Bydigi Forum
Geri Git   Bydigi Forum > Kürtçe Forum > Foruma Kurdi > Çandi Giþti

Kayýt Ol SSS



 

 

LinkBack Konu Araçlarý
Eski 01-11-2007, 10:57 AM   #1 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: May 2006
Konum: Aydýnlanmak Acýdan Kaçmak Deðil, Acýyý Anlamaktýr.!
Yaþ: 26
Mesaj: 13,309
Üye No: 2663
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 129832
Rep Puaný : 12981698
Rep Derecesi
tubiranes has a reputation beyond reputetubiranes has a reputation beyond reputetubiranes has a reputation beyond reputetubiranes has a reputation beyond reputetubiranes has a reputation beyond reputetubiranes has a reputation beyond reputetubiranes has a reputation beyond reputetubiranes has a reputation beyond reputetubiranes has a reputation beyond reputetubiranes has a reputation beyond reputetubiranes has a reputation beyond repute
Arrow Adarname


Adarname

[8ê Adarê, 12ê Adarê, 21ê Adarê - Newroz, ...distan û Mîkro Federasyon]


Heyva adarê adeta bû meydana þahî û pîrozîya, þîn û behîya. Li milekê bîrînana rojên têkoþînan, li milekê serhildan û berxwedanên balkêþ, li milekê seramonîyên fermîkirina belgeyên dewletî û herweha aksîyona Newrozê û bizava hilbijartinên þehridarîya 28ê adarê li Kurdistana Bakur û Tirkîyeyê, rojeva Kurdan bi giþtî dagirt û miþt kir… Kurdan ji serê meha adarê were nikarî serê xwe bixwurînin û di navbeyna aktîvîteyan da hatin û çûn; li wê þîn û behîyê, li wê þahî û pîrozîyê, adeta rojên wan bi bezê ve borîn. Adarên hersal wisa ne, lê di adara evsale da bûyer ketin ser bûyeran. 8ê Adarê ”roja jinên rencdar yên cîhanê” ye û kiçên Kurd, dayîkên Kurd, tevayî jinên Kurd hazirîya wê rojê dikirin ku hem bi bîr bînin, hem jî xwastek û daxwazên xwe pêþkêþ bikin ku bîr û rehîya navxweyî û derveyî, li ser pirs û pirsgirêkên xwe yên ”mirovî û cinsî”, serwext û agahdar bikin.

Midehekî dirêj e ku ”jina Kurd” di nav bizava azadîya ”dayîka mezin”, ”dayîka niþtiman”, anku Kurdistanê da ye! ”Dayîka niþtiman” pîroz e, di berda her tiþt tête dan! Jina Kurd, berî li xwe, li dayîka hemû niþtimanîyan, li ”dayîka niþtiman”, li Kurdistanê xwudan derdikeve. Wekî navê ”dayîka niþtiman” tête bi lêv kirin, balkêþ e, belêm operaya bi navê ”Dayîka Niþtiman” ya ku salekê berî Komara Mahabadê, di Adara 1945ê da li Mahabadê hatîye leyistin tête bîra mirov! Niþtiman, anku dayîk, girtîye, êxsîr e, bindest e, divêt ji bindestan bête azad û rizgar kirin. Grûbek ji endamên Jêkafê (Komela Jîyana Kurdistan) ev opera amade kirin û li Mahabadê leyistin. Misyon û temaya operayê “nasyonalîzma Kurd” bû.

Di sehneyê da, ”Dayîka Niþtiman” anku Kurdistan destgîr e, bi qeyd û zincîran girêdayî ye, dîl e û paþê jî zarokên vê dayîkê, zarokên ”Dayîka Niþtiman”ê xwe diavêjin ber çeperan û ”dayîka niþtiman” ji destê zaliman rizgar û azad dikin. Opera baleke gelek germ û bilind dikêþe û seyirvan bi deqîqeyan li ser pêyan li çepikan didin û sloganên Kurdperwerî û niþtimanperwerîyê diavêjin. Di navbeyna ”Jin” û ”niþtiman”da kontakeke gelek dîrekt, xwezayî û sentîmental heye û ”jina Kurd”, wekî dayîkek, li ”dayîka niþtiman”, anku jin, mêr li dayîka hemû welatîyan, hevniþtimanan xwudan derdikeve, di ber da xwûna xwe, jîyana xwe feda dike. Jina Kurd, xwudanê tradisyoneke têkoþer, bi fedakarîyeke mezin mafên xwe dayne paþ, armanca rizgar û azadkirina ”niþtiman” daye pêþ, bi dil û daxwaza xwe neheqî li ”xwe” kirîye, maf û azadîyên xwe fedayî têkoþîna azadîya welatê xwe kirine. Belêm, ”mêrê Kurd” ev fedakarî, cisaret û hêjayîya ”Jina Kurd” qet nezanîye, ”desthilata xwe” digel vê jina fedakara jîyanê bahrve nekirîye! Jina Kurd, digel hemû zor, zehmet û dijwarîyên jîyanê û sîtema ”mêrê Kurd”, di þertên evro da jî, di her 8ê Adarê da, hem doza mafên xwe yên ”cinsî” dike, hem jî xwezî û daxwazên welatê xwe bi dengekî bilind dibêje. Jina Kurd, wekî dayîka þehîdan, dayîka girtîyan, dayîka têkoþerên doza Kurdistanê, li meydanan hawarê dike, dijî zordarîya rejimên kolonyalist têkoþînê dide, lê herweha haj xwe jî bûye, dijî ”desthilata mêr” jî derdikeve û di berterefkirina adet û tradsiyonên kevnare da xizmeta pêþkevtina civat û welatê xwe dike.

Tam di vê rojê da, di 8ê Adarê da li Bexdayê, ”Makqanûna demkurt ya Iraqa Federal” jî bi seramonîyeke fermî ji alîyê rêvebirîya nû ya Iraqê ve, -ku di serî da berpirsiyarê Amerîkayê, yên Erebên Þiî û Sunî, Kurd, Asûrî-Kildanî û Tirkmen têda ne-, hate îmza kirin. Ev seramonîye, bi ihtimaleke mezin tesadufen rastî vê ”roja jinên rencdar yên cîhanê” hat. Bi tesadufî jî be, rasthatineke balkêþ bû. Ji ber ku 8ê Adarê, li timamî cîhanê wekî roja têkoþîna azadîya mafên jinan tête pîroz kirin. Ew belgeya li Iraqê hatîye îmza kirin jî, piþtî dîktetorîya çilsale ya rejima Beas-Seddam, demekî nû û ber bi demokrasîyê ve dide dest pê kirin li Iraqê. Di wê belgeyê da, hem bi kem û kêmî jî be, maf û azadîyên mînîmal yên Kurdan, hem jî li ser tixûbên tengkirî jî be cografyaya Kurdistanê di bin îdareya Kurdan bi xwe da, têne qebûl kirin û fermî kirin. Lewma, di rojeke pîrozîya bîrînana têkoþîna maf û azadîyên “jin”ê da, îmzakirina wê belgeya ku azadîyên Kurdan jî îfade û garantî dike, 8ê Adarê ji bo jinên Kurd bihadartir dike.

Di vê nivîsarê da em dê çar bûyerên giring yên di adarê da pêkhatî, wekî “nameya adarê” rave bikin, bisengînin û biha bikin.
* “makqanûna demkurt ya Iraqa Federal” ku di 8ê Adarê da hate îmza kirin
* 8ê Adarê, ku “roja jinên rencdar yên cîhanê” ye
* 12ê Adarê, berxwedana Qamiþlo û Kurdên Sûrîyeyê
* 21ê Adarê, ku cejna Newrozê ye

I.
Kurdistana Mîkro Federal

Bi makqanûneke demkurt jî be, li Iraqa nû, îmzakirina belgeyeke hevpiþk, bi serê xwe gaveke pozîtîv û pêþve ye. Proseseke bi vî rengî berî salekê, -berî 9ê Nîsana 2003ê- nedihate xiyal kirin. Lê evro êdî realîteyeke Iraqa nû, rojhilatanavîn û timamî cîhanê ye. Iraqa nû, bi hêza dînamîkên xwe yên navînî bi dest ve nehat. Hêza dînamîkên derve domînant û encamgir bû. Ji ber hindê, di plankirin û dîzaynkirina Iraqa nû da, rola dînamikên derve bi giranî dibe. Hêza derve jî, herçend koalisyoneke navneteweyî hebe jî, gelek aþkera Amerîka ye û ew xwudan desthilat e. Di avakirina Iraqa nû da projeya Amerikayê bû bingeh û li ser wê projeyê Iraqa nû tête ava kirin: Iraqa Demokratîk û Federal. Di vegirtina Iraqê da, ji nav dînamîkên navînî tinê Kurd xwudan hêz bûn û roleke mezin jî leyistin. Armanca Kurdan û projeya Amerîkayê tinê di „navê projeyê“ da hev digirt, lê di naveroka projeyê da, dîtin û xwastekên Kurdan û nîyetên Amerîkayê tam neketin serhev. Ji xwe Erebên Þiî û yên Sunî li gotina „federal“ jî gelek germ nebûn û bi zehmetî hatin qani kirin ku hêj jî nerazîbûna xwe didomînin. Di nav kêmanîyên biçûk da Suryanî-Kildanî tifaqdarên Kurdan bûn, lê Tirkmen bûne darûdesteyê dewleta Tirkîyeyê û þûna ku maf û berjewendîyên xwe biparêzin, bi armanc û xwastekên dewleta Tirkîyeyê ve rabûn. Di riberiza „federalîzmeke çawan“ da ji „alî“yan tinê Kurdan çarçoveyeke makqanûnî amade kirin û xwastekên xwe formûle kirin. Lê belê, ji ber ku Kurd di nav xwe da duser bûn, nikarîn wê belgeya xwe di maseya bazarê da bi ser bêxin. Li milekê, dijberîya Ereban, ya Tirkmenan, li milekê jî hem Iran, Sûrîye û hem jî Tirkîyeyê destwerdanên provakatîv kirin ku prosesa zelalkirina çarçoveya makqanûna demkurt têkbidin.

Di rewþeke wisa da, Amerîkayê jî balansa navxweyî ya Iraqê bo xwe kire binasekî sereke û di encam da çarçoveya xwe bi „alî“yan da qebûl kirin. Li goreyî vê belgeya ku Amerîkayê bi Kurd û Ereban daye îmza kirin, federalîzm di serê pîramîda “dewleta sentral” da tête qebûl kirin. Belêm cografyaya Kurdan, anku Kurdistan, ji alîyê tixûbî ve hatîye teng kirin. Pirsa Kerkûkê, ku bûye „namûsa“ xwastek û armancên Kurdan, hatîye hilawîstin û paþxistin. Ji vê „nezelalî“yê xuya dibe ku çareserîya Kerkûkê û herweha Xaniqîn, Mûsil û Þingarê dê di salên bêt da bi balansa navxweyî bête hel kirin, ku hingê “hêz û þiyan” û konjonktûra navxweyî, ya navçeyê û ya navneteweyî tayînker dibe. Kurd heke heta hingê xwe serûber bikin û kartên bazara polîtîk di destê xwe da saxlem bikin, dikarin xwastekên xwe bi ser bêxin. Belêm, halêhazir ev rewþa nezelal, potansîyelen tehlîkeyan di nav xwe da disitirîne, ku dê di paþerojê da bibe serê arêþe, giriftarî û alozîyên dijwar. Di vê belgeyê da tiþtê bi pozîtîvî hatîye piþtrast û misoger kirin, fermîkirina tixûbên 1992ê, anjî bi gotineke dî, tixûbên paralela 36ê ne. „Rêvebirîya Kurdistana Iraqê“, bi îmzakirina vê makqanûna demkurt, hem di nav Iraqê da, hem jî di meydana navneteweyî da fermîyet wergirt, ku eve bi serê xwe di þertên heyî û evro da, di konjonktûra rojhilatanavîn û cîhanê da, relatîven destkevteke gelek giring e. Êdî Iraq, dewleteke, komareke federal e. Di nav vê dewleta federal da, Kurdistan jî cografîyen, anku bi navê xwe „xwudanê îdareya xwe“ye.


Li vê derê, bêyî ku bikevin nav detayan, em dê li ser çar xalên giring rawestin:

* Tixûbên paralela 36ê, ji Dihok, Hewlêr û Silêmanîyê pêktên. Ev xale, ji alîyê fermîbûna navxweyî û navneteweyî ve, bi navê Kurdistanê, bi parlement û hukumeta Kurdistanê ve gaveke pêþ û giring e. Lê belê, ji alîyê hêz û þiyana Kurdan ya di vegirtina Iraqa nû da, li ber rol û berpirsiyarîya Kurdan ya beramberî Iraq, rojhilatanavîn û cîhanê ya di warê ewlehîyê da, gaveke li paþ e. Binasê sereke jî, dubendî û duserîya Kurdan bi xwe ye. Kurdan bi vê berbelavî, duserî û dubendîya navxwe, nikarîn hêz û þiyana xwe, rol û berpirsiyarîya xwe ya pozîtîv vegêrin destkevteke mezintir ku bigihin tixûbên rastî yên Kurdistana Baþûr. Di vî warî da, rêvebirîyên polîtîk yên Kurdistana Baþûr, nikarin xwe li paþ mazereta „konjonkturel ya rojhilatanavîn, ya nav Iraqê û navneteweyî“ veþêrin. Ji ber ku, heke rêvebirîyên „zer“ û „kesk“ di parlement, hukumet û hêza asayiþî da xwe kiriban yêk, da pozisyona xwe xurttir bikin û bi vê hêza yêkgirtî ya navxweyî, dikarîn çarçoveya destkevtên xwe firehtir bikin. Pêþniyara hevrayî ya „desthilatên zer û kesk“ ya „makqanûnî“ bo Iraqê jî, di pozisyoneke „duserî“ da hate kirin, lewma giranîya ku jê dihate hêvî kirin, nîþan neda. Erebên Þiî û Sunî, soz û biryarên ku di demê „opozisyonî“ da dayî, di vê rewþa nû da, ji bîr kirin û ji „duserî“ya Kurdan jî gelek baþ istifade kirin û pêyên xwe li ber teklîfên Kurda asê kirin û bi vê helwestê jî, rê li ber Kurdan birîn. Amerîka ji xwe di bin fiþara dewleta Tirkîyeyê da bû û ev dijîtîya Ereban bo xwe kire binasek konkret û mil neda planê Kurdan. Amerîkayê ev pozisyona xwe ya goya „bêalî“ di lehê Kurdan da bi kar neîna. Eve wekî paradoksekê dê bête dîtin, lê di encam da Amerîkayê rola xwe ya „bêalî“tîyê li goreyî berjewendîyên xwe bi kar îna, „etîk“ raman nekir û ew hevkarîya stratejîk ya Kurdan ya di vegirtina Iraqê û hilweþandina rejima Seddam û hetta girtina Seddam bi xwe da, li ber çavan negirt. Evro, piþtî “azadkirina Iraqê”, baþ xuya dibe ku, Amerîka li goreyî stratejîya xwe ya bi navê “projeya rojhilatanavîn ya mezin”, -qet nebe di roja evro da-, naxwaze, “guhorînên gelek, anjî ultra radîkal” pêkbîne li rojhilatanavîn. Ji ber ku armanca xwe ya mezin û stratejîk bi dest ve înaye, rejima Beas-Seddam hilweþandîye û Iraqa nû li goreyî daxwazên xwe ji nû ve organîze û dîzayn dike. Piþtî kontrolkirina vî çeperê stratejîk, Amerika dixwaze statûkoya heyî êdî bi metodên li goreyî xwe “rasyonel”, biguhore, di demekî fireh û dirêj da pêkbîne, bi gotina xelkî, bi sebir û bêhna fireh, “berên statûkoyê” bi lihazeyan [manîvelayan] ji cih bike. Ev “hêdî bizivîna” Amerîkayê û “leza Kurdan” hev nagire. Ji ber hindê jî Amerîka di pratîka Iraqê da wekî planê xwe realize dike, Iran, Sûrîye û Tirkîyeyê jî raman dike û li goreyî vê konsepta xwe “hêdî” gavan diavêje! Li ber vê pozisyona Amerîkayê, plan û projeya ku bi navê „makqanûna demkurt“ hatîye qebûl û îmza kirin, ji alîyê Kurdan ve helbet gaveke pêþ e, serkevtinek e, lê belê di eynî demî da destkevteke “paþve” ye jî. Ev encama paradoksal, herweha paradoksa Kurda jî nîþan dide. Di þertên „nebûnîyê“ da bi destêxistina van mafan helbet hissîyata Kurdan germ, geþ û têr dike.

Belêm, li goreyî têkoþîna Kurdan, bi serxwe ve hatin û organîzebûna ji 1992ê were, destkevtek mezin li meydanê nîne. Ji alîyê cografî ve tixûbên tengkirî, ji milê polîtîk û ekonomîk ve jî desthilateke tixûbkirî li ber çav e. Fermîbûna vê çarçoveyê, "paþve" jî be, helbet serkevtinek e û destkevtek e! Di serkevtin û destkevta evro ya “paþve” da, berpirsiyar hêzên desthilatdar yên „zer“ û „kesk“ in. Van hêzên xwudan desthilat, ne dezgehên wekî parlement, -gerçî parlement bibû yêk, lê formel bû, ne fonksiyonel bû-, hukumet û asayiþê, -ku temsîla hêza neteweyî dikin-, kirin yêk, ne jî rê dane „hêza sivîl“ ku daxwaz û xwastekên xwe yên mezin û firehtir bilind bikin. Xelk bi timamî li ser armanc û navê “federasyonê” hate manîpûle kirin û ji xwe alternatîvên dî yên wekî, “serxwebûn”, anjî “konfederasyon”ê qet nehatin bi lêv kirin. Ji axivtinên ajîtatîv yên li ser “mafê Kurdan yê serxwebûnê jî heye” pêve tiþtekî pratîk nehate kirin. Keys nehate dan ku xelk bi azadane hemû alternatîvan riberiz bike, ku heke ev keyse hatiba dan, ku grûb û kesên alternatîvên “serxwebûn” û “konfederasyonê” diparêzin jî propaganda û ajîtasyonê bikin, xelk da gelek bi zêdehî ve rehîya xwe ji bo serxwebûnê dîyar bike. Di demekî gelek teng û direng da rêdana organîzebûna hêza sivîl ya „ji bo referandûmê komkirina îmzayan“ jî, -ku nêzîkî milyonek û nîvan îmza komkiribûn-, di rewþeke wisa da nedikarî guhorînekê pêkbîne. Ji xwe hêzên desthilatdar, yên “zer” û “kesk”, hêz û þiyana Kurdên parçeyên dî û yên diasporayê qet nedan ber çav û guhên xwe, têkilîyeke xurt û berwer digel wan nedanan, hêza wan ji bo piþtgirîya xwe nedan mobîlizekirin ku di bazara digel Amerika û Ereban da xwe pê saxlem, xurt û qaîmtir bikin. Digel hindê jî, parçeyên dî yên Kurdistanê û xelkê Kurd yê li diasporayê, bi timamî ji ber bîr û bawerîyên xwe yên paqij û bijûn yên welatperwerî û neteweperwerî piþtevanîya Kurdistana Baþûr û rêvebirên wan kirin ku ya rast jî ew bû.

* Zimanê fermî yê Iraqa nû, bi vê belgeyê pêve dibe Erebî û Kurdî. Helbet zimanên kêmanîyên dî jî, Asûrî-Kildanî, Ermenî û Tirkmenî jî di perwerdeya wan bi xwe da dê bête bi kar înan. Belêm, Kurdî û Erebî dê bi hev ra di belgeyên „dewletî“ da bêne bi kar înan; di paseport, pûl û kaxezên bankê da. Di parlemento, dadgeh, hukumet û „konferansên fermî“ yên dewletê da Kurdî û Erebî dê digel hev bi kar bên. Li dezgehên “federal” yên li navçeya Kurdistanê jî, Erebî dê bête karînan. Rojnameya fermî ya dewletê jî dê bi Kurdî û Erebî bête weþandin... Bi vê xalê ve, zimanê Kurdî êdî, ji statûya zimanê xelkekî bê dewlet derdikeve, dibe zimanê dewletê, di organ û mekanîzmayên dewletê da fermî û fonksiyonel dibe, ku eve di nav "destkevta tixûbteng" da, destkevta herî mezin e, ku zimanê Kurdî dikeve nav mekanîzmayên navdewletî jî.

* Hêza polîs û asayiþa navxwe, -navê hêza pêþmerge nabore-, têne parastin. Eve herwekî xala li ser „ziman“î gelek giring e, ku Kurdistan timamî ewlehî û asayiþa xwe dê bi hêzên xwe yên xwumal biparêze.

* Helbet di referandûmeke ji bo makqanûn anjî qanûneke giþtî da, hebûna mafê “vetoyê” jî, ji bo Kurdan “garantîyeke” giring e. Bi vê yêkê, rê li ber otorîteya "nifûsa boþ û mezin" jî tête birîn, ku di warê parastina mafên "neteweyî" û "etnîkî" da, destê "kêmanîyan" xurt û qaîm dike û herweha binaxeya demokrasîyê jî saxlem dike.

Di çarçoveya giþtî da, qebûl û îmzakirina vê belgeyê, „makqanûna demkurt ya Iraqa Federal“ hem ji bo Ereban, hem jî ji bo Kurdan û kêmanîyên dî, piþtî dîktetorîya Beas û Seddam, „azadbûnek e“, „rizgarbûnek e“. Li alîyê dî, vê federalîzmê belkî Ereb û kêmanîyên dî yên biçûk, Asûrî-Kildanî, Ermenî û Tirkmen razî kirin, þa kirin, belêm Kurd ne “gelek” razî ne, ne jî “gelek” þa ne! Federalîzma evro, li goreyî têkoþîna Kurda, rol û giranîya wan ya di hilweþandina rejima Beas û Seddam da, di avakirina Iraqa nû da, ne layiqî Kurdan e. Tiþtekî aþkeraye ku pêþengîya demokrasî û ji nû ve avakirina Iraqê Kurdan kirin, lewma ew hêjayî statûyeke mezintir bûn. Ji ber hindê, çarçoveya federalîzma Iraqa nû, ji alîyê maf û azadîyên ekonomîpolîtîk û cografî yên Kurdan ve teng e. Lê belê, „qencê xiraban“ e, „ehwenî þer“ e! Lê di prosesa azadîya Kurd û Kurdistanê da, gaveke bihadar e, çiku di ber da bedelên giran hatine dan. Binaxeya vê destkevtê saxlem e, destkevteke helal e, ji ber ku di bin da ji xwûn û renca paqij ya xelkê Kurd pêve tiþtek dî nîne. Di vê prosesê da, hêza xelkê Kurd, digel hemû þaþî û kêmasîyan û destkevteke “paþve”jî be, ji alîyê di serî da PDK û YNKê û partî, grûb û þexsîyetên jîr yên Kurd ve, hate organîze û mobîlîze kirin. Lewma ew hemû jî hêjayî rêz, vîn û pîrozîya herî ji dil in. Rewþ û statûya nû, ji bo bi destêxistina armanc, xwezî û daxwazên mezintir, gaveke gelek giring e û tête hêvî kirin ku qet nebe ji evro pêve, organên giring yên dewletbûnê, yên wekî parlement, hukûmet, polîs, pêþmerge, anku timamî hêzên asayiþî, daîre û dezgehên dî yên fermî, bêne yêkkirin, daku ev “destkevte” bête mezintir kirin, ku têhnekê bide derûdorê xwe jî!

Lê belê, digel hemû bihazanîna “têkoþerîya rêvebirên xelkê me”, divêt aþkera bête gotin ku, di vê „makqanûna demkurt ya Iraqa nû ya federal“ da, „Komara Iraqa Demokratîk û Federal, ji du komarên federal, Komara Federal ya Kurdistanê û Komara Federal ya Erebî, pêktêt“ naête gotin. Binê termê „Hukûmeta Kurdistanê ya Regîonal“, -Kurdistan Regional Government-, anku „navçeyî“ anjî „herêmî“ tête xîç kirin. Ji ber hindê, hewceye ev rewþa nû, li goreyî „senga xwe“ bête mana kirin, ne kêm, ne jî zêde! Di çareserîya problema Kurd û Kurdistanê da, helbet ev belgeya nû ji gelek alîyan ve ji peymana 11ê Adara 1970ê pêþvetir û konkrettir e, lê ji federalîzmên hevnimûne yên li cîhanê jî paþvetir e. Navê „regîonal“ herçend ji alîyê rêvebirîyên polîtîk yên Kurdan ve wekî „federasyon“ tête tercume û mana kirin jî, lê encama ji bo Kurdistanê derketîye meydanê, di navbeyna „otonomî û federasyonê“ da ye, anku ji otonomîyê pêþvetir, anjî „makro otonomî“, ji federasyonê paþvetir, anjî „mîkro federasyon“ e. Tixûb û çarçoveya ji bo xelkê Kurd û welatê wan Kurdistanê hatîye vebirîn, mixabin ku têrker nîne. Heke li ser vê encamê „hissî“ bête rawestan, hingê helbet mirov dikare bêje ku, „serkevtineke gelek mezin e“! Belêm, heke lojîk û objektîv bête raman kirin, mirov nikare rêvebirîyên polîtîk yên Kurdistana Baþûr, spesîfîken di bazarkirina vê makqanûna demkurt da, gelek serkevtî bibîne. -Ku yêk ji endamên Kurd yê „Rêvebirîya nû ya Iraqê“ Dr. Mehmûd Osman jî kêm zêde di vê çarçoveyê da gazinde dikirin-. Ev, -bi gotina herî nerm-, kêmasîya wan, wekî hergav tête dubare kirin, ji dubendî û duserîya wan têtin. Fatûra vê „kêmasîyê“ jî ji bo xelkê Kurd tête birîn, ku bedelê wê jî ne sivik e!

Bi nav kirina statûya Iraqa nû, wekî „Komara Demokratîk, Plûral û Federal ya Iraqê“, di „ji nû ve dîzaynkirina rojhilatanavîn“ da, kilîl e. Bi taybetî welatên cîran, yên ku Kurdistan dagîr kirî, li ber vê nimûneya Iraqa nû, an bi hêza dînamîkên navxweyî, anjî bi hêza dînamikên derveyî, mecbûr in xwe biguhorin. Vê prosesê dest pê kirîye û zû an direng dê encaman biafirîne! Nîþan û werarên vê yêkê têne dîtin. Tirkîye, Iran û Sûrîye, piþtî „dîzayna nû ya li Iraqê“ nikarin statûkoya xwe ya kevnare bi israr bidomînin û biparêzin. Rewþa Iraqa nû ji vî alî ve dê bibe binasekî guhorînê, bibe modelek. Hem Amerîka, hem jî Yêkitîya Ewrûpayê û welatên dî yên „demokratîk“ dê hergav nimûneya Iraqê bidine ber çavên Iran, Sûrîye û Tirkîyeyê. Iraqa nû û statûya nû ya Kurdan, dê ji bo Kurdên parçeyên dî jî bibe motîvasyonek û modelê mînîmal çareserîyê. Statûya evro ya Kurdistana Baþûr, ji bo parçeyên dî jî, êdî di bazara digel dewletên dagîrker da, „xeta sor“ e. Mînîmûm çareserî ev e û li ser vê „mînîmalîte“yê dê zêdehî bête kirin, heke hêz û þiyan hebe helbet! Tête hêvî kirin ku, rêvebirîyên polîtîk yên Kurdên baþûr, ji tecrubeyên heta evro dersê wergirin, di demê „salnameya prosesa makqanûn û hilbijartinan“ da, ku heta dawîya 2005ê hatîye plan kirin, xwe bi hêztir bikin, ya herî giring dawî li vê „duserîyê“ bînin, ku bikarin çarçoveya mafên xelkê Kurd firehtir bikin û tixûbên Kurdistanê bigihînin ser rastî û heqîyê.

Di encam da; di serê vê sedsala bîst û yêkê da, mîkro jî be "federalîyek" hatîye bi destêxistin. Ev tabloya ku ji 92ê were derketîye meydanê, êdî çêbûn û gihiþtina navika dewletbûnê ye. Di vê dewletbûnê da du sembol, ku yêk ji wan, anku ziman, hebûna neteweyekê nîþan dide, ya dî jî, anku "alaya perçem" ku ew jî objektîven temsîla neteweyekê dike, di nav "reelpolîtîk"a dinyayê da, di nav tixûbên "fermî" yên Iraqa federal da jî be, bi navê xelkê Kurd û welatê wan Kurdistanê, fermîyet wergirtine ku ew jî du ala ne; ziman ku alaya dengîn e û alaya çar reng ya Kurdistanê. Ev dewleta navik, piþtî vê belgeya hevpiþk ya digel Ereban hatîye îmza kirin jî, ji bo armanca serxwebûna Kurdistanê, bo avakirina dewleta serbixwe ya Kurdistanê, zemîneke, qonaxeke, divêt bihayê wê bête zanîn û bi berpirsiyarî bête parastin û herweha bête pêþve birin. Lewma, digel hemû kem û kêmî, teng û biçûkîya çarçove û statûya vê destkevtê û herweha digel þaþî û kêmasîyên rêvebirên polîtîk yên Kurdên baþûr, ev hebûn û avabûna Kurdistana Baþûr, divêt ji alîyê hemû Kurdan ve bête destek kirin, ku ji xwe piþtevanîyeke xurt, aktîv û dînamîk jî, gelek vekirî û ji nîveka dil tête kirin.

II.
Roja jinan

8ê Adarê, roja jinên rencdar yên cîhanê ye. Hem jinên Kurd, hem jî bi tevahî xelkê Kurd, ku wekî xelkekî bindest û hevqeder yê ”cinsê bindest” e, vê rojê ji nîveka salên ’70î were pîroz dikin. Di wan salên heftêyî da, pîrozkirina 8ê Adarê bi serê xwe aksîyoneke þoreþgerî bû. Afîþ hilawîstin, meþîn, kombûn an panelek amadekirin, anjî ”þevek” pêkînan, bûyerên mezin bûn. Li ser wan çalakîyan êriþa polîsî, girtin, îþkence û midehekî dirêj di hefsê da man, adeta ”rûtîn” bû. Bizavên neteweyî yên Kurdan ev roj li goreyî mana û naveroka wê ya þoreþgerî pîroz dikirin. Ji milekê ve, rewþa jina Kurd û hemû jinên rencdar yên cîhanê dihate gotûbêj kirin, li milê dî, ji ser vê roja jinan, bindestîya xelkê Kurd, zulm û zordarîya rejima kolonyalîst ya Tirkîyeyê û berxwedana bizava neteweyî ya xelkê Kurd dihate îfade kirin. Bizavên neteweyî, bi minasebeta vê rojê têkoþîna xwe xurt û gurtir dikir. Li salên ’70î xwandekar û ronakbîrên Kurd di destpêkirin û hûnandina bizava neteweyî ya organîze da, hemû bihayên þoreþgerî yên navneteweyî wekî bihayên têkoþîna xwe qebûl dikirin û bi vê bawerîyê di her bîrhatina wan rojan da aktîvîteyên cuda organîze dikirin. Eve bibû tarzekî xebat û têkoþînê û herweha tradisyonek ava kiribû. Di pîrozîyên van rojên navneteweyî da, bizavên neteweyî yên Kurd, li ser naverok û mesajên ”unîversal” yên van rojan gelek sadiq diman û ew roj bi rêzdarîyeke hêjayî xwe bi bîr tînan.

Boçi roja jinan

Ji destpêka civatên çîn û navçînî were bahra pitir ya mirovahîyê bi gotina herî sivik, ”ezîyetê” dikêþe. Destpêka dîroka civatên çînî, herweha destpêka bindestbûna ducare ya ”cinsê jin”ê ye jî. Di her civatên çînayetî da, çîna serdest, ”kast”eke, ji nav hejmara mezin û boþ ya civatê, grûba herî biçûk e, lê bahra mezin ya ”heyîtîyê” di destê xwe da digire. Bi vê zengînîyê, aletekî xurt yê ”desthilatê” ava dike û bi vê mekanîzmayê, serdestîya xwe li ser piranîya civatê didomîne. Di vî sîstemê zalim da, herdu cinsên rencdar yên mirovahîyê, ”mêr û jin” bindest in. Lê belê, wekî cinsê ”afirandêr”, anjî maka jîyanê, ”jin” ducare bindest e. Ev bindestîya jinê, hem di nav çîna serdest da, hem jî di nav çîna bindest da, helbet li goreyî rewþ û karekterîstîka xwe, heye. Di vî sîstemê nedadyar da, jin hem wekî ”mirov” bindesta sîstemê rencxwar e, hem jî bindesta ”cinsê mêr” e. Hem jina çîna serdest, hem jî jina çîna bindest, di bin ”otorîteya mêr” da ye. Ji du çînên cuda, ji du rewþ û þertên cuda, muþterekîyeke ”cinsê jin”ê derdikeve meydanê, ew jî ”li bindestê mêr bûn”e. Cinsê jinê, her ji destpêka peydabûna civatên çînî were, dijî vê ”qedera” xwe têkoþîn daye. Li milekê dijî çîna serdest têkoþîn da, ji milê dî ve jî dijî ”desthilata mêr” berxwe da. Di vê têkoþînê da, ”cinsê jinê” paradoksa xwe ya ”cinsî” jî jîya. Jina çîna serdest, herçend di bin zulma ”cinsê mêr” da jî ma, lê dengê xwe nekir, anjî dengê xwe tevî dengê jina çîna bindest nekir. Di ”muþterekîya zulm û desthilata mêr” da, enîya jinê, ji ber rewþa çînayetî parçe bû û ev paradokse hêj jî dom dike û heta ku di navbeyna çînan da kendalên kûr û mezin hebin, têkoþîna hevçeperî ya ”cinsê jinê” jî pêknaêt.

Tiþtekî aþkera ye ku, ”têkoþîna maf û azadîyan” hergav ji çîn, navçîn û cinsê bindest dest pê dike. Dîrokçeya bi destêxistina ”maf û azadîyên cinsê jinê” jî bi xebat û têkoþîna jinan, belêm jinên rencdar, dest pê kir. Jinên rencdar û karker di nav sîstemê kapîtalîzma hov ya Amerîkayê da haj xwe bûn, hiþyar bûn û doza maf û azadîya xwe kirin. Heta nîveka sedsala 19an jinên rencdar hem ji mêrên rencdar zêdetir dixebitîn, hem zêdetir êþ û jan dikêþan, hem jî ji ”cinsê mêr” kêmtir heqdest werdigirtin. Vê rewþa nemirovî, bêhna jîyanê li jinan çik dikir û di 8ê Adara 1857ê da li Amerîkayê, bajêrê New Yorkê, jinên di karxaneyên tekstîlê da kar dikirin serhildan û rewþa nemirovî ya ku têda kar dikirin, protesto kirin û dest bi grevê kirin û bi vê çalakîyê xwastin þertên kar û jîyana wan bêne baþ kirin. Di timamî silsileya civatên çînî da, jinê, wekî ”cinsê bindest” heta sîstemê kapîtalîst karî xwe li ber vê zulma sîstemî bigire. Di sistemên ”koletî” û ”feodalîyê” da, ”cinsê jinê” hem di bin zulma ”çînî”, hem jî ya ”mêrî” da tepeser ma û nikarî dengê xwe derêxe! Bi destpêka sîstemê kapîtalîzmê, bi giþtî çîna karker, spesîfîk jî ”cinsê jinê” haj hêza xwe bû ku vê ”qedera” xwe qebûl neke û biguhore. 8ê Adara 1857ê mîlada vê haj xwe bûn û têkoþîna maf û azadîyên ”cinsê jinê” ye. Helbet ew roj, ”destpêk” bû ji bo ”guhorîna qedera jinê”. Jinê, wekî ”cinsê bindest” çirîska têkoþîna xwe wê rojê vêxist, lê belê geþbûna wê roj û têkoþînê gelek sal kêþan. Jinê bedelên giran dan heta ku wê roja serhildana xwe, hem bi sîstemê kapîtalîzmê, hem jî bi ”desthilata mêr” bide qebûl kirin.

Mîlada enternasyonalîzekirina vê roja ”têkoþîna jinên rencdar yên cîhanê” bi pêþengîya aladara maf û azadîyên jinên karker û rencdar yên cîhanê, sosyalîsta têkoþer Klara Zetkînê li sala 1910ê li serbajêrê Danmarkê, Kopenhagê, dest pê kir. Di 26-27ê Tebaxa 1910ê da, li Kopenhagê, konferansa jinan ya enternasyonala duyê, pêkhat û di vê konferansê da, bi pêþniyara Klara Zetkînê, ew roja têkoþîna jinên Amerîkayê ya li 8ê Adara 1857ê, li New Yorkê pêkhatî, wekî ”roja jinên rencdar yên cîhanê” hate qebûl kirin û ji wê rojê pêve her sal, ”8ê Adarê” hate pîroz kirin. Herwekî di zimanê ”çîrokan” da tête gotin, ”ew roj yêk û evro du”, ew tradisyon di þertên evro da, hêj jî dom dike. -Ji xwe piþtî vê berxwedana bi israr ya ”jinên rencdar yên cîhanê”, Rêxistina Yêkitîya Neteweyan-UNê jî di sala 1975ê da, ku ew sal, ”sala jinan ya înternasyonal” bû, 8ê Adarê wekî roja mafên jinan fermîyen qebûl kir-. Di vî midehê dirêj da, wekî ”cinsê bindest” jinê, têkoþîneke xurt da, bedelên mezin dan ku hem rewþa jîyana xwe ”qenctir” bike, hem jî xwe ji bin nîrê ”cinsê mêr” rizgar bike. Jinê, evro di cîhana kapîtalîst da, li goreyî ”pêþkevtinên relatîv” hindek xwastekên xwe bi dest ve înane, lê mixabin hêj negihiþtîye armanca xwe. Belêm, jin, hêj jî li cîhanê, hem ji ber sîstemê kapîtalîstî, hem ji ber tradisyonên kevnare yên civatê, hem ji ber fundamentalîzm û tabûperestîya dînî, hem jî ji ber ”desthilata mêr” di nav ”diskrîmînasyon”eke mezin da ye. Bi metodên cuda, rewþ û þertên cuda, lê ”bindestîya jinê” hêj jî dom dike. Mixabin ku di vê prosesê da ”jin”, bêbextîya herî mezin ji ”hevjînê xwe” ji ”mêr” dibîne ku eve paradokseke mezin ya jîyana bi giþtî mirovahîyê ye. Digel hindê jî, jin di her 8ê Adarê da, dengê xwe, hawar û gazîya xwe bilindtir dike. Her 8ê adarek, ji berê, biçûk jî be, gavek baþtir dibe û ev pêþveçûnên ”gavbiçûk” jinan geþbîn û hêvîdar dike ku têkoþîna xwe sist û lawaz nekin, berxwedana xwe firehtir bikin û destkevtên xwe jî hem saxlemtir û hem jî mezintir bikin. Jina Kurd jî di vê têkoþîna navneteweyî da, ji çeperên xwe, ji nav welat, ji Kurdistanê, mil dide têkoþîna jinên rencdar yên cîhanê. Esasen jina Kurd, bi salan e, mil bi milê ”mêr” di têkoþîna azadîyê da cih girtîye. Zêdetir bi fedakarîya ”nav malê”, carna jî wekî pêþmerge û ji dawîya salên 80yî ve jî wekî ”gerîlla” di rêzên têkoþîna azadîyê da aktîv bûye. Vê aktîvîyê, rol û pozisyona ”jina Kurd” di nav civatê da mezin û bihadar kirîye, rêzgirtinek peyda kirîye. Gerçî adeten jî tête gotin ku di nav jîyana tradisyonel ya xelkê Kurd da ”cihê jinê cuda ye, jin gul e, kulîlk e”, anjî ”jin maqûla malê ye”, hetta jin carna ”serokêþîrîyê” jî dike, di nav þer û dozan da berevanîyê dike, ”cihê jin lê, þer radiweste”, ”dest li jinê ranabe” û gelek tiþtên dî, ku eve hemû jî di zemîn û çarçoveya desthilata ”mêr” da têne dîtin. Lê eve dîsa ve relatîven rûyê pozîtîv yê madalyonê ye. Di rûyê dî yê madalyonê da, ”rastîya jîyanê” heye, ku ew jî bi gotine herî ”nerm” perîþanî ye! Bindestîya jinê, li nav malê, li jîyana derve, li kar, li her geha jîyanê bi dilsojîyeke mezin dom dike. Adet û tradisyonên kevnare, ”teessuba dînî”, rêz û rêzikên eþîrî û feodalî, mixabin hêj jî jîyana jinê dikin jahr! Jina Kurd, hêj jî ”du gava li dûv mêr” diçe. Li gelek deverên Kurdistanê, hêj jî di bin ”çarþeva” reþ û tarî da ye. Di mahr û evîna jinê da hêj jî zincîra ”next” (qelen) heye.

Di tradisyona pêkve jîyana ”jin û mêr” da, hêj jî lîteratûra desthilata ”cinsê mêr” domînant e; mêr ”þû” nake, ”jinê tîne”, -ku gotina ”þû”, di pêkve jîyana ”jin û mêr” da, partner e, anjî bi timamî tekabulî gotina ”eþ” ya Tirkî dike, anjî di manaya ”zewac”a Erebî da, ”refîq û refîqe”tî ye û herwekî gotinên ”partner” û ”eþ”, ”þû” jî, ji bo herdu ”cinsan”, bo ”mêr” û ”jin”an pêkve bi kar têt û herweha wekî ji ”partneran” tête pirsîn, ”me þû bi hevdu kir”, dibêjin-!.. Termînolojîya ”zewac”ê jî li ber ”desthilata mêr” û adetên feodalî tête bi kar înan. Jin ”diçe mêr”, anjî ”mêr dike” -lê ji bo ”mêr”, ”jin dike” naête gotin!!! Ji ber ku li goreyî vê tradisyon û ”bawerîyê!” xwudanê malê ”mêr” e, lewma mêr jinê tîne malê. Wekhevîtî nabe! Mêr ”hêz”e, ”qudret” e, jin jar e, lawaz e, hewcehî bi parastina ”mêr” heye! Ji ber hindê jin diçe ”mala mêr”. Ji bo ”mêrê” Kurd, jin, hêj jî tinê ”dayîka biçûkan e, cihê wê nava malê ye”! Jina Kurd, ji ber vê „konservatîvîya mêr“ ji çerxa „berdêrîya ekonomîk“ bi zanahî tête dûr kirin. „Cinsê mêr“ naxwaze „desthilata ekonomîk“ digel jinê bahrve bike, rênade ku jin di jîyana kar da cih bigire. Mêr nahêle ku jin li ser kesayetîya xwe jî xwudan soz û biryar be. „Jina Kurd“, ji alîyê „mêrê Kurd“ ve hatîye êxsîr kirin. Lêdan, îþkence û tecawizkarîya „mêrê Kurd“ ya li ser „jina Kurd“, mixabin belêm bêtixûb didome. Ev rewþa negatîv tinê di nav civata giþtî ya Kurd da naête dîtin, di nav goya „elîta Kurd!“ da jî dom dike. Ev „elît“ tinê maskeyekê dide ber rûyê xwe, xwe vediþêre, li koçik û dîwana, li mekanên kolektîv, li panel û semînera, axivtinên „hamasî“ dikin, xwe goya modern nîþan didin, „jin û mêr wekhev in“ dibêjin, behsê „maf û azadîya“ jinê dikin, lê di pratîkê da, ji „Kurdê rêzê“ cudatir tiþtekê nakin. Kurdê „xwanda“, „ronakbîr“ û „modern“ li nav çar dîwaran, „Kurdê rêzê“ ye, belêm li derve bi maske ye, „parêzdarê wekhevîyê“ ye, „modern“ e! Ev „tîp“ê duyê, anku yê bi maske, ji „tîp“ê yêkemîn tirsbartir e. Kurdê rêzê, di derbareyê jinê da, qet nebe, yêkrû ye, çi raman dike, hem li mal, hem jî li derve wisa dike.

Bo Kurdê rêzê, jin, „dayîka biçûkan e, xwarinê çêdike, karê nav malê dike, du gavan li dûv mêr e, ji koçik û dîwanên mêr lê, dûr e û gelek tiþtên dî...“! Lê belê, „xwandayê Kurd!“ durû ye, bîr û bawerîya xwe ya „anormal“ li mal tetbîq dike, lê li derve maskeyê „modernîyê“ dide ber rûyê xwe û xwe wekî „hevtayê jinê“ nîþan dide! Helbet, di nav xwanda û ronakbîrên Kurd da yên ku di pirsa jinê da, „mirovî“ û modern raman dikin jî hene, ku hem teorîken, hem jî pratîken çawa raman dikin wisa jî dijîn, lê mixabin ku hejmara wan kêm e û hetta mirov dikare bêje ku, „îstisna“ ne. Vêca rewþa jina Kurd di seranserê Kurdistanê da, mixabin ku tabloyeke gelek bi xem derdêxe meydanê. Ji ber hindê ye ku, jin li ser jîyana xwe ne xwudan maf û biryar e, nikare „hevjîyê xwe“ hilbijêre. Tinê bab û bira, ne dayîk û xwûþk jî, belê tinê bab û bira xwudan maf, soz û biryar in li ser hemû jîyana jinê û piþtî þû kir jî, „mêr“ xwudan desthilat e! Jin, bi van bîr û bawerî û ramanên kevnare, dijmirovî, adetî û paþverû, bûye goya sembola „namûsê!“. Di bin „desthilata mêr“ da, her cure „hîzî û dizî” tête kirin, belêm „namûs“ di „pêsîra jinê“ da tête dîtin û bedelê vê „namûsê“ jî bi jîyana jinê tête standin, ku ew „namûs“ jî, ne „namûsa jinê“ ye, „namûsa mêr“ e! Heta evro jî roj nîne ku li Kurdistanê kiçên ciwan, anjî jin bi „tohmeta“ „bênamûsîyê“, -ev gotina bênamûsîyê jî di tercumeya van „nobedarên namûsê“ da, heke kiç an jinê bi dilê xwe hej yêkê kir, bi dilê xwe þû kir, yêkser bênamûs e!- bi destê bira, bab anjî lêzimekî dî neête kuþtin... Heta ku ev „desthilata mêr“ li ser timamî hucreyên jîyanê hakim be, „hêza mêr“ „qadirî mutlaq“ be, mixabin ku „cinsê jinê“ dê „bindest“ bimîne û jin nikare li ser kesayetîya xwe xwudan soz û biryar be. Rizgarîya jinê di destê wê bi xwe da ye. Belêm, mixabin ku „jin“ di bin perwerdeya bi giþtî ya mentalîteyê „desthilata mêr“ da, mala xwe jî bi destê xwe xirab dike. „Kur“ê xwe, bi „bîr û bawerîya“ tradisyonel û domînant ya „desthilata mêr“ perwerde dike, mezin dike û „neyarê“ „cinsê xwe“ bi destê xwe diafirîne! Eve jî paradoksa herî mezin ya „cinsê jinê“ ye! Kengî „jin“ê, xwe ji vî mentalîteyê „hakimîyeta mêr“ rizgar kir, ev nîrê „desthilata mêr“ þkand, maf û azadîyên xwe bi dest ve înan, wekhevîya xwe bi destêxist, hingê dê jîyana mirovahîyê jî tena û normal be.


Jina Kurd jî, li milekê bo rizgarkirina welatê xwe û azadkirina xelkê xwe, li milê dî jî ji bo maf û azadîyên xwe yên „cinsîyetî“ têkoþînê dide. Barê jina Kurd ducare giran e; hem dijî dagîrkeran, dijî desthilata kolonyalîzmê hevçeperîya „mêrê Kurd“ dike, hem jî dijî „desthilata mêrê Kurd“ berxwedide. Lewma 8ê Adarê, „roja jinên rencdar yên cîhanê“, ji bo jina Kurd bi manatir e. Jina Kurd, hem li azadîya welatê xwe, hem jî li azadîya „cinsîyeta“ xwe digere. Ji ber hindê, ev 8ê Adara 2004ê, ji herdu alîyan ve ji bo jina Kurd bi manatir bû. Jina Kurd, hem roja xwe pîroz kir, hem jî di parçeyekî welatê xwe da, li Kurdistana Baþûr, ew azadîya ku mil bi milê „mêrê Kurd“ hatîye bi destêxistin, pîroz kir. Di rizgar û azadbûna Kurdistana Baþûr da rola jina Kurd,-gerçî naête dîtin û zanîn-, lê temetî ya „mêrê Kurd“ e. Bi mohrkirina „makqanûna demkurt ya Iraqa Federal“ ev destkevta Kurdistana Baþûr di meydana navneteweyî da fermîyet wergirt. Bi vê destkevtê, parçeyekî welat digel têkoþîna jinê azad bû, lê mixabin eve naête manaya azadbûna jinê. Belêm jina Kurd, di prosesa azadkirina xwe da, gaveke mezin û bihadar jî avêt. Jina Kurd, ji evro pêve, divêt timamî hêza xwe, digel ji nû ve avakirin û pêþvebirina welat, ji bo bi destêxistina maf û azadîyên cinsîyeta xwe jî bi kar bîne, ku li nav tixûbên fermî yên „Kurdistana Baþûr-(Iraqê) li Iraqa Federal“ xwe jî azad bike. 8ê Adarên tên, dê ji bo Kurdan ducare bi mana bin û bêne pîroz kirin; hem dê „mohrkirina makqanûna demkurt ya Iraqa Federal“, ku xwastekên mînîmal yên Kurdan têda hatine qebûl kirin, hem jî dê „roja jinên rencdar yên cîhanê“ pêkve bêne pîroz kirin.

III.
12ê Adarê, berxwedana Qamiþlo

12ê Adarê, ji bo Kurdên Kurdistana Bakur herweha bîrhatineke tahl û dijwar e jî. 12ê Adara 1971ê, ertêþa Tirkîyeyê hukumeta Suleyman Demîrel êxist û hukumeta Nîhat Erîm ya ku di bin desthilata wan da, îna ser kar. Bi wê “darbeyê” leþker dîrekt nehatin ser hukum, lê bi rêya “sivîlên mejî leþker” bi navê “operasyona balyozê” nêçirek dijî þoreþgerên Tirk û Kurd dane dest pê kirin. Bi sedan þoreþgerên Tirk û Kurd hatin girtin, îþkence dîtin, hatin kuþtin. Denîz Gezmîþê navdar, ku Kurdê Erzeromê bû, di demê “darbeya 12ê adarê” da hate girtin û 6ê Gulana 1972ê digel du hevalên xwe, Yusuf Aslan û Irfan Uçar hatin îdam kirin. Disa þoreþgerê navdar yê Tirk, Mahîr Çayan û hevalên xwe jî 30ê Adara 1972ê, li gundê Kizildere li Nîksara Tokatê hatin kuþtin. Piþtî darbeya 12ê adarê, komeleya xwandekarên Kurd ya bi navê DDKO [Ocaxên Kulturî yên rojhilatê yên þoreþger] hate girtin, rêvebir û endamên wê û bi dehan þoreþgerên dî yên Kurd jî hatin girtin û li hefsa Diyarbekirê hatin zîndan kirin. Wan þoreþgeran 12 sal hukum xwarin. Ismaîl Beþîkçî jî wê demê digel þoreþgerên Kurd, li ser doza xelkê Kurd hate girtin û ciza xwar. Paþê hemû, bi efûya hukumeta Ecewît ya sala 1974ê hatin berdan. Vêca 12ê adara 1971ê çu cara ji bîra Kurdan naçe. Ew dem, ji bo Kurdan demekî reþ û tarî ye û herdem li bîr e. Di 12ê Adara hersal da Kurd têkoþîna xwe ya wê demê jî bi bîr tînin û zulm û zordarîya rejima faþît protesto dikin. Rasthatin bêjin, bûyerên Qamiþloyê jî tam wê rojê qewimîn.


Çi qewimî
Di meydana pêhola Qamiþloyê da, du tîmên pêholê (futbolê), yêk ya Erebên Dêrezorê, ya dî ya Qamiþloyê, dileyizin. Alîgirên tîma Dêrezorê ji wî bajêrî û dorberê tên. Alîgirên tîma Qamiþloyê jî ji bo piþtevanîya tîma xwe li meydanê kom dibin. Helbet tradisyona pêholê ye, “tezahurat” dibe. Li goreyî tempoya leyizê, dozaja tezahuratê jî nizim û bilind dibe. Erebên Dêrezorê, hem Sunî ne û hem jî ji berê were nasyonalîst û Beasîst in. Di nav Beasê da jî Seddamîst in. Bûyerên Iraqê, hilweþîna rejima Beasê, girtina Seddam û kuþtina herdu kurên wî û ya herî giring jî serkevtina Kurdan, xuya ye rûniþtîye nav dil û hinavên Erebên Dêrezorê! Wekî rewþa tîma wan ber bi têkçûnê ve diçe, serê dava tezahurata xwe vedirevînin, tixûb dibezînin û dest bi êriþkarîyê dikin, dijina li Kurdan û serokên wan didin. Alîgirên Kurd jî, bi sloganan dest bi parastina serokên Kurd dikin û dîsa bi sloganan bersiva êriþkarîya Ereban didin. Di dawîyê da, Ereb dest bi êrîþa fizîkî dikin. Di vê êriþê da sîlehan jî bi kar tînin, ku xuya dibe bi hazirî hatine. Polîsên Sûrîyeyê jî hevkarîya ”hevnijadên xwe” dikin û bi sîlehan êriþî Kurdan dikin. Kurd berxwe didin, lê telafeteke mezin dibe û ji dehan zêdetir Kurd têne kuþtin. Roja paþtir, di mêþa rakirina þehîdan da, polîs û leþker destûrê nadin ku merasimeke mezin û boþ pêkbêt û êriþî Kurdan dikin. Di vê êriþê da Kurd dîsa ve berxwedaneke xurt dikin, lê vê carê jî ji dehan zêdetir Kurd têne kuþtin, nêzîkî sed kesan birîndar dibin û bi sedan kes jî têne girtin. Polîs û leþker teroreke nedîtî didin dest pê kirin li nav Qamiþlo û dorberê.

Çawa ku ev bûyer tête bihîstin, li timamî bajêr, bajêrk û gundên Kurdan protestoyeke berfireh dest pê dike. Ji Efrînê bigirin, Helep, Kobanî, Serê Kanîyê, Dirbêsî, Amûd, Hesekî û heta Dêrikê û li Þamê jî, Kurd berxwedaneke xurt nîþan didin. Di wan cihan da jî bi dehan Kurd têne kuþtin, bi sedan têne birîndar kirin û girtin. Encam ji seda zêdetir kuþtî, bi sedan birîndar û girtî. Lê belê, encama herî giring berxwedana xelkê Kurd li timamî Sûrîyeyê belav dibe, deng vedide. Kurd di demê desthilata Beasê da, ewil care ku serhildaneke hinde boþ dikin, berxwe didin û bi alaya Kurdistanê dimeþin, sloganên polîtîk diavêjin, xwastekên xwe bilind dikin. Vê berxwedana Kurda desthilata Sûrîyeyê hem har kir, hem jî êxiste nav tirs û xofên mezin. Berxwedana Kurdan û êriþa dewleta Sûrîyeyê, hem li Kurdistanê, hem jî li derveyî welat dengekî mezin veda. Kurdan li çarnikarê welat û diasporayê piþtevanîyeke gelek xurt nîþanî birayên xwe yên baþûrarojava Kurdistanê û li Sûrîyeyê, dan. Di serî da Amerîka û Ewrûpayê ev êriþkarî û terora dewleta Sûrîyeyê, bi serê lêvan jî be, gunehkar kirin û bala wan kêþan ku destan ji Kurdan bikêþin û hetta Amerikayê ji Sûrîyeyê xwast ku leþkerê xwe ji nav Kurdan paþve bikêþe. Ji welat, reaksiyoneke gelek xurt û piþtevanîyeke germ, ji welatên biyanî jî reaksiyonên ”dîplomatîk”î hatin nîþandan.



Êriþa dewleta Sûrîyeyê
Rol û hêza Kurdan ya di hilweþandina rejima Beas û Seddam û di girtina Sedam bi xwe da, di nav Erebên bi taybetî hevtixûbên Iraq û Sûrîyeyê, reaksiyonek ”antî Kurd” peyda kiribû. Ji berê were dihate zanîn ku Erebên dorberê Dêrezor û hevtixûbên Iraqê, meyildarên Beasa Iraqê û Seddam bûn. Wan ji rêvebirîya Þamê û bi taybetî jî ji ”klîka Elewî”, qet hez nedikirin. Erebên Dêrezor û dorberên wê, rasîst û Seddamîst bûn û lewma jî hindî hûn bêjin ”antî Kurd” bûn. Piþtî hilweþina rejima Seddam, Dêrezor û dorberê wê, bû rêbar û penageha Beasîst û Seddamîstan. Erebên wê navçeyê destekek mezin ya lojîstîkî didan êriþkarî û terora li Mûsil, Tikrît û dorberê dihate kirin. Têkilî û dostanîya Kurdên baþûr û Amerîkayê jî di dilê wan Ereban da kîn û nefretek peyda kiribû. Amerîkayê hukumeta Sûrîyeyê îxtar dikir ku rê nede revarên Seddamîst û Beasîst. Ji ber vê rewþê, hem Erebên Dêrezor û dorberê, hem jî rejima Sûrîyeyê, Kurd bi giþtî, spesîfîk jî Kurdên Sûrîyeyê, bo xwe potansîyelen tehlîke qebûl kirin. Di çavê hukumeta Sûrîyeyê da, Kurdên Sûrîyeyê, di destê Amerîkayê da ”hespê Trûvayê” ne û Amerika bi hevkarîya Kurdên Sûrîyeyê dê rejima Beas ya Sûrîyeyê jî hilweþîne!. Ev haletîrûhîyeya paranoît hakimî hukumeta Sûrîyeyê, hemû Erebên Sûrîyeyê, lê bi taybetî yên Dêrezor û dorberê ye. Lewma ew ”tezahurata mutecawiz û provakatîv ya Erebên Dêrezorê” ya li ”maça pêholê”, xuya dibe ku ji alîyê ”muxaberata Sûrîyeyê” ve, gelek bi zanahî hatîye plan kirin. Erebên Dêrezorê, di nîveka Qamiþlo da, ku sentrala polîtîk û kulturî ya Kurdên Sûrîyeyê ye, dê çawa cisaret bikin provakasyonê bikin, anjî êriþî Kurdan bikin? Ji ber vê yêkê, þikek mezin heye ku ev provakasyone parçeyekî planê destpêkirina êriþa ”muxaberata Sûrîyeyê”, helbet bi destûra hukumetê, ya dijî Kurdan e. Ji xwe çawa ”Dêrezorî”yan dest bi provakasyona xwe kirine, sîleh hatine kêþan û polîsên bi ûnîforma û yên sivîl êriþî bînerên pêholê yên Kurd kirine. Di wê arbedeyê da Kurdan jî xwe parast, lê ji ber ku provakator û êriþkar bi hazirî bûn, biçûk mezin, gelek Kurd hatin kuþtin. Hem di ”maça pêholê” da, hem di rakirina kuþtîyan û merasimên veþartina wan da, polîs, muxaberat û leþkerên Sûrîyeyê teroreke nedîtî dane dest pê kirin, baskê êriþên xwe fireh kirin, þev û roj avêtin ser malan, xelk girtin, îþkenceyeke nedîtî li wan kirin. Protestoya Kurdan jî gelek xurt, organîze û boþ bû, lê êriþ û terora dewletê jî hind dijwar bû û dom kir.

Dewleta Sûrîyeyê boçi ev êriþe pêkîna? Ji serî were, Sûrîye parçeyekî konsepta Tirkîyeyê ya ”antî Kurd û Kurdistan” e. Lê belê, dewleta Sûrîyeyê di salên 70, 80 û heta dawîya salên 90î da, ji ber problematîkên Israîl, Lubnan û navçeyê û pozisyona Amerîka û Natoyê û herweha pirsên ava Firatê û Hetayê, digel Tirkîyeyê ”sarûgerm” bû. Ji ber berjewendîyên xwe û di þert û hewcehîyên konjonkturel da, xwe dûrî Tirkîyeyê dikir û ”nermahîyek” nîþanî opozisyona dewleta Tirkîyeyê, hêzên Kurdan û ”çepên Tirk” dida. Rewþa navînî jî binasekî sereke bû, ku digel Kurdan qet nebe nekeve nav rikeberîyekê. Çiku ”klîka Elewî” hakimî Beas û hukumeta Sûrîyeyê bû, ku Elewî grûba herî kêmanî ne li Sûrîyeyê. Hafiz Esad û klîka Elewî polîtîka balansê didomandin di nav Sûrîye û navçeyê da. Di vê ”balans polîtîk”ê da, li nav welat dijî opozisyona xurt ya sunî, ”birayên musulman”, hewcehî bi Kurdan hebû. Li derve jî, daku beramberî Tirkîyeyê kartên xwe bi kar bîne dîsa pêdivî bi hêza Kurdên bakur didît. Rekabeta Beasa Esad û Beasa Seddam jî, ji xwe ji berê were dom dikir. Di nav wan konjonktûr û ”balans polîtîk”ê da Kurdan jî hewcehî bi diyalog û ”nermahîya” Sûrîyeyê hebû. Hem Kurdên baþûr, hem yên bakur ji vê ”rewþa taybetî” istifade kirin. Sûrîyeyê ji ber vê ”balans polîtîk”a navxweyî û derveyî, dengê xwe li Kurdên ”xwe” nekir, bi ”nepenî” digel wan têkilî dana, lê çu cara hebûna wan ya îdentîtêta polîtîk û etnîkî qebûl nekir. Maf û azadîyên polîtîk, kulturî û etnîkî nedan. Kurdên Sûrîyeyê jî, hem ji ber rewþa xwe, hem jî ji ber Kurdên baþûr û bakur, berpêyên dewleta Sûrîyeyê teng nekirin, opozisyoneke xurt û dijwar nekirin. Lê belê, piþtî þerê Kuweytê û þkestina Seddam û rizgar û azadbûna Kurdistana Baþûr, terazîya navçeyê serûbin bû. Tirkîyeyê bizava ”antî Kurd”îtîyê germ kir, têkilîyên xwe digel Iran û Sûrîyeyê xurt kirin.

Di vê konjonktura nû da dewleta Sûrîyeyê jî dest bi badana dîreksiyona polîtîka xwe kir û hêdî hêdî xwe ji Kurdan dûr kir û polîtîkên xwe yên goya ”nerm”, li ser Kurdan þidandin. Tirkîyeyê ev rola xwe ya bêyûm hind pêþve bir, ku hukûmeta Sûrîyeyê di nêzîkî dawîya sala 1998ê da bi fiþar û tehdîtên Tirkîyeyê, lîderê PKKê Ebdula Ocalan ji Sûrîyeyê derêxist. Ji wê demê pêve, dewleta Sûrîyeyê têkilîyên xwe digel Tirkîyeyê pêþve birin û ”balans polîtîk”a beramberî Kurdan terk kir. Vê guhorînê tesîreke gelek negatîv li ser jîyana Kurdên Sûrîyeyê kir, ku terora dewletê rûyê xwe yê bêyûm û sar dîsa ve nîþan da, kar û xebatên polîtîk û kulturî hatin asteng kirin, dest bi girtinan kirin. Bi hatina Beþîr Esad têkilîyên Tirkîyeyê xurttir bûn. Xurtbûna van têkilîyên Sûrîye û Tirkîyeyê, jîyana Kurdan kire jahr. Ji xwe piþtî ku rejima Seddam hilweþîya û hate girtin, Iraqê rengekî nû wergirt û Kurdistana Baþûr, cografîyen wekî ”rêvebirîya Kurdistanê” di makqanûna demkurt ya Iraqê û meydana navnetewetîyê da fermîyet wergirt, helwesta dewleta Sûrîyeyê êcarî dijwar bû beramberî Kurdên navxwe û yên derve. Dewleta Tirkîyeyê jî hindî jê hat hukumeta Sûrîyeyê zêrand. Di van þertan da Beþîr Esad di serê meha Çileya evsale da li Enqereyê hate mêhvan kirin û enîya ”antî Kurd û Kurdistan” hate nûve kirin û xurt kirin. Hukûmeta Sûrîyeyê û Beþîr Esad, tam ketine nav devê meqesa Tirkîyeyê û mengeneyê li ser stuyê Kurda diþidînin. Êriþên li 12ê Adarê li Qamiþlo, Heleb, Kobanî, Efrîn û bajêrên dî, yên dijî Kurdan pêkhatî, pêkve girêdayî vê konseptê ne. Sûrîyeyê rota xwe zivirandîye ber bi Tirkîyeyê ve ku ew rota bo desthilata Beþîr Esad xêrê naine. Beþîr Esad û rêvebirîya wî hindî nêzîkî dewleta Tirkîyeyê dibe, hind ”antî Kurd” dibe ku ev polîtîke dê dûmahîka wî û rejima Beasê bîne.


tubiranes is online now  
Eski 01-11-2007, 10:58 AM   #2 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: May 2006
Konum: Aydýnlanmak Acýdan Kaçmak Deðil, Acýyý Anlamaktýr.!
Yaþ: 26
Mesaj: 13,309
Üye No: 2663
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 129832
Rep Puaný : 12981698
Rep Derecesi
tubiranes has a reputation beyond reputetubiranes has a reputation beyond reputetubiranes has a reputation beyond reputetubiranes has a reputation beyond reputetubiranes has a reputation beyond reputetubiranes has a reputation beyond reputetubiranes has a reputation beyond reputetubiranes has a reputation beyond reputetubiranes has a reputation beyond reputetubiranes has a reputation beyond reputetubiranes has a reputation beyond repute
Varsayýlan


Helwesta organîzasyonên Kurdên rojhilatabaşûr

Di organîzebûna Kurdên Sûrîyeyê da ”karekterîstîkeke xweser” heye. Baskanêya li başûr û bakur dîrekt sîrayetî wê derê dike. Pozisyona partîyên Kurd yên Sûrîyeyê, li goreyî meyildarîya hêzên başûr û bakur reng werdigire. Eve heke rûyê negatîv be, rûyê pozîtîv yê organîzasyonên Kurdên Sûrîyeyê jî ”karekterîstîk” e. Biçûk mezin organîzasyonên Kurdên Sûrîyeyê, rekabeta hevdu bi normên relatîven ”demokratîk” dikin. Di navbeyna wan da kem û kêm jî be, diyalog heye. Zû parçe dibin, lê zû jî ”cepheyan” ava dikin. Digel hevdu dijminahîyeke ”kor” nakin. Eve pozîtîvîyeke balkêş e di jîyana organîzebûna Kurdên Sûrîyeyê da. Lewma jî, gava ”mûsîbetek” bi serê wan têt, zû li hevdu kom dibin, tên hawara hev û pratîkeke hevrayî pêktînin. Ev helwesta wan ya pozîtîv di van bûyerên Qamişlo da jî hate dîtin. Zû li hev kombûn, koordînasyoneke pratîk danan û serhildan û berxwedana xelkê bi kêmasî jî be kontrol kirin. Vê aktîvîya wan, rê li ber felaketeke mezintir birî. Hem xelk organîze kirin, hem jî kontrol kirin û bi vê yêkê provakasyona dewletê asteng kirin û herweha hêza xwe jî nîşanî dewletê dan ku ”ew hene”! Helbet di formûlekirin û programkirin û herweha pratizekirina xwastekên polîtîk û kulturî da, organîzasyonên Kurdên Sûrîyeyê ne gelek dînamîk û produktîv in. Eve lawaztirîn alîyê wan e ku nikarin hemleyên polîtîk bikin beramberî dewleta Sûrîyeyê. Bêvîzyonîya wan ya ji vî alî ve, li beramberî dewleta Sûrîyeyê dest û pêyên wan girêdide ku eve zeafeke mezin e. Ev kêmasîya wan di hevdîtinên digel rêvebirên hukumeta Sûrîyeyê da jî hate dîtin. Li ber tehdîtên dewleta Sûrîyeyê, koordînasyona rêxistinên Kurdên Sûrîyeyê bang li Kurdên parçeyên dî û diasporayê kir ku ”pirsê” gelek ”enternasyonalîze” nekin! Eve bi gotina herî ”nerm” bêçaretîya wan nîşan dide, ku hem polîtîken, hem jî etîken kêmasî û şaşî ye!

Piştgirîya neteweyî û sînerjîya Kurd

Êrişa dewleta Sûrîyeyê ya ji 12ê Adarê pêve li Qamişlo û bajêrên dî yên Kurdan û berxwedana xelkê Kurd çawa dest pê kir, bi saya serê teknolojîyê û ragihandina elektronîk, hem li çarnikarê Kurdistanê, hem jî li seranserê dinyayê zû deng veda. Wekî her felaketeke neteweyî, vê carê jî ji Kurdistana Rojhilat bigirin heta Kurdistana Bakur, Kurdistana Başûr û meydanên diaspora Kurdan, li Tirkîye, Ewrûpa, Amerîka û cihên dî, timamî xelkê Kurd bi yêk deng, di bin alaya Kurdistanê da, dijî êrîşkarîya dewleta Sûrîyeyê nerazîbûna xwe nîşanda û digel Kurdên Sûrîyeyê jî piştevanîya xwe diyar kir. Ji bo yar û neyara, heyecan û helwesteke neteweyî hate nîşandan ku vê yêkgirtina Kurdan, li merkezên dîplomasîya cîhanê jî deng veda û bi serê lêvan jî be hem Amerîkayê, hem jî Ewrûpayê dewleta Sûrîyeyê hişyar kir ku kuştin û girtina Kurdan bihêle. Heke dewleta Sûrîyeyê, xwe paşve kêşa be, eve di serî da ji ber berxwedana Kurdên Sûrîyeyê ya organîze, paşê jî, ji ber piştevanîya timamî Kurdistanîyan û cîhana humanîter, pêkhat. Kurdên Sûrîyeyê bi tinê nehatin hêlan. Kurdan li timamî Kurdistanê û derveyî welat, dijî êriş û terora 1ê Sibatê li Hewlêrê jî deng û pratîkeke yêkgirtî nîşandan ku eve xewnên dewletên dagîrker yên Kurdistanê û enîya ”antî Kurd” ya li rojhilatanavîn direvîne. Di hemû mûsîbetên bi vî rengî da, ev helwest û heyecana neteweyî ya xelkê Kurd pêktêt, ku eve sînerjîya Kurd jî derdêxe meydanê ku garantîya xelkê Kurd ya rastî û bingehîn jî ev e. Em hêvî dikin ku ev sînerjîya Kurd bête xurttir û mezintir kirin.

IV.
Newroz 2004

Wekî hercar, xelkê Kurd ev sale jî hazirîyên xwe ji serê meha adarê pêve kiribûn ji bo pîrozîya cejna neteweyî, Newrozê. Lê belê, berî Newroza evsale, 1ê Sibatê, hem li Hewlêrê êrişeke terorane hate kirin û ji sedan pitir kadroyên bijare yên PDK û YNKê û xelkê sade hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn, hem jî di 12ê Adarê da li Qamişloyê polîsên sivîl û bi unîforma yên dewleta Sûrîyeyê, digel provakatorên kirêgirtî yên xwe, êrişî xelkê kirin û gelek kes kuştin, bi sedan jî birîndar kirin û girtin. Heta 20ê Adarê jî dewleta Sûrîyeyê ev terora xwe ya dewletî di maksîmûm dereceyê da domand. Nihe jî gelek girtî hene û aqîbeta wan ne diyar e. Xelkê Kurd, li çar nikarê Kurdistanê û li meydanên diasporayê, bi van xem, kul û keseran û herweha şabûna fermîyet wergirtina Kurdistana Başûr ya di ”makqanûna demkurt ya Iraqa Federal” da, pêşwazîya Newrozê kir. Lê ji reaksiyonên dijî herdu êrişan û pîrozîya fermîbûna statuya Kurdistana Başûr, kivş bû ku, xelk dê timamî giranahîya xwe bide ser pîrozîyên Newrozê, ku hêza xwe nîşanî yar û neyaran bide. Newrozên Kurdistana Bakur di atmosfera hilbijartinan da bûne aksîyonên polîtîk. Tinê li Diyarbekirê milyonek xelk kombû û Newroz kire meydana daxwaz û xwastekên neteweyî.

Ji Hekarî û Wanê bigirin heta Qers, Batman û heta Urfayê û li diasporayê jî li Mersîn, Enqere û Stanbolê, Izmîrê nêzîkî du milyon û nîvan kes di meydanan da hem Newroz pîroz kirin, hem daxwaza berdana serokê PKKê Ocalan û hemû girtîyên polîtîk kirin, hem êrişên Hewlêr û Qamişloyê protesto kirin û hem jî piştevanîya fermîbûna Kurdistana Başûr kirin. Li Kurdistana Başûr, ji ber êrişên li Hewlêrê, derketina geşt û seyrana teng hate girtin, lê li bajêr û gundên dî, Newroz bi coş û heyecaneke bilind ya neteweyî hate pîroz kirin. Pîrozîyên li Rojhilata Kurdistanê jî, di serî da li Mahabad, Urmîye û bajêrên dî bi boşahîyeke mezin hate pîroz kirin. Kurdên Sûrîyeyê jî, digel hemû çavtirsandinên rejima Sûrîyeyê jî, hem Newroz pîroz kirin, hem jî êrişên dewleta Sûrîyeyê protesto kirin. Li diasporayê jî, li Ewrûpa, Amerîka û cihên dî jî, Newroz wekî demonstrasyoneke polîtîk hate pîroz kirin. Xwastekên Kurdan bi rêvebirîyên welatên lê ra hatin gihandin. Li çarnikarê Kurdistanê û derveyî welat di pîrozîyên Newrozê da, xelkê Kurd bi tevahî li ser pêya bû û bi aktîvî û gelek dînamîk xwezî û daxwazên xwe bi dengekî bilind gotin.

Di van pîrozîyên Newrozê da, li seranserê Kurdistanê, tiştek gelek vekirî derkete meydanê ku ji bo hemû dewletên kolonyalîst, bo Ewrûpayê û bi taybetî jî bo Amerîkayê bû mesajeke xurt, anjî em wisa hêvî bikin. Belêm, ya herî giring, di serî da Amerîka, ku "projeya rojhilatanavîn ya mezin" daye dest pê kirin, heta ku digel timamî Kurdan, li hemû parçeyan, alyansekê pêkneîne, nikare vê projeya xwe realîze bike. Di nimûneya Iraqê da jî hate dîtin ku, lokomotîfa demokratîzasyona rojhilatanavîn Kurd in. Mexdûrên rojhilatanavîn Kurd in. Demokrasî tinê bi hêz û şiyana "mexdûran" tête ava kirin. Heke Amerîka, Ewrûpa û hetta Israîl, dixwazin ku rojhilatanavîn bigihe tenahî û aramîyê, çare û kilîl, Kurd in. Heta ku enîya demokrasîyê digel Kurdan neête danan, hemû maf û azadîyên Kurdan neêne dan û garantî kirin, heta ku dewleta Kurdistanê li nîveka vê cografyaya bi arêşe û alozî, neête ava kirin, ne demokrasî, ne jî tenahî naête rojhilatanavîn û navçe ji şer û belayan xilas nabe. Kurdan hem ew hêz û potansîyel, hem jî tecrube û kapasîte heye, ku lokomotîfîya demokratîzasyona rojhilatanavîn bikin. Kurdan eve hem di operasyona Iraqê da, hem di midehê deh salên îdareya xweser ya di navbeyna salên 92-2003 da li başûr, hem jî bi kêm û kasî jî be di desthilatîya şehridarîyên Kurdistana Bakur da û herweha di van pîrozîyên Newroza 2004ê da, ku bi milyonan xelk li ser pêya bû, baş nîşan da ku ew hazirî demokratîzekirina rojhilatanavîn in. Adresa demokratîzasyona rojhilatanavîn kivş bûye. Divêt Amerîka û Ewrûpa hisabên xwe li ser vê realîteyê bikin ku hem ya rast ev e, hem jî li goreyî berjewendîyên wan bi xwe jî tiştê ku divêt bikin ew e. "Projeya rojhilatanavîn ya mezin", rojhilatanavîn û demokrasî û asayiş û ewlehî dibêjin? Bersiv, çare û kilîl Kurd in!

Anketa peydakirina potansîyela hêza xelkê Kurd, Newroz in û Newroz, ji alîyê xelkê Kurd ve, wekî hersal, evsale jî, bi ruheke şoreşgerî û têkoşerî hate pîroz kirin.

Têbînî - I
21ê Adarê, herweha ”roja dijî nijadperestîyê ya navneteweyî” ye. 21ê Adara 1960ê, li bajêrê Sharpeville li Afrîka Başûr, di demê rejima ”apartheid”ê da, reşîkan ji bo mafên xwe demonstrasyoneke aştîyane kirin. Polîsên rejima rasîst, bi sîlehan êrişî reşikan kirin û 69 kes kuştin. Vê terora rejima apartheidê ya Afrîka Başûr, infialeke mezin peyda kir di meydana navneteweyî da. Protestoyên mezin pêkhatin. UNê [Rêxistina Yêkitîya Neteweyan] jî, li sala 1966ê bi biryareke fermî, roja 21ê Adarê, wekî „roja dijî nijadperestîyê ya navneteweyî“ qebûl û îlan kir. Ji hingê were, her sal 21ê Adarê, “nijadperestî” tête protesto kirin û kuştîyên reşik têne bîrînan. Eve, digel Newrozê rasthatineke balkêş e. Di serî da dewleta Tirkîyeyê û dewletên dî yên dagîrker, Iran û Sûrîye, polîtîkên xwe yên ”antî Kurd û antî Kurdistan” di çarçoveya nijadperestîyê da didomînin. Xelkê me berî hizaran salan dijî zulm û zordarîyê têkoşîn daye û di 21ê Adarê da, dawîya desthilata Dehaq, ku sembolê zulmê ye, înaye û ew roj bo xwe kirîye cejna azadîyê û wekî rojeke nû, navê Newrozê lê kirîye. Mana û naveroka Newrozê û biryara UNê ya „dijî nijadperestîyê“ hevdu timam dike. Xelkê Afrîka Başûr, bi têkoşîna xwe ya salan evro gihiştîya xwezîya xwe. Xelkê Kurd, hêj jî li van sê dewletan, Tirkîye, Iran û Sûrîyeyê, diskrîmînasyoneke mezin dibîne. Xelkê Kurd, her 21ê Adarê, ji bilî pîrozîya cejna neteweyî, Newrozê, zor û zulma van dewletên kolonyalîst û nijadperest jî protesto dike. Xelkê Kurd, her 21ê Adarê, digel pîrozîya cejna Newrozê, divêt dijî „nijadperestîya navneteweyî“ jî têkoşînê bide ku ji xwe nijadperestîya herî mezin xelkê me bi xwe dibîne.


Newroz 2004

Gava meha adarê hat, heyecaneke mezin tûşî Kurda dibe. Ji ber ku adar meha Newrozê ye û Newroz hem cejna neteweyî, hem jî mizgînîya xêr û bêra demsala biharê ye. Newroz ji bo Kurdan di serî da bûye sembola huvîyeta Kurdayetîyê. Kurd bi pîrozîyên Newrozê hem vê huvîyeta xwe îfade dikin, hem xwastek û daxwazên xwe bi dengekî bilind pêşkêş dikin û ya herî giring jî hebûna xwe, bi hemû heyîyên xwe yên neteweyî, bi cil û bergên xwe, bi xwarin û vexwarinên xwe, bi stran û govendên xwe û bi yêkdengî nîşanî hemû alemê didin. Ji serê adarê pêve bizavên pêkînana pîrozbahîyên Newrozê dest pê dikin û heta dawîya adarê ev şahî dom dikin. Û Kurd salê carekê, di Newrozê da hemû hêz û şiyana xwe dikin yêk, agirê azadîyê vêdêxin û pêkve bi dengekî gur dibêjin; em Kurd in, em hene, em dixwazin li ser axa xwe, li welatê xwe Kurdistanê serbixwe, azad û bextewar û digel cîranên xwe jî di nav aştîyeke dadyar da bijîn. Bila Newroza me, li me û hemû der û cîranan û timamî mirovahîyê pîroz be!

Newroz, anku roja nû, anjî ”nûroj”, wekî efsane, herçend malê hemû xelkên Iranî jî be, Kurd bi mana û naveroka xwe ve, ji xelkên dî yên Iranî cudatir di Newrozê digihe û pîroz dike. Her di serî da Kurd Newrozê wekî cejna neteweyî ya xwe qebûl dikin û bi vê manayê pîroz dikin. Newroz, bi vê mana û naverokê, yêkem cejn e ku di seranserî Kurdistanê û nav Kurdên diasporayê da yêkdil tête pîroz kirin. Ji ber hindê, Newroz, di nav xelkê Kurd da, ji rengê adetî zêdetir, bi rengekî polîtîk û têkoşînî tête pîroz kirin. Kurd Newrozê wekî cejna serhildanê, berxwedanê, têkoşîna ji bo azadîyê û rizgarbûna ji bin nîrê zulm û zordarîyê qebûl dikin û bi vê rûhê pîroz dikin.


Aktorên efsaneya Newrozê
Di nav xelkên Iranî da gelek versiyonên mîtolojîya Newrozê hene. Di ya Kurdan da, du aktor û semboleke efsaneyê hene: Wekî aktor, Dehaq û Kawa û wekî sembol jî Agir. Dehaq, temsîla zulm û zordarîyê dike. Kawa, temsîla têkoşîna organîze ya azadîyê dike. Agir, ku di bawerîya mîstîk ya Kurdan ya kevin da jî pîroz e, di bûyera efsaneya Newrozê da jî temsîla azadbûn û rizgarbûnê dike.

Li goreyî vê efsaneyê, berî 2616 sala Dehaq, wekî hukumdar, zulmeke nedîtî li xelkê dikir. (Anku NEWROZa evsale, herçend dibe 2616 salî jî, belêm demên bûyerên mîtolojîk û efsanewî sedased ne kivş û ne jî misoger in). Bi navê xelkê zorlêkirî û bindest jî Kawayê asinger rêberîya xelkê kir, berxwedaneke mezin pêkîna û di 21ê Adarê da êrişî seraya Dehaq kir û bi mircê xwe, ew zalimê zalima kuşt û xelk ji wê zulmê rizgar û azad kir. Xelkê jî ev azadbûn û rizgarbûn, bi vêxistina agirên gur pîroz kir. Ji wê rojê pêve agir dibe sembola azadbûn û rizgarbûna ji zulmê û 21ê Adarê jî dibe roja azadî û rizgarîya xelkê Kurd. Ew roj li goreyî demên salê destpêka biharê ye jî û 21ê Adarê hem wekî vejîna demsala biharê, hem jî roja serkevtin, azadî û rizgarîya xelkê Kurd, dibe cejna jîneke nû ya xelkê Kurd û xwezayê. Vejîna xwezayê û herweha vejîna xelkê Kurd ya nû hevdu timam dikin û bi hev ra Newrozê pêktînin.

Helbet piştî rizgarbûna wê demê, şahîya xelkê Kurd mixabin dirêj nakêşe û demê bindestîyên nû dest pê dike. Dehaqên nû derdikevin, zulm û zordariya li ser Kurdan di nav dem û salan da heta evro didome. Lê belê, xelkê Kurd jî di nav van salên dijwar da, Kawayên nû ji nav xwe derdêxe û berxwedana xwe sist nake û di her 21ê Adarê da vê cejna xwe bi ruheke têkoşerî û şoreşgerî bilind dike. Ev têkoşîna xelkê Kurd car têkdiçe, car serdikeve û bi ketûraban dom dike, lê pîrozîya Newrozê qet naête rawestandin û di her dem û şertan da agirê Newrozê tête vêxistin û gur kirin. Li ser vê efsaneyê, her cure edebîyat tête ava kirin. Ji destana bigirin, heta helbest, stran, şano û baskên dî yên edebîyatê têne hûnandin. Newrozê hem wekî efsane, hem jî wekî cejna neteweyî di hemû kar û xebatên helbestvan, hunermend û nivîskaran da cih girtîye. Newroz bûye ilhama jîyana hunerî û edebîyata Kurdî. Her di serî da fîlozofê mezin Ehmedê Xanî di destana xwe ya mezin, Mem û Zînê da bi firehî behsê Newrozê kirîye. Şeref Xanê Bitlîsî, di dîroknameya xwe, Şerefnameyê da, bi dirêjî cih daye efsaneya Newrozê. Evroke li ser Newrozê bi sedan berhem hatine nivîsîn.

Newroz di timamî jîyana Kurdan da bûye sembola azadîyê. Xelkên dî yên Iranî wekî cejneke adetî û folklorîk pîroz dikin, belêm Kurd wê wekî cejneke polîtîk ya têkoşîna azadî û rizgarîyê pîroz dikin. Ji ber vê yêkê ye ku di Kurdistanê da, rejimên dagîrker pîrozîyên Newrozê qedexe kirine, wekî bizaveke mezin ya polîtîk dîtine û di her 21ê Adarê da teroreke nedîtî li ser xelkê Kurd gêrandine. Rejimên dagîrker di her 21ê Adarê da vêxistina agir, derketina geşt û seyrana qedexe kirîye. Gelek têkoşerên Kurd ji ber pîrozîyên Newrozê hatine girtin, hetta hatine kuştin. Ji ber hindê ji bo Kurdan Newroz xwe nîşandaneke neteweyî ye. Ji rojhilat bigirin heta rojavayê, ji bakur bigirin heta başûra Kurdistanê û derveyî welat, di pîrozîyên cejna neteweyî ya Newrozê da, yêkitîya xelkê Kurd jî pêktêt. Kurd bi hemû hêz û taqeta xwe ve û bi heyecaneke mezin her 21ê Adarê xwe amadeyî vê pîrozîya dîrokî dikin û çu asteng wan ji pîrozîya vê cejna neteweyî sar nakin. Kurd meydanan bi sedhizaran, tijî dikin û gazî û hawara xwe ya azadîyê bilind dikin. Ji 1992ê were li parçeyekî azad yê Kurdistanê, li Kurdistana Başûr, bi şahîyeke mezin, di nav azadîyê da tête pîroz kirin. Li parçeyên dî jî, milyonan Kurd dadikevin kuçe û kolana, meydana, mêrg û çîmena û agirê azadîyê vêdêxin û strana Newrozê bi dengekî bilind û xurt dibêjin.

Newroza 2004ê jî dê bi hazirîyên rengareng li seranserê Kurdistanê û derveyî welat bête pîroz kirin. Dengê strana azadîyê ya Newrozê hêj ji nihe ve li gund û bajêr, çiya, zozan û deştên Kurdistanê dengvedide. Agirê gur yê Newroza pîroz hêj ji nihe ve hatîye vêxistin. Bi navê hemû xelkê Kurdistanê, li bakur Diyarbekir (Amed), li başûr Hewlêr, li rojhilat Mahabad, li başûrarojava jî Qamişloyê meydanên xwe hazirî pîrozîya vê cejna neteweyî, Newrozê, kirine. Ji nav van bajêran, Hewlêr hem ji ber terora 1ê sibata evsale birîndar e, hem jî yêk ji serbajêrên azadkirî yê Kurdistanê ye. Û tête hêvî kirin ku parçeyên dî yên Kurdistanê jî azad û rizgar bin û Newroz li timamî Kurdistanê, di nav azadîyê da û bi şahîyeke mezin bête pîroz kirin.
Newroz bila li xelkê Kurd pîroz be.

**
Newroz di Mem û Zîna Ehmedê Xanî da [*]

Ehmedê Xanî di Mem û Zînê, bira 11 û 12an da wisa dibêje:
Destana beyana Newroza sultanî tesmîyeê mewsimê suru û şadimanî bi mersûmê qedîme Kurdistanî ku wan digotinê „sersal“ ed dikirin bi eydê wîsal
Bira 11an
hindek di mîsalê Zîn zerî ne
hin şubhê Memê di mişterî ne
...
Danayê muemmerê kûhensal
Ev rengê he go ji bo me ehwal
Go: Adetê pêşîyê zemanan
Ev bû li hemî cih û mekanan:
Wextê we ku şehsuwarê Xawer
Tehwîl-i dikir di mahê Azer
Yanî ku dihate bircê Sersal
Qet kes nedima di mesken û mal
Bîlcumle diçûne der ji malan
Hetta digihişte pîr û kalan
Roja ku dibûye eyda Newroz
Tazîm-i ji bo demê dilefroz
Sehra û çemen dikirne mesken
Beyda û demen dikirne gulşen

Bira 12an
Bi derketina şehrîyan e bi deştê ji bo seyrana sersal û geştê
Dewra felekê ji bextê feyroz
Dîsan ku numa ji nû ve Newroz
Mebnî li wî adetê mubarek
Şehr û sipahîyan bi carek
Bajêr û kelat û xanî berdan
Teşbîhê bi nijdîyan û cerdan
Sef sef diçûne kûh û deştan
Ref ref dixuşîne seyr û geştan

Hindek bi peyayî çûne baxan
Hindek bi suwarî çûne raxan

Sewdakirê eşqê bûn di bazar
Hem bayiê husn û hem xerîdar
Sersalî û bakir û ruwalan
Sedsalî-w ciwan û pîr û kalan
Sersal-î li resm û rahê mahûd
Gêran di cih û meqamê mehmûd

* [Mem û Zîn, Ehmedê Xanî, amadekarîya M. Emîn Bozarslan]

__________________
tubiranes is online now  
 


Konu Araçlarý
Mod Seç

Gönderme Kurallarý
Yeni konular açabilirsiniz --> izin yok
Yanýtlar gönderebilirsiniz --> izin yok
Eklentiler gönderebilirsiniz --> izin yok
Mesajlarýnýzý düzenleyebilirsiniz --> izin yok

vB koduAçýk
SimgelerAçýk
[IMG] kodu Açýk
HTML kodu Kapalý
Trackbacks are Kapalý
Pingbacks are Kapalý
Refbacks are Kapalý

Popüler Konular:
Bydigi Forum'un En Popüler Konularý
Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-1:

Norton AntiVirus 2008
Panda Antivirus & Firewall 2008
AVG Anti-Virus Free Edition 8.0.100
McAfee VirusScan Enterprise 8.5i
Avast! 4 Professional Edition 4.8.1169
Kaspersky Internet Security 7.0.1.325
Anti-Porn 10.4.11.15
BitDefender Internet Security 11.0.9 (2008)
Eset Smart Security 3.0.642
Ad-Aware 2008

Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-2:

Þeftali Yetiþtiriciliði
Ekolojik Tarým ve Hayvancýlýk
Süt Verimini Etkileyen Faktörler
Dört barajda su bitmek üzere
Karbondioksit salýmý yüzde 50’den çok artacak
VAN (Wan) Tarihi
Amed (Diyarbakýr) Tarihi
Ýç Anadolu Hakkýnda Genel Bilgi
Kültür ve Turizm Bakanlýðý müfettiþ yardýmcýlýðý
2008 yýlý icra müdür ve yardýmcýlýðý sýnav ilaný

Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-3:

Siz Hangi Yemeksiniz ?
Doðum gününüze göre hangi hayvansýnýz?
Doðum Tarihinize Göre Renginiz!
Bebeklerde Gaz Çýkarma
Virüs taþýyan keneler dehþet saçýyor
Þiddetin genlerle iliþkisi olabilir
Karpuz Viagra Etkisi Yapýyor