Bydigi Forum
Geri Git   Bydigi Forum > Kürtçe Forum > Foruma Kurdi > Çandi Giþti

Kayýt Ol SSS



 

 

LinkBack Konu Araçlarý
Eski 28-01-2008, 12:01 PM   #1 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: Feb 2006
Mesaj: 1,336
Üye No: 494
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 6143
Rep Puaný : 613947
Rep Derecesi
heci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond repute
Varsayýlan Zimanê Kurdî Gencîneyeke Dewlemend, Kaniyeke Avzelal e


Zimanê Kurdî Gencîneyeke Dewlemend, Kaniyeke Avzelal e



Pêþnîþe-1: Ev nivîs dewama nivîsa min e ku di 26ê adara 2007an de hatibû weþandin. (Binêre)

Pêþnîþe-2: Ez di nêzikahiya mijarê de hemû Kurdan wekî KIRDE (subject/ozne) dinirxînim. “Em” wekî kirdeyê mijarê, hemû Kurd in; çi akademîsyen, çi pispor, çi zimanzan, çi siyasetmedar û çi yên ji rêzê hyd. tev di nava têgîna “em”ê de cih digirin.


ZIMAN -II


-A-
Ev demeke dirêj e zimanê kurdî di rojeva me kurdan de ye. Em li ser zimanê xwe radiwestin û em dixwazin zimanê xwe bikin zimanê jiyanê. Bê guman em dixwazin bi her awayî zimanê xwe bikin navgîna pêwendî û têkiliyên xwe. Ji lew re, ji mêj ve ye em ji zimanê xwe dûr in. Bi tenê zimanê kurdî di jiyana rojane de mabû ew jî em ne di ferqê de ne lê hêdî hêdî tek diçe. Me di derveyê jiyana rojane de bi zimanên biyanî pêwistî û pêdiviyên xwe pêk aniye. Li Bakurê Kurdistanê tirkî, li baþûr erebî, li Rojhilat farisî bûne zimanên me yên pêkanîna pêwîstiyan. Piþtî ku kurd li dinyayê vebûne, înglîzî û yd. di jiyana kurdan de ji bo pêkanîna pêwîstiyan têne bikaranîn. Her wekî riya þaristaniyê, riya nûjeniyê, riya xwenûkirin û pêþxistinê di van zimanan de dibore em tevdigerin. Gelo ew ê vê eyba reþ û þerma giran çawa bê pejirandin? Gelê me ew ê çawa viya qebûl bike? Ji bo gelekî azadîxwaz ev tiþtekî gelek zor e. Astengî û bend li pêþiyê hatine danîn. Çawa di hêlên din de helwest û pêkanîneke serbixwe û azadîxwaz bingeh e, di ziman de jî helwesteke rast, lêhûrbûneke baþ, pêkanîneke xweþ û rind divê. Ev jî divê li ser bingeh û zemîneke xurt bê avakirin. Ya rasttir ev e ku têgehîþtineke baþ û rind û ji her awayî de lêkûrbûn û lêhûrbûnek divê li ser hebe.


Bingeh û zemîna zimanê me gelek xurt e, kûr e, jidandî ye, bi rêzik e. Zimanê kurdî xwedî pergaleke rind e û bi qasî vê dîrokî ye. Ji bo ku bi her awayî têgehîþtineke baþ li ser vê rewþa ziman bi xweþî û rindî çê bibe, xebat û lêkolîneke baþ divê. Her wiha serweriya li ser jiyanê serweriya bikaranîna baþ a ziman e. Ragihandina civakî ya pêþverû û nûjen bi tekûzî û sererastbûna ziman dibe. Têgehîþtina hiþmendî û nêrîna Civaka Kurd a ku bi hezar salan e çê bûye, perisiye û hatiye gihîþtiye vê radeyê, di dema îroyîn de vê rastiyê dixwaze.


Peyva kin û kurt ev e: Divê berî her tiþtî felsefeya ziman, jîrbêjiya ziman, hiþmendiya ku ziman li ser diperise bê têgehîþtin.


Ev ji bo çi divê? Ne ku ji bo zimanê kurdî bê parastin, zimanê kurdî ji wendabûnê bê xelaskirin, xetereyên li ser ziman bêne rakirin! Ji lew re pêwistiya Zimanê Kurdî bi vê alîkariyê tune ye. Ev deh hezar sal e ku ev ziman xwe aniye heyînê, ji pênc hezar salan zêdetir e li ser heyîna vî zimanî êrîþên cîranên der û dor ên xwedîdewlet hene; lê her tim xwe bi xwe parastiye, wan tev û êrîþên wan di nava xwe de helandiye. Di nava pergala xwe ya xweser de wan êrîþan yek bi yek betal kiriye.


Dîsa em bibêjin ku zimanê me kurdan, ango Zimanê Kurdî ji parastinê, ji bo xelasiya ji wendabûnê(!) pêwîstiya zimanê me bi tu kesî, bi tu sazî tune ye. Heta neha xwe bi çi awayî parastibe, ji neha û þûn de jî dê xwe biparêze. Heta ev gel hebe dê ev ziman jî xwe biparêze. Mirov kare bibêje ku ji bo heyîna Gelê Kurd ziman bi xwe jî piþtgir û destekekî baþ û rind e. Her wiha Zimanê Kurdî (bi tevahî zaravayan) diya kurdan e, divê em kurd xwe jê xwedî bikin.


-B-
Mirov dikare bi çend awayan li ser xebat û perwerdeya Zimanê Kurdî raweste. Li gorî min ev jî di binê van çend sernavan de bêne vegotin wê çêtir be. Ji lewre projeya li ber pêvajoya asîmîlasyon û otoasîmîlasyonê di perwerde û hîndekariyê re derbas dibe.


1- Radeya Xebat û Perwerdeya Zimanê Me :
Mirov dikare bi du awayan li ser xebat û perwerdeya ziman raweste.


a – Xebata li gora hiþmendî û têgehîþtinê: Wekî tê zanîn her çiqas bi zimanê me nebe jî, me li ser rewþa dinyayê, li ser ramyariyê, li ser civakê û hwd. li ser gelek mijaran perwerdehiyê dîtiye û em bi berfirehî xebitîne. Em karin bibêjin ku ji gelek hêlan ve em bûne zana, ji hêla têgehîþtinê ve em pêþ ketine ango hiþmendiya me vebûye. Ji bo wî jî dema em li ser ziman xebatê bikin di vê ristedariyê de em ê hiþmendî û têgehîþtina pêþketî bidin ber çavan û li gora wê pêþnûmaya xwe bi rê bixin. Ango em karin bibêjin ji hêla têgehîþtin û hiþmendiyê ve em wekî xwendekarên akademiyan in. Ji bo wî jî birêxistina xebata ziman jî divê akademîk be. Di vir de em balkêþiyek jî bidin ber çavan; dema akademîk tê gotin her wekî pisporî, ji gel dûrîtî, elîtek mirov bigihîjin hev li ser ziman xebatê bikin, bêjeyên ji rastiya gel dûr derxin, bi zimanek giran diaxifin, gel ji wan fêm nake û hwd. tê hiþê mirov. Li hember akademîkî pêþdaraziyekî ne rast çê bûye. Bê guman ev ji hindava xwe ve çê nebûye. Bingeha wê ya rastîn heye ku di akademiyan de tiþtên ji gel û rastiya gel dûr çê bûne, hatine kirin. Lê ya rast akademî (ango dibistanên zanyarî) û yên li akademiyan dixwînin û dixebitin ji hêla zanyarî, gelêrî û bi her awayî bîreweriyê ve diderbirînin li ser cûr be cûr þaxên zanyariyê dixebitin; dahûrînan û lêkûrbûnan dikin. Dema em jî dibêjin, divê “akademî” ya rastîn bê fêmkirin.


Ji bo wê jî li gora hiþmendiya me divê em naverokeke xurt û li rê, teþeyekî baþ û rind bidin vê xebata xwe. Ev jî bi vî rengî ye: Ji hêla hiþmendiyê ve û ji aliyê têgehîþtinê ve, ango zanîn û analîzkirina me divê bi radeyekî akademîk bê ber dest. Çarçoveya wê jî ji yê herî kêm û heta yê herî çê ye. Ji bo wî jî bajena perwerdeya kurdî ya me divê berfireh be.


Dîsa ev perwerde ji bo me hemiyan pêwist e. Dixwaze bila bi rengê pisporî, dixwaze bila bi rengê sererastkirina axaftin û nivisandinê, dixwaze bila bi rengê wêjevaniyê nêzik bibin, hemî kes di xebatekê wiha de divê karibin li gora îhtiyaca xwe jê bigirin.


b – Xebata li gora jiyana pêkhatî: Perwerde û xebata kurdî hem hêsan hem jî bingehîn e. Li jorê, me gotibû ji hêla hiþmendî û têgehîþtinê ve em wekî xwendekarên akademiyan in. Lê ji hêla Zimanê Kurdî ve, ji hêla xebitandina ziman ve, ji hêla xwendin û nivisandina ziman ve em wekî xwendekarên dibistana seretayî ne. Ji bo wê jî ziman û pêkanîna zimanê me di nava me de pir lawaz e. Divê ev bi bêhnfirehî be. Ji bo vê divê pergalek xurt û saxlem hebe. Teqez dilnizmî û rehetî divê her hebe. Dîsa divê bi nêrînek kûr û dûr ev her tim di rojeva me de be.


2- Armanca Xebat û Perwerdeya Zimanê Me
Armanca perwerdeya kurdî ne tenê ji bo ku em hînê kurdî bibin û ne tenê ji bo ku em xwendin û nivisandina xwe ya kurdî tekûz bikin…


Ji bo çi em hîn dibin? Li ser kîjan pêwistiyan ev xebata hînbûna li ser kurdî pêk tê? Û dê vê xebatê neha û ji neha þûn de ji çi re xizmet bike? Bi girîngiya van pirsan dema em nêzik bibin em karin van tiþtan bibêjin:


Berî her tiþtî di têgehîþtin û hiþmendiya me de cihê ziman û girîngiya ziman ji bo ku bê dîtin û li gora wê li ser esasên gelêrî û civakî bi nêrîneke rast û durust divê lêhûrbûnek li ser hebe.
Ji bo vê jî;
Nêrîna ziman di dema îroyîn de divê li ser bingeha gelêrî û neteweyî saz bibe û di hiþmendiyê de pêk bê. Ev ji bingeha dîrokî ku ji dema Neolîtîkê heta neha, nûjeniya civakê tev bi hev re bîne ber çavan li gora wê ferisandin û lêhûrbûn û têgehîþtin divê.


Bingeha zimanê kurdî divê baþ bê fêmkirin. Zemîna zimanê kurdî mirov di xwe de û di nava gelê xwe de di dîrokê de û di îro de mirov baþ bibîne û li gora wî mirov hiþmendiya xurt a di kurdî de li ser bingeha civaka kurd di xwe de bibîne û bîne der. Bi vê xebatê re jîrbêjiya gelê kurd a neteweya kurd em baþ fêm bikin. Her zimanek li ser rûyê dinê bi xwe re nêrînek û têgehîþtinekî tîne. Ango her gel, her civak li gora xwe jîrbêjiyek (mantiq) ava dike. Li gora wî jî her gel xwedî jîrbêjî û xwedî nerîneke xweser (orijînal) e. Her kes li gora vê orijînalîteyê tev digere û heye. Kesê endamê vê civakê ango vî gelî bi vê orijîn û kana gelêrî û civakî heye. Em jî bi jîrbêjî û nêrîna kurdî ya orijînal hene. Zimanê me nîþandeka viya ye.


Felsefeya kurdayetî nêrîna kurdan çawa ye?
Ji mêj ve çawa ava bûye û neha di çi radeyî de ye?
Neha felsefeya zimanê kurdî li ser çi ye?
Ew qas hezar sal in zimanê kurdî xweseriya xwe bi çi awayî parastiye?
Çima di nava kurdan de gelên din dihelin?
Zimanên biyan li hember kurdî çima di ber xwe nadin?
Û çima zimanê kurdî bi bêje û rêzik û saziya xwe li hember hemû êrîþan xwedî berxwedanekî bingehîn û tundrav e?


Evan pirsan divê bi têgehîþtinekî rast bêne bersivandin. Raza vana di giyana Gelê Kurd û zimanê kurdî de vaþartî ye. Bi vî rengî mirov bibêje ew ê ne çewt be: Zimanê kurdî gencineyekî gelekî dewlemend, kaniyekî avzelal, heyînekî zindî û zimanekî serbilind e. Di nava sindoqekî saxlem û dîrokî de kilîtkirî ye. Ev kilît jî di destên dayikê kurd ango gelê kurd de ye. Zêdeyê dayikên kurdan ango gelê kurd tu hêz nikare vê kilîtê veke… (Mixabin û sed mixabin niha dayikên kurd û dayikiya kurdî jî di faqa bajarvaniyê de têk diçe. Lewma îro oto-asîmîlasyon ketiye rojeva me)


Zimanên ku ji kurdî bêjeyan bistînin nikarin bihelînin. Ango bêjeya kurdî here bikeve hindirê diranê mar ê jariyê jî tiþtek pê nayê û orijîna xwe diparêze. Lê dema kurdî bêjeyekî ji zimanekî din digire di demekî kin de dihelîne û dike malê xwe. Ji bo em vê raza hanê baþ bibînin bi çêyî pêk bînin divê em herin xwe bigihîjînin xweseriya kurdî.


Piþtî vana tevan ji bo ku em zimanê kurdî di jiyana xwe de bi sererastî pêk bînin ji bo rengê jiyana me bi kurdiya sade bixemile divê em xebat û perwerdeyekê ku li ser van esasan e bi rê bixin.


-C-
1- Nêzikahî û Nêrînên Li Ser Zimanê Me:
Wekî ku tê zanîn rêzimana kurdî ya nûjen hê nuh e. Nêzî sed sal in ku rêzimana kurdî ketiye rojevê û xebat û angaþta sererastkirina rêziman di nava kurdan de pêþketiye. Di vir de mirov kare bibêje ku du rêbaz hene ku nêzikahiyên li ser rêziman xwe der dixin pêþ. Tev li dora van her du rêbazan diçin û tênê.


Yek jê çewt e, ango ji çewtiyê bêtir kêm û ne li rê ye. Ya din rast e, ango li rê ye û lê lawaz e.


Berî her tiþtî nêzîkahiya rast û nêzîkahiya çewt li ser nêrîn û felsefeya mirov der tê pêþ. Civaka kurd, gelê kurd esasgirtin ya jî esasnegirtin heye. Di derveyê gel de ji derve bi rêbaz û livbaziyên biyanî li çareseriyê gerîn û sererastkirina ziman heye. Ew ê ku çewt e û em dibêjin kêm e di hîmê gel de di mêjî û hiþmendiya gel de li çareseriyê gerîn bêtir di rêbaza rêzimanên gelên din de bi nêrînên wan li çareseriyê gerîn heye. Ev jî hem ji bo hiþmendiya zimanê me xeter e û hem jî ji çareseriyê re nabe bersiv. Tiþtê ku îro li ser bi kêmnêrînî bi rêbaza li gorî zimanê kurdî ku li ser serê zimanê kurdî tê hunandin hêza xwe, vejena xwe ya neçê (negatîf) ji vir digre.


Bêtir yên ku li dibistanên biyanan xwendibin tu bikî nekî li ser nêrîna wan a ziman hiþmendiya biyanî bêtir giran e û ristedar e. Îro li Kurdistanê du tewr dibistan hene. (Duh jî hebûn îro jî hene û sibê jî ew ê hebin.) Yek jê dibistana gel e, ya din jî dibistanên biyanan e.


Dibistana gel yek bi tenê ye. Li kîjan goþeyê Kurdistanê bibînî rêbaz, þêwaz, nêrîn û dîn (diyîn) yek e. Ji ber ku bingeh yek e û hîm û giyana gel e ev ristedar e li ser yekîtiya nêrînê û dîna zimanê vê dibistanê. Mamoste û wanedarên vê dibistanê di giyan û hiþmendiyê de ji rayekî xwedî dibin ku ew jî dayik in. Hemû xwendekar û þagirtên vê dibistanê wek hev in. Wekî hev li pirsgirêkan dinêrin û çareseriyan dibînin. Tevekî bi jiyên sazkirî deng didin tembûra jiyana kurdî. Cudahiya dengan tune ye ji wê bêtir ciyawaziya dengan heye ev jî sazkirî ne. Ji ber wê jî hem ahengekî li rê di nava wan de heye, hem jî tev bi hev re guncan in. Wekî tembûrekî akordkirî.


Lê dibistanên biyan ne yek in, gelek in. Di derveyê Gelê Kurd de ji hêla ziman ve çiqas gelên din di dinyayê de hene tev biyan in. Biyanî ne zelal e. Her gel xwedî dibistana xwe ye, û li gora bûyîn û giyana xwe vê dibistanê saz kiriye. Me berê gotibû her gelekî li gorî xwe li ser gerdûnê xwedî nêrînekî xweser e. Her gel li gora vê nêrîna xwe teþe dide zimanê xwe. Ev cudahî û ciyawaziyên gelên dinyayê ji hev re bi xeter nîn in. Li hember hev nîn in. Lê biyan in ji hev re.


Ji ber vê jî dibistanên biyanî li Kurdistanê her tim bi neyartî û dijminî hebûne. Qet li ser bingehekî dostanî tune bûne. Kurdên ku li van dibistanan xwendibin ji raya gel qut bûne, bi avjîna biyanan, bi raya biyanan xwedî bûne. Zêde têgehiþtina gelêrî bi wan re tune ye. Ev jî piranî serdestên kurdan in. Lê gel bi xeteriya ji “þaristanî” û “nûjeniyê” dûrmayîn be jî zarûkên xwe li dibistana xwe mezin kiriye û perwerdeya xwe daye wan. Lê yên din ango serdest ji bo ‘”þaristanî û nûjenî”yê (!) ji gel qut bûne. Ango raya gel bi qurbana þaristaniyê bûye. Dibistaniya gelêrî gorî bûye ji bo “nûjeniya biyanî”. Di vir de mirov bi þênberî kare li niþtimana kurdan qala çar dibistanên biyan bike. 1- Dibistanên biyaniya tirkî, 2- Dibistanên biyaniya erebî, 3- Dibistanên biyaniya farisî, 4- Dibistanên biyaniya Imperyalî (Ewropî û Amerîkî û her yên din). Evana di rêbaz û tekûzkirina ziman de li ser zimanê kurdî çawa biyaniyê tînin em hinekî li ser vê jî bisekinin.


Em neha li ser tirkî û bandor kirina wî zimanî bisekinin ew ê ji bo yên din jî bibe nimûne.


Wekî me got Zimanê Tirkî wekî gelên dinyayê yên din li gora hiþmendî û mêjûya tirkan çêbûye û perisiye û bûye xwedî rêz û rêçikên xweser. Pergala rêzimana tirkî li gorî wî hatiye der. Pisporên zimanê tirkî jî rabûne li gora xwe îzahekî jê re anîne û giramera tirkî bi pergal kirine. Baþ, nebaþ, pêþverû yan jî paþverû, bi faþîzanî yan jî bi civakdarî nêzik bûne ne mijara me ya niha ye. Bi çi awayî be zimanê tirkî bi pergal kirine. Em nirxandina baþî û nebaþiya vê deynin hêlekî din, ev rastî heye ku pergala Zimanê Tirkî bi rê ketiye û hatiye pejirandin. Hemû kesên Tirk li gora vê pergalê zimanê xwe di dibistanên xwe de hîn dibin. Hiþmendiya xwe bi vî awayî di ser ziman re û bi vê pergalê nifþ bi nifþ diajon û domdar dikin. Dibistana gel, dibistanên fermî yên dewletê û yên taybet tev di xizmeta vî karî de ne. Ev mafê wan e. Kes nikare ji viya re li pêþiya tirkan bibe asteng. Xwediyên vî karî li gora nêrîn û felsefeya xwe evî karî bi rê dixin.


Ev kar bêtir li xwendegeh û zanîngeh û dibistanan dibe. Heta vira gotinên ku em ê li ser bibêjin tune ye. Lê vî karî li welatê me, li ser xaka Kurdistanê û bi perwerde û amojkirina zarokên kurdan ve bê kirin em ê gelek tiþtan bibêjin. Di nava gelê me de ji bo amojkirin û perwerdekirinê van dibistan û xwendegeh û zanîngehên wan hebin (dixwazî bila bi xweþî be û dixwazî bila bi zorî be) em ê gelek tiþtan bibêjin. Li ser vî karî gelek gotin û peyvên me wê hebin. Pêþiyê em ê ji xwe re ango ji kurdan re gelek gotin û peyvan rêz bikin. Ji ber ku van dibistanan bi Zimanê Tirkî û li gora pergala Zimanê Tirkî û hiþmendiya tirkî rêz û rêzik diborin; em kurd di van dibistanan de ya hiþmendiya xwe ya ku li ser xweseriya kurdî saz bûye hinda dikin; ya hiþmendiya me ya xurt dikeve xizmeta wan; ya jî em hem ji hiþmendiya xwe dibin û hem jî em hiþmendiya wan nagirin. Ango em “hem ji kerikê hem jî ji perikê” dibin.


Kurdên ku li van dibistanan bixwînin çi pir çi hindik ew ê vê hiþmendî û têgehiþtina wan li ser xwe bibînin. Wê çaxê di nêzikahiya Zimanê Kurdî de û di sererastkirina Rêzimana Kurdî de tu bikî nekî van kesan çi qas pispor bin çi qas zimanzan bin jî ew ê di vî karê kurdî de nexweþî û lawaziya xwe nîþan bidin. Yekê birîndar heta birîn li ser laþê wî hebe nikare bijîjkiyê bike. Nikare birînan baþ bike. Nikare dermanan amade bike. Ji lew re hemû nexweþîn û birînan wekî birîna xwe dibîne. Û dibêje qey birîn û nexweþînên hemû dinyayê weka birînên wî ne…


Kurdên ku li van dibisanan xwendibin sibê roj rabin bibêjin em ê zimanê kurdî sererast bikin haya wan jê heye an jî tune ye; lê ew ê li gora hiþmendiya dibistanên ku lê xwendine saziyek ava bikin. Heta neha jî lêhûrbûn û xebatên li ser rêzimana kurdî hatine kirin ên ku kirine ji ber vê pirsgirêka hanê di sererastkirina ziman de binketî mane, lawaz mane. Û em îro dibînin ku gelek nîqaþ û nakokî di nava “bipergalkirina Zimanê Kurdî” de heye.


Bi gelemperî mirov kare tiþtek wisa bibêje yên ku îro li ser zimanê kurdî xebata bipergalkirinê dikin ya li medreseyan xwendine ku ew li ser hiþmendiya erebî saz bûne; ya li dibistanên dewletê xwendine (ku ew yên dewleta tirk, dewleta îranê û dewleta Sûriyê û îraqê ne) ku ew jî li gora hiþmendiya fermî ya biyanî saz bûne; ya jî hem li medreseyan hem li dibistanên fermî û hem jî derketine Ewrope û li wan deran dibistanên bilind xwendine ku ev jî hiþmendiyekê têkel û biyan bi xwe re saz dike.


Di van mercan de bi du awayan rê dertê pêþiya me. Yek jê her kes li gora hiþmendî û têgehîþtina ku girtiye ku ev biyanî ye, îzahekî ji rêziman re bîne ku ev jî ne rêzimanekî standard, ew ê bi xwe re hezar rêzimanan bînê. Ya din jî van hînbûn û têgehîþtin û hiþmendiyên ku li van dibistanên biyan hatibin girtin bi çi awayî bibe alîkar. Ji neyîniyê (negatîvîte) çêyî bê derxistin. Ji bo rêbazên çêtir bên dîtin rêzimana me xurt bibe ev bibin destpêk û piþtgir. Ango ya em ê ji xwe re biyaniyê bingeh bigirin ku ev dezawantaj e û perçebûyîna ziman e; ya jî em ê vê biyaniyê bikin alîkar û destik, ji bo ku zimanê me û rêzimana me li ser bingehên xwe yên gelêrî û civakî û dîrokî rûnê. Bi vî awayî em ji bo kurdî van derfetan wergerînin çêyî û awantajê.


Bê guman mirov çi qas zimanan zanibe ew qas li ser zimanê xwe çêtir fêmdariyek pêþ dixe. Zimanê mirov yê zikmakî ji bo hînbûyîna zimanên biyan ji mirov re dibe riya baþ û çê. Zimanê biyan ji bo mirov giyana zimanê xwe yê zikmakî tê bigehîjê û bijî dibe alîkar. Ger ji hêla rêziman ve kêmasî û tiþtên ne li rê hebin zimanên biyan ji bo sererastkirinê û sazkirina rêzimana mirov dibin piþtgir û alîgir. Em viya esas bigrin.


2- Di Zimanê Me De Mijar û Babetên “Ne safî” ango “tarî”:


Di nîqaþ û guftûgoyan de carina tê gotin ku di zimanê me de mijarên “ne safî” û “tarî” hene. Na xêr ev ne rast e. Di kurdî de ji viya bêtir tiþtên ku em tê negehîþtinê hene. Ango raza zimanê me hê ji me re veþartî ye. Ji lewre me hê kilîta ziman bi destê xwe ne xistiye. Ji bo wî jî em kêmtêgehiþtina xwe, em biyaniya xwe nekin stuyê zimanê xwe yê xweþ û rind. Di vê hêlê de tu gotin li ser ziman nayê gotin. Angaþta me ev e ku yên bixwazin raza zamanê kurdî hîn bibin ango yên dixwazin têbigehîjin kurdî û hemû zimanên kevn ên mezopotamyayê hîn bibin, kîtabe û belgeyên dîrokî yên nehatine xwendin bixwînin yên wekî sumeriyan, hîtîtiyan û hyd. divê bi esasî bi kurdî baþ hîn bibin. Têgehîþtinekî baþ li ser zimanê kurdî di xwe de çê bikin. Hemû zaravayên kurdî divê baþ bê zanîn ev jî riya dîroka rastîn li me vedike. Riya çand û þaristaniyên kevn bi ber me dixe. Û berî her tiþtî jî me bi me dide nasîn.


Wê çaxê divê mirov çi bike? Ji bo ziman û rêziman çi ji me tê û divê em çi bikin?


Di der barê viya de divê pêþî em saziyekê ava bikin. Ya jî em navenda saziyên ziman ava bikin.


Bi çi awayî dibe bila bibe li ser riya rast têgehîþtina gelê kurd divê saziyekî ziman ava bibe. Ya jî yên ku hene di zemîna gel de bigehîjin navendiyekî û xebatekî yekdest bimeþînin. Ev jî wê dilê gelê me xweþ bike û dilê dostan rehet bike. Bi vî awayî ew ê riya dahatûyek azad û xweþ li pêþberê me vebe.


Zimanê me xweþ e. Em çi qas xwe pê xurt bikin, em ê ew qas dilxweþ bibin. Em çi qas jiyana xwe pê bi rê bixin wê ew qas jiyana me bixemile…


Azad Zal

heci is offline  
Eski 12-02-2008, 04:41 PM   #2 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: Jun 2007
Konum: Sayfa görüntülenemiyor.....
Mesaj: 1,400
Üye No: 119016
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 5692
Rep Puaný : 568938
Rep Derecesi
Çengzerîn has a reputation beyond reputeÇengzerîn has a reputation beyond reputeÇengzerîn has a reputation beyond reputeÇengzerîn has a reputation beyond reputeÇengzerîn has a reputation beyond reputeÇengzerîn has a reputation beyond reputeÇengzerîn has a reputation beyond reputeÇengzerîn has a reputation beyond reputeÇengzerîn has a reputation beyond reputeÇengzerîn has a reputation beyond reputeÇengzerîn has a reputation beyond repute
Varsayýlan


azad zal karêk xweş drexistiye hol e. Yani zimanê kurdi bu ye birdoz ji bo me kurda lê belê kes xwe nade ser.Ev tiştek çewti ye...

dema ku xwedi dernekevi li ser zimane xwe tu yê paşiyê çibiki? zarokê te ewê çi bikin?

Pêşengê zimanê kurdi dixebitin..di meda kar tune..


zor spas mamoste

__________________
Çengzerîn is offline  
 


Konu Araçlarý
Mod Seç

Gönderme Kurallarý
Yeni konular açabilirsiniz --> izin yok
Yanýtlar gönderebilirsiniz --> izin yok
Eklentiler gönderebilirsiniz --> izin yok
Mesajlarýnýzý düzenleyebilirsiniz --> izin yok

vB koduAçýk
SimgelerAçýk
[IMG] kodu Açýk
HTML kodu Kapalý
Trackbacks are Kapalý
Pingbacks are Kapalý
Refbacks are Kapalý

Popüler Konular:
Bydigi Forum'un En Popüler Konularý
Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-1:

Norton AntiVirus 2008
Panda Antivirus & Firewall 2008
AVG Anti-Virus Free Edition 8.0.100
McAfee VirusScan Enterprise 8.5i
Avast! 4 Professional Edition 4.8.1169
Kaspersky Internet Security 7.0.1.325
Anti-Porn 10.4.11.15
BitDefender Internet Security 11.0.9 (2008)
Eset Smart Security 3.0.642
Ad-Aware 2008

Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-2:

Þeftali Yetiþtiriciliði
Ekolojik Tarým ve Hayvancýlýk
Süt Verimini Etkileyen Faktörler
Dört barajda su bitmek üzere
Karbondioksit salýmý yüzde 50’den çok artacak
VAN (Wan) Tarihi
Amed (Diyarbakýr) Tarihi
Ýç Anadolu Hakkýnda Genel Bilgi
Kültür ve Turizm Bakanlýðý müfettiþ yardýmcýlýðý
2008 yýlý icra müdür ve yardýmcýlýðý sýnav ilaný

Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-3:

Siz Hangi Yemeksiniz ?
Doðum gününüze göre hangi hayvansýnýz?
Doðum Tarihinize Göre Renginiz!
Bebeklerde Gaz Çýkarma
Virüs taþýyan keneler dehþet saçýyor
Þiddetin genlerle iliþkisi olabilir
Karpuz Viagra Etkisi Yapýyor
Panasonic Sony'yi tahtýndan etti!
Mehmet Atlý - Wenda 2008
grup seyran - 2008


Benzer Konular

Konu Konuyu Baþlatan Forum Yanýt Son Mesaj
Zimanê Kurdî Albatros Çandi Giþti 4 26-06-2008 06:59 PM
Pêþengên zimanê Kurdî û lîsteya pêþengên zimanê Kurdî yê nivîskî (200-1900) JuSTiN__TiMM Helbesten Kurdi 0 05-01-2008 03:11 AM
Geþedan û Rewþa Hilberîna bi Zimanê Kurdî heci Çandi Giþti 3 05-09-2007 06:26 PM
Dîroka Zimanê Kurdî rojekanu Dirok 7 02-07-2007 08:05 AM
kurdi kelagerm Çandi Giþti 0 30-06-2007 04:29 PM


Forum saati Türkiye saatine göredir. GMT +2. Þuan saat: 06:59 AM .
(Türkiye için GMT +2 seçilmelidir.)


Powered by vBulletin Version 3.6.4
Copyright ©2000 - 2008, Jelsoft Enterprises Ltd.
SEO by vBSEO 3.2.0
Copyright ©2006 - 2008 Bydigi Forum ®, All Rights Reserved

Bir Forum sitesi olduðumuzdan, kullanýcýlar önceden onay almadan her türlü görüþlerini yazabilmektedir.
Yazýlanlardan dolayý oluþabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanýcýlara aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykýrý herhangi bir durum görürseniz; Lütfen, bydigi@gmail.com'a yada Ýletiþim'e bildiriniz.
Mesajýnýz incelenip, kýsa bir süre içerisinde gereken müdahale yapýlacaktýr.