşdikeve jî ez bawernakim ev yek bandora xwe li ser biratiyê gelan bike. Ji ber ku netewên wek ereb, kurd, tûrkmen û sûryanî di nav biratîyê de li bajêr dijîn. Têkîliyeke biratiyê di navber hemû netewan de heye."

'Em dê bibin qurbanê Kurdistanê'


Serokê Yekîtîya Wênegirên Kerkûkê Ramazan Zamdar jî rewşa Kerkûkê ya dawî wiha dinirxine; armanca ji vê tevliheviyê vê dawiyê ku kelem li pêşiya xala 140'an derxinin, ji bo ku Kerkûk vengere hembêza Kurdistanê. Hata niha pir pilan hebûn li ser vê yekê lê ev şikestin tu encam bi dest nexistin. Me heta niha pir xwîn rijandiye. Ev yeke ji bo sekeftina kurd û Kurdistanê ye. Ev xwîn wê vala neçe. Ev teqîn û ew pilan çi bibe bela bibe ne mumkune ku em dev ji wan armancên xwe bedrin. Rewş çi bibe bila bibe emê hemû bibin qurbanê kurd û Kurdistanê em ji vê doz û xebata xwe gava paş ve na avêjin. Ji bo meselê referanduma Kerkukê; me berî niha referendumek kir li ser asta Kerkuk û ez jî bixwe di nav wê de bûm. Me li derdora 1 miliyon nîv deng bi destxist. Di wê demê de me mêz danîbû li ser çadan bê ku zorî li ser tu kesî bibe. Her kesî dengê xwe bi rengeke azad û serbest da. Her kesî nêrîna xwe ji bo Kerkûk azad be û tevi Kurdistanê bibe. Eger ku armanca van teqîn û tevliheviyê ku bandora xwe li ser referenduma Kerkukê bike ye, li gor min ev qet tasira xwe li ser Kerkûkê nake. Heta nakokî di navaber newteweyên li Kerkûkê qet gur nabe. Ereb û tirkman û kurd weke biran e. Eger kesekî bi bingeha xwe ji Kerkûkê bin ew tu car şer ligel tu kes ji neteweyên din nakin. Ji ber her kesî ji xelkê Kerkûkê bi rengekî biratî dijîn. Ez dikarim bêjim; ku hişyarîkî Kerkûk li ser van pilan û listikan bi hemû netewe, mezheb û olên xwe ve heye."


'Pirsgirêka Kerkûkê bi perçeyên Kurdistanê yên din ve jî girêdayî ye'


Teknîker Setar Mihemed Qadir jî der barê mejarê de nêrînên xwe ji me re gotin û da zanîn ku bêguman pir teqîn di van rojên dawî de li Kerkûkê çêbûn û bi taybetî ew teqîna dawî ya ku li pêşiya dadgeha Kerkûkê rû dayî, di encamê de pir kes mirin. Qadir wiha dirêjî da axaftina xwe: "Van rûndanan pir bandor li ser gelê Kerkûkê kir. Ji ber vê teqînê gel dikeve nava fikaran. Eger ku mirov li van bûyeran binere, xuya dibe ku destê gelek welatên sînordaşên herêmê yên wekî Sûriye, Îran û Tirkiye, hinek welatên erab di nava van bûyeran de heye. Ji ber ku naxwazin rewşa aram li Kerkûkê pêk bê. Wekî tabora pêncem (ajantî) di nav gelan de nakokî û tevlhevî derxe, dixebite. Ez bawerim ku piştgîriya her kesî ji bo asayîkirina Kerkûkê ji ber beşeke ji Kurdistanê ye. Sedema vê yekê ji ber pirsgirêka Kerkûkê meseleke neteweyî ye. Bi her çar parçê Kurdistan ve girêdayî ye. Ev prisgirêk pirsgirêkeke stratijîk e. Bêguman referenduma 2007'an wê nasnameya Kerkûk bide xuyakirin. Eger ku tê xwestin xala 140'an û referenduma li ser rewşa Kerkûkê bi serkeve pêwîst e ku ew navçeyên ku ji Kerkûk hatibûn qetandin disan bi bajar ve bên girêdan. Heta niha li hember van teqinên terorê û şidetê gelê kurd li Kerkûkê pir sebra xwe girti. Ji bo vê yekê gerek asayîş û ewlekariya herêmê bê xurt kirin. Pêwiste yek dazgeheke asayiş li bajêr hebe. Ji ber ku em ber bi sala 2007'an diçin."

'Teqîn bandorê li ser aboriyê dikin'


Rojnamevan Arî Resûl Şerîf jî der barê mijara Kerkûkê de got ku heta niha rewşa Kerkûkê aram bû lê pişt van teqînên dawî rewşa ewlekariyê xerab bû. Şerîf ev tişt anîn ziman: "Ev yek pir bandora xwe li ser jiyan gel dike. Asta bazirganî û kirîn û firotinê pir li bajêr ketiye. Heta mirov dibîne ku dikan ji tirsan carna nayên vekirin. Ev bandora li ser bajêr li ser her aliyan ve. Bêguman armanca siyasî li paş van teqînan heye. Tê xwestin ji hemû partiyên siyasî û rayadar li hemberî van listikan hişyar bin. Bi van teqinan tê xwestin ku bandora xwe li ser referenduma 2007'an bike."

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê ERDOGAN ALTAN/ ADNAN MUSTAFA



__________________
zilan_80 is offline  
 


Konu Araçlarý
Mod Seç

Gönderme Kurallarý
Yeni konular açabilirsiniz --> izin yok
Yanýtlar gönderebilirsiniz --> izin yok
Eklentiler gönderebilirsiniz --> izin yok
Mesajlarýnýzý düzenleyebilirsiniz --> izin yok

vB koduAçýk
SimgelerAçýk
[IMG] kodu Açýk
HTML kodu Kapalý
Trackbacks are Kapalý
Pingbacks are Kapalý
Refbacks are Kapalý

Popüler Konular:
Bydigi Forum'un En Popüler Konularý
Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-1:

Norton AntiVirus 2008
Panda Antivirus & Firewall 2008
AVG Anti-Virus Free Edition 8.0.100
McAfee VirusScan Enterprise 8.5i
Avast! 4 Professional Edition 4.8.1169
Kaspersky Internet Security 7.0.1.325
Anti-Porn 10.4.11.15
BitDefender Internet Security 11.0.9 (2008)
Eset Smart Security 3.0.642
Ad-Aware 2008

Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-2:

Þeftali Yetiþtiriciliði
Ekolojik Tarým ve Hayvancýlýk
Süt Verimini Etkileyen Faktörler
Dört barajda su bitmek üzere
Karbondioksit salýmý yüzde 50’den çok artacak
VAN (Wan) Tarihi
Amed (Diyarbakýr) Tarihi
Ýç Anadolu Hakkýnda Genel Bilgi
Kültür ve Turizm Bakanlýðý müfettiþ yardýmcýlýðý
2008 yýlý icra müdür ve yardýmcýlýðý sýnav ilaný

Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-3:

Siz Hangi Yemeksiniz ?
Doðum gününüze göre hangi hayvansýnýz?
Doðum Tarihinize Göre Renginiz!
Bebeklerde Gaz Çýkarma
Virüs taþýyan keneler dehþet saçýyor
Þiddetin genlerle iliþkisi olabilir
Karpuz Viagra Etkisi Yapýyor
Panasonic Sony'yi tahtýndan etti!
Mehmet Atlý - Wenda 2008
grup seyran - 2008


Benzer Konular

Konu Konuyu Baþlatan Forum Yanýt Son Mesaj
Dîroka Kronolojîk Tahtalý Fýstýk Dirok 2 06-02-2008 11:55 AM
Împaratorî û Dewletên Kurdî /BZ.4000-1991 Albatros Dirok 6 31-01-2008 05:07 PM
Derwêþê Evdî JÝYAN ADAR Çandi Giþti 0 29-01-2008 04:18 PM
Dîroka Kronolojîk ßotan Dirok 0 29-11-2007 04:28 PM
Generalê kurd: Em ne tehdîd û ne jî noxteya zeîf in newalaqesaba Çandi Giþti 1 23-06-2007 10:54 AM


Forum saati Türkiye saatine göredir. GMT +2. Þuan saat: 06:30 AM .
(Türkiye için GMT +2 seçilmelidir.)


Powered by vBulletin Version 3.6.4
Copyright ©2000 - 2008, Jelsoft Enterprises Ltd.
SEO by vBSEO 3.2.0
Copyright ©2006 - 2008 Bydigi Forum ®, All Rights Reserved

Bir Forum sitesi olduðumuzdan, kullanýcýlar önceden onay almadan her türlü görüþlerini yazabilmektedir.
Yazýlanlardan dolayý oluþabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanýcýlara aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykýrý herhangi bir durum görürseniz; Lütfen, bydigi@gmail.com'a yada Ýletiþim'e bildiriniz.
Mesajýnýz incelenip, kýsa bir süre içerisinde gereken müdahale yapýlacaktýr.