Bydigi Forum
Geri Git   Bydigi Forum > Kürtçe Forum > Foruma Kurdi > Çandi Giþti

Kayýt Ol SSS



 

 

LinkBack Konu Araçlarý
Eski 18-12-2007, 11:17 AM   #1 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: Oct 2007
Konum: BURASI 4. KOÐUÞTUR BENÝM ABÝM...!!!!!!!
Mesaj: 1,181
Üye No: 174436
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 10434
Rep Puaný : 1043185
Rep Derecesi
JÝYAN ADAR has a reputation beyond reputeJÝYAN ADAR has a reputation beyond reputeJÝYAN ADAR has a reputation beyond reputeJÝYAN ADAR has a reputation beyond reputeJÝYAN ADAR has a reputation beyond reputeJÝYAN ADAR has a reputation beyond reputeJÝYAN ADAR has a reputation beyond reputeJÝYAN ADAR has a reputation beyond reputeJÝYAN ADAR has a reputation beyond reputeJÝYAN ADAR has a reputation beyond reputeJÝYAN ADAR has a reputation beyond repute
Varsayýlan Dîrokzanê Kurdên Xorasanê:


Hevpeyvîn bi Nivîskar, Lêkolînvan û Dîrokzanê Kurdên Xorasanê:
Kelîmullah Tewehûdî

Amadekar: Kakþar Oremar,

Destpêk:
Xorasan wilayeta herî mezina Îranê ye. Li wira gelek netewe dijîn. Kurdên ku bi sedan sale li wira dijîn xwedî dîrokeke tejî tirajêdîne û dengê wan hatiye fetisandin. Hê jî ronahîyek wiha bihêz neketiye ser gelek aliyên dîroka siyasî-civakîya Kurdên "Kurdistana Xorasanê" ku têhnatiya mirov pêbiþkê.

Lêkolînvan û dîrokzanê Kurd mamosta Kelîmûllah Tewehûdî bi wan zaniyarîyên xwe yên dewlemend li ser Kurdên Xorasanê diaxive. Bêgoman bersivên wî yê hinekî têhnatiya me jî biþkêne lê dîsan ev hevpeyvîna kurt têrî her tiþtî nake.
_ Mamosta Tewekûlî ger bi kurtî jî be hinek zaniyarîyan li ser dîrok û hunera Kurdên Xorasanê bide xwîndevanên me.
K. Tewehûdî: Ez li vira dixwazin keyfxweþiya xwe ji bo vê hevpeyvînê bidin xuyanîkirin. Di derbarê ferheng, huner, dîrok û rewþa dan û standina Kurdên Xorasanê em gelek dikarin biaxivin, lê bi kurtî dikarim wiha bêjim: Dîroka Kurdan dîrokek tejî bilndî û nizmatî, dîroka rabûn û ketinê ye û ji çaxên pir berê de hatiye nivîsandin. Yekemîn Impiratorî jî ku li ser e’rdê Îranê çêbû Impiratorya Mad bû ku vana Kurd bûn û niha Kurdên Madano li Xorasan û wilayeta Mazenderan hene. Herwiha Kurdên Kawyanlo û Kêywanlo jî hene ku yên dora padþahiya Kiyanan’nin. Piþtre bi derbasbûna demê re Kurda ji e’rdê xwe yê esilî koç kirin û hatine nava felata Îranê û Impiratorya xwe pêkanîn. E’rdê wan yê eslî derdora rêze çiyayên Zagros heya çiyayê Demawendê bûye. Piþka ku niha jêre Azerbayican dibêjinê( yanî Azerbayicana mezin) Mada Mezin bû û piþka duyê an jî Mada Biçûk ji herêma Hemedan heya bajarê Rêy (nêzî Tehran) ye. Navê bajarê Rêy jî navekî Kurmancî ye û tê wateya Rê an jî di Avêstayê de Rêga hatiye nivîsandin ku tê wateya cihê derbasbûyînê. Êca ji ber ku ev bajar di serê du rêyan de bû ku cada Ewrîþem jê derbas dibû, ji bona wê jî jêre gotine Rêy.
Piþtre wek tê zanîn Kurdan di vê dîroka dûr û dirêj de pir astengî û derd û bela dîtine.

_ Mamosta li ser silsileya Sasanî hûn çi dizanin? Piþtî têkçûna vê silsilê Îran ket nava rewþeke çawa?
K. Tewehûdî: Silsileya padiþahiya Kurdan ya dawiyê silsila Sasanî bû ku di çaxê hatina olê îslamê di (Cezîret elereb _ E’rebistanê) de bi rêket. Ev silsila Kurdan ji nav çû û piþre serxwebûna Îranê jî ji nav çû. E’reb ji para baþûrê rojavayê Îranê bi rêketin û hatin û ketin piþka rojhilatê Xorasanê jî. Ji ber ku serxwebûna Îranê bi hilweþîna silsileya Sasanîyan ji dest çû, hinek qewmên Tirk li sedsala 4’an hatin Xorasanê û silsileya Xeznewîyan pêkanîn û pêre jî silsila Selcûqiyan pêkanîn. Wê demê Têymor Leng jî hat û di dawiyê de vana hatin gehiþtine sinorê Hemedanê(Hegmetanê). Li Hemedanê di navbera wan û Kurdan de þer qewimî û Kurdan izin nedan wan ku bikevin nava axa Kurdistanê. Ew çûn ji riya Azerbayicanê ketin nava axa Tirkiya îro û di sedsala 5’an û 6’an de bi temamî desthilatdariya xwe li wir damezirandin. Ev rewþ berdewam bû heya sedsala 10’an. Þah Ismaîl Sefewî ku ji malbateke Kurd û nifþê wî ji Kurdên Sencarê ye, karî careke din piþtî 900 salan serxwebûna Îranê bi dest bêxe. Yek ji karên nû ku malbata Sefewîyan li hemberî Osmanîyan ku bi riya ziman, nivþ û dîn digotin em xelîfên îslamê ne kirin, ew bû ku wan jî gotin em jî ewladên îmam Mûsa Kazim in. Bi vî rengî wan ji xwe re þecerename çêkirin û gotin eger hûn xelîfe ne, em jî ewladê Mûsa Kazim in. Ev di halekî de ye ku li gor dîtina dîrokê ev tiþtê hanê hatiye red kirin û nayê pejirandin. Hatiye îsbatkirin ku nivþê malbata Þah Ismaîlê Sefewî ji Kurdên Sencarê ye û ewladên Fîrozê Meþriqî Zerînkela ne.

_ Mamosta di dirêjahiya dîrokê da ol mîna amrazekî ji bo serkûtkirina netewe û dagirkirina welatê wan hatiye bikaranîn. Padiþahên Osmanî û Sefewî çawa ol ji desthilatdariya xwe re bikaranîn?
K. Tewehûdî: Di çaxê Sultan Selîmê Osmanî de çi Þî’îyên ku li e’rdê Osmanîyan hebûn û di bin desthilatdariya wan de bûn, tev hatin kuþtin û Þah Îsmaîl jî li hemberî karekî wiha di Îranê de Sûnî kuþtin. Piþtre þer û pêkdadan dest pêkirin û Kurdên ku bi mezhebê xwe Þî’î bûn û hissên wan yên Îranheziyê hebûn, piþtgîriya Þah Îsmaîl kirin û hêz dane wî. Lê hêþta wî hêzên xwe tekûz nekiribûn ku Sultan Selîmê Osmanî hêriþî ser wan kir û þerê Çaldiran çêbû. Hac Rustem Begê Çemiþgizek(serokê Kurdên Xorasanê) û 40 kesên din ji serokên Kurd li Çaldiranê xwestibûn ku bi Sultan Selîm re aþtiyê çêkin, lê wî bi nemerdî serê tevan birî û tev ji nav birin. Herçend berê an jî piþtre Kurd bûn Þî’î û ev mezheb ji xwe re pejirandin, lê Kurdan bi temamî hevkariya Sefewîyan kirin.

_ Kurd kengî, çawa û çima hatin Xorasanê?
K. Tewehûdî: Kurdên ku niha li Xorasanê ne di çend pêvajoyan de hatine Xorasanê. Elbet pêþtir ji viya jî (yanî pêþiya îslamê) Kurdên ku li Xorasanê mabûn, li vê herêmê pirbûn. Ji ber ku heta bi Sultan Mehmûdê Xeznewî re jî Kurdên Xorasanê çûne þerê Sumera, çûne Hindustanê. Piþtre dîsa leþkerê Kurdan bi Sultan Mesûdê Xeznewî û Tuxrol Begê Selcûqî re di herêma Quçanê, Nawiqê û herêmên din yên derdora Quçanê de, þer kirine. Kurd beriya vê koça dîrokî ku min di pirtûka xwe de navê wê danîye (Hereketê tarîxîyê Kurd bê Xorasan_ Meþa dîrokîya Kurdan ber bi Xorasanê), min behsa li ser koçkirinê ji çaxê Sefewîyan û ji çaxê desthilatdariya Þah Îsmaîl Sefewî destpêkiriye. Carê dîroka beriya vê bila bimîne di pirtûkekê de ku navê wê(Kurd der tarîx _ Kurd di dîrokê de) min nivîsandiye û emê tevê berhev bikin bo weþandinê.
Firdewsî di Þahnamê de pir behsa Kurdan kiriye û ez naxwazim bikevim wê mijarê.

_ Mamosta wek tê zanîn Kurd an jî piraniya Kurdên Xorasanê di çaxê Þah Ebbasê Sefewî da koçberî Xorasanê bûne, çima hingî?


K. Tewehûdî: Ozbekan bi hêriþên xwe yên berdewam Xorasan ji holê rakiribûn. Bi taybetî di çaxê Þah Tehmasb de Ozbekan Xorasan talan kirin. Herwiha di çaxê beriya Þah E’bbas de jî hêriþ û talan didomîn. Piþtre Þah E’bbas dît ku li hemberî Ozbekan nikare li berxwe bide, ew 45- heya 50 hezar malbatên Kurd ji derdora rûbarê Erezê li Azerbayicanê û hinek jî ji Kurdistana Tirkiyê ya niha, hinek ji Kurdistana Îraqê û ji Azerbayicanê ku alîgirên impiratoriya Sefewî bûn û bi mezhebê xwe jî Þî’î bûn, anîn li jêr bajarê Veramîn û Tehranê danîn ku pêþiyê li dagîrkeriya Ozbekan bigirin û nehêlin paytexta Sefewîyan ku wê demê ji Tewrêzê hatibû Qezwîn, dagîr bikin.

Niha ku hûn dibînin li Tehranê cihek bi navê Ze’iferanîye heye, ev navê xwe ji Kurdên Ze’iferanlo girtiye. Cihek bi navê Ze’iferaniye jî li bajarê Sebzwarê heye. Ze’iferanlo li Quçanê jî heye. Ev rêya wane ku hê jî navê wan li ser maye. Piþtre di sala 1000ê de Kurd hatine Xorasanê û Ozbek qirkirin û cîgirê wan Genc Elîxanê Zîgf ku yek ji fermandarên Þah E’basê Sefewî bû, ji Kirmanê hat. Genc E’lîxanê Zîgf yek ji Kurdên hakim ji herêmên rojhilatê Îranê bû û ew hatin û Kurdên Xorasanê bi serokatiya Þah E’lîxanê Çemiþgezek Xorasan girtin û hêzên Moxol û Ozbek ji Xorasanê derxistin û bi xwe li vê herêmê rûniþtin. Ji sala 1000 heya 1010 û 1011 ew bi temamî li Xorasanê cîgirbûn. Ji bakurê Xorasanê heya Merw û Boxarayê û heya rûbarê Cêyhûn kete destê Kurdan. Wê demê Kurdên Çegenî û Çemezgezek û Kurdên Zengene ku li herêma Heratê man, Çegenan jî ji Sebzwarê bigre heya Meþhed, Quçan, Merw û Boxarayê belav bûn. Kurdên Çemzgezek jî ku ji Þadlo, Qereçorlo, Kawyanlo, Kêykanlo, Sêfkanlo, Bîçeranlo, E’marlo û Rodkanlo û …hwd di bakurê Xorasanê de cîgirbûn. Wê demê serokekî wan hebû ku jêre digotin: Wekîl Elekrad.
Ji van çiyayên herêma bakurê Xorasanê re jî digotin Cibal Elekrad. Heya çaxê Nadir Þah ev herêm tev bi destê Kurdan hatine parastin. Mezhebê Þî’îtiyê li vê herêmê bi zora þemþîr(þûr)a Kurdan desthilatdar bûye. Beriya ku Kurd bên Xorasanê, piraniya gelê herêmê Sûnî mezheb bûn. Kurd li vir man û heya çaxê Nadir Þahê Efþar çiya û sinorên herêmê parastin. Di çaxzê Nadir Þah de ku dîsan Efxanan hêrþ anîn û Þah Sultan Husênê Sefewî ji seltenetê hat xwarê, bedbextîyên din jî rûdan.

_ Li gor hinek belge û nivîsan Nadir Þah jî Kurd bû, ne wisa?
K. Tewekûlî: Belê, Nadir Þah ku hemen Nadir Qulîye, bi e’silê xwe Kurd e û ji Kurdên Efþar di herêma Dîzawend û aliyê Deregez û Quçanê ye û diya wî jî ji Kurdên Baçiyane. Piþtre ew dibe hêssîrê destê Tirkmenan, lê xwe ji destê wan rizgarkir. Min di pirtûka xwe de bi dirêjî li ser van bûyeran bi belge û dokument nivîsandiye. Wê demê Kurd hatin û Þahvêdîxanê Þêxkanlo ku ji herêma Çinaran û Radikan bigire heya Meþhedê di bin desthilatdariya wî de bûn, hevkariya Nadir Þah kirin. Bi vê re ew bilind kirin. Eviya di çaxekê de bû ku Þah Tehmasibê duyê ji paytexta Îranê(bajarê Isfehan) reviya û çû Tebrêzê. Ew ji wir jî hatibû Qezwînê û ji wir jî hat Êstirabadê. Wê demê wî nameyek nivîsî û Muhsin Sultanê Kurd ku pêyk(qasid)ê Þah Tehmasib duyê bû, bi destûra wî hat Xorasanê. Ew li Quçanê li mala Þah Vêrdîxanê Þêxvanlo bû û xelkê Kurd bi Þah Tehmasib re bêy’et kirin û ew vexwendin û hate Xorasanê û li Quçanê ku navenda fermandarîya Kurdan bû û ji wir jî leþkerkêþî kirin û hatin vira û hêza artêþê ket destê Nadir Qulî. Ew hatin bajarê Meþhed girtin û Melik Mehmûdê Sîstanî ji Meþhedê derxistin û Xorasan girtin. Þah Tehmasib jî çû Isfehan girt û piþtre jî Azerbayican û deverên din tev ji destê Romê derxistin û ew ji wir derketin. Di dawiyê de serxwebûna Îranê bi zora þûra Nadir Þah û Kurdên Xorasanê û yên herêmên din careke din bi destxistin. Nadir Þah piþtre çû Hindustan û Xarzem û .. tev girtin û sinorên e’rdê Îranê gehand yê serdema desthilatdariya Sasanîyan.
Piþtî Nadir Þah ku Qacarîyan welat girtin bin desthilatdariya xwe, her der wêran û xera kirin û hemû e’rdên ku Nadir girtibûn, ji dest çûn. Ew e’rdê ku Nadir Þah desthilatdarî têde dikir niha bûne 17 welatên serbixwe.

_ Piþtre jî Qacarî û Pehlewî bûn hakimên Îranê?
K. Tewekûlî: Belê êdî piþtî Nadir Þah Qacarî hatin. Piþtî Qacaran jî Riza Þahê Pehlewî hat ser hukimdariyê ku Farsekî bakurê Îranê ye.
Çaxê ku desthilatdariya vê herêmê di destê Kurdan de bû, bi hizaran mal û kerîyên pez, hêþtir û kerîyên hespan bi xwe re anîn vira û eviya bû sedema wê hindê ku gel bixwe hilbirînê çêbike. Li gor aboriyê karê pezdarîyê, karê baxbanî û cotyarîyê ev karekî girîng bû. Roj bi roj rewþa aboriya Xorasanê pêþket û çêtir bû. Niha jî em hene û di çaxê desthilatdariya komara Îslamî de jî Kurdan hebûna xwe parastine. Di çaxê þerê Îran û Îraqê da Kurdan rolekî giring û dîrokî lîstin. Bi taybetî di çaxê dorpêçkirina bajarê Abadanê de Kurdan fîdakariyek mezin kirin. Dema ku hê þer hebû ez çûme kela Çinaranê û li wir þehîdên Kurdan pir hebûn û 24 þehîdên wan hebûn. An jî herêma Nûqelecixê ewqas þehîd û birîndar dane ku hejmarek pir zêdeye. Kurdan hêsîr(dîl) kêm dane, ji ber ku Kurd xwe teslîm naken û tên Kuþtin û dikujin lê teslîm nabin. Piraniya Kurdan þehîd bûne û li her derê ev rastî bi alên ku li goristanan hildane, tê dîtin. Ev nîþana wê hindêye ku Kurdan mêranî û bi xîretbûna xwe parastine.

_ Mamosta Komara Îslamî ji aliyekî Kurdên Kurdistanê serkût dikirin, ji aliyê din jî li Xorasanê hinek azadîyên sinordar dane Kurdan. Hûn bo vê yekê çi dibêjin?
K. Tewehûdî: Piþtî hatina komara îslamî me xebat û karên xwe yên kulturî destpêkirin. Çimkî mîna ku dibêjin þoreþek çêbibû û gûherandin pêwîst bûn û ev mafê me bû. Di çaxê Pehlewî de me nedikarî îdia biken ku li Xorasanê Kurd hene û di derbarê Kurdan de dîrokê binivîsîn. Elbet di çaxê Qacariya de rojhilatnas hatibûn û di vê derbarê de nivîsandibûn, lê di çaxê Riza Þahê Pehlewî de tiþtekî wiha tunebû. Herçend di gehiþtin û serketina desthilatdariya Riza Þahê Pehlewî de rolê Kurdên Xorasanê pir hebû, lê Riza Þah piþtre vegerî û Kurd kuþtin û serokên Kurda yên mîna Serdar Muezem Bicnurdî, Setar Xanê Ehwazî û Welîehd Xanê Qehremanlo î’dam kirin, kuþtin an jî ji Xorasanê dûrxistin. Me di wî çaxî de nedikarî binivîsîn û xebata ferhengî bikin. Lê niha ne wisaye. Min heya niha 30 pirtûk derheqa dîroka Kurdên Xorasanê nivîsîne.
Min pirtûkek nivîsîye bi navê (Serzemîn merdûmê Xorasan _ E’rdê gelên Xorasanê) ku li gor sened û belgeyên Xorasanê hatiye amadekirin. Di pirtûkê de hatiye xuyakirin ku xelkê her herêmeke Xorasanê kengî û çawa hatine Xorasanê. Di warê aboriyê de ez çûme hemû gund û bajarên Xorasanê û min heta pez û mirîþkên wan jî hejmartine. Lê pirtûkên min heya niha nehatine çapkirin û îmkanên çapkirinê tunene. Bo nimune pirtûka “Nadir Þah” ku hemû send û medrek(dokument û belg)ên çaxê Nadir Þah min têde berhev kirine, lê îmkanên min yên maddî tunene û ji sala 1995’an min izina çapa wê standiye. Heya niha ji 30 cild pirtûkên xwe min tenê 10 ji wan çapkirine.

_ Xebata we ya di derbarê muzîkê da jî hebûye... Kurd di qadên din da çiqas pêþketine?
K. Tewehûdî: Belê.... Di derbarê muzîkê de min ji sala 1964’an bi qasî 120 saet muzîka baþ û resen tomar kiriye. Piraniya wan mamostayên ku min muzîka wan tomar kiriye jî nemane û mirine. Ji bona wê jî min ji îdareya kultur û çandê çend dîplomên îftixarê standine. Di derbarê muzîkê de me kar û barên bi kêr û bêr kirine. 270 helqe fîlm heya niha min ji rewþa jiyana civakî ya Kurdên Xorasanê hilanîne. 5 helqe fîlmên islayid min hilanîne û 10 helqe fîlmên vîdyoyî min ji jiyan, baxdarî, dewat, þahî û …hwd ji yên Kurdên bakurê Xorasanê hildane. Bi hezaran dokument û belgên xetî(destnivîs) min li ser jiyana siyasî û civakîya Kurdên Xorasanê komî serhev kirine. Di warê hunera dest de jî min heya niha qalî, zêr, zîv û kincên jin û mêran di nava Kurdên Xorasanê de kom kirine û di her warê ku ji bo jiyana Kurdên Xorasanê pêwîst be min kar û xebat kiriye. Lê ji bo çapkirin û nasandina van tiþtan îmkanên min tunene û hercar divê ez ji bo çapkirina pirtûkekê tiþtekî xwe bifiroþim.


Heya niha min pir e’rd firotiye, ji bankê pere standiye û min pirtûkên xwe weþandine. Yanî divê em ji aliyê saziyekê piþtgîriyê bistînin ku bikarîbin karê xwe bidomînin. Ev ji bo me karekî pir zehmete û birastî êdî tiþtek nemaye ku ez bifiroþin û berhemên xwe bidin çap kirin. Em gehiþtine dawiyê. Lê bi her awayî cilda 6’ê ji dîroka Kurdên Xorasanê û dîwana Ceefer Qolî Zengilî ezê îsal çap bikem.
Bi qasî 32 gotar û hevdîtinên min di kovar, rojname û TV, Radioyên hundir û dervey Îranê hatine weþandin û belavkirin. Kovara " Muzîk " jî nivîsa min ya li ser muzîka Kurdên Xorasanê weþandine. Xwîndevanên zankoya edebyatê niha kovareke xwe ya bi navê (Kurmanc) derxistine ku pêwîstiya wan bi piþtgîriya aborî û maddî heye. Yanî ti karekî ferhengî bi bêy piþtgîrîya aborî naçe pêþ. Binaxa pêþkevtina her tiþtekî aborîye. Ger aborî tinebe ferheng dimire. Di piratîkê de basikê rastê aborî(pere) ye û basikê çepê jî pênûse. Cîhana îro cîhana aborîyê ye. Li gor rewþa aborî jî Kurdên Xorasanê zêde baþ nînin. Ger gundiyek here 200 ser pezê xwe bifiroþe û bê li bajar xaniyekê bikire, nikare bi perê firotina wî pezî(5-6 milyon tomen) xaniyekî biçûk jî bikire. Ji ber ku di Xorasanê de Kurdên me neketine nava bazarê, karsaz û sermayedarên me jî tinene. Yanî ji xeynî karê cotyarî û pez xwedî kirinê ketina nava bazarê ji xwe re e’yib dihesibandin. Ji 30 sal berî niha de Kurdên herêma Xorasan hinekî pêþketine û di zanistgeh û dibistanan de dest bi xwîndinê kirine û çûne dervey Îranê. Nifþ divê bêne guherandin û rewþa aborî jî pêþ bikeve ku karên kulturî jî pêþ bikevin.

_ Niha li Xorasanê bi serhev da çiqas Kurd hene?


Di vê derbarê de ku çiqas Kurd li Xorasanê hene heya niha amar(antêkt)ek çênebûye. Di çaxê Nadir Þah de erkniþînên Meþhedê(1) Kurd bûne. Li wira hemamên wan hebûne, mizgeftên wan hebûne, lê piþtre hatine helkirin û bûne Fars û Tirk. Dema ku Helakoxanê Moxûl hat Îran girt, destûr da ku hemû navên Kurdî û Farsî ji holê rakin û li þûna wan navên Moxûlî û Tirkî danin. Eviya jî derbeyek mezin li ferhenga netewên Îranê da. Dema Þah Ismaîl jî (ku dayika wî ji Tirkên Aq Qûyinlo bû) û ew bi zimanê Kurdî jî diaxivîn, lê zimanê dayikê li ser wan pir bi teisîr bû û bi tirkî diaxivîn. Zimanê Tirkî wî çaxî pir teisîr kiriye. Çaxê Riza Þahê Pehlewî jî xwîndingeh bi zimanê Farsî bûn û Kurd di vê navê de pir hatine asîmîlekirin. Ji bona wê jî niha pir bi zehmete ku mirov bêje çiqas Kurd di Xorasanê de dijîn. Di çaxê Qacarîyan de ji sedê 25 (25%) hejmara nifûsa xelkê Xorasanê Kurd bûn. Niha mirov dikare bêje yek milyon û 200 hezar Kurd li Xorasanê dijîn. Ciwanên Kurd niha pir pêþ ketine. Mezintirîn navenda kombûna Kurdên Xorasanê Tehran û Meþhede.

Herwiha Kurd li bajarên Quçan, Bicnurd, Þîrwan, Isferayên, Deregez, bakurê Sebzwarê, bakurê Nîþabur û Marsiyê jî dijîn. Ev herêm tev Kurdin. Çend fermandarên Kurd jî li Xorasanê hene û ciwanên Kurd di hemû warên dersxwîndinê de pir pêþketine. Çalakîyên Kurdan niha pir zêde bûne û bi giþtî rewþ baþ e.



Bu mesaj en son " 18-12-2007 " tarihinde saat 11:22 AM itibariyle JÝYAN ADAR tarafýndan düzenlenmiþtir....
JÝYAN ADAR is offline  
 


Konu Araçlarý
Mod Seç

Gönderme Kurallarý
Yeni konular açabilirsiniz --> izin yok
Yanýtlar gönderebilirsiniz --> izin yok
Eklentiler gönderebilirsiniz --> izin yok
Mesajlarýnýzý düzenleyebilirsiniz --> izin yok

vB koduAçýk
SimgelerAçýk
[IMG] kodu Açýk
HTML kodu Kapalý
Trackbacks are Kapalý
Pingbacks are Kapalý
Refbacks are Kapalý

Popüler Konular:
Bydigi Forum'un En Popüler Konularý
Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-1:

Norton AntiVirus 2008
Panda Antivirus & Firewall 2008
AVG Anti-Virus Free Edition 8.0.100
McAfee VirusScan Enterprise 8.5i
Avast! 4 Professional Edition 4.8.1169
Kaspersky Internet Security 7.0.1.325
Anti-Porn 10.4.11.15
BitDefender Internet Security 11.0.9 (2008)
Eset Smart Security 3.0.642
Ad-Aware 2008

Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-2:

Þeftali Yetiþtiriciliði
Ekolojik Tarým ve Hayvancýlýk
Süt Verimini Etkileyen Faktörler
Dört barajda su bitmek üzere
Karbondioksit salýmý yüzde 50’den çok artacak
VAN (Wan) Tarihi
Amed (Diyarbakýr) Tarihi
Ýç Anadolu Hakkýnda Genel Bilgi
Kültür ve Turizm Bakanlýðý müfettiþ yardýmcýlýðý
2008 yýlý icra müdür ve yardýmcýlýðý sýnav ilaný

Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-3:

Siz Hangi Yemeksiniz ?
Doðum gününüze göre hangi hayvansýnýz?
Doðum Tarihinize Göre Renginiz!
Bebeklerde Gaz Çýkarma
Virüs taþýyan keneler dehþet saçýyor
Þiddetin genlerle iliþkisi olabilir
Karpuz Viagra Etkisi Yapýyor
Panasonic Sony'yi tahtýndan etti!
Mehmet Atlý - Wenda 2008
grup seyran - 2008


Benzer Konular

Konu Konuyu Baþlatan Forum Yanýt Son Mesaj
Împaratorî û Dewletên Kurdî /BZ.4000-1991 Albatros Dirok 6 31-01-2008 05:07 PM
Adarname tubiranes Çandi Giþti 1 01-11-2007 10:58 AM
Kurtedîroka Çîroka Kurdî PCkopat Çandi Giþti 4 03-09-2007 10:26 PM
Di sedsala dawîn de, rewþa ziman û weþanên bi zimanê kurdî di nav Kurdên Binxetê de Kajîn Jîr Çandi Giþti 1 20-01-2007 09:33 PM
Kurdên koçberiyê... rojekanu Çandi Giþti 5 12-12-2006 01:26 PM


Forum saati Türkiye saatine göredir. GMT +2. Þuan saat: 06:16 AM .
(Türkiye için GMT +2 seçilmelidir.)


Powered by vBulletin Version 3.6.4
Copyright ©2000 - 2008, Jelsoft Enterprises Ltd.
SEO by vBSEO 3.2.0
Copyright ©2006 - 2008 Bydigi Forum ®, All Rights Reserved

Bir Forum sitesi olduðumuzdan, kullanýcýlar önceden onay almadan her türlü görüþlerini yazabilmektedir.
Yazýlanlardan dolayý oluþabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanýcýlara aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykýrý herhangi bir durum görürseniz; Lütfen, bydigi@gmail.com'a yada Ýletiþim'e bildiriniz.
Mesajýnýz incelenip, kýsa bir süre içerisinde gereken müdahale yapýlacaktýr.