Bydigi Forum
Geri Git   Bydigi Forum > Kürtçe Forum > Foruma Kurdi > Çandi Giþti

Kayýt Ol SSS



 

 

LinkBack Konu Araçlarý
Eski 31-12-2007, 03:54 PM   #1 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: Oct 2007
Konum: BURASI 4. KOÐUÞTUR BENÝM ABÝM...!!!!!!!
Mesaj: 1,181
Üye No: 174436
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 10434
Rep Puaný : 1043185
Rep Derecesi
JÝYAN ADAR has a reputation beyond reputeJÝYAN ADAR has a reputation beyond reputeJÝYAN ADAR has a reputation beyond reputeJÝYAN ADAR has a reputation beyond reputeJÝYAN ADAR has a reputation beyond reputeJÝYAN ADAR has a reputation beyond reputeJÝYAN ADAR has a reputation beyond reputeJÝYAN ADAR has a reputation beyond reputeJÝYAN ADAR has a reputation beyond reputeJÝYAN ADAR has a reputation beyond reputeJÝYAN ADAR has a reputation beyond repute
Varsayýlan Serpêhatîya Abbas Îzol(kurdi)


Serpêhatîya Abbas Îzol
Weþandin:22/2/2006 saet 23:16
Keya îzol
Serpêhatîya Abbas Îzol
Pêþgotin

Abbas Îzol apê min bû. Sala 1974 an ez li ser daxwaza wî ji bo xwendinê hatibûm Swêdê. Apê min vê daxwaza xwe bi nameyek gîhandibû hevalê xwe yê têkoþînê rehmetî Necmeddin Buyukkaya. Rêzdar Neco wê demê li Swêdê bû, bersîva nameyê dabû û ez li ser pêwendîyeka wiha hatim Swêdê.
Abbas Îzol di 50 salîya xwe de, di temenekê ciwan de ji nav me koç kir. Ji ser wefata wî 15 sal derbas bûn. Herçend ew di jiyana xwe ya kurt de bi awayekî aktîf di têkoþîna sîyasî de ji bo doza kurd xebitî be jî heta îro li ser jîyana wî tiþtek nehatiye nivîsîn. Hevalên wî yên sîyasî divîyabû ji bo Abbas Îzol û bi dehan kesên wek wî xebatên wiha bikirana û wan bibîr bianîyana. Mixabin ew tradîsyon hêj li cem me kurdan baþ bicîh nebûye. Xebat, ked û fedekarîyên kadroyên kurdan ji ber sebebên cihê tên jibîrkirin. Loma jî nifþên nû nikarin îstîfade ji wan tecrubeyan bigrin. Tu car wext ne dereng e. Divê mêrxasên bênav ên ku ji bo doza gel xebat kirine, werin bibîr anînê. Ev xebat li ber we bi vê armancê di çarçowayeka wiha de hat amade kirin. Li ber Komeleya Xwendekarên ji Sêwregê ya Bilind

Piþtî wefata apê min û heta îro di bîra min de bû ku ez bi îmkanên xwe yên sînorkirî bikaribim valayîyeka wiha tije bikim. Lê mixabin heta îro mecal bi min re çênebû ku ez vê erka xwe bicîh bînim. gahdarîyên bingehîn kêm bûn, wêne û serpêhatîyên wî li cem min bi awayekî hazir tunebûn, divîyabû ew werin amade kirin. Teqrîben berî salekê fikrek li cem min peyda bû. Di 15mîn salvegera wefata apê xwe de bikaribim li ser jîyana wî xebatekê amade bikim. Sala borî dema serdana min î welêt, min ji bo xebatek wiha hin materîal kom kirin. Nemaze resmên ku min ji meta xwe Turkan Gozelekli girt ji bo vê xebatê materîyalên giranbiha bûn. Xwiþka Abbas ku wê demê gellek giran newxeþ bû ji bo min got; ”Tu dikarî hemû albumên mala me bi xwe re bibî ji ber ku ez ê bi xebateke wiha pir kêfxweþ bim”. Du meh piþtî vê axaftinê meta min Turkan ji ber nexweþîya xwe wefat kir. Bila ruhê wê þad be. Alîkarîya wê ji bo vê xebatê naye jibîrkirin. Herweha divê ez behsa alîkarîyên apê min î temen biçûk A Kadîr Îzol ên ji bo vê xebatê bikim.

Bîranînên hevalên wî



Berê çend mehan min nameyek þand ji bo hin ji hevalên Abbas Izol û behsa vê xebata xwe kir. Min ji wan rica kir ku ew jî hin bîranînên xwe ên derheq Abbas binivîsin. Daxwazeka wiha min bi nameyekê pêþkeþî birêz M Ali Aslan, Kemal Burkay, Rûþen Aslan, Osman Aydin, Ahmet Zeki Okcuoglu, Weysî Zeydanlioglu, Cemal Saygili, Necdet Inal, Nadir Yektas, Necat Saatcioglu û ge.... kir. Ez dizanim ku gellek kesên din hene ku apê min nas dikin û dikarin çend rêzan derheq wî de binîvîsin. Lê ji ber nebûna navnîþanên wan ên mail vê hewldana min bisînor kir.
Hin ji wan birêzan bersîvê min dane, mala wan ava be, ez gellekî spasê wan dikim. Ev dosya bi alîkarîya wan dikaribû amade bibe.

Kurtejîyana Abbas Îzol

Abbas Îzol di 15/12/1941ê de li Sêwregê ji malbateka Îzolî tê dinyayê. Navê bavê wî Remezan û ya dîya wî jî Leyla bû, li ser hev sê xort û çar xwiþk bûn. Zarokatî û xortanîya xwe Abbas li Sêwregê derbas dike. Xwendina pêþî û navendê li Sêwregê û lîseyê li Rihayê temam dike.


Salên xwendekarîyê li Enqerê

Sala 1960 an li Enqerê dest bi xwendina xwe ya bilind dike. Li Universîteya Enqere qeyda xwe li Fakulteya Akedemîya Zanistîyên Tacîrîyê (Ankara Ticari Ilimler Akademisi) çêdike. Sala pêþî di navbera 1961-1962 an de li xaniyekî xwendekaran (Kirsehir Ogrenci Yurdu) û piþtre jî li (Site Ogrenci Yurdu) dimîne. Li wir Parêzer Rûþen Aslan nas dike û li yurdê demekê bi hev re dimînin.
Piþtî hin bûyerên sîyasî li wan xanîyên xwendekaran ew bi çend hevalên xwe biryar didin ku ji xwe re xaniyekî kirê bikin. Hevalên wî yên mala muþterek parêzer Haci Il û Cemil Atalay (Zirai Donatim Genel Muduru) bû. Di navbera salên 1962-1963 an de ew bi birayê xwe yê biçûk A Kadîr Izol û hevalê xwe Osman Tacer ve daîreyeka nû kirê dikin û xwendinên xwe didomînin. Sala 1966an ji vê fakulteyê mezûnatîya xwe werdigre. Þevahenga Sêwregîyan Enqere 1963


Komeleya Sêwregîyan a Xwendina Bilind - Kovarên Kormiþkan û Keko

Wê demê xwendekarên kurdên ji Sêwregê, li Enqere komeleyekê bi navê Komeleya Sêwregîyan a Xwendina Bilind (Siverek Yuksek Ogrenim Dernegi) ava dikin. Abbas di navbera salên 1962-1964 serokatîya wê komeleyê dike.

Bi înîsîyatîfa vê komeleyê bi navê Kormiþkan û Keko du kovarên kurdan dest bi weþanê kir. Çend kurtenivîsên Abbas Îzolî di van kovaran de hat weþandin.

Mezûnîyet – Xizmet ji bo maxdûrên erdheja Vartoyê


Piþtî ku xwendina wî diqede ew berê xwe dide Vartoyê ku lê erdhejeka giran pêk hatibû. Abbas wek xortek ku nû mezûn bûbû dixwest alîkarî û piþtgirîyên xwe pêþkeþî gelê Vartoyê bike. Nêzikî þeþ mehan li Vartoyê ma û di projeya bi navê ”Ji nû ve avadankirina navçeya Vartoyê” de li dezgehê ”Bayindirlik”ê xebata xwe meþand.
Di wan salan de li metropolên Tirkiyeyê xwendekarên kurdan gellek kêm bûn. Piranîya ciwanên kurdan li Enqere û Stenbolê dixwendin. Di nav xortên kurdan de li ser pirsa kurd bi dîqqet be jî livinandin (hereket) destpêkiribû. Kurdên xwendekar li Enqere û Stenbolê civîn dikirin, komeleyên herêm û bajarên xwe dadimezrandin. Di navbera wan de li ser pirsa kurd, hevaltî û dostanîyên di navbera wan de pêwendîyeka germ pêk hatibû. Varto
Sal 1965-1966 Varto


Berpirsîyarîya Kovara Yenî Akiþ û hefsa Enqerê

Sala 1966 an li ser înîsîyatîfa parêzer M Alî Aslan haziriya kovarek bi navê Yeni Akiþ dihat kirin. Ji ber ku kovar dê bi navê kurdan dest bi weþanê bikira û nivîskarên wê kurd bûn, xwedîyê kovarê di peydakirina berpirs de ketibû tengasîyê. Wê demê dihat zanîn ku dê kovar ji ber qanûnên derbasbûyî yên Tirkiyeyê dê bin çavdêrîya hêzên dewletê ba. Herweha dîyar bû ku xwedî, berpirs û nivîskarên kovarê dê îhtîmaleka mezin bihatana girtin. Abbas Izol herçend baþ agahdarê van rastîyan be jî dîsa ji dil dixwast berpirsîyarîya kovarê bigre ser milê xwe.

Kovar sala 1967 an piþtî hejmara xwe ya pêncan hat girtin. M Ali Aslan wek xwedî, Abbbas Izol wek berpirs û Kemal Burkay wek nivîskar hatin girtin. Abbas gava ji bo xizmeta maxdûrên erdheja Vartoyê li ser karê xwe bû, ji alîyê hêzên dewletê hate girtin.
Enqere Bi malbat û havalên xwe re
Ji çep: A Kadîr Îzol (Birayê Abbas), Abbas Îzol, Leyla Îzol (Dîya Abbas)

Îstasyona Trenê a Dîyarbekrê


Wê gavê ez 14 salî bûm û min li Diyarbekirê xwendina xwe didomand. Apê min bi telgrafekê ez agahdar kirim ku ew ser rê de ye ku here Enqerê, dê bi trenê ji Dîyarbekirê derbas bibe û dixwaze ez werim pêþîya wî. Bêyî ku ez ji bûyeran agahdar bim, min bi heyecaneke mezin berê xwe da Îstasyona Trenê a Dîyarbekirê. Li wir min ew di bin çavdêrîya du cendermeyên tirkan û destkelepçe, bi qasê çend deqqeyan dît. Xemgînîya min bêsînor bû. Lê ji dest tiþtek nedihat. Wî moral da min û got ” Xwendina xwe îhmal neke. Ji bo min jî meraq nekî, ez ê zû ji hepsê derkevim”. Piþtî þeþ mehan sala 1967 an wî û hevalên wî li mehkemeyê beraat kirin û ji hepsê derketin.


Veger ji bo Sêwregê xebata sîyasî li TIP û Xwepêþendanên Rojhilatê


Abbas vedigere Sêwregê û heta sala 1974 an li Sêwregê wek mamosteyê lîseyê dixebite. Xebata wî ya sîyasî li wir jî dom dike. Dema ku TIP (Turkiye Isci Partisi) di hilbijartina giþtî de ket meclîsê Abbas li navçeya Sêwregê ji bo wê partîyê aktîf xebat kir. Endametîya wî ya TIPê heta darbeya eskerî ya 1971an dom kir.

Þevahenga Sêwregê sal 1963 li Enqere
Hin ji wan; Dr. Abdulkadîr Ergul, Abbas Îzol, Dr. Mahmut Ortakaya, Parêzer Haci Îl, Sawcî Hayrullah Kilic, Mamoste Sehmûs Ozkaynak
Apê min Abbas di amadekirin û meþandina Xwepêþandinên Rojhilatê (Dogu Mitingleri) de jî bi awayekî aktîf cihê xwe girt û bi gellek hevalên xwe ve di amadekirina wan xwepêþendanan de xebitî.

Naskirina Abbas Îzol û Sait Kirmizitoprak - Xebata wî ya li T-KDP


Wî eskerîya xwe di sala 1969 an de li Isparta û Serefli Kochisarê wek serbazê cîgir (yedek subay) çêkir. Dema eskerîya xwe wî Sait Kirmizitoprak (Dr Þivan) nas kir. Pêwendîya wan piþtre jî dom kir. Dema Dr Þivan dest bi xebata partîya xwe kir, Abbas jî wek endamekî aktîf ket nav xebata wê partîyê.

Enqere li civînekî
Ji çep: Mîr Dengîr Firat (Bi berçavik), Dr. Fahrî Aykaç, Abbas Îzol


Sala 1970yan Dr Þivan, teqrîben þeþ meh berê kuþtina wî, ji bo karê xwe yê rêxistinî tê Sêwregê û nêzikî 15 rojan li mala Abbas dimîne. Abbas wî wek tacirekî pêþkeþî xelqê dike ku zêde dîqqet nekþîne. Piþtî ku di nûçeyên dewleta tirk hate zanîn ku Dr Þivan û du hevalên wî Brûsk û Çeko hatine kuþtin, Abbas ji bo kesên ku Dr Þivanî dema xwe ya Sêwregê nas kiribû, rastîyê behs dike. Gava sala 1971 an de darbeyê eskerî çêbû ew li Sêwregê bû.
Havîna 1971 an Ahmet Okcuoglu wek kuryeyê partîya Þivan bi nameyeka ji Dr Þivan tê serdana Abbas. Wê rojê Abbas ji bo karekî xwe çûbû gund û ne li Sêwregê bû. Ez li dûkanê bûm. Okcuoglu bi silav ket hundir û bi kurdî pirsa Abbas kir. Hêj xort bûm lê cilên Okçuoglu yên gundîtîyê dîqqetê min kiþandibû. Piþtî demekê dîsa hat û pirsa apê min kir. Ji halê wî dîyar bû ku ew di nav lezbûnekê de bû. Min got ”Kerem ke mêvanê me be heta êvarê apê min dê were”. Wî spasîya min kir û got; ” Ez nikarim zêde bimînim lê heger tu bikaribî alîkarîya min bikî ez ê gelkî kêfxweþ bim. Vê nameyê gava Apê te hat malê teslîmê wî bike. Lê venekî ha!”. Abbas Îzol, Xortanî – Sêwreg (mal)



Min mêvanê xwe birêkir û dûkan zû girt û yekser çûm malê. Dibeku ji ber xortanîya xwe bû ez ketibûm heyecaneka mezin. Min naveroka nameyê gellek meraq dikir. Dawîyê min biryara xwe dabû ku çi dibe bila bibe ez ê wê nameyê vekim. Min name bi dîqqet vekir û dest bi xwendinê kir. Heta wê gavê min ne navê Dr Þivan, ne jî navê partîya wî bîstibû. Bi çavlêgerîna min heyecana min her diçû zêde dibû ji ber ku gellek agahdarîyên rêxistinî û navên kesan di nameyê de hatibû nivîsin. Ez poþmam bûm û loma jî min nameyê nîvçe hiþt careka din bi zimanê xwe þil kir û zeliqand ku apê min tênegihê ku min name vekiriye. Êvarê gava apê min hat malê min behsa rojê kir û name teslîmê wî kir. Wî bi awayekî rehet name xwend û piþtî demekê jî bi hestîyê xwe ew name þewitand. Herçend Apê min Abbas di karê sîyasî de aktîf bû jî tu car ji bo kesekî behsa wan xebatên xwe nedikir. Apê min Abbas heta mirina xwe ji vê bûyera min agahdar nebû. Vê bûyerê piþtî 15 salan gava ku me hevûdû li Stenbolê dît min ji bo Kek Okcuoglu behs kir.
Zewac, birîndarî û ceribandina tîcaretê




Abbas Îzol Sala 19974 an zewîcî. Di hilbijartina giþtî ya Tirkiyeyê de ku sala 1978 an pêk hat wî ji bo CHPê xebat kir. Sala 1978ê ew ji ber dijminatîya du eþîran bû hedefa guleyên tarî û ji pîyê xwe birîndar bû. Ev bûyer li ser wî tesîrek yekser neyînî hiþt loma jî pir li ber diket.


Piþtî zewacê ji bo karê xwe mala xwe bar kir Entabê. Çend sal li Entabê ma û piþtre jî vegeriya Rihayê. Di navbera salên 1980-1986 de ew xwest bi tîcaretê mijûl be. Çend ceribandinên wî yên di wî warî de bi ser neketin loma jî aborîya wî ket rewþeka gelkî xirab. Ew rewþa hanê li cem Abbas nerehetîyek mezin a nefsî peyda kir. Ji ber ku mirovekî bêdeng bû zêde dilê xwe ji kesî re venedikir nerehetîyên wî yên nefsî jî tenê ji bo xwe hiþtibûn. Ji kesî re venedikir.
Enqere – Li navenda Komele Sêwregîyan

Qrîza dil û koça dawî

Sala 1986 an ji ber wan demên dijwar wî qrîza dil li Mersinê derbas kir, ji mirinê xelas bû. Ji ber wê qrîza giran ew êdî nexweþeke nîvmirov bû. Sala 1989 an pîl li dilê wî girêdan. Wê tedbîrê zêde fêde nekir û nexweþîya wî her ku çû girantir bû.

Abbas Îzol di 20ê meha çileyê 1991an de di pencî salîyê xwe de ji nav me koç kir. Ji ber sebebên sîyasî û rewþa giþtî ya wan rojan li Tirkiyeyê min nedikaribû beþdarî cenazeyê wî bim. Abbas li pey xwe binemalek, sê kur û du keç hiþtin.
--------------------------------------------
Cemal Saygili Abbas Îzol - Mirovekî bi bawerî

Tarîxa wê baþ naye bîra min, nêzikî 42 sal berê min mirovekî ku dilê wî bi bawerî û þewqa Kurdistanê tije bû nas kir, navê wî Abbas Izol bû.
Di wan salan de hejmara ciwanên welatperwerên kurd biqasî pêçîyan kêm bû.
Ji ber wê jî herkes bi hev re di nav têkilîyeka nêzîk û dostane de bûn. Rojên me yên gellek xweþ û dijwar, carna jî bi xeyalan xemilandî bi hev re derbas dibû.
Gellek ji wan dostên me îro bi fizîkî ji nav me koç kirine. Bîranînên wan ji bo me maye.
Dostê min Abbas Izol ku fizîkî tuneye lê manewî bi me re ye, wek mirovekî kêm qisegêr, aram, hezgêr, merd ku hertim bawerî dida derûdora xwe, xwedî þexsîyetekê mêrxas bû.
Ev xusûsîyeta þexsî û bawerîya welatperwerî, bi fedekarî û helwêsteka bicesaret ku di salên 1966-1967 an de li cem kêm kesan hebû, berpirsiyarîya kovara Yeni Akiþê girt ser þanê xwe.
Bi rastî jî di wê demê de berpirsarîya kovarek ku þirovekirina pirsa kurd ji xwe re kiribû armanc, helgirtin ne karê her mêrxasekî bû.
Wazîfeya me, divê em kesên ku ji bo doza pîroz ya gelê me xizmet dane, tucar ji bîr nekin, ji bo neslên pêþerojê bîranîn û têkoþîna wan wek mîras bihêlin. Heke em vê erka xwe bicîh neynin dê ewqas qîymetên me yên ku îro ne li nav me nin, heryek ji wan wek qehremaneke bênav bimînin.
Di vî warî de ev hewldana Keyayê bi îhtîram dinirxînim.
Rêzdar Abbas, îdealên pîroz ku te ji bo wê têdikoþa, îro li perçeyekî Kurdistanê, bi înad li dijminan, xeyalên me hemûyan realîze dikin û dibin dewlet.
Tu li cihê xwe rehet be. Te bi rêz û evîn bi bîr tînim.

18-01-2006
Cemal Saygili
---------------------------------------------------
Hevalê xwe yê serbilind bi rêz bibîr tînim
Necdet Inal, Dîyarbekir
Sal 1961, destpêka samîmîyetê min bi Abbas Izol re, salên ku bihevrebûna me ebedî û bîr û bawerîyên me di bingeheka miþterek de nêzikî hevdû bû, salên xwendekarîyê: Serbilind, cidî lê bi hevalên xwe re ji dil girêdayî û samîmî sala 1967 an me xwendina xwe temam kir. Dema xizmet ji bo civatê destpêkiribû, divîyabû bîrûbawerîyên me yên ji bo azadî û demokrasîyê ji bo gel û nifþên nû bihata gotin.
Abbas bi taybetî wan salan li Sêwregê ji bo xizmeta gelê xwe û bi taybetî ji bo ciwanên Sêwregê xwe ji bo xebatê amade kiribû.
Dema ku me bi hev re wek mamosteyên lîseya Sêwregê dest bi kar kir, li cem me heyecanek mezin ji bo perwerdekirina nifþa nû hebû. Abbas bêtirs bêyî ku ji bîrûbawerîyên xwe gavan paþde bavêje, dîtinên xwe pêþkeþî nifþên nû dikir. Armanca wî; avakirina civatek sosyal ku li ser bingeheka ”Komareka Demokratîk” bû ne ya Komara Burokratîk a ku M Kemal damezrandibû. Heta ku roja ku em em bihev re di bin çavdêrîya polîsan de ji lîseyê hatin dûr xistin. Sucê me fêrkirina nirxên mirovatîyê û parastina nirxên sosyalîzmê bû.
Piþtre ji ber çûyîna bo eskerîyê û hin sebebên din em demekî ji hev dûr ketin. Abbas di vî demî de di xîzmeta gelê xwe bû. Gava ez ji ber karê xwe li derveyî welêt bûm sala 1991 an min ji wefata Abbas agahdar bûm. Gava mirov yek ji hezkirên xwe winda dike, perçeyekê mirov jî dimire. Di cenazeya Sezar de hevalê wî Mark Antuvan dibêje; ” Çêyîyên miriyan bi hestîyên wan re tê veþartin, xeletîyên wan li pey wan dimîne”. Çêyîyên Abbas bi laþê wî re hat veþartin wî bêyî ku li pey xwe xirabî bihêle ji vê cihanê koç kir. Di 15 mîn salvegera Abbas de ez wî bi minnet û xweþî bîbîr tînim. Bila ruhê wî þad be.
17-01-2006
Necdet Inal, Dîyarbekir
---------------------------------------------------
Navbera Dîcle û Firatê ji bo Abbas Izol cihên pîroz bû
Keko


Min û Abbas li Xwendegeha Aborî û Tacîrîyê de bihev re dixwendin. Em li Yûrda Sîteyê diman.
Sala 1963 an li ser pêþnîyara Abbas Îzol biryar hat sendin ku bi munasebeta þevahenga Sêwregîyan li Enqerê li ser nave komeleyê kovarek derkeve. Bi alîkariyên wî yên giranbiha me kovara KEKO derxist. Navê kovarê ji alîyê min hat pêþnîyar kirin. Kovar wek naverok ne dewlemed bû lê nave wê têr kir. Dengek mezin da. Ji ber vê yekê jî gellek heval û dostên me ji tirsa nehatin þevahengê.
Abbas wek gellek hevalên din ên ronakbîr ji sosyalîzmê zanibû. Welatperwerîya xwe li ser xeta þoreþgerîyê ava kiribû. Navbera çemên Dîcle û Firatê ji bo wî cihên pîroz bûn. Ji bo me digot; “Zarokên Mezopotamyayê”.

Hercar ji bo peydakirina berhemên kurdî di nav lêgerîneke de bû. Mixabin çavkanîyên bi zimanê kurdî gellek kêm bûn. Ji ber ku qanûnên 141 û 142 pêþ pêþveçûnên wiha digirt. Abbas ji ber ku bi awayekî azad nikaribû motîfên kurdan bîne ser ziman, xwe hercar diqehirand.

Wek Ahmet Arif’ digot:


Biz ki ustayiz vatan sevmenin
Umut, saklýmýzda olumsuz bayrak
Kýrmýzý, kýrmýzý
Dalga dalgadýr.
Abba Îzol layiqê hemû xweþîyan bû lê mirinekê zû heq nekiribû. Bi kêmanî divîyabû van rojan bidîta.
Li nav nirxên me yên netewî ew ê bi rêz were bibîr anîn.
KEKO
Du nukteyên ku Abbas Ýzol ji bo kovara KEKO yê nivîsî bû
FIKRALAR
Bir Siverekli aya gitmiþ. Kendisine nereli olduðunu sormuþlar.
- Siverekliyim demiþ.
Aydakiler gülerek demiþler ki;
- Ulan Allah’ýn oðlu önce de ki dünyalýyým, sonra Türkiyeliyim, Urfalýyým ve sonra da Siverekliyim.
--------------------------------------------
Ýki Siverekli çarþýda gezerken bir sebzeci dükkaný önünde durmuþlar. Çok büyük bir patlýcaný göstererek birbirlerine sormuþlar:
- No çýçýyo? (bu nedir)
Biri demiþ!
- La no fil o (bu fildir)
Diðeri ise:
- Ne lo gergedano (yok gergedanýr) demiþ.
Fil o, gergedan o diye aralarýnda münakaþa çýkmýþ. Meseleyi halletmek için muhtara gitmiþler. Muhtar gelmiþ bakmýþ ve demiþ ki:
No ne filo, ne gergedano, gýlgýl verdo bipey merdo.
(bu ne fil dir ne gergedan, darý yemiþ ve onunla ölmüþ)
ABBAS IZOL
Iktisadi ve Ticari Ilimler Akademisi
Dicle ve Fýrat arasý ABBAS IZOL için kutsaldý
Keko
Ankara Ticari Ýlimler Akademisinde, Abbas Izol ile birlikte okuduk. Site ögrenci yurdunda kalýyorduk. “Cebeci Ataturk Öðrenci Yurdu oldu”.
1963 yýlýnda Siverek yuksek tahsil kültür derneðinin tertiplediði gece nedeniyle, bir dergi çikarma fikri Abbas’tan geldi ve benimsendi. Buyuk katkilariyla KEKO mecmuasini çikardik. “isim babasi da benim”. Içerik olarak yeterli deðildi, ama isim yetti. Büyük sansasyon yarattý. Birçok arkadaþ ve hemþehri dergi nedeniyle geceye gelmedi.
Birçok kürt aydýný gibi sosyalizmi biliyordu. Yurtseverliði devrimci bir çizgide ön görüyordu. Dicle ve Fýrat arasý onun için kutsaldý. Mezopotamya çocuklarý diyordu, bizler için.
Kürtçe yazýlan yapýtlar arar dururdu. Malesef yeterli kaynak yoktu. Zira 141-142 ceza yasalarý bu tür geliþmelere engeldi. Kürt motiflerini açik bir dille ifade edemeyiþine kahroluyordu.
Ahmet Arif’in dediði gibi:
Biz ki ustayiz vatan sevmenin
Umut, saklýmýzda olumsuz bayrak
Kýrmýzý, kýrmýzý
Dalga dalgadýr.
Bütün güzellikleri hak eden ABBAS ÝZOL, ani ölümü hak etmemiþtir. En azýndan bu günleri de görmeliydi.
Ulusal deðerlerimiz arasýnda saygýyla anýlacaktýr.
KEKO
Abbas Ýzol’un KEKO dergisinde yazdýðý bir fýkra
FIKRALAR
Bir Siverekli aya gitmiþ. Kendisine nereli olduðunu sormuþlar.
- Siverekliyim demiþ.
Aydakiler gülerek demiþler ki;
- Ulan Allah’ýn oðlu önce de ki dünyalýyým, sonra Türkiyeliyim, Urfalýyým ve sonra da Siverekliyim.
----------------------------
Ýki Siverekli çarþýda gezerken bir sebzeci dükkaný önünde durmuþlar. Çok büyük bir patlýcaný göstererek birbirlerine sormuþlar:
- No çýçýyo? (bu nedir)
Biri demiþ!
- La no fil o (bu fildir)
Diðeri ise:
- Ne lo gergedano (yok gergedanýr) demiþ.

Fil o, gergedan o diye aralarýnda münakaþa çýkmýþ. Meseleyi halletmek için muhtara gitmiþler. Muhtar gelmiþ bakmýþ ve demiþ ki:

No ne filo, ne gergedano, gýlgýl verdo bipey merdo.
(bu ne fil dir ne gergedan, darý yemiþ ve onunla ölmüþ)
---------------------------------------------------
ABBAS IZOL Iktisadi ve Ticari Ilimler Akademisi Mirovekî mêrxas, Abbas Izol
Mehmet Ali Aslan
Sala 1966 ji bo tevgera gelê kurd saleke girîng bû. Li Tirkiyeyê cara pêþî bû ku bêjeyên wek ”Gelê Kurd”, ”Gelên Tirkiye” ”Mafê wekhev ji bo kurdan û tirkan”, mafê weþanê bi kurdî, mafê zimanê zikmakî di kovarek bi navê Yeni Akiþ de dihate rojeva raya giþtî.
Ev weþan wê demê di medyayê tirkî de bi awayekî reaksîyponer hat nirxandin. Rojnameyên Babiali bangî sawciyên dewletê ji bo wazîfeyê kir ku ”weþanên wiha seperatîst” ji bo dewleta Tirkiye çiqas talukeye û divê ew van weþanan bigrin bin taqîbê.
Wek xwedî û berpirsê kovarê ez li bin çava bûm û min dizanî ku ezê werim girtin.
Di wê demê de ciwanên (xwendekarên) kurdan li metropolan piþtgirîyeke mezin didan kovara me. Kovar hest û fikrên wan dianî ser ziman. Rûþen Aslan yek ji wan bû ku herî nêzîk alîakarê min bû.
Ji bo wergirtina berpirsiyarîya Kovarê di nav xwendekarên ciwan musabaqayek destpêkiribû. Hemû jî dizanîn ku kesê ku biba berpirsê redaksîyonê dê bi min re bihata girtin.Lê dîsa jî hemû ji dil dixwestin vê berpirsîyarîyê werbigrin. Di nav wan de rahmetî Yusuf Ekîncî û Dengîr Firat baþ tên bîra min. Lê min nedixwest ku xwendina wan nîvçe bimîne.
Rojekê Abbas Izol, ciwanekî simbêlreþ hat offîsa min. Wî dixwest berpirsîyarîya resmî ya Kovarê bigre ser þanê xwe. Min ji bo wî behsa talûkeya girtinê kir lê wî vê yekê girtibû ber çavan. Israr dikir. Ji ber ku xwendina xwe taze xelas kiribû min ew tercîh kir.
Dema ku me haziraya hejmara 5. an dikir em hatin girtin. Nêzîkî þeþ mehan em li zindanê di bin çav de bûn. Wê demê min firsend dît ku Abbas ji nêzîk ve nas bikim. Ew di kowûþa 9.an ya navûdeng ku kesên mêrkuj tê de bûn, dima.
Abbas, kesek ku bi pirsên kesên derûdora xwe ve ji nêzîk mijûl dibû, alîkarîya wan dikir, mirovekî merd ku dikaribû hebûnên xwe bi kesên din parve bike, di maneya rastî de mirovekî mêrxas bû. Kultura xelqê baþ dinasîya ûsûl û erkanê wan baþ dizanîbû. Ji ber van xususîyetên xwe ew di demekî kurt de hezkirin û îhtîramîya wan kesan qezenç kiribû. Ew êdî axayê wê kowûþê bû. Abbas gellek alîkarîya rewþenbîr û çepên tirkan ku wê demê ketibûn zindanê dikir. Yek ji wan rehmetî helbestvan Hasan Hüseyin Korkmazgil bû.
Dema binçav de me nedizanî ku aqîbeta me dê çawa be. Ew dem dikaribû dirêj bajo heta îhtîmal hebû ku em ceza bigrin. Lê tu car morala Abbas xira nebû helwêstên xwe de biîstîqrar bû. Ew mirovekî mutewazî bû û ji ber pozîsyona xwe tu car pozbilind nebû. Rewþa xwe li gor erkên wek bûyerek normal qebûl dikir. Ez wî hevalê xwe ku di temenekê ciwan de ji nav me koç kir wek hevalekê têkoþînê bi rêz û rehmet bibîr tînim.
03.01.2006
Mehmet Ali Aslan
--------------------------------------------------
Abbas Izol
Necati Saatcioglu

Kesek ku bawerîya xwe bi fikrên xwe hebû. Bêyî ku tiþtan mezin bike, ji bo gelê xwe li gor îmkanên xwe ji dil daxwaz dixwest hin tiþtan bike. Di axaftin û tevgerê xwe de cudabûn nebû û xwedan sozê xwe bû. Cotstandardî li cem wî tunebû.
Kesekî ku bawerî dida mirovan û bi xwe jî xwedan bawerî bû. Di axaftin û tevgera xwe de bi pîvan, di helwetên xwe de mirovekî vekirî û serbilind bû. Li paþ mirovan qise nedikir. Ji dil girêdayî heval û dostên xwe bû.
Di daxwazên xwe de xwedî armanc, ji þîddet û tevlîhevîyê dûr bû. Di temenekê ciwan û bêwext de ji nav me koçkira wî min bi êþeka mezin hîs kir.
Hercar ku ez wî bibîr tînim, heman êþê hîs dikim.
--------------------------------------------------
Ruþen Aslan
15. mîn Salvegera wefata Abbas Izol
Wazîfeyên me ji bo hevalên ku ji nav me koç kirine.
Berî demekê min bi hevalekê xwe yê kevn ku, li ber çavên wî dê, bav û birayê wî yê mezin bi destê hêzên dijmin hatine qetil kirin, ew bi xwe ji ber ku di nav pûþan de xwe veþartibû, bi tesadufî xelas bûye, li ser hevalên me yên kevn ên muþterek sohbet dikir. Ji min re got;
-Em xwedî þans in ji ber ku em hêj dijîn.
Ez nizanim ew gotin çiqas rast bû. Mirov li zindanê di bin îþkence de gava hemû nirxên me yên mirovî dihat pelçiqandin, ku ji ber êþên gurçik dinalîyam, min çiqas dixwest bimirim. Lê mirineka wiha nediket bidest. Di rastîyê de carna daxwaza jînê dikare lawaz bikeve lê di tu þertan de venamire.
Baþ e. Di gotinê wî hevalî de qet para rastîyê tune bû? Hevalên min ên zaroktîyê, yek ji wan ku min îsal winda kir, Ayhan Bingol, hevalên min ên têkoþînê Þakir Elçî, Yumnu Budak, Orhan Kotan, Necmettîn Buyukkaya, Nazif Kaleli, Yaþar Gundogan, Mustafa Budak, Yahya Bozkurt (Çerkez Yahya), Tahsin Avci, Kurt Reþît, Feqî Husên û hevalên wekîdin ku li hepsa Diyarbekirê di bin îþkenceyan de hatin kuþtin, gava ji nav me wek þehîdên Kurdistanê koç kirin , ma dilê me hemûyan xemgîn nekiribûn?
Derweyî wan, kî dikare hevalên wek Medet Serhat, M. Emin Bingöl, Þevket Epözdemir, Yusuf Ekinci ku bi destê Daîreya Taybetî ya Þerê hatin qetil kirin, ji bîr bike?
Her mirin êþekê mezin e. Kesên ku dimînin bi windakirina nasên xwe diêþin. Kîjan þans e ? Bi windakirina mirovên xwe, dost û hevalan an jî jîyaneka bi wan êþan ?
Kesên din çawa wê hîs dikin ez nizanim. Lê ez bi hîskirina êþên windakirinê xwe zêde mirovekî biþans qebûl nakim.
Ji wan kesan yek jî Abbas Izol bû berê panzdeh salan min wî winda kir. Sal çawan derbas dibin... Li Enqerê Xanîya Xwendekaran (Site Êgrenci Yurdu) nû vedibû. Gava ez û hevalê xwe çûn wira li ser nivînê du heval rûdiniþtin. Em herdu heval ku ji Mûþê bûn bi herdu hevalên ku berê me hatibûn û ji Sêwregê bûn, me hevûdu nas kir.... Eyup Koyuncu wek min li Fakulteya Huhûqê, Abbas Izol jî li Akademîya Îqtîsad û Tacîrîyê xwendekar bûn. Hevaltîya me li wê demê bi hemhevaltîya odeyê destpêkiribû û hîmên dostanîya me ku dirêjayî jîyanê dom kir, wiha hatibû avêtin
Ji çar hevalan du kes min û Abbas derveyî xwendinên xwe ketin nav xebata sîyasî. Me herdu jî bi dîtinên sosyalîzmê bawer dikir û bûbûn neferekê têkoþîna demokratîk a nîþtîman a gelê Kurd. Tevgera me bi her diçû firehtir dibû, gava em mil bi mil di nav têkoþînê de bûn, Abbas her di rêza pêþîyê de bû. Li xebata propagandayê, li þer, ji bo yekîtîya komeleyên kurdan ew her li pêþîyê de bû. Ji ber van xusûsîyetên xwe, ew dê bibiya berpirsîyarîya kovara “Yeni Akiþ”. Ev kovar wê demê bi înîsîyatîfa “Grûba Rojhilatîyan” “Doðulular Grubu”di nav Partîya Karkerên Tirkiye, TÝPê (Türkiye Ýþçi Partisi) de, di sala 1967 an de dest bi weþanê kiribû.
Wê demê ji ber nivîsîna bêjeya “kurd” mirov hîjdeh meh ceza digirt. Hem kesên ku dinivisî û hem jî kesê ku berpirsîyarê kovarê bû heman cezayê digirt. Ji ber wê jî Abbas Izol wek berpirsîyarê redaksîyonê, M Alî Aslan wek nivîskar û xwedî û Kemal Burkay jî wek nivîskar bihevre hatin girtin.
Ez berpirsiyarê karên teknîkî û îdareyê bûm. Ji ber ku paþnavê min û M Ali Aslan wekhev bûn min li hepsa Enqere (Ulucanlar) serdana wan dikir. Ez ne þaþ bim nêzîkî heft meh li hepsê man. Mehkemeyê wan sê saet û nîv ajot. M Ali Aslan ku bi xwe jî parêzer bû parastina xwe sê saet û nîv kir . Mehkemeyê hersêyan jî tahlîye kiribû.
Havîna îsal (2005) bi Eyup Koyuncu û berê du hefteyan jî bi hevalê me yê odeyê Ertugrul ve me Abbas bibîr anîn.
Carek din dixwazim vegerim sohbeta xwe ya destpêkê. Hevalê ku ji min biemr mezintir e, hevalên ku ji neslên wî ye û wefat kirine, dijmart.
Hevalên wek Sait Kýrmýzýtoprak, Sait Elçi, Hýdýr Benzer, Medet Serhat ji nav me koç kirin. Ku em hêj li jîyanê ne, ew ji bo me þansekê ye. Lê herweha erkeka mezin dispêre me. Realîzekirina îdealên wan hevalan....
Belê, hevalê min rast digot. Ji Abbas Izol û hevalên ku dilên wan bi evîna Kurdistanê diavêt û îro ne di nav me de ne, wazîfeya me dom dike. Bila ew rehet bin. Bila bizanibin ku, koçkirina wan, di dilê gelê kurd de wek êgir diþewite.
8-01-2006
-------------------------------------------------


Varto
Sal 1965-1966 Varto

Enqere Li Hefsa Enqere
6-3-1967



Goristana Sêwregê
Amadekar:Keya Îzol
Çavkanî :

JÝYAN ADAR is offline  
 


Konu Araçlarý
Mod Seç

Gönderme Kurallarý
Yeni konular açabilirsiniz --> izin yok
Yanýtlar gönderebilirsiniz --> izin yok
Eklentiler gönderebilirsiniz --> izin yok
Mesajlarýnýzý düzenleyebilirsiniz --> izin yok

vB koduAçýk
SimgelerAçýk
[IMG] kodu Açýk
HTML kodu Kapalý
Trackbacks are Kapalý
Pingbacks are Kapalý
Refbacks are Kapalý

Popüler Konular:
Bydigi Forum'un En Popüler Konularý
Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-1:

Norton AntiVirus 2008
Panda Antivirus & Firewall 2008
AVG Anti-Virus Free Edition 8.0.100
McAfee VirusScan Enterprise 8.5i
Avast! 4 Professional Edition 4.8.1169
Kaspersky Internet Security 7.0.1.325
Anti-Porn 10.4.11.15
BitDefender Internet Security 11.0.9 (2008)
Eset Smart Security 3.0.642
Ad-Aware 2008

Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-2:

Þeftali Yetiþtiriciliði
Ekolojik Tarým ve Hayvancýlýk
Süt Verimini Etkileyen Faktörler
Dört barajda su bitmek üzere
Karbondioksit salýmý yüzde 50’den çok artacak
VAN (Wan) Tarihi
Amed (Diyarbakýr) Tarihi
Ýç Anadolu Hakkýnda Genel Bilgi
Kültür ve Turizm Bakanlýðý müfettiþ yardýmcýlýðý
2008 yýlý icra müdür ve yardýmcýlýðý sýnav ilaný

Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-3:

Siz Hangi Yemeksiniz ?
Doðum gününüze göre hangi hayvansýnýz?
Doðum Tarihinize Göre Renginiz!
Bebeklerde Gaz Çýkarma
Virüs taþýyan keneler dehþet saçýyor
Þiddetin genlerle iliþkisi olabilir
Karpuz Viagra Etkisi Yapýyor
Panasonic Sony'yi tahtýndan etti!
Mehmet Atlý - Wenda 2008
grup seyran - 2008


Benzer Konular

Konu Konuyu Baþlatan Forum Yanýt Son Mesaj
SahabelerÝmÝz rojekanu Ýslami Sohbet 41 26-05-2008 03:54 PM
BÝr YÝÐÝt Ýnsan, Abbas Ýzol JÝYAN ADAR Genel Kültür 0 31-12-2007 03:52 PM
Abbas Vesim Efendi ( Abbas Vesim Efendi Hakkýnda ) Albatros Biyografi 0 06-11-2007 10:49 PM
Xêro Abbas bi albûma 4'emîn "Barana Þevê" vegeriya Mirza Beþa Rojane 1 07-09-2007 11:50 PM
Abbas BÝn UbÂde berxwedan Ýslami Sohbet 0 28-03-2007 01:10 PM


Forum saati Türkiye saatine göredir. GMT +2. Þuan saat: 06:34 AM .
(Türkiye için GMT +2 seçilmelidir.)


Powered by vBulletin Version 3.6.4
Copyright ©2000 - 2008, Jelsoft Enterprises Ltd.
SEO by vBSEO 3.2.0
Copyright ©2006 - 2008 Bydigi Forum ®, All Rights Reserved

Bir Forum sitesi olduðumuzdan, kullanýcýlar önceden onay almadan her türlü görüþlerini yazabilmektedir.
Yazýlanlardan dolayý oluþabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanýcýlara aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykýrý herhangi bir durum görürseniz; Lütfen, bydigi@gmail.com'a yada Ýletiþim'e bildiriniz.
Mesajýnýz incelenip, kýsa bir süre içerisinde gereken müdahale yapýlacaktýr.