Bydigi Forum
Geri Git   Bydigi Forum > Kürtçe Forum > Foruma Kurdi > Çandi Giþti

Kayýt Ol SSS



 

 

LinkBack Konu Araçlarý
Eski 25-10-2007, 12:06 PM   #1 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: May 2006
Konum: Aydýnlanmak Acýdan Kaçmak Deðil, Acýyý Anlamaktýr.!
Yaþ: 26
Mesaj: 13,314
Üye No: 2663
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 129832
Rep Puaný : 12981698
Rep Derecesi
tubiranes has a reputation beyond reputetubiranes has a reputation beyond reputetubiranes has a reputation beyond reputetubiranes has a reputation beyond reputetubiranes has a reputation beyond reputetubiranes has a reputation beyond reputetubiranes has a reputation beyond reputetubiranes has a reputation beyond reputetubiranes has a reputation beyond reputetubiranes has a reputation beyond reputetubiranes has a reputation beyond repute
Varsayýlan Kes û Cývat


KES û CIVAT:


Ji qumatikê heta gorê


Hatina dinyayê bûyerek civakî ye û girîng e. Berî ku zarûk were dinyayê jinên mezin ên malê, ku di malê de ew tunebin yên derûcîranên nêzîk karûbarên xwe dihêlin, li êlama ya nefsnexweþa li ber tengiyê baz didin. Gazî pîrikek dikin bi piranî ev yeka salxwira dîtî ye.

Hin ji yên hatî malê didin hev, amadeyê hatina mêvanan dikin û hin jî li ser dest û piyê pîrikê diçin û tên. Ku jinik ji tengiyê difilite û zarûk bi saxî tê dinyayê, þahî dikeve malê. Ku kur be mîzgînî mezin e, ku kur bûbin û çavê malê li riya keçikek be û ev jî keç be, dîsa þahî û mizgîniyek mezin e.

Zarûkê nûbûyî di qumatkê de datînin ser bêjingê. Tiþtek hesinî û himayîl datînin ber serî. Dayik ango jinika zîstanî jî ya derzî an fîlket bi melesa xwe vedike û ew tê tenga ber devê wê. Baweriyek heye ku “heftik” tê zarûk dibe û “cin” jî di dev de dikeve nav hinavê jinika zîstanî cigera wê derdixe; bê guman ev nedîbar in, ji me ve nayên dîtin.

Roja pêþiyê û rojên di pey de wek xwarin; pilor û xwarinên ji dims (doþava tirî), hingiv didin dayikê. Hingiv didin pitik jî. Ku kurik be “pito” ye, ku keçik be “pitê” an “pizê” ye.

Ji bona bibîranîna wan dixwazim navê çend pîrikên navdar ên di dema zarûtiya xwe de bidim:

Zûra Seîd: Diya Nezîr, Elîþan, Heybet û Beþîr; Eyþana xedeme: Jina Remezanê Gozê, diya Þerîfê karmendê nexweþxanê; meymê Nesra damariya seyd Mehmûd; xatiya Xato: Jina Hiseynê Ferhendî.

Pîrik bi tenê alîkarê dema zarûkhatinê nîn in, wekî dinê pisporê êþ û azarên zarûkên nû çêbûyî û yê jinên zîstanî ne jî. Pisporiya wan ne ji ber xwendinê ye, lê ji ber serwextî û serpêhatiyên wan ên bi salan e.

Bêguman li her taxek Farqînê û di her çaxê de gelek pîrik hene ku ne gengaz e li vê derê navê giþtan bi rêz bikim, lê dikarim bêjim ji wan yên mirî gorbehiþt û yên zindî her dilþa bin.

Ev zarûk çêbûyîna ji malbatek re bi hin awayan tê pîroz kirin: Ku malxwe halxweþ be, vê bûyerê bi qurban an mewlûd dayînê pîroz dike. An jî bi þîranî belavkirina li derûcîranên nêzîk ev pîrozkirin çêdibe.

Heftik: Þevek girîng e. Baweriyek gelêrî ya wisa heye ku þeva hefta pîrikek giyanxerab tê yê nûbûyî ji xwe re dibe. Ev birin ne ku can û laþê wî bi temamî dibe; lêdixe, dikuje û giyanê wî ji xwe re dibe. Heftik ji hesin û sûreyên Qur’anê ditirse, newêre xwe nêzîkî wan bike, ji ber wê jî perçehesinek paqij û himayîlek ku sûreyê Qur’anê tê de hebin datînin ber serê qumatka li ser bêjingê. Ew þev heta serê sibê yek an hin kesên ji malê li ber dayik û pitikê þiyar dimînin, nobeta wan digirin û çavê wan her lê ye ku tiþtekî mîna sî an pisîk (pisîka reþ) neyê di ber serê wan de derbas nebe. Sawa heftikê gelek giran e û li serê dinya xwedê çîrok hene.

Nav lê danîn: Wek rê û rêçik navdanîna li keçikan mafê bavê û ya kurikan yê malbatê ye. Di navlêdanînê de ji hevdû dipirsin, bi hev diþêwirin. Piþtî ku li ser navek biryar dan bi gelemperî rasterast dibêjin navê pito an pitê “ev”. Navdanîna bi riya ayîna dînî jî heye ku ev jî bi vî awayî ye; melakî di guhê zarûkî de bang (azan) dide û dibêje “navê te ev”.

Carina hin kes hene ku li hember navdanîna li yekî derdikevin. Wek numûne piþtî navdanîna li birayê min, xalê bavê min xwe xeyidandibû ku çima bavê min navê kurê wî li yê xwe daniye. Bavê min rabû ew nav bi navek nêzîkê wî navî guhart; bi wî awayî gelþ pak bû. Lê bêguman ev tiþtek mecbûrî nebû, ji rêzgirtinê bû.

Zîstanî: Jinika ku razaye (zarûk aniye) hetanî çil rojan di rewþa zîstanî de ye. Bi awayê dînî bêlimêj e, nikare rojî bigire, destê xwe bi Qur’anê bike. Bi awayê baweriya gelêrî divê bi melesa xwe devê xwe bigire, li ber tenga devê wê derzî an fîlketek di melesê de hebe ku wê ji giyanên neqenc biparêze. Du jinên zîstanî divê bi ser hev de neçin û neyên, dengên wan bi ser hev nekevin.

Çile hilanîn: Piþtî ku çil roj di ser zarûk anînê de derbas dibe, roja çil û yekê de bi alîkariya pîrik an yeka dîtî (bi tecrube) serê zarûk û diya wî tê þûþtin. Þûþtina dê wek destmêja serapê ye ku li ba me bi gotina “cinobet hilanîn” an bi bilêvkirina melayan “xusil” tê gotin, lê maneya “xusil”ê bi erebî “þûþtin” e: Cilan jî biþoy “xusil”e, tevirkan jî biþoy “xusil” e.

Dîsa wek ayîn (seremonî) tasikên çile hilanînê hene ku di nav û ji derva de sûreyek ji Qur’anê bêtir jî sûreya “ayet ul-kursî” kolayî ye, pê av li wan dikin. Ne ferz e, lê wek piþtrastiya psîkolojîk e.

Dayika ji çile derketî, êdî dikare limêj bike, û here serdana yeka dinê ku wek wê bi dergûþ e. Pitikê ku li ser bêjingê bû piþtî du-sê hefteyan dikin dergûþ (landik) ê.

Diran derxistin: Diran (dindan) derxistin di jiyana zarûkek de gehînekek girîng a þadiyê ye û bi ayînek taybetî tê pîroz kirin. Gazî merivên malê û derûcîranên bêtir jî yên bi zarûkên piçûk tê kirin; danûk (nok û dan) tê kelandin ku ev yê sereke ye. Zarûkê diran derxistî li ser ober, çarþev an cawek paqij didin rûniþtin; zarûk û mêvan li dora wî çember digirin, tiþtên ku numayên pîþekariyê ne datînin berê û danûkan bi serê wî de dadikin. Piþtî dakirina danûkan dihêlin an pê didin kirin ku rahije yek ji wan tiþtan. Ku rake himayîlê ewê bibe xwenda (mela), ku rake þe û neynikê ewê bibe berber, ku rake meqesê ewê bibe terzî û h.w.d. Di pey de li mêvanan danûk û tiþtinên dî wek þekir, gûz, mewîj filan belav dikin.

Di pey de êdî zarûk hêdî hêdî ji þîr vedikin. Ev dema ji þîrvekirinê li hin zarûkan zêde xuyan nake, lê li hin zarûkan dibe gelþek giyanî û laþî. Zarûkên ku têr þîrê diya xwe venaxwin û pê nexweþokî dibin, ji wan re þîrþihitî dibêjin.

Guhar, kezî û navê filehan: Dê û bavên ku zarûkên wan ên kurîn ji wan re nediman zû dimirin; guhar dikirin guhên wan, porê wan berdidan dikirin kezî an bi navek filekî gazî wan dikirin ji bona rihstîn an xeyber pê bixapin û bêjin “ev keç e, an fileh e; ji me re ne lazim e” û wî ji xwe re nebin (nekujin) û ew ji dê û bavê xwe re bimîne. Mayîna zarûkên kurîn ji bona dê û bavan piþtrastiya ji pêþeroja wan a heta mirinê û ewlehiya wan a sosyo-psîkolojîk, aborî ye û garantiya bêkes û bi tenê nemayîna di jiyanê deye. Bêkes û bi tenê mayîn di civaka me de rezîliya herî giran e, di civaka rojava de jî îro gelþeke mezin a psîko-sosyolojîk e.

Heft salîtî: Gehîneka pêþî ya zarûtiyê di ketina heft saliyê de li paþ dimîne, ji vê pêde heta balixbûyînê gehîneka dudiyan an ya dawîn e. Zarûk heta niha ne fama bû, êdî fama ye. Herçend li ser ne ferz be jî divê êdî dest bi pêdiviyên dînî wek limêjkirin, rojîgirtinê bike; ji bona pêkanîna wan ji aliyê mezinan ve lê bê geþkirin. Xwendina dînî bi piranî di pênc – þeþ saliyê de, ya nûjen jî di vê salê de dest pê dike. Eger ewê neçe xwendegehê, li gundan bi hinekan re hînî çûyîna ber karik û golikan, li bajêr jî çûyîna ber destê pîþekarek di vî jiyî de dest pê dike. Keçik be êdî bi kurikan re bi malokan naleyîze, bi heval û hogirê xwe yên keçik re dileyîze, êdî çaxê wê yê dest bi hînbûna neqiþ, tentene, gore ristin, þîr dotin, dew kulan û w.d ye.

Sunet: Wek kurdên bi çandeya îslamî gihîþtî sunet di jiyana me de bûyerek girîng e. Ji bona wê sal an çaxek diyarkirî tune ye. Ku zarûkê nûbûyî bi gamrûkê keve, ji ber vê dibe ku hê gava çilî ye bê sunet kirin, lê wekî dinê malbat dixwaze wî karî bi þahiyek bike. Sunetçiyên Farqînê çi bigire malbatek ji Tilo bû. Bav û kurek di barîgana sunetê dema ku gerih û kereng derdiketin dihatin, me ji wan re digot “seyid”. Di binê þewqê de kumên kesk li serê wan bû.

Sunet herwekî ku navê wî li ser e, pêkanîna ferzek îslamî û cihûtiyê ye; bûyerek dînî ye. Herçend di sunetan de malî govend bigirin, bileyizin jî ji dawetê bêtir mewlûda xwarinê tê dayîn. Li gora taqeta malê mewlûdek tê dayîn an xwarinek tê çêkirin ku sunetçî û yên hazir bixwin. Mewlûdên malên kurmancan bi xwendina mewlûda Melayê Bateyî pêk tê.

Ji bona karê sunetkirinê divê ku yek paþve bi zarûkê tê sunetkirin bigire, ku ev kirîva ye. Kirîvatî çi bigire merivatî danîna bi riya dudiyan e: Merivatî danîn a pêþî bi riya jin-anînê ye. Li hin deveran mehra di navbera keç û kurê du malên kirîva de çênabe, lê li Silîvan usûlek wisa tune ye. Kirîvatiyek dinê jî heye ku li hin deveran jê re “birazava”, li hin deveran jî “saxdoþ / saxdiç” tê gotin.

Balixî pêpilûk (pile/derece) a pêþîn a ji zarûtiyê derketinê û a pê avêtina navdera mêranî an jinaniyê ye. Ji bona vê ayînek bi taybetî tune ye.

Evîndarî: Evîndariya li welatê me evîndariya platonîk e; hezkirina bêî xwestina danûstandina têkiliyên cinsî (seksuel) ye. Çav bi hev ketin, ji hev re çavkirin an biþirîn, bi kezî an bi poçaxa xwe leyistin ragihandina (mesaja) hizkirina xwe ya bi pêlên psîkoelektronîk e ku bi qasî bayê brûskê tesîr li ser meriv dike. Meriv li hev diþewiþe, ava germ bi çokên meriv de tê, çokên meriv diricifin, tê de taqet namîne, destên meriv dilerizin, çavê meriv tarî dibin, dûmanek nedîtî ji nav serê meriv hildikiþe. Ev kengê dibe? Gava ku meriv xort e û yeka bi dilê meriv ji meriv re bi dest, çav, dev an rêveçûna xwe wisa bike. Lê yeka ku ne bi dilê meriv be û ji meriv re wisa bike, hingê bîzê meriv jê tê ku merýv wê neke þûna orispiyan jî bi çavê sivikan lê dinêre. Lewra di wan çaxan de dîna meriv reþ û sipî ye, di navbera reþ û sipî de rengên dinê tune ne. Tiþtê bi meriv xweþ e spî, qenc û çê ye; tiþtê bi meriv nexweþ reþ, xerab û nemaqûl e.

Keçik dilikî dibin an ne? Di civaka me de eyb e, kirêt e ku keçik dilikî bibin. Ji xwe keç be, kur be mafê wan ê evîndariyê bi qasî ku aþkera nekin heye. Mafê te heye bi qasî di agirê evîna xwe de biþewitî, pê bimirî ji yekê hez bikî; lê wekî merivek bi þeref û bi namûs mafê te tune ye ku bi evîna xwe nav li pey keça xelkê xî. Ew dikare pê bihise, heta bi evîna te biþewite jî lê eger gengaziya gihîþtina we ya bi riya rêzika dînî-civakî mîna zewacê tune be, mafê te tune ku tu navê wê bi riya evîndariya xwe belav bikî, biki ser zarûzimanên xelkê. Civat vê bi xweþî napejirîne.



Keç wek sêva li darê tê dîtîn: Herkes (xort) dikare kevirê xwe bavêjê (dilê xwe bikê/bixwaze) lê sêva li darê li wan temaþe dike hetanî ku rojek dê-bavê wê wê didin yekî. Kesek zû bi zû naçe keçikek navderketiya bi evîndariya li ser xortê xelkê ji kurê xwe re nayne, pê mala xwe nake ser zimanan.

Hetanî þoreþa endustriyê li Ewropayê jî evîndarî pir an hindik bi vî awayî bû. Tiþtê ku heye xiristiyan (mesîhî) li zîna û keçaniyê (bakîretî) wek bisilman û cihûyên dîndar hiþk nanihêrin; ev jî ji ber gotina Îsa Mesîh a “yê ku ne gunehkar e, bira kevirê pêþî bavêjê” ye. Bi vê xiristiyanî cezayê ricimandinê ya di Tewratê de bi gotina wî þirove kiriye, dêlva ricimandinê ve “li xwe danîn”an “guneh deranîn”a li dêrê a li ber destê keþe damezrandiye. Berî xiristiyaniyê jî ji xwe li Ewropayê têgeha zîna an keçaniyê tunebû. Ji ber vê jî evîndariya ewropî bêtir ya cîsmanî (seksuel), ya herêma me jî bêtir giyanî ye.

Ji ber vê giyanî bûyîna evîndariyê ya li herêma me, sîstema dînî-civakî rê dide dastanên evîndariyê yên mîna Memê Alan û Zîna Zêdan, Xeco û Siyamend, Leyla û Mecnûn ku bêne gotin û belav bibin. Di wan de li hember rêzika dîn û civatê derketin tune ye, di nav çarçîva danînî de bêî ku rêzikê perçe bikin ji hev hez kirine: “De biferme ku dixwazî tu jî dikarî vê riyê bi vî awayî bidî ber xwe, biþewite, bimire, lê rêzikê xerab neke!”

Ev renge evîndarî bûye sedemê muzîk û þi’ra bi dilþewat a li herêma me. Þi’r û strana herî hezkirî ew a ku agir berî cigera meriv dide û meriv pê xemgîn dibe û pê de (an ji halê xwe re) digirî. Di þi’rê de gelek car meriv nizane bê ka þa’ir li ser kê dibêje: Li ser Medê an li ser Xwedê?. Ji ber ku þa’irê klasîk gelek car pronava “wê” bi kar tîne û wesifên xwedatiyê dide wê “wê”yê, hingê nabe ku Medê bi wesfên Xwedê bê wesifkirin; ku Medê be hingê dibe “þirk” ango kufr. Ê wekî dinê pronava“wê” jî li Xwedê naçe, jê re nayê gotin; Xwedê “wê” nîn e, “wî” ye, Xwedê wek mê (muennes /feminine) nîþandayîn jî “kufr” e. De were ji navê derkeve.

Zewac: Bi kurmanciya me “jin anîn” dibêjin. Mêr jin tînin û jin jî mêr dikin an diçin mêr. Wek nêtar bêjeyek dîtir ku dêlva bêjeya “zewac”a erebî ji bona herdû aliyan bê bikaranîn li ba me tuneye, ku hebe jî ez pê nizanim.

Zewac bi jin xwestinê dibe ango însiyatîf di xuyanî de ji aliyê mêr ve dest pê dike. Aþkera kes naçe mala kesî nabêje “em hatine kurê we ji keça xwe re dixwazin”, lê dê an bavê keçikê yan rasterast an jî bi riya navberan davêjin ber guhên dê û bavê kurikê ku dilê wan li ser wan e; “Kurê we jî berzewac e û Gula me jî xama ye, heta ku here bibe bûka xerîban bira bibe ya we, xizmeta we bike, dilê me ji we re dixwaze. Hema du kesê xwe biþînin ser cilika me.” Biryar dayîn yê dê û bavan e. Ji keçikê û kurik re dibêjin, lê ew bêjin erê an nebêjin erê dilê wan e, ferq nake. Eger dê û bavên herdû aliyan gotibin erê, mesele qediyaye. Qenaeta giþtî ev e ku “piþtî zewacê ewê herdû hêdî hêdî li hev bibanin, hogirî hev bibin; ku yar û dostên wan çêbûbin jî ewê piþtî zewacê ji bîr bikin.

Meriv pêþiyê haya mala bavê keçikê pê dixe, dibêje ku filan roj êvarkî dilê me heye em werin mala we.”, ku bibêjin “kerem kin” koma xwezgîniyan ku ji çend rûsipî û kesên xuyanî yên merivên kurik ên mêr pêk tên diçin mala bavê keçikê. Piþtî bixêrhatinî dayin, pirsa hev kirin û tiþtek wek çay an qawe îkram kirinê berdevkê xwezgîniyan niyeta pê hatinê ji xwediyê malê re vedike. Dibêje “dilê me di merivatiya we de heye, li ser qewlê Xwedê û þerîeta pêxember em hatine ku keça we ya Gulê ji Ferzendeyê kurê Tîtal re bixwazin.” Li serê, ji herdû aliyan ve gotûbêj tê kirin, ku herdû alî ji berê ve gotina xwe kiribin yek, bavê keçikê dibêje erê. Li ser vê erêyê fatîha tê xwendin û aliyê zavê erêkirina xwe datîne; ev tiþtek madî ye. Carna pê re jî qewlê roja nîþanê datînin. Ku ji berê ve gotina xwe nekiribin yek û aliyê keçikê di nav xwe de nelihev an dudilî bin, dibêjine mêvanan ku divê bi meriv û kesên xwe biþêwirin û ji wan jî bipirsin. Di keç xwestin û keç dayînê deusûl e ku herdû alî jî bi kes û merivên xwe biþêwirin, di keç dayînê de jî wan pê razî bikin. Wan pê razî bikin ku ewlehî û piþtrastiya keçê bi piþtgiriya bi mala bavê, bi kesên wê yên mêrîn e ku heta ew hebin. Hingê siberoj gava mala mêr gotinek nexweþ an giran jê re bêjin, divê ku hesabê mala bavê wê, kesên wê, eþîra wê bikin. Ew êdî dibe zeyiya mala bavê, biraxo û eþîra xwe. Herçend jin be, “darê þikestî” be jî bi hebûna bira, pismam û kesê ji eþîra xwe ne bêxwedî an bêkes e. Ji ber vî awayî gelek û gelek girîng e ku di keç dayinê de bira û pismaman pê razî bikin, ku siberoj lê zordestî bibe, di berê de serê xwe û yên zarûkên xwe bidin þikandin, gava bê serbeserê jî li ser wê xwe bidin kuþtin jî. Ji ber vê jî xwezgînî li mesela pêþêwirînê xweþ dinihêrin.

Xwezgînî dizivirin têne mala xwe. Mala bavê kuurik rêpaniya bersîva mala bavê keçikê dike.

Nîþan / rûvekirin: Dawetek piçûk e ku aþkera kirina vê xwestinê ye. Mala kurik nîþana xwe bi keçikê ve dikin. Þerbet û þîranî dixwin û vedixwin. Niha gustîlk dikin tiliya wan, berê tiþtek wek zêr bi wan ve vedikirin. Merivên kurik wek xal, ap, xatî û met diyariyên xwe bi keçikê vedikin. Keçik û kurik êdî xwestiyên hev in, bi xwestî ne.

Rê vekirina zavê: Mala bavê keçikê riya zavê vedikin: Ew vedixwînin mala xwe, þîvê. Bi zavê re çend mezin ên mêrîn tên þîvê. Di pey de zava êdî aþkera dikare were mala bavê xwestiya xwe.

Qelen birîn: Qelen (qelend / neqd) ji aliyên mala bavê zavê ve miqdarek bi peretî an beramberê wê didin mala bavê bûkê. Qelen birîn, bi erêkirinê re jî dibe bê birînê û dibe di pey nîþanê de û berî dawetê de be, carina di hatina birina bûkê de jî dibe. Qelen mafê peretî yê bavê bûkê ye. Ji wê pê ve mafê bira û pismaman jî heye ku perû (diyarî) bixwazin.Berê perûya birê, ya her pismamî cihê cihê dihate xwestin û ev wek mafekî li rê dihate dîtin. Li ser qelen û perûyan rûsipiyên herdû beran diketin ber hev, ji bavê bûkê re digotin “de þekirek bixwe!” ango ji bazara xwe ya bilind dakeve, tiþtek þîrîn ê wek dilê me bêje. Ev bazar bi xwe aciz kirin, xwe zirtikandin, rabûn û ji civatê çûyîn dewam dikir. Bi piranî di paþiyê de li hev dikirin, lê kêm car jî li hev nedikirin û xelat vedigerandin.

Ku li hev kirana, lê qelen bilind biya an qelen ne bilind biya lê taqeta aborî ya mala bavê zavê jê re kêm biya, hingê wî barê giran li meriv û kesên zavê par vedikirin ku ji vê re tar an beþ dihate digotin. Di qelen, xwîndayîn û cirman de tarkirin edet bû, wek merivên zavê an qisas tara xwe nedan qebehet bû. Ji ber nedayîna qelenek maqûl, ku nîþan bihata vegerandin, ev li ser mala zavê, kes û eþîra wî wek þerm û kêmasiyek gelek mezin bû, di nav civatê de rûreþî bû. Ji ber vê jî diva merivên wî xwe bidin ber barê wî, welew ew sêwiyê bê dê û bê bav be jî.

Xonçe: Berê ji bona gazîkirina dawetê xonçe dihate belavkirin. Xonçe dibû ku tiþtek wek destmal be, þekir an tiþtek dinê be. Di þûna dawetiye de bû

Dawet: Li ser banê mala bavê zavê darika zavê dihate danîn, ev nîþana mala dawetê bû. Ev dar darek bi þax û gulî bû ku meyweyên hiþk û ter ên navçeyê wek hinar, biyok, sêv, încas, hirmê h.w.d pê ve girêdidan. Bi vê darê dawet li dara diket. Daweta hinekan du-sê roj, ya hinekan hefteyek dajot. Ya hinekan bi çend def û çend zirne, ya hinekan bi bilûr û elbane, ya hinekan jî bi kilam û dîlokên ber dawetê dihat kirin. Dawetvanî li gora rewþa xwe ya aborî û têkiliyên merivatiyê bi xwe re heywanek serjêkirinê, satilek rûn, barek arvan, tûrek þekirê çayê, tiþtên ku dawetê de wek xwarin û vexwarin ewê li dêrizandina mêvanan here tanîn. Hin jî bi miqdarek pere alîkariya mala bavê zavê dikirin. Li Silîvan ku bûkê ji gundekî bibirana gundekî berî bûk derxistinê xwarin danîn edet bû. Piþtî ku bûkê peya dikirin li mala dawetê xwarin dihat danîn. Xwarina dawetê ya sereke goþt û birinc an savar û tirþik bû. Tirþika dawetê jî bi goþt e. Tirþik li gora barîganê diguhire: Ya firingî, balîcan û dolmikan, ya kartolan, ya fasûlyê hiþk, ya kerengan, ya gerih û alûceyan, ya kundirê tirþê an ê mîranî û h.w.d. Piþtî ku dawet belav dibû ezepçerî zavê derdixistin dibirin li nav baxçeyan, Kaniya Mezin, Kaniya Navîn, Qolekê heta êvarê digeradin, êvarê dihatin mala kirîva. Heta dereng bi kêf, þahî, yarî wextê xwe dibuhartin

Di dema dawetê de bi zavê, bav, bira û merivên zavê yariyên bi dest û gotin têne kirin, sosret tînin serê hev. Piþtî ku bûkê tînin destmala bûkê, kumê zavê revandin, cirmkirina merivên zavê jî ji edetan e.

Serhine: Bexþîþa ku di þeva dest hinekirina bûkê de ji aliyê zavê distînin.

Cihêz raxistin: Berî ku bûkê bibin; cihêzê bûkê radixin, berbûrî û xelkên dinê dibînin bê mala bavê bûkê çi bi keça xwe re danîne.

Piþderî: Gava ku ewê êdî bûkê ji mala bavê derxin, ji mala bûkê yek dikeve piþt derî û nahêle bûkê derxin, bi bexþîþa piþderiyê hê xwe ji piþt derî dide alî.

Gîska ezepan: Gîsk ji karikê mezintir ji bizinê piçûktir e. Bexþîþa ezepên (xortê hê nezewicî) aliyê mala bavê bûke ye ku ji aliyê zavê distînin.

Rêbirîn: Ji mala bavê bûkê heta mala bavê zavê bi mebesta bexþîþ stendinê xelk tên riya dawetê dibirin, bexþîþa xwe distînin.

Þabaþa mutriban: Gava ji deverek bûkê dibin deverek din, bi rê de mutribên ji dûrî ve çav bi qefla bûk û berbûriya dikevin, radikin def û zirna xwe têne pêþiya wan ew þabaþ dikin û bexþîþa xwe distînin. Wekî dinê piþtî ku bûkê datînin êdî li ber qedandina dawetê mutrib tên ber yekî ku çavê wan dibire, di reqisin û dibêjin “þabaþ ji “ filan kes re, ew kes jî derdixe bexþîþek didê. Mutribên navçeya Silîvan yên def (dehol) û zirnê ne.

Bexþîþa peyabûna bûkê: Gava bûk tê ber deriyê mala zavê, bê li çi siwar e jê peya nabeheta ku xezûr an tiyê mezin wê perû neke. Xezûrê wê tiþtek hêja didê ku pê razî be hingê peya dibe.

Pêrgîniya bûkê: Gava bûk peya dibe tiþtê wek nan, xwey, hingiv (þîranî) dibin pêþiya wê, bûk piçek jê diçêje (tam dike). Yên sereke yê jiyana li ba me nan û xwey e. “Nanê te bê xwey e” bi maneya tu çi jî bikî tu bê rûmet î, kira te beredayî ye, nayê þêkirandin.

Berbûrî tiþtên ku ji mala bavê bûkê dizîne an anîne wek kevçî, þûþê çayê, lembayê don, heskên darîn davêjin ber piyê zavê, zava ew bi piyê xwe diþkêne. Zava di ser serê bûkê de bexþîþ direþîne ku ji pereyên madenî, þekir, mewij w.d. pêk tê. Zarûk wan ji xwe re berhev dikin, pê þad dibin. Cêrek neqiþandî didin destê bûke, bûk vî cêrî li ber pêdera dergehê malê li erdê dixe diþkêne. Hêkek davêje serdera dergeh, pê de diþkêne.

Bi pê û par be. Duayê li mala dawetê tê kirin ev e: Bi pê û par be, ango piyê bûkê li we were, ji we re xêr û xweþiyê bîne û bi hatina wê rizqê we zêde bibe; rizqê wê, nesîbê xwe yê fereh bi xwe re anîbe û ji ya we jî pardar be.

Diyariyên bûkê: Ji cihêzê bûkê pêve mala bavê wê pê re hin tiþtên diyarî kirinê diþînin ku mala xezûrên wê wek sipasî didin dawetvaniya û merivên zavê.

Sêroja bûkê: Piþtî zewacê roja sisiyan merivên zavê, derûcîran tên sêroja bûkê û wê perû dikin.

Çûna zeyî: Piþtî bi çendekî mala bavê bûkê tên wê dibin, ji vê re çûna zeyî tê gotin. Di çûyîn û vegerê de pê re tiþtên xwarinê yên meqbûl datînin ku ji vana re jî tûþiyê bûkê tê gotin.

Jin revandin: Jin xwestin timî bi hêsanî naçe serî, hingê keçik tê revandin an jî keç û kur hevdû direvînin. Eger hatibe xwestin û nedabin, keçik bi dilê xwe reviya be ji aliyê civakê ve ev revandin xweþ tê dîtin; mezin û rûsipî dikevin navberê, herdû aliyan li hevdû tînin. Ku revandin bê xwestin hatibe kirin, doz giran dibe. Eger bi darê zorê ev hatibe kirin ev heta neyartî, ji hev kuþtin û mehkemeyan jî diçe. Keça ku bêdiliya bav û birayên xwe kiribe û pey yekî ketibe, pê re li hev bên jî êdî ew ji rûmetê dikeve, carna jî heta mirinê riya mala bavê lê tê heram kirin, bi saxî çavê wan bi hev nakeve.

Kirîvatî: Ji kirîvatiya zewacê re li hin deveran birazava an saxdoþ jî tê gotin. Di civaka ewropî û amerîkan a îroyîn de jî ev usûl hê heye.

Eskerî: Eskerî di jiyana ne bi tenê ya kurdan di ya tirkan de jî gîtek giran e. Ku kurd bi ziman zanibin ji tirkan du car bêtir dipelçiqin, ku bi ziman nizanibin hê carkî dîtir jî dipelçiqin. Li eskeriyê mêrikê esker ku li mala bavê xwe, li gund an bajarê xwe tiþtek bû, qabiliyetek bû li eskeriyê hîç e, sifir e. Bi xwendin, zanîn, mêranî, pîþekariya xwe ku meriv li jiyana sivîl xwedî ciyek bû, li wê derê hîç e. Ji ber wê jî roja ku meriv eskeriyê diqedîne tê mala xwe herwekî ku meriv hê nû ji diya xwe bûbe, ew çend meriv xwe sivik û bi rûmet dibîne.

Jin berdan: Di kurdewariyê de jin berdan tiþtek qedexe an tabû nîn e. Ji bona ku li hevûdu bikin mayê bi malbatên, nasûdostên herdû aliyan diqede, dikin. Lê dîsa jî dinihêrin ku mêr û jin nikarin bi hev re mermaltî bikin, hingê riya berdanê vedibe. Mêr jina xwe ber dide an jinik berdana xwe dixwaze.

Pêmayîna zarûkan: Çi bi mirina mêrê xwe jinik jinebî bimîne, çi berdayî be ku zarûk hebin; zarûk para mêrik in, ji dê re nakevin. Zarûkê li ber þîr heta ji þîr vebe li ba dê dimîne. Jina berdayî an jinebî car din bi erf û edet dikare bizewice, lê di vê zewacê de dawet nayê kirin. Ya jinebî ku bêje erê, bi dilê wê be, bi yekî ji mala mêrê xwe re dikare bizewice. Lê gelek car ev ne ji ber ku bi dilê xwe dike, ji bona zarûkên xwe neke ber destan vê zewacê dipejirîne. Yê ku pê re dizewice jî ji sedî heþtê û pênc ji bona sêwî nekevin berdestên jinapan û w.d. an malê para bavê wan belawela nebe ev dikin.

Mirin: Gehîneka jiyanê ya dawiyê ye. Tevî em hê ji zarûtiyê de pê dizanin jî gava tê serê yekî nêzîkî me, bi me tehl tê. Di mirina normal de gava xwediyê mirî yê dîtî dinihêre wayê teqlên nexweþ sist bûn, dest û piyên wî cemidîn ku zanibe ew, ku nizanibe gazî yekî xwenda dike, yê xwenda dest bi xwendina sûreya Yasînê dike. Bi mele çûyîn ji bûna mala mirî serbilindiyek e, belgeya hay jê hebûna ji nexweþê xwe ye. Nexweþ dikeve ber sekeratê ku bihn dayînûstandina wî giran dibe, herzing tênê; du sê bawîþkên dawî nuqteya dawî li jiyana xwe datîne.

Piþtî ku ji mirina wî êdî tam ewle bûn, ku çavê wî vekirî mabe digirin, bi destmal an çarikek ji binê çena wî heta tepika serê wî girê didin, kevirekî pehn an giraniyek datînin ser zikê wî ku bayê di zik de derkeve û hetanî veþartinê laþê wî neperçife.

Derûcîranên ku pê dihisin tafilê haya yên dinê jî pêdixin. Yên baz didin textê þûþtinê, yên çardarê (tabûtê), sitîl û arduyan tînin, yên ku radikin tevir û bêran diçin ku gor bikolin; heryek ji ba xwe ve, lê bi hev re tiþtek dikin. Yên li çarþiyê pê dihisin, dikanên xwe dispêrin berdestkî diçin goristanê.

Mirî ji aliyê meleyek li ser usûla mezhebê îmamê Þafi’î tê þûþtin, yek du kesên zana jî berdestkiya wî dikin. Ku mirî pîrek be, ji aliyê pîrekên pisporê vî karî ve tên þûþtin. Ku pîrekên pispor tune bin hingê mela ji vî aliyê perdê yek bi yek dibêje û eva mirîþo li gora gotina mele karê þûþtinê birêve dibe. Þûþtin ji du beþan pêk tê: Yek jê þûþtina serapê ya bedenê ji qirêjê ye, ya diduyan jî destav þûþtin û destmêja wî ya mezin (cenabet hilanîn) e. Piþtî þûþtinê cenaze tînin hundir, li wê derê tê kefen kirin û bi ser de dixweynin. Berî cenaze ji malê derxin îsqata wî xweþ dikin. Îsqat piranî li ser genim tê xweþ kirin. Cenaze dibin mizgeftê li wê derê limêja wî tê kirin, di pey de dibin goristanê, di gora kolayî de vediþêrin. Heta veþartinê bi ser de sûreyên ji Qur’anê tên xwendin. Piþtî pêvajoya veþartinê bi ser ket, mele telqîn dixweyne. Di pey de hin kes li dervayê goristanê serxweþî di xwediyên mirî didin, hin kes bi wan re tên malê. Þîn danîn ji malê heta malê diguhire, ya hina sê roj e, ya hina hefteyek dajo. Ya jina heta salek jî dikare bajo.

Hewarî jî bûyerek wek zibare ye: Derûcîran tên di xizmeta mala mirî de bi dilûcan dixebitin, li mala xwe xwarin çêdikin tînin mala þînê ji bona ku ew û hewariyên xwe bixwin. Nas û dost ên rûn, þekir, cixare, laþên goþt, meywe û sebze tînin, bi vî awayî alîkariya aborî dikin.

Eger mîrî ne roja În an êvara Înê miribe û xwediyê wî halxweþ be û bixwaze; ji veþartina di gorê heta roja pêncþemê bi banga esrê, li ser gorê bi ser mirî de didin xwendinê ku jê re “teslîmî êvara Înê kirin” dibêjin. Baweriyek wisa heye ku bi vê “În teslîmî êvara Înek dinê” dike û ev heta mehþerê dajo bi wî awayî mirî jî ezabê qebrê nabîne. Bêguman ev xwendin bi þev û roj bê navbir dayîn dewam dike, ji ber vê jî mela bi dorê dixweynin. Bi vê armancê li ser gorê çadir tê vegirtin, rojê sê çar dan xwarina wan dibin wê derê.

Þeva sisiyan sêroja mirî tê dayîn ku jê re “suneta tehlîlê” dibêjin. Ku þaþ di bîra min de nema be heftê hezar car “la îlahe îl-Elah” tê gotin, ev jî di tariyê de tê eda kirin. Piþtî bi hemûyan pêkve ev heftê hezar car “la îlahe î-Elah” hate gotin, giþt pêkve ew ji berdilê xwe diyariyê giyanê mirî dikin ku xêra wê jê re bê nivisandin.

Li pey mirî xêr didin. Xêra xwey, ya helawê, ya goþt li gora taqeta aborî tê dayîn

Di roja çilan de mewlûd didin ku li berê ji xwarin ji meywe tiþtek datînin. Wekî dinê xitma salê jî heye ku melayek salsalewet ji bona giyanê wî kesî Qur’an dixweyne.

Rojên êvarên Îna (Pêncþemê esrê) car bi car seredana goristanan tê kirin, bi xwe re ji bona ku li zarûkan belav kin þekir, biskuwît, meyweyên hiþk dibin, pere didin feqî û hafizan ku li ser miriyên wan Yasîn biweynin. Gelek mal hene ku her êvarên Îna bi navê “þîva miriyan” ji þîva xwe têra xwarina yek du meriv didine cîranek xwe yê desteng

tubiranes is offline  
 


Konu Araçlarý
Mod Seç

Gönderme Kurallarý
Yeni konular açabilirsiniz --> izin yok
Yanýtlar gönderebilirsiniz --> izin yok
Eklentiler gönderebilirsiniz --> izin yok
Mesajlarýnýzý düzenleyebilirsiniz --> izin yok

vB koduAçýk
SimgelerAçýk
[IMG] kodu Açýk
HTML kodu Kapalý
Trackbacks are Kapalý
Pingbacks are Kapalý
Refbacks are Kapalý

Popüler Konular:
Bydigi Forum'un En Popüler Konularý
Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-1:

Norton AntiVirus 2008
Panda Antivirus & Firewall 2008
AVG Anti-Virus Free Edition 8.0.100
McAfee VirusScan Enterprise 8.5i
Avast! 4 Professional Edition 4.8.1169
Kaspersky Internet Security 7.0.1.325
Anti-Porn 10.4.11.15
BitDefender Internet Security 11.0.9 (2008)
Eset Smart Security 3.0.642
Ad-Aware 2008

Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-2:

Þeftali Yetiþtiriciliði
Ekolojik Tarým ve Hayvancýlýk
Süt Verimini Etkileyen Faktörler
Dört barajda su bitmek üzere
Karbondioksit salýmý yüzde 50’den çok artacak
VAN (Wan) Tarihi
Amed (Diyarbakýr) Tarihi
Ýç Anadolu Hakkýnda Genel Bilgi
Kültür ve Turizm Bakanlýðý müfettiþ yardýmcýlýðý
2008 yýlý icra müdür ve yardýmcýlýðý sýnav ilaný

Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-3:

Siz Hangi Yemeksiniz ?
Doðum gününüze göre hangi hayvansýnýz?
Doðum Tarihinize Göre Renginiz!
Bebeklerde Gaz Çýkarma
Virüs taþýyan keneler dehþet saçýyor
Þiddetin genlerle iliþkisi olabilir
Karpuz Viagra Etkisi Yapýyor
Panasonic Sony'yi tahtýndan etti!
Mehmet Atlý - Wenda 2008
grup seyran - 2008



Forum saati Türkiye saatine göredir. GMT +2. Þuan saat: 08:48 PM .
(Türkiye için GMT +2 seçilmelidir.)


Powered by vBulletin Version 3.6.4
Copyright ©2000 - 2008, Jelsoft Enterprises Ltd.
SEO by vBSEO 3.2.0
Copyright ©2006 - 2008 Bydigi Forum ®, All Rights Reserved

Bir Forum sitesi olduðumuzdan, kullanýcýlar önceden onay almadan her türlü görüþlerini yazabilmektedir.
Yazýlanlardan dolayý oluþabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanýcýlara aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykýrý herhangi bir durum görürseniz; Lütfen, bydigi@gmail.com'a yada Ýletiþim'e bildiriniz.
Mesajýnýz incelenip, kýsa bir süre içerisinde gereken müdahale yapýlacaktýr.