|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||||
|
Kurdistanek heye ji min wê de! Kurdistanek heye ji min wê de, bi min pê de; li ser kavilên ‘birakujiyê’ hatiye avakirin. Kurdistanek heye, ji dûriyên dilê min de nêzî min, çend bihostan wê de, dilop bi dilop ‘birakujî’ digirî… Kurdistanek heye ji min wê de, her bihosta axa wê ji bo min pîroz, lê ez li ser sînga wê mişext, ez li ser dilê wê derbider, navê min tê de kirine ‘terorîst’, kirine ‘şaqî’, kirine ‘eşqiya’… Kurdistanek heye ji min wê de, bi min pê de; Kurdistaneke sor, di nav çar welatên sor de hilm bi hilm di nava xwe de dikele, bi mijê ‘birakujiyê’ hatiye vegirtin. Hemû birînên wê bi ‘birakujiyê’ jan didin. Kurdistanek heye ji min wê de, di nêziyên xewnên min de dûrî min, dixwazim biçimê, dixwazim xwe bavêjime ser tor û bextê deşt û çiyayên wê, bi kesera dilê xwe ya bi hezaran salan tewaf bikim her bihosta axa wê, lê newêrim biçimê, ji bo min rê girtine, ji bo min bend lê çêkirine; navê min tê de ‘terorîst e’, ‘asî ye’, ‘eşqiya ye’. Kurdistanek heye ji min wê de, navê wê di qeydên fermî yên welat û dewletên girgire de reşkirî, li ser destexana cîhanê raxistî, li ser sêleke sincirî, dişare, dikele, diqele, na na dikizire… Kurdistanek heye ji min wê de, li ser çiya û balayên wê dû û dûkêla agir û şewatê diçe ber banê felekê. Bêhna kuzirî bi ser perên heft asîmanan dikeve. Bira di destî de çek, di kozikê de di nêçîra birayê xwe de vezelandî… Kurdistanek heye ji min wê de, bi hevîrtirşê êşê sêwiriyayî, rondik bi rondik di kela dilê min de diniqute hinavên min û kul dike hemû jan û birînên nava dilê min. Bi çeperên ‘birakujiyê’ dîsa mij û dûmaneke bêyom bi ser welatê min de girtî… Kurdistanek heye ji min wê de, navê wê ‘qedexe’, ala wê ‘qedexe’, li ser destexana cîhanê xuruniyeke zû, lepeke agirî, kulmeke xwînê ya ku ji dilê dayikên vî welatî tê xwarê. Kurdistanek heye ji min wê de, bi min pê de; axeke pîroz a lanetlêbarî, di nav lepên çar ejderhayên sor de savayeke berşîr ê bi kuştinê gêrekirî… Kurdistanek heye ji min wê de, kulm bi kulm ji hev parçekirî, mişar bi mişar ji hev dabeşkirî, bihost bi bihost ji dilê xwe kulkirî… Bi roj digirî, bi şev digirî; stêrkên asîmanê wê çavrondik, gulên li nav gulistanên wê stûxwar, çilmisî… Dergûşên dayikan di hembêza wê de xwîn, bûk û zava di gulana wê de xwîn, aşq û evînên di qefesa sînga wê de xwîn, Kurdistanek heye li wê derê, li dûrwarên dilê min xwîn, xwîn û xwerû xwîn… Ji axa wê tîna xwînê, ji gul û gulasmînên wê bêhna xwînê tê… Kurdistanek heye li wir xwîn bi xwîn bi ser min de tê, xwîn bi xwîn wekî xunava zemherîreke seqem xwîn bi xwîn li ser dilê min dicerise; Kurdistanek heye, sor, her bihosta wê çalegor, her hilma wê soresor, her çirkeya wê soresor bi ser min de tê xwarê… Kurdistanek heye ji min wê de, di cerg û dilê min de hing bi hing dikele, beroşeke hilçûyî li ser êtûna zemanî, pirt bi pirt dihilhile, diqilqile… Kurdistanek heye ji min wê de, li wir, li nava dilê min, di hişê min de, li ser zimanê min, di çirûska çavên min de hêviyek, xweziyek her zindî, her heyî, her ava. Omer Dilsoz Bu mesaj en son " 29-11-2007 " tarihinde saat 08:39 AM itibariyle heci tarafından düzenlenmiştir.... |
|||||||||||||||
|
|
|
|
#4 (permalink) | |||||||||||
|
Kurdistanek heye ji min wê de, di nêziyên xewnên min de dûrî min, dixwazim biçimê, dixwazim xwe bavêjime ser tor û bextê deşt û çiyayên wê, bi kesera dilê xwe ya bi hezaran salan tewaf bikim her bihosta axa wê, lê newêrim biçimê, ji bo min rê girtine, ji bo min bend lê çêkirine; navê min tê de ‘terorîst e’, ‘asî ye’, ‘eşqiya ye’.
yüreğine sağlık heval heci her nekadarda kürtçeyi okumakta zorlansamda okumayı başardım ![]()
__________________ |
|||||||||||
|
|
| Konu Araçları | |
| Mod Seç | |
|
|
|
||||
| Konu | Konuyu Başlatan | Forum | Yanıt | Son Mesaj |
| Bi hozan Comert re li Gulistanê hevpeyvîn | heci | Çandi Gişti | 3 | 29-08-2007 01:14 PM |
| Heypeyvîn Bi Xelil XEMGÎN | Hozan Shan | Çandi Gişti | 3 | 23-06-2007 11:57 AM |
| Generalê kurd: Em ne tehdîd û ne jî noxteya zeîf in | newalaqesaba | Çandi Gişti | 1 | 23-06-2007 10:54 AM |
| Sûreta Nehl | berxwedan | Kur'an-ı Kerim | 0 | 03-04-2007 12:40 PM |
| Xelil Xamgin fun club | rojhılat73 | Fun Club | 7 | 14-03-2007 07:45 PM |
Bir Forum sitesi
olduğumuzdan, kullanıcılar önceden onay almadan her türlü görüşlerini yazabilmektedir.
Yazılanlardan dolayı oluşabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanıcılara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykırı herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
İletişim'e bildiriniz.
Mesajınız incelenip, kısa bir süre içerisinde gereken müdahale yapılacaktır.