Bydigi Forum
Geri Git   Bydigi Forum > Kürtçe Forum > Foruma Kurdi > Çandi Giþti

Kayýt Ol SSS



 

 

LinkBack Konu Araçlarý
Eski 27-11-2007, 03:39 PM   #1 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: Jan 2007
Konum: deyþta rewanê
Mesaj: 29,628
Üye No: 52150
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 105502
Rep Puaný : 10547108
Rep Derecesi
MÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond repute
Post Awirek rexnegirî li dîroka kurda



Awirek rexnegirî li dîroka kurda:
Romana "Piþtî bîst salan"


hemû kesên zana ne rewûenbîr e. Ronakbîrî xisusiyetên xwe yên taybetî hene: Li hemberî xeletiyan nîþandana helwêsta rast e. Bicîanîna helwêstek e wisa, kesê rewþenbîr ji yê zana vediqetîne.
Bi taybetî ji dema Siltan Evdilhemîd û hetanî salên 1930-40 î, li Kurdistanê biçûk anjî mezin, li hemberî mesîhiyan tevkujî pêk hatin. Di tevkujiya mesîhiyan de, rola rêvebirên dewletê mezin e. Lê hinek ji kes û eþîrên kurda jî cî girtine. Beþek ji rûpelên paqij a dîroka kurda, bi destên xwe yê xwîn, qirêjî kirine.
Dîroka çi miletan ji rûpelên sipî, bê leke û paqij pêk nayê. Aliyên neyênî di dîroka gelek netewan de heye. Pêþketina wan miletan, gelek caran bi rexnekirina xeletiyên xwe mûmkûn bûye. Xwerexnekirin, rêya diyalogê bi miletên din re, rêya pêþketinê ji bo gelê xwe, vedike. Rexnekirina þaþîtiyên dîrokî, mehkûmkirina çewtî û xeletiyan e. Pejirandina rûpelên dîrokê yên bi leke ye. Rexnegiriyek e wisan, bi rêya nivîsên polîtîk, dîrokî, edebî û hwd. helwestek e rewþenbîrî ye û lê hêja ye.
Romana "Piþtî bîst salan" ji vê awirê ve berhemek e dîrokî ye, lê hêja ye. Nivîskarê romanê Silêman Demir bi xwe ji aliyê Omeriyan e.
Omeriyan herêmek e stratejîk e ku, sînorên xwe dighêjîne Tora jêrîn û a jorîn. Midyad, Hezex, Nisêbîn û ji Cizîrê re ne dur e. Hayê xwe ji deng û behsên Amed, Mêrdîn û hetanî Qamiþlokê heye. Navnedek e çandî ye Omeriyan. Hejmarek mezin çîrokbêj û dengbêjên xwe yê navdar hene. Beþek ji dîroka gelê Kurd di wan serpêhatî û stiranan de veþartî ne.
Demir, li cihek e wisa, bi stiranên rengîn mezin bûye. Hayê xwe ji buyerên sedsala dawî heye. Ev aliyê Demir yê xurt, di romanê de xuyanî dike. Dema mirov li romana "Piþtî bîst salan" dinêre, bi hêsanî tê dîtin ku berhem bi stiranên gelerî hatiye xemilandin.

Beþek mezin ji jiyana Demir li ser sînor derbas bûye. Serxet anku bakurê welêt û Binxet anku baþûrê welêt, jê re ne xerîb e. Li Nisêbînê mezin bûye. Pir rengîn e, pirçand e Nisêbîn. Nisêbîna dema wî, biratiya hejmarek ziman, ol û çanda pêk dihanî. Li jor, li aliyê Bagokê Êzdanî, li Meryakub û Dêra Gundikþikro berê keþeyên ruhanî li Mesîh bû, beþek ji bazirganiya bajêr di destê cihuwan de bû. Bajarî hebûn û gundiyên nûbicîbûyî hebûn. Kurd, suryanî, ereb, mehelmî, cihû, êzdanî rengê xwe pir alî dabûne Nisêbînê.
Rengên wisa li Midyadê, Hezexê, Mêrdînê, Amedê û Qamiþlokê jî hebû. Lê îro, gelek cî bûne yekreng. Pirengînbûna li welatê me winda dibe. Hunera desta a zîv û zêrkariyê bi sînor dibe. Dêr vala dibin. Çend libên cihûwan mabû, wan jî barkir û berê xwe dane Israîlê. Strinanên "Lê lê lê Meyremê / Dê kafirê bav ecemê / çavê xortên gundên me ma li cem ê" yek bi yek di stiranan de dimînin. Rê li ber evîndariya di nava rengan de tê girtin...
Hayê Silêman Demir ji van rastiya heye. "Piþtî bîst salan" helwestek e rewþenbîrî ye, xwestina parastina pirengînbûna Kurdistanê ye. Mehkumkirina tevkujiya filehan e. Rexnekirina kesên nemirov in û ji awira edebiyetê ve berhemek e hêja ye...

"Piþtî bîst salan" romanek e pirleheng e. Du serpêhatî ji xwe re kiriye mijar:
Evîna zaroktiyê, ya nûciwaniyê ku nehatiye jibîrkirin dibe sedem ku Memo piþtî bîst salan ji Swêdê berê xwe bide welêt. Dide pey þopa Meyrêmê. Piþtî gera li baþûrê welêt, û li Beyrûdê, li cem mala dostê xwe ê kevn, Evdo dibe mêvan. Bi alîkariya wî û piþtî demek e dirêj Meyremayê dibîne. Lê salên derbasbûne, bandora xwe li Meyremayê kiriye. Diran ketine û bûye dayika zarokan. Sohbet û þevbêrk xweþ dibe. Memo biryara revandina wê bide jî, nikare bi cî bîne. Berê xwe dide Swêdê û bi kulên dilê xwe dijî...
Meyremayê qala xesuwa xwe "Kejê", ji Memo re dike. Bi rêya Meyremayê rengê romanê tê guhertin. Roman dibe fîlmek e dîrokî û serpêhatiya tevkujiya, ermenî û suryaniyan, anku "filehan" dîmen bi dîmen li ber çavên xwendevanan dilîze. Mirov bi xwe re dibe sala bi "þur"kûþtinê, anku "fermanê".
"Romiyan kal, pîr ciwan bi hezaran kesê fileh dibirin, tu kes ji wan venegeriyan", dibêje Kejê. Û dest bi serpêhatiya xwe dike. Hêzên tirka digirin ser gundê wan. Apê wê Þemûn û bavê wê Marogê têne kuþtin. Birayên wê Brehîm û Tajdîn bazdidin û winda dibin. Dayika wê Binefþê bi destê herdu keçên xwe, Hena û Zêrê digire û xwe davêjin mala dostê Marogê, Osê. Navê zarokan didin guhertin ku nayên nasîn, ê Hena dikin Kejê û Zêrê dikin Zînê. Binefþê dimire û Hesîna zarokan mezin dike. Piþtre dibin misilman û dizewicin. Gera li birayê windabûyî, hêstir û nifirên li xwînrêjan beþa herî balkêþ e. Rexnekirina beþek ji kurdan ku beþdarî tevkujiyê bûne, cî û nirxê romanê bilind dike...

Romanek e bi kêþar e. Kêþar anku aksiyona romanê bi evîna Meyremayê û Memo bilind dibe û bi serpêhatiya Kejê bi wate dibe. Du serpêhatiyên romanê, bi zimanek e hêsan û bi wêneyên zelal hatiye hunandin. Revandina jinek e bi mêr, ku di Çanda Kurda de tabu ye, ji nû ve tê rojeva mirovî. Nirxandina Dîroka Kurda ji awirek e rexnegirî gavek e wêrek e, bi cesaret e. Stiran û biwêjên kurdî ku di romanê de cî girtine, hilmek e guhertî dide berhemê.
Kêþara girêdana herdu serpêhatiyan tempoya xwe giran e. Lê paþê ev yek bi xurtî tê serastkirin.
Roman ji 152 rûpelan pêk tê. Bi kurdî ye û di nav weþanên Doz ê de, li Stenbolê û di gulana 2007 an de derketiye.
Li ser romanê, Serokê Enstîtuya Mezopotamyayê li Stockholmê, dîroknasê Suryanî Jan Bet-Sawocê dîtina xwe wisa anî zimên: Di sala "þur" de hejmarek bilind ji Mesîhiyan hatin qetilkirin. Hayê mirov jê heye ku, ev yek di çarçoveya plan û projeyên dewleta tirka hate kirin. Lê aliyek e din heye divê bê dîtin ku, beþek ji eþîretên kurda di van buyeran de cî girti bûn. Destpêka prosesa rexnekirina dîrokê ji vê awirê ve, gavek e erênî ye. Di nav rewþenbîrên kurda de destpêka helwestek e wisa, ji bo têkiliyên nav galên cînar, gavek e bi nirx e, lê hêja ye.
- Silêman Demir kî ye
- Ez ji Nisêbînê me. A rastî ku ez serê adara sala 1956-an li gundekî bakurê Nisêbînê yê herêma Omeriyan çêbûme û heta deh-dozdehsaliya xwe li wir jiyame.
Malbata min wî çaxî bar kir Nisêbînê û xortaniya min li wir dest pê kir. Min xwendina xwe ya heta lîse li wir kir. Min bi dû re, ji bedêla du salan ve, salekê dibistana mamostetiyê li Mêrdînê xwend. Lê min wek mamoste kar nekir. 1979-an gava min dibistan xelas kir, ez neçûm devera ku karê mamostetiyê ji min re derket. Bi dû re jî îcarê gava min kar xwest, wan neda min. Ji ber ku hukum, eskerî bû.

Sala 1985-an ez hatim Swêdê. Ev bîst û du sal in ku ez li Swêdê dijîm. Îsal nozdeh sal in ku ez di febrîqeyekê de kar dikim. Min pazdeh salan ji wan her hefte geh sibehê zû û geh jî êvarê heta derengê þevê kar dikir.
Nivîsandin, hîna di xortaniya min a zû de ket jiyana min û dilê min. Min gelekî dixwend û her tiþtin dinivîsîn. Min tu tiþtek ji nivîsên xwe yên wî çaxî di tu kovar û rojnaman de neweþandin. Wek pirtûk jî tune ne. Ji xwe piraniya wan, ya ji ber ku ez bi wan qaîl nedibûm min avêtin û ya jî li welêt di qul û qulêran de wenda bûn. Bes tenê çend helbestên min ên wî çaxî li ba min hene.
Sal wilo çûn, lê hewldan, xwestin û hezkirina min a nivîsandinê her xurttir dibû. Min her rojê tiþtin dikirin. Wî karê min, li Swêdê berê xwe yê pêþî da. Ji sala 1992-an pê ve, êdî min hêdî hêdî nivîs rê kirin kovar û rojnameyan. Ez hejmara nivîsên xwe yên ku heta niha di kovar, rojnamê û malpêrên internetê de derketine, ni zanim.

Niha romana min a bi navê Piþtî Bîst Salan li Stenbolê, di nav weþanên DOZ de derket.
Berî wê du romanên min ên din jî derketibûn: Sorê Gulê, 1997 û Koç, 1998
Û her wilo min hin werger jî kirine. Hinek wek perçe di kovaran de derketine û hinek jî wek kitêb derketine. Kitêb ev in:
1- Þiîrên Bijarte- Mayakovskî-1997 (werger)
2- Keça Kurd Zengê- Cemþîd Bender -1997, Kitêbeke çîrokan e, min û Firat Cewerî bi hev re ji Tirkî wergerand. Min ji sê paran yek girt ser xwe (Zarathustra

MÊVAN is offline  
 


Konu Araçlarý
Mod Seç

Gönderme Kurallarý
Yeni konular açabilirsiniz --> izin yok
Yanýtlar gönderebilirsiniz --> izin yok
Eklentiler gönderebilirsiniz --> izin yok
Mesajlarýnýzý düzenleyebilirsiniz --> izin yok

vB koduAçýk
SimgelerAçýk
[IMG] kodu Açýk
HTML kodu Kapalý
Trackbacks are Kapalý
Pingbacks are Kapalý
Refbacks are Kapalý

Popüler Konular:
Bydigi Forum'un En Popüler Konularý
Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-1:

Norton AntiVirus 2008
Panda Antivirus & Firewall 2008
AVG Anti-Virus Free Edition 8.0.100
McAfee VirusScan Enterprise 8.5i
Avast! 4 Professional Edition 4.8.1169
Kaspersky Internet Security 7.0.1.325
Anti-Porn 10.4.11.15
BitDefender Internet Security 11.0.9 (2008)
Eset Smart Security 3.0.642
Ad-Aware 2008

Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-2:

Þeftali Yetiþtiriciliði
Ekolojik Tarým ve Hayvancýlýk
Süt Verimini Etkileyen Faktörler
Dört barajda su bitmek üzere
Karbondioksit salýmý yüzde 50’den çok artacak
VAN (Wan) Tarihi
Amed (Diyarbakýr) Tarihi
Ýç Anadolu Hakkýnda Genel Bilgi
Kültür ve Turizm Bakanlýðý müfettiþ yardýmcýlýðý
2008 yýlý icra müdür ve yardýmcýlýðý sýnav ilaný

Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-3:

Siz Hangi Yemeksiniz ?
Doðum gününüze göre hangi hayvansýnýz?
Doðum Tarihinize Göre Renginiz!
Bebeklerde Gaz Çýkarma
Virüs taþýyan keneler dehþet saçýyor
Þiddetin genlerle iliþkisi olabilir
Karpuz Viagra Etkisi Yapýyor
Panasonic Sony'yi tahtýndan etti!
Mehmet Atlý - Wenda 2008
grup seyran - 2008


Benzer Konular

Konu Konuyu Baþlatan Forum Yanýt Son Mesaj
Xwîþk û birayên delal, bervan21 Dirok 0 03-10-2007 12:22 AM
Nivîsên bijarte yên Mûsa Anter MÊVAN Çandi Giþti 1 29-09-2007 12:58 AM
Seîdê Kurdî - Nêrînek Analîtîk Ser Jiyana wi Mirza Çandi Giþti 4 14-05-2007 04:51 PM
YekemÝn Romana DÝrokÎ A Kurda Derket berxwedan Çandi Giþti 0 13-03-2007 08:31 PM
Dîroka Wendabûyî (ya) "KURDISTAN" Dino-Amed Çiroken Kurdi 1 02-03-2007 11:14 AM


Forum saati Türkiye saatine göredir. GMT +2. Þuan saat: 06:52 AM .
(Türkiye için GMT +2 seçilmelidir.)


Powered by vBulletin Version 3.6.4
Copyright ©2000 - 2008, Jelsoft Enterprises Ltd.
SEO by vBSEO 3.2.0
Copyright ©2006 - 2008 Bydigi Forum ®, All Rights Reserved

Bir Forum sitesi olduðumuzdan, kullanýcýlar önceden onay almadan her türlü görüþlerini yazabilmektedir.
Yazýlanlardan dolayý oluþabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanýcýlara aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykýrý herhangi bir durum görürseniz; Lütfen, bydigi@gmail.com'a yada Ýletiþim'e bildiriniz.
Mesajýnýz incelenip, kýsa bir süre içerisinde gereken müdahale yapýlacaktýr.