Bydigi Forum
Geri Git   Bydigi Forum > Kürtçe Forum > Foruma Kurdi > Çandi Giþti

Kayýt Ol SSS



 

 

LinkBack Konu Araçlarý
Eski 22-10-2007, 05:44 PM   #1 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: Feb 2006
Konum: arýyor...
Yaþ: 23
Mesaj: 8,018
Üye No: 737
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 192000
Rep Puaný : 4625002
Rep Derecesi
Numberone has a reputation beyond reputeNumberone has a reputation beyond reputeNumberone has a reputation beyond reputeNumberone has a reputation beyond reputeNumberone has a reputation beyond reputeNumberone has a reputation beyond reputeNumberone has a reputation beyond reputeNumberone has a reputation beyond reputeNumberone has a reputation beyond reputeNumberone has a reputation beyond reputeNumberone has a reputation beyond repute
Exclamation Hevpeyvin bi Murat Batgî re


Hevpeyvin bi Murat Batgî re
Murat Batgî: hunermendê Stand-upê dengbêjê dema me ye
Dema qala hunermendê stand-upê Murat Batgî tê kirin, hin dikenin, hin dibêjin wê me rexne bike û vedikishin, lê kes jê bêeleqe namîne.

Batgî bi lîstika xwe ya duduyê ya “Guher(tim)”ê derket pêþberî hezkirên xwe. Turneya Batgî di 30-31’ê adarê de li Îzmîrê dest pê kir, 1 û 2’yê nîsanê li Stenbolê, 8-12 û 14’ê mehê ê li Stockholmê be, 18’ê mehê li Enqereyê, 30’ê nîsanê li Stenbolê, dûre serê gulane ê li Cizîrê dest bi lîstina lîsteka xwe bike û 20 caran li bajarên kurdan ên cur bi cur bilîze. Berî ku Batgî dest bi turneya xwe bike, me pê re li ser mîzaha kurd, stand-up, guherîn, neguherîn, lênêrîna çapemeniya kurd a li hemberî wî û hunermendê din û gelek mijarên bi vî rengî xeber da...

- Tu þano û mîzahê bi hev re bikar tînî. Ma stand-up tiþtekî bi vî rengî ye?
- Mizah û þano tenê di stand-upê de nagihîjin hev. Gelek cihên ku mîzah û þano tê de digihîjin hev hene. A rast ne tenê li Tirkiyeyê, li Ewropa, Swêd, Fransa û li gelek welatên din stand-up her ku diçe pêþdikeve.
Di roja îro de tengasiya þanoya klasîk a ku Brethleran, Grotovskan avakiribû li holê ye. Ne ku ez ji vir zimandirêjî wan dikim. Ew hostayên mezin in. Di roja îroyîn de ji ber ku pêþketinên teknolojîk û ji ber ku mirov eleqeya li tiþtên zû xwe bigihînin dibin, dibe sedem ku þanoya heyî bi têra xwe negihê mirovan. Ger hûn bipirsin þano çi ye, þano ew tiþt e ku mirov bi mirovan digihîne mirovan. Di beþa mirov, bi mirovan gîhandina mirovan beþa ‘mirovan’ têk çûye, kêm bûye. Ger tu pirsa li ser nav kurdan bikî, di nav kurdan de þano ji xwe nîn e. Ger em hin komên biçûk nehesibînin, piþtî avakirina Navenda Çanda Mezopotamyayê di 1991’ê de, xebatên þanoyê jî dest pê kirin. Ger hûn bêjin di 15 salan de çiqas temaþevan hatin afirandin, bi ya min bi têra xwe nehatin afirandin. Qada ku stand-up hatiye, awayê nîþandayîneke din a þanoyê ye.
- Ma li NÇM'ê þano xitimî, te stand-up wekî pêngavek bikar anî?
- Na, tam ne wisa bû. Ji ber mercên heyî, rast e di salên dawî de NÇM'ê di warê þanoyê de gavek neavêt. Lê ez bi niyeta ku ez vê bi stand-upê bikim neketim rê. Ev þêweyek bû, di 20 salên dawîyê de li her derê dihat bikaranîn, ez jî wekî nivîskarekî mîzahê min xwest vê þêweyê bigihînim temaþevanan. Lê þano xitimî û ez wê rizgar bikim, tiþtekî wisa nebû, li ser vê ez neketim rê.

- Di nav çanda kevnare ya kurdan de, bi navê modern nebe jî stand-up hebû gelo? Wekî mînak bi dengbêjan re tiþtekî wisa hebû?
- Em bi newaya wan dengbêjan dinasin. Dengbêj hinek çîrok, hinek dîrok in. Hinek muzîk, tam nebe jî di nav muzîkê, di þêweya vegotinê de þêweyeke nêzî stand-upê heye. Ji hin dengbêjan re 'xeberxweþ' dibêjin. Ew ew qas xweþ dibêjin ku, ew qas xweþ tînin ber çavan ku, ew vegotina wan, resimkirina wan gelek caran ketiya pêþiya stranên wan. Wekî mînak li herêma Serhedê Keremê Kor heye. Mirov ji bo ku Keremê Kor klaman bibêje nediçû cem wî, ji bo li xweþsohbetiya wî, yan jî li vegotina wî guhdarî bikin diçûn cem wî. Ew, bi wê xweþsohbetiya xwe, bi wê vegotina xwe ya çîrokîn wekî stand-upkarên dema xwe bûn. Ez stand-upkaran jî wekî dengbêjên vê serdemê dibînim. Me navê stand-up lê nekiribe jî, di her gundî de tevî wan xweþsohbetan stand-up hebû. Bi wan re nîþaneyên stand-upî hebûn lê niha profesyoneltir bûne, ew anîne ser sehneyê. Tiþtê ez dikim jî derxistina wê ya ser sehneyê ye.

- Baþ e, ger mîzaha kurdî ew qas dewlemend e, di nav xwe de ew qas stand-upê dihewîne, çima heta niha gelek Murat Batgî derneketine?
- Dibe ku derketibin lê me ferq nekiribin. Îhtîmal e ku derketine. Lê ji ber ku me ew li ser sehneyê nedîtine, me bilêt nestandiye û em neçûna temaþekirinê, dibe ku bi awayê profesyonel nefikirîne me ew nedîtine. Miheqeq hene. Bi dehan kes jî hene. Di rastiya xwe de nasîna kurdan a bi sehneyê re nû ye. Pêvajoyeke 15-20 sal e.

Piraniya ewên ku em ji wan re dibêjin xeberxweþ li gundan mane. Yên ku li gundan dimînin, bi wan biwêjan û wateyan dijîn. Lê li bajaran ev nînin. Zimanê kurdî ku li bajar û li gundan tê bikaranîn ji hev cihê ye. Hûn ê jî teqdîr bikin ku yên ku li gundan dijîn, nikarin bifikirin ku wê derxin ser dikê. Karê ku dike, ne mimkûn e wekî jiyana li ser dikê bifikire. Zêdetir di nav gel de wekî jiyaneke xwezayî bi pêþ dikeve. Taybetiya ku Murat Batgî li vir cihê dike, ya rastî, tiþtê ku Murat Batgî dike Murat Batgî ew e ku li bajar dijî û li bajar ev taybetiya zimanê kurdî ferq kiriye û ew tiþtê ku em jê re dibêjin xweberxweþ li bajar ava kiriye.

Ev di heman demê de tê vê wateyê, di lîstikê de bikaranîna têkiliya bajar e. Ji wir derdixe holê û di heman demê de wekî lîstikek ser sehneyê pêþkêþ dike. Nexwe dibe ku ez ji gelek zêdetir ne jîrtir im.
- Em ji muzîk, þano, sînemayê re huner dibêjin û dibe ku ji ber ku em pir jê hez dikin, em wan dixin navenda hunerê. Tu stand-upê dixî ku derê hunerê?
Ez stand-upê dixim nava þanoyê. Dendikê þanoyê, dendikê hatiye þixulandin e. Sedî sed þano ye. Derdekî min ku ez derkevim ser dikê û çend gotinan bavêjim wî/ê nîn e. Wekî þanoyê berê senaryoya wê hatiye nivîsandin, hatiye fikirîn, vesazkirin hatiye kirin. Lê aliyê ku ji þanoyê cihê dike jixweber (dogaçlama) bûn e. Ferqek din, di þanoyê de hûn ferq dikin ku ev lîstik e, senaryoyeke vê heye, a rast di berhema sereke de gere neyê ferqkirin. Di lîstikên stand-upê de hîseke her tiþt sîmultan e, heye. Karê stand-upkar zortir e, birîsktir e, þêweya herî zehmet a serdema me ye. Dibe ku hûn li ser sehneyê têk jî biçin. Ji xwe tiþtê ku taybetiya stand-upê derdixe holê jî cesaretkirina we ya lîstina tiþtekî bi vî rengî ye.
- Baþ e, eger werin ji te re bêjin, stand-up an þano, tu yê kîjanê tercih bikî?
- A rast ez naxwazim bi terciheke wisa re rû bi rû bimînim. Ji ber ku ev rewþeke cihê ye. Ez 10-12 salan li ser dikê mam, min di þanoyan de rol girt. Di dema lîstikan de min bi derhênerên cihê re kar kir. Di dema wan lîstikan de tiþtê ku temaþevanan û derhêneran ferq kir, daxwaza min a rehetbûna ser dikê bû. Gotin ku ev yek ji bo stand-upê destpêkek e. A rast ez zêde nayêm dîsîplînê. Ji ber ku li ser dikê ez rehetî dixwazim, dixwazim qadeke berfireh bikar bînim, ez ber bi stand-upê ve dehf dam.
- Te gelek tiþt kir; nivîs nivîsî, deng da belgefîlm û fîlman, þano lîst. Niha jî tu stand-upê dikî. Piþtî van hemûyan tu navdar bûyî, yan stand-upê te derxist pêþ?
- Gelek tiþtên ku ez dikim ez dixwazim di nav raya giþtî de eleqeyê bibîne.
- Çima?
- Ji ber ku ez bawer im em tiþtên baþ dikin. Ez bawer im gelek hevalên me bi têra xwe di raya giþtî de qedra xwe negirtiye. Hevalên ku em bi hev re dixebitin, dilîzin hene. Yek ji wan jî hevalê me Kemal Ulusoy di þanoyê de lîstikvanekî baþ e, lê bi bernameya Tûrikê Derwêþ hat nasîn.

Min dixwest Kemal Ulusoy wekî lîstikvanekî bihata ciheke baþ. Ji ber ku lîstikvanekî baþ e. Ev tiþt ji bo min jî derbas dibe. Ez di nav þanoyê de jî serketî bûm. Di nivîsandinê de jî min biçek baþ dinivîsand. Lê navdarbûyîn tiþtekî îzafî ye. Di navdarbûyînê de xweþiyeke wisa heye: dike ku tiþtên hûn dikin bi awayekî rehet bigihîje gel û ev hêzê, enerjiyê dide we.
Min lîst, min kir ku kovareke wêjeyî derê, salname min amade kir. Çi zanim, min þanenava xwe avêt bin gelek tiþtî, min hewl da, lê qismet ji bo stand-upê bû herhal. Dibe ku di nav xebatên min de divê tenê stand-up neyê zanîn. Lê stand-up li pêþ dixuye. Ez di heman demê de dublajkar im. Senaryoyên rêzefîlman dinivîsim. Di çend salên pêþ de ez dixwazim kedeke ji bo televîzyonkarî pêþkêþ bikim. Di vî warî de hewlên min hene.

- Te got, gelek hevalên me digel ku heq dikin, nayên nasîn. Di vê de rola medyaya kurdî heye? Bi têra xwe cih nadin we?
- Rola medayayê heye. Bi têra xwe cih nadin me. Mesele ne ez im. Lê medyaya kurdî, bi têra xwe cih nade hunermendên ku vê tevgera siyasî derxistine holê. Bi têra xwe nirxê nade wan. Medyaya kurdî tv an rojname di bin bandora medyaya tirkî de ye. Ger hunermendekî/e kurd di medyaya tirkî de, di bernamyên wekî yên Esra Ceyhan derketibin, we dibînin, ger derneketibin, we nabînin. Ji ber ku em dernakevin bernameyên bi vî rengî gere cih bidin me. (Jixwe meraqeke me ya derketinê jî nîne) Didu; divê ji bo hurmeta xwe, hurmeta ji bo nirxên xwe cih bide hunermendên me, nexwe wê dev ji regezên xwe, nirxên xwe berde.
Bi taybetî hevalên me yên ku li saziyê dixebitin, ji aliyê hevalên me yê ku di rojnameyê de dixebitin bi têra xwe nayên dîtin, ne mecbûr bin, wan wekî hunermend jî wê nebînin. Mînakên wê hene, ez eþkere bibêjim. Di gelek nivîsan de me dît, lê ez bawer im rûyê me "Çilmisî / Solgun" ye. Rûyê li van hevalan "Çilmisî" dixuye. Em ê tu demê rûyê xwe geþ nekin ji bo van hevalan. Em ê 'Di medyaya tirk a mezin de' nebin pêlîstokek, motîfek. Tiþtê girîng gelê kurd ji bo me li çepikan bide. Wekî min got, bi taybetî ez helwesta li hemberî hunermendên kurd, hunermendên ku dev ji xebata li nav saziyê bernadin baþ nabînim.
Derdê me ne ew e em derkevin medyaya tirk. We jî gavek berê got, yekem stand-upa kurd. Piþtî ku di Sabah, Milliyetê de hevpeyvînên min derketin, medyaya tirk 'yekem stand-upê kurd filan gotin" a rast ev gere ji medyaya me derketa û wan ji medyaya me bigirta. Lê na. Tiþtek din, min dixwest di tekane rojnameya bi kurdî de hevpeyvîneke min derketa, lê ev 4 sal in ez vî karî dikim, di rojnameyên kurdî de hevpevyîneke min derneketiye. Ev yek nîþan dide ku ew çiqas rojnamegeriyeke xerab jî dikin.
- Zêdeyî 80 cihan, te 152 car lîstika xwe 'Zimandirêj' lîst. Tu ew kurd î ku herî zêde car û herî zêde li cihan lîstiye…

- Belê, ji Londra bigire Heta Mexmûrê li 80 cihan min lîstik lîst.
- Vê yekê kir ku hûn navdar bibin. Navdarbûn tiþtekî xweþ e?
- A rast pir jî ne xweþ e. Hûn ji bo çi navdar in? Ji nîmetên navdarbûnê em fêde nabînin (dikene) Jêhatineke aboriyê jî nîn e. Derdekî me wisa nîn e. Aliyeke baþ a navdarbûnê heye ku ez jê memnûn im: projeyeke derdikeve ji niha ve ji dehan cihan ji bo organîzasyonê digerin, dixwazim ez li wir bilîzim. Navdarbûn vê fersendê dide min, ez jî mecbûr im vê fersendê bikar bînim. Hûn mecbûr in ev daxwazên ku tên bixin rêzê, ji vî alî ve ez memnûn im. Lê aliyê wî yên komîk jî hene. Hûn navdar in, her derê ku hûn diçinê, wekî ku hûn mecbûr in li wir henekan bikin. A rast di nav jiyanê de ez ew qas ne komîk im jî.
- Lîstika yekem jê hat hezkirin, bi giþtî tirsek ji bo lîstik/berhemên duyem hene ku wê jê bê hezkirin an na... Berê ku hûn lîstika duyem derxin ser dikê, hûn ditirsiyan?
- Bêþik ez tirsiyam. Ez wiha bêjim, di meseleyên wisa de divê wekî ku bûyer li ser we qewimîne vebêjin, çîrokên ku hûn dibêjin, divê çîrokên we bin. Dema min yekem car Zimandirêj li Amedê lîst û dema min li qeydên wî yên dawî nêrî, sedî sed ji hev cihê bûn, ferqek mezin di navberê de hebû. Min dît ku ez her lîstikê diguherînim, ez her tiþtan lê zêde dikim, lê kes nabêje nû ye, her wekî xwe dimîne, min got bes e û min dest bi amadekariyên "Guhar(tim)"ê kir.
Di "Zimandirêj" de min têkiliyên civak, mirov û evînê, nêzîktêdayînên ziman, stranan girtibûn dest. Di "Guhar(Tim)"ê de pirsgirêka herî mezin a kurdan, guherîn, negeherînê ez digirim dest. Bi hemû espriyên xwe lîstikeka nû ye.
- Gelo ji te ditirsin? Mesela þaredar, an serokê bajaran ên DTP'ê dibêjin wê henekên xwe bi me bike û ditirsin?
- (Dikene) Dibe ku li xweþa wan diçe. Na, tirseke wisa nîn e. Ez di wê fikrê de me ku mirovên me, þaredarên me xweþdîtinî ne, siyasetmedarên me jî bi vî awayî ne. Gelek hevalên me ji ber niyeta xwe ya baþ dikevin nava rewþeke zehmet. Bûyer wisa bilez diqewimin, serokê navçeyeke me, hew xwe dibîne bûye þaredar. Dibe ku hê ew bi xwe jî ne amade ye. Pirsgirêkên ku rû bi rû dimîne giran in, carinan dikeve rewþa pêkenokî jî. Hin qalibên me hene û ew qalib li her derê nayê, dema wan qaliban li cihekê dike, dikeve rewþeke ku mirov pê henekan jî bike. Bi tirsek biçûk û biþirînekê dibêjin, 'eman, em hay ji xwe hebin'. Bi giþtî reaksiyonên erênî nîþan didin. Tiþtekî din jî pêk hatiye, dibêjin, 'Batgî ye, bila bêje, em nikarin bi ser wî de hêrs bibin" A rast ne tenê ji bo Murat Batgî divê li hemberî kesên hunerê dikin, mîzahê dikin hêrsbûnek pêk neyê…
- Lê birêz serokwezîr Erdoðan hêrs dibe…
- Birêz serokwezîr li hemberî her tiþtî hêrs dibe, ew bi ser karîkaturîstan de jî, bi ser hunermend û medyayê de jî hêrs dibe. Divê mirov bi gel re di nav aþtiyê de be. Þaredarên me, siyasetmedarên me divê hinek din cihê bin. Nêzî gel bin.
- Mîzah di heman demê de rexne ye. Mirov li te temaþe dikin, bi qasî ku ez dibînim dikenin. Tirseke te ya bi vî rengî heye: Ji ber ku tenê dikenin, peyama ku tu dixwazî bidin nagirin?
- Li ser hemû peyaman, peyameke min a giþtî heye: Di nav jiyana xwe de zêde tabûyan çênekin. 'Em di nava xwe de diaxivin, çi hewceye ev bê ser dikê' Na, tiþtê ku du kes diaxivin çima hinên din jî pê nizanibin. Bêþik xesasiyetên gel hene, lê ger hûn her tiþtî bikin tabû, kes nikare gavan bavêje. Tiþtê duyem jî dibêjin "Bi rastî jî wisa ye" Gotina, "Bi rastî jî wisa ye" tê wê wateyê ku peyam hatiye girtin. Lê min qet rêbazeke "Binêrin ev peyam e, bigirin" bikar neanî. Ez fikrên xwe tînim ziman û dixwazim mirov bi xwe rastiyan bibînin. Di dawiyê de her tiþtê ku Murat Batgî dibêje, yan jî dike ne rast in.
- Niha te got “Guhart(tim)”. Baþ e, tiþtê ku di kurdan de tu nexwazî biguhere heye?
- Belê, heye. Ez naxwazim rihê xwe biguherînin. Nasname, çand, mirovatiya xwe biguherînin, têkiliya bi xwezayê re ez naxwazim biguherînin. Bi taybetî kurdîbûna wan bila neguhere, ziman û çanda wan bila neguhere.
- Vê carê pirseke wisa: Di kurdan de yekem tiþtê ku di cih de tu bixwazî biguhere çi ye?
- Ez dixwazim ji pencereya fireh li dinyayê binêrin, têkilî bi dinyayê re saz bikin. Ez dibêjim divê siyaset li cihekê tenê neyê hepiskirin û ez dixwazim ev biguhere. Ji ber ku ji ciheke tenê em li dinyayê dinêrin, dema em tên cem hev û em dibin girse dîsa em ji cihekê li dinyayê dinêrin û ev yek dike ku tevgera me ya siyasî ji cihekê li dinyayê binêre. Ez dixwazim ev biguhere û ji pencereyeke fireh li dinyayê binêrin.
***
- Murat Batgî kî ye?
Murat Batgî di sala 1971'ê di li Amedê hatiye dinê. Wî dibistana seretayî, navîn û lîse li Amedê, Beþa Îktîsadî ya Zanîngeha Marmarayê jî li Stenbolê xwendiye. Bi vekirina Navenda Çanda Mezopotamyayê re beþdarî þanoya NÇM'ê dibe û di gelek lîstikan de dilîze.
Batgi ku hê jî lîstikvanî, dublajkarî û nivîskarî dike, piþtî stand-upa yekem "Zimandirêj" vê carê bi lîstika "Guhar(tim)" derket ser sehneyê.
Her wiha pirtûkeke mîzahî ya Batgî bi navê "Þûjin" jî hatiye çapkirin.


alýntýdýr...

Numberone is offline  
 


Konu Araçlarý
Mod Seç

Gönderme Kurallarý
Yeni konular açabilirsiniz --> izin yok
Yanýtlar gönderebilirsiniz --> izin yok
Eklentiler gönderebilirsiniz --> izin yok
Mesajlarýnýzý düzenleyebilirsiniz --> izin yok

vB koduAçýk
SimgelerAçýk
[IMG] kodu Açýk
HTML kodu Kapalý
Trackbacks are Kapalý
Pingbacks are Kapalý
Refbacks are Kapalý

Popüler Konular:
Bydigi Forum'un En Popüler Konularý
Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-1:

Norton AntiVirus 2008
Panda Antivirus & Firewall 2008
AVG Anti-Virus Free Edition 8.0.100
McAfee VirusScan Enterprise 8.5i
Avast! 4 Professional Edition 4.8.1169
Kaspersky Internet Security 7.0.1.325
Anti-Porn 10.4.11.15
BitDefender Internet Security 11.0.9 (2008)
Eset Smart Security 3.0.642
Ad-Aware 2008

Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-2:

Þeftali Yetiþtiriciliði
Ekolojik Tarým ve Hayvancýlýk
Süt Verimini Etkileyen Faktörler
Dört barajda su bitmek üzere
Karbondioksit salýmý yüzde 50’den çok artacak
VAN (Wan) Tarihi
Amed (Diyarbakýr) Tarihi
Ýç Anadolu Hakkýnda Genel Bilgi
Kültür ve Turizm Bakanlýðý müfettiþ yardýmcýlýðý
2008 yýlý icra müdür ve yardýmcýlýðý sýnav ilaný

Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-3:

Siz Hangi Yemeksiniz ?
Doðum gününüze göre hangi hayvansýnýz?
Doðum Tarihinize Göre Renginiz!
Bebeklerde Gaz Çýkarma
Virüs taþýyan keneler dehþet saçýyor
Þiddetin genlerle iliþkisi olabilir
Karpuz Viagra Etkisi Yapýyor
Panasonic Sony'yi tahtýndan etti!
Mehmet Atlý - Wenda 2008
grup seyran - 2008


Benzer Konular

Konu Konuyu Baþlatan Forum Yanýt Son Mesaj
Zindandaki Kardeþini Seç FeRManDaR Sýnýrsýz Muhabbet Burada 9 05-03-2008 04:13 PM
Murat Batgi Rockurd Bydigi Sözlük 3 03-10-2007 06:27 PM
Kürtce stand up Murat Batgi agrili-serhat Komik Videolar 8 11-05-2007 03:59 PM
Murat Göðebakan Rockurd Sanatçý Tanýtýmlarý 0 25-04-2007 04:14 PM
Murat Batgi hamlet (mp3 formatýnda ) xwendevan47 Komik Videolar 5 29-12-2006 05:55 PM


Forum saati Türkiye saatine göredir. GMT +2. Þuan saat: 06:48 AM .
(Türkiye için GMT +2 seçilmelidir.)


Powered by vBulletin Version 3.6.4
Copyright ©2000 - 2008, Jelsoft Enterprises Ltd.
SEO by vBSEO 3.2.0
Copyright ©2006 - 2008 Bydigi Forum ®, All Rights Reserved

Bir Forum sitesi olduðumuzdan, kullanýcýlar önceden onay almadan her türlü görüþlerini yazabilmektedir.
Yazýlanlardan dolayý oluþabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanýcýlara aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykýrý herhangi bir durum görürseniz; Lütfen, bydigi@gmail.com'a yada Ýletiþim'e bildiriniz.
Mesajýnýz incelenip, kýsa bir süre içerisinde gereken müdahale yapýlacaktýr.