|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||||
|
Lîsteya Weþanên Enstîtuya Kurdî Ya Amedê
1- Ji Zargotina Kurdî ÇÎROKÊN GELÊRÎ Huso û Nazê Weþanên Enstîtuya Kurdî ya Amedê: 1 Rêza Zargotinê: 1 Ji Zargotina Kurdî ÇÎROKÊN GELÊRÎ Huso û Nazê Berhevkirin: H. Akyol – Rojîn Zarg Rûpelsazî: Besna Tonguç Sererastkirin: Semra Ozbey - Yaþar Eroglu Çapxane: Berdan Matbaacýlýk Çapa Yekemîn: Kewçêr 2004 ISBN: 975-98532-1-3 Rûpel: 182 Hebû tûnebû li rojhilata navîn di nava du þêtan de gelek hebû. Xwedî war û gund bû, xwedî qût û zad bû, xwedî erd û ard bû. Roj wekî hebên tizbiyê li pey hev derbas bûn, ewrên reþtarî li pey hev hatin. Gelê ku ji piraniya pêþketinan re rêberî kiribû kete rewþeke wisa ku êdî wî jî xwe nas nedikir. Piþtî gelek þer û pevçûnan ew gelê li ber man û nemanê rabû ser piyan û ji xweliya mirinê ji xwe re nasnameyek çêkir, sazî çêkirin, tovê jiyanê li her aliyên welêt çandin. Çîrok, helbest, kilam û stran ji nû ve vejiyandin. 2- Ji Zargotina Kurdî PÊKENOKÊN KURDÎ Weþanên Enstîtuya Kurdî ya Amedê: 2 Rêza Zargotinê: 2 Ji Zargotina Kurdî PÊKENOKÊN KURDÎ Berhevkirin: H. Akyol – Rojîn Zarg Rûpelsazî: Besna Tonguç Berg: Aysel Çetin Sererastkirin: Abdullah Akça Wêneyê Bergê: Heval Çapxane: Berdan Matbaacýlýk Çapa Yekemîn: Kewçêr 2004 ISBN: 975-98532-1-3 Rûpel: 131 Li gundê me malbatek gelek rengîn hebû. Dema paleyiyê ku dibetilîn û xwe didan ber siya darê digotin: "Werin em kenkî çêkin" ken wiha dihate çêkirin . Yekî dê bigota ha!, yê din bigota Ha! Ha! Yê sêyemîn bigota Ha! Ha! Ha! yê çaremîn ….. Ha ! Ha ! Ha ! Ha ! Ha ! heta ku yekî bi xwe de bimîsta. Em nizanin birêz Hilmî û xanima Rojîn garantiya mîzkirina bi xwe de didin an na, lê ji bo ku em kenekî çêkin divê em pirtûka pêkenokên kurdî bixwînin. Em bixwînin ku çima dayikê ji kurê xwe re gotiye" ka aqil", em bixwînin ku em sira "Gundê Keran" û gelek qerf û henekên din hîn bin. Em bixwînin ku em kenekî çêkin. Ma girî êdî nebes e gelo 3- HUNERA AXAFTINA XWEÞ Û NIVÎSANDINA RIND Weþanên Enstîtuya Kurdî ya Amedê: 3 Lêkolîn: 1 HUNERA AXAFTINA XWEÞ Û NIVÎSANDINA RIND Nivîskar: Ayhan Meretowar Amadehiya Teknîkî: Etik Ajans Çapa Yekemîn: Tîrmeh 2005 ISBN: 975-98532-2-1 Rûpel: 256 Axaftina xweþ û nivîsandina rind, berê taybetiyek bû. Kêm kes xwediyê van taybetiyan bûn. Lê îro êdî ne taybetiya kesên bijare ye. Pêdiviyeke bingehîn e. Her kesê ku zimanê wî/wê digere dibêje em di heyama-serdema ragihandinê de ne. Ragihandin bûye taybetiya demê. Ev tespît her çiqas ji ber pêþketina teknolojiyê bê kirin jî navgîna sereke ziman e û ziman jî xwe bi riya axaftin û nivîsandinê dide der. Ku mirov zimanê xwe baþ bi kar neyne teknolojî bi serê xwe mirovan nagihîne armancê. Ji bo ku em pêdiviyên serdema ragihandinê pêk bînin, di xwendin û nivîsandinê de divê em þareza bin. Zanîna xwendin û nivîsandinê têrî demê nake. Xwendineke hostayî divê. Jixwe ku axaftin an jî nivîsandin serkeftî nebe ne peyam digihê cihê xwe û ne jî tu kes tam û çêjekî jê distine. Bi gotineke din; dê ragihandineke baþ pêk neyê. Pirtûk ji van beþan pêk tê: -Xurtkirina þarezatiya vegotinê -Hunera axaftina rind -Zimanê axaftin û nivîsandinê -Axaftinên amadekirî -Hunera nivîsandina rind -Bizavên/þopên edebiyatê 4- TOZ BEGÊ REQ REQ PAÞA 5- MÎR BEDIRXAN Weþanên Enstîtuya Kurdî ya Amedê: 4 Dîrok: 1 MÎR BEDIRXAN Wergerandin: Dr. Fadil BEDIRXANOGLU Berg & Rûpelsazî: Azad Zal Sererastkirin: Semra Ozbey - Serwet Denîz Wêneyê Bergê: Birca Belek - Cizîra Botan Çapa Yekemîn: Tîrmeh 2006 ISBN: 975-98532-3-X Rûpel: 96 Serê sedsala bîstan di rewþenbîriya kurdî de qonaxeke nuh e. Di destpêka vê sedsalê de gelek kar û xebatên siyasî, wêjeyî û civakî hatine kirin. Lê ev xebat bi tevahî li derveyî welat pêk hatine. Wek Stenbol, Kahîre, Bêrût û hwd. Berhemên ku di wan rojan de hatine afirandin bi tevahî negihîþtine ber destên me. Yên ku gihîþtine roja îroyîn jî bi tîpên erebî ne. Nivþên nuh nikarin sûdê jê wergirin. Divê bên latînîzekirin û bi awayekî berfireh bên belavkirin. Di vê rêyê de gav hatine avêtin lê têr nakin. Ev pirtûk jî yek ji bermahiyên wan rojan e. Bi baweriya me kirina van karan him peywir e him jî pêdivî ye. Yek ji armancên enstîtuyê jî berhevkirin û ji nûve weþandina berhem û belgeyên ku berê hatine weþandin e. Me bi vî çavî û bi vê armancê li vê pirtûkê nihêrî. Ev berhem wekî ku di pêþgotinê de jî hatiye gotin li ser navê Komeleya Azmê Qewî ya Kurdistanê ji aliyê Litfî ve hatiye amadekirin û weþandin. Perçeyek ji dîroka me ya nêzîk e. Bi çapkirina vê berhemê, me xwest em li dîrok û berhemên xwe yên dîrokî xwedî derkebin û hindik be jî berpirsiyariya xwe bi cih bînin. Em hêvîdar in ku hûn ê jî jê memnûn bimînin. 6- FERHENG Weþanên Enstîtuya Kurdî ya Amedê: 5 Ferheng: 1 FERHENG Mustafa GAZÎ Berg & Rûpelsazî: Azad Zal Sererastkirin: Semra Ozbey - Serwet Denîz Çapa Yekemîn: Tîrmeh 2006 ISBN: 975-98532-4-8 Rûpel: 168 Ev berhema di destê we de her çiqas wek FERHENG hatibe binavkirin jî, wek ferhengên heyî nîn e. Ev ferhengeke herêmî ye. Gotinên ku di nav hozekî de û li herêmeke teng pê tên axaftin hatine tomarkirin. Ji ber vê yekê jî divê bi çavê ferhengeke giþtî lê neyê nihêrtin. Ev xebateke sînorkirî ye. Hin peyv û bilêvkirina wan diþibin herêmên din lê hinek jî xweser in. Me çima pêdivî bi çapkirina berhemeke bi vî rengî dît? Heta niha li ser zimanê kurdî gelek xebatên cihê hatine kirin lê bi baweriya me kêmasiyên berbiçav hene. Yek ji van kêmasiyan jî xebatên herêmî ne. Lewre her herêmeke me xwedî hinek taybetî û cihêrengiyan e. Ji bo ku em zimanê xwe baþ binasin û ji hev veçirînin divê em her hoz û herêma xwe têr û sertêr vekolin. Li gor encamên ku derkevin holê jî pirsgirêkên zimanê xwe çareser bikin. Bi gotineke din di vê pêvajoyê de pêdivî bi xebatên hûr û kûr heye. Ji bervê pêdiviyê jî em vê berhemê çap dikin û digihînin ber destê we kurdîhezan. Di ferhengê de gelek mijarên nîqaþê hene. Amadekar bixwe jî hinek mijar destnîþan kirin e û di dawiya ferhengê de bicih kirine. Ev mijar û wekî dinê jî divê baþ bên vekolîn da ku em bigihîjin encamên baþ. 7- NAV Di Zimanê Kurdî De (Kurmanciya Jorîn) Weþanên Enstîtuya Kurdî ya Amedê: 6 Rêziman: 1 NAV Di Zimanê Kurdî de (Kurmanciya jorîn) Deham EBDULFETTAH Sererastkirin: Semra Ozbey - Serwet Denîz Berg & Rûpelsazî: Azad Zal Çapa Yekemîn: 2006 (Bi tîpên aramî - Duhok) Çapa Duyemîn: Kewçêr 2006 - Amed ISBN: 975-98532-7-2 Rûpel: 128 Êdî li hember ziman hiþyariyek heye, hiþmendiyeke nû ava dibe, gelek xebat têne kirin. Hinek li ber çavan hinek jî nepenî… Lê ev xebat digihîjin hev û wê wekî rûbarekî biherikin. Gelek derfet bi dest ketine û wê gelekên din jî bi dest bikevin. Ji bo rast bikaranîna van derfetan divê ji niha ve em hinek gelþ û gelemþeyên zimanê xwe zelal bikin. Pirs û pirsgirêkên îroyîn nekin barê nifþên ku dê bên. Bi baweriya me, ev xebata mamosteyê hêja Deham EBDULFETTAH dê rêronîker be û di gelek mijaran de zelaliyekê bi xwe re bîne. Mamoste, him di pirtûka NAV de him jî di ya CÎNAV de mijar bi awayekî hûrbîn girtiye dest û kola ye. Em hêvî dikin kesên ku dixwazin li ser Zimanê Kurdî bixebitin dê gelek sûdê jê bigirin. Ji ber ku em vê xebatê digihînin ber destê we em dilþad û bextewar in. 8- CÎNAV Di Zimanê Kurdî De (Kurmanciya Jorîn) Weþanên Enstîtuya Kurdî ya Amedê: 7 Rêziman: 2 CÎNAV Di Zimanê Kurdî de (Kurmanciya Jorîn) Deham EBDULFETTAH Sererastkirin: Semra Ozbey - Serwet Denîz Berg & Rûpelsazî: Azad Zal Çapa Yekemîn: 2006 (Bi tîpên aramî - Duhok) Çapa Duyemîn: Kewçêr 2006 - Amed ISBN: 975-98532-6-4 Rûpel: 96 Êdî li hember ziman hiþyariyek heye, hiþmendiyeke nû ava dibe, gelek xebat têne kirin. Hinek li ber çavan hinek jî nepenî… Lê ev xebat digihîjin hev û wê wekî rûbarekî biherikin. Gelek derfet bi dest ketine û wê gelekên din jî bi dest bikevin. Ji bo rast bikaranîna van derfetan divê ji niha ve em hinek gelþ û gelemþeyên zimanê xwe zelal bikin. Pirs û pirsgirêkên îroyîn nekin barê nifþên ku dê bên. Bi baweriya me, ev xebata mamosteyê hêja Deham EBDULFETTAH dê rêronîker be û di gelek mijaran de zelaliyekê bi xwe re bîne. Mamoste, him di pirtûka NAV de him jî di ya CÎNAV de mijar bi awayekî hûrbîn girtiye dest û kola ye. Em hêvî dikin kesên ku dixwazin li ser Zimanê Kurdî bixebitin dê gelek sûdê jê bigirin. Ji ber ku em vê xebatê digihînin ber destê we em dilþad û bextewar in. 9- Dastana GILGAMÊÞ Weþanên Enstîtuya Kurdî ya Amedê: 8 Mîtolojî: 1 Dastana Gilgamêþ Amadekirin û Wergerandin: Deham EBDULFETTAH Sererastkirin: Semra Ozbey - Serwet Denîz Berg & Rûpelsazî: Azad Zal Çapa Yekemîn: 2006 (Bi tîpên aramî - Duhok) Çapa Duyemîn: Kewçêr 2006 ISBN: 975-98532-5-6 Rûpel: 128 Dîsa em dizanin ku bajarvaniyê bi Sumeriyan dest pê kiriye. Lê beriya pergala bajarvaniyê pergala gundîtiyê li dar bû. Vê pergalê jî li van çiya û derdorên ku em îro lê dijîn dest pê kiribû. Jixwe bermayiyên wan her roj bi awayekî zêdetir dertên holê û em jî dibin þahidê vê yekê. Vê pergalê bi hezar salan ajot. Tê zanin ku gelek destan û çîrok bingeha xwe ji wê demê distînin. Lê bi awayekî taybet em nizanin ka çiqas bandor li ser destana Gilgamêþ hiþtine. Tevî vê yekê jî, ew berhema vê axê ye û em jî li ser vê axê dijîn. Wek bermahiyeke mirovahiyê divê em xwedî lê derkevin. Jixwe ji wê demê de hinek gelan ew wergerandin zimanê xwe û di nava çanda xwe de cih danê. Tevî ku ev destan berê li Zimanê Kurdî hatiye wergerandin û çap bûye jî bi baweriya ku ev xebat bi rêkûpêktir e, me biryara çapkirinê da û vaye em digihînin ber destê we. 10- Çîrokên MALA ZALÊ Weþanên Enstîtuya Kurdî ya Amedê: 9 Zargotin: 3 Çîrokên MALA ZALÊ Berhevkar Hilmî AKYOL Sererastkirin Semra Ozbey Serwet Denîz Berg & Rûpelsazî Azad Zal Wêneyê Bergê Mamê ELÎ Çapa Yekemîn Sermawez 2006 ISBN: 975-98532-8-0 Rûpel: 144 Di wêjeya me ya devkî de gelek destan, çîrok û efsane hene. Her wiha di wêjeyên gelên din de jî… Her çiqas me çîrok û destanên xwe zêde nedabe ber vekolînê, þîrove nekiribe û xebatên di vê qadê de kêm bin jî em dizanin ku ev çîrok û destan bîr û hiþê gelan in. Rabirduyên gelan bi nifþên nuh didin zanîn. Peyaman radigihînin. Ev peyam cur be cur in. Carna dibêjin; "pêþiyên we wiha þêr bûn, desthilatdar bûn, jîr û jêhatî bûn, hûn jî wisa bin!" Carna jî dibêjin; "pêþiyên we çewtiyên wiha wiha kirin û têk çûn, hûn wisa nekin, þiyar bin!" Taybetmendiyeke din jî ew e ku çîrokbêj an jî dengbêjên ku van çîrokan dibêjin rengê dem û herêma xwe didin wan. Hûn ê vê yekê di vê pirtûkê de jî bibînin. Çîrokbêj her wekî ku bûyerên Destana MALA ZALÊ li der û dora Amedê derbas bûbin vedibêje. Hûn ê di çîrokan de rastî Deriyê Mêrdînê, Pira Dehderî, Hewsel, Mizgefta Mezin (Wele Camî) ku li Amedê ne, Baþnîqê, Kufercin, Dêrsil, Girê Qetînê, Dabilo ku gundên der dora Amedê ne bên. Hûn ê bibînin ku hin leheng bi dûrbînê li derdorê dinihêrin, saet di zendê wan de ye. Dîsa hûn ê rastî hin alavên wek patos, fotoraf, don û mazot ku di wê demê de tunebûne bên. Wek ku me berê jî gotibû em ê ji niha û þûnde jî berhemên bi vî rengî biweþînin û bigihînin ber destê xwendevanan. 11- Jý DENGBÊJ FADILÊ KUFRAGÎ DESTAN Û ÇÎROKÊN KURDÎ Weþanên Enstîtuya Kurdî ya Amedê: 10 Zargotin: 5 Ji Dengbêj Fadilê KUFRAGÎ Destan û Çîrokên Kurdî Berhevkirin & Verisandin: Hogir BERBIR Sererastkirin: Semra Ozbey - Serwet Denîz Berg & Rûpelsazî: Azad Zal Wêneyên Bergê: Fadilê KUFRAGÎ & Mala Wî Çapa Yekemîn: Avrêl 2007 ISBN: 978 975-98532-9-7 Pirtûk 272 rûpel e. Pîvana Pirtûkê: 16 x 23,5 cm ye. Pirtûka bi navê “Ji Dengbêj FADILÊ KUFRAGÎ Destan û Çîrokên Kurdî” ji Weþanên Enstîtuya Kurdî ya Amedê derket. Ev berhem ji çîrok û kilamên Fadilê KUFRAGÎ hatiye pê. Ango ji çîrok û kilamên ku ji ber dengê wî hatine nivîsîn pêk tê. Çîrokên ku di vê pirtûkê de ne, ji aliyê gelek dengbêjan ve hatine gotin û hîna jî tên gotin, dibe ku gelek kesan li herêmên cihê cihê ev kilam û çîrok bihîstibin. Lê her dengbêj bi awayê xwe dibêje û li her herêmê cihê cihê tên gotin. Jixwe gava ku hûn pirtûkê bixwînin hûn ê hem rastî taybetiyên herêmê û hem jî rastî yên dengbêj bên. Pirtûk bi hevpeyvînek dest pê dike. Berhevkarê pirtûkê Hogir Berbir hevpeyvînek bi sernavê Dengbêjî Hunera Vegotinê ye bi Fadilê Kufragî re kiriye û ev wekî pêþgotin di pirtûkê de cih girtiye. Destan û Çîrokên ji dengbêj hatine guhdarî kirin û hatine deþîfrekirin ji gencîneya Zargotina Kurdî ne. Ji “Îslim Xatûna Qereçî û Cefer Efendî” heta “Tahar û Zahar” , “Eþqa Zeroya File û Mehmed Eliyê Girover”, “Xezal û Teyar Axa”, “Þerê Kûrana Biþêriyê”, “Gulîzera Kurda û Elê Melê”, “Xezalê û Husên Axayê Botî” û wekî vanan 18 destan û çîrokên ku di Zargotina Kurdî de cihêrengiya wan heye di pirtûkê de cih girtine. Xebatkarê Enstîtuya Kurdî ya Amedê Hogir Berbir van destan û çîrokan ji Dêrika Çiyayê Mazî, herêma Mêrdînê berhev kiriye. Fadilê KUFRAGÎ, ji eþîra Îzolî ye. Eþîra wan di sala 1810-20'an de ji Meletyê diçe gundê Kufragê ya ku niha girêdayî Þemrexa Mêrdînê ye. Lê ji ber çi bar dikin nayê zanîn. Du bira û xwiþkek Fadil heye. Di 1948'ê de hatiye dinyê û hîn sax e. Di 40 rojiya xwe de çavên xwe wenda dike û hîn kor e. Di 18-20 saliya xwe de xwiþka xwe ji xwe re dike berdêlî û dizewice. Ji xeynî keç û lawekî ku wenda kiriye, niha bavê 4 law û 3 keçan e. Her 3 keç û 2 lawê xwe zewicandiye. Di 1993'yê de ji Kufragê bar dike û diçe Qoserê û niha jî li Qoserê dijî. Di 13 saliya xwe de dest bi dengbêjiyê dike, di 15 saliya xwe de fêm dike ku kor e û hîna jî dengbêjiyê didomîne. Gundê Kufragê di navbera Dêrika Çiyayê Mazî û Þemrexê de ye û gund ji her du navçeyan zêde ne dûr e. Debar û pîþeya çîrokbêj 200 elb erd û rez e. Xwendin û nivîsandina wî tune ye. Çavkaniyên ku wî ev berhem jê girtine: Hesenê CÊZWÊ, Etmanê KUFRAGÎ, Dawidê GIR, Fehmiyê ELÊ (Fehmiyê Borbore), Osmanê QANÊHEVSÊ, Hemîdê Huseynê MAZIDAXÎ, Evdilayê Þêxoyê ZIZNÎ, Ehmedê Sebriyê SÊWSÊ… 12- MEWLIDO DIMILÎ (ZAZAKÎ) Weþanên Enstîtuya Kurdî ya Amedê: 11 Wêjeya Klasik: 1 MEWLIDO DIMILÎ (ZAZAKÎ) Osman Esad Efendî Muftiyê Suregê Arêkerdiþ Mila Selîm ACARLAR – Av. Mehmet GUZELLER Tîprêziya Erebîkerdiþ: Azad Zal Berg & Rûpelsazî: Azad Zal Çapa Yekemîn: Pûþper 2007 ISBN: 978-975-01719-0-1 Osman Esad Efendî serra 1901’di Menga Remezanî di mewlidi xwi bi Ziwandê Dimilîya yazî kerdo. Vanê ki Hecî Ûsib Efendî bi Ziwandê Tirkî ya mewlidê yazî kerdo, mewlidê ci milleta Sureg bol ecibnayo.Ney sera Osman Esad Eefendî menga roceîndi hefteyê teber nêvicyayo. Nê heftî miyandi mewlido dimilî yazî kerdo û vato ki : ‘’Marîfet çiyo ki çinê bo kes ey firazo, o çîyo ki her kes zano kerdiþê ey huner nîyo’’. Osman Esad Efendî çaxo ki no mewlid yazî kerdo, mewlidê xwi neþr nê kerdo. Heta no roj dest yazî yê mewlidî, Sureg di waneyenno. Bi wasite dê Mila Nezîrî Suregî jî serra 1933’di Þam di bi terefê Mîr Celaded Bedirxan bi name dê Bîyiþa Pêxember, kitabxana Hawarî di neþr bîyo. Mewlidî Osman Esad Efendî, di ziwanê dimilî di kitabo siftekêno.Verdê ney qet kitabê di Ziwanê Dimilîya yazî nê bîyo, nê dîneyayo. Qandê ci jî no mewlid bol mihîm o. Osman Esad Efendî mewlidê xo di dimilîya Sureg esas giroto. Û mewlid fek dê aþîra xwiya yazî kerdo, ziwanê mewlidê ci jî bol pako. Weþan û Pirtûkên Enstîtuya Kurdî ya Amedê |
|||||||||||||||
|
|
| Konu Araçlarý | |
| Mod Seç | |
|
|
|
||||
| Konu | Konuyu Baþlatan | Forum | Yanýt | Son Mesaj |
| KÜRTLER ve SANAL - (Bydigi Kaizen Team Çalışmasıdır) | PCkopat | Bydigi Kaizen Team | 86 | 13-06-2008 08:26 AM |
| Pêþengên zimanê Kurdî û lîsteya pêþengên zimanê Kurdî yê nivîskî (200-1900) | JuSTiN__TiMM | Helbesten Kurdi | 0 | 05-01-2008 03:11 AM |
| Geþedan û Rewþa Hilberîna bi Zimanê Kurdî | heci | Çandi Giþti | 3 | 05-09-2007 06:26 PM |
| Kurtedîroka Çîroka Kurdî | PCkopat | Çandi Giþti | 4 | 03-09-2007 10:26 PM |
| Di sedsala dawîn de, rewþa ziman û weþanên bi zimanê kurdî di nav Kurdên Binxetê de | Kajîn Jîr | Çandi Giþti | 1 | 20-01-2007 09:33 PM |
Bir Forum sitesi
olduðumuzdan, kullanýcýlar önceden onay almadan her türlü görüþlerini yazabilmektedir.
Yazýlanlardan dolayý oluþabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanýcýlara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykýrý herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
Ýletiþim'e bildiriniz.
Mesajýnýz incelenip, kýsa bir süre içerisinde gereken müdahale yapýlacaktýr.