|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||||
|
Li Kurdistan û li cîhanê zordarî û destdirêjiya li ser zarokan pirsgirêk û nesaxiyeke mirovî ye. Ji bo pêþeroja civakê gihandina zarokan gelekî grîng e; lê mixabin, di civakê de çewtitiya li ser zarokan tê meþandin bê sînor e û bi vê kiryarê civak pêþeroja xwe dixe nava xetereyeke mezin û grîng.
Civak çiqasî zarokên xwe li gorî zanistî, exlaq û nirxên mirovî mezin bike, ewqasî dikare bi ewle li pêþeroja xwe binêre. Lê di civakên paþdemayî de ji destavêtin û destdirêjiya li ser zarokan heta kuþtina wan her kiryara ku civakê biherifîne tê dîtin. Ji bo balkiþandina ser vê pirsgirêkê û lêgerîna li ser rêkên çareseriyê di serê meha Sibatê de, li welatê Swîsre, bajarê Neuchatel Konferansek ji aliyê Enstituya Psîkoterapî û Medîtasiyon ve li Zankoya Neuchatel hat lidarxistin. Konferans sê rojan domiya û ji her aliyê cîhanê bi tevlêbûna psîkolog û profesorên li ser vê mijarê pispor û sosyologek ji Kurdistanê pêk hat. Sosyolog Arslan Ozdemîr di konferansê de li ser pirsgirêka zarokên kurd rawestiya û di civaka Kurdistan û Tirkiyê de pirsgirêk û çareseriya di vê mijarê de anî ser ziman. Pê re, bi wêneyê (projeya) li se vê mijarê durist kiriye jî, ji aliyê komîteya ku ev konferans amade kiriye ve, ji bo endamtiya xelata NOBELê 11 proje hatine pêþniyarkirin û yek ji van projeyan jî ya birêz Ozdemîr e. Axaftina li ser rewþa Kurdistanê, di konferansê de bi baldariyeke mezin hat þopandin û piþtî axaftinê jî ji aliyê gelek beþdarvanan ve peywendîdariyeke mezin ji birêz sosyolog Arslan Ozdemir re hat þanîdan. Dîsa, piþtî balkêþiya projeya birêz Ozdemîr pêþkêþ kir, bi sedema di cih de þopandin û alîkarîdayîna çareseriya vê pirsgirêkê, ji aliyê amadekarên konferansê ve, tê xwestin ku civîna çaremîn a di sala bê de li Amedê lidar bixin. Birêz Ozemîr bi axaftina xwe ya ‘Li Tirkiyê Îstîsmariya Zayendî ya li Ser Zarokan’ beþdarî Konferansê bû. Ji ber grîngiya vê mijara ku wekî nexweþiyeke vegirtî ya civakê, li serê pêþeroja civakan û mirovahiyê bûye qeda, axaftina birêz Ozdemîr wekî dokumaneke lêkolînî dixwazim bê kinkirin, pêþkêþî raya xwendekaran bikim. Li Tirkiyê Îstîsmara Zayendî Ya Li Ser Zarokan Îstîsmara Zayendî, ji aliyê kesekî/e 4-6 salan ji zarokê/î mezintir ve, bi armanca dilxweþiya zayendî bi awayekî darê zorê yan qanîkirin, xistina nava danûsitendina zayendî ye. Dixwazî qanîbûna zarokê/î hebe yan tinebe, himbêzkirina ne zayendî, eciqandin, firkandin (zêdetir li ser qîzan), bikaranîna zarok bi armanca pornografî, axaftinên kiþkirina zayendî, peywendiya Oral(di dev re) an jî peywendiya anal(di paþ re/zêdetir li ser kurikan, destavêtin, navderxistin(teþhîrkarî/zêdetir li ser qîzan), peywendiya zayendî (zêdetir li ser keçan), jixweberdana beramberî (zêdetir bi zarokan), îstîsmarên li Tirkiyê tên dîtin in. Li gorî lêgerînên tên kirin, çiqasî ne zelal be jî, pîvana zarokên li rastî îstîsmara zayendî tên, ji sedî neh (%9) e. Sedema nezelalbûna pîvanê; negotina pirahiya zarokan a îstîsmarê ye. Sedema negotina îstîsmarê; ditirsin ku kesek ji wana bawer neke, geflêxwarinên îstîsmarkar, nezanîna derbaskirina wê ya bi çi awahî, nezanîbûna wan a þaþbûna helwesta zayendî, tirsa dervexistinê ya ji aliyê hevalên xwe, tirsa binavkirina qûnektiyê (homoseksuel) û sedemên hwd. in. Li gorî bûyerên derbasî dadgehê bûne; îstîsmara zayendî ya li ser zarokê/î tê kirin hatiye pêdandin ku ji sedî 57 (%57) ê wê ji aliyê bav; ji %4 ê wê ji aliyê birayê mezin; ji %3 ê wê ji aliyê xismên nêz (zava, xwarzî, ap, bira û hwd.), ji %36 ê wê ji aliyê yên din (cînar, hevalê wî/ê yê dibistanê, zirbav, xoce, xebatkarên dibistan, malbat û cihê kar, xebatkarên kreþ, hêlîn û mala lênêrînê, zilam an jinên xerîb, kesên îstîsmara olî dikin ên bi navê pifkar û hwd.) ve tê kirin. Li gorî reqemên fermî; kesên li rastî îstîsmara zayendî tên, ji %85 ê wan keç, ji %15 ê wan kur in. Enstîtuya Tibê ya Adlî ya Zankoya Marmara diyar dike ku, îstîsmara zayendî ya li ser zarokan pêk tê ji sedî 89 ê wê di hundirê malbatê de, pêk tê û ji her çar zarokan yek jê qurbanê peywendiya Ensestê (ya di hundirê malbatê de) ye. Lêgerînên hatine kirin diyar kirine ku kesên îstîsmarkar ji sedî 40 ê wan kesên naþî, ji sedî 60 jî kesên gihiþtî ne. Lêgerîn herçiqasî þanî dide ku ji sedî 85 ê kesên li rastî îstîsmara zayendî tên keçên temenê wan di navbera 4-12 de bin jî, di nava kesên li rastî wê hatine de, hatiye dîtin ku dergûþeke 17 mehî jî heye. Di sala 2007 an de, li gundê Yenîkoy ê girêdayî navçeya Menderes a Izmîrê , bi raporên nexweþxaneyê hatiye pêdandin ku pêçek(dergûþ/zarok)ek 17 mehî, li rastî destavêtina 3 kesên temenê wan 40, 41, û 69 de hatiye ! Beþek ji zarokên li rastî îstîsmara zayendî hatine, ji ber mercên civakî yan ji aliyê malbata wan ve tên kuþtin, yan tên qewitandin. Bi vê sedemê beþeke mezin a zarokên keç ên ji mala xwe direvin, di temenekî zaroktî de dibin qehpik. Li Antalya, keça bi navê F.K. ya 15 salî ku ji sedema îstîsmara zayendî ji malê direve, piþtî li rastî destavêtina kesekî soza alîkarikirinê dideyê tê, di mehekê de ji sed zilamî re tê bazarkirin. Li Tirkiyê di serkê dibistanên lê îstîsmara zarokan tê dîtin de, dibistanên seretayî yên razandî tên.(Yatili Îlkogretim okullari/Y.I.B.O.). Di van dibistanan de bi giþtî kesên li gudê wana dibistan tine be dixwînin. Ev zarokên temenê wan di navbera 6-16 an de ne, bi giþtî di xurfeyên 25-30 kes bi hev re radizên de tên razandin. Zarokên li vir dimînin ên mezin dikarin zarokên temenê wan ji xwe biçûktir îstîsmar bikin. Di sala 2007an de hatiye pêdandin ku li Dêrsimê, Hasan Alî Yucel derdixîne holê ku, li dibistana Y.I.B.O. yê li ser çar zarokan îstîsmarî hatiye kirin. Ev bûyera Hasan Alî Yucel derdixe holê ya li Y.I.B.O. yê tê kirin, li ser daxwaza nehatina dibistanê ya çar xwendevanên ji gundê Qizilkaleya girêdayî navçeya Mazgîrtê derdikeve holê. 4 zarokên li rastî destavêtina zayendî hatine ji aliyê dêûbavê wan ve dibin Ocaxa Tenduristiyê ya Mazgîrtê û li vê derê di sekirina destpêkê de, hatina zarokan a li rastî destavêtina zayendî hatiye pêdandin. 3 xwendekarên temenê wan 13 salî ji destavêtina 4 zarokên temenê wana 6, 7, 8 salî hatine girtin. Carcaran nasbûna kesê destdirêjiyê dike, dibe sedem ku zarok ji aliyê kesê destavêtinê dike ve were kuþtin. Li Konya di keçikên li rastî destavêtinê hatibûn, binaxkirî hatin dîtin. Laþê binaxkirî yê Emîne Ertekîn a10 salî hat dîtin. Qasî 500 metreyî dûrî laþê Ertekîna tê fêmkirin ku piþtî destavêtinê hatiye kuþtin, hestiyên Ebrû Çîftçi ya berya 5 salan di deh saliya temenê xwe de winda bibû hat dîtin. Wekî kiryarê her du bûyeran tornakarê 38 salî yê bavê sê zarokan A.K.T. hat girin. Polîsê fer dibe ku kesê di bin zenê de, bi malbata Ebrû Çiftçi ya di sala 2001ê de, dema li dibistana seretayî ya þehîd Sadik de xwendekar bû winda bûye re ji nêz ve dost e, piþtî delîlên kom kirin, A.K.T girt bin çav. Piþt re hat hînbûn ku Tufan, piþtî dest diavêje Ebru Çîftçi û Emîne Dûdu Ertekîn wana dixeniqîne û dikuje. Tê beyankirin ku kesê di bin gumanê de, piþtî Dudu Ertekîn dikuje, diþewitîne! Carcaran îstîsmar bi xwexistina paþ hincetên bêgunehiyê tê kirin. Li navçeya Dîcle ya Amedê, xoceyê dersa olê yê dest dirêjiyê li ser 21 xwendekarên xwe dike, di parastina xwe de, aniye ser ziman ku bi xwendekarên xwe firkandin daye çêkirin. Xoceyê destdirêjiya wî hatiye pêdandin, ji ser erkê hat dûrxistin. Vê gavê hijmara zarokên li Amedê li kolanan dixebitin, li derûdora bîst hezarî ye. Di vê wateyê de ev zarok bi pirahî di bin xetereyê de ne. Îstîsmariya zarokên heta nîvê þevê li kolanan diþixulin (komkirina kaxezan, di ronahiyan de paqijkirina camên erebeyan, firotina destmalkên kaxezî û hwd.) jê nayê revandin e. Carcaran ev zarok bi destdirêjkarên wan re tên zewicandin. Bi taybetî li deverên çolterê destdirêjî wekî bûyera namûsê tê bidestgirtin û bi navê paqijkirina namûsê zarok bi destdirêjîkarê xwe re tê zewicandin. Carcaran jî zarokên keç ducanî dimînin û di temenekî zaroktî de dibin xwediyê zarokan. Ji keçên di encama zewacên berwext ango îstîsmara zayendî zarokan diwelidînin yek jê, çîroka T.Þ. zêde tê nasîn. Ew bi xwe zaroka navîn a malbateke perçebûyî ya li Samsûnê rûdinên e. Di 12 saliya xwe de, li rastî destavêtina hevalê xwe tê. Di encama destdirêjiyê de ducanî dimîne û diwelide. Piþtî zayînê hestên xwe wiha bilêv kirine: ‘Dema min dergûþa xwe hilgirt himbêza xwe, tiþta destpêkê hat hiþê min kuþtina min û wê bi hev re bû. Ji xwe dema min bihîst ez ducanî me, ji bo zarokê derxînim, min bi caran serlêdan kiribû. Di nexweþxaneyê de dema anîn gel min, ji bo pê re neyêm rû bi rû, min lihêf kiþand ser serê xwe û nivistim. Bi saetan min nikarîbû li ruyê wê binêrim. Lê dema bi çavên wê re destpêkê rû bi rû hatim, di hinava min de bager hil bûn. Bi hizirandina zindî ya bê parastin di himbêza min de radizê, parçeyek ji canê min e, heyecanê ez girtim.’ T.Þ. ya di 12 saliya xwe de dibe dayik, bi van peyvan hevnasîna trajîk a bi dergûþa xwe re vedibêje. Di xurfeyeke vala a nexweþxaneya SSKê de, du zarokên tena xwe hene û pêþeroja herduyan jî nediyar e. Di roja 03 Tebax 2007 an de, rojnameya Radîkalê di encama sekirina li ser rojnameya înternetê de, nivîsand ku ‘îstîsmariya zarokan ji ya tê hizirandin hîn di pîvanên micîdtir de ye’. Li gorî sekirina di nûçeya Radîkalê de: Li Mêrdînê N.Ç. ya keça 13 salî li rastî destdirêjiya 28 kesên di nava wan de erkdarên giþtiyê jî hene tê. Ev zaroka 13 salî ji dehan kesan re hat bazarkirin. (Tîrmeh 2003), B.O. ya 11 salî ya ji 8 saliya xwe ve li rastî destdirêjiya 13 kesan hatiye avis bû. (Çile 2004) A.A. ya 14 salî ya li navçeya Kadîrlî ya Osmaniye dijiya, li ser mezinbûna zikê wê dibin nexweþxaneyê. Keça derdikeve holê ku avis e, tê pêdandin ku du kesan destdirêjî li ser kirine. (Çile 2004) Li Kartalê Hamît Yildirimê bi îdîaya destdirêjî li ser keça xwe kiriye tê darezandin, jê re 9 sal, 4 meh û 15 roj sizayê hepsê tê birîn. (Çile 2004) Li Avcilarê, M.Z. yê dest diavêje xwarziya xwe ya 14 salî, ji aliyê cînarên wî ve hat girin. (Çile 2004) Li Balikesîrê þeþ kes, bi îdîaya ku Þ.H. ya 14 salî revandine û dest avêtineyê hatin girtin. (Çile 2004) Li Konya, A.A. ya di 13 saliya xwe de tê revandin, bi tevahî li rastî destavêtina 23 kesan hat.(Sibat 2004) Ji van nûçeyên derbasî çapemeniyê bûne ger hûn dihizirin mexdûrên wan tenê çend zarokên bextgirtî ne, hûn þaþ in. Reqemên Doç. Dr. Orhan Derman ê endamê Kurula Rêvebirî ya Komeleya Pêþîlêgirtina Îstîsmarkirin û Îhmalkarî ya Zarokan dide, asta pîvanên zarokên li rastî destavêtinê hatine datîne holê: Di giþtiya cîhanê de, ji sedî 25 ê keçên hatine temenê balixbûnê; yê kurikan jî ji sedî 15ê wan, li rastî îstîsmara zayendî tên. Ya hê ecêbtir ji sedî 75ên zarokan di rewþeke ku xwe herî zêde ewle dihesibînin de, di nava malbatê de tên îstîsmarkirin. Li gorî Derman, îroj ew kesên ji bo zaroka îstîsmar dikin em hez ji wana nakin, beþekî wan ê mezin, di zaroktiya xwe de, di rewþa mexdûrê vê bûyera xedar de bûn. ‘Zarokê li rastî îstîsmara zayendî tê, xwe lewitî û tawanbar dihesibîne, xwe ji civakê dûr dixe û tenê dimîne. Ji sedemên wek rojekê tola tiþtên jiyaye hilîne, dîtina kesên din jî êþa jiyaye bikiþînin, ji xwe re mexdûrekî parvekar bibîne, dikare di pêþerojê de bibe îstîsmarkar. Mixabin ev wek gêronekekê didome. Hemû zarok di xetariyê de ne. Di lêgerînên tên kirin de, di cîhanê de, di 4 salên dawî de, tê diyarkirin ku pêkanînên destdirêjî û dijwariya li ser zarokan tê kirin ji sedî 90 zêdetir bûye. Ger pêþî li vê neyê girtin, di pêþerojê de, hijmara zarokên li rastî îstîsmarê tên wê zêdetir bibe. Gelo di vê mijarê de sizakirin dibin sedema jêvegerê ? Li gorî zagona TCK (Zagona Sizayê ya Tirk) a di 1ê Nîsana 2005an de derbasî meþandinê bû, HESEN HUSEYÎN DENÎZ |
|||||||||||||||
|
|
| Konu Araçlarý | |
| Mod Seç | |
|
|
|
||||
| Konu | Konuyu Baþlatan | Forum | Yanýt | Son Mesaj |
| Kovara zarokan KEPIR êdî li Swêdê jî derdikeve | Numberone | Çandi Giþti | 0 | 30-10-2007 10:04 PM |
| Aþtî jiyana zarokan e | berxwedan | Beþa Rojane | 1 | 21-09-2007 04:17 PM |
| GotinÊn Zarokan Li Ser Hezkirin Û EvÎnÊ | heci | Çandi Giþti | 4 | 19-07-2007 05:30 PM |
| Peymana Mafên Zarokan | Numberone | Çiroken Kurdi | 0 | 12-12-2006 10:59 PM |
| Yekemîn fîlma kurdî bo zarokan | Mirza | Sinema | 1 | 08-12-2006 10:59 PM |
Bir Forum sitesi
olduðumuzdan, kullanýcýlar önceden onay almadan her türlü görüþlerini yazabilmektedir.
Yazýlanlardan dolayý oluþabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanýcýlara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykýrý herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
Ýletiþim'e bildiriniz.
Mesajýnýz incelenip, kýsa bir süre içerisinde gereken müdahale yapýlacaktýr.