|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||||
|
BIDESTXISTINA RAYEKA LÊKERAN 1 Lêker, ji rayek û qertafan pêk tên. Di zimanê me de, du rayekên (ango kokên) lêkeran hene. Ev rayekên hanê jî di demên cuda de, tên bikaranîn. Bi gotineke din, rewþa bikaranîna wan ji hev cihê ye. Her wiha, digel vê qasê di zimanê me de, rayeka lêkeran jî diguhere. Di rayekê de, ne tenê dengdêr her wiha dengdar jî li dengên din dadigerin. Ev rewþ, taybetiyeke zimanê me ye ku em jê re tewanga lêkeran dibêjin. Ji ber ku mijar û dabaþa nivîsa me ne li ser tewangê ye, em dê li ser vê yekê ranewestin û jê behs nekin. Gava em raderê (mesderê) ji lêkerê bikin, em rayeka ji bo demên borî bi dest dixin. Lêker gerguhêz an negerguhêz be ferq nake, rewþ her ev e. Hemin gotin hatiye serê, ji niha bi þûn de ez dê ji bo vê rayekê, gotina rayeka dema borî jî bi kar bînin. Gava em vê rayekê ji bo demên borî bikêþin û biçevînin, em dê bibînin ku tu guherînek di dengdar û dengdêrên vê rayekê de çênabin. Bi awayekî giþtî, qertafên (pirtikên) demê, tên dawiya vê rayekê. Wekî, ji bilî çîrokiya dema niha, çîrokiya dema niha ya hevedudanî, çîrokiya dema bê û çîrokiya dema bê ya hevedudanî. Bidestxistina vê rayeka ji bo demên borî gelek hêsan û sanayî ye. Tê de qet gelþ û alozî nîn e. Lê belê, rayeka ku ji bo dema niha, dema bê û raweya fermanî tê bidestxistin, hinek na, têra xwe zor û çetîn e. Gêjahiyên wê hene. Ji ber ku guherîna dengan di vê rayekê de diqewime. Ji lew re jî, tewanga lêkeran tenê di vê rayekê de çêdibe. Em dê ji berêvkî ve, xal bi xal bi mijara xwe de herin û li gorî mijar û dabaþê li ser rayekên lêkeran û guherînên dengan ên di wan de rawestin. Em dê tenê qîma xwe bi aþkerakirina rewþê neînin, heta ji me bê û zanîna me têrî bike, em dê lê bixebitin ku rêzikên heyî tespît û formûle bikin. Pêþî em mijara xwe ji du aliyan ve hildin dest. Sedem jî ev e ku, du cure raderên me hene. Em dê bi navbernavan bi mijarên xwe de herin, da ku mijar hêsan bibin û serwextiya ji mijarê sivik bibe. A) Lêkerên ku radera wan /-in/ e. Wekî tê zanîn, di kurmancî de radera lêkeran an /-in/ e an jî bi tenê /-n/ ye. Ji lew re li gorî radera lêkerê em nikanin ji aliyê þêweyê ve lêkerên xwe bisenifînin. Ji ber ku di dema bidestxistina rayeka lêkeran ên ji bo dema niha de, (ji niha pê de ez ê ji bo rayeka demên niha, bê û raweya fermanî wiha bibêjim) hem deng ji rayeka lêkerê dikevin û hem jî deng li dengekî din dadigerin, loma min serî li riyeke wiha xist ku, ez di bin du rasernavan de vê mijarê hildim dest û li ser wan hûr bibim. Pêþî em ji lêkerên ku radera wan /-in/ e dest pê bikin û van jî di bin çend jêrenavan de bisenifînin. Her wiha bi awayekî serkî be jî, em hin kitekitên wan û taybetiyên wan raxin ber çavan. Bi ya min, bi vî awayî em dê hêsantir karibin ango biþên ku der barê van cure lêkeran de serwext bibin. 1) Lêkerên ku dawiya wan bi /-andin/ê diqedin. Sedema ku ez dibêjim lêkerên ku bi /-andin/ê diqedin ev e. A rast min dikaribû bigota, lêkerên ku kîteya wan a dawî /-din/ e, lê çend cure lêkerên me hene ku derveyî vê rêzikê (qaydeyê) ne. Mîna “xwendin”, “þandin” û “çandin”ê. Çendî di van lêkeran de /-andin/ heye jî, lê di rastiya xwe de ew cihê ne û bi domana demê re guherîn di wan de çêbûye û ew teþeguherî ne. Li aliyê din, di rayeka van a dema borî de gelþ tune ye. Eger radera wan a /-in/ bê avêtin, rayeka wan a dema borî bi dest dikeve. Lê di dema peydekirina rayeka dema niha ya negerguhêz de gelþ heye. Ez dixwazim ku di bin sernavekî din de ji van cure lêkeran behs bikim û li ser wan rawestim. Em niha li vir tenê balê bikêþin ser wan dê baþtir be. Lêkerên ku dawiya wan bi /-andin/ê diqedin û kuta dibin, bêawarte tev de lêkerên gerguhêz in, bi gotineke din têper in. Ev taybetiyeke van cure lêkeran e û ji bo kesên ku hê nû hînî zimanê kurdî dibin jî, ev yek ji bo wan hêsaniyek e. Piþtî rader ji wan bê avêtin, rayeka wan a dema borî tê bidestxistin. Ev cure lêker, di zimanê me de xwedî rêjeyeke pir a berbiçav in. Ev lêkerên hanê, di rastiya xwe de lêkerên çêkirî, lêkerên dariþtî ne. Bi awayekî giþtî an ji navdêrekê an jî, ji rengdêrekê hatine dariþtin. Ji bo rewþa gerguhêz bi /-andin/ê û ji bo rewþa negerguhêz jî bi /-în/ê çêbûne. Ligel vê yekê, rêjeya wan kêm be jî, ji bo rewþa gerguhêz bi /-isandin/ û /-ijandin/ê, ji bo rewþa têneper ango negerguhêz jî bi /-isîn/ û /-ijîn/ê jî çêdibin. Mîna lêkerên ku ji “rep” û “germ”ê pêk hatine: rep+isandin û rep+isîn, germ+ijandin û germ+ijîn. Çendî ev lêker lêkerên dariþtî bin jî, lê mîna ku ew lêkerên sade bin, tên xuyakirin û ji lew re jî bûne xwedî rêzikên cuda. Ji ber vê rewþa wan a taybet, averêbûnek di wan de pêk hatiye û ez dibêjim ku ji lêkerên me yên din cuda, rewþeke wan heye. Li aliyê din, di zimanê me de cêwiyên van cure lêkeran hene ku dawiya wan bi /-tin/ê diqedin. Her wiha, bi ya min þêweya wan a seretayî û destpêkê jî, ev awa bi xwe bûye. Mînak: maliþandin û malaþtin temirandin û temartin guhirandin û guhartin zivirandin û zivartin. Digel van yekan, me gotibû rewþeke cihê ya van lêkeran heye, ku di lêkerên din de em rastî van taybetiyan nayên. Niha em hinek bi kitekit li ser wan rawestin. Ji van cure lêkeran piþtî avêtina radera /-in/ê rayeka dema borî ya gerguhêz tê bidestxistin. Piþtî ji rayeka dema borî ya gerguhêz dengdara /d/ bikeve û dengdêra /a/yê jî, ku di kîteya dawî de ye, bibe /î/, îcar rayeka dema niha ya gerguhêz tê himatê. Di pey vê yekê de vê carê em rastî rewþeke din tên. Ew jî ev e: Rayeka dema niha ya gerguhêz wekî ku lêkera raderîn a negerguhêz be tê pejirandin û bi ketina radera /-n/yê rayeka dema borî ya negerguhêz û bi ketina dengê /-î/yê ji heman rayekê, rayeka dema niha ya negerguhêz pêk tê. Ji van cure lêkerên navborî, em çend heban ji wan wek nimûne bidin û awayên wan ên radera dema borî destnîþan bikin: qedandin, standin, afirandin, guhirandin, gerandin, kelandin, qelandin, qewirandin, pejirandin, pekandin, temirandin, zivirandin. Eger em raderên van lêkeran, ku giþt /-in/ in, ji wan bikin, di destê me de rayeka wan a dema borî dimîne: Mînak: qedand (-in), stand (-in), afirand (-in), guhirand (-in), gerand (-in), keland (-in), qeland (-in), qewirand (-in), pejirand (-in), pekand (-in), temirand (-in) û zivirand (-in). Ji bo têgihîþtin û zelaliya mijarê, em bi hevokan daxuyaniyên xwe bidomînin. Min qedand, min diqedand, min dê biqedanda, min qedandibû Wan stand, min distand, min dê bistanda, min standibû Wê afirand, wê diafirand, wê dê biafiranda, wê afirandibû Me guhirand, me diguhirand, me dê biguhiranda, me guhirandibû Wan qeland, wan diqeland, wan dê biqelanda, wan qelandibû. Dêhna we kiþandibe, tu guherîneke dengan di wexta kiþandinê de, di van rayekên lêkeran de çênebûye, tenê qertafên deman li wan zêde bûne, hew. Niha ji van rayekan, îcar em rayeka dema niha ya gerguhêz peyde bikin. Serê pêþîn ji rayeka dema borî dengdara /d/yê tê xistin, piþtre jî /a/ya di kîteya dawî ya rayeka mayî de li dengdara /î/yê tê dagerandin. Em bidin xuyakirin ku ev guherîna dengan, taybetiyeke tewanga lêkeran e. Di zimanê me de, di dema kiþana lêkeran de, nemaze di rayeka wan a dema niha de, dengdar û dengdêr li dengên din dadigerin. Em ji vê yekê re dibêjin tewanga lêkeran. Bi gotina kin û kurt, bi vî awayî ji rayeka dema borî ya lêkerên ku bi /-andin/ê diqedin, rayeka dema niha ya gerguhêz tê çêkirin. Bi dayîna nimûneyan, em vê rêzika hanê biþopînin. Lêker bila ev bin: qedandin, afirandin, guhirandin û gerandin. Gihaneka yekemîn, em raderan ji lêkeran bikin. Raderên van lêkeran /-in/ in. Piþtî avêtina wan raderan qedand (-in), afirand (-in), guhirand (-in) û gerand (-in) li rastê dimînin. Gihaneka duyemîn, îcar em dengê wan ê dawî ji wan bikin ku ew deng tîpa /d/yê ye: qedan (-d), afiran (-d), guhiran (-d) û geran (-d). Em daxuyaniyekê li ser vê rewþa hanê bidin. Ev rayekên hanê, di rastiya xwe de êdî navdêr in jî, ku ji lêkeran hatine çêkirin. Gava mirov bixwaze ji lêkeran navdêran çêke, ev rêbazeke zimanê me ye û divê bi vê riyê mirov tev bigere. Wekî mînak em çend hevokên nimûneyên yên ku bi van navdêran çêbûne rapêþ bikin: afirana cîhanê, gerana me ya li bajêr, guhirana teþeyê deng û hwd. Gihaneka seyemîn jî guherîna dengê /a/ya di kîteya dawî de, bi dengê /î/yê ye. Rewþa dawîn ev e: qedîn (qedan), afirîn (afiran), guhirîn (guheran) û gerîn (geran). Bi vê rewþê em rayeka dema niha ya gerguhêz bi dest dixin. Em dîsan, bi hevokên nimûneyî li mijara xwe bidomînin. Ez diqedînim, ez ê biqedînim Ew ê biafirîne, biafirîne Em diguhirînin, em dê biguherînin Tu nagerînî, tu dê bigerînî Lê belê, li vir tiþtek derdikeve pêþberî me. Rayeka dema niya ya gerguhêz, her wiha lêkera raderîn a negerguhêz a van cunre lêkeran e. Heke em bi lêkerên nimûneyî berdawamî bi gotin û daxuyaniyên xwe bidin û mijara xwe rave bikin, dê baþ be. qedîn afirîn, guhirîn û gerîn ku rayekên dema niha yên gerguhêz ên lêkerên qedandin, afirandin, guhirandin û gerandin in, her wiha, di heman katê de lêkerên negerguhêz ên eynî lêkeran in jî. Ji van rayekan, îcar em rayekên demên borî yên negerguhêz û yên dema niha yên negerguhêz bi dest dixin. Ji bo nimûne: qedîn afirîn, guhirîn û gerîn, bila dîsan lêkerên me yên mînak bin. Em radera wan ku /-n/yê ji wan bikin, em dê rayeka wan a dema borî û heke em ji vê rayekê dengdêra /-î/yê jî ji wan bixînin, hingê rayeka wan a dema niha çêdibe. Di van her du rayekan de tu geherîna dengan pêk nayê. Guherîna denganiyê tenê di dema pêkhatina rayeka dema niha ya gerguhêz de pêk tê. Bi dayîna hin lêkerên mînak, em dabaþa xwe rave bikin: qedîn, afirîn, guhirîn, gerîn, kelîn, qedîn, qewirîn, pejirîn, pekîn, temirîn û zivirîn. Wek merheleya pêþîn em radera wan ji wan bigirin biavêjin û rayeka dema borî ya negerguhêz ji wan peyde bikin. qedî (-n), afirî(-n), guhirî(-n), gerî(-n), kelî(-n), qedî(-n), qewirî(-n), pejirî(-n), pekî(-n), temirî(-n) û zivirî(-n). Ez qedîm, Ew afiriye, Em guhirîne Tu negeriyayî Av keliyabû Goþt nediqeliya Ew biqewirîna Çira ditemiriya Li dorê zivirîbûbûn Wek gihaneka diduyan jî, em îcar dengdêra /î/yê ji rayeka dema borî bixînin û rayeka dema niha ya negerguhêz bi dest bixin. Em awayê mayî, ku piþtî hildana qertafa /-n/yê li rastê mane, ew wek nimûne derpêþ bikin: qed (-î), afir (-î), guhir (-î), ger (-î), kel(-î), qel (-î), qewir (-î), pejir(-î) pek (-î), temir (-î) û zivir (-î). Ev rayekên li jorê, rayekên lêkerên fermanî ne, her wiha di rewþa navdêrê de ne jî, ku ji lêkeran çêbûne. Bi gotineke din, em dikarin bibêjin jixwe ev peyvên resen in, ku lêker ji wan hatine çêkirin. Li hêla din, bi vî awayî em hem navdêren ku ji lêkeran çêdibin bi dest dixin û hem jî em dikarin wan wek parkîtan (paþgiran), ku ji rayeka fermanî ya lêkerê çêbûne, bi kar bînin û bi wan navdêr û rengdêran jî çêkin. Serê pêþîn em ji bo kêþana demê, wan hildin dest û li ser wan bisekinin. Ez diqedim, ez ê biqedim Ew diafire, Ew ê biafire, Em diguhirin, em ê biguhirin Tu nagerî, tu dê negerî Av dikele, av dê bikele Goþt diqele, goþt dê biqele Ew diqewirin, ew ê biqewirin Çira ditemire, çira dê bitemire, Li dorê dizivire, li dorê bizivire. Li vir ez dixwazim wek agahî bidim zanîn ku, min qertafa dema bê bi zanebûn bi du awayî bi kar anî. Mîna /dê/ û /ê/. Me got ku bi van rayekan em dikarin navdêr û rengdêran jî çêkin, îcar ji bo wan em çend nimûneyan bidin. Roj+ger, agir+temir, teþe+guhir, balafir+qewir... û hwd. Ji bo lêkerên me yên bi vî teþeyî, ango ji bo lêkerên me yên gerguhêz ên ku dawiya wan bi awayê /-andin/ê diqedin, em dikarin behsa çar rewþa rayekan bikin. Yek ji bo demên borî, yek ji bo dema niha ya di rewþa gerguhêz de, yek dîsan ji bo dema borî ya negerguhêz û ya din jî dîsan ji bo dema niha, lê belê ji bo rewþa negerguhêz. Em careke din hin lêkerên ku me ji bo vê sernavê wek mînak dabûn, hildin dest û sedema van gotinên xwe yên navborî aþkera bikin, lê belê bi awayekî kurtasî. Lêker ev in: qedandin, afirandin, guhirandin, gerandin, temirandin û zivirandin. Gihaneka pêþîn, heke radera /-in/ê ji wan bikeve di dest de rayeka dema borî dimîne. Ji bo vê jî em tenê rewþa wan a rayekê nîþan bidin: qedand, afirand, guhirand, gerand, temirand û zivirand. Gihaneka duyemên, pêþî dengdara li dawiya rayekê dikeve ku ew jî /d/ ye. Bi dû re, îcar dengdêra di kîteya dawî de ku /a/ ye, li dengdêra /î/yê dadigere. Em vê rewþî jî bi awayekî kurt nîþan bidin: qedan (-d), afiran (-d), guhiran (-d), geran (-d), temiran (-d) û ziviran (-d). Di pey vê rewþê de li rastê ev awa dimînin: qedan, afiran, guhiran, gera, temiran û ziviran. Em guherîna dengdêra /a/yê bi dengdêra /î/yê jî di rayekên ku di destê me de mane, pêk bînin: qedîn, stîn, afirîn, guhirîn, gerîn, kelîn, qelîn, qewirîn, pejirîn, pekîn, temirîn û zivirîn. Ev ên hanê, rayekên dema niha yên lêkerên gerguhêz in ku bi /-andin/ê diqedin. Li vir tiþtekî balkêþ heye ku ji cure lêkerên me yên din cihê dibe. Gihaneka sêyem; em vê rewþê jî bi rayeka dema niha ya gerguhêz bidin xuyakirin: qedîn, afirîn, guhirîn, gerîn, temirîn û zivirîn. Ewilî em radera wan ji wan bikin ku tenê /-n/ ye. Em vê kirina hanê jî destnîþan bikin: qedî (-n), afirî (-n), guhirî (-n), gerî (-n), temirî (-n) û zivirî (-n). Li rastê ev halê wan dimîne û ev jî rayekên demên borî ne. qedî, afirî, guhirî, gerî, temirî û zivirî. Ev êdî rayeka dema borî ya negerguhêz e. Gihaneka çarem: Piþtî ku ji rayeka dema borî dengdêra /î/yê bê avêtin îcar rayeka dema niha ya negerguhêz pêk tê. Em vê yekî jî diyar bikin: qed (-î), afir (-î), guhir (-î), ger (-î), temir (-î) û zivir (-î). Em halê dawî careke din pêþkêþ bikin û bidin xuyakirin ku ev rayeka dema niha ya negerguhêz e: qed, afir, guhir, ger, kel, qel, qewir, pejir, pek, temir û zivir. Piþtî diyarkirina vê rewþê îcar em balê bikêþin ser riyeke din a bidestxistina van rayekan. Em dikarin ji bo bi destxistina rayekên van cure lêkeran serî li riyeke din jî bidin. Heke em /-andin/ê ji van lêkeran bigirin biavêjin, wê gavê rayeka lêkerê ya negerguhêz bi dest dikeve. Bi dayîna heman lêkerên mînak, em dabaþa xwe ronî bikin: qed (-andin), afir (-andin), guhir (-andin), ger (-andin), temir (-andin) û zivir (-andin). Em awayê mayî, ku piþtî hildana qertafa /-andin/ li rastê mane, ew wek nimûne derpêþ bikin: qed, afir, guhir, ger, temir û zivir. Em îcar ji vê, awayê bidestxistina rayeka dema borî ya negerguhêz bi dest bixin. Em qertafa /-î/yê li ser rayeka dema niha ya negerguhêz zêde bikin, rayeka dema borî ya negerguhêz çêdibe. Em vê yekê nîþan bidin: Qed+î, afir+î, guhir+î, ger+î, temir+î û zivir+î. Merheleya din jî ev e: Em /-n/yê li van rayekan zêde bikin, wê gavê jî rayeka dema niha ya gerguhêz tê himatê. Mînak: Qedî+n, afirî+n, guhirî+n, gerî+n, temirî+n û zivirî+n. Ji bo ku em rayeka dema borî ya gerguhêz ji van lêkerên ku dawiya wan bi /-andin/ê diqedin çêbikin, em tenê radera /-in/ê ji wan dikin ew qas. Mînak: qedand (in), afirand (-in), guhirand (-in), gerand (-in), temirand (-in) û zivirand (-in). Em gotin û daxuyaniyên xwe yên der barê lêkerên ku bi /-andin/ê diqedin, bi awayekî hêsan formûle bikin: I) Bi hilanîna radera /-in/ê, rayeka demên borî bi dest tê xistin, ku ev rayek ji bo rewþa gerguhêz e. II) Ji lêkerê, bi avêtina /-andin/ê, rayeka dema niha ya negerguhêz bi dest tê xistin. III) Bi avêtina dengê dawî ji rayeka demên borî û bi guhartina dengdêra /a/ya di kîteya dawî ya vê rayekê de bi dengdêra /î/yê, an jî bi gotineke din, bi zêdekirina /-în/ê li rayeka dema niha ya negerguhêz, îcar rayeka dema niha ya gerguhêz tê çêkirin. IV) Lêkera raderîn a lêkerên ku bi /-andinê/ê diqedin, hem rayeka dema niha ya gerguhêz e û hem jî lêkera raderîn a heman lêkerê ya negerguhêz e. V) Ev cure lêkerên me, ji bilî lêkerên wekî “xwendin”, “çandin” û “þandin”ê giþt xwedî rêzik in û bidestxistina rayekên wan ên deman gelek hêsan in û rêzikî ne. |
|||||||||||||||
|
|
|
|
#2 (permalink) | |||||||||||
|
2
2) Lêkerên ku dawiya wan bi /-stin/ê diqedin. Rêjeyeke zêde ji lêkerên me, kîteya (heceya) wan a dawî bi/-tin/ê diqede. Lê ji ber ku di hin van cure lekeran de hem dengdêr û hem jî dengdar di rayeka dema niha de li denginen din diguherin, min hewcetî pê dît ku ez wan ji hev cihê hildime dest. Tiştek heye ku min divê ez bibêjim. Di van cure lekeran de jî piştî avêtina raderê, rayeka dema borî bi dest tê xistin û tu guherîneke dengan, ango rewşa tewanga lêkerî di wan de naqewime û rûnade. Piştî van daxuyaniyan em vegerin ser lêkerên ku li dawiya wan /-stin/ heye. Lêkerên me yên ji bo nimûneyê ev in û ev lêker, lêkerên sade ango xwerû ne, ne yên çêkirî û dariştî ne. Gerçî lêker dariştî ango çêkirî bin jî, ji aliyê encamê ve tiştek naguhere. Tenê ji aliyê serwextinê ve me xwest em yên sade wek mînak rapêş bikin: xwastin, parastin, gestin, perestin, çêstin, xistin, ristin, lîstin, bihîstin û birûstin. Bala we kişandibe, bi dorê beriya /s/yê dengdêrên /a/, /e/, /ê/, /i/, /î/ û /û/ hatine. Min bi taybetî ev cure lêker bijartin û min xwest bê ka çi guherîn di rayeka wan a dema niha de çêdibe, raxim ber çavan. Ji bo gihaneka pêşîn, rêzik ev e: Radera wan ku /-in/ e, ji lêkeran tê xistin, bi vî awayî rayeka dema borî pêk tê. Bi nîşandanê em mijarê ronî bikin: guhast (-in), parast (-in), gest (-in), xwest (-in), çêst (-in), xist (-in), rist (-in), lîst (-in), bihîst (-in) û birûst (-in). Ji bo serwextbûn hêsantir bibe, em halê mayî careke din binivîsin: guhast, parast, gest, xwest, çêst, xist, rist, lîst, bihîst û birûst. Min guhast, min guhastibû Wî diparast, wî dê biparasta Wan gestibûn, wan dê bigesta ez perestim, ez dê biperestima Min çêst, min çêstiye Wan xist, wan dixiste Wê rist, wê ristibû Ez lîstim, ez dilîstim Min bibihîsta, min dê bihîstibûya Ez birûstibûm, ez birûstîbûma Ev çend nimûne, ji bo zelalbûna dabaşa me ji min tirê bes in. Wek ji van mînakan jî xuya bû, guherîneke denganî di rayeka demên borî de çênebûye û qertafên deman li wan zêde bûne. Îcar em bên gihaneka duyemîn. Ji bo ku rayeka dema niha pêk were, serê ewilî dengek ji rayeka dema borî dikeve. Ev deng jî tim dengdara /t/yê ye. Em ji bo zelalbûn û ronîbûna mijarê dîsan serî li mînakên xwe yên li jorê bidin. Jixwe me raderên wan ji wan avêtibûn û tenê rayekên wan ên demên borî mabûn. Niha em wan bi vê rewşê hildin jêrê û dengê wan ê li dawî jî ji wan bigirin biavêjin. Ji ber ku lêkerên bi vê şêweyê, di vî halî de, tenê dengdara /t/yê li dawiya wan heye, lewma min wiha got. Em vê yekê jî di nav kevanekê de nîşan bidin: guhas (-t), paras (-t), ges (-t), peres (-t), çês (-t), xis (-t), ris (-t), lîs (-t), bihîs (-t) û birûs (-t). Piştî vê kirinê, li dawiya hemû mînakên me, yên ji lêkerên ku dawiya wan bi /-stin/ê diqedin, dengdara /s/yê dimîne. Di serî de ev dengdara hanê, bi awayekî giştî li dengdara /z/yê dadigere. Lê belê, hin awarte (îstisna) ne tê de dengê /s/yê bi piranî dibe /z/. Ev ji bo hemûyan wisan e. Îcar em bên ser dengdêrên di van lêkeran de, bê ka ew li çi dengdêrî dadigerin û ev wek rêzikekê pêk tê an na, em bi hev re bibînin. Em berêvkî dest pê bikin û ji dengdêra /a/yê pê bikevin û bi mijara xwe de herin. Ev dengdêra hanê bi awayekî giştî di van cure lêkeran de li dengdêra /ê/yê dadigere. Lêkerên ku di wan de dengdêra /e/yê heye; bi awayekî giştî ev deng bi biryardarî li dengekî danagere. Hem wekî xwe dimîne û hem jî li dengdêra /ê/ û li ya /i/yê dadigere. Herçî dengdêrên /ê/, /i/ û /û/ ne, wekî xwe dimînin. Em ku bi awayekî din bibêjin. Ev her sê deng, hebûna xwe di rayeka dema niha de diparêzin. Di pey van amajepêkirinan de, niha jî em bi dayîna mînakan li ser mijara xwe rawestin. Ewilî em bi rewşa wan a ku dengdara /t/yê ji wan ketiye, wan hildin dest. guhas, paras, ges, peres, çês, xis, ris, lîs, bihîs û birûs. Me gotibû ku dendara /s/yê ya li dawiya wan bi awayekî giştî dibe dibe /z/. Nexwe bi vî halî, bi rewşa ku dengdêra /s/yê li dengdara /z/yê dageriyaye em careke din van mînakan derpêş bikin. guhaz, paraz, gez, perez, çêj (?) , xi (?), ris (?), lîz, bihîz û birûs (?). Beriya ku ez derbasî mijara guherîna dengdêran bibim, min divê ez balê bikişînim ser hin awarteyan, ku min bi nîşana xalepirsê ew diyar kirine. Yek jê lêkera çêstin e. Çendî di kurmancî de wwiha cih girtibe jî di rastiya xwe de ew çêştin e. Ji ber ku rayeka wê ya dema niha “çêj” e û em dizanin ku dengên /ş/ û /j/ bi hev diguherin. Ji lew re di rayeka dema niha de em nabêzin “ez diçêzim” lê belê em dibêjin “ez diçêjim”. Çendî ev jî lêkereke ji aliyê şêweyê ve teşeguherî be jî ez dê dîsan di nav mînakan de cih bidime wê. Lêkera din jî “xistin” ne, ku rayeka wê ya dema borî /xist/ e. Gava ku ev rayek li rayeka dema niha dagere, ku divê serê pêşîn dengdara /t/yê jê bikeve, hin guherînên derî rêzikê tê de çêdibin. Diviya ku dengdara /s/yê bibûya /z/, lê ev yek neqewimiye. Bi ser de dengdara /s/yê jê ketiye û mîna /xi/ maye. Mesela, gava ku me ji bo dema niha bikişanda gerek me wiha ev rayek bi kar bianiya. Ku rayek “xiz” an jî em bibêjin guherîna dengê tê de çênebûya û mîna “xis” bimaya: ez dixizim (dixisim) û ez ê bixizim (bixisim). Lê îro em wê wek “ez dixim” û “ez ê bixim” bi kar tînin. Heta em tiştekî din jî dikin û wê wekî “ez dixînim” bi kar tînin. Ev rewşeke awarte û ya derî rêzikê ye. Guherîneke derî adet tê de çêbûye û ew êdî şêweyeke teşeguherî (deformebûyî) ye. Eger em /xîn/ wek rayeka dema niha bipejirînin, divê ku îcar em rayeka wê ya dema borî jî wiha qebûl bikin: “xîntin” an jî “xînandin”. Lê tiştê ku em dizanin ev awa tune ne. Ji bo rayekên “ris” û “birûs”ê jî ez vê bibêjim ku li ber wan jî nîşana xalepirsê heye. Awarte li vir, danegerîna dengdara /s/yê li dengdara /z/yê ye. Ev jî di zimanê me yê devkî de bêyî ku ev guherîna dengan pêk were, tên bikaranîn û bilêvkirin. Der barê guherîna dengdêra /a/yê li dengdêra /ê/yê jî ez mînakeke derî rêzikê derpêş bikim. Çendî ku bi awayekî giştî dengdêra /a/yê li dengdêra /ê/yê dadigere jî, em dibînin ku lêkera me ya “xwastin” (ku wekî xwestin jî tê bikaranîn û awayê wê yê kevn jî xwastin e) li derveyî vê rêzikê dimîne. Mînak: ez dixwazim, ez ê bixwazim, min xwast, min xwastiye... Hat dîtin ku dengê /a/yê li dengekî din naguhere. Ev jî awarteyek e. Niha em rewşa van lêkeran a dawî ya rayekên dema niha derpêş bikin û guherîna dengdêran jî di wan de pêk bînin. Me li jorê jî gotibû ku bi awayekî gelemperî dengdêra /a/yê dibe /ê/ û carinan jî dengdêra /e/ dibe /i/ an jî /ê/. Bi hevokên nimûneyî em li mijarê xwe bidomînin: guhêz, parêz, gez, periz, çêj, xi, ris, lîz, bihîz û birûs. Ez diguhêzim, ez ê biguhêzim tu diparêzî, tu dê biparêzî Ew digeze, ew ê bigeze Em diperizin, em biperizin Hûn diçêjin, hûn ê biçêjin Ew dixin, ew ê bixin Ez dirisim, ez ê birisim Tu dilîzî, tu dê bilîzî Ew dibihîze, ew ê bibihîze Em dibirûsin, em ê bibirûsin. Li vir, bi vê mijara hanê ve eleqedar, ez dixwazim çend tiştên din jî bibêjim. Lêkerên “ristin” û “lîstin” bi awayê “rêstin” û “leyîstin” jî hene û li hin deveran tenê awayekî wan heye. Ji bo nimûne li hin cihan dibêjin “ez leyîstim”, nabêjin “ez lîstim”. Her wiha ev lêker li hin herêman gerguhêz û li hin herêman jî negerguhêz e. Ji vî aliyî ve jî ev lêker xwedî tevlihevî û gêjahiyekê ye. Dîsan hin lêkerên me yên ku dawiya wan bi /-stin/ê diqedin û li derî rêzikê tên kişandin û bikaranîn hene, wekî: westin, bestin, pestin û verestin. Gava em wan li gorî dema niha dikişînin û diçevînin, tenê rayeka wan /-in/ ji wan dikeve û hew. Li gorî rêzikê, diviya ku /t/ya li dawiyê jî ji wan biketa, tewanga lêkerî di wan de biqewimiya hêja. Lê wisan nabe. Ji lew re ev cure lêker (westin, bestin, pestin, verestin) derî rêzika heyî, bûne xwedî rêzikeke din. Mînak: Ez diwestim, ez ê biwestim Tu dibestî, tu ê bibestî Ew dipeste, ew ê bipeste Ew vedireste, ew ê vereste Niha jî, ji bo demên borî em van lêkeran bikişînin. Serê pêşîn îcar divê mirov van lêkeran wekî “westîn, bestîn, pestîn û verestîn” bibîne û radera wan jî mîna ku tenê /-n/ be bipejirîne. Digel vê yekê, ji bo demên borî du cure awayê kêşana van lêkeran derdikeve ber mirov. Ez diwestîm (diwestiyam) Tu dibestî (bestiya) Em pestîne (pestiyane) hûn ê verestîn (verestiyan) Tê dîtin ev lêkerên ku dabaşa me li ser wan e, xwedî rengekî cuda ne û derî rêzikên heyî, xwedî rêzikên cihê ne. Ez wek nimûne lêkereke din a negerguhêz bidim: nivistin; ango razan, xew kirin. Ev lêker wek lêkereke rêzikî xuya dike û gava mirov radera wê biavêje, rayeka dema borî dimîne li holê. Ji vî aliyî ve gelş nîn e. Lê gava ku em bixwazin radera wê ya dema niha, li gorî rêzikên giştî yên van cure lêkeran, bi dest bixin, em dê bikevine tengasiyekê. Em berêvkî pê de herin: nivist (-in), bi avêtina raderê “nivist” dimîne. Çend hevokên nimûneyî: Ez nivistim, ez dinivistim, ez dê binivistima, ez nivistibûm... Niha jî ji bo rayeka dema niha, em li ser vê lêkerê rawestin. Li gorî rêzikê, divê ku pêşî dengdara dawî /t/ bikeve, (nivis-t) û li rastê “nivis” bimîne. Her wiha dendara /s/yê jî hewce ye bibe /z/ (an jî dibe ku wek derî adet wekî xwe bimîne). Lê belê, çi heye ku kes îro di zimanê devkî de vê şêweyê bi kar nayne û mirov rastî vê jî nayê. Li vir em dikarin bibêjin ku dengê /s/yê ketiye û /nivi/ bi tena serê xwe maye. Ji lew re wiha tê bikaranîn. Ez dinivim, ez ê binivim, binive.... Em vê jî bibêjin ku dengdêra /i/ya li dawî ji ber qertafên lêkera bûnê yên kesane dikeve. Jixwe ev cure lêker negerguhêz in. Ji bo ku mîrov van gerguhêz bike, piştî ji wan avêtina raderê, mirov qertafa /-andin/ê bi ser wan ve dike. Bi vî awayî lêkerên gerguhêz ên ji desteya lêkerên sade (xwerû, neçêkirî) pêk tên. Der barê van cure lêkeran de, em gotinên di xwe zelatir bikin û bi çend xalan diyar bikin. I) Bi avêtina radera /-in/ê, rayeka demên borî pêk tê. Di vê rayekê de tu guherînên dengan çênabin. Qertafên kêşanê yên deman li van rayekan zêde dibin. II) Ji rayeka demên borî, piştî avêtina dengdara /t/yê, rayeka dema niha tê himatê. Lê bi awayekî giştî dengdara /s/yê ya li dawiyê, li /z/yê û dengdêra /a/yê jî ya kîteya dawî, li /ê/yê dadigere. Herçî dengdêra /e/yê ye, ew bêîstiqrar e. Geh li /ê/yê û geh jî li /i/yê dadigere. III) Hin ji van cure lêkeran negerguhêz in û ji lew re li derî rêzika giştî dimînin. IV) Çendî di van lêkeran de serûberiyek heye jî, bi qonaxa demê re, ji ber sedemên cihê, hin guherîn di wan de pêk hatine. Ji wan deng kêm bûne, teşeguhêzî bûne, li derî rêzika asayî mane û bûne xwedî hin rêzikên din. Ji lew re em dibêjin awarteyên van cure lêkeran hene. |
|||||||||||
|
|
|
|
#3 (permalink) | |||||||||||
|
3
3) Lêkerên ku dawiya wan bi /-ştin/ê diqedin. Ev lêkerên ku dawiya wan bi /-ştin/ê diqedin, bi awayekî giştî ew jî xwedî rêzik in, mîna wan rêzikên lêkerên ku bi /-stin/ê diqedin. Di van lêkeran de jî, piştî avêtina radera /-in/ê rayeka dema borî pêk tê û guherîna dengan di vê rayekê de nayê pê. Dîsan tenê guherîna dengdar û dengdêran di rayeka dema niha de çêdibe. Di lêkerên xwedî vî teşeyî de, dengdara /ş/yê û ya /j/yê bi hev diguherin. Digel vî qasî, awarte jî hene. Dîsan dengdêra /a/yê bi dengdêra /ê/yê diguhere. Dengdêrên din hema bibêje mîna xwe dimînin. Em lêkerên xwe yên nimûneyî yên ji bo vê xalê pêşkêş bikin û li ser wan bisekinin: biraştin, malaştin, rahiştin, keliştin, kuştin, şûştin, gihîştin, nîştin, koştin, rihoştin. Wek gihaneka destpêkê, em pêşî radera wan a /-in/ê, ji wan bikin, em vê yekê jî di nav kevanekê de nîşan bidin: biraşt (-in), malaşt (-in), rahişt (-in), kelişt (-in), kuşt (-in), şûş (-in), gihîşt (-in), nîşt (-in), koşt (-in) û rihoşt (-in). Rewşa dawî ya rayeka dema borî ya van lêkeran ev e: biraşt, malaşt, rahişt, kelişt, kuşt, şûş, gihîşt, nîşt, koşt û rihoşt. Bi vê kirinê, me rayeka dema borî bi dest xist. Êdî ez naxwazim mînakan ji bo hevokên nimûneyî bidim. Ji ber ku me li jorê ev yek kiribû û me ji bo serwextbûna tam a ji mijarê, hevokên nimûneyî derpêş kiribûn. Ez bawer dikim êdî gotinên me fehmbar û fesîh in. Mebesta me tê fehmkirin, lewma hewce pê nabîne ku em hevokên mînak ji niha û bi şûn de pêşkêş bikin. Ji bo gihaneka diduyan, îcar em dengdara dawî ku /t/ ye, ji wan rayekên dema borî bigirin biavêjin. Em vê jî dîsan di nav kevanekê de diyar bikin bê çawan tê avêtin: biraş (-t), malaş (-t), rahiş (-t), keliş (-t), kuş (-t), şûş (-t), gihîş (-t), nîş (-t), koş (-t) û rihoş (-t). Em rewşa wan a dawî careke din binivîsin: biraş, malaş, rahiş, keliş, kuş, şûş, gihîş, nîş, koş û rihoş. Me di serî de gotibû ku di van cure lêkeran de, bi awayekî giştî dengdara /ş/yê di rayeka dema niha de dibe /j/. Lê çi heye ku hem awarteyên vê yekê hene û hem jî dengê /ş/yê ji hin rayeka dema niha ya lêkeran ketiye. Li aliyê din dîsan, me gotibû ku dengê /a/yê di rayeka dema niha de dibe /ê/ û dengdarên din hema bibêje qet naguherin û mîna xwe dimînin. Em van yekan bidin nîşandan ango em /ş/yan bikin /j/ û /a/yan jî bikin /ê/: birêj, malêş (?), rahêj, kelij, kuj, şû (?), gihîj, nîş (?), koj û rihoj. Wekî di mînakên “malêş” û “nîş”ê de tên dîtin, ku min xalepirs li ber wan daniye, dengê /ş/yê li dengê /j/yê danegeriyaye. Li vir awarteyek derdikeve pêşiya me. Her wiha di lêkera “rahiştin”ê de jî dengdêra /i/yê ji bo rayeka dema niha bûye /ê/, lê di lêkera “keliştin”ê de ev yek çênebûye. Her wiha di lêkera “şûştin”ê de ku dîsan xalepirs li ber heye, dengê /ş/yê li dengê /j/yê danegeriyaye, berevajiyê wê, ew deng ketiye û tenê ji bo rayeka dema niha “şû” maye. Li gorî rêzikê diviya ku mîna “şûj” bimaya, lê wekî “şûş” jî rayeka xwe neparastiye. Ji ber ku di hin lêkeran de, dengê /ş/yê nabe /j/ û her mîna xwe dimîne. Digel vî qasî dengê /û/yê di rayeka dema niha de /o/ ye. Bi kurtasî, bi awayekî giştî dengdarên /ş/ û /j/ û dengdêrên /a/ û /ê/ bi hev diguherin. Di lêkera mînaka rahiştinê de jî dengdêra /i/yê bi dengdêra /ê/yê diguhere. Lê li hin herêman jî naguhere, mîna xwe dimîne. Dengdêrên din ên wekî /e/, /î/, /o/ û /u/ mîna xwe dimînin. Li hêla din, em dibînin ku di lêkerinan de deformebûnên wiha hene û di zimanê devkî de hin jê bi temamî wiha, hinde jê jî wekî rêzika heyî, berdewamiya xwe didomînin. Mîna “rihotin” û “rihoştin”, “firotin” û “firoştin”, “kotin” û “koştin.” Ji bo rayekên dema niha em çend hevokên nimûneyî bidin: Ez dibirêjim, ez ê bibirêjim Tu dimalêşî, tu dê bimalêşî Ez dişom, ez ê bişom Ew digihîje, ew dê bigihîje Em dirihojin, em ê birihojin Ew dikelijin, ew dê bikelijin... Em rast lê tên ku li hin herêman rayeka demên borî ya lêkeran şêweya xwe ya berê parastiye, lê li hin deveran ev yek bi bintûtî nemaye. Wek nimûne, em lêkera “avêtin” hildin dest. Rayeka wê ya dema niha “avêj” e, li hin devera rayeka wê ya dema borî jî “avêşt” e. Lê bele, çi heye ku bi piranî ev rayek wek “avêt” tê bikaranîn. Li gorî rêzikê divê ku ne “avêt” lê belê “avêşt” be. Dîsan em dibînin ku hin lêkerên me yên xwedî vê şêweyê, rastî teşeguherîneke zêde hatine. Di serê pêşîn de ji mirov kirê ku ev cure lêker ne lêkerekên rêzikî (biqayde) ne. Bila ji bo vê jî, mînak lêkera “rûniştin” be. Pêşî em vê bidin xuyakirin ku lêker, lêkereke çêkiriye, bi pêrkîta /ro-, rû-/ çêbûye. Mîna lêkera ro-kirin (rokirin). Ji bo demên borî rayeka wê “rûnişt” e, lê ji bo rayeka dema niha, diviya ku rayeka wê “rûnij” (an jî heke /ş/ nebûya /j/ gerek “rûniş”) bûya, lê îro di zimanê devkî de em leqayî van şêweyan nayên. Ew wekî “rûn” dertê pêşberî me û em wiha bi kar tînin: Ez rûdinim (an jî rûdinêm). Ji ber ku lêker, lêkereke çêkirî ye qertafa dema niha /di/ dikeve navbera pêrkîta /rû-/ û rayeka lêkerê ya ji bo dema niha, ku mînanî /n/ tenê maye. Der heqê van cure lêkeran de jî em ramanên xwe di bin çend xalan de careke din diyar bikin: I) Bi avêtina radera /-in/ê, rayeka dema borî pêk tê. Di vê rayekê de tu guherînên dengan çênabin. Qertafên kêşanê yên deman li van rayekan zêde dibin. II) Ji rayeka dema borî, piştî avêtina dengdara /t/yê, rayeka dema niha çêdibe. Lê bi awayekî giştî dengdara /ş/yê ya li dawiyê li /j/yê û dengdêra /a/yê jî, ya kîteya dawî li /ê/yê dadigere. Herçî dengdêra /i/ ye, ew carinan li /ê/yê dadigere.Lê ev guherîn ne guherîneke biîstiqrar e. Li gorî devokên herêman diguhere. III) Hin ji van cure lêkeran, negerguhêz in. IV) Çendî di van lêkeran de serûberiyek hebe jî, bi domana demê re, ji ber sedemên cihê, hin guherîn di wan de pêk hatine. Ji wan deng kêm bûne, deforme bûne, li derî rêzika asayî mane û bûne xwedî rêzikinên din. Ji lew re em dibêjin awarteyên van cure lêkeran hene. 4) Lêkerên ku dawiya wan bi /-rtin/ê diqedin. Ev cure lêkerên hanê, yên ku li dawiya wan /-rtin/ hene, bi awayekî giştî xwedî rêzik in. Ji van lêkeran jî piştî avêtina radera /-in/ê rayeka dema borî pêk tê û guherîna dengan di vê rayekê de çênabe. Tenê guherîna dengdêran di rayeka dema niha de pêk tê. Di lêkerên xwedî vî teşeyî de, bi awayekî giştî dengdêra /a/yê bi dengdêra /ê/yê diguhere. Em bi dayîna nimûneyan, van taybetiyên lêkerên ji vê şêweyê bidin xuyakirin: Bihartin, bijartin, jimartin, efsartin, dawertin, givêrtin, hêrtin, girtin, rabirtin, gewirtin, vemirtin û bihurtin. Heke we baş dêhn û bala xwe dabe wan, min mînakên ku piştî dengdara /r/yê dengdêrên /a/, /e/, /ê/, /i/ û /u/ tên dane. Min ev mînak jî bi zanebûn hilbijartin da ku em jê agahdar bibin bê kîjan dengdêr li dengdêrên din ditewin, ango ka bûyera tewanga lêkeran çawan diqewime. Wek gihaneka pêşîn, em radera wan ji wan bigirin biavêjin û vê yekê jî di nav kevanekê de bidin xuyakirin: Bihart (-in), bijart (-in), jimart (-in), efsart (-in), dawert (-in), givêrt (-in), hêrt (-in), girt (-in), rabirt (-in), gewirt (-in), vemirt (-in) û bihurt (-in). Belê, bi vî awayî rayeka dema borî bi dest dikeve, her wiha tu geherîna dengan di wan de çênabe. Wekî mînakên ku me li jorê, di bin sernavên cuda de dabûn, qertafên kêşana demê li wan zêde dibin û hew. Ji bo gihaneka duyem, ev vê bibêjin. Ji van jî dengê dawî ku /t/ ye ji rayeka demên borî dikeve û tevî guherîna dengdêran, îcar rayeka dema niha bi dest dikeve. Bi gotineke din ku em bibêjin. Di van cure lêkeran de dengdar naguhere, ango dendara /r/yê li dengdareke din danagere. Di van mînakan de jî tiştê ku dixuye, dengdêra /a/yê ya di kîteya dawî ya rayekê de, li dengdêra /ê/yê dadigere. Ligel vê yekê, eger kêm be jî carinan dengdêra /a/yê ditewe dibe /i/ jî. Pêşî em rayeka dema borî ya van lêkeran wek mînak bidin û pişt re jî ketina dengdara dawî nîşan bidin: Bihart, bijart, jimart, efsart, dawert, givêrt, hêrt, girt, rabirt, gewirt, vemirt û bihurt. Bi mînakan em amaje pê bikin: Bihar (-t), bijar (-t), jimar (-t), efsar (t), dawer (-t), givêr (-t), hêr (-t), gir (-t), rabir (-t), gewir (-t), vemir (-t) û bihur (-t). Em bi rewşa ku guherîna dengan jî di wan de pêk hatine, rayeka van lêkeran a dema niha derpêş bikin: Bihêr, bijêr, jimêr, efsir, dawer, givêr, hêr, gir, rabir, gewir, vemir û bihur. Ji van cure lêkeran, eger kêm be jî, lêkerên negerguhêz hene. Wekî lêkera “mirtin” (ango mirin). Em li ser van cure lêkeran jî ramanên xwe di bin çend xalan de formûle bikin. I) Bi avêtina radera /-in/ê, rayeka dema borî tê holê. Di vê rayekê de tu guherînên dengan rûnadin. Qertafên kêşanê yên deman li van rayekan zêde dibin. II) Ji rayeka dema borî, piştî avêtina dengdara /t/yê, rayeka dema niha pêk tê. Di van lêkerên ku dawiya wan bi /-rtin/ê diqedin de, di rayeka dema niha de, tenê dengdêr diguherin ku ew jî bi awayekî giştî /a/ li dengdêra /ê/yê dadigere. III) Hin ji van cure lêkeran jî, ku çendî pir û pir hindik in, negerguhêz in. |
|||||||||||
|
|
|
|
#4 (permalink) | |||||||||||
|
4
5) Lêkerên ku dawiya wan bi /-ftin/ê diqedin. Lêkerên me yên ku dawiya wan bi /-ftin/ê diqedin jî, mîna lêkerên ku dawiya wan bi /-stin/, /-ştin/ û /-rtin/ê temam dibin, xwedî rêzikan e. Ji van lêkeran jî, piştî avêtina radera /-in/ê, rayeka demên borî çêdibe û tu gehîrana dengan di van raderan de pêk nayê. Dîsan, guherîna dengan di rayeka dema niha de ye. Bi dorê, em bi mînakan vê riya hanê bişopînin. Lêkerên me yên mînak ev in: axaftin, xunaftin, quraftin, bişkaftin, keftin, qeşiftin, perçiftin, peyiftin û suftin. Em radera van lêkeran ji wan bikin û vê yekê jî di nav kevanekê de bidin nîşandan: axaft (-in), xunaft (-in), quraft (-in), bişkaft (-in), keft (-in), qeşift (-in), perçift (-in), peyift (-in) û suft (-in). Rewşa dawî em nîşan bidin: axaft, xunaft, quraft, bişkaft, keft, qeşift, perçift, peyift û suft. Wekî hat dîtin, piştî ketina raderan, rayeka dema borî tê himatê û qertafên kêşanê yên deman li wan zêde dibin. Rayek her wekî xwe dimînin. Îcar jî em bi avêtina tîpa dawî ya di van rayekan de ku /t/ ye, bidestketina rayeka dema niha bidin xuyakirin. Di van cure lêkeran de jî, guherîna dengan di rayeka dema niha de diqewime. Mîna gava duyemîn em gihaneka pêkhatina rayeka dema niha bi mînakan bidin xuyakirin û em ê ketina dengdara /t/yê, di nav kevanekê de nîşan bidin: axaf (-t), xunaf (-t), quraf (-t), bişkaf (-t), kef (-t), qeşif (-t), perçif (-t), peyif (-t) û suf (-t). Di van cure lêkeran de, bi awayekî gelemper dengdara /f/yê li dengdara /v/yê û dengdêra /a/yê jî li dengdêra /ê/yê dadigere. Niha jî em em rewşa wan a dawîn derpêş bikin, her wiha bidin xuyakirin ku kîjan dengdêr û dengdar li dengên din diguherin: axêv (?), xunif (?), qurêf (?), bişkêv, kev (?), qeşiv, perçiv (?), peyiv û suv. Em berêvkî pê de herin û bê çima me xalepirsê daniye ber hinekan, em bibêjin û rewşê rave bikin. Mînaka pêşîn “axêv”, ev lêkereke negerguhêz e bi awayê “axaftin” û awayê wê yê gerguhêz jî “axaftandin” an jî “axivandin” e. Li aliyê din, hinde herêm ji bo rayeka dema niha wê ne wek “axêv”, lê belê mîna “axiv” bi lêv dikin. Her wiha tê dîtin ku dengdara /f/yê li dengdara /v/yê dageriyaye. Jixwe ev guherîna hanê, ji bo van cure lêkeran bi giştî guherîneke adetî ye. Lêkera “xunaftin” ku diviya radera wê li gorî rêzikê wek “xunêv” bûya, em dibînin ku mîna “xunif” jî tê bilêvkirin. Her du deng jî wek adetî li /ê/ û /v/yê danegeriyane. Herçî lêkera quraftin e, ku rayeka wê ya dema niha qurêf e, diviya ku “qurêv” bûya. Lê di vê lêkerê de jî îcar dengdara /f/yê danegeriyaye nebûye /v/. Di zimanê devkî de rewş ev e. Lêkera “keftin”, ku di zimanê me yê devkî de bi piranî mînanî “ketin” dertê pêşberî me, di rastiya xwe de şêweya wê ya bera “keftin” e. Jixwe di zaravayê me yên din de, di kirmanckî (zazakî) û kurmanciya naverast (soranî) de em rastî şêweyên wê yên wekî “kewtene” û “keftin” tên. Her wiha em ji /v/ya ku di rayeka dema niha ya vê lêkerê de heye, tê derdixin ku divê rayeka wê “keftin” an jî “kewtin” be. Di kurmancî de, lêkerên mîna derketin, daketin, raketin, hilketin, veketin, werketin, jê ketin, lê ketin, vê ketin û pê ketin ji lêkera “keftin” ango “ketin”ê hatine zêdekirin û mîna ku di rayeka demên borî de li dawiyê dengê /f/yê tune be tên kişandin. Rewşa di kardariyê de îro ev e. Em bên ser lêkera “perçiftin”ê. Ev lêker, lêkereke negerguhêz e û bi awayê “perçivîn” an jî “perçifîn” jî tê zanîn. Li aliyê din, awayên wê yê gerguhêz, “perçivandin” e. Em der barê van cure lêkeran de gotin û ramanên xwe aşkeratir bikin û bibêjin ku: I) Ji van lêkeran bi avêtina radera /-in/ê, rayeka demên borî çêdibe. Di vê rayekê de guherîna dengan rûnade û çênabe. Qertafên kêşanê yên deman li van rayekan zêde dibin. II) Piştî avêtina dengdara /t/yê, ji rayeka demên borî, rayeka dema niha pêk tê. Di van lêkerên ku dawiya wan bi /-ftin/ê diqedin de, di rayeka dema niha de, dengdêr û dengdar tev de diguherin. Bi awayekî giştî /f/ li dengdara /v/yê û dengdêra /a/yê jî li dengdêra /ê/yê dadigere. III) Ev cure lêker, hin jê gerguhêz û hin jê jî negerguhêz in. IV) di van lêkeran de jî, ji ber sedemên cuda, rewşên ku derî rêzika giştî ne, qewimîne. 6) Lêkerên ku dawiya wan bi /-ptin/ê diqedin. Di zimanê me de, ez heta niha rastî lêkereke tenê hatime, ku li dawiya wê /-ptin/ heye. Ev lêker jî lêkera “qelaptin” e, ku qulaqtin û qelibandin, sînonîmên we ne. Di vê lêkerê de /-in/ rader e û bi avêtina wê raderê demên borî çêdibe. Piştî ketina dengdara /t/yê û dagerîna dengdara /p/yê li dengdara /b/yê rayeka dema niha çêdibe. Gihaneka pêşîn: qelap (-in), qulapt (-in). Qelapt an jî qulapt rayeka dema borî ye. Guherîna dengan di vê rayekê de pêk nayê. Gihaneka duyemîn: qelap(-t), qulap(-t): Bi ketina dengê /t/yê û dagerîna /p/yê li /b/yê jî rayeka dema niha bi dest dikeve û di vê rayekê de jî dengdêra /a/yê li dengdêra /ê/yê dadigere. Piştî ketin û dagerîna dengan rayeka dema niha ev e: qelêb an jî qulêb 7) Lêkerên ku dawiya wan bi /-xtin/ê diqedin. Di van lêkeran de, ku me di bin vî sernavî de dane, guherîna dengan tenê di dengdêran de diqewime. Ew jî di rayeka dema niha de ye. Di van de jî piştî avêtina raderê ku /-in/ e, rayeka dema borî û bi ketina dengdara /t/yê û dagerîna dengdêra /a/ya di kîteya dawiyê de, bi dengdêra /ê/yê, rayeka dema niha bi dest dikeve. Em vê qewamê bi hev re bişopînin, hem jî bi dayîna nimûneyan: Lêkerên me yên ku wek mînak hatine hilbijartin jî ev in: kesaxtin, pelaxtin, mezaxtin û niwaxtin. Gihaneka destpêkê, em pêşî raderên wan ji wan bikin û di kevanê de jî vê rewşê diyar bikin: kesaxt (-in), pelaxt (-in), mezaxt (-in) û niwaxt (-in). Em rewşa dawî, ango rayeka dema borî ya van lêkeran rapêş bikin: kesaxt, pelaxt, mezaxt û niwaxt. Piştî avêtina raderê, rayeka demên borî pêk tê. Niha jî em bala xwe bidinê ku dengdara dawî /t/ ji vê rayeka dema borî dikeve û tevî guherîna dengdêra /a/yê bi dengdêra /ê/yê hîna rayeka dema niha tê pê. Wek gihaneka diduyan em vê merhaleyê jî destnîşan bikin: kesax (-t), pelax (-t), mezax (-t) û niwax (-t). Bi dû ketina dengdara /t/yê û guherîna dengê /a/yê bi /ê/yê, ku dengê /x/yê bi dengdareke din naguhere, rayeka dema niha ya van cure lêkeran ev e: kesêx, pelêx, mezêx û niwêx. Em gotinên xwe yên der barê lêkerên di bin vê sernavê de jî bibêjin: I) Bi avêtina radera /-in/ê, rayeka dema borî çêdibe. Di vê rayekê de guherîna dengan rûnade. Qertafên kêşanê yên demê li van rayekan zêde dibin. II) Piştî avêtina dengdara /t/yê, ji rayeka demên borî, rayeka dema niha pêk tê. Di van lêkerên ku dawiya wan bi /-xtin/ê diqedin de, di rayeka dema niha de, dengdêr tenê diguhere. III) Mînakên ku min ji bo van cure lêkeran bi dest xistine, gerguhêz in. Ez heta niha rastî yên negerguhêz nehatime. 8) Lêkerên ku dawiya wan bi /-atin/ê diqedin. Lêkerên me yên ku wiha ne, ango ku li dawiya wan /-atin/ heye, gelek kêm in. Heta hin jê jî, ji lêkera “hatin”ê zêde bûne. Mîna dahatin, derhatin, hilhatin, rahatin, werhatin, jê hatin, lê hatin û pêk hatin. Lewma min tenê xwest lêkerên ji vê komê yên sade (xwerû) wek mînak derpêş bikim. Lêker hev in: hatin, satin, rewatin, patin û hîzvatin. Ji nav van, du lêker jê wek lêkerên nerêzikî (bêqayde) tên pejirandin. Lêkerên “hatin” û “patin”. Lê bi ya min ev her du lêker jî lêkkerên rêzikî ne. Em rayeka van lêkeran a dema borî nîşan bidin: hat (-in), sat (-in), rewat (-in), pat (-in) û hîzvat (-in). Eger em bi awayê rayeka demên borî wan nîşan bidin: hat, sat, rewat, pat û hîzvat. Wekî me li jorê jî got, lêkerên “hatin” û “patin”, mîna lêkerên nerêzikî tên pejirandin û wisan tên zanîn. Lêkera “hatin”, lêkereke negerguhêz, lê belê “patin” gerguhêz e. Lêkera cêwîk û ya rêzikî ya “patin”ê, “pijandin” e. Heye ku awayê berê yê lêkera “patin” ê “paştin” be jî. Ji ber ku di dema niha de em wê mîna “ez dipêjim” dikêşin. Ji lew re li gorî rêzika ku dengê /ş/yê li /j/yê û dengê /a/yê jî li dengê /ê/yê dadigere, em dişên bibêjin ku /ş/ya di rayeka dema borî de jê ketiye. Der barê lêkera “hatin”ê de jî ez dikarim ramanên xwe wiha diyar bikim. Çendî roja îro ji aliyê gelek zimanzanan ve ev lêker wek lêkereke nerêzikî bê qebûlkirin jî, bi îhtimaleke mezin ev lêkereke me ya teşeguhêrî (ango deformebûyî) ye. Em bi hevokên nimûneyê dirêjî bi mijara xwe bidin. Ji bo dema niha û dema bê em vê lêkerê wiha bi kar tînin: Ez têm, ez ê bêm. Lê ez dibêjim ku ev lêker ji ber ku bi doman û qonaxa demê re teşeguhêzî bûye, loma ketiye vî halî. Îcar ku em wê wek eslê wê bikêşin, ev rewşa teşeguhêziyê ji holê radibe. Em dîsan bi hevokên nimûneyî balê bikişînin ser rewşê û bikin ku dabaşa zelaltir bibe. Ez dihêm, ez ê bihêm. Ji bo ku “dih” ji ber sedemên denganiyê (fonetîkê) di zimanê devkî de bûye “t” û “bih” jî bûye “b”. Mîna lêkera “înan” ku çawan di dema kêşanê de wekî “ez tînim” û “ez ê bînim” tê bikaranîn. Lê ev jî, gerek wek ”ez diînim” û “ez ê biînim” bên kişandin ku awayê wan ê rast wiha ye. Herçî lêkera “rewatin” e, ev lêkereke teşeguhêrî ye, ango deforme bûye û awayê wê yê rast, “rihoştin” e. Ev lêker li hin deveran, bûye wekî “rihotin” û “rewatin”. Di pey van ravekirinan de em niha rayeka dema niha ya van lêkerên hanê bidin xuyakirin. Ji van lêkeran, mîna cure lêkerên li jorê, herfa wan a dawîn /t/, dikeve û dengdêra dawî /a/ jî li /ê/yê dadigere: ha (-t), sa (-t), û hîzva (-t). Min bi taybetî lêkerin “patin” û “rewatin” wek mînak derpêş nekirin. Ji ber ku ew êdî di zimanê me yê devkî de bi qaydeyê nerêzikî tên bikaranîn. Bi gotineke din, ji ber ku dengê /ş/yê ji wan ketiye û teşeguhêrî bûne, mane derî adet. Rewşa dawî ya van lêkeran: hê, sê û hîzvê ne. Der barê van lêkeran de kurtasiya gotinên me: I) Bi avêtina radera /-in/ê, rayeka dema borî çêdibe. Di vê rayekê de guherîna dengan çênabe. Qertafên kêşanê yên demê li van rayekan zêde dibin. II) Piştî avêtina dengdara /t/yê, ji rayeka dema borî, rayeka dema niha pêk tê. Di van lêkerên ku dawiya wan bi /-atin/ê diqedin de, di rayeka dema niha de, dengdêr tenê diguhere. Her wiha dengdêrên qertafên kesan ên lêkera bûnê (an jî qertafên pêvebestî) di wexta kêşan û çivanê de cihê xwe didin dengdêra /ê/yê. III) Lêkerên ku di nav vê senifandinê de cih digirin, hem gerguhêz û hem jî negerguhêz in. 9) Lêkerên ku dawiya wan bi /-êtin/ê diqedin. Ev lêkerên ku di bin vî sernavî de me wek mînak dane, hema em bibêjin tev de, lêkerên teşeguhêrî ne. Ango lêkerên welê ne ku dengê /ş/yê ji wan ketiye. Ji ber ku di van lêkeran de, di dema kêşana dema niha û bê de, mirov rastî dengê /j/yê tê. Herçî lêkera “vêtin” e, (ku em wê wekî vên û vîn jî dinasin) ji min re wisan tê ku eleqeya wê bi lêkera me ya “xwestinê” heye. Jixwe di zaravayê kirmanckî (zazakî) de teşeya wê ango ya “xwestin”a kurmancî “wastene” (an jî waştene) ye. Di zaravayê kurmanciya naverast de (ango soranî) de jî “wîstin” e. Em bînin bîra xwe ku dengê /v/yê di vî zaravayê me de nîn e. Ji lew re li gorî kurmancî em dikarin wê mîna “vîstin” jî bi lêv bikin. Belê, çendî gava ku em li teşeyê wan dinêrin, ji me re wek lêkerên neteşeguhêrî bên jî, lê di çaxa kêşana wan ên demên niha û bê de, mirov pê dihise û di wan derdixe ku guherîneke denganiyê di wan de pêk hatiye û heta dengê /ş/yê ji wan ketiye. Em serî li mînakan bidin û lê bixebitin mijara xwe ronî bikin. Gava yekem, em rayeka wan a demên borî nîşan bidin: avêt (-in), mêt (-in), rêt (-in), vêt (-in), verêt (-in), dabêt (-in) û rawêrt (-in). Ji van lêkeran, lêkera “vêtin”, di gava kêşanên demên borî de xwedî gelş û arîşe ye. Kêşanên wê yên demên borî ne li gorî rayeka “vêt”ê tên kişandin, lê halê hazir li gorî şêweya “viyan”ê tê kişandin. Bi gotineke din, mîna ku ew lêkereke nerêzikî be, wekî ku ji bo dema niha tevî raderê lêker “vên” be û ji bo demên borî jî lêker tevî raderê “viyan” be tê pejirandin. Gava duyem, îcar em rayeka wan a dema niha derpêş bikin. Heke em dengdara /t/yê ji wan bigirin biavêjin, rayeka dema niha tê holê: avê (-t), mê (-t), rê (-t), vê (-t), verê (-t), dabê (-t) û rawêr (-t). Niha jî em rewşa wan a dawî pêşkêş bikin: avêj (?), mêj (?), rêj (?), vê (?), verêj (?), dabê û rawêr. Bala we kişandibe, di nav kevanekê de, li ber hin rayekan nîşana xalepirsê heye. Em niha sedema vê yekê rave (îzah) bikin. Em ji bervêkî de dest pê bikin û dirêjî bi ravekirina xwe bidin: Ev avêj, rayeka lêkera “avêtin” e ku, di hin devokan de wê forma xwe ya berê parastiye û ew “avêştin” e. Loma di rayeka dema niha de em rastî guherîna dengê /ş/yê bi /j/yê tên, ku ew di hin devokan de maye û bi giştî di zimanê kurmancî de wekî “avêtin” tê zanîn. Lêkera “mêtin”, dîsan di rastiya xwe de “mêştin” e, ku ev teşe jî di hin devokên kurmancî de hîna xwe dihêvişîne. Ji lew re di dema niha de em dibêjin “ew dimije.” Heman tişt bi serê lêkera me ya din “rêtin”ê de jî hatiye. Ew jî “rêştin” e. Em eynî tiştî ji bo lêkera “verêtin”ê jî dibêjin ku jixwe bi qertafa lêkerçêker /ve-/yê çêbûye. Ji bo lêkera “rawêrtin”ê jî em vê bibêjin, di kurmancî de gelek teşeyên wê hene. Mîna bihartin, rabihartin, rawirandin, borandin, bihurandin.... Li ser van cure lêkeran, em dikarin bi kurtasî van bibêjin: I) Bi avêtina radera /-in/ê, rayeka dema borî çêdibe. Di vê rayekê de guherîna dengan çênabe. Qertafên kêşanê yên demê li van rayekan zêde dibin. II) Piştî avêtina dengdara /t/yê, ji rayeka demên borî, rayeka dema niha pêk tê. Di van lêkerên ku dawiya wan bi /-êtin/ê diqedin de, (em behsa yên ku dengê /ş/yê ji wan ketiye nakin) di rayeka dema niha de, dengdêr diguhere û /ê/ dibe /i/. Li aliyê din, di gava kêşanê de, dengdêrên qertafên kesan (an jî qertafên pêvebestî) cihê xwe didin dengdêra /ê/yê. III) Lêkerên ku di nav vê senifandinê de cih digirin, gerguhêz in. 10) Lêkerên ku dawiya wan bi /-otin/ê diqedin. Lêkerên ku me di bin vî sernavî de senifandine, hin jê di rastiya xwe de ne yên vê komê ne. Pişte re, di nav mijarê de dê gotin bê ser wan. Bi avêtina raderê /-in/ê, rayeka dema borî çêdibe. Wek gihaneka pêşîn em vê yekê nîşan bidin. Lêkerên me yên ji bo nimûne jî ev in: ajot (-in), firot (-in), sot (-in), dot (-in), got(-in), hêvot (-in), rihot (-in) û kot (-in). Gava ku em dengdara /t/yê ji van rayekan biavêjin, îcar rayeka dema niha pêk tê. Di gihaneka diduyan de em vê rewşê diyar bikin: ajo (-t), firo (-t), so (-t), dot (-t), go (-t), hêvo (-t), riho (-t) û ko (-t). Ji nav van lêkeran, lêkera “gotin”, lêkereke nerêzikî ye, çendî di nav lêkerên mînak de me nîşan daye jî, ew derî vê rêzikê ye. A rast ez wisan difikirim ku ev lêker jî lêkereke teşeguhêrî be û di rastiya xwe de lêkereke rêzikî be. Lê halê hazir wek ku ne nêrizîkî be, ji aliyê zimanzanan ve tê pejirandin. Min dil kiriye ku ez di nivîsareke cihê de li ser lêkerên nerêzikî û û yên teşeguhêrî bi taybetî rawestim û li wan bikolim. Niha, li vir tenê ev gotinên der barê van lêkeran de, bes e. Li aliyê din, hin lêkerên ku me di nav vê komê de dane jî, di rastiya xwe de xwedî teşeyên din in. Ango ji wan dengdara /ş/yê ketiye. Em vê rewşa hanê, dîsan ji rayeka wan a dema niha, tê derdixin. Em piştî ketina dengê /t/yê ji rayeka wan a dema borî, rayeka wan a dema niha nîşan bidin: ajo, firoş (?), soj (?), doş (?), hêvoj (?), rihoj (ş) û koj (?). Ez sedemên ku min di nav kevanekê de nîşan û hêmaya xalepirsê daniye ber hin rayekan, rave û diyar bikim. Pêşî em ji “firoş”ê dest pê bikin. Rayeka dema borî ya vê lêkerê bi piranî “firot” e, lê em dizanin ku wek “firoştin” jî tê bikaranîn. Ev yek. A duyemîn, dîsan em ji /ş/ya di “firoş”ê tê derdixin ku ji rayeka dema borî ku wek “firot” tê bikaranîn, ev deng ketiye. Bi awayê rast diviya ku li gorî rêzikê ev /ş/ya di rayeka dema niha de /j/ bûya. Lê rewşeke derî asahiyê çêbûye. Rayeka lêkera “sotin” jî di dema niha de wek “soj” derdikeve ber me. Lê em rast lê nayên ku ew mîna “soştin” tê bikaranîn. Em vê bibêjin ku jixwe ji aliyê şekil ve “sotin” û “şewitîn” heman tişt in, guherîna denganiyê di wan de qewimiye û her yek ji wan ketiye teşe û şêweyeke din. Bi awayekî din bibêjin. Berê eynî bûne, paşê ji ber guherîna denganiyê ketine du rewşên ku wekî ji hev cihê bin. Bi gotina kin û kurt, lêkerên “dotin”, “hêvotin”, “rihotin” û “kotin” di rastiya xwe de “doştin”, “hêvoştin”, “rihoştin” û “koştin” in. Ji van lêkeran jî dengê /ş/yê ketiye. Lê em ji rayeka wan a dema niha dizanin ku ev deng ji rayeka wan a dema borî kêm bûye. Îcar di rayeka wan a dema niha de, li gorî rêzika ku divê dengê /ş/yê li dengê /j/yê dagere, rewşeke berevajî pêk hatiye. Deng neguheriye, mîna xwe maye. Halê hazir, di roja îro de welê ye. Li ser lêkerên ku di vê komê de cih digirin, em van daxuyaniyan bi awayekî kurtasî bidin: I) Bi avêtina radera /-in/ê, rayeka demên borî çêdibe. Di vê rayekê de guherîna dengan çênabe. Qertafên kêşanê yên demê li van rayekan zêde dibin. II) Piştî avêtina dengdara /t/yê, ji rayeka demên borî, rayeka dema niha pêk tê. Di van lêkerên ku dawiya wan bi /-otin/ê diqedin de, (em behsa yên ku dengê /ş/yê ji wan ketiye nakin) di rayeka dema niha de jî em rastî guherîna dengan nayên. Lê dengdêrên qertafên kesan (an jî qertafên pêvebestî) cihê xwe didin dengdêra /o/yê. III) Lêkerên ku di nav vê senifandinê de cih digirin gerguhêz in. |
|||||||||||
|
|
|
|
#5 (permalink) | |||||||||||
|
5 11) Lêkerên ku dawiya wan bi /-utin/ê diqedin. Ez heta niha rastî mînakeke tenê hatime ku dawiya wê bi /-utin/ê kuta û red dibe. Ew jî mîna hemû lêkerên ku kîteya wan a dawîn /-tin/ e, bi hilanîna radera /-in/ê jê, rayeka dema borî û piştî ketina dengdara /t/yê jî, rayeka dema niha tê himatê. Lêkera ku dabaşa me li ser e, hewutin e. Heke em radera /-in/ê jê biavêjin “hewut” dimîne. Her wiha ji vê jî em dengdara /t/yê bigirin deynin aliyekî, îcar “hewu” dimîne li rastê. Di dema kêşana vê rayekê ya dema niha de jî, ev dengê li dawiya rayekê ku /u/ ye, cihê xwe dide qertafên lêkera bûnê (ango qertafên lêkerên pêvepestî). Di vê lêkera nimûneyî de em rast lê nehatin ku guherîneke dengan tê de diqewime. 12) Lêkerên ku dawiya wan bi /-ûtin/ê diqedin. Lêkerên ku me di bin vê xalê de senifandine, wekî lêkerên bi şêweya ku li dawiya wan kîteya /-tin/ê heye, xwedî rêzikekê ne. Radera wan jî /-in/ e. Bi hilanîna ve raderê rayeka demên borî çêdibin. Guherîneke dengan di vê rayekê de naqewime û rûnade. Dîsan bi ketina dengdara /t/yê ya li dawiyê, rayeka dema niha tê pê û guherîneke denganiyê pêk nayê, bi gotineke din ne dengdar û ne jî dengdêr di vê rayekê de bi dengekî din naguhere. Em lêkerên xwe yên mînak derpêş bikin û bi hev re li vê guherînê bişopînin: ajût (-in), bizût (-in), cût (-in), dût (-in), nimût (-in), rût (-in) û sût (-in). Em van rayekan careke din bi rewşa xwerû bidin nîşandan: ajût, bizût, cût, dût, nimût, rût û sût. Niha jî em qonaxa duyemîn bidin xuyakirin. Di rayeka dema niha de, dengê /t/yê dikeve. Em bi mînakdayînê vê rewşê diyar bikin: ajû (-t), bizû (-t), cû (-t), dû (-t), nimû (-t), rû (-t) û sû (-t). Piştî vê rewşê, eger em vê gihaneka duyemîn jî bi awayekî xwerû destnişan bikin û rayekên xwe yên dema niha derpêş bikin, dê baş be: ajû, bizû, cû, dû, nimû, rû û sû. Bi gotinên kurt, der barê van lêkerên ji vê cureyê em raveka xwe ya dawî bibêjin: I) Bi avêtina radera /-in/ê, rayeka dema borî çêdibe. Di vê rayekê de guherîna dengan çênabe. Qertafên kêşanê yên demê li van rayekan zêde dibin. II) Piştî avêtina dengdara /t/yê, ji rayeka demên borî, rayeka dema niha pêk tê. Di van lêkerên ku dawiya wan bi /-ûtin/ê diqedin de, di rayeka dema niha de jî em rastî guherîna dengan nayên. Lê dengdêrên qertafên kesan (an jî qertafên pêvebestî) di dema kêşanê de cihê xwe didin vê dengdêra /û/yê. III) Lêkerên ku di nav vê senifandinê de cih digirin, hem gerguhêz in û hem jî negerguhêz in. 13) Lêkerên ku dawiya wan bi /-îtin/ê diqedin. Lêkerên ji vê senifanê, hema bibêje ji yên ku kîteya wan a dawî /-tin/ e, ne cuda ne. Ji van jî, piştî hilanîna radera /-in/ê, rayekên dema borî bi dest dikeve. Her wiha bi ketina dengdara tîpa dawî ku /t/ ye, îcar rayeka dema niha tê holê. Em wek gava destpêkê, lêkerên xwe yên nimûneyî pêşkêş bikin. Pişt re jî di nav kevanê de rayeka wan bidin xuyakirin: birît (-in), dît (-in), dawît (-in), pît (-in), riwît (-in), rît (-in), vebirît (-in), vemirît (-in), verît (-in) û zît (-in). Îcar em gihanekan diduyan jî bi heman rêbazî nîşan bidin. Pêşî em rewşa wan a ji bo rayeka dema borî hildin deynin vir: birît, dît, dawît, pît, riwît, rît, vebirît, vemirît, verît û zît. Niha jî em ketina dengdara /t/yê, bi vî awayî diyar bikin: birî (-t), dî (-t), dawî (-t), pî (-t), riwî (-t), rî (-t), vebirî (-t), vemirî (-t), verî (-t) û zî (-t). Di pey van gihanekan de, min divê ku ez rayekên dema niha yên van lêkeran bi awayê xwerû bidim xuyakirin: birî, dî (?), dawî, pî, riwî (?), rî, vebirî, vemirî, verî û zî. Dêhna wê lê be, min xalepirs li ber du rayekan daniye. Yek jê “dî” ye, ku ev lêker ne lêkereke rêzikî ye. Loma min xwest ku ez balê bikêşim serê. Ya duyemîn jî “riwî” ye, ev lêker jî formeke din a lêkeran “rêtin” ango “rêştin” e. Bi awayekî kurt em taybetiyan van curelêkeran vebêjin: I) Bi avêtina radera /-in/ê, rayeka dema borî çêdibe. Di vê rayekê de em leqayî guherîna dengan nayên. Qertafên kêşanê yên demê li van rayekan zêde dibin. II) Piştî avêtina dengdara /t/yê, ji rayeka dema borî, rayeka dema niha pêk tê. Di van cure lêkeran de, di rayeka dema niha de jî guherîna dengan pêk nayên. Lê dengdêrên qertafên kesan (an jî qertafên pêvebestî) di dema kêşanê de cihê xwe didin vê dengdêra /î/yê. III) Lêkerên ji vê senifandinê hem gerguhêz in û hem jî negerguhêz in. 14) Lêkerên ku dawiya wan bi /-rin/ê diqedin. Lêkerên me yên sade yên ji vê grûbê gelek kêm in. Lê Lêkerên me yên ku ji van lêkeran hatine zêdekirin, gelek in. Ji lew re min digel ên xwerû hinek ên ne sade jî wek mînak dan. Lêker ev in: birin, kirin, xwarin, vexwarin, dakirin, rakirin, hilkirin û mirin. Radera van lêkeran jî /-in/ e û piştî hilanîna vê raderê, rayeka demên borî çêdibe. Di pey vê merhaleyê de, îcar bi ketina dengdara /r/yê jî rayeka dema niha pêk tê. Di her du rayekan de jî tu guherîna dengan naqewime. Ango ne dengdar bi dengdareke din û ne jî dengdêr bi dengdêreke din diguhere. Bi dayîna mînakan em roniyê bidin ser mijara xwe û aşkera bikin. Gihaneka pêşîn, em awayê bidestxistina rayeka demên borî bibînin bê bi çi awayî pêk tê. Dîsan wekî nimûneyên din, di nav kevanekê de em raderên wan nîşan bikin: bir (-in), kir (-in), xwar (-in), vexwar (-in), dakir (-in), rakir (-in), hilkir (-in) û mir (-in). |