Bydigi Forum
Geri Git   Bydigi Forum > Kürtçe Forum > Foruma Kurdi > Çandi Giþti

Kayýt Ol SSS



 

 

LinkBack Konu Araçlarý
Eski 20-10-2007, 04:03 PM   #1 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: Feb 2006
Konum: arýyor...
Yaþ: 23
Mesaj: 8,018
Üye No: 737
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 192000
Rep Puaný : 4625002
Rep Derecesi
Numberone has a reputation beyond reputeNumberone has a reputation beyond reputeNumberone has a reputation beyond reputeNumberone has a reputation beyond reputeNumberone has a reputation beyond reputeNumberone has a reputation beyond reputeNumberone has a reputation beyond reputeNumberone has a reputation beyond reputeNumberone has a reputation beyond reputeNumberone has a reputation beyond reputeNumberone has a reputation beyond repute
Exclamation Hevpeyivîn bi Kejal Ahmedê re


Hevpeyivîn bi Kejal Ahmedê re


Kejal Ahmedê li ser rewþa jinên xwesotî axaft


Kejal Ahmed kî ye?

Kejal Ahmed sala 1967-ê li bajarê Kerkûkê ji dayik bûye. Qonaxên xwendina xwe li Silêmaniyê temam kirine. Ji sala 1986-ê pê ve dest bi nîvîsandina þiýrê kiriye.Yekem berhevoka xwe ya þiiran ya bi navê ”NA” xwest di dema Baasê de derbixe, lê het redkirin û nehat çapkirin. Çend þiirên wê di kovarên cuda de hatin belavkirin û çend caran bi taybetî korrên þiirxwendinê li wê demê kir. Lê ji ber sansura dema Baasê ew nehat nasîn. Nesîna Kejal Ahmedê ya di nav kurdan de piþtî serîhildana 1991-ê pêk hat.


Piþtî raperînê ji þiirên wê gelek hat hezkirin. Wê li gelek deran li Kurdistanê û li derveyî welat korrên þiirxwendinê lidarxistin.

Heta nuha heft kitêbên wê yên þiêran derketine:
1- Benderî Bermûda, 1999
2- Wutekanî wûtin, dîwan 1999
3 Qaweyek le gel ew da, 2001
4- Awênem Þika, 2004
5- Çend henaseyî aþiqaneyî tir, berhevoka her çar berhemên destpêkê li gel çend þiirên nuh, 2006
6- Nasnamekujekan. Çend gotarên Emîn Maaluf, Nebîl Muhsin ji fransî kirine erebî, Kejal Ahmedê jî ji erebî kirine bi kurdî. Behsa nasnameya neteweyan dike.

7-Kitêbî Jin. Çend lêkolîn û nivîsarên Kejal Ahmedê tê de hatine civandin, sala 1999-ê derketiye.

8-Þiirên wê hatine wergerandin ser zimanê norvejî û weþanxaneya norvejî ya bi nave Cappelenê ew di 2005-ê de bi navê ”Erobringer” weþandiye. Inger Östenstad û Hawdam Salih Caf ji kurdî kirine norvejî.

Þiirên wê hatine wergerandin ser norvejî, îngilîzî, almanî, erebî, farisî û tirkî…

Kejal Ahmed ji sala 1992-yê û bi vir de li rojnameya Kurrdistanî Niwê kar dike. Ew nuha di rojnameyê de wek sekretera nivîsînê kar dike. Ew wek zanaya pisrgireka jinan li wir dinivîse û quncikên wê li ser pirsgirêka jinan di rojnameyê de hebûne. Yek ji wan quncikan, ya bi navê 'Mawdakanî Jin' bû ku 5 salan kêþa. 'Piçûk belam' jî goþeyekî wê yê din bû di rojnamê de.

Ev hevpeyivîn gulana par piþtî avabûna hukumete yekbûyî ya Kurdistana Federe li Silêmaniyê bi Kejal Ahmedê re hat kirin. Gelek caran min xwest ez wê biweþînim lê hin rêgirî û astengan ew bi paþde xist heta niha. Lê nuha piþtî kuþtina Duayê û bilindbûna reaksiyona li hemberî wê min his kir ku hevpeyivîn ê gelek li dema îro bê da ew bê weþandin. Bi hêviya ku bi dilê we be.

Mûrad Ciwan



- Li ser avabûna hukumeta yekbûyî fikra te çi ye, wek þair, nivîser û rojnamevan ê çi tesîra wê li ser jiyana te hebe, tu çi difikirî li ser hukumeta yekbûyî ya nuhavabûyî?

- Hukumeta yekbûyî xewna her kurdekî bû. Herkesî hêvî dikir ku rojekê herdu hukmetên me bigihîjin hev, yek hukumet li Kurdistanê ava bibe. Bi rastî komek hêvî di dilê me her kurdekî/ê de li ser hukumeta nuh hene.

Lê eger ez ji alî rewþa jinan de li hukumetê temaþa bikim, ez dibînim ku xewna min xewneka temam nîne. Beþdariya jinan di postên hukumeta nuh de gelek kêm û þeklî ye. Ev ji bo min ciyê xemgîniyê ye.

Min bi xwe ji destpêka nivîskariya xwe de çi di þiirên xwe de, çi jî di nivîsên xwe de behsa rewþa jinan kiriye û hêviya min ew bûye ku jin mafên xwe bigirin di birêvebiriya welatî de, di her postê ku ew layiqî wî postî ne. Lê nuha di hukumeta niha de, ji alî beþdariya jinan a di hukumetê û giringîdana bi wan de, ez xemsariyekê dibînim. Beþdariya wan di hukumetê de kêm e. Ez nizanim gelo ê piþt re di meseleyên jinan de û di meseleyên din de çawa karibin rolekê bilîzin.

- Sê jin di hukumetê de hene, ne?

- Belê, rêjeyeka gelek kêm e. Yek ji wan, wezareta malbatên þehîdan û enfalkiriyan e, ku her kesekî din kare birêvebibe. Yên din nizanim çi wezaret in, lê bi teekîd ku ne wezaretên giring in. Çimkî aqliyeta piyawsalarî (patriyalkalî) rê nade ku ew bawer bikin jin karin di wezaretên giring de bi ser bikevin.

- Serokwezîrî li parlamentoyê programa hukumetê xwend. Gelo ji alî rewþa jinan, maf û azadiyên wan û çareserkirina pirsgirêkên wan de xalên giring hebûn?

- Program helbet giring e, ne ji bo jinan tenê, ji bo hemû ferdên vî welatî, ji bo hemû çîn û tebeqeyan…. Çimkî ew li ser jiyana wan xwedan tesîr e. Lê gelek caran di programan de dikare gelek tiþtên hêja û xweþ bên gotin. Bi baweriya min ya ji wê giringtir ew e ku aya ew program çend tê cîbicîkirin. Ji bo min ya giring ew çend tê cîbicîkirin, çend qabilê cîbicîkirinê ye.

Lê hîn di destpêkê de, di cîbicîkirinê de xemsarî hatiye kirin, cihekî gelek kêm hatiye dayin bo jinan û gêncan.

- Baþ e wek þair û nivîsereka jin, gava tu dinivîsî, qise dikî yan jî hevpeyivînek li gel te tê kirin, tu bi her awayî azad î, rayên xwe derbibibrî, yan wek jin tu di hin xalan de xwe radigirî, xwe otosansur dikî? Qesda min ne tenê di ware siyasî de ye, di ware komelayatî jî de. Di ware hebûna mêrbûn û jinbûnê de, gelo tu difikirî ku filan tiþtî bêjî û bêvan tiþtî nebêjî, xwe ragirî?

- Eger min nekarî ez bi azadî qise bikim û binivîsim, ne qise dikim ne jî dinivîsim. Eger te nivîsandin hilbijart nexwe te gotin hilbijart. Gava tu gotinê hilbijêrî divê azadane karibî gotina xwe derbirrî. Xwe sansurkirin karê siyasîyan e, yan karên wan kesan e ku xwe zêde sipartine desthelatê.


Nivîser çavdêr e li ser komeleyê, li derveyî desthilatê bi xwe hêzeka mezin a welatperwer û însanperwer e. Lazim e gelek azadane binivîse, qiseyên xwe bike.

Di warê rojnamevaniyê de jî ev, her wiha ye. Lê ji aliyê din ez di rojnameya Kurdistanî Niwê de kar dikim. Goþê min hebuye, yan min wekî din di rojnameyê de nivîsîye. Min bawerî bi wê aniye ku ez nikaribim karê xwe bi serbestî bikim, êz ê nivîskariyê nekim.


Bes ez di rojameyekê de kar dikim ku rojnameya partiyekê ye, ya Nekîtiya Nîstîmanî ya Kurdistanê ye. Partiyê ev qada azad û serbest ji bo min amade kiriye. Eger partiyê ew serbestî nedabuya min, min nekarîbû ez di rojnameyê de kar bikim, ev Kejal Ahmed ji min derbikeve û azadane binivîsim.

Helbet min li ser nivîsên xwe li ber xwe daye, ez ji ber wan tûþî pirs û pirsgirêkan bûme. Tu nivîs nîne ku bi hêsankarî derketibe. Tu þiireka min tuneye ku min hestê azad ê jina kurd, hestê jinane tê de nehûnabe. Helbet ev bi asanî, bê bac derbas nebûne, min qurbaniyên xwe di vê riyê de dane. Ez dibêjim qey her kesê ku rêyeka wiha azayane ji bo xwe hilbijartiye dizane ku ev dijwarî hene, ew bi gul û gulzaran nayê pêþwazîkirin. Tûþî dijwariyan dibe. Ez jî di riya afirandina berhem û xebatên xwe de tûþî rêgirî û dijwariyan bûm, lê belê min tu car nekaribuye ez bîrûbaweriya xwe ya azadane veþêrim. Gava tiþtekî wiha rû da maneya wê mirina min e.

- Tu wek Kejal Ahmed, wek þaireka jin, wek nivîsereka naskirî ya hiþyar ya mafparêz li ser doza jinan, te hêzek heye ku tu bîrûbaweriyên xwe azadane derbirî. Tu hêzê ji wê rewþa xwe ya naskirî werdigirî. Gelo jina kurd ya normal, ya nenaskirî ya nav komelgehê, ew jî cesaret dike, an îmkanê dibîne ku bi her awayî azayane fikrên xwe derbibire? Yan wek jin mecbûr e bifikire ku ew nikare her tiþtî bibêje, eger har tiþtî bêje ê komelgeh bi çavekî din temaþeyî wê bike, ê bêjin zêdegaviyan dike, zimandirêjiyan dike, loma jî ew mecbûr e ku paþ de gavan bavêje. Rewþ ji bo jina kurd a jirêzê di nav civakê de çawa ye?
Belkî tu wek þaireka jin a naskirî xwedan wê hêzê yî ku bi azadï hemî bîr û hestên xwe derbibirî, gelo jina kurd a jirêzê jî wê hêz û îmkanê di xwe de dibîne?

- Min ku di serî de destpêkir, ez ne hêz bûm. Baweriya min bi azadiya raderbirînê hebû. Esas baweriya min a bi raderbirîna azadane ez kirime hêz. Min gotiye baweriya min bi vê heye, îdî piþtî vê çi rû dide bila bide, çi qurbanî lazim e bila bê dan.

Lê wê pirsa ku te kir, tiþtekî gelek giring a di bîra min jî de ye. Ev pirsgirêka here giring a edeba me ye. Gelo çima îmkana gotina azadane ya hesta jinê bi dema min destpêkiriye? Jinên din berîya binivîsin fikir kirine ku ew qiseyên bêjin û binivîsin aya komelge jê werdigire yan na? Aya dawiyê nihêrineka xerab li ser vê jinê di nav civakê de peyda nabe? Gelo sibê ê karibe þû bike? Gelo ew ê rûbirûyî fiþaran bibe yan na? Aya ê ji mêrê xwe tehdîdan negire, rê li berê neyê girtin?

Min bi xwe gava dest bi nivîsînê kiriye min bîra van tiþtan nekiriye. Min bîra erka mêjuyî ya li ser milê jinê kiriye. Min gotiye ’lazim e jin gotina xwe bêje ne ku bi a mêran yan mêrane ya mêrsalarî (patrialkal) bike.’ Belê jin tebeqeyeka bindest a binpêkirî ye, lê deng û rengekî xwe heye. Divê vî dengûrengê xwe yê jinane bigihîne komelgehê. Eger ez nikaribim axaftinên xwe yên jinane bêjim, ez neaxivim, nenivîsim baþtir e.

Gelek þairên dema min û yên pêþdema min bi zimanê mêrane qiseyên xwe kirine ku bi baweriya min, wan ev qise nekirina baþtir bû. Çimkî rengûdengê wan, ne yê jina kurd in.

Jina kurd hatiye derxistin dervayî dîrokê ku rol û kartêkirina jinê daye aliyekî. Nuha erkek li ser milê me ye ku em jina kurd vegerînin nav dîrokê, rola jinê lê vegerînin.

- Em gelek caran dibihîzin ku ev 14-15 salên ku li Kurdistanê derbas bûne, ji alî pêþveçûna azadî û demokrasiyê de gelek gav hatine avêtin, heta demokrasiya Kurdistanê dikare bibe nimûne ji bo hemû Iraqê û hemû Rojhilata Navîn. Ji alî rewþa hevweltiyan, mafên takekesî û yên jinan de tu li ser vê tesbîtê çi dibêji?

- Demokrasî û azadî li Kurdistanê heye, lê ne demokrasî û azadiyeka tamam a ji hemû girift û kêmasiyan dûr e. Gelek pirsgirêk û rêgirî li ber yên wek me ku ji bo mafên jinan kar dikin hatine derxistin. Ev demokrasiya ku min ji te re bahs kir, ev demokrasiya Kurdistanê ku cara pêþîn îmkan da min Kejal Ahmedê da ez kitêba xwe ya þiiran çap bikim, -ez a ku di dema Baasê de min nikarîbû raya xwe derbibirriya- her ev demokrasî ye ku rê venekiriye da diyardeyeka pirr tîrajîk a di komelgeha me de bê binbirrkirin, ew jî meseleya kuþtina jinan e.

Di komelgeha me de jin kuþtin berdewam bû. Kuþtina jinan bi awayekî berfireh wiha kir ku em komele û bizavên jinan û xelkên tir ên mirovparêz û mafparêz me dengê xwe blind kir da qanûna dema Sadam a ku kuþtina jinan bi bahaneya parastina þerefê helal dikir bê rakirin û jinkuþtin bê qedexekirin. Biryara 59-ê derket ku qanûna dewra Saddam hildiweþîne û jin kuþtinê tawanekî mezin dihesibîne.

- Bibore ev biryara 59-ê çi biryar e, hukumeta Bexdayê ew derxist yan li vê derê li Kurdistanê hat derxistin?

- Biryara 59-ê sala 2001-ê li devera hukumeta Silêmaniyê ji bal Mam Celal ve hat girtin. Bi baweriya min ew biryareka gelek azayane bû. Ew nîþan dide ku piþtî rizgarbûna me, demokrasî bi carekê de nehatiye, ji bo wê gelek têkoþîn hatiye dayin. Gelek xebat buye da demokrasî cîbicî bibe.

Piþtî raperînê ji alî maf û azadiyên jinan de du biryarên giring hatin derxistin. Yek jê biryara 59-ê bû a ku kuþtina jinan ya bi bahaneya þeref û namûsa aîleyê qedexe dike. Ya din jî biryara 61-ê ye ya ku pirr-jiniyê qedexe dike.

Divê ez bêjim ku piþtî raperîna 1991-ê diyardeya zewaca bi pirr-jinan re bi taybetî jî ji bal mesûlên me ve bû diyardeyeka berbelav.

Bi saya van herdu biryaran rêjeya herdu diyardeyan gelek kêm bûye. Lê belê wê demê ku em duparçe bûn û du hukumetên me yên cuda hebûn ev herdu biryar bi gelek awayan dihatin binpêkirin, rê li ber wan dihat girtin. Ev herdu biryar li hukumeta Hewlêrê tunebûn. Wiha dibû ku li vê deverê yekî bi bahana namûsê jin dikuþt û derdiket diçû li herêma desthilata din rûdiniþt. Yan jî yekî jina duduyê,ya sisiyê bi bêyî rizamendiya jina yekê ji xwe re dixwest û diçû – mesela- li dadgeheka Zaxoyê biryara zewaca xwe dikir resmî û dihat li vê derê rûdiniþt. Ji ber biryara dadgeha wê derê kesî nedikarî tiþtekî bike.
Du îdaretiyê wan destkeftiyên me hildiweþandin.

Lê îro piþtî yekbûna herdu îdareyan hêviya me ew e ku ew kesên karên wiha nelirê dikin nikaribin kartêkiriyên van herdu biryarên ku deskeftîyên me ne, me ber bi azadiyê û pêþdexistinê, ber bi medeniyetê de dibin bidin aliyekî, ev herdu biryar ê karibin li seranserê Kurdistana federe bimeþin.

Ev herdu destkeftîyên me bi saya têkoþîna me ya dewra rizgarbûnê pêk hatine. Ya ciyê dilxweþiyê ye ku desthilata me ya bilind jî rê daye û piþtgiriya me kiriye ku em bigihîjin van maf û azadiyan. Mesela di dema Sddam de qedexe bû ku jin bibin dadwer. Lê bi saya biryara hukumeta Silêmaniyê nuha 5 dadwerên me yên jin hene, ew di dadgehan de biryaran didin.

Lê ez nabêjim ku demokrasiya me bi her awayî pêþde çuye, hemî destkeftî hene. Hîn gelek kêmasî û gîrugiriftên demokrasiya me hene. Gelek zarokên me yên di jiyê xwendinê de hîn li ser kolana ne. Zarok karên giran dikin ji dêlva ku biçin xwendegehê. Gêncên me gelek di jiyê karkirinê de, bê kar in, hatine paþçavxistin, gelek pirsgirêkên siyasî, yên civakî, yên malbatî hene, yên zewacê hene ku ji dema rejima Sedam de derketine lê hê nehatine çareserkirin.

- Bahsa tiþtekî din jî tê kirin: gellek caran tê dîtin ku tenê desthilata siyasî û partiyên siyasî yên desthilatê ne rêgir in li ber azadîya raderbirîna kesan ya ferdên milet û welatiyan. Gelek hêzên civakî, eþîr, malbatên xurt, derûdorên dînî yên hiþk û no jî hene ku ew, hetta ji desthilatên siyasî bêhtir tehdîd in li hember demokrasî û azadiyê, li hember serweriya qanûnê, nivîskaran, rojnamvenan hetta dadwerên dadgehan tehdîd dikin…

- Belê rast e, hêzên wiha jî hene, lê ew cuda cuda ne û li gor demê tên guhertin. Rast e niha hin hêzên siyasî yên îslamî yên tundçûyî hene ku her demê li hember pêþveçûnan, serbestî û azadiyan rawestiyane. Mesela di salên 1994 1995-ê de ku hin þiirên min di Kurdistanî Niwê de derçûn fetwaya kuþtina min hat derxistin. Hîn wê demê ew bi vî awayî tevdigeriyan. Meseleya azadî û demokrasiyê li cem me qonax bi qonax gav bi gav pêþve çuye.


- Vê dawiyê jî fetwayek ji bo kuþtina nivîskarekî hat derxistin çima ku kitêbek li ser îslamê, jinan û seksê weþandibû….

- Belê Merîwan Helebçeyî bû…. Heta nuha jî ew diyardeyên ku ji bo nivîskaran tehdîd in, ji bo demokrasî û azadiya me jî dibin tehdîd. Hîn dadgehên me jî nivîskar û rojnamenivîsan berdad dikin. Herçendî dadgehkirina ji bal dadgehan ne wek derxistina fatwayan e ji mizgeftan, lê ev jî pirsgirêk û rêgir in li ber demokrasiya me.

- Baþ e ez tiþtekî fahm nakim. Ev der Kurdistan e, qanûn serwer e, hukumet heye, parlamento heye, dadgeh hene. Li welatekî wiha çawa dibe ku partiyeka siyasî ya îslamî, yan melayek dikare fetwaya kuþtin û sezadana kesan derbixe, aya li nav sîstema dewleta Kurdistanê mekanîzmayek wiha heye ku partiyek an melayek karibe însanan seza bike, û ev þer’î be?

- Tu dizanî çawa ye? Ev ji piþtbestina bi þerîeta îslamê tê. Wiha lê dike ku þerîeta îslamê xwe di ser dewlet û qanûnan re dibîne, xwe wek giringtirîn dadgeh qebûl dike.

Lê ev tiþt jî her ku diçin kêm dibin, tesîra wan li nav komelgehê zeîf dibe.

- Gelo þeri’yeta van li ba dewletê heye, yan hema ew xwe bi xwe vê selahiyetê didin xwe?


- Þeri’yeta wan li ba dadgehê tuneye. Ew vê cesareta xwe ji baweriya civakê a bi þerîetê werdigirin, Ji bo ku civak ji ber dabûmerîtên kevn guh dide wan, ew wiha dikin. Mesela eger em bala xwe bidinê gava du kes dizewicin mahra dadgehê ji ya melayan giringtir e. Di mahra mele de tu mafên esasî yên jinê ne parastî ne, lê di mahra dadgehê de mafên jin û mêran wek hev in û yên herduyan jî parastî ne. Tevî vê jî ji bo ku civak mahra mele giringtir dibîne, ew mahr pirrtir di rewacê de ye.

- Li welatên ku qanûn serwer e û azadî heye, heta em bêjin li wan welatên wek îskandînavyayê yên ku azadiyeka gelek fireh a partî û kesan heye, eger partiyek rabe fetwaya kuþtina hevwelatiyekî bide, ew partî mohra terorîstiyê digire û dadgeh wê partiyê bi egera terorîstiyê qedexe dikin. Çimkî bi fetwayê partiyê di azadiya xwe de zêdegavî kiriye, serweriya qanûnê binpêkiriye û rê li ber azadiya kesên din girtiye. Azadiya meriv û rêxistinan di demokrasiyê de heta wî hidûdî ye ku meriv nikaribe rê li ber azadiya kesekî an partiyeka din bigire,

- Belê welê ye, lê rewþa me ya heta nuha, du perçetiya me, îmkan daye ku kes û hêzên wiha li ber azadî û demokrasiye me wekî tehdîd berdewam bin.

Numberone is offline  
Eski 20-10-2007, 04:06 PM   #2 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: Feb 2006
Konum: arýyor...
Yaþ: 23
Mesaj: 8,018
Üye No: 737
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 192000
Rep Puaný : 4625002
Rep Derecesi
Numberone has a reputation beyond reputeNumberone has a reputation beyond reputeNumberone has a reputation beyond reputeNumberone has a reputation beyond reputeNumberone has a reputation beyond reputeNumberone has a reputation beyond reputeNumberone has a reputation beyond reputeNumberone has a reputation beyond reputeNumberone has a reputation beyond reputeNumberone has a reputation beyond reputeNumberone has a reputation beyond repute
Varsayýlan


- Em cardin vegerin ser rewþa jinan. Ji alî mafên yeksanî, azadî û serbestiyê ve nuha rewþa jinan çawa ye?



- Bi saya têkoþîna van salan dayî, rewþa jinan gelek ber bi pêþ ve çûye. Lê gava em behsa jinan û rewþa wan dikin divê em behsa rewþa jina kurd ji Xaneqînê heta Zaxoyê bikin. Gava ez behsa jina kurd dikim nabe ku ez tenê li Silêmaniyê binerim û bêjim belê rewþa jina kurd baþ e. Gava ez behsa jina kurd dikim divê ez gund û nevçeyên piçûk ên Kurdistanê li ber çav bigirim, hemû deverên Kurdistanê bi Behdînan û Soran hesab bikim.

Erê ji dema destpêkê heta nuha rewþa jinan gelek ber bi baþiyê ve çûye, gelek maf hatine bidestxistin…



- Gelo tiþtên berbiçav hene û çi ne ji sala 1991-ê bi vir de û heta nuha ku em bêjin di dewra Sadam de tunebûn îro hatine bidestxistin?



- Belê, hene, mesela yek ji wan, pêþkeftina ragihandina jinan e. Ragihandina wan di warê raderbirîn û xweîfadekirinê de, di warê edebî de, di warê zêdebûna giraniya jinan di ragihandinê de qonaxeka berbiçav girtiye ber xwe. Berê bi navê ragihandina jinan tiþtek tunebû , lê nuha tu li Silêmaniyê bigerî tu yê 5 rojnameyên jinan bibînî ku tenê ji bo behsa jinê ne, sernivîserên wan, stafên wan û karmendên wan ên din jin in.



- Ew rojnameyên taybetî ne yan ser bi rêxistinên jinan in?



- Ew organên rêxistinên jina ne. Em dizanin rêxistinên me ser bi xwe ne, lê tu li esasî binerî tu yê bibînî ku her yek ser bi hizbekê ve ne. Heta hukumet alîkariya wan dike, bi alikariya maddî a hukumetê derdikevin.



Li welatên azad ên pêþketî rojname piþta xwe bi xwendevan û reklaman dibestin, lê li vê derê em nehatine wê dereceyê. Rojnameya Pêgeh heye azad e, hin jinên azad derdixin lê cardin ji hukumetê alîkariyê werdigire. Rasan, Jiyanewe û Rêwan heye. Ev dezge ne, kitêb û weþanên din jî belav dikin. Jiyanewe organa Yekîtiya Jinan a Kurdistanê ye û xwedan radyo ye jî. Li devera Germiyan weþana radyoyê dike. Li wê derê gelek kesên nexwenda û paþvemayî yên ji ber enfalê rizgarbûyî hene. Yêkîtîya Jinan dixwaze di riya radyoyê re pêwendî li gel wan deyne, çimkî ew nikarin bixwînin, guh li radyoyê digirin. Navê radyoyê Radyoya Çeware ye.



Piþt re bernameyên jinan di televizyonân de hene.



Loma jî ji dema raperînê û bi vir de di warê ragihandinê de îmkanên jinan gelek zêde bûne.



- Baþ e di warê karkirin û meslekbidestxistinê de pêþkeftin di rewþa jinan de bûye?



- Belê ji wî aliyî de jî pêþkevtinên giring bûn. Di yekem parlamentoya Kurdistanê de jin hebûn. Di yekem hukumeta Kurdistanê de jin jî bûn wezîr. Wezîra Þarewaniyê jin bû. Di dema hukumeta Berhem Salih de, mesela, jinê posta serokwezîriyê bi wekaletî girt. Wek min got berê jinan nikaribû bibin dadwer, îro pênc dadwerên jin hene. Qaymeqamên jin hene…



- Bawer dikim ku qeymeqama Dokanê jin e, ne?



- Belê qaymeqam li Dokanê jin e û li çend bajarokên din jî qaymeqam jin in.



- Gelo meslek hene ku jinan qebûl nakin?



- Belê di hin ciyan de wekî di eskeriyê de ev astengî hebûn, berê di polîsê hatûçûyê (trafîkê) de jin nebûn lê niha li ser kolanan jinên polîsên trafîkê tên dîtin. Li eskeriyê, li nav supayê Kurdistanê fewcê jinan ê taybetî heye ku ew bi awayekî akademîk hatine perwerdekirin û wan rutbe û pile wergirtine.



Belkî ez nikaribim yek bi yek meslek û karan bijmêrim yên ku destpê bûne jin jî tê de kar dikin, lê ez dikarim bêjim ku rola jinan di nav civakê de, di meslekan de bi awayekî berbiçav pêþ de hatiye.





- Min berî demekê xwend ku digot di nav 14 mehên dawiyê de 832 jinan xwe þewitandiye. Her wiha dihat ragihandin ku ji dema raperînê (1991) û heta nuha nêzî 3 000 jin hatine kuþtin. Û ev reqem tenê li ser herêma Silêmaniyê hatine dayin. Herêmên Hewlêr û Duhokê ne di nav van reqeman de ne. Gelo rast e ku ew qas jin hatine kuþtin û wan xwe þewitandine? Eger rast be katastrof e. Nikare bê qebûlkirin û tehemulkirin. Ev çi ye, çima wiha dibe?



- Belê. Wek min got piþtî derxistina biryara 59-ê mesela kuþtina jinan kêm buye. Gava em bên ser mesela xweþewitandina jinan, ev pirsgirêkaka gelek giring e di komelgeha me de ku dide nîþandan ka gelo demokrasiya me hata ku hatiye. Min bi xwe gelek caran li ser vê diyardeyê gotiye û nivîsîye….



Hin lêkoler hene dibêjin meselaya xwekuþtinê li her civakê heye û di ya me de jî heye, ev curek ji curên xwekuþtinê ye, tebîî ye. Bi baweriya min pirs ne ew qas basît e ku meriv bêje di her civakê de xwekuþtin heye û di civaka me de jî heye…..



- Çawa dibe, di kîjan civakê de heye ku di 14 mehan de 832 jin agir berra bedena xwe bidin, xwe biþewitînin?



- Ev narizayî derbirîn e li hember awayekî jiyanê. Barê jiyana aborî piþt re wê hemî fiþara komelayetî, ya malbatî, dînî û qanûnî ya li ser jina kurd rê xweþ kiriye ku jinan ber bi wir de dibe. Ew ji xwesotinê pêþtir tu riyeka din nabînin.



- Ji bêçaretîyê ye?…..



Belê ji bêçaretîyê ye. Xweþewitandin yek ji giringtirîn kêþeyên Kurdistanê ye ku komeleyên jinan gelek kar li serê kirine da rê li ber bigirin, lê mixabin nuha jî her berbelav û berdewam dike.



- Ev meseleyên wiha helbet tenê ne li nav herêma îdareya Silêmaniyê lê li devera bin îdareya berê ya Hewlêrê jî hene. Heta tê gotin ku li wê derê jî û li vê derê jî gelek caran gava pirsgirêkên malbatî derdikevin, gava meseleya jinan tê hole damûdezge çav û guhên xwe digirin û riya çareserkirinê li eþîran, li malbatan vedikin. Dabûnerîtên eþaîrî û malbatî xwe dixin pêþiya qanûnan. Ev çawa dibe, çawa qanûn, dadgeh, damûdezgeyên hukumî dikarin dev ji serweriya qanûnê berdin û çav û guhên xwe li eþîr û malbatan bigirin?



- Belê ev diyarde li herdu herêman jî heye. Mixabin heta komeleyên mafên jinan jî, yan wan cihên ku jinên ji ber tehdîdan bazdayî diparêzin jî xwestine biçin nav eþîran, wan aþ bikin da jina bazdayî nekujin, wê qebûl bikin, heta gelek caran îmza ji mezinên eþîran wergirtine ku jîn di vegerê de ê jiyana wê parastî be, piþtî jin vegeriyaye, tevî îmza û peymana xwe, girtine ew jin kuþtine.



- Baþ e ev meseleyên han, xweþewitandina 832 jinan di 14 mehan de, kuþtinên eþîrtî, ev hemû ne diyardeyên wiha basît û piçûk in, kadastrofeka mezin e. Gelo hukumet, dezgeyên fermî yên bi jinan ve bestî, rêxistin û mafparêzên jinan çi pêþniyar dikin ji bo rawestandina vê wahþetê. Programên wan çi ne, proje çine?



- Belê karesateka mezin e. Her yek ji alî xwe de hin pêþniyar û projeyan dihêne. Min bi xwe jî gelek caran pêþniyar anîne. Bi ya min divê berî her tiþtî rewþa jiyana jinên belengaz û bêîmkan bê çareserkirin. Çimkî ew di nav komeleyê de bêçare û bêîmkan in, destbestî ne. Divê rewþa jiyana bêîmkaniyetiya malê bê xweþkirin. Eger na, barê giran di nav malbatê de dikeve ser milê jinê. Pendeka gelek xweþ a kurdan heye, dibêje ’kaseya tije aþtiya malê ye’. Gava rewþa maddî ya malê xweþ be eþtî û asûdeyî di malê de heye, lê kase vala be, hizûr di malê de tuneye û mêr fiþareka dijwar dixe ser jinê, tahdeyî lê dike. Heta kare ev azardayin bigihîje wê dereceyê ku jin bi xwesûtandinê dawî li jiyana xwe bîne.



Ya din, divê kar ji jinan re bê dîtin, astê xwendewarî û zanyariya wan bê bilindkirin. Çimkî di encama lêkolînan de derketiye ku ew jinên ku xwe diþewitînin astê hiþyarî û zanebûna wan gelek daketî ye.



Wekî din divê bi kampanyayên fireh jî bên gihandin wê zanebûnê ku ew fahm bikin çareseriya hemû wan azar û bargiraniyan ne xwekuþtin û sohtin e.

Divê di vî warî de hukumet gelek alîkar be. Ne bes e ku rêxistineka jinan li bajarekî bi karên wiha rabe. Hem mesela xwesotinê, hem jî ya kuþtina jinan li gundan û bajarokên piçûk rû didin. Divê desthelat xwe bigihîne wan deran.



- Ev tiþtên ku tu bahs dikî, tedbîrên dûrûdirêj in. Lê meseleya kuþtin û xwesohtina jinan hatiye dereceyeka gelek bixeter. Divê nuha, li vê dere çare jê re bê dîtin. Rê li ber kuþtin û xwekuþtinê bê girtin, alternatîf û îmkanên din ji bo jinên bin tehdîdê bên dîtin.



Mesela li Swêdê lêdan û tehdîdkirina jinan û zarokan qedexe ye. Dezgeyên wiha hene ku gava ev tehdîd bi ser zarok û jinan de tên dewlet derhal dikare destê xwe dirêj bike wan zarok an jinan ji wê tehdîdê bidûr bixe û li cihekî biparêze. Wekî din mekanîzma hatine avakirin, reqemên telefonan, mail û adresên polîsan, karmendên alîkariya civakî û ya malbatan, ya dezgeyên jinan pir berbelav ji bo jin û zarokan diyar in. Ew dikarin zûbizû wekû mesela ambulansê xwe bigihînin zarok û jinên bin tehdîdê. Yên tehdîdkirî yan jî hisa tehdîdbûyênê pê re peydabûyî dikarin derhal agahî bidin van cihan û diyar bikin ku ew tên tehdîdkirin, xetera lêdanê û kuþtinê li ser wan heye. Karin telefon bikin, mail bidin, xwe bigihînin polîs û karmendan. Û daxwiyaniya zarok û jinê bes e ku ew xwedî lê derkevin….





- Li vê derê îmkanên bi wî awayî hebin jî asta jinan, hiþyarî û zanebûna wan rê nade ku ew karibin bav, bira û mêrên xwe þikayet bikin, wan wek tehdîda li ser xwe nîþan bidin. Jinên me, hata nikarin û naxwazin rewþa xwe ya dijwar a tehdîdkirî ji bo hevalên xwe, jinên cîranên xwe jî bêjin. Gelek caran jinek xwe dikuje, diþewitîne, jinên cîran û hevalên here nêzîk jî nizanin çima wê xwe kuþtiye.



- Îhtîmal e gelek caran jin li hember vê tehdîdê xwe tawanbar bikin, bêjin ’xetaya min e ku ev erîþ tên ser min’……



- Belê. Yanî asta jinên me nehatiye wê dereceyê ku hukumet, dewlet jê re bêje ku tehdîd hat ser te, telefona polis an dezgeha parastina jinan bike, û jin jî qebûl bike bêje ‘baþ e’.



Di civaka rewþenbîrtiyê de rewþa jinan



- Em bên ser pirseka din. Ew jî bi meseleya jinan ve girêdayî ye. Gelo rewþa jin û mêran di nav rewþanbîran de, di derûdorên rewþanbîrî de, nivîskar, hunermend, rojnamevan û kesên din ên ku bi rewþenbîriyê dibilin çi ye? Ew bi çi çavî li hev temaþa dikin, peywendî li gel hev datînin û pêþwaziya hev dikin?



- Dinyaya edebî û rewþenbîriya me dinyayeka mêrane ye. Di civaka me de kar hatine cuda kirin, tê gotin 'ev karê jinan e, ev jî karê mêran e'. Mesela, 'siyaset' wiha hatiye qebûlkirin ku ew karê mêran e. Em gelek mihawele dikin da bidin qebûlkirin ku tu kar tune ye ku meriv bêje ev karê jinan e ev jî yê mêran e. Çimkî jin dikare di her warî de ku mêr lê kar dikin bikêrhatina û þiyana xwe nîþan bide.



Warê edeb û hunerê jî yek ji wan waran e ku wek karê mêran hatiye nasandin. Gelek caran ji bo jinê rê nebuye ku ew were nev cîhana edeb, huner û rewþanbîrîyê. Gava hatiye jî bi aqilê mêrane tev geriyaye da di vê cîhanê de bê qebûlkirin, ne ku bi hestê jinane xwe îfade kiriye.



Jê re wiha hatiye gotin ku ji bo wê baþtir e ew di çarçoveya mala xwe de bimîne, dapûþkirî be. Lê em zanin ku nivîsîn bi xwe karekî xwe rûtkirinê ye, xwerûtkirin an maliþtina ji civakeka bi wî awayî ye çavkaniya nirxên wê, þirovekirina jiyanê dîn e. Ev rewþeka wiha giran e ku her jin nikare li hemberî wê raweste. Di warê edeb de tiþten ji bo mêran tên gotin û nivîsîn normal in, lê gava ew tiþt li ser jinan bên gotin dibe bi karesat. Loma jî rê tu carî ne xweþkir bûye ji bo jina kurd ku di warê edeb û hunerê de kar bike. Tevî vê jî jina kurd heta dereceyekê di edeba kurdî de ciye xwe girtiye. Lê ciyê wê di nav civaka rewþanbîrî de hê ne zelal e. Goya ew beþdarî vê civakê buye da tam û rengeka jinane têxe nav civaka edeba kurdî, lê ev ne zelal e.



- Beþdarbûna jinan di civaka rewþanbîrî de ji alî rêje û nirxên berhemhênan çawa ye? Rêjeya jinan çi ye, asta çîrok, roman û þiira berhemhênerên jin li gor a mêran çawa ye?



- Hîn gelek kêm e, hê jinan ruþda xwe têra xwe îsbat nekiriye, li ser rol û berhemên wan hê qise heye. Mesela di warê nivîsandina romanê de hê nivîserên me yên jin gelek kêm in û berhemên wan qels in. Gerçî di warê romannivîsînê de ji alî mêran de jî em gelek qels in. Eger em behsa romannivîsiya piþtî raperînê bikin, Berxtiyar Elî dertê pêþiya me ku mêr e.



Di warê kurte çîrokê de, þiirê de hin gav hatibin avêtin jî di warê nivîsandina romanê de ku pileya bilind a edebê ye berhemê þarevaniyê ye, meriv kasî nabîne. Ez bi xwe di warê romanê de ji bilî hin mihaweleyên Gelawêj Xan (Xanima Îbrahîm Ahmed, diya Hêro Xan) pêþtir tu gavan nabînim.



Ev tenê bi serê xwe ciyê pirsê ye. Gelo çima romannivîsên me yên jin tunene?

Wek min got, esas ji alî mêran de jî ji du sê kesan bêtir romannivîsên me nînin.



Di warê beþdarîkarina jinan de em gelek qels in. Mesela ê me Îsabell Allendeyeka me nîne ku romannivîseka mezin e. Li nav ereban jî heye, wek, Mexader Samaneka me nîne, Ahlam Mistefayeka me nîne ku romana wê wek mêjûya Cezayîrê tê qebûlkirin, di riya berhemên wê re meriv hestên jinên ereb û hestên neteweyiya ereb jî fahm dike.



Mesela þiira me xwedan asteka baþ e. Esas edeba kurdî di riya þiirê re ketiye nav edeba cîhanî. Mamoste Þêrko Bêkes di vî warî de naskirî ye. Þairekî kurd e, bi riya þiirên xwe edebiyata me daye nasîn.



Mesela dezgeyeka swêdî di riya platformeka þairên jin ên welatên Asyayê re berhemên min, þiirên min girtine xistine nav edebiyata cîhanî. Ev riyeka nasandina edeba kurdî ye bi edeba cîhanî ye.



Di warê muzîkê de, þanoyê de þêwekarîyê û yên din de jî berhemhênerên me yên zêde û xwedan berhemên astbilind nînin.



Ereb xwedanê çendan þairên mezin e; Adonîs e, Mahmûd Derwîþ e, Qebanî ye, Maût e niza kî ye kî ye. Di farisan de Nima, Suhrab, Þmalu Furuxzad, gelek þairên mezin ên din hene. Lê di merheleya me de tu nikarî navên bi vî awayî bijmêrî.



Di warê þiirê de Mestûre Xanima Erdelanî þaira me ya sedsala 19-ê destpêka þairên me yên jin e. Me destpêkeka dûrûdirêj heye. Lê me tiþtek li ser vê zêde nekiriye ku em baþtir para jinan di nav edeba xwe de derxin ber çavan.



- Baþ e, gelo tu îmtîyazatên jinbûnê li komelgeha kurdewarî nîne, feydeya ku meriv jin be di civatê de çi ye?



- Bi baweriya min tu rêxweþkiriyek li ber jinbûna meriv nîne û tu îmtîyazên jinan jî tunene. Eger ne wiha bûya jin di malên xwe de hefs nedibûn û wan take çareserîya rizgarbûnê sûtandina xwe nedidît.



- Em bên ser jiyana rewþanbîriya giþtî. Gelo li Silêmaniyê sînema (biograf) hene, salonên tîyatroyan hene?



- Na xêr. Tê gotin ku li salên 60-î û 70-yî li Silêmaniyê salon hebûne. Ê min bi xwe nayê bîra min ku ez çûbim sînemayekê û min bi kêfxweþî temaþeyî fîlmekî kiribe. Ku ev delaleta berbipaþdeçûnê ye, ne ku berbipêþdeçûnê.



- Ev 14-15 Sal in raperîn bûye, desthilat û civakeka kurdewarî heye. Di dinyayê de gelek fîlmên hêja di vê navberê de hatin kêþan, xelk temaþe dikin. Ji bo çi hata nuha saloneka sînemayê jî nehat avakirin da kurd jî karibin fîlm seyr bikin. Gelo kesî bîr li wê nekir?



- Belê kurd jî di warê hunerê sînemayê de pêþketî ye. Ji Yilmaz Güney bigire heta Behmenê Qubadî gelek fîlmên baþ ên kurdî derçûne….



- Ez behsa hunerê kurdî yê sînemayê nakim. Ez behsa berhemên sînemayî yê cîhanê dikim ku kurd lê temaþe bikin, bibînin. Biyograf û salonek jî tune ku kurdek lê rûnê temaþeyî fîlm bike. Li Silêmaniyê nîne, li Hewlêrê jî nebû, li Duhokê jî tuneye. Ev çawa dibe?



- Belê welê ye.



- Baþ e em çawa dikarin bêjin em civakeka medenî ne, hîn me sînema nîne, me tîyatro nîne, civakeka wiha çawa dikare medenî be?…



- Belê. Dixwazim tiþtekî ji bo te biguhêrim. Ez carekê li Sûriyeyê li festîvala Meda amade bûm. Hunermenda jin a misirî ya naskirî Leyla Elwî ku di nav kurdan de jî jê tê hezkirin. Di nav kurdan de ji seyareyekê re tê gotin Leyla Elwî… Li wê derê li ser navê Kurdistanî Niwê ez li gel wê rûniþtim, min xwest ez hevpeyivînwekê pê re bikim. Wê jî kurd dinasîn ji wan hez dikir. Ji min pirsî got ’aya sînema li Kurdistanê heye’.



Bawer bike ez ew qas þermezar bûm, sor bûm, min nizanîbû ku ez çi bikim. Ez fikirîm ku ez þairek im, ronakbîr im, min bi xwe jî heta nuha hest bi wê nekiriye ku gelo sînema li Kurdistahnê heye yan na. Min li ser vê tu tiþt nenivîsiye, negotiye ku çima sînema li Kurdistanê tuneye.



Niha li ser vê pirsa te ez tûþî her eynî þermê dibim. Çawa komelgehek ku hê sînemaya wê tuneye dikare wek civakeka demomrat bê pêþkêþkirin. Bê guman di nav me de gelek kêmasî hene ku ev yek ji wan e. Îro roj hatiye ku divê em fikra van hemî tiþtan bikin.



- Kurd heye berhemê sînemayî derdixe, bes biyografa kurdan nîne ku wî fîlmî nîþanî kurdan bike…



- Heta kesên di vî warî de kar dikin bi xwe jî fikra wê yekê nekirine ku li Kurdistanê sînema ava bikin.



- Ev tesbîteke gelek cidî ye, tiþtekî wiha ye ku desthilat bi tenê jî nikare serî tê re derxe. Divê komelgeh û desthilat pêkve vê pirsê çareser bikin….



- Divê projeyek hebe ji bal civakê bê berzkirin ba desthilatê da desthilat jî xwedî lê derkeve.



- Li ser jinan pirseka din… Gelo ji bo te avakirina partiyeka jinan li Kurdistanê ku çep û rast û îslamî û neîslamî, Yekîtî û Partî hemuyan bigire nav xwe, mimkin e, yan tiþtekî gelek xeyalî ye?



- Min di vê hevpeyivînê de bahs kir ku li cem me wiha tê qebûlkirin ku siyaset karê mêran e, ne karê jinan. Komelgeya me teslîmî vê baweriyê bûye. Mêrên me jî jînên me jî di wê baweriyê de ne ku siyaset ne karê jinan, yê mêran e. Loma jî jin gelek kêm di vî warî de tên xwiyakirin.



Ya ku tu dibêjî jî projeyeka siyasî ye. Divê jin bi vî karî rabin, lê bawer bike di civaka me de jin gelek dûrî vî aqilî ne. Jinên me yên siyasî jî ji bo tiþtekî wiha ne amade ne, ji rewþa xwe ya jinane betir fikra partiyên xwe dikin.



Mesela di civaka me de, jinên Yekgirtûyî Îslamî hene, rûdinên dibêjin, ’çi dibe bila mêr çar jinan ji xwe re bînin, dînê me wiha emir dike’. Baþ e jineka wiha çawa dikare li gel jineka ku li hemberî pirr-jiniyê ye û baweriya wê ew e ku dîn negotiye ku mêr divê çar jnan bînin, bi hev re kar û siyasetê bike? Dîn gotiye eger tu bikaeribî edaletê di nav wan de durust bikî çar jinan bîne, û em zanin ku mêr nikare êdaletê di nav wan de durust bike. Baþ e yeka wiha ku partiya xwe û fetwayên dînî di ser berjewendiyên cinsê xwe re, di ser hêvî û daxwazên însaniyetê re digire çawa dikare li gel jineka ku baweriya wê bi van tuneye kar bike.



- Em nuha dev ji van meseleyan berdin, em bên ser xebata te ya þexsî bi xwe. Tu li vê derê, li Kurdistanî Niwê kar dikî. Ji bilî wê di warê edeb û þiirê de çi proje li ber destên te hene? Ji bo rojên bê amadeyiyên te çi ne?



- Belê hene. Yek ji wan projeyan ew e ku heta nuha stiranbêjên me yên jin tenê þiirên mêran hûnane û stirane. Di wexta ku ew bi xwe jin in hestên mêran dixwînin û distirtên. Ew bi xwe porrdirêj û çav reþ in, behsa biskên reþ û çavên belek dikin. Þairekî mêr hestên xwe ji bo jinekê gotiye ew jî ji dêlva ku hestên xwe ji bo mêrekî bêjin, li gor pîvanên civakê tevdigerin û hestên ji bo jinekê distirên.



Lê ez dibînim hin jin hene ku dikarin hestên xwe yên jinane derbibirin û bikin stiran, ez xebat dikim ku hin þiirên stiranan amade bikim da bibin stiranên hestên jinan û yên ku bistirên jî ew jinên stiranbêj ên naskirî ne. Hinek ji wan ê di demeka nêzîk de di televizyonên asmanî û lokal de jî bên gotin.



Ez amade dikim ku þiirên min ên wiha wek kitêb jî bên çapkirin.



Projeyeka min a din jî heye ku ez dixwazim rola jinan di rojnamegeriya kurdî de ji derketina rojnameya Kurdistan li Qahîrê heta îro derxim, wek berhemekê pêþkêþ bikim. Ev xebateka dûrûdirêj a çend salan e. Ez xebat dikim ku cildê yekê çap bikim. Cildên din jî ê di rojên pêþ de bên çapkirin.



- Baþ e berî ku ez pirsa xwe ya dawiyê bikim, gelo tiþtekî ku min nepirsîbe û tu bixwazî bêjî heye?



- Belê. Me berhemên edebî yên derûdorên xwe xwendine, em wan nas dikin. Gelo me wek kurd heta nuha mihawele kiriye ku em edebiyata xwe, berhemên xwe yên edebî û hunerî bi cîhanê bidin naskirin? Dewr dewra ragihandinê ye, dewreka global e. Dinya ji alî ragihandinê de qasî gundekî piçûk bûye. Tu ku diçî ber komputera xwe, klîk dikî, dikarî peywendî bi kesekî li wî aliyê dinyayê re deynî. Di dewreka wiha de gelo em çi qas berhemên xwe yên edebî û hunerî bi cîhanê didin nasîn. Ev erkekî li ser mile me ye.



Pirsa jinan jî her bi vî awayî ye. Divê em rewþa xwe, doza xwe bi wî aliyê dinyayê bidin nasîn. Jin tebeqeyek bindest a mafxwarî ye lê li her welatî bi awayekî cuda yê komelgeha xwe tê bindest hiþtin.



Me belkî pirsên xwe yên komelî û yên jinan heta dereceyekê gihandine cihana derva, lê di warê edeb û hunera kurdî de ez bawer nakim ku me têra xwe xwe bi dinyayê dabe naskirin.



Heta nuha dinya tenê bi trajediyên ku tên serên me me dinase. Lê nabe ku dinya hew di riya qurbaniyan re me binese, divê di riya þiir û hunerê re jî me binase.



- Baþ e, Kejal Ahmed tu þaireka navdar î. Min bihîstiye ku tu þiiran, bi taybetî jî þiirên xwe xweþ dixwînî. Gelo tu dikarî çend þiirên xwe bi dengê xwe bixwînî da di dema belavbûna vê hevpeyivînê de em bi dengê te þiirên te têxin Netkurdê, gava hatin tikandin ew karibin bên guhdarîkirin?



- Baþ e, ser çavan…



- Sipas ji bo vê hevpeyivînê ji bo xwendina þiiran bi wî dengê xweþ….


Amadekar:Mûrad Ciwan
Çavkanî :



alýntýdýr..

__________________
Numberone is offline  
 


Konu Araçlarý
Mod Seç

Gönderme Kurallarý
Yeni konular açabilirsiniz --> izin yok
Yanýtlar gönderebilirsiniz --> izin yok
Eklentiler gönderebilirsiniz --> izin yok
Mesajlarýnýzý düzenleyebilirsiniz --> izin yok

vB koduAçýk
SimgelerAçýk
[IMG] kodu Açýk
HTML kodu Kapalý
Trackbacks are Kapalý
Pingbacks are Kapalý
Refbacks are Kapalý

Popüler Konular:
Bydigi Forum'un En Popüler Konularý
Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-1:

Norton AntiVirus 2008
Panda Antivirus & Firewall 2008
AVG Anti-Virus Free Edition 8.0.100
McAfee VirusScan Enterprise 8.5i
Avast! 4 Professional Edition 4.8.1169
Kaspersky Internet Security 7.0.1.325
Anti-Porn 10.4.11.15
BitDefender Internet Security 11.0.9 (2008)
Eset Smart Security 3.0.642
Ad-Aware 2008

Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-2:

Þeftali Yetiþtiriciliði
Ekolojik Tarým ve Hayvancýlýk
Süt Verimini Etkileyen Faktörler
Dört barajda su bitmek üzere
Karbondioksit salýmý yüzde 50’den çok artacak
VAN (Wan) Tarihi
Amed (Diyarbakýr) Tarihi
Ýç Anadolu Hakkýnda Genel Bilgi
Kültür ve Turizm Bakanlýðý müfettiþ yardýmcýlýðý
2008 yýlý icra müdür ve yardýmcýlýðý sýnav ilaný

Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-3:

Siz Hangi Yemeksiniz ?
Doðum gününüze göre hangi hayvansýnýz?
Doðum Tarihinize Göre Renginiz!
Bebeklerde Gaz Çýkarma
Virüs taþýyan keneler dehþet saçýyor
Þiddetin genlerle iliþkisi olabilir
Karpuz Viagra Etkisi Yapýyor
Panasonic Sony'yi tahtýndan etti!
Mehmet Atlý - Wenda 2008
grup seyran - 2008


Benzer Konular

Konu Konuyu Baþlatan Forum Yanýt Son Mesaj
Hevpeyivîn bi Tara Jaff re (Tara Jaff ile röportaj) newalaqesaba Çandi Giþti 3 28-06-2007 10:50 AM
Hevpeyivîn bi Nîlufer Akbal re (Nilüfer Akbal ile röportaj) newalaqesaba Çandi Giþti 0 28-06-2007 07:26 AM
Hevpeyivîn bi Þahînê Bekirê Soreklî newalaqesaba Çandi Giþti 0 14-05-2007 10:39 AM
Hevpeyivîn bi Beser Þahîn re MÊVAN Sanatçý Tanýtýmlarý 0 02-04-2007 07:27 PM
mezÝnÊn Kurda kiremit Dirok 51 11-02-2007 05:25 PM


Forum saati Türkiye saatine göredir. GMT +2. Þuan saat: 06:47 AM .
(Türkiye için GMT +2 seçilmelidir.)


Powered by vBulletin Version 3.6.4
Copyright ©2000 - 2008, Jelsoft Enterprises Ltd.
SEO by vBSEO 3.2.0
Copyright ©2006 - 2008 Bydigi Forum ®, All Rights Reserved

Bir Forum sitesi olduðumuzdan, kullanýcýlar önceden onay almadan her türlü görüþlerini yazabilmektedir.
Yazýlanlardan dolayý oluþabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanýcýlara aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykýrý herhangi bir durum görürseniz; Lütfen, bydigi@gmail.com'a yada Ýletiþim'e bildiriniz.
Mesajýnýz incelenip, kýsa bir süre içerisinde gereken müdahale yapýlacaktýr.