Bydigi Forum
Geri Git   Bydigi Forum > Kürtçe Forum > Foruma Kurdi > Çandi Giþti

Kayýt Ol SSS
Eski 20-10-2007, 04:54 PM   #1 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: Feb 2006
Konum: Güya Avrupanýn Kültür Baþkenti
Mesaj: 9,218
Üye No: 737
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 384000
Rep Puaný : 18369104
Rep Derecesi
rêwî has a reputation beyond reputerêwî has a reputation beyond reputerêwî has a reputation beyond reputerêwî has a reputation beyond reputerêwî has a reputation beyond reputerêwî has a reputation beyond reputerêwî has a reputation beyond reputerêwî has a reputation beyond reputerêwî has a reputation beyond reputerêwî has a reputation beyond reputerêwî has a reputation beyond repute
Exclamation Li ser ziman û edebîyatê bi Kemal Burkay ra hevpeyvîn


Li ser ziman û edebîyatê bi Kemal Burkay ra hevpeyvîn


Ýro, bi raya min, ji bo parçên dinê (Bakûr, Rojhilat û Kurdên Sûrî) tiþtê herî mihîm xwendin û nivîsandina bi Kurdî û karanîna Kurdî ye di karê rojane da
Hevpeyivîn: Latif Epözdemîr


Rewþa edebîyata Kurdî îro, beramber bi salên 80 çawa ne? Li Tîrkîyê ku þertên nivîsandina bi Kurdî parîyek azad bûye, çi firsend daye pêþketina edebîyatê? Gelo em dikarin bêjin ku xwendin û nivîsandin yekser dimeþin, yan na?

Kemal Burkay: Sala 1980 bi taybetî ji bo Kurdistana Bakûr salekî taybetî ye. Ango di wê salê da li Tirkîyê esker careke din dest da ser hukim û rewþ ji bo hemû hêzên pêþverû, demokrat, hêzên çep û bi taybetî ji bo Kurdan gelek giran bû. Rewþenbîrên Kurd jî yan hatin girtin, ketin zîndanan, yan jî ji welat revîn.

Tesîra vê yekê helbet di warê edebî û çandî da jî xwe nîþan da. Berî sala 1980 li Tirkîyê û Kurdîstana Bakûr, di rewþeke gelek zor û zehmet da û gelek kêm be jî, di kovar û rojnamên perîyodîk da bi Kurdî dihate nivîsandin û kitêbên li ser çand û dîroka Kurdan, beþekî wan bi zmanê Kurdî, derdiketin. Wek nimûne, rojnama Roja Welat nîv-nîvê bi Kurdî û Tirkî derdiket. Romana Erebê Þemo “Þivanê Kurd”, Destana Memê Alan, Gramêra Kamran Bedirxan, þiêrên Eskerê Boyîk (Kulîlkê Çîya), Mem û Zîna Ehmedê Xanî (tevî wergara Tirkî bi destê Mehmet Emîn Bozarslan) di wê demê da çap bûn. Lê mixabin, berê di sala 1979 da îdara orfî çêbû û piþtî wê jî, di îlona sala 1980 da derba eskerî. Hingê weþanên Kurdî hemû hatin girtin û polêz dest da ser kovar, rojname û kitêbên derketî, ew kom kirin, yan þewitandin, yan jî di karxaneyên kaxizê da kirin hevîr...

Lê vêcar jî zman û edebîyata Kurdî li der welat, bi taybetî li welatên Ewrûpa, bi destê wan sîyasî û rewþenbîrên ku ji welat revîbûn, geþ bû. Li Swêdê, Elmanya û li welatên dinê bi destê wan penaberên Kurd gelek rojname û kovarên sîyasî û edebî derketin, weþanxane ava bûn û gelek kitêbên li ser çand û zmanê Kurdî, li ser dîroka Kurd, her usa jî berhemên edebî (çîrok, roman, þiêr, folklor, lêkolîn, bîranîn û hwd...) hatin nivîsandin û çap bûn. Di wan da zmanê Kurdî bi kar hat, pêþve çû. Gelek nivîskarên teze gihîþtin.

Li nav welat jî, piþtî ku hukma eskerî sist bû, careke din rê li ber zmanê Kurdî vebû. Vêcar pêla zmanê Kurdî ya li der welat giha hundurê welat û karê zman û çand cardin geþ bû û gor berê gelek pêþva çû. Van salên dawî, her usa bi tesîra înternetê, piranîya kovar û rojnamên der welat xwe bêdeng kirin, yan jî derbazî înternetê bûn, lê li hundur welat kovar û rojnamên Kurdî zêde bûn û li nav welat gelek weþanxaneyên Kurd ava bûn.

Ev kar û xebatên li der welat û hundur welat, helbet, li ser edebîyata Kurdî tesîreke baþ kirin. Hejmara xwendevanan jî ya nivîskaran jî gor berê gelek zêde bû. Bi dehan berhemên klasîk ên Kurdî û bi sedan berhemên teze çap bûn. Lê dîsa jî ev yek ne gor dil û daxwaz e. Ji ber ku zmanê Kurdî li Kurdistana Bakûr hîn jî ne azad e. Di mekteban da nayê xwendin, di radyo û têlevîzyonê da bi kar nayê, di warê resmî da qedexe ye. Ango hîn li pêþî dîwar û astengên mezin hene. Heya zman bi tevayî azad nebe bi xurtî pêþva naçe.


Di dîrokê da gelek caran rewþenbîrên Kurd sedem þert û zirûfên nexweþ, mecbûr mane ku koçebar bibin û herne derveyê welat. Her weha li derveyê welêt berhemên xwe amade kirine. Edebîyat di salên dijwarîyê de li derve xwe parastîye. Sirgûn û xerîbî çi tesîrek danîye ser edebîyata Kurdî?

Nivîskarên Kurd li xerîbîyê jî piranî li ser pirsên gel û welat, li ser Kurdan û Kurdistanê dinivîsînin.

Burkay: Di bersîva jorê da min behsa vê koçberîyê kir, ku piþtî sala 1980 çêbû. Lê di dîroka Kurdan da ev tiþt gelek caran pêk hatîye. Malûm e, Rojnama Kurdî ya pêþîn, “Kurdistan” di xerîbîyê da, li Misrê û li welatên Ewrûpa derket. Piþtî þoriþa Þêx Saîd, gelek rewþenbîrên Kurd derbazî Sûrîyê û Libnanê bûn û li wan deran komele avakirin û weþan derxistin. Kovara Hawar yek ji wan e ku di bin rêberîya Celedet Bedîrxan da derket û bingehê elîfba latînî ya Kurdi û gramera Kurmancî ya nujen danî. Di salên 1960 û 70’yî da jî dîsa ji Tirkîyê koçên han çêbûn. Her usa jî ji parçên dinê, ji Kurdistana Baþûr û Rojhilat, ji Sûrîyê...

Ango rewþenbîrên Kurdan li xerîbîyê jî, li kîderê firsend û azadî dîtine li wir baþ ber xwe dane, zman û çanda Kurdî parastine û pêþva birine.

Jîyana xerîbî helbet gelek bi êþ û zehmet e, bi taybetî ji bo wan kesên ku ne bi dilê xwe, lê ji ber zulm û tedayê ji welat derketine. Jîyana xerîbî, bibê nebê tesîra xwe li ser berhemên wan ên edebî jî dike. Carina jîyana teze dibe babetê berhemên wan, carina di bin tesîra edebîyata wan welatên bîyanî da dimînin. Ev tiþt heya derecekî ji bo nivîskarên Kurd jî derbaz dibe. Lê qasî ku dibînim, nivîskarên Kurd li xerîbîyê jî piranî li ser pirsên gel û welat, li ser Kurdan û Kurdistanê dinivîsînin. Berhemên min jî usa nin.

Ýro jî navenda edebîyatê xerîbî ye, yan êdî edebîyat dikare li ser axa xwe þîn bibe? Nivîskarên Kurd lazim e çi bikin ku edebîyat zêdetir li ser axa xwe xurt be?

Burkay: Ýro navenda edebîyatê êdî ne xerîbî ye. Ji ber ku beþekî Kurdistanê li Baþûr êdî azad e, li wir zmanê Kurdî jî êdî azad e, zmanê resmî ye, bi dibistan, zanîngeh, radyo û televîzyonê... Her usa jî li Bakûr û Rojhilat û li cîyên dinê zmanê Kurdî bi temamî azad nebe jî, îro qe nebe bi destê rewþenbîrên Kurdan heya derecekî bi kar tê.

Divê em ji bîra nekin ku di dema Yekitîya Sowyêt da li welatên Kafkas, bi taybetî li Ermenîstanê, her usa jî li Moskow û Lenîngradê dibistan û sazîyên Kurdî hebûn (ku hîn jî hene), Kurdên Sowyêt di gelek waran da -wek edebîyat, rêzman, dîrok- gelek berhem dan.

Berhemên Kurdî, çi li welat, çi li der welat pêk bên, tesîreke baþ dikin li ser zman û edebîyatê. Lê ji bo ku çand û edebîyata Kurdî li ser axa xwe zêdetir geþ be, divê Kurd azad bin, karê welatê xwe bi destê xwe rêva bibin, Kurdî bibe zmanê resmî li hemû parçên welat, xwendin bi Kurdî be ji dibistanê heya zanîngehê, radyo û têlevîzyon bi Kurdî be. Ev yek jî tenê bi kar û xebata edebî û çandî nabe, her usa bi kar xebata sîyasî dibe. Ango ev herdu kar, ya çandî û ya sîyasî, bi hevdu ra bi xurtî girêdayî ne.



Dengbêjî, xalek gelek girîng e di edebîyata Kurdî de. Her usa edebîyata Kurdî ya devkî, rûmetek bilind dide dengbêjîyê. Gelo dengbêjin Kurd hetanî îro çi xizmet dane edebîyatê.

Dengbêjî di muzîk û edebîyata Kurdî da xwedî roleke giranbuha ye.

Burkay: Belê, dengbêjî di muzîk û edebîyata Kurdî da xwedî roleke giranbuha ye. Zemanê berê musecele tunebûn û bo nivîsandin û çapkirinê jî firsendên Kurdan kêm bûn. Kitêbên heyî jî gelek caran di zeman da hatin þewitandin yan jî winda bûn. Lê dengbêjan dewlemendîya zman û berhemên edebî, gelek çîrok û destanên berê heya derecekî parastin, di nav gel da belav kirin û ji neslekî derbazî neslê din kirin. Wek nimûne Destana Memê Alan, ya Sîyabend û Xecê, Ker û Kulik û gelekên dinê. Dengbêjan di parastin û jîyandina folklora Kurdî da karekî gelek giranbuha kirine û hîn jî dikin.

Tê gotin ku niþtimanperwerî bi edebîyatê dest pê dike. Roman berhemek pir hêja ye di edebîyatê de. Her weha, roman barkêþê gotara niþtimanperwerî ye. Edebîyat û romana Kurdî çi tesîrek li doza Kurdayetî kirîye?

Burkay: bi raya min, mirov nikare bêje ku “niþtimanperwerî bi edebîyatê dest pê dike.” Gelek tiþt hene ku dibin sedemê niþtimanperwerîyê û wê geþ dikin, wek ajîtasyon û propagendeya sîyasî, muzîka gelêrî, zulma bîyanîyan û berxwedan û hwd... Lê edebîyata gelêrî jî tesîreke baþ dike li ser niþtimanperwerî. Roman yek ji wan berhemên edebî ye ku dikare vê tesîrê bike. Lê ne tenê roman, her usa jî þiêr, çîrok, berhemên di warê zman û dîrokê da.

Ger em li jîyana Kurdan binêrin, dikarin bêjin ku di jîyana me da, di bingehê bîr û bawerî û hîsên niþtimanperwerî da rola þiêr girantir e. Mem û Zîna Ehmedê Xanî þiêr e, sê sed sal berê hatîye nivîsandin û wek çavkanîya welatparêzî ye. Þiêra Cîgerxwîn jî yek ji wan çavkanîyên xurt e di warê welatperwerî da.

Romana Kurdî gor þiêr gelek dereng hat û mirov dikare bêje ku ev tiþt ne tenê ji bo Kurdan, ji bo gelek miletan usa ye. Lê em dikarin di warê roman da jî nimûneyên baþ bidin ku tesîrek baþ li welatperverîya Kurd kirine. Yek ji wan romana “Dimdim” ya Erebê Þemo ye ku li ser Qela Dimdimê hatîye nivîsandin.

Xuyaye di edebîyata Kurdî de helbest zêdetir pêþ ketîye. Çima? Helbesta klasîk a Kurdî û ya nujen bi çi þîweyî divê ji hev werin cudakirin, yanî çi ferq di navbera wan de heye?

Helbesta me ya klasîk him bi þikil, him jî bi naverok ji edebîyata modern cuda dibe

Burkay: Mirov dikare bêje ku di edebîyata hemû gelan da berê þiêr (helbest) peyda bûye û roman piþtra hatîye. Wek nimûne, di Yunan û Latîna kevn da helbest hebû, destan û þiêr hebûn, teatir hebû, lê roman tunebû. Roman berê di edebîyata Ewrûpîyan da, bi taybetî di ya Frensî û Ýngîlîzan da xwe nîþan da. Di edebîyata Ereb, Faris û Tirkan da jî roman û çîroka modern di van sed- sed û pêncî salên dawî da xwe nîþan da, lê þiêr ta ji berê da hebû. Bona vê yekê ne ecêb e ku ji bo Kurdan jî usa be.

Eleqa “pêþketinê” jî bi vê yekê ra heye. Formeke edebî ku zêdetir bi kar bê helbet bi pêþ dikeve. Di zmanê Kurdî da roman dereng dest pê kir, emrê xwe hîn ne gihaye sed salî; bona vê yekê jî bibê nebê hîn edebîyata Kurdî di vî warî da dewlemend nin e û têrî xwe pêþ ne ketîye. Helbet ev yek bi azadîya zman ra jî girêdayî ye. Bend û qeydên li pêþ zmanê Kurdî tesîra xwe li ser hemû edebîyatê dike, rê nade ku edebîyata Kurdî bi xurtî geþ be.

Helbesta me ya klasîk him bi þikil, him jî bi naverok ji edebîyata modern cuda dibe. Yê klasîk formên xwe ji þiêra Erebî û Farisî girtîye û bi wezn (piranî bi arûz) û kafîye ye. Dîsa, piranî bi dubeytan, yan jî bi þiklê rûbayî (çarîn) têne nivîsandin. Lê þiêra modern di Kurdî da jî þiêra “serbest” e. Ango weznên kevn bi kar nayên û kafîye hebe jî wek þiêrên berê bi qeyde û dezge nin e.

Lê þiêra nujen her usa jî bi naveroka xwe nujen e. Ango þiêra nu xwedî babetên teze ye, behsa jîyana mirovan ya rojane û hemdem, pirs û derdên gel, yên bindestan jî dike.

Carina jî þair dikare di bin formên kevn da babetên teze bi kar bîne. Bi taybetî hin þair forma “Rûbayî” ango “çarîn” îro jî bi kar tînin, lê tiþtên teze dibêjin. Rûbayîyên wan ne tenê li ser gul û bilbilê, “þerava gulreng” û “delalên rûperî” ne... Min bi xwe jî qasî 300 çarîn nivîsandin, ku bi raya min, ew sentezek (li hevanînek) ji þiêra kevn û ya nujen in.

Di hiþyarbûn û pêþketina milletan da rola ziman çi ye?

Zman hebûna milletekî ye

Burkay: Zman yek ji wan anasirên esasî ye ku bê wê millet nabe millet; wek welat, wek dîrok... Zman hebûna milletekî ye. Milletên mezin her usa jî xwedî zmanên taybetî û dewlemend in.

Yê me Kurdan, welatê me jî zmanê me yê taybetî û dewlemend jî heye. Dîroka me gelek kevn û dewlemend e, ji Hûrî û Mîdan tê. Bav û kalên me hîn hezaran sal berê bi nivîsa mixî û hîyeroglîfî nivîsandine. Kurdîya îro ji wan çavkanîyên dîrokî tê.

Lê bi taybetî di van sedsalên dawî da ji ber ku Kurd ne azad bûn, welat parçe û millet bindest bû, zmanê me jî þunda ket, rê û ronahî ne dît ku geþ be, pêþva biçe.

Pêvendîya ziman û raman û edebîyatê çi ye? Berhemên edebî, lazim e li gor zimanên xwe, yan li gor kesayetîya nivîskarên xwe werin bi nav kirin?

Edebîyateke baþ li ser bingehê zmanekî pêþketî çê dibe.

Burkay: Mirov bi rîya zman didin û distînîn. Ango mirov, her usa jî bi zmanê xwe mirov e. Zman her usa hacetê neqilkirina zanînê ye di navbera mirovan da bi devkî û nivîskî. Dema zman nebe, zanîn jî nabe û berhemên bav û kalan di vî warî da nayên parastin.

Edebîyat berhemekî delal e di warê zman da. Edebîyateke baþ li ser bingehê zmanekî pêþketî çêdibe. Her usa jî zman bi destê mirovên nivîskar û edîb bi pêþva diçe û dewlemend dibe. Çawa zêrkêþ û sîmkêþ li ser zêr û zîv diþuxulin û jê berhemên xweþik diefrînin, nivîskar jî usa li ser zman diþuxulin û berhemên teze û xweþik pêk tînin.

Bi raya min, berhemên edebî divê gor zmanê wan bêne navkirin, ne gor esl û mensûbîyeta nivîskaran. Wek nimûne gelek Kurdên bi nav û deng hene ku di warê edebîyatê da berhemên xwe yên edebî (helbest, çîrok, roman û hwd) bi zmanê Tirkî, Erebî û Farisî nivîsandine. Mirov nikare berhemên wan ên van zmanan wek edebîyata Kurdî nîþan de. Ew beþek ji edebîyata wan zmanan in ku pê hatine nivîsandin. Xizmeta wan jî, di warê zman û edebîyatê da, þik tune, ji wan zmanan ra bûye. Lê mirov dikare wek Kurd dîsa jî bi wan nivîskaran serbilind be. Ger ji bo wan mecal hebana, ger zmanê Kurdî serbest bana, êhtimaleke mezin e ku wan Kurdan jî ne bi zmanê biyanîyan, lê bi zmanê Kurdî binivîsandana. Wek Yaþar Kemal, Ehmed Arif, Cemal Sureya û hinên dinê... Ez bi xwe, piþtî emrê xwe yê 35’an hînî nivîsandina Kurdî bûm.

Yaþar Kemal bi xwe jî dibêje “ez nivîskarekî zmanê Tirkî bim jî, Kurd im.” Heya dibêje “Mewlana çiqas Tirk e, ez jî ewqas Kurd im...” Eva gotineke rast e. Ma Tirk ji Mewlana Celaleddînê Rûmî ra xwedî dernakevin, ku ji serî heya binî bi zmanê Farisî nivîsandîye?. Hýngê em çima ji Yaþar Kemal ra xwedî dernekevin? Bi raya min, yên wek Yaþar Kemal her usa jî malê me Kurdan in.

Lê helbet, ev yek zêdetir ji bo 30-40 sal berê derbaz dibe ku berî wê bo nivîsandina Kurdî li Bakûrê Kurdistanê rê û firsend tunebû. Lê îro ne usa ye. Êdi çavkanî û materyalên Kurdî jî pir in, rê û mecal hene ku Kurd zmanê xwe yê nivîskî hîn bin û bi zmanê xwe berheman bidin. Yê ku mecal heye lê bi Kurdî nanivîse, ma em çima jê ra bêjin nivîskarê Kurd, yan jî edîbê Kurd?..

Pirs û kêþeya yekitîya elfabe û zaravên di zimanê Kurdî de gelo wê çawa çareser bibe?

Ger yekitîya gel û welat hebe, zmanekî standart jî di zeman da çêdibe

Burkay: Eva pirseke mihîm e ji bo zmanê Kurdî. Hebûna zaravayên cuda cuda tiþtekî normal e, ango ev yek di hemû zmanên mezin da heye. Ger yekitîya gel û welat hebe, zmanekî standart jî di zeman da çêdibe. Lê mixabin, ku welatê me parçebûyî ye, ji bo nêzikbûna zaravayan jî asteng hene. Her usa jî, ji ber parçebûna welat, di zmanê Kurdî da çend elîfbayên cuda bi kar tên, wek Erebî, Latînî û Kîrîlî...

Ji bo vê yekê, mixabin çareyekî hêsan nîn e. Di vî warî da her usa jî çareserîya sîyasî û zeman lazim e. Ango divê Kurd azad bin û sazîyên wan ên çandî hebin. Ew di vî warî da sîyasetekê bidin pêþ xwe, qeyde û dezge daynin ji bo yekitîya zman û elîfbê.

Ýro li Baþûr ji bo vî karî mecal heye. Ango li wir hukumeta Kurd û dezgeyên Kurdî bi hevra dikarin li ser vê babetê bisekinin û sîyaseteke rast daynin ji bo çareserîya van pirs û probleman. Hin kes dibêjin zaravayê Soranî, ku di warê xwendin û nivîsandinê da zêdetir pêþ ketîye, bila di temamîya Baþûr da û bi tenê bi kar bê. Lê ev ne pêþnîyareke realîst e. Him beþekî Kurdistana Baþûr û Rojava zaravayê Kurmancî bi kar tîne, him jî Kurdistana Bakûr bi giranî Kurmancî bi kar tîne. Bi raya min, divê li Baþûr jî herdu zarava him di dibistanan da, him jî di warê fermî da bi kar bên. Ev pirs bi rê olaxên zorî çareser nabin. Divê metodên demokratîk bi kar bên. Ango hemû zaravayên Kurdî jî bila serbest bin, bi kar bên. Ew hêdî hêdî nêzî hev dibin û yekitî di zeman da çêdibe. Eger çênebe jî dinya hilnaweþe...

Pirsa elîfbê jî usa ne. Devberdan ji elîfba Erebî (ji bo Kurdên Baþûr û Rojhilat) ne tiþtekî hêsan e. Bi sedsalan Kurdan ev elîfba bi kar anîne, berhem bi vê elîfbê dane. Lê dibe ku di dahatû da ji vê yekê ra çare tê dîtin.

Xebata di warê ziman û gramera Kurdî de bes e yan na? Hewceyî îro zêdetir bi çi heye? Gelo mumkun e ku di ayendeyî de (rojên pêþ de) ferhengek mezin ku ji hemû zarav û devokên Kurdî pêk hatîye çêbe? Ji bo vî karî lazim e çi were kirin û ev wezîfeyê girîng lazim e ji alîyê kê ve were pêk anîn?

Divê em, berî her tiþtî zmanê xwe zelal bikin,

Burkay: Rewþenbîrên Kurd û biyanî di warê elîfba, rêzman û ferhenga Kurdî da heya nuha gelek kar û xebat kirine û gelek berhemên hêja dane. Lê helbet ev yek têrê nake. Ji nuha pêve jî divê di vî warî da kar berdewam be. Ji xwe zman, wek civaka mirovan di halê xwe da namîne, tim diguhure, xwe teze dike, pêþva diçe û tim pirs û pirsgirêkên teze derdikevin pêþ.

Ýro, bi raya min, ji bo parçên dinê (Bakûr, Rojhilat û Kurdên Sûrî) tiþtê herî mihîm xwendin û nivîsandina bi Kurdî û karanîna Kurdî ye di karê rojane da. Ji ber ku, bi taybetî li Kurdistana
Bakûr li ser Kurdan asîmîlasyoneke mezin heye, zmanê Kurdî di xeterê da ye.

Lê mixabin, li vî parçeyî (Bakûr) dibistanên Kurdî tunin û gelek asteng hene li pêþ karanîna zmanê Kurdî. Têlevîzyon dikare di vî warî da roleke baþ bilîze, ango zmanê Kurdî bi kar bîne, bernamên baþ çêbike û bala Kurdan bikiþîne, zmanê Kurdî xurt bike. Lê ji ber ku Tirkîye destûra têlevîzyonên Kurdî nade û li pêþ weþana radyo û têlevîzyona Kurdî hezar astengî datîne, hingê divê Kurd vî karî li dervayî Tirkîyê pêk bînin, têlevîzyonên baþ ava bikin.

Di warê ferhengê da jî helbet, nuha þunda jî kar û xebat wê bê kirin û ferhengên têkûztir wê derkevin. Lê bi þiklê ku mirov gotinên hemû zarav û devokên Kurdî di ferhengekê da bicivîne, bi raya min, nabe. Ev yek xizmeta yekitîya zman nake, lê dikare serda jî di zman da tevlihevî derxe.. Helbet sal bi sal têkilîyên Kurdên parçên cuda cuda xurt dibe, çûn hatin û danustandin zman jî nêzî hev dike. Ew gotinên teze ji hevdu digrin û eva tiþtekî baþ e. Lê ev tiþt jî bi lez û bez nabe. Ango mirov nikare zarava û devokan tev li hev bike û tiþtekî wek aþûre jê derxe...

Ger em di vî warî da li halê kurmancî binêrin, gor 30-40 sal berê guhartin û peþveçûneke baþ çêbûye, di warê xwedin û nivîsandinê, heya di warê axaftinê da zman standardîze bûye. Divê li ser vê bingehê em bimeþin.

Di vî warî da rola ku dikeve ser nivîskaran mihîm e. Divê ew, berî her tiþtî zmanê xwe zelal bikin, usa binivîsin ku baþ jê bê fêmkirin. Bona vê yekê jî divê berhemên hosteyên berî xwe baþ bixwînin, jê feyde bistînin û nebêjin ku “zmanê Kurdî bi min dest pê dike!”


alýntýdýr

rêwî is offline  
Digg this Post!Add Post to del.icio.usBookmark Post in TechnoratiFurl this Post!Share on Facebook
 


Konu Araçlarý
Mod Seç

Gönderme Kurallarý
Yeni konular açabilirsiniz --> izin yok
Yanýtlar gönderebilirsiniz --> izin yok
Eklentiler gönderebilirsiniz --> izin yok
Mesajlarýnýzý düzenleyebilirsiniz --> izin yok

vB koduAçýk
SimgelerAçýk
[IMG] kodu Açýk
HTML kodu Kapalý
Trackbacks are Kapalý
Pingbacks are Kapalý
Refbacks are Kapalý

Benzer Konular

Konu Konuyu Baþlatan Forum Yanýt Son Mesaj
Jiyana ÞÎrÎn Û XweÞ Ew E Ku Bi ZimanÊ ZikmakÎ Saz Bibe Û Bixemile heci Çandi Giþti 4 17-10-2007 12:42 PM
Kemal Burkay stenka Biyografi 3 21-05-2007 12:30 AM
Zimanê Ergatîv heci Çandi Giþti 2 25-12-2006 04:00 PM
DÎrok Û Ziman Martech Çandi Giþti 1 24-12-2006 02:08 AM


Forum saati Türkiye saatine göredir. GMT +2. Þuan saat: 10:26 AM .
(Türkiye için GMT +2 seçilmelidir.)


Powered by vBulletin Version 3.6.4
Copyright ©2000 - 2010, Jelsoft Enterprises Ltd.
SEO by vBSEO 3.3.0
Copyright ©2006 - 2008 Bydigi Forum ®, All Rights Reserved

Bir Forum sitesi olduðumuzdan, kullanýcýlar önceden onay almadan her türlü görüþlerini yazabilmektedir.
Yazýlanlardan dolayý oluþabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanýcýlara aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykýrý herhangi bir durum görürseniz; Lütfen, bydigi@gmail.com'a yada Ýletiþim'e bildiriniz.
Mesajýnýz incelenip, kýsa bir süre içerisinde gereken müdahale yapýlacaktýr.