Bydigi Forum
Geri Git   Bydigi Forum > Kürtçe Forum > Foruma Kurdi > Çandi Giþti

Kayýt Ol SSS



 

 

LinkBack Konu Araçlarý
Eski 22-10-2007, 06:13 PM   #1 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: Feb 2006
Konum: arýyor...
Yaþ: 23
Mesaj: 8,018
Üye No: 737
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 192000
Rep Puaný : 4625002
Rep Derecesi
Numberone has a reputation beyond reputeNumberone has a reputation beyond reputeNumberone has a reputation beyond reputeNumberone has a reputation beyond reputeNumberone has a reputation beyond reputeNumberone has a reputation beyond reputeNumberone has a reputation beyond reputeNumberone has a reputation beyond reputeNumberone has a reputation beyond reputeNumberone has a reputation beyond reputeNumberone has a reputation beyond repute
Exclamation Hevpeyivîn bi Fuat Önen re


Hevpeyivîn bi Fuat Önen re

”Ma karê aqila ye, gerîlla rakiriye çek doza efuyê dike”
Nezîrê Cibo ji bo Netkurdê bi têkoþerê naskirî, serokê ÝZ. DDKD’ê yê berê û yek ji damezrênerên Grûba Xebata Kurd ya Neteweyî ya Demokratîk Fuat Önen re li ser avakirina GX, li ser têkoþîna salên 70yan, li ser rewþa dinyayê, ya herêmê û ya kurdan a niha, li ser buyerên aktuel û agirbesta PKKê axaft. Hevpeyivîneka balkêþ jê derket. Bixwînin, hûn ê jî heq bidin me!


- Birêz Fuat, hun ji yek ji rêvebirên Koma Xebatê ne û têra xwe têne naskirin. Belê, dîsa jî ji kerema xwe re tu dikarî xwe bi me û xwendevanên Netkurdê bidî naskirin?

- Ez yek ji aktîvîstên Koma Xebatê me, ne rêvebir im. Di civîna Amedê de min dîyar kir ku ez dîsîplîna komê dipejirînim û ev nêzîkî salekê ye ku bi rêvebirîya hevalan tev li karê Koma Xebatê dibim. Li ser xwe dixwazim tarîfeke kurt bidim. Ez welatparêzekî kurdistanî me û bi nasnameya xwe ya demokratê þoroþger ê alîgirê sosyalîzmê hewl didim ku di nav bizava netewî de kar bikim. Ev sîh sal in ku ez xwe wanî tarîf dikim.

- Min bi xwe navê Fûat Onen bi DDKD’ya Ýzmirê re bihîstibû. Birastî nuha jî ez dikarim bêjim ku; navê we li ba min dîsa bi vî awayi tê bibîranîn. Tê bîra min, çaxa ku li Diyarbekirê di sala 1978an de li ser merkezîbûna DDKD’yan niqaþ û civîn pêkdihatin, min we ji dûr ve nasdikir. Tu û havalên xwe daxilî wê biryarê nebûn. Piþti 28 salan, gelo ez karim bipirsim, çima? DDKD’ya Îzmîrê an Fuat Onen wê çaxê çi difikirî? Nuha çi dixwaze?

- Bi rastî ez kêfxweþ im ku di navserebûna xwe de bi xortanîya xwe têm bîra we, spas ji bo vê yekê. DDKDya Îzmîrê û DDKDya merkezî du modelên rêxistinî yên cîhê ne. Ji bo ku ez vê cudatîyê zelal bidim xuyakirin, pêwîstî heye ku ez çenekî li ser destpêk û pêvajoya wan komelan rawestim. Tê jibîrkirin ku di salên 1975-76an de li her sê bajarên Tirkîyê yên mezin sê DDKD hatin damezirandin: DDKD’ya Enqerê, DDKDya Îstenbûlê û DDKDya Îzmîrê.



Piþtî darbeya 12ê Adarê li metropolan komela ciwanên kurd ya ewil di sala 1975an de li Îzmîrê hat avakirin, bi navê Komela Alîkarî û Çanda Rojhilat ya Îzmîrê (Ýzmir Doðu Yardimlaþma ve Kültür Derneði-Îz. DYKD). Dûre li Enqerê DDKD hat avakirin. DDKDya yekem a Enqerê ye. Piþtre li Îstenbûlê hat avakirin. Û li Îzmîrê jî li dijî Îz. DYKD hinek dozên dadgehê hatin vekirin û ew bi wê rêyê hat girtin. Piþtî girtina wê Ýz. DDKD hat damezirandin. Ev her sê komel jî bi giþti komelên ciwanên kurdan ên li metropolan bûn.



Her çiqas di nav rêvebirîyên wan û awayê damezirandina wan de ferq hebûn jî, wek modela rêxistinên ciwanan li ser heman xetê bûn. Xwe berdewama kevneþopîya DDKO dihesibandin, ji hemû derdorên welatparêzan re vekirî bûn.Yekîtîya xortên kurdan li metropolan û tevlêbûna bizava azadîyê armancên hevpar bûn. Di nav rêvebirên her sê DDKDyan de ji bo avakirina tevgereke sîyasî danûstendin hebûn û di destpêkê de armanca van danûstendinan tevgereke welatparêz û sosyalîst bû. Þikilgirtina sîyasî û cudatîyên rêxistinî di nav bizava azadîyê de hîn ne xwiya bûn û bandora marksîzmê li ser bizava me xurt dibû.

Ez dikanim bêjim ku piranîya xortên wê demê di nav lêgerîneke bê pûsûla, tund û bêsinor de bûn. Hêdi hêdi hevalên berî 1971ê dest bi karên sîyasî kirin û li gora cudatîyên berî 71ê û cudatîyên ku di zîndanan de peyda bûbûn, komikên sîyasî derketin holê. Ji alîkî din jî cudatîyên nav tevgera sosyalîst ya navnetewî bêtir ketin rojeva me. Li metropolan em bi çepên tirk re jî di nav têkilî û gengeþîyên xurt de bûn. Du mijarên gengeþîyan hebûn ku di nav me û çepên tirk de dibûn sedemên pevçûnên tund; Kurdistankolonî (sömürge) ye an na, mafê marksîstên kurd heye ku ji çepê tirk cîhê rêxistineke marksîst a kurdistanî ava bikin, an na.

Ev her sê faktor bûn sedem ku yekîtîya her sê DDKDyan û hewldana avakirina tevgereke sîyasî neçe serî. DDKDya Enqerê ji alîyê dadgeha tirkan a Enqerê ve hat fesihkirin; li dijî DDKDya Îstenbûlê jî doz hatibûn vekirin, lê rêvebirên komelê bi xwe ew fesih kirin. Berî ku bê girtin, di hundir xwe de bi problem bûn û helwesteke yekgirtî di nav wan de nemabû. Wek mînak, Komuna hevalên Îstenbûlê bi gengeþîya li ser milkîyeta weþanxaneya ‘Yöntem’ ji ber hev ket. Komuna Îstenbûlê berî girtina DDKDya Îstenbûlê nêzîkî xeta Maoyî bû û wê komunê DDKDya Îstenbûlê birêve dibir. Heta wê demê komikên sîyasî ‘Komal’ û ‘Riya Azadî’ bûn. KDP jî hebû, lê di nav ciwanên kurd ên metropolan de tu giranîya wan tunebû. Lê komikek nuh jî xwiya dikir êdi. Navê wan ê ewil di dawîya sala 1976an de min bihîst ku ‘Þivancî’ bû.

Bandora Komalîyan (Komal) li damezirandin û rêvebirîya destpêkê ya DDKDya Enqerê hebû. Lê divê em mafên van hevalan teslîm bikin ku bi çavên komela xeta xwe li DDKD nedinêrîn û komeleke pirreng u pirdeng diparastin. Piþtî ku DDKD ji ber hev ket û yekîtîya xortên kurd bi DDKD çareser nebû, hevalên Komalê (dûre Rizgarî) bi navê ASK-DER komelên ciwanan ên li ser xeta xwe ava kirin.

DDKDya Îzmîrê bi tenê ma. Bandora tu komên sîyasî li ser DDKDya Îzmîrê tunebû. Ji her rengî welatparêzan di nav de xebat dikirin. Di rêvebirîya wê de jî hevalên alîgirê koman hebûn, lê ew wek komel ne di xeta tu kom an rêxistinan de bû. Ji bo yekîtîya ciwanên kurd komeleke yekgirtî bû, û ji bo tevgera sîyasî jî avakirina partîyeke kurdîstanî ya marksîst diparastin.

Piranîya hevalên DDKDya Îzmîrê û ez bi xwe jî wek serokê wê, xwedîyê wê helwestê bûn. Bê guman, li gelek deverên din jî hevalên bi me re têkildar hebûn, û car caran di nav me de jî li ser awayê rêxistinê civîn û gengeþî pêk dihatin. Hevalên Riya Azadî jî di wan deman de ji bo þaxê xwe yê ciwanan dest bi damezirandina DHKDyan kiribûn.

Îcar ku ez werim ser bersiva pirsa we: Mijara niqaþên Diyarbekirê ne merkezîbûyina DDKDyan bû. Niqaþ li ser komeleke yekgirtî ya ciwanên welatparêz bûn. Di civîna ewil de biryar hat dayin ku em bang li hevalên ASK-DER û DHKD jî bikin.

Wê demê me ev proje diparast: Li Kurdistanê ji bo yekîtîya ciwanên kurd pêwîstî bi komelên yekgirtî û federal heye. Komelên ku beþdari wê civîna ewil bûn jî ne komelên yekpare bûn û bi binavkirina wê demê ne ‘çizgi derneði’ (komelên xetên sîyasî) bûn. Di nav wan de ji DDKDyên ewil hew DDKDya Îzmîrê hebû. Piþtî girtina DDKDya Îstenbûlê, beþek ji endamên wê bi navê DDKD ji nuh de komelek damezirandin, lê ev DDKD ne li gor modela DDKDyên ewil bû. Ne komelek yekgirtî bû. Her çiqas li rû xwe wek berdewama DDKD raber bikira jî, di eslê xwe de ji alîyê koma ‘Þivancî’yan hatibû damezirandin; wek ku dûre hat fahmkirin jî, ew êdî ‘çizgi derneði’ bû. Bi navê DDKDya Îstenbûlê ew jî beþdarî civînên Diyarbekirê bû. Piþtî çend civînan hat fahmkirin ku niyeta hevalan ne ew bû ku ji bo yekîtîya ciwanên kurd komeleke yekgirtî û federal bihata damezirandin. Lê niyeta wan di bin navê DDKD de avakirina komela "çizgi derneði", komela ‘Þivancîyan’ bû. Ji ber vê yekê hewldana avakirina komeleke yekgirtî û federal ji bo xortan têk çû û hevalên ‘Þivancî’ bi navê DDKDya merkezî komela xwe ava kirin.

Ne ku em ji wan veqetîyan, em tev li wan nebûn. Li piþt niqaþa komela merkezî an federal ev niqaþa sîyasî hebû: Me digot, li bakurê Kurdistanê partîyek marksîst tuneye û divê em avakirina partîyek marksîst wek wezîfe daynin ber xwe. Ev partî jî tenê ji komekê an ji tradîsyonekê dernakeve, pêwîstî bi beþdarbûna gelek alî û kesên marksîst heye. Wan hevalan digot dendikeke Marksîst heye û hun jî werin tevlê bibin. Qesta wan ji dendik û partîya Marksîst T KDP bû. Piþtî ku me di van mijaran de li hev nekir, me biryar da ku di navbera me de dostanî u danûstendinên welatparêzî dom bike. Wan dest bi komela DDKDya merkezî kir, me jî DDKDya Îzmîrê li ser esasê damezirandina wê ya ewilî domand. DDKDya Îzmîrê heta bi darbeya 12ê Îlona 1980an li gel dûrketin û nêzikbûnan, li ser vî esasî xebat kir. Bi darbeya 12ê Îlonê hat girtin û bû beþek ji dîroka xebata ciwanên kurd.

Hêvîdar im ku min zêde dirêj nekiribe û bersiva pirsa we dabe. Lê berî ku ez derbasî bersiva pirsa din bibim, ez dixwazim parantezekê ji bo peyva ‘Þivancî’ vekim.

Dê bala we jî kiþandibe ku ez vê peyvê wer di nav apostrofan (”) de bikar tînim. Sedema wê ev e: Ez difikirim ku xeta Dr. Þivan piþtî 1975an di du cihokan de herikîye. Hevalên ku dûre navê T-KDP kirin KÝP, li mîrasa Dr. Þivan a rêxistînî xwedi derketine û hîna jî lê xwedî derdikevin. Di civîna DDKDyîyan a li Almanyayê de ev ji nuh ve deklere jî kirin.

Lê belê ji 1975an û vir de ew tucarî li xeta DR. Þivan a teorîk û sîyasî xwedî derneketine. Bi bêdengî xeta Dr. Þivan a teorîk û sîyasî dane jibîrkirin. Programa T-KDP û ya KÝPê bi hev re nayên elifandin (li hev nayên anîn); programa KÝPê ne dewama T-KDP, lê înkara wê ye. Xeta Dr. Þivan a îdeolojîk nêzîkî xeta Maoyîtîyê ye û tu têkili di navbera vê xetê û xeta KÝPê ya îdeolojîk de tuneye. Di warê awayê têkoþînê de jî Dr. Þivan û KÝP geleki dûrî hev in. Dr.Þivan bêtir nêzîkî awayê têkoþîna Amerîka Latînî û Baþûrê Kurdistanê ye. Awayê têkoþina KÝPê bêtir bajarvanî û bi nisbetî Dr. Þivan bêtir reel-polîtîk e.

Bawerîya min ew e ku di destpêka xwiyabûna komikan li Bakurê Kurdistanê, xeta Dr. Þivan a teorîk û sîyasî ji alîyê Komalîyan ve hatiye domandin. Orhan Kotan ji Ömer Çetin bêtir temsîla fikrên Dr. Þivan dikir. Weke tê zanin pirtûkên Dr. Þivan ji alîyê Komal ve hatin weþandin. Pirtûka Dr. Þivan a bi navê "ezen uluslar ezilen uluslar" (netewên serdest netewên bindest) di dest KÝPê de ma û ji alîyê van hevalan hat îmhakirin, an jî wendakirin. Ew jî dide xwiyakirin, an jî ez wer dinirxînim ku KÝP di warê teorîk û sîyasî de ne warisê xeta DR. Þivan e. Ji ber vê yekê, divê meriv di wek ‘Þivancî’ binavkirina KÝPîyan de bi îhtîyat be û xwedîyê van rezervan be.

- Brêz Fûat, mexsada vê hevpeyvînê bi giranî, li ser pirsa yekîtîya kurd a û di vê çerçevê de proja Grûba Xabata kurd a Neteweyi û Demokratik e. Bi kurtasî ez bipirsim; GXKND çi ye ne çi ye? Grûp bi çi awayî û ji kîjan îhtîyacê derkete holê? Armanca wê çi ye? Nuha rewþa wê çi ye? Bi taybetî tu pêþeroja Grûbê çewa dibînî?

- Koma Xebatê li Bakurê Kurdistanê lêgerîneke partî, kom, derdor û kesayetîyên cuda bo înîsîyatîveke netewî ya hevbeþ e. KX ji bo kurdan li ser axa xwe desthilatîya sîyasî daxwaz dike û ji bo pêkanîna vê daxwazê yekîtîya hêzên netewî, ji bo yekîtîyê jî heþekî sîyasî yê hevbeþ pêwîst dibîne. Bi ya min KX îfadeya lêgerîna vî heþê sîyasî yê hevbeþ e. Divê KX bibe pêwenga pêkanîna vî heþê sîyasî yê hevbeþ, bi vî heþê hevbeþ derxistin û birêkxistina projeyeke netewî û pêkanîna sazîyên netewî li tewereyê vê projeyê.

Bi dîtina min, divê ev her sê têgîn bibin bingeha KX û zemîna wê ya realîzebûnê: heþê sîyasî yê hevbeþ, projeya netewî û sazîyên netewî. Civaka kurd ne girseyeke bê çîn û tebeqe, bê îmtîyaz û pevkelyayî ye. Him civaka me û him jî Koma me ya Xebatê ji alîyê îdeolojî û ramanê ve ne yekcure ye. Bi rastî ji bo yekcurebûnê pêwîstî an îmkan jî tuneye. Di dema zaroktîya tevgera me ya azadîyê de (1975-1978) nêzîkbûna îdeolojî=siyaset serdest bû û sîyaset di nav îdeolojîyê de dihat mehandin, divê em van tiþtan li dû xwe bihêlin.

Sîyaset û çalakîya sîyasî bi gelemperî wek hewldana dîtina rastîyê tên zanîn; lê bi rastî hewldana dîtina rastîyê karê zanistî û teorîyê ye. Hîmê çalakîya sîyasî hewldana avakirina rastîya xwe ye. Wê gavê, ger hêzên netewî tercîhên cuda ên îdeolojîk, aîdîyetên cuda yên rêxistinî û sîyasî hebin jî, ku ev jî xweristî (tebiî) ye, divê rastîyên wan ên sîyasî yên hevpar jî hebin. Her çende berjewendîyên cuda yên çîn û tebeqeyên cihêreng ên netewî hebin jî, divê berjewendîyên wan ên hevpar ên netewî jî hebin; bi rastî hene jî. Heþê sîyasî yê hevbeþ dê bibe îfadeya van berjewendîyên hevpar û rastîya me ya hevpar a netewî.

Pêwîstîya têkoþîna sîyasî bi dîsîplînê û bi projeyên berbiçav heye. Meriv dikane bi têgînên gelemperî propagandayê bike, lê belê têkoþîneke sîyasî ya cidî bi projeyên berbiçav û dîsîplînê tê kirin. Pêwîstîya tevgera me ya azadîyê bi projeyeke mezin a netewî û jêrprojeyên bi wê ve girêdayî heye. Ev pêwîstî li pêþ çavan e. Hîmê projeya netewî dê dewletbûna netewa kurd li Kurdistanê be; divê weha be. Li ser þêweya vê dewletê gengeþî û nêrînên cuda hene; cudatîyên wisa normal in û meriv dikane li gel hebûna wan û bêyî ku bibin asteng xebata xwe bidomîne.

Pirsgirêk û wezîfeyên me yên girîng ên sîyasî hene: divê em jenosîda sîyasî ya li Kurdistanê bigihînin raya giþtî ya dinyê, pirsa Kurdistanê têxin nav rojeva Netewên Yekbûyî, zimanê netewî û perwerdeya bi zimanê netewî, bidawîanîna eskerîya mecbûrî li Kurdistanê, parçebûna Kurdistanê û çareserîya pirsgirêkên ji ber parçebûnê û hwd. Ev giþt pirsgirêkên me yên girîng û wezîfeyên me yên sîyasî ne û divê em ji bo wan projeyên bi projeya netewî ve girêdayî pêk bînin.

Serketina têkoþîna sîyasî bi dîsîplînê û dîsîplîn jî bi rêxistin û sazîyan mimkun e. Li Kurdistanê pirsgirêka me ya herî girîng nebûna sazîyên netewî ye. Li gel sazîyên sîyasî yên wek enî, kongre, meclîs û hwd, pêwîstîya me bi sazîyên sivîl, civakî, herêmî jî heye. Divê em li gel sazîyên wek akademî, weqif û enstîtuyan ku hinek ji wan ne bi awayekî têrkir be jî, ji nuha de hatine avakirin, sazîyên wek Yekîtîya Doktorên Kurdistanê, Yekîtîya Hiqûqzanên Kurdistanê, Yekîtîya Perwerdekarên Kurdistanê, Yekîtîya Olî ya Kurdistanê bi þaxên xwe yên ol û mezhebên cuda, Yekîtîya Muxtarên Kurdistanê, Yekîtîya Þaredarîyên Kurdistanê û hwd jî damezirînin.

Ez bi vê perspektîfê li Koma Xebatê dinêrim û pêþniyar dikim ku wanî lê bê nêrîn. Em hîn di serê rê de ne. Reþnivîsa bernamê bi awayê ku meclîsa Komê pejirandiye di rêya heþê sîyasî yê hevbeþ û projeya netewî de gaveke erênî ye. Ez hêvî dikim ku bê weþandin, û bi tevlêbûn û rexneyên hêzên welatparêz têkûztir bibe.

Ji ber ku ez bi vê berfirehîyê li KX dinêrim, ez pêwîstî û girîngîya wê dizanim. Projeyeke bi wate û berdar e, dikane bibe bersiva îhtîyacên têkoþîna netewî ya Kurdistanê. Tecrubeyên salekê jî ev yek rast derxistiye. Ez dibînim ku hemû hêmanên komê ji alîyê pev re xebitîn û pêkanîna exlaqê yekîtîyê de sûdê jê werdigirin. Ji bo min bi xwe bûye tecrubeyeke kêrhatî. Heke em bikanibin hesabên demkurt, berjewendîyên teng ên komikan, hêvîyên þexsî bidin alîyekî û aîdîyeta KX derxin pêþ, wê bikin tevgereke weha ku mudaxeleyî pêvajoya sîyasî bike, herkes ê bibîne ku ew wesiteyeke cidî ya sîyasî ye. Lê dîsa jî, ger ev xebat biser nekeve, ev nabe serneketina vê projê, lê dibe serneketina me. Rêça ku em ketinê rast e; serneketin jî berpirsiyarî jî dê bibe ya rêwîyan. Yekîtîya hêzên netewî ya bi armanca pêkanîna heþê sîyasî yê hevbeþ, projeya netewî û sazîyên netewî dê zû an dereng aktor û aktîvîstên xwe yên bi perspektîfa îqtîdarê bibîne, ez ji vê yekê þik nakim.

- Wek ku ez dizanim heya îro gelek caran hizb û siyasetmedarên kurdên Bakur hatine ba hev û dûvdirêj nebe jî ‘yekîtî’ sazkirine. Lê belê tu carî hizb û grûbên Ýslamî di nav van yekîtiyan de cih nedigirtin. Lê îro di nav GXKND de ev kes û grûbên Ýslamî jî cih girtin e. Bi rastî ez pir û pir girîng dibînim. Li ba min ev siyaseteke hêja û Kurdistanî ye. Di vê derhaqê de tu çi dibêjî? Ferqa proja GX û tecrûbeyên berê çi ne?

- Li her alîyê dinyê, di nav tevgerên rizgarîya netewî yên serketî de, em tevlêbûnên xurt ên oldaran dibînin; pirê caran jî di nav refên herî pêþî de ne. Îluzyona ku di navbera nasnameya olî û ya netewî de nakokî heye, xweserîyeke me, bêtir jî ya bakurê Kurdistanê ye. Gelek sedemên vê îluzyonê hene û bi dîtina min, sedema herî girîng kemalîzm e.

Li Bakurê Kurdistanê kolonîbûn bûye navxweyî, û Tirkîyeyîbûnê di bin þiûra me de cîh girtiye. Kemalîzm, ev îdeolojîya nijadperest û þoven a sîstema desthilatîya tirk pirê caran wek modernîzm hatiye îdrakkirin û kurdan jî piþtevanîya gelek bicîhanînên wê kirine. Bi taybetî jî kirinên wan ên li dijî îslamîzmê weha hatine îdrakkirin. ‘Qanûna derbarê girtina tekya û zêwan (zawîye)’ a ku di dawîya 1925an de hat pêkanîn îro jî ji alîyê gelek pêþverûyên kurd ve wek pêþverû û modernîst tê dîtin. Lê bi rastî mîlada Kemalîzmê serhildana kurdan a 1925an e (Yek ji analîzên ku ji Îmralî tên pêþkêþkirin jî ‘kemalîzma

1920-23an’ e; ev tiþtekî vala û bêbingeh e û di wan salan de kemalîzm tuneye!). Komara Tirkîyê (KT) projeya afirandina netewa tirk ji bermayên Osmanî ye; pêwenga tetbîqkirina wê sîstema hikumranîya tirk e û îdeolojîya wê jî kemalîzm e. Aha ev kemalîzm þerekî li dijî rasteqînîya netew û welatê gelê kurd e. Ev qanûna navgotî ku hema piþtî têkbirina serhildanê hat pêkanîn, îzolekirina reha îslamî ya têkoþîna netewî ya kurdan armanc kiriye û nuha meriv dikane bibêje ku biser ketine. Piþtî serhildanên kurdan ên dewra pêþî, reha îslamî di têkoþîna me ya rizgarîya netewî de qels bûye. Lewra niqta ku we bal kiþand ser girîng e. Tevlêbûna kesayetî û komikên îslamî bo KX meriv kêfxweþ dike. Konsepta yekbûna netewî ya KX vê yekê pêwîst dike û ji alîyê pêkanîna yekbûna hêzên netewî ve bawerîyê dide. Ne tenê Îslamîst, divê tevlêbûna kurd ên oldar ên êzîdî, elewî û îsewî bo yekbûna netewî jî bê pêkanîn, û divê KX ji bo pêkanîna vê yekê xebatê bike.

- Beriya nuha min ji kak Sabahattin Korkmaz û Birez Brahim Gûçlû ji pirsîbû. Ez dixwazim ji cenabê we jî bipirsim; Gelo heta nuha pêknehatina yekîtiya neteweyî nayê wê maneyê ku miletê kurd hê nebûye neteweyekî nûjen, têgihîþtin û karekterê neteweyî nestandiye? Ji ber ko di nav me kurda de hê jî têgihên grûpî û eþîrî di ser berjewendiyên neteweî de têne girtin. Ýnsanên me qasî ku bi þef, serok, eþir an grûba xwe ve grêdahî ne û wan diparêzin, menfaetên neteweyî hewqas naparêzin. Dikare ji bo eþîr, grûp, þef, serokê xwe her fedekariyê bike, belê ji bo miletê xwe wan fedekariya nake. Ev jî dibe sedem ku yekîtiya neteweyi pêknayê. Nizanim gelo ez xelet im? Hûn çi difikirin?

- Ji bo vê mijarê, divê meriv gengeþîya netew û yekîtîya netewî bike. Me kurdên Bakur tarîfa netew bêtir li gora formulasyona Stalîn a navdayî kir. Û em li þîroveya determînîst û jixweberbûnê ya vê formulasyonê aliqî man. Kapîtalîzm pêþde dikeve; yekîtîya ziman, çand, yekîtîya jîyana ekonomîk pêk tîne, û ger yekîtîya xakê jî hebe, gel dibin netew! Her çiqas ez çenekî karîkaturîze dikim jî, bi gelemperî îdraka me ya netew ev bû. Lê di rastîya xwe de, netew her çiqas fenomeneke dîrokî û civakî jî be, fenomeneke sîyasî ye. Li her dereke dinyê netew di pêvajoyên têkoþînên tund ên sîyasî de pêk hatine. Li Rojava bêtir bi têkoþînên li dijî feodalîteyê, li Rojhilat li gel wê gelek caran bi têkoþîna li dijî kolonyalîstan, dagirkeran pêk hatine. Netewên ku li Rojava di berbanga kapîtalîzmê de di sedsalên 17-18an de derketine ser dika dîrokê, li Rojhilat mane ji sedsalên 19-20an re. Pirsgirêka netewa kurd jî yek ji pirsgirêkên netewî yên nadîr e ku maye ji sedsala 21an re.

Tarîfeke Cemîyetî Aqwam û piþtre Netewên Yekbûyî heye; ev tarîf jî netew bi dewlet tarîf dike, netewa bêdewlet nas nake. Li gora van sazîyan, wek mînak, netewa Kuweyt, netewa Bahreyn, netewa Tirkîye heye, lê netewa kurd tuneye. Ev tarîf tarîfeke yekcar polîtîk e, ji alîyê serketîyên her du þerên dinyê ve li dinyê hatiye ferzkirin, ji bo parastin û domandina sazûmanê hatiye lihevanîn. Qet girîngî û nirxeke wê ya zanyarî tuneye.

Divê meriv li gel alîyên jixweberî û vîyanî (îradî), wek fenomeneke civakî-dîrokî û sîyasî li netew binêre û wê wanî fahm bike. Her weha, netew ne rutbeyek e ku gel wê piþtî pêvajoya netewbûnê bidest dixin. Divê hemû gel an jî komên etnîkî yên xwedîyê yekîtîyeke mînîmûm a ziman, çand û jîyana ekonomîk wek netew bên naskirin û binavkirin. Bi dîtina min, netewbûna gelê kurd , ku di sedsala 20an de li her parçeyekî bi deh hezaran keç û lawên xwe ji têkoþîna rizgarîya netewî re kirine qurban, bê cirûcedêl fenomeneke civakî-sîyasî ye. Ger bê pirsîn ku ev çiqasî modern e, ez dikanim weha bersivê bidim: gelê kurd di pêvajoya netewbûn û modernbûnê de têra xwe pêþve çûye, û divê qet þik jê tunebe ku ev rê dê bi desthilatîya îqtîdara li ser xaka xwe biqede.

Pirsgirêka yekîtîya netewî an yekîtîya hêzên netewî asteke cîhê ye û dîyar e ku di vir de pirsgirêkên me hene. Meriv dikane sedemên vê wek pre-modern, modern û post-modern jî tesnîf bike. Ez ê hewl bidim ku bi kurtî balê bikiþînim ser evan:

Dîyar e ku aîdîyet û sazîyên pre-modern ên wek eþîrtî û þêxtîyê li ber yekîtîya netewî asteng in. Lê belê ez difikirim ku, bastûra eþîrî ya li Kurdistanê ku ji civaka komunal maye pêwîstî bi lêkolînan heye û jihevketina eþîran her tim bi hêla yekîtîya netewî ve naherike. Her tiþt bi dijberê xwe watedar dibe! Li cîhên ku em nikanibin sazî û aîdîyetên netewî têxin þûna eþîrên jihevketî, ev valahî ji alîyê sîstema serwerîya tirkan ve tê tijekirin; divê haya me ji vê hebe. Her weha divê bê dîtin ku oldarîya li gora þîroveyên tirkîk û Erebîk ên Îslamê jî faktoreke pre-modern û li ber yekîtîya netewî astengek e, û di van demên dawî de ji bo yekîtîya netewa kurd bûye tehdîdeke cidî.

Em modernbûnê di nav sîstema serwerîya tirkan a fetisokî û Tirkîyeyîbûna Kemalîzmê de dijîn; di nav faktorên ku yekîtîya me ya netewî pûç dikin de ev ya herî girîng e. Ez bi taybetî qala wê pêþketina kapîtalîzm û modernbûnê dikim, ku piþtî 1960an di nav vê sîstemê de pêk hat. Sîstema perwerdeya tirkan þiûr û binþiûra xwendayên kurd yekcar zêde rûxandiye. Piranîya me ji kûrahîya wê ne haydar in. Encameke wê jî ew e ku, xwendayên kurd dema ku didin dû trendeke ramanî, ekoleke fikrî, wê bi Tirkîyeyîbûnê re dikin yek. Modernîstekî ji Kurdistanê avakirina Kurdistaneke modern nade ber xwe, ji dewsa wê hewl dide ku Tirkîye bike modern. Lîberalên ji Kurdistanê îqtîdareke sîyasî ya lîberal li Kurdistanê armanc nakin, qala lîberalkirina Tirkîyê dikin. Divê ez di nav vê mijarê de qala wê yekê jî bikim ku, di vîzyona me ya marksîzmê ya berî 1980 de jî Kurdistanîbûna me bi Tirkîyeyîbûnê, car caran jî bi enternasyonalîzma afaki malûl bû, û bi qasî ku pêwîst bû, hewcedarîya yekîtîya netewî nedidît. Wek mînakek din ji tiþtên me yên ecêb ên bi vê mijarê ve têkildar jî, meriv dikane FByî an GSî bûna li Amedê bide, ku diþibe FByî an GSî bûna li Îstenbûlê. Ev û yên wek wê jî divê di nav pirsgirêkên me yên yekîtîya netewî de bên nirxandin.

Di van salên dawî de argumentek tê parastin ku li Rojava dewra netew-dewletan qedîyaye û êdî derbasî dewra dewletên ultra-netewî, trans-netewî dibin. Îcar ku meriv vêya yekser veguhêzîne Rojhilat û daxuyanî bike ku dewra netew-dewletan qedîyaye, lewra parastina dewletbûna kurdan paþverûtî ye, wê gavê meriv bi xwe paþverûtî û kevneperestîyeke post-modern dike. Post-modernbûn mijara modernbûyîyan e û divê were niqaþkirin, lê ne ew e ku meriv civakên ku modernîte nejîyane bi awayekî ekspres, anku bê rawestgeh, veguhêzîne bo post-modernîteyê.

Bêyî ku dirêj bibe, divê bibêjim ku hevbeþîya giþtê van faktorên ku li ber yekîtîya netewî asteng in, nebûna perspektîfa îqtîdarê ye. Bi dîtina min em dikanin bi perspektîfa îqtîdarê nêzîkbûnên ku aîdîyetên eþîr, terîqet, partî û komikan di ser aîdîyetên netewî re digirin û li hember yekîtîya netewî astengan pêk tînin, derbas bikin. Ji lew re ez pêþniyar dikim ku KX perspektîfa îqtîdarê derxe pêþ.

- Gelo di derhaka çareserkirina pirsa kurd de hûn çi difikirn? Tu zani van roja di nav siyasetmederê kurdên Bakur de “Federasyon” an “Sexwbûn” tê munaqeþekirin. Ez dixwazim di vê derhaqê de ditinên we ji bipirsim?

- Pirsgirêka netewî pirsgirêka ax û desthilatê ye. Çareserkirina wê jî li ser axê û bi desthilata sîyasî mumkun e. Ango tenê dema ku kurd li ser axa xwe desthilatê bidest bixin, ev pirsgirêk çareser dibe. Di vê niqtê de divê heþê me zelal û hêvîya me xurt be. Wek prensîp bi destxistina mafê çarenûsî bi gelemperî di çareserkirina pirsa netewî de tê pejirandin. Mafê çarenûsî jî di naveroka xwe de mafê damezirandina devleteke cîhê ye. Du awayên bicîhanîna mafê çarenûsî hene:

1-Netewa bindest tercîha xwe bo dewleteke cihê û serbixwe dike.

2-Netewa bindest bi netewa din re dimîne û devleteke ku maf û realîteya her du netewan bi wekhevî îfade dike, tê damezirandin. Bi her du awayan jî çareserî dewleteke nuh e. Ango çareserîya pirsgirêka netewî wek pirsgirêka ax û desthilatê di nav devleta kevn de ne mumkun e, bi hev re an bi tenê dewleteke nuh divê! Ji van her du awayan kîjan divê realîze bibe? Ev bêtir bi pêvajoya azadîyê, pêwendîyên her du civatan, þiklê bi destxistina mafê çarenûsî, þerd û mercên navnetewî ve girêdayî ye.Yûgoslavya berê federasyon bû, piþtî þerê hundir û mudaxaleya DYA di bin sîwana NY de, kesekî negot çima 6 devletên nuh ava dibin. Þertên ku ew civat bi hev re bimînin nemabûn. Li Baþûrê Kurdistanê bi þerê azadîyê yê 130 salan, û piþtre mudaxaleya DYA, rê li ber Iraqeke federal vebû; nuha dewleteke federal a kurdan ava dibe û kurd mafê cudabûnê jî veþartî dihêlin. (Lê bi ya min federalîzma Amerîkî nikane ji bo dewletbûna li Kurdistanê bibe modelek. Ger dema ku gelê kurd pêþedema xwe tayîn bike, pêwîstî çêbibe an jî biryarê bide ku bi awayekî azad û ji dîlxwazî bi gelên cîran re bîjî, awayê minasib ji bo vê yekê ne federalîzm, lê konfederalîzm e.)

Di sedsala çûyî de bicîhanîna mafê çarenûsî bêtir rê li ber dewletên serbixwe vekiriye (carna sîstemên mandater an kolonyalîzma nuh ji bo derbasbûna serbixwetîyê bûye pirek). Di tecrubeya dewletên sosyalîst de awayekî federal hîna li pêþ xwiya dike. Niqaþa federasyon an serxwebûn li ser þiklê desthilatê ye û hevalên ku vê niqaþê derdixin pêþ dibêjin mafê çarenûsî þêlî ye, divê em daxwaza xwe zelal bikin. Van salên dawîyê li Bakurê Kurdistanê daxwaza federasyonê xurt dibe, ev bi bandora Baþûrê Kurdistanê, ramana sosyalîst, polîtîkerîya reel û pêla globalîzmê ve têkildar e. Kurdistan welatekî parçebûyî ye; ji ber vê yekê jî li tu parçeyên Kurdistanê federasyon bi cîranan re nabe çareserîyeke daîmî. Realîteya sîyasî kurdan mecbûrî vê modelê bike jî, wê demî be. Ji ber vê yekê, ez niqaþa ‘konfederasyon an serxwebûn’ ji ya ‘federasyon an serxwebûn’ bêtir rasyonel dibînim. Lê îro em ne di warê pejirandinê de ne. Bi vê niqaþê bi kûrayî perçekirina hêzên sîyasî yê kurd bêwext û nepêwîst dibînim. Di hundir projeya KXê de mafê çarenûsî têra me dike û hîna demek dirêj jî dê têra me bike. Mafê çarenûsî bi qasî ku tê îddiakirin jî ne daxwazeke þêlî ye. Ez ji daxwaza mafê çarenûsî van tiþtan fahm dikim:

- qebûlkirina mafê kurdan ê damezirandina dewleteke cîhê;
- vekiþandina artêþa tirk ji Kurdistanê û belavkirina hemû avahîyên mîlîter û paramîlîter;
- mafê sîyaseta serbest ji bo hemû kurd ên zîndanî, ên li serê çîyan û ên li derveyî welêt;
- rakirina hemû astengên li ber propaganda û têkoþîna sîyasî ya rêxistinên Kurdistanî;
- di atmosfereke wenî azad de piþtî demeke maqûl ji bo propagandaya azad, pêkanîna referandûmê;
- biryardayina gelê Kurdistanê ji bo federasyon, konfederasyon an dewleteke serbixwe.

Têgîhaþtina min a mafê çarenûsî ev e û ji lew re ez wê wek hedefek þêlî
nabînim..

- Her wek ku hun ji dizanin, rojeva siyaseta Rojhilata navin zû tê guhartin.

- Di nava van salên taliyê de, gelek tiþt hatin guhartin. Gelo li gora we, ev guhartin bi çi awayi tesîr li siyaseta kurda dike? kurd li ku dera van guhartina ne? Bi kurtasi, tu karî bêjî ku; kî daxwaziya çi dike? Daxwaza devleta tirk çi ye û kîjan ‘kartan’ dilîze? Di vê rewþê de ciyê kurda ku der e? An jî siyaseta kurd divê bi çi awayî were sazkirin? Gelo, GX di vê pêvajoyê de kare çi bike?

- Ez bi pirsekê dest pê bikim: Em dikanin dinyê, herêmê û welatê xwe bi perspektîfa aþtîyê an ya þer çêtir fahm bikin? Van salên dawîyê gotinên aþtî, lihevkirin, demokrasî bi ser me de dibarin. Bi israr û wek bombebaranekê tê gotin ku em li dinyake global dijîn; li vê dinyê pirsgirêk bi normên gerdûnî yên hiqûqî tên çareserkirin û ku pergaleke nuh a dinyê pêk tê. Rewþa rastî bervacîya vê ye; pergala dinyê belav bûye; li pergaleke nuh digere û di nav êþên wê de ye. Bipergalkirina dinyê û mumkunbûna wê û wek sîstema dinyê bicîhkirina kapîtalîzmê bi hev re têkildar in, û teqabulî dawîya sedsala 19an dike. Ev dewr di heman demê de dewra pêla mezin a yekemîn a globalîzmê ye. Di dema parçebûna feodal de, bipergalkirina dinyê ne mumkun bû. Di sedsala 20an de bi þerên dinyê, dinya hat bipergalkirin.

Bi dîtina min, tarîfên kevn ên wek “þer, hewldana bi alîyê hember danqebûlkirina vîyana (îrada) xwe û domandina sîyasetê bi pêwengên darê zorê ne,” hîn jî derbas dibin. Cemîyetî Aqwam ango Komela Qewman û Netewên Yekbûyî wek astên herî bilind ên pergalên dinyê yên piþtî þerê yekem û yê duyem pêkhatî, nûnertîya vîyanên serketîyan dikin. Van þeran û pergalên ku wan pêk anîn ji bo Kurdistanê tenê parçebûn û bêstatubûn peyde kirin. Kurdistana ku di dema Þerê Yekem ê Dinyê de hat parçekirin û kirin pêvekên dewletên herêmê, li gel berxwedana Mahabadê ya di dema Þerê Dinyê yê Dudan de, nikanîbû statukoyê biguherîne û bi lihevkirineke mezin a navnetewî dîsa tune hat hesibandin. Di salên 1960an de, pêla mezin a duyem a globalîzmê di têkilîyên navnetewî de sîyasetên nermbûnê, yên ‘detant’ê pêk anî. Wek encama pevketinên di bin sîya vê nermbûnê de bi domdarî ajotî, di 1989an de sîstema Sovyetan ji hev ket û dawî li dewranekê anî; pergala dinyê ya piþtî Þerê Duyem pêkhatî belav bû!

Dinya nuha li pergaleke nuh digere. Di serî de DYA, sergêjîya Rojava ya piþtî hilweþîna sîstema Sovyetan zêde neajot, þûr dîsa li navê hatin girêdan. Dinya, li gel pêla mezin a sêyem a globalîzmê ku di 1990an de bilez bû, bi þerê dinyê yê sêyem ê post-modern ber bi pergalekê ve dihere. Têkoþîna li dijî terorîzmê di vî þerî de bûye argumenta DYA û alîgirên wê, lê ne sedema vî þerî û lêgerîna pergalekê ye. Arugmenta ku DYA hewl dide ku bi Înîsîyatîv an Projeya Rojhilata Navîn a Meztir (ÎRNM) demokrasiyê bîne Rojhilata Navîn jî vala ye, sefsete ye; armanca DYA ne ev e. ÎRNM enîya þer a li cografya Îslamî tarîf dike, bi kontrola çavkanî û rêyên enerjîyê dewletên Ewrasya yên wek Çîn, Hindîstan û Rûsya tehdît dike, gefan li wan dixwe. Ev proje bi tevlêkirina Bakurê Afrîkayê nifûza Frensî ya li ser herêmê, û bi rêya Îran û Iraqê jî ya Almanî tehdît dike. Bêyî ku meriv vî þerî bibîne û têbigihêje, ne mimkun e ku meriv têbigihêje ku li herêmê û li Kurdistanê çi dibe, çi diqewime.

Bi belavbûna pergala dinyê prensîpa ku sînorên sîyasî nayên guherandin jî hilweþîyaye û ev hilweþîn ji xêrê re ye. Li Balkanan li Rojhilata Navîn dewletên nuh derketine holê; divê bê dîtin ku hîn jî yên nuh di rêzê de ne, li benda dora xwe ne. Pergaleke nuh a navnetewî ku him nexþeyeke sîyasî ya nuh ji bo Rojhilata Navîn û him jî Kurdistanê dibîne, bêtir ji herkesî û berî herkesî daxwaza me kurdan e. Wa ye DYA û aktorên sîyasî yên dinyê hatine vê niqtê; divê ev yek wek nîþana rastî û mafdarîya kurdan bê dîtin; divê avantajên ku di warê sîyasetê de pêþkêþ dike baþ û xweþ bên nirxandin û bikaranîn.

Pirsgirêka Kurdistanê bi dehsalan wek pirsgirêka kurd hat tarîfkirin û hat xwestin ku ew wek mijareke navxweyî ya dewletên herêmê bê raberkirin. Ev lîstik pûç bûye! Pirsgirêka Kurdistana parçekirî û parçekirî birêvebirî ku bi ‘lihevkirina þaristanîyan’ hatibû bicîhkirin ket rewþeke wisa ku êdî nayê înkarkirin ku ew pirsgirêkeke dinyê ye. Di vî þerê sêyemîn ê post-modern ê dinyê de, pirsgirêka Kurdistanê hevkarî û bêdengîya navnetewî li alîkî hiþtiye û wek pirsgirêka dinyê derketiye holê, çareserîya xwe ferz kiriye. Ev gava ku li Baþûrê Kurdistanê ber bi dewletbûnê ve hatiye avêtin, di nexþeya sîyasî ya Rojhilata Navîn de qulek vekiriye, derzek lê xistiye. Divê ev mewzî bê parastin û em wê bikin ala daxwaza xwe ya Rojhilata Navîn a nuh.

Divê em li gel vî þerî þerekî din jî bibînin û têbigihêjin; sîstema serwerîya tirkan þerekî li dijî rasteqînîya netew û welatê kurdan e. Împeretorîya Osmanî di destpêka sedsala 19an de ji þûnveçûnê derbasî jihevketinê bû. Þerê Dinyê yê Yekem ev yek bêtir dîyar kir û parkirina xakên Osmanîyan di nav armancên þer de hat hesibandin. Rayedarên osmanî, burokrasîya wan a sivîl û leþkerî û rewþenbîrên wan êdî li rêyan digerîyan ku dewletê biparêzin û rizgar bikin. Pan-îslamîzm, an îslamîzma giþtî ya Ebdulhemîd lêgerînek bû, da ku împeretorîyê li xaka Îslamê ji nuh de ava bikin. Enwer Paþa bi heman armancê pan-tirkîzm jî lê zêde kir; îcar bû projeyeke împeryal ku xwe dirêjî dinya tirkîk jî bike û wisa ava bike. Divê neyê jibîrkirin ku teorî, xetên ramanê ji bo sîyasetmedar û ronakbîrên tirk ne mijareke bawerî an zanistîyê ye, ew mijara parastin û nêrevanîya dewletê ye.

Ev proje di dema þer û piþtî wê de hilweþîyan. Îcar projeyeke nuh dest bi pêkhatinê kir: bermayên dewletê ji nuh de wek netew-dewlet ava bike û rizgar bike. De were vê carê jî netew tune di destê wan de! Rabûn, biryar dan ku ji bermayên Osmanî netewa tirk biafirînin! Sîstema serwerîya tirkan ji bo bicîhkirina vê biryarê hat pêkanîn û ev bêtir ji 80 salan e ku hewl didin ku bi vê pêwengê xwe bigihînin vê armancê. Bêyî þerê li dijî kurdan ne mimkun e ku xwe bigihînin vê armancê; bivê nevê ew ê li dijî kurdan þer bikin. Li cografya KT (TC), tenê gelek heye ku seranserê dîrokê li ser xaka xwe xwedî piranî bûye, ew jî gelê kurd e. Ji ber vê yekê ye ku divê meriv di qalkirina parvebûnên etnîkî de, ji dewsa ku bibêje kurd , Tirk, Ereb, Ecem û hwd, hema yekser bibêje kurd û yên din; wanî rasttir dibe. De were, li vî alî jî netew heye, lê dewlet tuneye!

Divê em her weha jibîr nekin ku Îbranîyên bêdewlet di vî þerî de li gel tirkan cîh girtin û KT wek dewleteke Jûdao-tirkîk, Cihûd-Tirk, hat avakirin. Esas û navika vî þerê ku ji 80 salan bêtir ajotiye ev e: li alîyekî sîstema hikumranîya tirkan hewl dide ku bêyî netew, netew-dewletekê ava bike; li alîyê din netewa kurd hewl dide ku li ser xaka xwe bibe dewlet. Em þerekî wisa dibînin ku zêdehîya alîyekî kêmasîya alîyê din e. Tiþtê ku meriv dikane piþtî 80+ salan bibêje ev e: Projeya KT biser neketiye; nikanîbûne gelê kurd bikin parçeyekî netewa tirk an Tirkîyê, her weha Kurdistanjî nebûye Rojhilat û Baþûrê Rojhilatê Anatolyayê. Çawa ku Bakurê Iraqê wek Baþûrê Kurdistanê hat tescîlkirin, eynî wisa Baþûrê Rojhilatê Tirkîyê jî tescîla xwe ya wek Bakurê Kurdistanê ferz dike.

Van salên dawî, ev þer û Þerê 3em ê Dinyê li hev qelibîne û ketiye rewþeke gîrîft, ketine nav hev û li hev gerîyane. Ev rewþ karê KT dijwartir dike. Dînamîkên cuda ên KT xwedî potansîyela jihevxistina wê ne; KT bi van dînamîkan ketiye sedsala 21an û pêvajoya jihevketinê. KT bûye mijara nakokîya nifûzê ya YE û DYA; di nav xwe de ji hev vediqete, qirçeqirça statukoya wê ye. Sîstema Hikumranîya tirkan, ji ber ku statuya wê tehdît dike bi YE re, ji ber Projeya Rojhilata Navîn a Meztir bi DYA re bi pevçûn e, her weha ji ber ku ji reaksîyona van her du hêzan ditirse pir nêzîkî Ewrasya jî nabe û wek encam bi tenê dimîne û li hundir diþide, ji hev vediqete. Projeya Rojhilata Navîn a Meztir ku wek hevparîya Îsraîl û DYA xuya dike, encama xwe ya yekemîn di nav KT de daye: ji hev veqetîna hêmanên tirkîk û yên Jûdaîk. Ji hev veqetîn û ji hev ketin dê bidome.

Kurdistan li zembûreka van þeran e. Bextreþîyek e ku di dewreke wisa de sîyasetmedarên kurd li zembûreka paradîgmayên pasîfîst, konformîst, xwelêanînê ne! Em hewl didin ku li zemîneke weha sîyasetê bikin ku bi lez diguhere û gelekî þematokî ye; ew ji demên þerên din cuda ye. Divê em ji bîr nekin ku sîyaseta rast tenê sîyaseta bi prensîp e, divê em rasteqînîyên dinyê bibînin û weha birêve biçin. Ji ber vê yekê, divê em bêyî ku bibin DYAparêz, YEparêz an Awrasyaparêz, bi projeyeke netewî ya ku kurdistanîbûnê ji xwe re bike esas, bi rê ve biçin. Divê em bi asoyên fireh û mezin bifikirin û wisa sîyasetê bikin. Koma Xebatê dikane di vê mijarê de ji me re bibe warekî hevparîyê, bibe înîsîyatîveke hevpar, û divê wisa be jî.


Alýntýdýr.....

Numberone is offline  
Eski 22-10-2007, 06:26 PM   #2 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: Jan 2007
Konum: bydigide bu konuda:)
Mesaj: 1,203
Üye No: 61446
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 2056
Rep Puaný : 205356
Rep Derecesi
aragorn__1984 has a reputation beyond reputearagorn__1984 has a reputation beyond reputearagorn__1984 has a reputation beyond reputearagorn__1984 has a reputation beyond reputearagorn__1984 has a reputation beyond reputearagorn__1984 has a reputation beyond reputearagorn__1984 has a reputation beyond reputearagorn__1984 has a reputation beyond reputearagorn__1984 has a reputation beyond reputearagorn__1984 has a reputation beyond reputearagorn__1984 has a reputation beyond repute
Varsayýlan


axxxx bir de okuyabilsem

__________________
aragorn__1984 is offline  
 


Konu Araçlarý
Mod Seç

Gönderme Kurallarý
Yeni konular açabilirsiniz --> izin yok
Yanýtlar gönderebilirsiniz --> izin yok
Eklentiler gönderebilirsiniz --> izin yok
Mesajlarýnýzý düzenleyebilirsiniz --> izin yok

vB koduAçýk
SimgelerAçýk
[IMG] kodu Açýk
HTML kodu Kapalý
Trackbacks are Kapalý
Pingbacks are Kapalý
Refbacks are Kapalý

Popüler Konular:
Bydigi Forum'un En Popüler Konularý
Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-1:

Norton AntiVirus 2008
Panda Antivirus & Firewall 2008
AVG Anti-Virus Free Edition 8.0.100
McAfee VirusScan Enterprise 8.5i
Avast! 4 Professional Edition 4.8.1169
Kaspersky Internet Security 7.0.1.325
Anti-Porn 10.4.11.15
BitDefender Internet Security 11.0.9 (2008)
Eset Smart Security 3.0.642
Ad-Aware 2008

Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-2:

Þeftali Yetiþtiriciliði
Ekolojik Tarým ve Hayvancýlýk
Süt Verimini Etkileyen Faktörler
Dört barajda su bitmek üzere
Karbondioksit salýmý yüzde 50’den çok artacak
VAN (Wan) Tarihi
Amed (Diyarbakýr) Tarihi
Ýç Anadolu Hakkýnda Genel Bilgi
Kültür ve Turizm Bakanlýðý müfettiþ yardýmcýlýðý
2008 yýlý icra müdür ve yardýmcýlýðý sýnav ilaný

Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-3:

Siz Hangi Yemeksiniz ?
Doðum gününüze göre hangi hayvansýnýz?
Doðum Tarihinize Göre Renginiz!
Bebeklerde Gaz Çýkarma
Virüs taþýyan keneler dehþet saçýyor
Þiddetin genlerle iliþkisi olabilir
Karpuz Viagra Etkisi Yapýyor
Panasonic Sony'yi tahtýndan etti!
Mehmet Atlý - Wenda 2008
grup seyran - 2008


Benzer Konular

Konu Konuyu Baþlatan Forum Yanýt Son Mesaj
Hevpeyivîn bi Kejal Ahmedê re Numberone Çandi Giþti 1 20-10-2007 04:06 PM
Fuat SAKA...! daskanli Sanatçý Tanýtýmlarý 2 21-09-2007 11:19 PM
Fuat Çapa dönemi bitiyor mu? Nuhkentli Diðer Klüpler 0 17-09-2007 10:49 AM
KomÝk Osmanlili.....fuat PaÞa..... KANLI KARTAL Komik Yazýlar, Fýkralar 6 09-04-2007 11:35 PM
MFÖ Biyografi ... ßotan Sanatçý Tanýtýmlarý 2 28-11-2006 11:31 AM


Forum saati Türkiye saatine göredir. GMT +2. Þuan saat: 06:37 AM .
(Türkiye için GMT +2 seçilmelidir.)


Powered by vBulletin Version 3.6.4
Copyright ©2000 - 2008, Jelsoft Enterprises Ltd.
SEO by vBSEO 3.2.0
Copyright ©2006 - 2008 Bydigi Forum ®, All Rights Reserved

Bir Forum sitesi olduðumuzdan, kullanýcýlar önceden onay almadan her türlü görüþlerini yazabilmektedir.
Yazýlanlardan dolayý oluþabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanýcýlara aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykýrý herhangi bir durum görürseniz; Lütfen, bydigi@gmail.com'a yada Ýletiþim'e bildiriniz.
Mesajýnýz incelenip, kýsa bir süre içerisinde gereken müdahale yapýlacaktýr.