|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||||
|
Mella Muhyettin
Serhildane Þex Said Mon, 28 March 2005 00:45 Piþtî ku dewleta Osmanî ji cenga cîhanê ya yekemîn ketî û bindest derket, pirrê erdê vegirtî winda kir û bi gora biryara peymana Mondrosê di 30.08.1918’an de çek û sîlehên xwe danîn. Þert û xwestekê Dewletên Hevgirtî hemû qebûl kirin. Liser vê yekê Dewletên Hevgirtî di serê sala 1919’an de Kongra Sulh û Aþitîyê li bajarê Parîs’ê amade kirin. Ev kongre, ji wan gelên ku demekê dirêj de di bin bandora Osmanîyan de mabûn re banga serhildanê û ji cîhanê re banga peliþandina dewleta Osmanîyan bû. Di wê navberê de gelê Kurd jî di encama tevger û xebata xwe de komelek bi navê Komela Bilindahîya Kurd ( Kurd Tealî Cemîyetî ) li bajarê Îstenbol’ê saz kir. Di demekê kurt de sê þaxên wê komelê li Dîyarbekîr, Xerpêt û Bidlîs’ê hatin vekirin. Serokê Ermenîyan Bagos paþa di 13.02.1919’an de erzûhalek ji bo daxwazên Ermenîyan pêþkêþê Kongra Parîs’ê kir. Di wê pêþnîyaza xwe de daxwaza dewletek Ermenîya ya serbixwe dikir ku bajarê Wan, Dîyarbekîr, Bîdlîs, Sêwas, Edene, Kozan, Mereþ, Tirabzon û Erzirom di nav sînorê wê dewletê de bûn. Li ser vê erzûhalê Tirkên Osmanî gelek tirsîyan û li xwe heyirîn. Osmanîyan li hemberê van tiþtan minafiq û hîlebazê xwe yê mezin Mistefa Kemal derxistin pêþîyê- ku mirovekî wisa minafiq û durû bû, rojek dibû dîndar û roja dinê dibû dînxwar, li cihekî Misilman bû û li cihekî dinê kafir bû. Wisa dek û dolab dizivirandin ku em dikarin bibêjin pîlan û teqtîk û hovîtîyê îro ( ozel harp dairesi, kontr gerilla hwd. ) berhemê wî ne. Bi rastî jî ji gelê Kurd re gelek dijmin û neyar hebûn, lêbelê dijminek weke Mistefa Kemal dîrokê nîþan nedaye. Lewra ewî ji mêj ve li Kurdistanê kar dikir û bi xapandina gelê Kurd re meþxûl dibû. Di sala 1916’an de ku serbaz û zabit bû, di þaxê artêþa 7’a ku navenda wê li bajarê Farqîn’ê bû. Di wê demê de gelek gavên pêwendî û têkilîyan bi serokeþîr, axa û þêxên Kurdistan’ê re avêtibûn. Xwe ji rojê pêþ re amade dikir ku bi hêsanî bikaribe di rêya wan de gelê Kurd bixapîne. Di piþtî erzûhala Bagosê Ermenî re, Mistefa Kemal di 16.05.1919’an de diçe Samsûn’ê. Li wê derê lêkolînek mezin li ser dabaþa Kurdistanê dike, hinek dek û dolab û hîleyan saz dikk û biryar xwe ya wiha dide: Em fîtne û fesadîyê tenê bi rêya dîn dikarin bêxin nav Kurdan û wan ji hev biqetînin û wan bînin alîyê xwe. Li ser vê ramanê biryara amadekirina Kongreyekî li bajarê Erzirom’ê dide. Diçe Erzirom’ê, pirrê þêx, axa û serokeþîrê Kurda li wir dicivîne. Di navbera 23 Tîrmehê û 7’ê Tebaxê di sala 1919’an de Kongreyekî saz dike û vê hinare û mesaja minafiqî dide: ”Gelî Kurdan! Em birayên hev in, dînê me yek e. Kafir dixwazin me bixin bin destê xwe, me teslîmî Ermenîyan bikin. Dîn ji dest dice, welat ji dest dice. Ez soza namûs û þerefê didim we ku em bi hev re weke bira li hemberê van kafiran derkevin, wan ji welat dûrxînin, emê weke bira bi hevre rûnin, mafên we bidin. Kurd û Tirk weke dost û bira wê bi hevre bijîn”. Bi vê axaftina xwe pirrê beþdaran qanî û qayîl dike. Di wê Kongirê de, ji 9 endaman komeke nûnerîyê tê kifþekirin ku ji wan sê heb Kurd bûn. Yek Hecî Mûsa Begê Xwêtî, yê duduyan Sadûllah Efendî yê Bidlîsî û yê sisîyan jî Þêx Fewziyê Erziromî bû. Mistefa Kemal bi vê hedef û armancê Kongreke din di navbera 4 û 11 Êlûnê sala 1919’an de li bajarê Sêwas’ê amade dike. Hinek hîle û xapên mezin di wir de jî dar dixe. Bi rastî ev liv û tevgerên Kemal ne bêfeyde û vala bûn. Hedef û armanceke mezin di bin wan gavan de hebû. Gelo çima ew Kongreyên xwe li Enqere û Îzmîrê saz nedikirin? M. Kemal xweþ dizanîbû di Kongra ku li bajarê Parîs’ê de hatibû amadekirin wê derheqê Kurd û Kurdistan’ê de hinek ferman û biryarên girîng bên dayîn. Hedef û armanca wî ew bû ku Kurdan bixapîne, wan xwestek û pêþnîyaza bipeliþîne. Gelo wê Kurd bi çi bixapandana? Belê bi hîs û dilînîya dîn. Lewra wî rind dizanîbû ku gelê Kurd gelek dîndar e, bi dîn û bawerîya xwe ve girêdayî ye. Dem hatibû 22’ê heyva Nîsana sala 1920’a, dewletên Hevgirtî dewleta Tirkan gazî bi bal Kongreya Parîs’ê kirin. Nûnerên Osmanîyan çûn Parîs’ê, bend û mercên wan hemû qebûl kirin. Di 10.08.1920’an de Peymana Sewr’ê erê kirin. Di benda 62 û 64’an de jî wê peymanê biryara hinek heq û mafan ji Kurdan re hatibû dayîn. Bi Sedemê vê peymanê, Þerîf Paþayê kurê Seîd Paþa (wezîrê derve yê kewn ) nûnerî û berdevîya Kurdan dikir, xwestek û pêþnîyaziyê Kurdan pêþkêþê Kongra Parîs’ê dikirin. Li ser vê bûyerê M. Kemal jehrîya dijminî û durûtîya xwe rijand, bi lez fît da axa û þêxên Kurdan yên ku di Kongra Erzirom û Sêwas’ê de bi soz û sonda þerek û namûs û dilîniya dîn xapandibûn- û kiþê ser Þerîf Paþa kirin. Di 22.12.1920’an de herkes ji hêla xwe ve têlgrafê ji Komîta Fransa ya Bilind re diþîne, nexweþîya xwe ji tevgera Þerîf Paþa re dîyar dike û neqayîlîya veqetandina ji dewleta Tirkan tîne ziman. Li ser vê rewþ û gavê Þerîf Paþa bi rêya rojnama ”El weqt” xwe ji nûnertî û berdeviya Kurdan paþve dikþîne. Di vê navberê de Xalid Begê Cibrî li Istenbol’ê dest bi hinek kar û xebatan dike, pêwendî û têkilîyan bi axa û mezinê eþîrê Kurdan re saz dike. Mistefa Kemal bi vê tevgerê agahdar dibe. Xalid Beg ji qolordûya Istenbol’ê surgûn û raweyî qolordûya Erzirom’ê dike. Li hêlek din Komela Bilindahîya Kurd ( Kurt Tealî Cemîyetî ) endamê xwe Nûrî Dêrsîmî di heyva Cotan’ê di sala 1919’an de diþîne herêma Dêrsimê. Nûrî Paþa li wir kar û xebatê dimeþîne û Kurdê wê herêmê ji fermandarîya Tirkan pêkanîna herdu bendên peymana Sewrê dixwazin. Mistefa Kemal di wê demê de jî dîsa rojîtî û hîlebazîyên xwe dimeþîne. Hinek axa û mezinên herêmê- weke Miço Axa, Diyab Axa, Ehmed Ramizî, Hesen Xêrî- bi nûnerîya Parlamentoyê, hinek din jî bi bertîla milk û zeviyan dixapîne. Hemûyan qayîl dike, dengê wan dibire. Di wê demê de cîhan dabaþa Kurdistan’ê re meþxûl e û li hêvîya dengê Kurda ye. Dewleta Tirk jî berê xwe dizîvirîne Dêrsimê. Di 15.02.1921’ê de li herêmê urfî îdarê îlan dike. Di 11.04.1921’ê de leþkerek giran diþîne ser herêmê. Gund û bajaran diþewitînin, zar û zêç û pîr û kalan dikujin. Serhildana Qoçgîr’ê, piþtî girtina herdu serokên serhildanê ( Elîþan’ê kurê Mistefa Paþa’yê Qoçgîrî û Heyder Begê mudirê qeza Umranîyê) di 19.06.1921’ê de bi hovîtîyeke mezin bi giþtî hate tefandin. Dewleta Tirk gef û tirsên wilo mezin li ser Kurdan de diþand ku di wê demê de êdî ti deng ji Kurdistan’ê derneket, lewra Kurd hem westîyabû, hem jî tirsîyabû. Mistefa Kemal ev rewþa hanê firset dît û li hemberê Yewnan û Dewletên Hevgirtî cenga xwe bi rehetî domand. Di 12.09.1922’an de Mutareka Mondros’ê erê kir. Piþtî wê, dewleta Tirk serkeftin bidest xwe xist. Nûnerên dewletên cîhanê di 10.11.1922’an de li bajarê Lozan’ê civîyan. Nêzikî deh mehan Konferansa wan domand. Li ser gelek dabaþên cîhanê yê girîng axaftin kirin. Dewleta Tirk di wê Konferansê de karî daxwazên xwe yên dijminî û zordestî bi wan bide qebûlkirin û pejirandin. Bi vî rengî heq û mafên Kurdan li wê hatin mandelkirin. Kurdistan bû parçek ji erdê dewleta Tirkan, peymana Sewrê bê hukum ma. Lêbelê di dabaþa Musil û Kerkûk’ê de çareserî li Lozan’ê ne hate dîtin. Vê leyîstoka dewleta Tirkan dil û hinavê gelê Kurd dîsa þewitand û anî xîret û halanê. Serbaz û zabitên Kurdan yên di leþkerîya Tirkan de bûn, bi serokatiya Xalid Begê Cibrî destbi tevgereke konevanî kirin. Di sala 1923’an de komelek bi navê ”Komela Azadî” saz kirin. Di demek kurt de li pirrþ herêm û bajarên Kurdistanê nêzikê 23 þaxên wê hatin vekirin. Dewleta Tirk jî di 29.10.1923’an de Komaretîya xwe eþkere kir û hilbijartina nûneran ji bo demek pêþ girt binê biryarê. Di serê sala 1924’an de li Istenbolê di navbera Tirkan û Ingilîzan de civînek ji bo çareserîya dabaþa Mûsilê hate sazkirin, gengeþî û axaftina li ser vê dabaþê davêjin tarîxa 06.08.1924’a. Yusûf Zîya, nûnerê kewn ê herêma Bidlîs’ê ku yek ji pêþ endamê Komela Azadî’yê bû, bi hiceta hilbijartina Parlementoyê dest bi gera li Kurdistan’ê dike. Hedef û armanca wî sazkirina yekîtî û hevgirtina di nav axa û mezinê eþîrê Kurdan de bû. Ji Istenbol’ê diçe bajarê Erzirom’ê, hefteyekê dibe mêvanê Xalid Begê Cibrî. Lêbelê ev tevger ji ber çavên Mistefa Kemal winda nabe. Mistefa Kemal li hemberê van gavên wan gavek din davêje. Hem ji bo ku sîyaseta wan derxe holê, hem jî ji bo çareserîyeke bi gora xwesteka xwe ji dabaþa Mûsil’ê re bibîne di 01.08.1924’an de ”Konferansa Dostîya Gelê Kurd û Tirk” li bajarê Dîyarbekir’ê amade dike. De wê konferansê de Fermandarîya Tirkan 6 þeþ heb daxwaz û pêþnîyazê Kurdan li hemberê yek daxwaza xwe qebûl dike. Xwesteka Fermandarîya Tirkan ev bû ku Kurd piþtgirîya Fermandarîya Tirkan di dabaþa(mesela) Mûsil’ê de bikin. Destek û qayîlîya xwe di vê bareyê de ji cîhanê re eþkere bikin. Xwestekên Kurdan yên Fermandarîya Tirkan qebûl kiribûn ev bûn: 1) Di herêmên Kurdan hemûyan de wê îdarê Kurdî yên taybetî werin sazkirin. 2) Wê dewleta Tirkan alîkarîya dirav û pera bi ker( qiredî ) ji Kurdan re bike. 3) Efûyeke giþtî ji bo girtiyê heps û zîndanan were eþkerekirin. 4) Heya pênc salan wê leþkerîya zorakî ji ser Kurdan were hildan. 5) Wê dadgehên Þer’î ( Îslamî ) werin sazkirin û çek û sîlehên ku dewletê ji nav Kurdan civandibûn, werin vegerandin. 6) Zabit û kardarên Tirk yên nebaþ û nehezkirî wê ji Kurdistan’ê werin rewekirin. Bi rastî ev kongra hanê xap û leyîstokeke pirr mezin bû ji Kurdan re hatibû sazkirin, lewra bi alîkarîya serokê eþîrên Kurdan dihat xwestin ku Kerkûk û Mûsil têkevin bin hukmê Komara Tirkan. Komela Azadî, piþtî vê kongrê di xebata xwe de, dilezîne di dawîya meha heyþta di sala 1924’an de Kongra xwe ya yekemîn li bajarê Erzirom’ê amade dike. Pirrê mezin û axayê Kurdistan’ê û serbazên Kurdan yên leþkerî tevlî wê kongrê dibin. Þêx Seîd’ê Paloyî di gel ku hetta wê rojê endamê Komela Azadîyê nebû. Lêbelê ji hêla serokê komelê Xalid Begê Cibrî ve hatibû gazîkirin. Di domahîya Kongra Azadîyê de du biryarên girîng têne girtin. 1) Ku serhildaneke giþtî û bi hevre were destpê kirin û bi vî rengî gava azadîya Kurdistan’ê were avêtin. 2) Alîkarîya maddî û wateyî ji Uris, Ingilîz û Fransiza were xwestin. Xalid Beg li Erzirom’ê karê xwe dimeþîne. Yusûf Zîya ji bo têkilî û pêwendiyan bi komik û komelên dijê Kemalîzmê re çêke, diçe Îstenbol’ê. Di wê navê de dewleta Tirk ji hêzê qolordiya xwe ya hefta ku li bajarê Diyarbekir’ê bû, alayiyeke leþker diþîne ser Suryanîyên herêma Hekarî’yê. Hêjmara alayiyê pêncsed peya bû. Pirrê serbaz û zabitên wan Kurd bûn, (weke Îhsan Nûrî, Rasim Xurþît, Tewfîq Cemîl, Rizayê birayê Yusûf Zîya) di binê emir û fermanên Komela Azadîyê de dimeþîyan. Yusûf Zîya aji Istenbol’ê têlgirafek bi þîfre ji wan re diþîne. Lê sed mixabin ew têlgirafê þaþ fêm dikin û di 04.09.1924’an de dest bi serhildana li hemberî Dewleta Tirkan dikin. Di demeke nêzik de dibînin ku li herêmên Kurdistanê yên din serhildana giþtî çênebû, wê demê bi þaþîya xwe dihesin û pirrê wan direvin Kurdistan’a Baþûr. Dewleta Tirkan hinek ji serbazan û hinek ji mirovên wan digirin û didin îþkencê. Bi pîlanên Komela Azadî dihese û dest bi girtina endamên Komela Azadîyê dike. Nêzikî 100 kesî ji endamê Komelê digirê. Mistefa Kemal bi sedemê erdhêjîna Hesen Qelþ tê Erzirom’ê, li wir zanîn û agahdarîyên derbareyê Komela Azadîyê de dicivîne. Gava ku vedigere Istenbol’ê, fermana girtina Yusûf Zîya û Xalid Beg dide. Di 20.12.1924’an de Xalid Beg tê girtin. Piþtî vê girtinê Komela Azadî serhildan û meþandina mesela Kurdistan’ê dispêre Þêx Seîd. Di ronahîya vê biryarê de Þêx Seîd di 27.12.1924’an de ji gundê xwe Qolhîsar’ê bi rê dikeve. Civîna xwe ya yekemîn di 04.01.1925’an de li gundê Qirikan çêdike. Gelek mezin, þêx û axayên Kurdan jî tevlî wê civînê dibin. Þêx Elî Rizayê kurê Þêx Seîd, ji sefera bazirganîya Helebê nû zivirîbû. Þêx Seîd bi rêzê ve tê Gimgim, Gonîk, Sulaxa, Darahênê, Licê, Hênê û li her derî kufra Kemal û rejîma wî dîyar dike, sitratejîya serhildanê datîne û serokên eniyên þer kifþe dike. Di gera wî de gelek mela, þêx û axa pê re hevaltîyê dikin. Þêx Seîd di 05.02.1925’an de bi sed siwarên bi çek û sîleh tê Pîran’ê, gundê birayê xwe Þêx Ebdurrehîm. Dewleta Tirk ji vê tevgera hanê gelek fikiran dike, gelek pîlan, xap û leyîstokan çêdike, li pirrê bajaran ajan û cehþan kifþe dike. Tezgaha komployekî ji bo hereketê datîne ku di berîya zemanê wê de bide teqandin, da ku bi ser nekeve. Dewleta Tirk 10 leþkerî bi pêþkêþîya serbazekî bi navê Hesen Husnî di heyþtê heyva Sibatê de diþîne gundê Pîran’ê. Ev serbaza ji Þêx Seîd teslîmkirina hinek însanên ku li cem dewletê bi mehkumî û qaçaxî hatine dirofkirin dixwaze. Çenda ku Þêx Seîd jê re dibêje ”ev mirovana ji bo min hatine vir, ez nikarim wan teslîmî we bikim, piþtî ku ez terim hûn dikarin wan bigrin”. Lê serbaz qayîl nabe. Þêx Ebdurrehîmê birayê Þêx Seîd, þelmaqekî li serbazî dixe û li ser wê bihevçûn derdikeve. Leþkerek tê kuþtin û serbaz birîndar dibe. Dewlet dabaþê gir dike. Þêx Seîd ji wir diçe gundê Serdê, li wir mecbûrê destpêkirina hereketê dibe. Di 13.01.1925’an de hêzên Þêx Seîd dest bi êrîþa li ser mal, dezgah û hêzên Dewleta Tirk dike. Piþtî ku Genc û Darahênê têne girtin, di 16’ê Sibatê de bajarê Licê dikeve destê wan. Þêx Seîd bi 10.000 mucahîd di bin fermandarîya Salih Begê Hênî de bi aliyê bajarê Dîyarbekîr’ê ve diçe. Di navbera hêzên wan û dewletê de gelek þer çêdibin, lêbelê hêzên dewletê xwe li ber wan nagirin. Di 28’ê Sibatê de hêjmara wan dibe 15.000, û xwe digihînin nêzikî Dîyarbekîr’ê. Pêwendî bi eniyên din re tên sazkirin, bi gelek êþîrên dora Dîyarbekîr re têkilî tên girêdan. Þêx Seîd di wê navê de ji Mehmûd Begê kurê Îbrahîm Begê Milî êrîþa li hêla baþûrî ve dixwaze. Pênc roja li hêvîya wan dimîne, lê mixabin ew tu êrîþê çênakin. Di 5’a heyva Adarê de hêzên Þêx Seîd êrîþ dikirin ser bajarê Dîyarbekîr. Eniyên þer li gundê Melekan hatibûn kifþekirin. 1- Amed, 2- Erxenî, 3- Çepexçûr, 4- Xerpût, 5- Gonîk. Þer di destpêkê de li her eniyê gelek pêþde çûbû. Pirrê bajaran ji destên dewletê hatibûn derxistin. Lêbelê Mistefa Kemal, pîlan û xap û hîleyên xwe meþandin. Serokwezîrê demê Fethî Okyar pê da îstîfakirin. Di þûna wî de Îsmet Înonu xist serokwezîr. Bi lez di 4’ê meha Adarê de qanûnek bi navê ”teqrîrussukun” derdixe û îlan dike. Dewlet hêzeke mezin yê leþkerî di navbera 25-35 hezarî de bi aliyê Amedê ve diþîne. Li herêmên Kurdistan’ê hemûyan ”urfî îdare” tê îlankirin. Bi rêya radyo û rojnaman bangeke wiha ji gel re diþînin: ” Ev hereketa Þêx Seîd leyîstoka Ingîlîza ye. Kî alîkariyê pê re bike, xayîn e û wê bi cirmeke mezin bête cirimkirin. Li ser vê li hêlekê hêz û quwetên dewletê êrîþê tînin ser Kurdan. Gule û bomban li ser wan dibarînin. Li hêlekê din xayîn û cehþên Kurdan, xiyaneta xwe eþkere dikin. Hinekan bi dewletê re li hêzên Þêx Seîd dixistin. Hinekan jî dest bi talan û parvekirina dûkan û malan dikirin. Gel ji van rewþ û tevgerên þaþ nexweþ bû, alîkarîya xwe paþve kiþand. Dewleta Tirk, Xalid Begê Cibrî û Yusûf Zîya bi darde kirin û ew xebera li Kurdistan’ê belav kirin. Moral û hêzên gel dan þikênandinê. Li alîyekî xebera xeniqandina wan hat, li alîyê din jî nêzikî 35 hezar hêzên dewletê yên alîkarîyê di 27’ê Adarê de gihîþtin bajarê Amed’ê. Mucahidên Þêx Seîd mecbûrê paþvekiþandinê bûn. Hêdî hêdî hatin þikestin û ji hev belav bûn. Þêx Seîd berbi aliyê Genc, Lice û Çepexçûr’ê ve çû. Li eniyên din jî, rewþ bi vî rengî bû. Di 8’ê heyva Nîsanê de Þêx Seîd û serokên eniyan, li Solaxan gundê Girvas’ê xwe gihandin hev, civîna xwe ya dawî çêkirin, þekl û xilasbûna ji leþkerê dewletê kifþekirin. Di vê civînê de biryara çûyîna Îran’ê dan. Hemû bi hev re di çiyayê Þerefdîn’ê re derbasî hêla Binanix’ê bûn. Ji ber ku pira Seyda li ber wan hatibû girtin, paþve dizivirin. Li nava Gimgim û gundê Tepe, di 14’ê Nîsanê sala 1925’an de li ser pira Ebdurrahman Paþa, Þêx Seîd û hevalên wî tên girtin. Þêx Seîd pêþta diþînin Gimgim’ê, paþê diþînin Çepexçûr’ê. Hespê wî yê boz jî diþînin Erzirom’ê, qeza Îlica’yê. Di 15’ê heyva Gulan’ê de wî bi hevalên wî ve hemûyan diþînin bajarê Amed’ê. Bi gora qanûna ”teqrîrussukun”ê du mehkemeyên Îstîqlalê têne sazkirin. Yek li Enqere, ya din li Amed’ê. Di 03.06.1925’an de Komela Bilindahîya Kurd hate girtin. Di 26.06.1925’an de Þêx Seîd û hevalên wî li bajarê Amed’ê derdixin mehkemê. Di 27.06.1925’an de Seyyîd Ebdulqadir, kurê wî û hevalek wî darde dikin. Di 29.06.1925’an de Þêx Seîd û tevî 46 hevalên wî li Amed’ê tên dardekirin. Heya dawîya meha heyþtan a sala 1925’an 327 kes li Amed’ê têne dardekirin. Zaîyat û telefên hêla Kurdan, heya girtina Þêx Seîd pirr hindik bûn. Lêbelê piþtî þehadeta Þêx Seîd, Dewleta Tirk dest bi xirabkirina gund û bajaran, þewitandina xanî, mal û metayan, kuþtina zar û zêç, pîr û kalan, sirgun, koçberkirin û qirkirinên bi hovîtî dike. Sîtemkarî û tirsek mezin bi ser Kurdistan’ê de tîne. Ew rewþa heta 1927’an berdewam dike. Di encama vî þerî de 14 bajar, 700 gund, nêzikî 9000 xanî tên wêrankirin. 50.000 kes tên koçberkirin, nêzikî 7.500 kesî davêjin zîndana, 660 kesî darde dikin. Hêjamara hêzên dijmin hê ku tevlî hereketê bûyîn, nêzikî 200.000’î bûn. Hejmara hêzên Þêx Seîd nêzikî 20.000’î bûn. Gelî bira, bi rastî ku mirov vê dabaþê ji serî de dikole û pê de tê, heya serhildana Þêx Seîd mirov rind dizane ka Þêx Seîd kî bû, qiyam û serhildana wî ji bo çi bû. Bi rastî serhildana Þêx Seîd ji serhildanên din cuda bû. Ew serhildana hem serhildana þeref û namûsê bû, hem serhildana ji bo ax û welat bû. Hem serhildana ji bo dîn û îmanê bû, hem ji bo tolhildan û derketina li hemberê zor û sîtemkarîyê bû. Lewra serhildana ji bo mal, ji bo can, ji bo welat, hemû serhildanên ji bo dîn in. Lewra parastina wan yek ji armanc û hedefên dîn e. Enceq ew kesên ku ji dîn fêm nakin dibêjin ku serhildana Þêx Seîd ne ji bo welat û Kurdistan’ê bûye, tenê ji bo dîn bûye. Bê guman ew qîyam û serhildan Kurdî û Îslamî bûye, ji bo dînê Îslam’ê û ji bo azadkirina Kurdistan’ê bûye. Gelek delîl û burhanên wê yên din jî hene. Bi destûra Xwedê emê di pêþhatîyê de li ser van dabaþan fireh bisekinin. Hereketa Îslamîya Kurdistan’ê jî dewama hereketa Þêx Seîd e. Ji bo dîn û welatê xwe xebat dike. Ji ber vê jî hertim dibe hedefa dijminên Îslam û dijminên Kurdistan’ê. Wek antîpropaganda li hember hereketa Þêx Seîd, antîpropaganda li dijî HÎK’ê jî çêdibin. Va carina bi devî dewleta Tirk û carina jî bi devê Kurdên nezan tê gotin. Ew dixwazin ku hêza Kurda perçe perçe bikin, da ku gelê me sernekeve û her tim bindest bimîne. |
|||||||||||||||
|
|
| Konu Araçlarý | |
| Mod Seç | |
|
|
|
||||
| Konu | Konuyu Baþlatan | Forum | Yanýt | Son Mesaj |
| Serhildanên Gelê Kurd û Berdêla Azadîyê -I. 2.3.4.5.......22 | marksdede | Zanisti | 33 | 22-01-2008 09:29 PM |
| Di jiyana rahîban de çanda serhildanê | PCkopat | Beþa Rojane | 0 | 01-10-2007 09:31 AM |
| Gundîno werin dîlanê-koma çiya | rubar | Kürtçe Lyrics | 5 | 19-02-2007 02:09 AM |
| Peymana Lozanê | berxwedan | Dirok | 2 | 13-12-2006 03:42 PM |
Bir Forum sitesi
olduðumuzdan, kullanýcýlar önceden onay almadan her türlü görüþlerini yazabilmektedir.
Yazýlanlardan dolayý oluþabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanýcýlara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykýrý herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
Ýletiþim'e bildiriniz.
Mesajýnýz incelenip, kýsa bir süre içerisinde gereken müdahale yapýlacaktýr.